Fêrgîn Melîk Aykoç
Wekî hemû zimanê Indo – Cermen di zimanê me de jî, gava navdêr di nava hevokê de tên bikaranîn, li gor rewş û bikaranînê tên tewandin, yan jî kişandin. Di vi warî de jî mirov nikane tewanga navdêrên zimanekî li gor zimanên din bikarbîne. Divê mirov her zimanî di nava têgîhîştina wî zimanî de binirxîne.
Li gel gelek zanyarên zimanê Indo-cermen, li gor Prof. Hans Krahe jî di bingehê zimanê Indo – Cermen de heşt awayê tewangê, yanê heşt tewînek hene. Lê îro di piraniya zimanan de hin ji van tewînekan funktionên xwe wenda kirine, yan jî wekî zimanê me, hin ji van bi alîkariya daçekan tên çêkirin. Gava em van tewînekên bingehîn rêz bikin wiha ye:
1 – Nominativ (xwerû / radêr), 2 – Akkusativ (tewandî), 3 – Dativ (tewanga jêre), 4 – Genitiv (xwedîtî /peywendî), 5 – Ablativ (Jêve, jêder), 6 – Lokativ (cîgehî), 7 – Vokatîv (bangî), 8 – Instrumentalis (hogirî /hevrêyî).
Dema mirov tewînekên ku bi alikariya daçekan tên kişinadinê jî wek tewînek binirxîne, van hemû tewînekan di zimanê me de dibîne. Emê di vir de tewangê di bin sê xalan de binirxînin. Yek; tewanga dijî. Du; tewanga di nav hev de helyayî. Sê; Tewanga bi alîkariya daçekan tê çêkirin.
N 27 – Tewanga dijî
Di Kurdî de bi tevê forma danasînê çar tewînekên dijîn hene.
-Di tewangê de du awayên hêjmaran hene. Yek yekhêjmar du gelhêjmar
Mînak:
yekhêjmar gelhêjmar
mêr mêr
Mêrek mêrine
jin jin
jinek jinine
Di hevokê de:
Mêr hatin. (Yanê mêran, pirr mêr hatin.)
Mêrên çê hatin. (Di tewangê de gelhêjmarî xuya dike.)
Jin çûn. (Ango jinan, pirr jin çûn.)
Jinên bedew çûn. (Piranî di tewangê de bi zelalî xuya dike.)
1- Tewîneka xwerû (radêrî, nomînatîv, rectûs, yalin hal)
Di vê tewînekê de dengdêrên navdêran nerm nabin, navdêr ti paşgîn û pêşgînan nagirin. Wek rewşa xwe ya bingehîn dimînin.
Mînak:
Ez Kurd im. Kurd
Dar hişk bûye dar
bizin çilo dixwe bizin, çilo
Nêrî kol e nêrî
Hêvî lê nemaye. hêvî ûwd.
Mînakên C. Bedirxan.
Hesp hat.
Mehîn dibeze.
Dotmam dikene.
Ji klasîkên me:
„Ew ruh û cesed bi yek ve mînzem.“
(Ehmedê Xanî. „Mem û Zîn.“)
„Her av, mal xirab, bi bez
Qewî bi fûr dikişê her lez.“
(F. Teyran. „Hey Av“)
2-Tewîneka tewangî (deklînîrte, obliquus -Akkusatîv, Ismîn „î“ ve „e“ halî)
Ev hima bigire wekî bikaranîna zayendê ye.
I- Bi paşgîna zayendê
Mînak:
Yekhêjmar
Rengê hespî (Ev forma ji bo nêran li bakur gelek kêm, li başûr gelek caran tê bikaranîn.)
Rengê mehînê (ev zayend li her derê tê bikaranîn.)*
Gelhêjmar
Rengên hespan.
rengên mehînan.
Li Amedê,
Ez li Amedê me.
Ez ji Amedê têm
Wî mêrî nan nexwar.
Wê keçikê li min nêrî
Mêran nan nexwrin
Mêrên gund nan nexwarin
Keçikên bedew kilam gotin
Keçikên gund kilam gotin.
II- Bi alîkariya nermbûna dengên stûr.
