Şanoya “Bazarganê Vênîsiya” ya William Shakespeare bi kurdî

 

Venisiya

Husein Muhammed

Bazirganê Vênîsyayê (The Merchant of Venice) bi Romeo û Juliet (Romeo and Juliet) û Xewna Şevek Nîva Havînê (A Midsummernight’s Dream) re berztirîn berhemên Shakespeare ên salên wî yên pêşîn ên nivîskariyê ne. Lê tevî ku “Romeo û Juliet” di hestyariyê de bêwêne ye û Xewna Şevek Nîva Havînê jî bi dewlemendiya xwe ya xeyalî û vegotina helbestane ji bilindtirîn hunerê ye, nivîskar di şanoya xwe Bazarganê Vênîsiya de yekem car kariye girîngtirîn armanca şanogeriyê ango hostetiya teswîrdana siruşt û karakterên pirralî bi dest bixe.

Bazarganê Vênîsiya di maneya sivik de ne komedî anku ne – bi gotina wergêr – hing e, ne şanoyek tirraneyî û henekî ye ku tîpên komîk temaşevanan rabikin pirqînên kenînê. Di vê şanoyê de mijar li ser mirovên zêdetir jîndar e ku hem di rewşên dilşadiyê û hem jî di yên xemgîniyê de xwezayiya xwe û asta armanc û hêviyên xwe derdibin. Ev taybetmendiya Bazarganê Vênîsiya belkî ji her taybetiyek wê ya din zêdetir ceweriyê didiyê.

Tê texmînkirin ku Bazarganê Vênîsiya di navbera sala 1596an û ya 1597an de hatiye nivîsîn. Ango ew jî di dema şanoyên demnameyî (kronîkî) yên herî baş ên nivîskar lê ji berî komediyên mezin ango ji berî dema zêrîn a nivîskariya Shakespeare hatiye nivîsîn. Sedemên bibingeh jê re hatine destnîşankirin ku çavkaniya herî girîng a Bazarganê Vênîsiya şanoyek pêştir bûye ku niha nemaye û ku vê şanoyê jî serekaniya xwe ji kurteçîroka Ser Giovanniyê îtalî girtiye. Di çîroka Ser Giovanni de, ku di pirtûka wî Pecoreneyê ya sala 1378an derketî de hatiye weşandin, hemû sermijarên vê şanoyê hatine pêşkêşkirin.

Kesaniyê navîn, ê ku di şanoyê de mijar li ser serketin û bextê wî ye, Bazarganê Venedîkê bi xwe, Antonio ye. Lê ev nayê wê wateyê ku beşa wî di çîrokê de ji hemûyan zêdetir be lê kirin û tevgerên wî ji bo livbariya şanoyê bicoş in û çarebûna feleka wî çareseriya hemû şanoyê ye. Lê dîsan jî Antonio ne kesek e ku bandora wî tenê li ser kirinê hebe. Ew herwiha wek karakter û wek kesanî jî pirr girîng e ji ber ku ew remz û sembola mirovên gihîştî ye ku Shakespeare pirr girîngî didiyê. Antonio bi serlehenga jin Portiayê re di şanoyê de sembola ceweriyê pêk tînin.

Antonio kesek yekta ye ku ji nav celebê mirovan hilketiye û di ser mirovên sade re ye. Hêjayî destnîşankirinê ye ku ew jî mîna Shakespeare û lehengên berhemên wî yên mîna Hamlet xwedî helwesteke xemgîn û reşbîn e û zêde ne wek beşdaran lê wek çavdêran e. Jiyan wî nazewiqîne. Ew nizane xwe ji dil biavêje ber armancên jiyanê. Her tişt bi serî hatiye, hemû bêwecî û xweranegiriya jiyanê dîtiye loma nikare sedemek taybet ji bo reşbîniya xwe bibîne:

“Lê nizanim çawa vê xemê ez girtime an çawa ez pêrgî wê hatime û ew ji çi pêda bûye û ji çi çêbûye..!” (Bazarganê Vênîsiya, wergera Cankurd, r. 12)

Dema ew bala xwe dide şîrovekirina xwe li hember dinyayê, berhevdana bi tiyatroyê re, ku di berhemên Shakespeare de ecibandî ye, hatiye kirin:

“Ez li jiyanê tenê wilo dinêrim, bi nêrîna ku ew hêjayê wê ye, Graziano!.. Ew şanoweke, tê de her kesek sira (para -H.M.) xwe dilîze û sira min sira xemwarekî ye.” (r. 15)

