Çawa wergerînim?

Husein Muhammed

wergerandin

Wergerandin guherandina zimanê peyamê ye bêyî ku naveroka peyamê bi xwe biguhere. Di wateya xwe ya berfire de wergerandin dikare guherandina her mesaja bi zimanekî li zimanek din be lê bi wateya teng ew tê maneya jinûvenivîsîna peyamek nivîskî bi zimanek dî. Di wateya teng de hingê ji guherandina peyamên devkî re paçvekirin anku tercimekirin tê gotin.

Di wergerandinê de du ziman hene: 1) zimanê jêder anku zimanê ku teksta orijînal pê hatiye nivîsîn, û 2) zimanê wergir anku zimanê ku peyam lê tê wergerandin. Peyama ku bi zimanê jêder hatiye nivîsîn bi wergerandinê bi zimanê wergir tê ragihandin. Ji teksta ku jê tê wergerandin re “teksta orijînal” û ya ku wek encama wergerandinê peyda dibe jî “werger” tê gotin. Kesa/ê ku karê wergerandinê jî dike “wergêr” e.

Dîroka wergerandinê

Vekoler hevbîr in ku hê di serdemên pêşdîrokî de wergerandina devkî anku paçvekirin di navbera hoz û êlên cuda de hebû. Hingê jî paçvan anku terciman di gelek ji wan karan de alîkar bûn yên ku niha jî pê mijûl in: bi taybetî di danûstandinên silh û aştiyê û di bazirganiyê de. Yekem gotina li ser tercimekirinê ya vedîtî ji Misrê ye û nêzî 5 000 salan kevn e. Kevntirîn behsê wergerandina nivîskî jî ji Emparatoriya Kevnar ya Misrê ye û ew jî ji nêzî 4 000 salan berî niha ye. Li Mezopotamyayê wergerandinê nêzî 1900ê bZ dest pê kir dema ku dastana Gilgamêş ji sûmerî li akadî hat wergerandin. Di serdema Skenderê Mezin de gelek berhem ji misriya kevn li yewnanî hatin wergerandin. Cihûyan jî hê berî hatina Hz. Îsa dest bi wergerandina Pîroznameyê (Pirtûka Miqedes, Bîbel) kir, û paşî – ta roja îro jî – ev pirtûk bû wergerandîtirîn pirtûka dinyayê.

Herwiha wêjeya latînî bi her awayî bi wergerandina ji zimanê yewnanî hat xurtkirin. Fîlozofê navdar Cicero ku bi xwe pir werdigerand pirtûkek jî li ser metodên wergerandinê nivîsiye. Giringtirîn peyama wî ew bû ku divê peyam “ne peyv bi peyv” bêt wergerandin lê naveroka peyama orijînal bi rêbazên zimanê wergir bên ragihandin.

Ji sedsala 9ê ve misilman di wergerandina berhemên senskrîtî û yewnanî li erebî de gelek çalak bûn. Berhemên hin fîlozofên giring yên yewnanî tenê di wergerên erebî de mane anku tekstên orijînal yên yewnanî winda bûne.

Li Serdema Nû li Ewropayê bingehê nivîskî yê gelek zimanên neteweyî bi xêra wergerandina Pîroznameyê hat avakirin. Nûjenkarê dînî, Martin Lutherê elman hemû Pîrozname li zimanê xwe wergerand û 1534ê weşand. Luther hê jî yek ji mezintirîn wergêrên hemû serdeman tê pejirandin. Herwiha Pîrozname jî bi taybetî bi îlhama wî bûye destpêka dîroka zimanê nivîskî yê gelek gelên din jî ji ber ku misyoneran xwestiye ku wê peyama pîroz bi her miletî bi zimanê wî bidin xwendin. Hê li sedsala 19ê hin ji wê li kurmancî (bi alfabeya ermenî) jî hatiye wergerandin.

Wergerandin li kurdî

Yekem berhema berfireh ya ku em jê haydar in ku li kurdî hatiye wergerandin “Şerefname”ya Şerefxanê Bedlîsî ye ku Mela Mehmûdê Beyazidî li salên 1858 û 1859ê kiriye kurmancî. Wek din wergerandina bi berfirehî li zimanê kurdî tiştek nû ye. Tenê kitûmat nivîsên kurt berî salên 1980ê û 1990ê ji zimanên din wergerîne kurmancî. Salên 1990ê mirov dikare bi awayekî wek ronesansa wergerandina kurmancî bibîne. Ev tevger bi taybetî li Swêdê xurt bû lê niha gihiştiye Bakurê Kurdistanê û li devera kurmancîaxiv ya Başûrê Kurdistanê (Behdînan) jî belav bûye. Herwiha Internetê jî delîvên nû li ber belavkirina wergerên li kurmancî vekir. Wergerandina li soranî bi taybetî li salên 1960ê û 1970ê dest pê kir û niha jî berdewam e. Herwiha vê dawiyê hewldanên wergerandina li zazakî jî hene.