Bi giranî navdêrên yek tej (kîte) û navdêrên pirr tej (kite) de tîpa „a“ ya di teja dawî de nerm dibe. Li hin deveran wek hin deverên Serhedê nermbûna dengên stûr rabûye, tenê zayend tê bikaranîn. Yanê di cîhê „bajêr“ de „bajarê“ tê bikaranîn.
Di Kurdî de bi giranî di navdêrên nêr de tîp „a“ ya di nav teja (kîteya) dawî de nerm dibe. Hin peyvên bi tîpa „a“ diqedin jî, nerm dibin.
Mînak. 1
Tewînek I tewînek II bikaranîn
aş êş ez diçim êş.
ba bê bide ber bê/bayê. **
axa axê cîh bide axê.
xanî xênî dîwarê xênî.
bajar bajêr ez diçim bajêr
ziman zimên wî derdê xwe anî zimên.
çiya çiyê ez diçim çiyê
beran berên Ez berên difiroşim
ga gê Ez giha didim gê.
III- Di pêyvên mê yên bi tîp „e“ diqedin de tenê ya dawiyê xwe diguhezîne „ê“. Forma wan ya dirêj jî li hin deveran tên bikaranîn.
Peyv Forma qurçimî forma fireh
Mase li ser masê li ser maseyê binêre.
Şûşe di şûşê de di şûşeyê de.
Maşe li ber maşê li ber maseyê
Gore di gorê de di goreyê de.
Pencere li ber bencerê li ber pencereyê rawestiyaye.
Ode li odê rûniştiye li odeyê rrûniştiye.
IV- Eger navdêr bi tîpa „a“ biqede tîpa a nerm dibe.
Mînak:
Peyv nermbûn /qurçim forma fire
Manga Mangê giha xwar. Mangeyê giha xwar
Çira Çirê vêxe. Çireyê vêxe.
Reşeba reşebê avêtiye juniyê min. reşebeyê (reşebayê /romathizma)
Mînakên C. Bedirxan:
Yekhêjmar
Nêr mê.
Ez hespî dibînim. Ez mehînê dibînim.
Ez mirovî dibînim. Ez dotmamê dibînim.
Gelhêjmar
Ez hespan dibînim
Ez mehînan dibînim.
Ez mirovan dibînim.
Ez dotmaman dibînim.
Ji klasîkên Me:
„Ji kezevê dadixilî
Her dil bike şîn û gîrî.
….
Li nav xelkê belav kiriye.“
(F. Teyran.)
„Bi rojê ra tu hevdeng î,
Du roştêzên sîyah reng î.“
(Meleyê Cizirî)
3-Tewîneka xwedîtiyê (genîtîv)
Bi tevhevî wek bikaranîna zayendê ye. Mînak:
Binavkirî (penî)
a- Zayenda mê:
Pirtuk
Pirtuka min.
Pirtuka qalind ya bavê min e
Pirtuka dîrokê ya bavê min wenda bûye.
b-Zayenda nêr
bav
Bavê min
Dilê bavê min dêşe (têşe).
Beranê sor.
Beranê sor yê mala bavê min e.
Hespê şê yê hevalê min e. (şê: hespê çîmik /ling spî)
Nêriyê kel yê apê min e.
c-Gelhêjmarî
Pirtûkên qalind yên li ser teregê. (tereg = raf /ref)
Bavan nan xwar.
Beranên sor yên li mêrgê diçêrin.
Hevalên çê yên bavê min li mala me nan xwarin.
Nebinavkirî (nepenî)
Yekhêjmar
Nêr mê
mêrekî çeleng Jineke bedew
kevirekî sor pirtûkeke qalind
Gelhêjmar.
mêrine zana jinine bedew
kevirine sor pirtukine qalind.
d-Di bikaranînê de kurtbûna dengan. ji ber ku dengdarê „y“ nîv dengdêr e, „ê, î“ ya lî pêş tîpa „y“ kurt dibin û xwe diguhezîne „i“.***
Pê piyê min dêşe.
dê diya min hat
rê riya azadiyê dirêj e.****
Mî miya me
Bî biya gelî
Sî siya daran
Mînakên C. Bedirxan:
Binavkirî (penî)
Yekhêjmar
Nêr mê
Destê min mala spî
Hespê boz mehîna qenc (bi rengdêr re)
Nanê tenûrê Şeva baranê (bi naveke re)
Goştê wî kera wî. (bi cînavan re)
Gelhêjmarî
Hespên boz.
