Oscar Wilde
‘Wê got dê li gel min bireqise ger ez jê re gulên sor bînim’, şagirtê xort got, ‘lê li hemû gulistana min gulek sor nîne’.
Ji hêlîna xwe ya li ser dara gûzê bilbilî dengê wî bîst û di nav pelan re li derê nerî û pûnijî.
‘Nîne ti gulek sor li hemû gulistana min!’ yê şagirt got, û çavên wî yên spehî tijî rondik bûn. ‘Ax, ji tiştên çend biçûk e dilşadî! Min xwendiye hemû hişmendiya mirovan nivîsî, û hemû nehîniyên felsefeyê yên min in lê ji ber daxwaza gulek sor jiyana min bûye kembaxî.’
‘Taliyê ev e evîndarekê rast’, bilbilî got. ‘Her şev ez li ser wî strîme tevî ku min ew nenasiye jî; her şev min çîroka wî ji stêran re vegotiye û niha wî dibînim. Pirça wî reş e wek gula simbilê, û lêvên wî sor in wek sorgula daxwaza wî; lê dildariyê rûyê wî mîna qerenfîlê zerik û spîçolkî kiriye, û xemgîniyê mora xwe li eniya wî daniye.’
‘Mîr dê sibe şehyanekê li dar bixe’, şagirtê xort minminî, ‘û dildara min dê di nav de be. Ger ez guleka sor ji wê re bînim, ew dê ta elindê bi min re bireqise. Ger ez guleka sor jê re bînim, ew dê di zendên min de be, û ew dê serê xwe pal bide ber milê, û destê wê dê di yê min de be. Lê ti gulên sor li gulistana min nînin lew divê ez bi tenê rûnim, û ew dê di ber min re bibore. Ew dê ti pûte bi min neke, û dilê min dê bişkê.’
‘Ev e, bi rastî, evîndarekê jidil’, bilbilî got. ‘Tiştê ez distrim, ew jê dinale; ya bo min şadî ye, bo wî jan e. Bê guman evîn tiştekê ecêb e. Ew ji zimrûdan binirxtir e, ji opalan delaltir e. Hirmî û hinar ne hêjayî wê ne û ne jî ew li bazaran tê firotin. Ew ne ji bazirganan tê kirîn û ne jî li ber zêr tê kêşan.’
‘Muzîkjen dê li dîwana xwe rûnin’, şagirtê xort got, ‘û têlên amûrên xwe bijenînin, û dildara min dê li ber awazên çeng û kemanê bidanse. Ew dê wa sivik bireqise ku piyên wê dê ji erdê negirin, û dîwanî dê bi cil û bergên xwe yên xweşik li dor wê bigerrin. Lê bi min re ew dê nedanse çiku min ti guleka sor nîne bidimê’; û wî xwe avêt nav giyayî, rûyê xwe di nav destên xwe de veşart û girî.
‘Ew çima digirî?’, margîsokekê kesk yê biçûk pirsî dema kilik li hewa di ber re borî.
‘Bi rastî, bo çi!’, pelatînkekê ya ku li pey tîrojekê dipirpirî got.
‘Bi rastî, bo çi?’, beybûnek pistî guhê cîrana xwe, bi dengekê nerm û nizm.
‘Ew bo guleka sor digirî’, bilbilî got.
‘Bo guleka sor?’ ew qîrîn; ‘çi kenokane ye!’ margîsok, yê ku hinekî reşbîn bû, rasterast kenî.
Lê bilbil di nehîniya xemgîniya şagirtê xort giha û bêdeng li ser darê nişt û li efsûniya evînê pûnijî.
Tavilê wî çengên xwe bo firînê belav kirin û hilket hewa. Ew wek siyekê di nav daristanokê re borî û wek siyekê di gulistanê re seyirî.
Li nîveka zeviya giyayî deviyeka delal ya sorgulan hebû, û dema bilbilî ew dît, firiyê û dada ser çeqekê wê.