Lê dîsan jî wergerandina li kurdî dûrî profesyonelî û sîstematîkiyê ye. Çend camêr û kitûmat xanim di wergerandina li kurmancî de jêhatî ne lê kes ji wan jî ne têr mijûlî wergerandinê ye. Wergerandin ji wan re tenê hobiyek e û tenê dema ku betal bin berheman werdigerînin. Li hêla din ti desteka berçav ji wergerandinê re jî nîne. Ti dezgehê xurtkirina wergerandinê yan hema weşandina wergeran jî ji xwe re nekiriye bar. Xwendevanên wergerên kurmancî hema bêje nînin. Di heman demê de hin “ronakbîr” û “nivîskarên” me jî wergerandinê bêbiha dihesibînin. Min ne tenê carekê û du caran ji devê wan bîstiye ku wergêrên kurd ew in yên ku bi xwe nizanin ti tiştî biafirînin lê radibin hem berhemên orijînal û hem jî zimanê kurdî bi wergerandinê diherimînin!

Ez û wergerandin

Min di 15-saliya xwe de yekem car dest bi wergerandinê kir dema ku min ferhengokek peyvên zimanê fînî (fînlendî) li kurdî (kurmanciya bi alfabeya erebî) wergerand û ew lîsteya 2000-peyvî ji alî pirtûkxaneya bajarê min yên hingê (Kemi) hat weşandin. Hingê 1995 bû. 1997ê min yekem novel ji zimanê fînî wergerand û paşî bi kurmanciya alfabeya latînî di kovara Nûdem de belav bû. Piştî wê 5 pirtûkên min wergerandî çap bûne û çendîn antolojiyên helbest û çîrokan li ser Internetê di Kovara Mehname de derketine. Niha jî bi dehan berhemên wergerandî lê hê belavnekirî di dest min de hene.

Ji sala 2002ê ve di ber xwendina xwe ya dadnasiyê (hiqûqê) re bo wezareta hindirîn ya Fînlendayê wek wergêr û terciman xebitîme. Min herwiha salên 2004 – 2006 di ber dadnasiyê re li zankoyê wergerandina fînî-inglîzî jî xwendiye. Piştî ku 2006ê min dest bi karê eboqatiyê kir, êdî min tercimanî nekiriye lê hê jî carine angaştnameyên (îdianameyên) dozgeran û biryarnameyên dadgehan werdigerînim kurmancî yan soranî.

Vê dawiyê min piraniya dema xwe ya derî karê eboqatiyê daye amadekirina ferhengek kurdî-kurdî-biyanî (http://ku.wiktionary.org) lê dîsa jî bi taybetî helbestan werdigerînim.

Li vir dixwazim bi kurtî metodên xwe yên wergerandinê raberî xwendevanên delal bikim. Mebesta min ne ew e ku ev tek metodên rast in lê wan pêşkêş dikim hem bi hêviya ku xwendevan ji wan sûdê wergirin û hem jî eger kêmasî tê de hebin, bila ji qenciya xwe min agadar bikin. Van metodan bi taybetî bo wergerandina berhemên wêjeyî bi kar tînim lê gelek ji wan bo wergerandinên din jî guncav in:

