RENGDÊR Û BIKARANÎNA WAN (2)

Bo beşên pêştir binêrin: RENGDÊR Û BIKARANÎNA WAN (1)

_______________________________________

Husein Muhammed

 husein muhammed

 

 

3. Rengdêrên me çawan in û çawa çêbûne?

Rengdêrên kurdî hinek jê peyvên xwerû ne, hinek dariştî ne (bi peyveke xwerû li gel pêşgir an paşgirekê) û hinek jê pêkhatî ne (ji du yan çend peyvên her yek serbixwe). Hinek jî di bingeh de navdêr in lê wek rengdêr tên bikaranîn.

Li vê derê em ê her yekê ji van cûrên rengdêran bi kurtî bidin nasîn.

 

  • Rengdêrên xwerû

 

Mebest ji rengdêrên xwerû li vê derê ew rengdêr in ku mirov nikare êdî ti parçeyekê jê veke bêyî ku ew bibe peyveke bêwate yan jî peyveke ku di rastiyê de ti têkilî bi wê rengdêrê ve nîne.

Rengdêrên xwerû yên ku di kurdî de tên biakranîn bi piranî yekkîteyî ne lê herwiha rengdêrên xwerû yên dukîteyî jî di kurdî de peyda dibin. Bo nimûne:

  • yekkîteyî: kurt, qenc, baş, sist…
  • dukîteyî: dirêj, zîrek, mezin…

Kurttirîn rengdêrên xwerû yên yekkîteyî dudengî yan duherfî ne, bo nimûne:

  • nû, çê, zû[1]

Dirêjtirîn rengdêrên xwerû yên yekkîteyî şeşdengî yan şeşherfî ne, bo nimûne:

  • bilind, dereng/direng, qalind…

Lê piraniya rengdêrên kurdî yên xwerû sêdengî/sêherfî û çarherfî ne.

Hinek ji rengdêrên ku niha xwerû tên hesibandin, tarîxiyen ne xwerû lê dariştî bûn, bo nimûne:

  • ”zîr-ek” (bidin ber rengdêra ”jîr” û paşgira ”-ek” wek di ”wêr-ek, pars-ek…” de)
  • ”zeng-în” (bidin ber rengdêrên ”reng-în, şîr-în, agir-în”…)
  • ”mez-in” (bidin ber forma ”mes-tir”)
  • ”bil-ind” (bidin ber ”bala”)

Ji aliyê etîmolojî ve rengdêrên kurdî yên xwerû ji rehên cuda-cuda hatine:[2]

Etîmolojiya hinek rengdêrên me yên xwerû digihe makezimanê proto-hindûewropî, bo nimûne:

  • dirêj, kurt, mezin, teng…

Rehê hinek rengdêrên me yên di di zimanên din jî yên îranî de heye anku ew peyvên îranî ne, bo nimûne:

  • azad, sist, xweş…

Hinek ji erebî hatine wergirtin, bo nimûne:

  • bedew, kal, xirab…

Hinek ji tirkî hatine, bo nimûne:

  • belî, genc, qalind, qenc, qilêr…

Hinek jî vê dawiyê ji zimanên cuda-cuda yên ewropî hatine, bo nimûne:

  • sûper, normal, barbar, notir, nazî, faşî(st)…[3]

 

 

  • Rengdêrên dariştî

 

Mebest ji rengdêrên dariştî ew rengdêr in ku bi alîkariya gireyan (pêşgiran an paşgiran) ji hin peyvên din hatine çêkirin. Bo nimûne:

  • bêav (bê+av)
  • biaqil (bi+aqil)
  • hişyar (hiş+yar)

Pêşgirên rengdêrsaz yên serekî ev in:

  • bê-: bêxwê, bêkes, bêmal, bêdidan, bênav…
  • bi-: bihêvî, binamûs, bicuret, bişeref…
  • ne-: nexweş, nenas, nedîtî…

Paşgirên serekî jî yên rengdêrsaziyê ev in:[4]