‘Guleka sor bide min’, bilbilî got, ‘û ez dê bedewtirîn stirana xwe bo te bibêjim.’
Lê darê serê xwe lê hejand. ‘Gulên min spî ne’, wê bersivand; ‘spî şibî kefa deryayan û spîtir ji berfa gupika çiyayan. Lê here nik xwişka min ya li ber rojenga kevn, belkî ew ya dixwazî bide te.’
Wa bilbil firî ser dara li ber rojenga kevn.
‘Guleka sor bide min’, wî got, ‘û ez dê bedewtirîn stirana xwe bo te bibêjim.’
Lê darê serê xwe lê hejand. ‘Gulên min zer in’, wê bersiv da; ‘zer hindî pirça keça avîn ya li ser kursiyeka karîbanî rûniştî û zertir ji nêrgizên li mêrgan dipişkivin ji berî dirûvan bi tirpanan dikevin nav. Lê here cem xwişka min ya li ber pencereya yê şagirt, belkî ew ya dixwazî bide te.’
Wa bilbil firî ser dara sorgulan ya li ber pencereya yê şagirt.
‘Guleka sor bide min’, wî got, ‘û ez dê bedewtirîn stirana xwe bo te bibêjim.’
Lê darê serê xwe lê hejand.
‘Gulên min sor in’, wê bersivand, ‘sor wek piyên kevokan, sortir ji morîk û mircanên gir yên di şkeftên okyanûsan ve her dipêlin. Lê zivistanê sir û sar kirine demarên min û seqemê bişkojên min piçandine û bahozê çeqên min şkandine û îsal min qet ti gul nabin.’
‘Ez tenê guleka sor dixwazim,’ bilbil girî, ‘tenê guleka sor! Ma ti rê nînin ku wê peyda bikim?’
‘Rêyek heye’, darê bersiv da; ‘lê wa xirab e ku newêrim bibêjim te.’
‘Wê ji min re bibêje’, bilbilî got, ‘ez natirsim.’
‘Ger guleka sor bixwazî’, darê gotê, ‘divê tu wê li ber tavheyvê ji muzîkê çêbikî û bi xwîna dilê xwe birengînî. Divê dilê xwe bidî ber stiriyekî û ji min re bistrî. Divê hemû şevê bo min bistirî, û divê stirî dilê te biperitîne, û divê xwîna canê te biherike demarên min û bibe ya min.’
‘Mirin bihayekê giran e bo guleka sor, bilbilî got, ‘û jiyan bo her yekî şirîn e. Dilşadî ye rûniştina li ser darên kesk û nerîna li rojê di erebaneya wê ya zêrîn de û li heyvê di erebaneya wê ya morîkî de. Şirîn e bêna dargiwîjê û şirîn in gulberfînên xwe li geliyan vedişêrin û gulgêzikên li girik û zûrikan vedifirin. Lê hê jî evîn xweştir e ji jiyanê, û ma çi ye dilê firindeyan li ber yê mirovan?’
Wa wî çengên xwe yên gewr bo firê vekirin û hilket hewa. Ew wek siyekê di nav daristanokê re pirî û wek siyekê di gulistanê re seyirî.
Şagirtê xort hê jî li nav giya paldayî bû, li ciyê bilbilî ew vehêlabû, û rondik hê jî ji çavên wî yên spehî ziha nebûbûn.
‘Kêfxweş be’, bilbilî gotê, ‘dilxweş be; gula te ya sor dê peyda bibe. Ez dê wê ji muzîka xwe li ber tavheyvê şên bikim û bi xwîna dilê xwe birengînim. Ya min wek berdel ji te divê tenê ew e ku tu evîndarekê jidil bî çiku Evîn hişmendtir e ji Felsefeyê tevî ku ev hişmend e jî, û xurttir e ji Hêzê tevî ku ev xurt e jî. Reng-agir in çengê wê û ji rengê agir e bedena wê. Lêvên wê şirîn in wek hingivî û hilma wê wek gulan.’