  1. Cara pêşî teksta orijînal dixwînim daku peyama wê tê bigihim. Heke peyama wê bi dilê min be, pêş dikevim xala duyem:
  2. Lê dipûnijim ka gelo wergerandina vê berhemê li zimanê kurdî giring e. Bo nimûne heke peyam pir giring be yan bi taybetî kurdan eleqedar bike yan jî di nav kurdan de ta niha behsa tiştek wiha nehatibe kirin, ew peyam hêjayî wergerandinê ye. Herwiha heke peyam bi şêweyek delal hatibe hûnandin û spehîtiya wê zimanê kurdî li ber xwendevanan şirîn bike, ez wergerandina wê giring dibînim.
  3. Diramim ka hêz û taqeta min dê bo wergerandina wê hebe. Heke tekst gelek dijwar be, belkî nikarim wê wergerînim. Carine wê tekstê bo siberojê dihêlim û tê dikoşim tekstek ji heman biyavê (mijarê) lê asantir wergerînim.
  4. Difikirim ka gelo ew tekst dê min bi wergerandinê biperesîne anku pêş bixe. Heke ne ji neçarî be, naxwazim tekstên ku di wergerandina wan de hînî ti tiştek nû ji wergerê nebim werbigerînim!
  5. Gelo dema min bo wergerandina vê berhemê heye?
  6. Heke ta vir bersiv “belê” be, carek din jî tekstê dixwînim. Di ber re lê dihizirim ka filan peyvê çawan li kurdî wergerînim.
  7. Piştî ku naveroka peyamê ji min re zelal dibe û dizanim ka her peyvê çawan wergerînim, dest bi wergerandina xav dikim.
  8. Piştî wergerandina her paragrafê, wergera wê çend caran dixwînim daku bizanim ka ti kêmasî tê de hene û ka gelo zelal e.
  9. Piştî qedandina hemû wergerê, wê çend rojan dihêlim û “ji bîr dikim”. Paşî lê vedigerim û bêyî ku teksta orijînal bibînim wergerê dixwînim. Heke zimanê wergerê kurdiyek bi qasî gengaz bêşaşî û kêmasî be, herikbar bêt xwendin û peyama wê zelal be, hingê dikarim biçim xala 10em:
  10. Wergerê ji daxwazkerê/î re yan jî bo weşandinê dişînim û li hêviya pêşniyar û rexneyan dimînim.

Pend bo wergêra/ê destpêker

  1. Yê ku şaşiyan neke ti tiştek dî jî nake. Netirse ku dê şaşiyan bikî. Ti kes ji me bêkêmasî nîne. Heke li bendê bî ku bibî wergêrekî kamil û paşî dest bi wergerandinê bikî, dê bêmirad bimirî!
  2. Rahênan dike palewan. Kes ji me wergêr ji zikê makê derneketiye. Tenê bi wergerandinê dikarî fêrî wergerandinê bibî.
  3. Barek sivik rake. Gelek kes bi berhemên nemir yên cîhanê – wek Qur’anê yan Shakespeare yan Şerefnameyê – dest bi wergerandinê dikin. Bi ihtimalek mezin ew dê bi ser nekevin. Pêşî bi berhemên asan û kurt dest pê bike. Paşî klasîkên cîhanî jî dê li ber te hêsan bin.
  4. Wergerandin ne ji afirandinê kêmnirxtir e lê ihtimal e ku dijwartir e. Di afirandinê de bes e ku asta xwe ya zimanzaniyê bi kar bînî. Lê di wergerandinê de neçar î asoya zimanzaniya xwe li gor ramanên nivîskarek din berfire bikî. Bi vî awayî zorê didî xwe û didî zimanê xwe jî ku biçe seredana hin der û deverên ku jê re nenas in. Wiha hem xwe û hem jî zimanê xwe pêş dixî.
  5. Dilsozî peyama nivîsa orijînal be. Lê ne hewce ye ku koleyane her peyv û benda rêzimanî li gor zimanê biyanî bi kar bînî.
  6. Werger divê orijînal bixwiye. Divê werger bi xwe serbixwe be anku bêyî ku xwendevan teksta orijînal bibîne, hemû peyama wê bi rêya wergerê werbigire.

7) Pir wergerîne lê li wergerên xwe hişyar be. Dikarî tenê bi wergerandina bi salan baş hînî wergerandinê bibî. Lê hê ji îro ve dest pê bike! Lê hişyar be ku peyama teksta orijînal neguherînî yan winda nekî yan jî dê baweriya bi wergerandina te êdî nemîne.

  1. Wergera xwe çend caran bixwîne. Bi kêmî du caran bixwîne daku bizanî ka peyam rast hatiye ragihandin. Bi kêmî jî du carên din jî bixwîne daku jê piştrast bibî ku zimanê wergerê têgihbar û herikbar e. Wergera xwe piştî amadebûnê demekê hilgire. Paşî carek du caran bixwîne û encax hingê bide weşandin.
  2. Xwe li tekstên cor bi cor biceribîne. Ferhengan dikarî bi kar bînî lê her tişta ku tu tê de xetimî bi alîkariya ferhengan çareser neke. Lê bipûnije ka çawan dikarî wê bi awayek din bibêjî bêyî ku peyam bi xwe biguhere.
  3. Li pêşniyarên xwendevanan vekirî be. Bila rexneyên tûj jî te netirsînin.

2007

Leave a comment