Husein Muhammed
Di kurdî de, wek di gelek zimanên din de jî, peyv dikarin biçemin anku bitewin. Di rêziman û zimannasiyê de ”çemîn” anku ”tewîn” tên maneya guherîna peyvan di hevokan de. ”Çemandin” û ”tewandin” jî wê diyar dikin ku peyv ji aliyê mirovan ve di hevokan de şiklên piçekê ji hev digirin. Anku peyv li gor hin rewş û haletan ji forma xwe ya xwerû diguherin û şikl û dirûvên piçekê ji peyva xwerû cuda digirin.
Ji piraniya peyvên kurdî yên tewandî jî diyar e ku ew hevrehên formên din yên eynî peyvê ne. Bo nimûne: ”baranê, baranan” bi zelalî têkilî peyva ”baran” in. Heta heke peyv bi şiklê xwe ve gelek ji hev cuda bin jî, dîsa mirov dikare rehê piraniya wan bibîne: ”bizane > bi-zan-e < zan-în” yan jî ”wan < ewan < ew”.
Lê hin peyv hene ku mirov ti rehê wan yê hevbeş nabîne: Erê ”bi-zan-e” forma fermanî (imperatîv) yekhejmar ji peyva ”zanîn”ê ye û peyva ”were” jî forma fermanî ya yekhejmar ji peyva ”hatin”ê ye. Lê çima rehê ”zanîn”ê di ”bizane” de diyar e lê ti rehên hevpar yên di navbera şiklê peyva ”hatin” û peyva ”were” de nîne?
Mirov dikare bi hêsanî bibîne ku cînavê ”(e)wî” di hevoka ”(e)wî got” de formek ji cînavê ”ew” e, wek di hevoka ”ew dibêje” de. Lê gelo çima cînavê ”min” (wek di ”min got” de) wisa ji cînavê ”ez” (mîna ”ez dibêjim”) cuda ye madem ku maneya wan hema-hema eynî ye?
Li gor qeyd û bendên rêzimana sade ya kurmancî ye ku em dibêjin ”tiştek xweş e” û ”tiştek xweştir e” yan ”îro hewa sar e” û ”sibê hewa dê sartir be” anku forma berhevder (komparatîv) bi ”rengdêr+tir” tê çêkirin. Lê çima li gor hin devokan forma ”pirr”ê ”bêhtir” e û ya ”gelek”ê jî ”pitir” e. Çima di hin devokan de rengdêra hevsengker (ekwatîv) ”çê” (baş, qenc) nîne lê dîsa jî forma berhevder ”çêtir” li kar e?
Mijara vê nivîsa me ”suplesyon” û peyvên ”supletîv” in. Bi ronkirina van peyvan em ê hewl bidin zelal bikin ka çima ”hatin” dibe ”were”, ”gotin” dibe ”dibêjim”, ”ez” dibim ”min”, ”gelek” dibe ”pitir” û hwd. Anku em sebebên awarteyî û istisnayên di tewandina peyvên kurdî de şirove bikin.
ÇEMANDINA NAVDÊRAN
Di kurmancî de çar birrên peyvan li gor erk û wezîfeyên xwe yên di hevokan de diguherin: navdêr (substantîv, ism), cînav (pronom, zemîr), rengdêr (adjektîv, sifet) û hejmarnav (numeral).
Ji hemûyan zêdetir navdêr formên cuda digirin. Navdêrên kurmancî li gor rewşê, hejmarê, cinsî, diyariyê û girêdanê diguherin. Bo nimûne:
- Ev gul geşe.
- Gul-a geş
- Gul-ek li derê mala me şîn bûye.
- Gul-ek-ê bide min!
- Gul-ek-a/-e sor.
- Ez gul-an av didim.
- Gul-ên zer
Wek ku em dibînin, eynî peyva bingehîn ”gul” dikare çendîn şiklên hinekê ji hev cuda bigire. Lê dîsa jî rehê peyvê (-gul-) diyar e, tenê paşpirtikên cuda lê tên zêdekirin.
Li gor rewşê peyva ”kur” (”Ew kur jîr e.”) dikare bibe ”kurî” (”WÎ kurî çi got?”) yan ”kuro” (”Kuro, were vê derê!”). Di van nimûneyan de ”kur” forma xwerû anku navder (rectus, nomînatîv) e, ”kurî” forma tewandî (oblîk, akuzatîv) e û ”kuro” jî forma gazîker (vokatîv) e.
Peyva ”kur” nêr e loma ew di forma yekhejmar de bûye ”wî kurî” û ”kuro”. Lê heke em peyva mê ”keç” (”Ew keç jîr e.”) bînin cihê wê, guherîna wê li gor rewşa wê ya di hevokan de ji ya peyva ”kur” cuda dibe: ”keçê” (hem forma oblîk û hem jî ya vokatîv): ”Wê keçê çi got?”, ”Keçê, were vê derê!”).
Li pey hejmarê heman peyva ”kur” (”Ew kur jîr in”) dibe ”kuran” (”Wankuran çi got?”) yan ”kurino, kurno, kurîno” (”Kurino, werin vê derê!”). Formên pirhejmar bê cinsên zayendî ne loma peyva ”kur” û ya ”keç” di formên xwe yên pirhejmar de eynî paşpirtikan (sufîksan) digirin: ”Ew keç jîr in. Wan keçan çi got? Keçino, werin vê derê!”