Nanên tenûrê
Mehînên Soro.
Nebinavkirî (nepenî)
Yekhêjmar
Nêr Mê
Hespekî boz Mehîneke qenc
Nanekî hişk Dareke mezin.
Gelhêjmarî.
Hespine boz
Mehînine axê (axa).
Ji klasikên me:
„Ey dîlbera gerden zerî
way nazika dem qemerî.
(…)
Ferman ji destê keserê
Avik ji ava kewserê…“
(F. Teyran. Dîlber.)
„Yek rengekî sirfê alemê xeyb
Zahîr dikir îtîhadê lareyb.“
(E. Xanî. Mem û Zîn.)
„Ji bûka ziman ra ku pêşkêş kirin.“
(Cîgerxwîn.)
e)Di zimanê me de formeke kevin jî heye. Ev form hima bigire ji qada bikaranînê rabûye. Ji hozanên me Elî Harîrî bigire hetanê tê digêhêje Mîr Celadet Bedirxan piraniya wan bikaranine. Em mînakeke bidin.
„Hûn bar mekin xemên di zor
Le hesreta vardên di sor
Çavên di reş bisk têne dor,
Eniya bi nûr tarî dike.“
(Eli Harîrî)
Binavkirî (penî)
Yekhêjmar:
Forma qurçimî Forma fire
Ev beranê di Sîdar e, Ev beran yê di Sîdar e.
Ev bizina di Sîdar e Ev bizin ya di Sîdar e.
Beranêd Sîdar.
Gelhêjmar
Forma qurçimî Forma fire
Ev beranên di Sîdar in. Ev beran yên di Sîdar in.
Ev bizinên di Sîdar in. Ev bizin yên di Sîdar in.
Nebinavkirî (nepenî)
Yekhêjmar
Forma qurçimî Forma fire
Beranekî di Sîdar. Beranek yê di Sîdar.
Bizineke di Sîdar. Bizinek ya di Sîdar.
Gelhêjmar.
Forma qurçimî Forma fire
Beranine di Sîdar. Beranin yên di Sîdar.
Bizinine di Sîdar. Bizinin yên di Sîdar.
Ev daçeka di di zarava Kirmanckî de cîhê nebinavkirî (nepenî) girtiye.
Mînak
Kirmanckî bersiva wê di Kurmancî de
Darode darek
Gayêde gayek.
Mînakên C. Bedirxan:
Yekhêjmar
Forma qurçimî Forma fire
Ev hespê di Soro ye. Ev hesp yê di Soro ye.
Ev mehîna di Soro ye. Ev mehîn ya di Soro ye.
Gelhêjmar
Forma qurçimî Forma fire
Ev hespên di Soro ne. Ev hesp yên di Soro ne.
Ev mahînên di Soro ne. Ev mehîn yên di Soro
Ji klasikên me:
„ Bêhiş kirim zilfê di reş
Biskê sîyah bêhna di xweş
Ey duxterê, çapik bi meş
Wêran Ez im malim xirab.“
(F. Teyran. Dîlber.)
„Têkda di minasîb û miwafiq
Vekra di misafîh û mianiq.“
(E. Xanî. Mem û Zîn.)
- f) Bêgûman mirov dikane vê tewangê di bin navê danasînê de jî binirxîne. Bê vê mirov dikane li gor peyvên danasînê jî bi nav bike. Em li vir çend mînakan bidin.
I-Danasîna bi navdêran
Binavkirî/penî nebinavkirî
Gula gelî guleke gelî
Sêva Sêwazê sêveke Sêwazê
Kevirê Bestê. Kevirekî Bestê
Kulilkên deştê kulîlkine deştê.
II-Danasîna bi rengdêran:
Binavkirî/penî nebinavkirî/nepenî
Deşta mezin deşteke mezin.