Di Bazarganê Vênîsiya de, ku pirraniya hewa û atmosfera wê zelal e, ev helwesta kûrponijî, ya ji jiyanê dûr dikeve û ya xemgîn, wek fikrekê dimîne ku nivîskar di vê şanoyê de temam nake. Li aliyê din ew dihêle ku Antonio hevalbendiyek dilcewer û firebîn nîşanî Bassanio bide. Dema dor tê alîkarîkirina hevalekî, ew ji bo hemû xwegorîkirinan amade ye. Bassanio di jiyanxwaziya xwe ya xortî de deynê ji Antonio girtî pûç kiriye û dema bi gotinên nerasterê û veşartok hê deyn dixwaze, Antonio bêguman pêşî daxwaza vegerandina deynê berê jê nake daku dû re hin ê din bidiyê lê rasterast lome dike:

“Tu min baş dinasî, ma bo çi tu demê winda dikî, bi van ger û dorgeran li ser hezkirina min? Tinaziyê bi min dikî; gava tu gumanê dikî, ku ezê her tiştekî ji min bê nedim te… tu bo min bibêje; ewê ku pêwîst e ez bikim çi ye, û tu dizanî ezê çi kanibim bikim, û tuyê min bi rast bibînî; ez jê re amade me, ku bi cih bînim. Bipeyive!”

Bassanio hê xortek bicoş e, jiyana xwe bi her çêj û tama xweş – pêşî di zewqên xwe de û paşî di evîna xwe ya mezin a li hember Portiayê de – dijî. Dema mijar dewlemendî jî bin, ew ne sersar e. Bidestxistina evîna Portiaya mîrasgirtî derfetê dide wî ku herî kêm deynê xwe bi rêbazên camêrane ji ser xwe rabike. Lê ev berjewendperestiya wî ne yek rêhişk; taybetmendiyên baş pê re hene: ew dilpak e û dikare hê di jiyana xwe de bigihe.

Portia belkî pirralîtirîn û gihîştîtirîn serlehenga jin a berhemên Shakespeare e. Ew ciwan û bedew e lê herwiha di hêla şiyanên xwe yên giyanî de jî pirr lihevhatî ye. Herwiha jîriyek bikêrhatî û boş bi hestên wê yên jîndar û kubar ve girêdayî ye. Ev hemû taybetmendî, yên ku bi tena serê xwe jî efsûnî ne, bi giyanek cewer, dilovan û geşbîn ve digihin hev; dûr- û firebîniya wê jî wê ta ji kesên bikêrhatî û jêhatiyên rojane jî vediqetîne. Tevî ku Portiayê jiyanek xweş borandibe û hatibe nazdarkirin jî, ew ne xweperest an xwenavîn e. Ji ber vê yekê evîna wê ya li hember evîndarê wê, Bassanio, ji evîna giştî zêdetir hevfamkirin e. Ew pirr baş di hevaltiya cewer a navbera Bassanio û Antonio digihe:

“… Ji ber ku hevnasên bi hev re şevbuhêrkan dikin û dema xwe diborînin û canên wan bi hezkirineke dulayî bi hevdu ve hatine girêdan, dê bêguman wek hevdu bin di dîdar û exlaq û ruh de…” (r.75)

Dema ew feleka Antonio dibihîze, ew serdanser amade ye alîkariya xwe pêşkêş bike û bi jîrî û bihîstyarî tê derdixe ka çawa tev bigere. Ji ber vê yekê pirr xwezayî ye ku Shakespeare ji hemû lehengên şanoyê ew kiriye peyambera efûya mihrevan û dilovan. Tikaya Portiayê ji Shylock di dadgehê de belkî bedewtirîn awa ye ku pê dikare nîşana çakî û berziya kesekî bê ziman:

“Mirov bi dilovaniyê nayin binbarkirin, lê ew (dilovanî – H.M) wek barana hûrik e, ku ji ezmanî ve bi ser tiştê jêrî xwe ve dibare û bereketa wê ducarkî ye, ew pîroziya kesê dide dike û ew balatir e li ba hêzdartirîn kes, û ewê ku li ser erşê xwe rûniştî bêtir lewendtir dike ji taca seriyê wî ji ber ku sewlecana wî nîşana hêza deselatiya wî ye di dinê de, û ew diyarka rehbet û mezinahiyê ye li ciyê tirsa ji şahan heye. Lê dilovanî ji vê deselatiyê bilindtir e, ciyê wê di dilê şahan de ye û ew ji rewşên Xwedayê gewreban e. Û deselatiya dinyayî hemahema ji hêza xwedayî ve nêzîk dibe, eger dilovaniyê tûjbûna dadiyê sivik kir…” (r. 87)