Li gor diyariyê yan nediyarê navdêrên kurmancî dikarin xwerû bin yan jî paşpirtika ”-ek” ya nediyariyê bigirin: ”kur-ek, keç-ek”. Herwiha cins jî dikare lê bê zêdekirin: ”Kur-ek-î ev gul da min.” lê ”Keç-ek-ê ev gul da min.” Forma diyar bi piranî xwerû ye lê carinan jî ew dikare bi paşpirtika ”-ik” yan jî bi pirtika serbixwe ”ya, yê, yên” ya li pêş bê diyarkirin: ”Mêrik çi dibêje? – Yê mezin 20-salî ye, yê biçûk 10-salî”.
Çemîn û çemandina navdêrên kurdî ne herdem wisa zelal e ku paşpirtik bi navdêrên xwerû ve bê girêdan:
- rojname > rojnameya me (nivîskî) / rojnama me (devkî)
- birayê min (nivîskî) / birê min (devkî, bi taybetî devokî)
- li welatî (li gor hin devokan) / li welêt (li gor hin devokan), li welat∅ (li gor hin tercîhên nivîskî)
- Gulê got # Gulê dibêje (bide ber ”Jiyanê got” # ”Jiyan dibêje”)
Lê dîsa jî mirov bi zelalî dibîne ku rehê ”rojnam-” jî li gel peyva ”rojname” yek e û rehê peyva ”welêt” jî ne gelek ji peyva xwerû ”welat” ne dûr e.
Hin peyvên esil-biyanî carinan li gor çemandina biyanî tên bikaranîn:
- sebeb > esbab
- milk > emlak
- xeber > exbar (> êxbar)
Lê piraniya van peyvên xwerû (sebeb, milk, xeber) dikarin li gor pirhejmarkirina giştî ya kurmancî jî diçemin û di rastiyê de ev awayên jêrîn li yên li jor hem di nivîs de û hem jî li ser zarê xelkê berbelavtir in:
- sebeb> sebaban / sebebên
- milk > milkan / milkên
- xeber > xeberan / xeberên
Mirov dikare bê dudilî bibêje ku hemû navdêrên kurmancî li gor çend qeyd û bendên diyar û rêzgir tên çemandin. Bi gotineka din, navdêrên di warê çemandinê de awarte anku istisnayî nînin.
ÇEMANDINA CÎNAVAN
Me li ser navdêran got ku di kurmancî navdêrên di warê çemandinê de awarte anku istisnayî nînin. Lê derbarê cînavan de mirov dikare meseleyê piçekê sade bike û bibêje ku rewş bi temamî berevajî ye: tewandina hemû cînavên kurmancî istisnayî ye.
- ez > min
- tu > te
- ew > wê / wî / wan
- em > me
- hûn > we
Wek ku tê dîtin, ti rêbazeka diyar nîne mirov ron bike ka çima, bo nimûne, ”ez” dibe ”min” û ”hûn” dibe ”we”. Rewşa cînavan di gelek zimanên din de jî wisa ye. Em li du formên cuda yên ”ez, min” bi çend zimanên din jî binêrin:
- inglîzî: I, me
- frensî: je, me
- rûsî: ya, minya
- erebî: ena, -nî
Heta heke di zimanekê wek tirkî de ”beni” (”min”, forma çemandî) ji ”ben” (”ez”, forma xwerû) ne istisnayî be jî, forma ”bana” (”bo min, ji min re”) awarte û istisnayî ye (forma neawarte dê ”*bene” bûya ku nîne.)
Lê wekheviya formên hevberî ”min” ya kurdî bi zimanên din yên hindûewropî (rûsî ”minya”, frensî ”me”, inglîzî ”me” û hwd.) diyar dikin ku peyva ”min” bi hezaran salan hebûye loma ne wek çemandina niha ya kurmancî ye. Bi heman awayî ew formên zimanên din jî ne li gor awayê çemandina peyvan ya niha wan zimanan e jî. Ev cînav ji serdemekê mane ku qeyd û bendên çemandina peyvan ji niha gelek cuda bû.
Ji ber giringiya peyvên ”ez, min” di zimanî de, belkî tarîxa wan ji tarîxa peydabûna çemandina peyvan kevntir jî be: ew herdu peyv ji hingê ve hebin ku hê peyvên din nedihatin çemandin anku peyv kêm-zêde bi awayê xwe yê xwerû dihatin xebitandin û şiklên cuda yên heman peyvê erk û wezîfeyên cuda tine bûn.
Di rastiyê de formên çemandî yên cînavên din ne wek meseleya ”ez, min” ecêb in. Berçav e ku têkiliyeka rêbazî di navbera ”te” û ”me” de heye: ”te, me” bi konsonantên xwe (”herfên bêdeng” anku ”t, m”) ji hev cuda bin jî, ji ber vokala xwe (”herfa bideng” yanî ”e”) gelek dişibin hev. Wisa diyar e ku ew ”e” paşpirteka hevpar e.
