KURDÎZAR: ferhenga soranî-kurmancî: Q

Muhammed_08-09-01_001_väri-iso-682x1024

Husein Muhammed

Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammed ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî û li bin L î wateya L-ya qelew dide.

 

Q, q

qableme qazan, qûşxane, amana kûr û biqepax ya ku xwarin tê de tê kelandin

qabîl gengaz, qabil, mimkin, tişta ku dikare bêt kirin yan biqewime

qabîne bn kabîne

qaç pî, ling, nig, pê

qaçaw dijber, dijminane

qaçax, qaçax qaçax, revok, ne serbest, ne qanûnî

qaçaxçêtî qaçaxçîtî, karê qaçaxan

qaçaxçî qaçaxçî, kesa/ê ku tiştan yan mirovan dijî qanûnê dibe nav dewletek din

qaçî pêlav, sol, şekal

qaçor serjimara sewalan yan dewaran, jimartina sewalan yan dewaran

qaçûqûç lêb, hîle, fena, dekûdolab, qîle, xap, xapandin

qaf I navê tîpa ”Q” di alfabeya erebî de

qaf II: qaf kirdin birin eskeriyê, şandin eskeriyê, kirin leşker

Qaf çiyayê Qaf, çiyayê ku li gor çîrrokan li dor dawiya dinyayê bû

qafiye qafiye, bend, ristik (di helbesvaniyê de)

qafle karwan, konvoy, qafîle

qaîl bn qayil

qaîm bn qayim

qaj, qaje, qajeqaj qaj, qaje-waj, dengê zirav û bilind

qajandin qajîn, qaje-waj kirin, dengek bilind û zirav ji xwe derxistin

qajik qijik, qajik, qelebask, qelebaçke, zaq, qijika karsek (firrindeyek e, navê zanistî Pica pica)

qal xwerû, saf, paqij, pak, petî

qalas cerr, cerrik

qalmask kevirkan, berdeqanî, tişta ku mirov kevirkan anku û beran dike di nav re,

di destê xwe de badide û vediweşîne daku kevirê tê de bigihe dûr

qalib qalib, form, dirûv, dirh, şêwe, awa, terz

qalî, qalîçe xalî, xalîçe, berrik, mehfûr, hêsîl, rayêxek

qalonçe kêz

qalor xulole, qurmê darê yê ku di nav de hin der jê vala anku xalî ye

qalûşk tîvil, qalik, qaşil, tûşil, tûvil, kevil, beşa bi ser hin fêkî û sebzeyan ve ya

ku ji ser tê rakirin berî ku bên xwarin

qamçî T tazyane, tajank, vejendek, qamçî, şelaq, celde

qamik, qamk til, pêçî, tilî (hw: pence)

qamîş rûl, çîx, qamîş, qamûş, giyayê dirêj yê ku li beravan şên dibe

qamûs E ferheng, peyvname, qamûs

qan dor, sire, nobet, gerr

qang dû, dûkêl, dûxan, moran, hilm, bixar, mij

qangile, qangle girê, pêç, girêk, pêçik

qanûn I zagon, qanûn, yasa, bend, rêbaz, qeyd

qanûn II qanûn, amûrek muzîkê ye

qanzac, qanzanc bn qazanc

qap I qap, aman, firax, sênî

qap II gozek, girêkên ku li herdu rexên piyên mirovî hene

qapêlk qalik, zirx, tişta/ê req yê bi ser tiştek nerm ve daku ziyan negihe yê nerm

qapî derî, dergeh, derok, cihê ku mirov tê re diçe hindirr yan derdikeve derve

qapîwan dergevan, derîvan, zêrevana/ê derî

qaqa haha, kenîna bi dengê bilind û zêde

qaqbe-qaqb qebqeb, qaqbe-qaqb, gaziya kewan

qapût saqo, qapût, palto, çakêt, cilê stûr û germ yê ku mirov bi taybetî zivistanan li xwe dikin û

sîng û piştê ji sarmayê diparêze

qaqil qalik, qapik, qelpik, tişta/ê req yê bi ser tiştek nerm ve

qaqim qajik, delek, ajelek guhandar e ku pûrtê wî gewr e lê zivistanê spî dibe

qar xem, derd

qar, qare-qar qarr, qarre-warr, dengê bilind yê girînê

qarçik kivark, kuvark

qareman qehreman, çeleng, fêris, pelewan, şampiyon

qaremanane qehremane, çelengane, fêrisane, pelewanane, şampiyonane, wek qehreman

qarî pîrevok, pîrhebok, pîretewt, cadû; pîrejin, jina pîr

qarjing bn qirjal

qarnan çepel, çil, nemerd, tema, çirûk, destgirtî, ne destvekirî

qarnanî çepelî, çilîtî, nemerdî, temahî, çirûkî

Qarûn Qarûn, li gor Quranê û Pîroznameyê kesek pirr dewlemend bû lê dîsan jî ji malê dinyayê têr