  • -î: avî, axî, gundî, kurdî…[5]
  • -dar: birîndar, çekdar, hêvîdar…
  • -în: agirîn, şîrîn…
  • -ok: tirsok, livok, hejhejok…
  • -ane: mehane, rojane, salane…

Pêşgir û paşgirên xwemalî hem dikarin peyvên bi eslê xwe xwemalî û hem jî peyvên bi eslê xwe biyanî bigirin. Lê paşgirên biyanî (bi taybetî yên ji zimanên ewropî, wek –al, -îk) tenê li gel peyvên biyanî tên bikaranîn:

  • normal, notral / neutral (ji norm+al, notr+al)
  • otonomatîk, demokratîk (ji otomat+îk, demokrat+îk)

Hin ji rengdêran niha wek rengdêrên xwerû tên hesibandin lê bi eslê xwe rengdêrên dariştî ne. Bo nimûne:

  • şîrîn (bi eslê xwe ji ”şîr+în” lê têkiliya ”şîrîn” ji peyva ”şîr” veqetiye û êdî ”şîrîn” wek peyveke ne ji ”şîr” çêbûyî tê fehmkirin)
  • mezin (ji ”mez-in”, bidin ber ”mes-tir” ji ”mez+tir”)

 

 

  • Rengdêrên pêkhatî

 

Mebest ji rengdêrên pêkhatî ew rengdêr in ku ji du yan çend peyvên serbixwe pêk tên anku ew peyvên serbixwe digihin hev û dibin rengdêrek. Bo nimûne:

  • serbilind (ser+bilind)
  • dilbixwîn (dil+bi+xwîn)
  • giregir (gir+e+gir)

 

 

  • Navdêrên rengdêrkirî

 

Hin peyv bi eslê xwe navdêr in û maneya wan ya bingehîn niha jî navdêr e lê ew carinan bi mecazî wek rengdêr tên bikaranîn. Bi taybetî navên hin heywanan wek rengdêr tê xebitandin.[6] Bo nimûne:

  • ker (bi wateya ”bêaqil, bêhiş, nezan”)
  • şêr (bi maneya ”wêrek” yan ”zîrek”)

Hin peyvên ku di kurdî de rengdêr in, ji erebî yan zimanekî din hatine wergirtin û di wan zimanan de ne rengdêr lê navdêr in. Bo nimûne, peyva ”xirab” yan ”xerab” di kurdî de rengdêr e û wateya ”nebaş” dide. Ew bi eslê xwe ji erebî ”xerab” e ku di erebî de ne rengdêr e lê navdêr e û wateya ”wêranî, kavilî, xirabbûn, herifîn, hilweşîn, ruxîn” dide.

 

 

4. BERHEVDANA RENGDÊRAN

 

Mebest ji ”berhevdana rengdêran” (an ”miqayesekirina rengdêran”) an jî hê deqîqtir ”pileyên berhevdana rengdêran” (dereceyên miqayesekirina rengdêran) ew e ku heman çawaniya du yan zêdetir tiştan an kesan tê berhevdan. Bo nimûne:

  • Hesp ji keran mezintir in.

Di nimûneya me ”mezinahiya” hesp û keran hatiye berhevdan û hatiye diyarkirina ku mezinahiya hespan ji mezinahiya keran zêdetir e.

Di kurdî de sê pileyên anku dereceyên rengdêran hene: pileya sade, pileya berhevder û pileya jorîn.

 

 

  • Pileya sade ya rengdêran

 

Mebest ji pileya sade ya rengdêran rengdêr bi forma xwe ya sade ne. Di bikaranîna wan de çawaniya yek yan zêdetir tiştan tê diyarkirin bêyî ku ew heman çawanî di navbera du tiştan de were berhevdan. Bo nimûne:

  • kitêba kevn
  • guldanka şîn ya li ser maseyê
  • Ev sêv geş
  • Ez bi te serbilind

Wek ku tê dîtin, rengdêr bi şiklê xwe yê ferhengî ne û ti pêşgir an paşgir pê ve nînin.