Helbet dengê ”e” yê li dawiya peyvên ”te, me” dikare tesedifî jî be. Lê berî ku em biryara xwe bidin, werin em nêzîktir û kûrtir li cînavê ”hûn, we” jî binêrin. Bi forma xwe ya xwerû (bi nivîskî ”hûn”) ev cînav li gor devokên kurmancî bi kêmî bi van awayan peyda dibe: ”hûn, hwîn, hîn, win, wun, hingo”. Wek ku diyar e, di eslê xwerû de jî dengê ”w” dikare peyda bibe. Forma tewandî jî li gor devokên kurmancî ”we” yan ”hewe” ye.
Em dizanin ku H/W carinan bi hev diguherin: ”hinda, winda, zuha, ziwa” û kurmancî ”hirç, hişk” û soranî ”wirç, wişk”. Madem ku guherîna H/W wisa berbelav e, berçav e ku ”we” jî destebirayê ”te, we” ye anku paşpirtika her sêyan ”-e” ye.
Mirov dibîne ku çemandina ”tu, em, hûn” bi ”te, me, we” li gor qeyd û bendeka diyar e. Lê ew awayekê çemandina dîrokî ye anku niha di kurmancî de peyvên din wisa naçemin.
Di mijara ”ew, wê, wî, wan” de jî mirov dikare ji peyva ”wan” bibîne ku ew eslen ”ew-an” e anku forma pirhejmar ji cînavê ”ew” e (wek ”dar > dar-an, ser > ser-an”) û paşî dengê ”e” ji destpêkê ketiye. Di rastiyê de forma ”ewan” hê niha jî heye tevî ku di zimanê nivîskî de û di devê xelkê de ji ber bikaranîna mişe kurt bûye û şiklê ”wan” wergirtiye. Bo ketina ”e-” ji pêşiyê bide ber ”me” ku varyanteka cînavê ”em” e û dengê ”e” ji pêşiyê ketiye.
Bi eynî awayî em dikarin bibînin ku ”wê” eslen forma tewandî ya mê ji cînavê ”ew” e (wek ”gul > gul-ê”) û paşî ”e” ji destpêkê ketiye tevî mirov hê carinan forma ”ewê” jî dibîne û dibihîze. Bi heman rengî cînavê ”wî” jî ji ”ew-î” ye (wek ku peyva ”serî” di komika ”wî serî” de ji peyva ”ser” e).
Rêbaza çemîna cînavên ”ew, ewê, ewî, ewan” di rastiyê de bi wek çemandina giştî ya navdêran e (”ew > ew-ê” wek ”heval > heval-ê”; ”ew > ewî” mîna ”heval > hevalî”; ”ew > wan” wek ”heval > hevalan”). Tenê ”e” ji destpêka ”ewê, ewî, ewan” ketiye û ew bûne ”wê, wî, wan”.
ÇEMANDINA RENGDÊRAN
Rengdêr ew peyv in ku çawaniya navdêran diyar dikin. Berevajî navdêran, rengdêrên kurmancî kêm tên çemandin. Rengdêrên kurmancî li gor rewşê, hejmarê, cinsî, diyariyê û girêdanê naguherin. Bo nimûne:
- Ev gul sor e.
- gul-a sor
- gul-ek-a/-e sor
- gulên sor
- Ev xanî sor e.
- xaniyê sor
- xaniyên sor
- xaniyekê/î sor
Lê rengdêr dikarin di berhevdana du yan zêdetir tiştan de paşpirtika ”-tir” yan ”-tirîn” wergirin:
- Ev gul ji wê gulê sortir e.
- Ev sortirîn gul e. (ji hemû gulan sortir e, gula herî sor e)
Di çêkirina formên ”-tir” (berhevder, komparatîv) û ”-tirîn” (jorînker, superlatîv) de hemû rengdêr berhevbar dikarin bi formulaya ”rengdêr+tir” yan ”rengdêr+tirîn” bên çêkirin.
Lê mirov gelek caran peyva ”bêhtir” (li gel varyantên ”pêtir, pêhtir, bêtir”) wek forma berhevder ya peyva ”pir, pirr” dibîne: ”Ew pirr in lê em min bêhtir in.”
Di devokên kurmanciya rojhilatî de (Behdînan, Hekariyan) rengdêra ”pirr” bi forma xwe ya xwerû anku wekhevker (ekwatîv) nîne û mirov li cihê wê peyva ”gelek” bi kar tîne. Lê dîsa mirov gotinên wiha dibihîze: ”Ew gelek in lê em ji wan pitir in”.
Herwiha li Behdînan rengdêra ”çê” (baş, qenc) wek peyveka serbixwe peyda nabe anku mirov nabêje: ”filan kes mirovekê çê ye”. Lê dîsa forma berhevder ”çêtir” û ya jorînker ”çêtirîn” – bi kêmî be jî – tê bikaranîn. Mirov dikare bibêje: ”Filan kes ji bêvan kesî çêtir e. Filan kes çêtirîn dost e.”
Lê ”çê” li hin deverên din peyda dibe, bo nimûne li Mêrdînê. Rewşa peyvên ”çê, çêtir, çêtirîn” li Behdînan di rastiyê de çêtirîn nimûne ye bo diyarkirina wê yekê ku hin caran ji hin peyvan tenê formên çemandî dimînin heta heke peyva xwerû hinda bibe jî.