Hespê boz hespekî boz
Beranên sor beranine sor
III – Danasînê bi cînavan
Binavkirî/ penî nebinavkirî/nepenî
Pirtûka min pirtûkeke min
Çoyê min çoyekî min
Mangên min mangeyine min.
IV – Danasîna bi hokeran
Binavkirî/penî nebinavkirî/nepenî
Gotina par gotineke par
Kûçikê do kûcikekî do.
Genimên par genimine par
V – Danasîna bi lêkeran
Binavkirî/penî nebinavkirî/nepenî
Gustîla şirikkirî gustîleke şirikirî
Pozê xitimî pozekî xitimî.
Destên hinekirî destine hinekirî.
VI – Zayenda dansînê
Ev li gor herêman diguhere, li bakur wek peyva tê danasîn zayendê digire, lê li başûr wek forma zayenda nebinavkirî zayendê digire.
Mînak:
Devokên Bakur Devokên Başûr
Mêrê gernas ê Kurd Mêrê gernas î Kurd
Jina bedew a Kurd Jina bedewe Kurd
Hevalê minê dilsoz, Hevalê min î dilsoz
4-Tewîneka bangê (Vokatîv)
Ev di Kurdî bi taybetî di Kurmancî de bi zindî tê bikaranîn. Ji bo zayenda nêr „o“, bo zayenda mê „ê“ û ji bo gelhêjmariyê jî paşgîna „ino=no“ tê bikaranîn. Di bangê de ji bo nêr pêş qertafa „lo“ Ji bo mê jî pêşqertafa „lê“ tê bikaranîn.
a- Zayenda nêr
Kur
Kuro
Kuro, tu çi dikî?
Sîdaro!
Sîdaro meçe.
Lo lo Sîdaro!
b-Zayenda mê
keç
keçê
Keçê hela wê pirtûkê bîne!
Lê lê keçikê!
c-Gelhêjmarî
Bingehê xwe Forma qurçimî
Kurino kurno
keçino keçno ûwd.
Mînakên C. Bedirxan
Yekhêjmar
Nêr Mê
Mirovo! Dotmamê!
Xorto! Xwişkê !
Gelhêjmarî
Mirovino!
Xortino!
Dotmamino!
Xwişkino!
Ji klasikên me:
„Nero dilo dilê bazî!
Çi ji halê min dixwazî?“
(F. Teyran.)
„Zanî ku zemanê bê eman e
Go: „Rabe dilo! Ecêb zeman e.“
(E. Xanî)
„Kurdno Ji xew rabin hemî
Mizgîn li we roja me hat!“
(Cegerxwîn. Xwendin)
N 28 – Tewînekên di nav hev de helyayî, yan jî veşartî
Di zimanê me de awayeke di nav hev de helandina tewîneka Akkusatîv (tewandî) û datîv (jêre) heye. Li gel bikaranîna rojane, gava mirov ji zimanekî biyanî hin tiştan werdigerîne jî vê bikartîne. Ev bi zelalî di bikaranîne cînavan de xwe dide xuyan.Mînak:
1 – Wî nan da min.
Di vê hevokê de „wî“ kirde û di forma tewîneka tewandî de ye. „Min“ jî datîv (jêre) e.
2 – Min nan da wî.
Di vê hevoka duwêmîn de jî „min“ Akkusatîv (tewandî) û „wî“ jî Datîv (jêre) e.
Mînakên din.
Min alîkariya wî kir. („min“ akkusatîv „wî“ datîv)
Wî alîkariya min kir. („wî“ akkusatîv „min“ datîv)
Hesen alîkariya Husên kir.
Sîdar hespê axê dizî û firot canbazan.
Dilxem gula çilmisî da ser dilê xwe. („gula“ akkusatîv „ser dilê“ datîv)
Kawa alîkariya gundiyên xwe dike.
Baran bi tirs û çavên vekirî li marê serî hildayî dinêre. („bi tirs û çavên vekirî“ akkusatîv e, „li* marê serî hildayî“ datîv e.)
3 – Di cîhê daçek bikaranînê de mirov dikane vê tewînekê bikarbîne.
Mînak:
Diya min ji min re got. = Diya min gote min.