 

 

  • Pileya berhevder ya rengdêran

 

Pileya berhevder an miqayeseker (komparatîv) ew rewşa rengdêran e ku pê berhevdan di navbera eynî taybetmendiya yan çawaniya du yan zêdetir tiştan an kesan de tê kirin. Bo nimûne:

  • Tu ji wî dirêjtir î.
  • Zebeş ji sêvan xwe mezintir

Wek ku tê dîtin, rengdêr paşgira ”-tir” werdigirin. Herwiha hêjayî gotinê ye ku tiştên an kesên tên berhevdan bi daçeka ”ji” ji hev tên veqetandin û tiştên yan kesên yekem neçemandî ne (di nimûneyên me de ”tu” û ”zebeş”) lê yên duyem çemandî anku tewandî ne (di nimûneyên me de ”wî” û ”sêvan”).

Paşgira ”-tir” bi eslê xwe kurdî ye û hevreha wê di soranî de ”-tir”, di farisî de ”-ter” û di zazakî de ”-êr” e (bi guherîna ”*-ter à *-der à *-yer à -êr).

Ji bilî paşgira ”-tir”, di kurmancî de (û herwiha di zazakî de jî) bo avakirina pileya berhevder yan rengdêran li gelek deveran li şûna paşgira ”-tir” peyvika ”deha” (carinan ”diha” yan ”daha”) tê bikaranîn:

  • deha mezin (mezintir, hê mezintir)
  • deha biçûk (biçûktir, hê jî biçûktir)

Ev ”deha” û varyantên wê ”daha, diha” bi eslê xwe ji tirkî ”daha” ne. Ev bikaranîn bi taybetî li Bakurê Kurdistanê berbelav e lê li hin deverên Rojavaya Kurdistanê jî heye û di axiftina kurdên Kafkasyayê de jî tê bihîstin. Ev jî nîşana wê yekê ye ku bikaranîna vê peyvikê ne vê dawiyê lê ji mêj ve ji tirkî derbazî kurmancî û zazakî bûye. Lê bikaranîna wê negihiştiye Başûr û Rojhilata Kurdistanê.

Pileya berhevder ya rengdêran dikare herwiha dikare bi yek ji van hokeran jî were xurttirkirin:

  • hê: Ev hê ji wê mezintir e / Ev ji wê hê mezintir e.
  • hê jî: Ev hê jî ji wê mezintir e / Ev ji wê hê jî mezintir e.
  • hêj: Ev hê jî ji wê mezintir e / Ev ji wê hê jî mezintir e.
  • hêşta: Ev hêşta ji wê mezintir e / Ev ji wê hêşta mezintir e.[7]
  • hîn: Ev hîn ji wê mezintir e / Ev ji wê hîn mezintir e.
  • hîn jî: Ev hîn jî ji wê mezintir e / Ev ji wê hîn jî mezintir e.
  • hîna: Ev hîna ji wê mezintir e / Ev ji wê hîna mezintir e.
  • hîna jî: Ev hîn jî ji wê mezintir e / Ev ji wê hîna jî mezintir e.

Adeten di pileya berhevdanê ya rengdêran de ji bilî zêdebûna paşgira ”-tir” (yan peyvika ”deha” û varyantên wê) ti guherîn di forma sade ya rengdêrê de peyda nabin anku tenê paşgira ”-tir” yan peyvika ”deha” lê zêde dibe. Bo nimûne:

  • xweş à xweştir
  • spî à spîtir
  • kevn à kevntir

Di zimanê nivîskî de bi piranî ti guherandinên din li rengdêrê nayên kirin. Lê di axiftinê de – û carinan di hin nivîsan de jî – eger rehê rengdêrê bi D yan T bi dawî were, hingê D yan T-ya rengdêra sade cihê xwe dide T-ya paşgira ”-tir”. Bo nimûne:

  • bilind+tir à bilintir
  • xurt+tir à xurttir
  • (bi soranî): ziyad (zêde) + tir à ziyatir (zêdetir)

Lê di zimanê nivîskî de adeten herdu T yan jî D û T tên parastin û tercîhkirin. Bo nimûne:

  • bilind+tir à bilindtir
  • xurt+tir à xurttir

Lê di soranî de forma standard ji ”ziyad+tir” varyanta ”ziyatir” e, ne ”ziyadtir”.