Di meseleya ”bêhtir, bêtir, pêhtir, pêtir, bihtir, pitir” de mirov dikare bi hêsanî texmîn bike ku ew eynî peyv in lê li gor devokan diguherin, bo nimûne wek peyva ”bêhn, bên, bihn, bîhn, bîn”. Bo guherîna B/P bide ber ”bişkivîn, pişkivîn” yan ”belg, pelg > pel”. Ew dişibe peyva ”pirr” û em dizanin ku carinan ”r” ji dawiya peyvê dikeve, wek ”îca, vêca” ji ”îcar, vêca”.
Lê di farisî de jî bi maneya ”bêhtir, pitir” peyva ”bîşter” heye. Û em ji dengnasiyê dizanin ku Ş-ya farisî gelek caran hevberî H-ya kurmancî ye: ”goş, têşnê” anku ”guh, têhnî”. Anku ”bêhtir” û ”bîşter” hevreh û hevwate ne.
Di zimanên kevn yên îranî de peyva ”beh, beş” bi maneya ”pirr, zêde, kafî, bes” hebû. Di rastiyê de ew wek ”bes” niha jî di kurdî de heye. Di pehlewî de bi forma ”ves” hatiye qeydkirin. V-ya pehlewî di kurmancî farisî de dibe B (lê bo nimûne di zazakî de wek V maye): pehlewî/kurmancî ”varan/baran, vefr/befr, berf”. Loma ”ves, vêş” jî hevrehên ”bes” ya kurmancî ne.
Li vir jî em dibînin ku peyva xwerû ”beş, beh” y abi maneya ”zêde, pirr, gelek” hinda bûye lê forma wê ya berhevder ”bêhtir” (li gel çend varyantan wek ”bêtir, pêtir, pitir”) maye.
ÇEMANDINA LÊKERAN
Di kurmancî de, wek di piraniya zimanên din de jî, lêker (verb, fiil) ji hemû birrên din yên peyvan zêdetir diçemin. Bo nimûne:
- zanîn, (ez) dizanim, ez nizanim, min zanî, min dizanî, min nizanî, min nedizanî, ez ê bizanim, ez ê nizanim, min zaniye, min zanîbû…
Mirov dikare ristê pirr dirêjtir jî bike û li gor kes û cînavên din jî biçemîne. Lê dîsa jî mirov dikare rehê lêkerê bibîne: di hemû formên wê de beşeka hevpar heye ku ”-zan-” e. Bi wê mirov dizane ku ew peyv hemû guhartoyên (varyantên) eynî peyvê ne.
Carinan formên peyvê pirr ji hev cuda ne:
- kirin, kir, kiriye, kiribû, dikim, bike, nakî, nekim…
Lê dîsa jî pirtikeka hevpar di wan hemû şiklên peyvê de heye: dengê ”k”.
Lê carinan di formên cuda yên eynî peyvê de bi yekcarî ti wekhevî nîne:
- gotin, got, negotiye, gotibû… LÊ: dibêje, bibêje, nebêje, nebêjim…
- hatin, hat, nehatiye, hatibûya… LÊ: were, werin, werim, werî… Û: newe, newin…
- çûn, çû, neçûye, neçûbûya… LÊ: here, herin, herim… Û: nere, nerin, nerim, nere…
- bûn, bûm, nebû, nebûya… LÊ: ez im, em in… Û: ne ew e, ne ew in…
Wek ku em dibînin, bi şiklê xwe ve ti tiştekê hevpar di navbera peyva ”got” û peyva ”dibêjim” de nîne lê dîsa jî em dizanin ku herdu maneya xwe ya bingehîn ji peyva ”gotin” werdigirin, tenê li gor demê diguherin: ”got” dema borî û ”dibêjim” dema niha ye. Bi heman awayî mirov dizane ku ”hat” û ”were” ji bingehê xwe ve ji lêkera ”hatin” in lê gelo çima ti tiştekê hevpar di şiklê wan de nîne? Bo çi em dibêjin ”çû” û ”here” anku bi peyvên hinde ji hev cuda madem ku maneya herdu peyvan pirr nêzîkî hev e û mebesta herduyan jî ”çûn” e? Yan ji ber çi lêkerên hevokên ”ew kurd e” û ”ew kurd bû” bi temamî ji hev cuda ne madem ku herdu dîsa jî ji ”bûn”ê ne?
Gelo çima ev qas guherîn di peyvên ”gotin, hatin, çûn, bûn” de peyda dibe û hin formên wan bi şiklê xwe ve ti tiştekê hevpar li gel hin formên wan yên din nînin madem ku wek din lêkerên kurdî pareka wek hev di hemû formên xwe de diparêzin?
Di zimannasiyê de navê peyvên wiha yan jî formên wan yên bi temamî ji peyva bingehîn cuda supletîv in. Navê vê diyardeyê anku fenomenê jî di zimannasiyê de suplesyon e.
Li jor behsa navdêr û rengdêrên supletîv hatiye kirin. Li jêr em ê li ser lêkeran bisekinin. Di kurmancî de çar lêkeran (”gotin, hatin, çûn, bûn”) her yekê yek yan zêdetir formên supletîv hene.