Ji hêla dramayî de ji kesaniyên şanoyê, bi baweriya min, ê herî bibandor Shylockê cihû ye. Di wî de îhtîrasek wisan bi hêz heye ku di pêşkêşkirina şanoyê de kesên mîna wî dikarin bi asanî zêde bala temaşevanan bikişînin û kesanî û bûyerên din bêpar bimînin. Bi pêşkêşkirina şanolîzek jêhatî ev çepelê (çikûdê, tema’ê) xwenizmbîn û yê bi bi dijwarî bikîn û binefret dikare bibe sedema bandorên ew qas trajîk ku tevhîkariya komediyê wenda bibe. Lê – tevî ku Shylock ne tenê binlehengek neqişandinê û dekorî ye – ew ne serleheng e jî. Lê wer dixwiye ku di dema Shakespeare de û piştî wî jî temaşevan an lîstikvan jî bi awayek din nêzî Shylock bûne: ji berketin û famkirinek psîkolojî û derûnî zêdetir wek tîpek komîk yê ku dihat nifirandin û pêkenîn. Dema nivîsîna vê berhemê nêzî serdema navîn ya dîroka Ewropayê bû û hingê li Ewropayê cihû ne wek mirovan lê wek afirandiyên iðrenç û gülünç dihatin hesibandin û lehengên cihû di şanoyan de ji bo eşlendirmekê dihatin pêşkêşkirin. Loma ne îhtîmal e mebesta Shakespeare ew be ku Shylock wek remz û sembola bindestiya cihûyan bîne ziman.

Antonio nikare deynê Shylock li gor peymana sîlkirî lê vebigerîne. Shylock dixwaze ku wek ceza ritlek goşt ji ber dilê wî bibire. (Di metnê peymanê de jî ev ceza hatiye dan.) Tevî ku ji Shylock tê xwestin ku vî cezayî sivik bike, ew ji ser a xwe nayê xwarê. Dawiyê rê jê re tê dan ku daxwaza xwe bi cî bîne. Lê şertek li ber tê danîn.

Bi vî awayî Shylock dikeve ber bêgaviyekê û dev ji xwesteka xwe berdide. Lê dawiyê hê ceza li Shylock tê birrîn: madem wî kuştina hevbajariyekî xwestiye, divê hemû samana wî jê bê desteserkirin û Antonio, yê ku di ddoz û daraziyê de bi ser dikeve, şertek din jî li ber datîne: divê ew bibe îsawî ango file! Wek xwendekarek dadweriyê, ez bi vê biryara dadgehê gelekî heyirîm: çawa gilîker dikare bibe gilîlêkirî û bê tawanbarkirin bêyî ku ji aliyê kesekî ve pêşî gilî lê hatibe kirin an jî dozger dozek li dijî wî vekiribe!? Ev biryar li gor dadweriya îroyîn qet ne gengaz e. Di ser hindê re jî, Portia, ya ku bi kincên derewîn ên xortan e û qaşo şandiya dadwerek navdar e, hem rola dadger, hem a dozger, hem a parêzer û hem jî ya şêwirmend dilîze! Lê mantiqî yan nemantiqiya biryara dadgehê nirxek serekî di çîrokê de nalîze ji ber ku hebûna zagonek wisan, a ku bi navgîniya wê ritlek goşt dikare ji ber dilê kesekî bê birrîn, zêdetir dijî wijdana me ya dadî ye.

Di perdeya dawîn a şanoyê de rîtmek şahiyê hatiye bikaranîn lê ew jî ji wê kûriya lîrîkî ne bêpar e ku aşop û xeyalên evîndaran radike ber perên esmanan:

“Rûne, Jessica, û bi çavên xwe li berê ezmanî yê kûr û bi zêrê vebrisok yê, ku nayê hejmartin hatiye xemilandin, binêre û bi rastî çi kewkebeke piçûk a, ku tu dibînî, di liva xwe de wek pêriyekî distire û sazên xwe dişîne bo pêriyên çavzarokî. Ev hevsaziya, ku ji canên herheyî pê ve, kes nabihîse. Tenê em, ku avahiyeke ji heriya bêbihane, nikarin wê bibînin.” (r. 100)