Yê şagirt ji erdê li bilbilî guhdarî dikir lê tê nedigihî ka bilbil çi dibêje çiku wî tenê ew dizanî ya di pirtûkan de hatiye nivîsîn.
Lê dargûz tê gihî û pir xemgîn bû çiku gelek hez dikir ji bilbilê biçûk yê hêlîna xwe li ser çeqên wê çêkiribû.
‘Hê stiranekê ji min re bistre’, dargûz pistî, ‘ez dê pir hest bi tenêtiyê bikim piştî nemana te.’
Wa stirî bilbil ji dargûzê re û dengê wî wek avê bû ya ji amanekê zîvîn dibilqe.
Dema bilbilî stirana xwe xilas kir, yê şagirt rabû ser xwe û lênivîskek û pênivîskek ji berîka xwe deranîn.
‘Ew şeng e’, wî got dema di nav daristanokê re meşî – ‘ew yek nikare jê bêt mandelkirin lê ma hest hene? Mixabin na. Bi rastî, ew mîna piraniya hunermendan e: ew hemû stîl e bê dilpakî. Ew xwe gorî yên dî nake. Ew tenê li muzîkê dirame, û her yek dizane ku huner xweperestî ne. Dîsan jî, divê bêt dirkandin ku xwedî dengekê delal e. Mixabin ti wateya wan dengan nîne yan jî kêrî tiştekî nayên.’ Û ew çû odeya xwe û xwe dirêj kir ser doşekoka xwe ya ji kayê û dest bi pûnijîna li ser evîna xwe kir; û, piştî demekê, di xew çû.
Û dema heyvê şewqa xwe da, bilbil firî ser dara sorgulan û sînga xwe da ber stiriyekî. Bi dirêjiya hemû şevê ew stirî, sînga wî bi stiriyî ve, û heyva belûrî sar daşorî û guh dayê. Bi dirêjiya hemû şevê bilbil stirî, û stirî kûrtir û kûrtir di sînga wî daçû û xwîna canê wî jê darijî.
Bilbil pêşî stirî li ser welidîna evînê di dilê keçekê û yê kurekî de. Û bi gupika çeqê jorîn yê dara sorgulan ve guleka sosret pel bi pel dest bi pişkivînê kir dema stiranek li pey ya dî hat xwendin. Sîs bû pêşî wek mija li hindavî çemî, boz bû wek piyên spêdeyê û zîvîn bû wek çeng û baskên elindê. Wek siya gulekê di neynikekê re, wek sîbera gulekê di geravekê de, wa bû gula dibişkivî bi gupika çeqê jorîn yê darê ve.
Lê darê bang kir bilbilî daku hê pêttir xwe bi stiriyî ve bişidîne. ‘Xwe pê ve bişidîne, bilbiloko’, dar qîrî, ‘yan roj dê derbikeve ji berî sorgul bigihe.’
Wa bilbilî sînga xwe xurttir bi stiriyî ve şidand û dengê strana xwe her bilindtir kir çiku ew distirî li ser welidîna dildariyê di canê kurekî û yê keçekê de.
Û rengekê delal yê sor yê vebûyî xwe da pelên gulê, rengekê wek yê li rûyê zavayî dema ew bûkê dimaçîne. Lê stirî hê negihabû dilê wî lew dilê gulê hê spî mabû çiku tenê xwîna dilê bilbilî dikare dilê gulê sor bike.
Û darê gazî bilbilî kir daku xwe zêdetir bişidîniyê. ‘Bişidîne, bilbiloko’, dar qîrî, ‘yan roj dê derbikeve ji berî sorgul bigihe.’