”Gotin”
Ji lêkerên kurmancî yên supletîv, lêkera ”gotin” du rehên cuda yên tevkurmancî (pankurmancî, yên hemû kurmancî) yên sinordiyar hene: ”-got-” û ”-bêj-”.
Rehê ”-got-” di hemû demên borî de li kar e: “(ne)got, (ne)gotiye, (ne)gotibû, bigota / negota, (ne)gotibûya…”
Rehê “-bêj-“ jî di demên niha û demên bên de û wek rehê raweya fermanî (emrî, imperatîv) û ya bilanî (subjunktîv) li kar e: “di-bêj-im, na-bêj-in, ew dê (bi-)bêj-in, tu ê ne-bêj-î, (bi-)bêj-e, ne-bêj-in, heke ew (bi-)bêj-in…”
“(bi-)” diyar dike ku mirov dikare wê bê pêşpirtika “bi-“ jî bi kar bîne: “bibêjin!” û “bêjin!” bi kurmancî herdu jî mimkin in lê “bêjin” devkîtir e.
Her yekê ji herdu rehên lêkera gotinê formeka devokî ya kurtkirî jî heye: Di devkî ”-got” dikare bibe “go” wek “min go/ nego” (min got / negot). Bi heman awayî bi devkî “-bêj-“ dikare bibe “-bê-“ wek “di-bê-m” (dibêjim) û “ne-bêj-in” (ne-bê-n).
Bi devkî “-bê-“ herdem dikare cihê “-bêj-“ bigire. Lê “-go-“ tenê di dema borî ya sade û ya berdest de li cihê “-got-“ mimkin e anku heke li pey “-go” êdî ti paşpirtik tine bin: “mi go/ nego/ digo / nedigo” (anku “min got / negot / negot / nedigot”). Lê “-go-“ di demên borî yên dûdar û dûr de nikare cihê “-got-“ bigire: mirov nikare li cihê “min gotiye” bibêje “*min goye” yan li şûna “min gotibû” awayê “*min gobû” ne mimkin e.
Devokên kurmancî hema-hema bi temamî lêkera ”gotin” wek hev diçemînin. Guherandineka kêm tenê li wê heye ku hin devok zêdetir rehên sivikkirî “-bê-, -go” bi kar tînin û hin jî rehên “-bêj-, -got-“ yên zêdetir nêzîkî zimanê nivîskî dixebitînin. Lê di devokên ku “-bêj-, -got-“ dibêjin de jî dîsa formên “-bê-, -go” di axiftina sivik de tên bihîstin.
“Çûn”
Lêkera “çûn” rehekê tevkurmancî yê demên borî û raweya şertî de heye ku “-çû-“ ye: “ez (ne)çû-m, tu (ne)di-çû-yî, em (ne)çû-ne, hûn ne-çû-bûn, ew bi-çû-ya, ez ne-çû-ma, ew (ne)çû-bûna…”.
Rehê raweya fermanî ya erênî yê tevkurmancî supletîv e, “here-“ [-herr-]: “here, herin” (herre, herrin)”. Bala xwe bidinê ku formên fermanî “here, herin” pêşpirtika asayî ya fermanîtiyê (“bi-“) wernagirin (wek “bi-ke, bi-de, bixwe, bi-kin, bi-din, bi-xwin”). Forma ne-supletîv “biçe, biçin” bi maneya “here, herin” tenê bi marjînalî tê bikaranîn.
Rehê demên niha, dema bê û raweya bilanî û şertî û herwiha raweya fermanî ya neyînî (negative) yê ne-supletîv di devokên rojhilatî (Behdînan, Hekarî, piraniya Botan) “-ç-“ ye: “ez di-ç-im, tu ê bi-ç-î, ew na-ç-in, heke hûn bi-ç-in, werim em bi-ç-in, ne-ç-e, ne-ç-in”…”
Berevajî devokên rojhilatî, di devokên navendî û rojavayî de (ji Botan rojavatir) rehê “-ç-“ nayê bikaranîn yan tenê van salên dawiyê ji ber tesîra devokên rojhilatî ketiye ser devê hin peyiverên devokên navendî rojavayî.
Di devokên navendî û rojavayî de rehekê sê alomorfî heye: “-her, -er-, -r-“ [-herr-, -err-, -rr-]. Dema niha û herwiha raweyên fermanî, şertî û bilanî bi “-her-“ tên çêkirin:
- ez ê her-rim (rojhilatî: “ez ê [bi]çim”)
- ku tu herr-î (rojhilatî: “ku ez biçî”)
- bila ew herrin (rojhilatî: “bila ew biçin”)
Dîsa bala xwe bidinê ku pêşpirtika “bi-“ ya dema bê, raweya fermanî, bilanî û şertî li gel “-her-“ê nayê bikaranîn (bidin ber: “ez ê bi-kim, ku tu bi-xwî, bila ew bi-din”).