Rengdêra ”mezin” du formên pileya berhevder hene:

  • mezintir
  • mestir

Ji van herduyan ”mezintir” zêdetir di zimanê nivîskî de û ”mestir” jî di zimanê devkî de tê xebitandin lê herdu jî di herdu awayên zimanî de li kar in. S-ya peyva ”mestir” ji ber tesîra dengê T ye ji ber ku di kurdî de adeten komdengê ST heye û ZT tine ye (bo nimûne ”bîst, dest, mist, dost…”, ne ”*bîzt, *dezt, *mizt, *dozt…”).

Rengdêra pileya berhevder ”pêtir” û varyantên wê ”bêtir, bêhtir, bihtir, pêhtir, pitir…” di kurdî de pileya xwe ya sade nîne yan jî winda kiriye. Carinan ew bi rengdêra / hokera ”pirr” (gelek, zehf) ve tê girêdan lê ji aliyê etîmolojî ve ne ji wê peyda bûye.

Rengdêra pileya berhevder ”çêtir” di piraniya devokên kurmancî de wek hevwateya ”baştir, qenctir, rindtir” peyda dibe. Forma wê ya pileya sade ”çê” di hin devokan de heye (bi taybetî di devokên kurmanciya navendî de) lê di hin devokan de jî nîne yan nemaye (xaseten di kurmanciya rojhilatî de) tevî ku forma ”çêtir” di van devokan de jî tê bikaranîn.

 

 

  • Pileya jorîn ya rengdêran

Bi pileya jorîn ya rengdêran (superlatîv) mirov diyar dike ku tiştek di taybemendiyeke yan çawaniyeke xwe de di ser hemû tiştên din re ye.

Di kurmancî de superlatîv bi çend awayên ji hev cuda tê diyarkirin:

  • bi paşgira ”-tirîn”
  • bi qalibê ”ji hemûyan …tir”
  • bi hokera ”herî”
  • bi hokera ”tewr”
  • bi hokera ”en”
  • bi çend rengdêrên ji erebî

 

Bi paşgira ”-tirîn”

Paşgira ”-tirîn” yekser dikeve pey forma sade ya rengdêran û wan dike pileya jorîn:

  • xweş à xweştirîn (ji hemûyan xweştir)
  • bilindtirîn (ji hemûyan bilindtir)
  • biçûktirîn (ji hemûyan biçûktir)

Bo nimûne:

  • xweştirîn kitêb / kitêba xweştirîn
  • bilindtirîn avahî / avahiyê bilindtirîn
  • biçûktirîn mal / mala biçûktirîn

Wek ku tê dîtin, rengdêr di forma xwe ya pileya jorîn de dikare bikeve berî navdêran (bo nimûne ”bilindtirîn avahî”) yan jî dûv navdêran (wek mînak ”avahiyê bilindtirîn”). Di pileyên din yên rengdêran de di kurdî de rengdêr adeten dikevin dûv navdêran, bo nimûne ”avahiyê bilind” (ne ”*bilind avahî”) û ”avahiyê bilindtir” (ne ”*bilindtir avahî”).

 

Bi qalibê ”ji hemûyan …tir”

Di kurmanciya devkî de berbelavtirîn forma pileya jorîn ya rengdêran bi peyvên ”ji hemûyan” û pileya berhevder ya rengdêran e:

  • ji hemûyan mezintir (= mezintirîn)
  • ji hemûyan bilindtir (= bilindtirîn)
  • ji hemûyan biçûktir (= biçûktirîn)

Qalibê ”ji hemûyan …tir” dikeve dûv navdêrên ku rave dike:

  • avahiyê ji hemûyan bilindtir (ne ”*ji hemûyan bilindtir avahî”)
  • mala ji hemûyan biçûktir (ne ”*ji hemûyan biçûktir mal”)

Li şûna ”ji hemûyan” dikare ”ji hemû” + navdêrek an çend navdêr hebin. Bo nimûne:

  • avahiyê ji hemû avahiyan mezintir
  • mala ji hemû mal û xaniyên din biçûktir

Eger li şûna navdêran, cînavek an çend cînavek an çend cînav hebin, hingê ew dikevin dûv ”ji” lê berî ”hemûyan”. Bo nimûne:

  • ew ji me hemûyan mezintir e
  • ez ji we û wan hemûyan kurttir im

 

Bi hokera ”herî” yan ”here”

Pileya superlatîv ya rengdêran herwiha bi hokera ”herî” (yan bi varyanta wê ”here”, pir kêm ”helî” yan ”hele”) jî tê çêkirin. ”Herî” yan varyanteke wê dikeve pêş rengdêra bi forma sade û wisa pileya jorîn ya rengdêran tê sazkirin. Bo nimûne:

  • herî baş (baştirîn, ji hemûyan baştir)
  • herî xirab (xirabtirîn, ji hemûyan xirabtir)
  • herî xweş (xweştirîn, ji hemûyan xweştir)

Pileya jorîn ya rengdêran ya wiha avakirî herdem dikeve dûr navdêrê ku rave dike. Bo nimûne:

  • kitêba herî xweş (ne ”*herî xweş kitêb”)
  • mirovên herî baş (ne ”*herî baş mirov”)
  • avahiyên herî bilind (ne ”*herî bilind avahî)

 

Bi hokera ”tewr”

Li hin deverên nêzîkî zazakî, di kurmancî de jî wek di zazakî de hokera ”tewr” bo çêkirina pileya jorîn ya rengdêran tê xebitandin. Bo nimûne:

  • kitêba tewr rind (baştirîn kitêb, kitêba herî baş, kitêba ji hemûyan baştir)
  • merivên tewr qenc (qenctirîn mirov, mirovên herî qenc, mirovên ji hemûyan qenctir)

 

Bi hokera ”en”

Li hin deverên Bakurê Kurdistanê li şûna paşgira ”-tirîn” yan hokera ”herî” (here) peyvika ”en” ya ji tirkî wergirtî bo çêkirina superlatîviya rengdêran tê gotin. Bo nimûne:

  • kitêba en baş (baştirîn kitêb, kitêba herî baş, kitêba ji hemûyan baştir)
  • merivên en qenc (qenctirîn mirov, mirovên herî qenc, mirovên ji hemûyan qenctir)

 

Bi hin rengdêrên ji erebî

 

Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê çend rengdêrên ji erebî wergirtî bi forma xwe ya superlatîv tên bikaranîn. Yên herî berbelav ”ekber” (mezintirîn) û ”ehsen” (baştirîn) in:

  • Ew ekber şeytan e. (Ew şeytanê herî mezin e / Ew mezintirîn şeytan e.)
  • Ew ehsen mirov e. (Ew baştirîn mirov e / Ew mirovê herî baş e.)

 

 

[1] ”Zû” bi piranî wek hoker (adverb, zerf) tê bikaranîn lê dîsa wek rengdêr jî li kar e, bo nimûne ”niha zû ye”.

[2] Bo etîmolojiya her nimûneya li vê derê hatî dan, binêrin Rehnas – ferhenga etîmolojî ya kurdî: https://zimannas.wordpress.com/2016/11/02/3073/

[3] Hinek ji van peyvan (bo nimûne ”norm-al, bar-bar”) di zimanê jêder de ne xwerû ne lê di kurdî û zimanên din yên wergir de ew êdî bûne peyvên xwerû.

[4] Bo hemû pêşgir û paşgirên rengdêrsaz binêrin: Husein Muhammed: Peyvsazî di zimanê kurdî de https://zimannas.files.wordpress.com/2016/08/peyvsazi-kiteb1.pdf

[5] ”Gundî, kurdî” û peyvên wisa di eslê xwe de rengdêr in lê herwiha wek navdêr jî tên bikaranîn.

[6] Bo bikaranîna navên heywanan bi mecazî, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2016/04/07/heywan-bi-mecazi/

[7] ”Hêşta” li hin deverên kurmanciya rojhilatî tê bikaranîn, bi taybetî li Dihokê.

One thought on “RENGDÊR Û BIKARANÎNA WAN (2)

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s