Piştî min ji diya xwe re got. = Piştî min gote diya xwe.
Min ji wî re alîkarî kir = Min alîkariya wî kir. (Min alîkarî daye wî.)
N 29– Bi alîkariya daçekan (zirkuspräpositionen)
1- Tewîneka Jêre (datîv),
Ango bi alîkariya daçeka cot „ji……re“ bikaranîn û tewandina gotinê. Bersiva forma datîva Alman û Tûrekan dide. Gava mirov pirsên wek; ji kê re? Ji çi re? dike, ev tewînek wek bersiv derdikeve pêş.
- a) Forma tê bikaranîn.
Ji min re ji me re
ji te re ji we re
ji wî /wê re ji wan re.
Di hevokê de
Ji bavê min re bibêjin, lawê te îsal nayê.
Gava ez biçim, ezê ji tevhevê malbata te re bibêjim.
Ev mirovahiya rûreş ji pênaberên me re jî, nabe alîkar.
Ez ji bihara rengîn û nû vejî re helbestan dibêjim.
Ji klasîkên me:
„Şaha! Ji te ra xweş îsm e „yasîn“
Taha! Ji te ra tilsim e, „tahsîn“
(Ehmedê Xamî. Mem û Zîn)
„…Ji xem ra şadmanî „dayme“ maxmûr bêt.“
(Meleyê Cizirî)
„Van teşbîhan ji kê ra dikî
Remz û sewalan vêk ra dikî,
Hemiyan ji bal xwe ra dikî …“
(F. Teyran. Hêza.)
„… Ji bûka ziman ra ku pêşkêş kirin…“
(Cîgerxwîn)
Mînakên C. Bedirxan:
Ez ji te re her tiştî dibêjim.
Min ji xwe re digot.
Ji Hemo re bêbextî kirin.
Kêfa min jê re tê.
- c) Li ba Ehmedê Xanî formeke vê tewîneka „ji…ra“ bi tevê daçeka „bo“ tê bikaranîn. Ev jî hinek forma di Farisî de tê bikaranîn tîne bîra mirovan. Di Farisî de daçeka „ra“ hem ji bo forma tewandî (akkusativ) û hem jî ji bo forma Jêre (datîv) tê bikaranîn. Ev jî hima bigire bi wê awayê ye.
Li ba Ehmedê Xanî:
„Ew şewq-î ji bo te ra ziman e, (ji bo te ra)
Ev pêhtî ji bo me ra zîyan e. (ji bo me ra)
(…)
Ew lez ji te ra gelek qisûr e, (ji te ra)
Ew lerze ji bo te ra fitûr e.“ (ji bo te ra)
Ev formên „Ji bo mi ra, ji bo me ra, ji bo te ra“ bi sedan car tên bikaranîn. Va tê wê wateyê ku berê ev form hebûye, û dûv re wenda bûye. Divê em daçekên cot yên wek; „ji bo“ yan jî „ji re“ û vê forma ku stûna wêjeya me nemir Ehmedê Xanî bikaraniye, mekin nav hev.
2-Tewîneka herî kevin „jêve“ (Ablatîv)
Di wateya cîhê jê hatiye derketin, pinda jêqetînê, qurm û raya hatinê û tevgerê de tê bikaranîn. Her çendî hîna bi hemû zindîtiya xwe ve dijî jî, bi hêla hin zimanzanan ve wek tewînek nehatiye pejirandin, lewma em di bin vî navî de li ser vê radiwestin. Bersiva pirsên wek; ji kû ve? ji çi ve? Ji kê ve? dide. Ev di „Avesta“ û „Vedî“ (Rigveda) de jî heye, û wek paşgîna „ablatîv“ hatiye bikaranîn.
Mînak:
Ji Avestayê.
Gairî vyo (byo)
Vedî: (Rig Veda)
Suna vî
Ji Klasîkên me:
„Yek hatî ji dev ve nagîhanî,
Go „Mem mir û dawe zendeganî.
…
Zînê û Memê ji nû ve vejînim.“
(Ehmedê Xanî)
„Pêximberan aqil hebû
Qet hewce pirsê nebû,
Wan dest gihabû mihbetê,
Ji sihbeta sir ve ketê.“
(Feqiyê Teyran, Ji helbesta „Hêza“)
Mînakên. C. Bedirxan.