Wa bilbilî pirtir xwe bi striyî ve şidand, û stiriyî xwe gihand dilê wî, û janeka dijwar xwe di dilê wî re da der. Dijwartir, her dijwartir dibû jan, û tûjtir û her tûjtir dibû stiran çiku ew li ser evînê bû ya bi mirinê kamil dibe, evîna di gorê de namire.
Û gula sosret bû sorê geş, mîna sorgula esmanê rojhilat. Geş û gur bûn bersîngên pelan û sor bû wek pagend û yaqûtan dilê gulê.
Lê dengê bilbilî qels û lawaz bû û çengokên wî dest bi şepşepînê kir û ewrek ket ser çavên wî. Lawaztir û her lawaztir bû dengê wî, û wî hest pê kir ku tiştekî gewriya wî difetisîne.
Paşî ew cara dawîn stirî. Heyva spî stirana wî bîst û spêde ji bîr kir û li esmanan vema. Gula sor stirana wî bîst û jihalçûyî velerizî û pelên xwe vekirin ber hewayê sar yê spêdeyê. Vedengê stirana wî gihand şkeftên li serê giran û şivanên nivistî ji xewa wan şiyar kirin. Strana wî bi rûlên çem re dabezî û wan peyama wê gihand deryayê.
‘Binere, binere!’ darê bang kir, ‘niha sorgul tevav bûye’; lê bilbilî ti bersiv neda çiku ew mirî paldayî bû di nav giyayê bor re, stirî di dilî re.
Û nîvro yê şagirt pencere vekir û li derê nerî.
‘Ax çi parçeyeka bextiyariyê ye’, wî gazî kir; ‘ev e sorgulek! Min di hemû jiyana xwe de sorguleka wa delal nedîtiye. Ew wa spehî ye ku piştrast im wê navekê dirêj yê latînî heye.’ Û wî xwe şor kir û gul jê kir.
Paşî wî kumê xwe kir serê xwe û sorgul di destî de bezî mala yê profesor.
Keça profesorî li ber derî rûniştî bû û seyê wê jî li ber piyan bû.
‘Te got dê li gel min bidansî eger ji te re guleka sor bînim’, yê şagirt gotê. ‘Ev e bo te sortirîn gula dinyayê. Tu dê wê bi xwe re hilgirî, û dema em bi hev re direqisin, ew dê ji te re bibêje ka ez çend ji te hez dikim.’
Lê keçikê eniya xwe lê qirmiçand.
‘Mixabin ew li cilên min nayê’, wê bersiv da, ‘û, di ser re jî, birazayê dîwaniyekî hin dir û cewerên rastîn ji min re şandine, û her kes dizane ku ew pir ji gulan bihadartir in.’
‘De ca, bi sond, tu pir bêminet î’, yê şagirt dilmayî got; û sorgula xwe avêt erdê, û sorgul ket cokekê, û xirxaleka erebaneyekê da ser.
‘Bêminet!’ keçikê got. ‘Ez dibêjim te ku tu pir bêmarîfet î. Û ca ka tu kî yî? Tenê şagirtokek î. Na, ez bawer nakim ku te ta avzûnên zîvîn jî hebin wek kurê yê dîwanî bixî pêlavên xwe’, û keçik ji ser kursiya xwe rabû û çû hindir.
‘Çi tiştekê pûç e evîn!’ yê şagirt got dema ji wir dimeşî. ‘Evîn bi nîvî jî ne mantiqî ye çiku ew ti tiştî napeyitîne û ew hertim hin tiştan dibêje yên dê neqewimin û tiştên nerast bi mirovan dide bawer kirin. Bi rastî, ew kêr nayê. Û madem di vê serdemê de kêrhatin her tişt e, divê ez li felsefeyê vegerim û metafîzîkê bixwînim.’
Wa ew vegerî odeka xwe û pirtûkeka gir ya tozgirtî derkişand û dest bi xwendinê kir.
Wergerandin ji înglîzî: Husein Muhammed, sala 2002