nedibû ta ku bi xwe di nav xezîneyên xwe re fetisî; her kesa/ê pirr zengîn

qarûne kirm, kurm

qars I hildayî (wek dang û huçikan)

qars II sil, xeyidî, xeyidandî, enirrî, kerbvekirî

qars III: qarsî qiyamet roja qiyametê, roja hesabê, dawiya dinyayê, roja axretê

qasîd peyamber, qasid, nameber, kesa/ê ku peyaman anku mesajan digihîne cihê wan; peyamber,

pêxember, resûl

qasnax amanek e bo pîvana dexlî, nêzî 32 kg dan diçiyê

qasp, qaspe, qaspe-qasp qeb, qebqeb, dengê kewan, dengê mîna yê kewan

qaspandin qebîn, qebqebîn, dengê kewan ji xwe anîn

qaş ker, pirt, parçe, teqal

qaşax pirêz, zevî piştî dirûnê

qaşk qelp, qalik, qaşik

qaşne cûnek masiyan e

qaşûlk bn qaşk

qat I (nimom) qat, xaniyên li ser hev, malên li ser hev

qat II car, bar, carî, -bare, qas, qat: Ew dû qatî min parey heye. Wî du car qasî min pere heye.

qat III (cilûberg) taxim, qat, pantolon û cakêt û krawat

qat IV kêm, hindik

qatir hêstir, qantirr

qaw 1) qaj, qarr, qaje-waj, qarre-warr 2) galegal, gotegot, çirr-çirr, gotinên derew

yan yên bêbingeh

qawe qehwe, qawe, vexwirakek wek çayê ye û bi taybetî ji ber kofeîna wê tê

vexwarin daku xewê yan westê verevîne

qawegêr qehwegêrr, kesa/ê ku li qehwexaneyan qehweyê îkramî bikirran dike

qaweltî taşt, têşt, xwarina spêdeyê, xwarina ku mirov serê sibê dixwe

qawexane qehwexane, cihê ku mirov dikare qehweya kelandî jê bikirre û lê vexwe

qaweyî qehweyî, qehwerengî, rengê mîna rengê qehweyê yan axa têrav

qaweçî qehwevan, qehweçêker yan qehwegêrr

qawit, qawut mêdek, xwarina ku mirov li gel xwe dibe seyranê yan seferê

qawix, qawix, qawux, qawux qelp, qalik, qaşil, tist_a req ya bi ser tiştek nerm ve

qayex, qayex belem, kelek, qayik, keştîk, gemîk, keştiyên biçûk

qayil, qayîl razî, qanih, îqna, qayil

qayim, qayîm xurt, qayim, xweragir, req, ne sist, tişta ku zû naşkê yan bi awayek

din ziyandar nabe

qayimî, qayîmî xurt, qayimî, xweragirî, reqî, ne sistî, ne şkêbarî

qayiş, qayîş kemer, qayiş, ben, doxîn

qaz qaz (werdekên gir)

qazan qazan, qûşxane, amana kûr û biqepax ya ku xwarin tê de tê kelandin

qazanc qezenc, feyde, kêr, kar, mifa, sûd, fêde, qazanc

qazax paqij, pak, bijûn, temîz, bimerêz; pejirandî, pesind, qebûl

qazewan qazvan, kesa/ê ku qazan xwedî dike

qazî qazî, dadgêrr, hakim, birêveberê dadgehê

qazme qezme, tevir, amûrek mîna biviran yan çakûçan e lê bo kolandina axa req û hişk tê

bikaranîna

 

qela kel, kele, kelhe

qebahet qebahet, hetik, şermezarî, rûreşî

qebar hindirr, nav, beşa nav de

qebare qebare, bergeh, berfirehî

qebe qebe, qurre, serhişk; nelihev, bêteşe, nelibar

qebel 1. qebel, qewl, erk, peywir, wezîfe, bar, berpirsiyarî 2. qebel, qewl, peyman, soz, kontrat

qebeyî qebetî, qurretî; nelihevî, bêteşeyî, nelibarî

qebil, qebl texmîn; nirxandin, selmandin, nirxê tiştekî diyarkirin

qebilan, qeblan hatin texmînkirin; hatin nirxandin, hatin selmandin, hatin ecibandin