Alomorfa “-er-“ [-err-] di dema niha ya erênî de li kar e:
- ez d-er-im / -t-er-im
- tu d-er-î / t-er-î
- ew d-er-e / t-er-e
- em/hûn/ew d-er-in / t-er-in
Alomorfa “-r-“ [-rr-] jî di awayê neyînî (negative) yê demên niha, dema bê û raweyên fermanî, bilanî, şertî de tê xebitandin:
- ez na-r-im
- ew ê ne-r-e
- em ne-r-in
Rehên cuda yên lêkera “çûn”ê bi rastî dikarin wek yek ji giringtirîn sinordiyarkerên navbera devokên rojhilatî û navendî de bê hesibandin: di devokên rojhilatî de “-ç-“ rehê demên niha û bên û raweyên bilanî û şertî û raweya fermanî ya erênî ye. Di devokên rojhilatî de “-her-“ tenê di raweya fermanî ya erênî de li kar e û ew di raweya bilanî û şertî de nayê bikaranîn. Di devokên navendî û rojavayî de li cihê rehê “-ç-“ yê rojhilatî alomorfên “-herr-, -err-, -r-“ tên xebitandin.
“Hatin”
Di hemû demên borî de di tevahiya kurmancî de rehê “-hat-“ li kar e:
- ez (ne)hat-im,
- ew (ne)hat-iye
- tu (ne)hat-ibûyî
- ew bi-hat-ina / ne-hat-ina
- em (ne)hat-ibûna
Herwiha di tevahiya kurmancî de rehê demên niha de “-ê-“ ye (bi devokî dikare “-hê-“ be):
- ez t-ê-m (di-hê-m)
- ew na-y-ê (ew na-hê-[t])
- em t-ê-n (em di-hê-[y]n)
- tu na-y-ê (tu na-h-ê[yî])
Rehê raweya fermanî ya erênî yê tevkurmancî supletîv e, “wer-“: “were, werin”. Bala xwe bidinê ku, wek formên fermanî yên lêkera “çûn”ê, formên fermanî yên lêkera “hatin”ê anku “were, werin” jî pêşpirtika asayî ya fermanîtiyê (“bi-“) wernagirin (wek “bi-ke, bi-de, bixwe, bi-kin, bi-din, bi-xwin”). Forma ne-supletîv “b-ê, b-ên” bi maneya “were, werin” tenê bi marjînalî tê bikaranîn.
Rehê raweya fermanî ya neyînî jî supletîv e û ”-w-” ye: ”ne-w-e, ne-w-in”. Lê, berevajî rê fermanî yê erênî, di formên neyînî yên fermanî de rehê ”-ê-” yê ne-supletîv li kar e: ”ne-y-ê, ne-y-ên” (bi maneya ”newe, newin”).
Rehê dema bê û rehê raweya bilanî dîsa li gor devokên rojhilatî û navendî/rojavayî diguhere. Devokên rojhilatî rehê ”-ê-” (-hê-) bi kar tînin:
- ez ê [b]-ê-m (bi-h-ê-m)
- ku ez b-ê-m (ku ez bi-hê-m)
- bila ew b-ê[-t] (bila ew bi-hê[-t])
- ez ê ne[-y-]ê-m (ne-hê-m)
- ku ez ne[-y-]êm (ne-hê-m)
- bila ew ne[-y-]ê[-t] (ne-hê[-t])
Devokên navendî û rojavayî di formên erênî de rehê ”-wer-” dixebitînin:
- ez ê wer-im
- ku ez wer-im
- bila ew wer-e
Bala xwe bidinê ku dîsa jî pêşpirtika asayî ”bi-” nayê bikaranîn (wek ”ez ê bi-k-im, ku ez bi-k-im, bila ew bi-ke”).
Bo neyînîkirina van forman devokên navendî û rojavayî du alternatîv hene. Yek li ser bingehê ”-ê-” ye, ya din jî bi ”-w-” ya alomorfa ”-wer-”ê ye:
- ez ê ne-y-ê-m / ne-w-im
- ku ez ne-y-êm / ne-w-im
- bila ew ne-y-ê / ne-w-e
”Bûn”
Di kurmancî de lêkera ”bûn” du erk û rolên rêzimanî yên ji hev cuda hene. Yek jê rewşa heyî diyar dike (statîv e), ya din jî guherîna rewşê aşkera dike (dînamîk e):
- ew doktor bû (rewşa heyî ya demekê – bi inglîzî ”he was a doctor”, tirkî ”o doktordu”)
- ew bû doktor (guherîna rewşê di demekê de – bi inglîzî ”he became a doctor”, tirkî ”o doktor oldu”)
Rehê lêkera ”bûn”ê di di tevahiya kurmancî de di demên borî de ”-bû-” ye (li gel varyantên ”-bî-, -bwî-” di hin devokan de):
- ez bû-m
- tu bû-yî
- ew bû-
- em / hûn / ew bû-n
Dema ku ”-bû-” bi navdêran re tê bikaranîn, hingê peyrêziya hevokê diyar dike ka bûn statîv e yan jî dînamîk e:
- ew doktor bû (statîv)
- ew bû doktor (dînamîk)
Lê heke ”-bû-” li gel navdêran bê xebitandin, dudiliyek li ser heye ka dînamîk e yan jî statîv e:
- ew mezin bû (dikare hem hevberî ”ew doktor bû” û hem jî ”ew bû doktor” bê bikaranîn).
Forma neyînî ya ”-bû-”yê li gor statîvî yan dînamîkiyê diguhere:
- ew ne doktor bû (statîv)
- ew nebû doktor (dînamîk)
- ew ne mezin bû (statîv)
- ew mezin nebû (dînamîk)
Mixabin gelek caran bi xeletî forma dînamîk li şûna ya statîv jî tê bikaranîn.