„Ji mêj ve“
„Ji nêzîk ve“
„Ji dûr ve“
„Ji te ve“
„Ji te pê ve“
Di Kurmanciya vê roja me de jî bi vê awayî tê bikaranîn.
Ev lawik (ji) dê ve xizmê min e.
Ew (ji) bavê ve digêhêje me.
Bi Kurtî:
dê ve, (ji dê ve)
bavê ve, (ji bavê ve)
kalaniyê ve. (ji kalaniyê ve)
Ew ji hêla nijada xwe ve digêhêjin nijada Ariyan.
Di hevokê de:
Ew (ji) dê ve digêhêje me.
Ev (ji) bavê ve birayê min e.
Ev (ji) par ve nexweş e.
Sîdar (ji) do ve wenda ye.
Vê formê li başûr di gelek bikaranînan de cîhê xwe ji „ji…de“ re hîştiye.
Mînak:
Forma bingehîn li hin deveran
Ji jor ve hate xwar. Ji jor de hate xwar.
Roja xweş ji sibehê ve xweş e. Roja xweş ji sibehê de xweş e.
3-Tewîneka hogirî û navgînî (Instrumentalîs)
Ev jî bi alîkariya daçekan tê çêkirin.
a- Gava tiştek pê ve zeliqî be û jê nekeve, bi vî awayî vê re hogirtî bike, ev daçekên cot tên bikaranîn. M. C. Bedirxan jî ji bo vê dibêje; „li gel hev, hevbend“ Ev sewaneyên pîrê wêjeya me
- Xanî vê wateyê bê kêmasî zelal dike:
„Ew ruh û cesed bi yek ve mînzan
Nefeyn-i bi yek ve bûne midxan.“
(E. Xanî. Mem û Zîn)
Ji ber pêşketin û pelvedana ziman ku ev bêşketin bê dawî ye, li hin deveran wateyê din jî girtibe, wateya bingehîn bi van sewaneyan bê kêmasî hatî zelal kirin.
bi ……………..ve
Ew bi qirêja xwe ve çû.
Hesp bi zîn ve çû.
Mange bi kap ve wenda bû.
Pisik bi darê ve hilkişiya.
Bi wê kalaniya xwe ve jî ranaweste.
Mînakên C. Bedirxan:
„Mîr bi sed siwarî ve rêket.“
„Bi ser û berê xwe ve.“
„Botan bi Behdînan ve ye.“
Ji klasîkên me:
„Tuê ji wan xêr xêrê ji xwe ra bibînî,
Te ez bi dil can va birim.
(M. Ehmedê Batê. Zembîlfiroş)
b-Gava li gel tiştek hogirtiyê bike.
bi ………………… re
Lawik bi bavê xwe re çû bajêr
Keçik bi dê re çû.
Her çûk bi refê xwe re difire.
„…Xeber rast in, têne ser zar,
Selikan bi kê ra bikim bazar.“
(M. Ehmedê Batê. Zembîlfiroş)
„Bi rojê ra tu hevdengî,
Du reştizên sîyah rengî.“
(Meleyê Cîzîrî)
Mînakên C. Bedirxan:
„Gurgîn bi min re hat.“
„Em pev (bi hev) re çûn“
Bikaranîna rast li hin deveran
Bi derencê ve hilkişiya. Bi derencê re hilkişiya.
Bi zinar ve hilkişiya. Bi zinar re hilkişiya.
Gava mirov forma li hin deveran tê bikaranîn, bikarbîne, wateyeke din jê derdikeve, yan jî jê tê fêmkirin.
Bi derencê re hilkişiya = Ew û derence bi hev re hilkişiyan û çûn.
Bi zinar re (çû) hilkişiya = Ew û zinar bi hev re çûn, yan jî hilkişiyan.