Li raserî herdu evîndaran, Lorenzo û Jessicayê, stêresmanekî geş û bilind heye. Dengê muzîkê tê. Di vê delîvê de Shakespeare helwesta xwe ya li hember muzîkê xistiye devê Lorenzo:

“Kesê ku bi sazê nahese û (dengê sazê -H.M.) wî nalivîne an jî sazên şirîn wî nahejînin, ew afirendekî bi xinizî û xiyanetê hatiye şeqlekirin, li ser fêlbazî û talanê pêda bûye, û bêguman livên canê wî tarî ne wek tariya şevê û xişûşên wî siyahin wek Erebus (dûjehê), û mirovê wek wî divêt bawerî pê nebe. Hilo em guh bidin sazê.” (r. 100-101)

Li dawiyê jî dîsan taybetmendiya dilovaniyê ya li nik Portiayê heyî dubare dibe: Tevî ku Bassanio, mêrê wê, dijî soza xwe gustîlk ji tiliya xwe kiriye û daye kesekî jî, Portia wî dibexişîne; dadiya şeklî xwe vedide û rê dide evîndariyê.

Mam Cankurd bi wergerandina vê berhemê bêguman xwe pirr westandiye lê eserek wiha hêjayî xwewestandinê ye. Berhem ne asan e û hin derên wê pirr asê ne. Asêtiya wê hê jî zêde ye dema em li ber çav bigirin ku berhem berî çar sedsalan hatiye nivîsîn, hem stîl û hem jî ziman ne yê îroyîn e. Wek din jî berhemên klasîk jixwe ji allegorî, remz û sembolan tijî ne. Di ser vê yekê re jî berhemek şanoyî yê ku belkî pirraniya wê bi helbestkî hatiye vegotin… Ev hemû wisan dikin ku wergerandina berhemek wiha qet ne gengaz be. Lê di vê xebata xwe de birêz Cankurd bi ser ketiye. Çend navgîn û alavên ziman bi berdewamî bi çewtî hatine xebitandin û çend caran hin diyalog jî, bi taybetî yên dirêj, wisan şexitîne ku xwendevan nizane mebest ji çi ye. Tevî ku bi gelemperî ziman bi awayekî dewlemend hatibe xebitandin jî, dîsan çend biwêj wergerên rasterê yên zimanek din in lê di ciyê wan de biwêjên kurdî jî hene ku dikarîbûn bên xebitandin. Çend bandorên ji soranî jî ketin ber çavên min. Bi giştî ne dijî hevhîkariya zaravayên kurdî me lê divê hurmetek me ya wisan li hember kurmancî jî hebe ku em li şûna biwêj û şêweyên soranî, yên ku gelek jê bêguman ji pirraniya xwendevanên kurmancî re xerîb in, ên kurmancî bi kar bînin.

Birêz Cankurd wergera xwe ji ber çapên elmanî û erebî kiriye. Min peyv bi peyv werger neda ber çapa orîjînal a îngilîzî lê min ji bo vê nirxandinê hem a îngilîzî û hem jî ya kurdî xwend. Cudatiya herî mezin ew e ku çapa orîjînal bi helbestkî û çapa kurdî jî bi pexşankî hatiye nivîsîn. Bêgotin dê xweştir bûya ku wergera kurdî jî bi helbestkî bûya ji ber ku rîtm û awazên çîrokê dê xurttir bûna û dê ji bo şanolîzan jî asantir bûya ku bala şanohezan bikişînin. Lê wijdana min qebûl nake ku em barekî wiha giran bidin ser milên wergêrên kurd, bi taybetî ku wek din jî ji ber tinebûna derfetan di dest wan de rê li ber teng û asê ne. Birêz Cankurd bi vê wergerekê xebatek pirr hêja kiriye û deriyê zimanê kurdî li Shakespeare vekiriye. Ez hêvîdar im ku em ê bi saya Cankurd û gelek wergêrên din hê gelek caran ji ber gelek berhemên Shakespeare wî vebixwînin mala zimanê kurdî. Berhemên Shakespeare yek ji wan kêm berheman in ku tovê ruxandinê yê dem û dewranan nikariye bandora xwe lê bikin û niha, piştî çar sedsalan jî ew di nav wêjehezan de bi qasî rojên jiyana xwe ya bedenî jîndar e:

Li hemû dem û dewranan

ev şanoya me ya berz dê bi zimanên xerîb,

û li dewletên hê çênebûyî jî bê lîstin.”

William Shakespeare, ‘Julius Caesar’

Leave a comment