Dema bê û raweyên fermanî, şertî û bilanî rehê ”-b-” bi kar tînin:
- ew hemû dê bi-b-in / ne-b-in doktor
- bi-b-e / ne-b-e doktor!
- bila ew bi-b-e / ne-b-e doktor
- heke ez bi-b-im / ne-b-im doktor
- ew hemû dê mezin bi-b-in / ne-b-in
- mezin bi-b-e / ne-b-in!
- bila ew bi-b-e / ne-b-e doktor
- heke ez mezin bi-b-im / ne-b-im
Bala xwe bidinê ku rehê dema niha yê lêkera ”bûn”ê li vê derê li gel rehê lêkera ”birin”ê hevşikl e!
Rehê dema niha li gor statîvî û dînamîkiyê diguhere. Rehê dînamîk dîsa ”-b-” ye:
- ew na-b-e / di-b-e doktor
- hûn mezin di-b-in / na-b-in
- tu di-b-î / na-b-î doktor
- ew mezin di-b-in / na-b-in
Ti rehekê diyar yê statîv nîne, ew li gor cînavan diguhere:
- ez (ne) doktor im / ez (ne) mamoste me
- tu (ne) doktor î / tu (ne) mamoste yî
- ew (ne) doktor e / ew (ne) mamoste ye
- em / hûn / ew (ne) doktor in / (ne) mamoste ne
Anku her cînavekê du alomorf hene. Desteyek ji wan (ez … im, tu … î, ew … e, em / hûn / ew … in) hingê tê bikaranîna gava ku peyva berî wê bi konsonantekê bi dawî tê (”ez doktor im…”) û desteya alomorfên din jî (ez … me, tu … yî, ew … ye, em / hûn / ew … ne) piştî peyvên bi vokalekê bi dawî tên tê bikaranîn (ez mamoste me…”).
SUPLESYON DI ZARAVA Û ZIMANÊN DIN DE
Suplesyon ne taybetiya tenê kurmancî ye. Ew hem di zaravayên din yên kurdî de û hem jî di gelek zimanên din de jî peyda dibe. Li vê derê em ê tenê çend nimûneyan ji zaravayên kurdî û hin zimanên din yên nêzîk û dûr jî bidin.
Di soranî de jî lêkerên ”bûn, gotin, hatin” hin formên supletîv hene. Bo nimûne, hevberî ”gotin” ya kurmancî di soranî de peyva bingehîn ”wutin” yan ”gutin” e. Lê rehê demên niha (hevberî ”-bêj-, -bê-” yên kurmancî) ”-łê-” ye: ”wutim” (min got) lê ”[d]e-łê-m” (”dibêjim”). Di hin devokên soranî de rehê dema niha wek kurmancî ”-bêj-” e yan jî ”-wêj-” anku dîsa jî supletîv e.
Di farisî de formên berhevder û jorînker yên rengdêra”xûb” (baş) supletîv in: ”bêhter” (baştir) û ”bêhterîn” (baştirîn).
Di inglîzî de jî formên berhevder û jorînker yên rengdêr ”good” (baş) supletîv in: ”better” (baştir) û ”best” (baştirîn). Rehên demên borî yên gelek lêkeran jî supletîv in: bo nimûne ”go” (çûn) lê rehê dema borî ”went”. Di frensî de ”aller” (çûn) lê rehekê dema niha ”va-” ye.
Di erebî de rehê fermanî yê lêkera ”cae” (hatin) supletîv e: ”te’al” (were). Herwiha forma pirhejmar ya peyva ”imre’e” (jin) jî supletîv e: ”nîsai”.
Di tirkî de çemandina peyvan bi piranî mekanîkî ye. Lê dîsa di tirkî de jî, wek di piraniya zimanan de, lêkera ”olmak” (”bûn”) di dema niha de formên supletîv hene: ”ben …im” (ez … im), ”sen …sin” (tu … î), ”o …dur” (ew … e)…
SUPLESYON JI ÇI TÊ?
Gelo çima ev formên wisa ji bingehê peyvê dûr hene û peyda dibin? Û çima ev formên awarte û istisnayî xwe diparêzin û li gor qalibê peyva serekî neguherin?
Sebebên dîrokî yên formên supletîv ew e ku peyva xwerû (bo nimûne ”çûn, gotin, hatin”) û formên supletîv ji du rehên cuda hatine lê di dîrokê de gihiştine hev û yek jê ji aliyê watenasiyê ve bûye forma ya din. Bo nimûne, rehên kurmancî kurmancî ”-her-, -er-, -r-” têkilî ”reften” (çûn) ya farisî ne, wek bi farisiya devkî ”mî-r-em” (d-er-im, di-ç-im). Herçi ”çûn” e, ew hevreha ”şiyayene” (çûn) ya zazakî û ”şoden” (bûn tiştek) ya farisî ye.