N 30 – Tewanga navên taybetî
(Dek. von Eigennamen, Özel îsîmlerîn çekîmî)
1 – Binavkirî
I- Gava nav bi dengdar (pêredeng) biqede
A-bi gor tewînekên dijîn
Tewînek navê mêran navê jinan
1- Sîdar Bêrîvan
2- Sîdarî Bêrîvanê
Keça Sîdar(î) Keça Bêrîvanê
Vî Sîdarî Vê Bêrîvanê
3- Sîdarê şêr Bêrîvana delal
4- Sîdaro Bêrîvanê
B-Bi gor tewînaka di nav hev de helyayî.
Sîdar desteyeke gul da Bêrîvanê.
Bêrîvanê sêvek sor diyariyê Sîdar(î) kir.
C-Bi tewînekên bi alîkariya daçekan tê çêkirin.
1-Ji Sîdar re ji Bêrîvanê re
2- (ji) Sîdar ve (ji)Bêrîvanê ve
3-Bi Sîdar re /ve Bi Bêrîvanê re /ve
II- Gava nav bi dengdêreke biqede.
A
1- Kalo Rojda
2- Kaloyî Rojdayê
Keça Kalo(yî) Keça Rojdayê
Vî kaloyî vê Rojdayê
3- Kaloyê şêr Rojdaya delal
4 Kalo (yo) Rojdayê
B
Kalo(yî) Rojdayê
C
1- Ji Kalo re Ji Rojdayê re
2- Kalo ve Rojdayê ve
3- bi kalo re /ve Bi Rojdayê re /ve
2- Tewanga nebinavkirîbûna navan
(nepenîbûna navan. Mit Unbestimmte Artikel)
Tewang
Tewînek Navên nêr navên mê
A
1 mêrek jinek
2 Nanê merekî nanê jineke
3 mêrekî şêr jineke şêr
4 meriko Jinikê
B mêrekî jinekê
C
1 Ji mêrekî re ji jineke re
2 (Ji)Mêrekî ve (ji)Jineke ve
3 Bi mêrekî re/ve Bi jineke re /ve
Gelhêjmariya nebinavkirî (nepenî)
Mêrine jinine
Mêrine jinine
Beranîne bizinîne
Kevirîne darine sêvan
(ji)Mêrine ve (ji)jinine ve
ji mêrine re ji jinine re
ji beranine ve ji bizinine ve
ji kevirine re ji darine sêvan re
N 31 – Bikaranîna lêbangî (hîtab /vokatîv):
Di nav gel de cûre cûre formên wan tên bikaranîn. Ev yan yekhêjmar û yan jî ji bo gelhêjmariyê tê bikaranîn.
a- Lêbangiya erênî nazikî
Bang
Jin mêr
Birêz(a) Bêrîvan Birêz Sîdar
Rêzdar Bêrîvan Rêzdar Sîdar
Canik û Camêrên hêja
Gelî canik û camêrên hêja
Gelî canik û camêran (Gelhêjmar netewandî)
Mîrza Bêrîvan Mîrze Sîdar
Mîre Bêrîvan Mîr Sîdar
Bêrîvan xatûn Sîdar beg / paşa
keyxatûna Bêrîvan Sîdar keya
b- Lêbangiya di nav gel de tê bikaranîn, lê carnan nerênî jî jê tê fêmkirin.
Jin mêr
Kerê were! Kero hela were!
Lêlê çi bi te bûye? Lolo tu çi dikî?
c- Ji bo zarok û kesên ji mirovan biçûktir. Hin dever vê formê nanasin.
Ji bo keçikan
1 – Dikê ew çi ye, tu wer dikî? (Dikê: keça min)
Dikê, dikê meke, welle wekî te nîne!
2 – Pitê! Pita min, xêra dê û bavê xwe ji min re taseke avê bîne! (Pitê: zaroka keçinî)
Pitê tu keça kî yî?
3 – Keçê, hele were vira! (Hem ji bo keçikan û hem jî ji bo jinan)
Ji bo lawan
1 – Biko, tu çi dibêjî? (Biko: Lawê min, kurê min)
Biko, biko! Xwedê qe ji te razî nebe! (qe= qet, tew, hîç, bila)
2 – Pito tu çi dikî? (Pito: Zarakê lawinî, kur)
Pito tu taseke avê didî xalê xwe!
3 – Kurê min! Rabe, biçe mala xalê xwe!