Enwer Karahan bergehên berfireh li ber romannivîsîna kurdî vedike

Husein Muhammed

Sapinoz

Berî ku dest bi xwendina romana nû û yekem ya Enwer Karahan, ”Şapînoz” bikim, hinekî ketim dudiliyê: Min berê du kitêbên wî yên çîrokan xwendibûn û gelek jê hez kiribû. Min dizanî ku kekê Enwer di çîroknivîsiyê de gelek biserketî ye loma bi min hinekî xerîb hat dema ku min bihîst ku ew derbasî romannivîsiyê bûye. Lê gumana min ji hinêr û hunera vegotin û nivîsîna Karahanî hewante bû û ne tenê hewante jî.

Di yekem paragrafa romanê de pirsgirêka serlehengê wê li ser devê kesekî din, ku çêr û dijûnan li mamê wî dike, wiha tê pêşkêşkirin: ”Xelkê mêrê we kuşt û bazda ser jina we!”

Lehengê serekî yê romanê, Rustem, kesekî sêwî ye ku babê wî hatiye kuştin û dayika wî bi zilamekî din re ji Dêrika Mêrdînê reviye û piştî demekê li Îzmîra li rojavaya Tirkiyê bi cih bûye. Rustem hemû zarokiya xwe li mala mamê (apê) xwe mezin bûye. Xelk hem gunehên xwe pê tîne ji ber ku sêwî ye û hem jî zarokên derdorê di her derfet û delîvê de henekên xwe pê dikin û wî yekî mîna xwe biqedir nahesibînin. Herwiha malmamanên (malapanên) wî weke newêrek û bêşeref tên dîtin ji ber ku wan Raziyeya dayika Rustemî û Qasimê bergumanê kuştina Derwêşê babê Rustemî nekuştine.

Piştî çend hewldanên têkçûyî yên mam û pismamên Rustemî, mamên wî wî bi xwe di sêzdehsaliya wî de bi rê dikin daku biçe Qasimê ku wek bikujê babê wî tê qebûlkirin û dayika xwe, ya ku li gel Qasimî reviye, bikuje. Rustem ji Dêrikê ber bi Îzmîrê ve bi rê dikeve lê ne ew navnîşana Qasim û Raziyeyê dizane û ne jî wî heta niha ew dîtine ta ku bizane ka ew dişibin kê û çawan in.

Hê bi rê ve nêzîk e ku Rustem agahiyên baş derbarê wan peyda bike lê di heyecana xwe de ji hal diçe û kesa ku pê re nas bûye winda dike. Rustem xwe digihîne Îzmîrê lê çanteyê xwe û demanceya bo kuştinê pêwîst winda kirine. Ew li wê derê hin dêrikiyan anku kesên ji Dêrikê nas dike û tê dikoşe ku xwe bi alîkariya wan bigihîne diya xwe û yarê wê.

Lê di navberê re hê gelek bûyerên ecêb û surprîz hem li Îzmîrê û hem jî li Dêrikê diqewimin û heqî û neheqî bi awayekî hosteyane tevlihev dibin. Gelo Rustem bi rastî kurê Derwêşê kuştî yan jî belkî lawê Qasimê yarê dayika wî ye? Berî ku Rustem Qasimî û Raziyeyê peyda bike, ew dê li Îzmîrê di bêçaretiyê de neçarî çi karkirinê bibe û têkiliyan bi kê re daîne? Seydoş û Şêxmûsê hevalên wî bi rastî ji aliyê kê ve hatine şandin? ”Qehbika” Nehrîman bi rastî kî û ji kû ye? Gelo Rustem dê biwêre yan bixwaze dayika xwe û yarê wê bikuje? Yan eger nekuje, dê bi çi rû vegere nav mirovên xwe?…

Di birêkirina Rustemî de mamê wî Evdirehmanî soz dabûyê ku keça xwe Gulnazê lê bide mehrkirin. Lê paşî Soroyê malaxa dixwaze wî ji kurê xwe Xalidî re bixwaze. Gelo Xalid dê çi bibêje û bala wî bi xwe li ser çi ye? Kesekî din Gulnaz dorpêç kiriye lê ew kî ye?..