Hevberî ”gotin” ya kurmancî di farisî de ”goften” heye. Li cihê rehê dema niha ya kurmancî ”-bêj-” bi farisî rehê dema niha ”-gû-” ye anku ne supletîv e. Eslê rehê ”-bêj-”ê têkilî ”wetin” di devokên başûrî de heye û “vatene” jî di zazakî de. Bo guherîna B/W bide ber kurmancî ”berf, befr”, hewramî ”vewre”, bo A/Ê bide ber “kitab/kitêb” û bo guherîna ”-tin” bi ”-j” bide ber ”pehtin > -bêj-, mêhtin > -mêj-, avêtin > -avêj-. Li aliyekê din, hevrehên ”-bêj-”ê di farisî de jî hene: ”vajê” (peyv, kelîme) û ”a-vaz” (awaz).
Bi zimanên din jî wisa du rehên cuda hev digirin û peyveka ji rehekê cuda dibe formek ji rehekê din. Bo nimûne, ”-dur” ya tirkî (wek di ”o-dur” anku ”ew e”) ji rehê ”durmak” (rawestîn) e lê bûye formeka supletîv ji ”olmak” (bûn). Herçi ”étre” (bûn) ya frensî ye, ew ji du rehên cuda yên latînî ”esse” (bûn) û ”sto” (rawestîn) peyda bûye.
Me di sernavê vê vekolînê de pirsiye ka çima ”hatin” dibe ”were”. Bo bersivdana vê pirsê, kerem bikin em piçekê li etîmolojiya peyva ”were, werin” bigerin ku di kurmancî de forma wê ya rader (infinitîv) peyda nabe û tenê ew bi rehê cuda yê ”hatin”ê ve tê girêdan.
Di nav zimanên îranî de peyva farisî ”avorden” (anîn) bi rehê xwe yê dema niha ”-aver-” ve nêzîkî rehê ”-wer-” (were, werin) yê kurmancî ye. Ji aliyê watenasiyê ve jî ”-wer-” û ”-aver-” ne hevwate jî bin, nêzîkî hevin: ”hatin” anîna xwe ye û ”anîn” jî ”hatina li gel kesan/tis:_tan” e. ”a-” ya ”-aver-”ê jî gelek caran li destpêka peyvên îranî zêde dibe loma em dikarin texmîn bikin ku rehê ”-aver-” ya farisî eslen ”-ver-” e. V ya farisî gelek caran hevberî W ya kurmancî ye.
Lê hevrehiya ”-wer-” û ”-aver-”ê ne bêguman e. ”-wer-” ya kurmancî di zaravayên din yên kurdî de yan nîne yan jî marjînal e: di soranî de ew dikare wek rehê fermanî bêt bikaranîn, lê ne wek rehê dema bê yan rehê raweyên bilanî û şertî.
Mesele hinekî zêdetir şêlû dibe gava ku em bînin bîra xwe ku di di erebî de jî ”werede” (hatin, gihiştin, diyar bûn, berçav bûn) û di tirkî de jî ”var-mak” (gihiştin, hatin) ya bi rehê dema niha ”-var-” hene. ”Var-mak” ji tirkiya kevn ”bar-mak” e û hevrehên wê di gelek zimanên tirkîkî de hene loma ew nikare ji zimanekê îranî hatibe wergirtin.
Dîsa di kurmancî bi xwe de jî ”werîn, weriyan” (pelg ji daran ketin/hatin xwarê). Maneya wê li gel ya ”were, werin” ne bi temamî yek be jî, mirov nikare bi esehî bibêje ku ne eynî peyv in. Lê ”werîn” bi xwe texmînen ji erebî ”werrede” (gihiştin, bişkivîn) e ku ji aliyê rehnasiyê ve ji ”werede” (hatin) cuda ye.
Anku em li gor zanyariyên heyî nikarin bi temamî biryarê bidin ka rehê ”-wer-” (were, werin) îranî, erebî yan tirkî ye. Yek ji delîlên ku eslê wê yê biyanî xurttir dikin ew e ku ew pêşpirtika ”bi-” ya fermanî û bilanî ya kurmancî nagire. Meydana berfirehtir ya rehê ”-wer-” di devokên navendî û rojavayî de ihtimala hindê zêdetir dikin ku ”-wer-” ji tirkî yan ji erebî be, ne ji îranî ji ber ku di devokên rojhilatî de, yên nêzîktirî farisî û zimanên din yên îranî ne, meydana ”-wer-”ê teng e (tenê rehê fermanî yê erênî ye).
Lê çawa be jî, ”-wer-” ne ji rehê lêkera ”hatin”ê ye. Loma wisa jê dûr e û loma di zimannasiyê de ew jî wek formeka supletîv tê nasîn.
Me li destpêka vê beşê pirsîbû: ” Û çima ev formên awarte û istisnayî xwe diparêzin û li gor qalibê peyva serekî neguherin?”
Bi rastî jî formên supletîv di piraniya zimanan de hin peyvên sade ne: hin formên ji lêkerên ”bûn, hatin, çûn, gotin” yan rengdêrên wek ”baş, xirab”.
Sebebên man û xweragirtina van awayên awarte û ististnayî ew e ku ew peyvên pirr rojane ne û mişe tên bikaranîn. Heke ew peyvên nadirtir bûna, hingê ev formên wan yên awarte wisa bi hêsanî li bîra xelkê nediman û hêdî-hêdî formên asayî û rêzî yên li gor qeyd û bendên giştî yên rêzimanî dê cihê wan girtibûya.