Enwer Karahan şahsiwarê vegotinê ye. Hespê hunera hûnandina wî rewan e lê ew hespê xwe tenê li deştên vala û berfireh nabezîne. Karahan geh li nav rezên gund e û carna li sûk û çarşiyên qerebalix û tijî diz û derewker digerîne. Carna di xeyalên pîrejineke berê fileh û niha mûmin de ye, geh jî li kerxaneyê lehengên xwe rût û tazî dike. Te hema dît ku wî tu birî koşka maqûlan û di bîskeke din de bi Rustem re gihandî lêhb û hîlebaziyên qumarkeran. Carna me radiheşîne otobûsên têrtijî yên Îzmîrê, ku tê de endamên cinsî yên zilaman bi ranên keç û jinan ve dizeliqin û rep dibin, geh jî me dike temaşevanên xortên naşî yên ku berî kirinê ji kerxaneyê bazdidin…

Bi lezûbezeke wisa bûyer wisa li hev diqelibin û jiyana lehengan li hev tê alandin ku xwendevan dike carna gêj bibe. Lê ji ber wê entensîteyê ye Karahan xwendevanên xwe ji dest xwe bernade û wan bi xwendinê re zeft dike.

Hin hêz û huner di Karahan û nivîskariya wî de hene ku kêm nivîskar hene ku pê nehesidin: hêza wî ya hema bêsinor ya xeyalkirinê, tecrûbeyên wî yên civakî yên kûr û pirralî û rewanî û zengîniya ziman û vegotina wî. Karahan, wek ku cin be, xwendevanê xwe zeft dike û romana xwe pê dide xwendin: xwendevan mereqdar dibe ka piştî wan rêzikên ku niha dixwîne dê çi biqewime. Lê kêm car ya ku paşî diqewime li gor texmîna xwendevan e. Ev jî meyla xwendinê hê jî zêdetir dike.

Romana ”Şapînoz” (ev peyva nadir tenê carekê di romanê de derbas dibe) bi teknîkeke kemilî, bi bûyerên watedar, bi saloxdaneke bêalî û bi zimanekî dewlemend hatiye hûnandin. Ew dikare bi serbilindî hevrikiyê bi romanên nûjen û hêja yên navneteweyî re bike. Karahan hosteyê bikaranîna zimanî ye û gelek xweş biwêj û îdyomên kurdî di vê romana xwe de jî bi kar tîne. Ev tiştekî hêjayî pesndanê ye lê mixabin hin îdyom zêde hatine dubarekirin (weke ”dayikê weledê xwe avêt” yan ”gû belav kir”) ku êdî dibin klîşe.

Karahan, ne weke hin nivîskarên din yên kurd yên elîtperist, lehengên xwe ne ji qehremanan digire û ne jî wan dike qehreman. Bi zanetî mijarên wî ne bûyerên mezin yên dîroka kurd û Kurdistanê ne lê wan jî di nav rêzikan re bi xwe re digerîne.

Berevajî di berhemên hin nivîskarên din yên kurd de, diyalogên di romanê de bi gotin û stîlên wisan in ku mirov bi rastî dikare bawer bike ku kesên di rewşa lehengên wan de di jiyana xwe ya rastîn de jî wilo dipeyivin. Roman ji aliyê rêzimanê ve jî gelek baş e. Tevî bikaranîna hin peyvên tirkî jî (ku di saloxdana jiyana li Tirkiyê, bi taybetî li Îzmîrê tiştekî siriştî ye lê belkî xwendevanên tirkînezan hinekî lê asê bibin), nivîskar bi kurdî fikiriye û romana xwe bi kurdî nivîsiye. Di rastnivîsiyê de mixabin Karahan di gelek peyvan de ketiye bin bandora tirkî: bi taybetî wî li şûna dengên nerm yên kurdî ”b, c, d” gelek caran peyvên xwe bi hevberên wan yên req ”p, ç, t” nivîsiye (qahpik= qehbik, debançe= demance, Xalit= Xalid û hwd.) Carna jî ew hin peyvên zêde devkî yan devokî bi kar tîne, weke ”bira” bi maneya ”bi rastî”. (Ev ”bira” bêguman dikare di replîk û diyalogên lehengan de hebe lê nivîskar carna wê di beşên saloxdanê de jî dixebitîne.)

”Şapînoz” şakar û şaheserek e ku xwendevan dixwaze bi carekê rûne û ji serî ta binî bixwîne. Lê dema ku digihe rûpelên dawiyê, hêvî dike ku ev vegotina hunermendane bêdawî bidomiya. Dizanim ku nivîsîneke wiha hosteyane çiqas zor û zehmetî, ked û kar divê û berhemên wiha, ne bi roj û mehan, lê bi çend salan jî peyda nabin. Lê dîsa jî neçar im ji kekê xwe Enwer hêvî bikim: hê ji niha ve li benda hê berhemên te me!

Enwer Karahan: Şapînoz. Weşanên Avesta. Roman, 208 rûpela. Stenbol 2010

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s