qebilandin nirxandin, selmandin, ecibandin; texmîn kirin

qebilaw, qeblaw, qebilênraw, qeblraw nirxandî, ecibandî, selmandî; texmînkirî

qebir, qebr gorr, qebir, tirb, mezar, ziyaret, qebr, menzel

qebiz, qebz qebz, girtî, genî, ne herrikbar

qebze bn qewz

qebzenûşte bn nûşte

qecerî cûreyek kurtanan e

qed I qed, pirt, parçe; bejn, dirêjahiya kesekî

qed II qat, tebeq, çîn

qed III qiyas, qas, qeder, miqder, mêjer, çendînî

qed III verêj, verêjk, boriyên ku av pê de ji serbanan tê xwarê

qedbir kurtbirr, kinbirr, veqetîner, veqetandî

qeder I qeder, nesîb, qismet, felek, enînivîs, rojgar, çarenivîs, çarenûs

qeder II qeder, qas, qiyas, miqder, mêjer, çendînî

qedexe qedexe, qaçax, memnûh, yasax, dijî qanûnê

                      qedexe kirdin qedexe kirin, qaçax kirin, memnûh kirin, yasax kirin

qedexeker qedexeker, qaçaxker, memnûhker, yasaxker

qedexekiraw qedexekirî, qaçaxkirî, memnûhkirî, yasaxkirî

qedir, qedr qedir, biha, nirx, qîmet, giranî

qedîfe qedîfe, mexmer, mexmel

qedîfeyî qedîxefyî, mexmerî, mexmelî

qedîm kevnar, kevn, qedîm, dêrîn, dîrokî

qedpal tenişt, kêlek

qedr bn qedir

qedûbala bejnûbal, bejn, dirêjahiya kesekî

qef stûrî, qalindî, qalinî, stûrbûn, qalindbûn

qefes, qefez rekeh, qefes

qefese, qefeze kolik, xanîkê biçûk û (t bo mirîşkan), xaniyê bêserûber

qefîj pîvaneke dexlûdanî ye

qeftan keftan, kiftan

qehbe qehbe, fahîşe, dêlik, xwefiroş, leşfiroş, bilh, orispî, bêşeref, bênamûs

qel I qirrereşk, qirr (firrindeyek e, zoo. Corvus)

qel II navenda meydanê di lîstika qelemirdarê de

qela kelhe, kel, qele

qelaço komkujî, tevkujî, qirrkirin, telaftin, birandin, birhandin, qelaşo, qetlîam

qelafet qelafet, bastûr, bejn, bejnûbal, bunye, cuse, binetar, binik

qelan bilot, qûnbilot, xwe tewandî û qûna xwe bilind kirî

qelas sinbil (bi dexlûdanan ve)

qel bn qilîş

qelb qelp, sexte; pûç, xirş

qelb dil, qelb

qelbe 1. strî, dirrî, strîk, dirrîk 2. bela, qeza, qeda, miqeder, bûyerên xirab yên bi serê mirovan tên; pirsgirêk, arîşe, kêşe, problem, mişkîle

qelbez hilavêtin, bilindbûn û ketin

qelbeze gerrav, zivirrok (ava çeman li cihên ku bilez e)

qel qeplî, sextetî, sextekarî

qelebaçke qijik, qajik, qelebask, qelebaçke, zaq, qijika karsek (firrindeyek e, navê zanistî Pica pica)

qelebalix, qelebalix qelebalix, qerebalix, îzdiham, geremol, apore, boşî, hebûna zêde mirovan yan tiştan li derekê; qelebalix, dengûdor, dengê zêde bilind

qelebelek qirrbelek (hin cûreyên firrindeyan in)

qelem 1. qelem, pênûs, pênivîsk, amûrê hibirxwer yê dirêj û zirav bo pênivîsînê 2. kelem, darikê zirav û tûj 3. cew, mûç, mûçik, eskene

                      qelem dadan qelem tiraşîn, qelem tûj kirin

                      qelem qusandin, cew kirin, hilû kirin, çeqên daran (yan davên dirêj yên porr/rî) yên zêde dirêj qusandin

qelembaz xweavêtin, xwe ji cihekî bi gavekê avêtin cihekî din

                      qelembaz bûn / dan xwe avêtin, xwe di ser re avêtin

qelembir kêrik, kêra berîkê

qelemdan qelemdank, pênûsdank, pênivîskdank, cihê ku qelem tê de tên bicihkirin

qelemirdarê lîstikek e ku dişibe beysbolê

qelemrew nifûz, bandor, tesîr, kartêkerî, otorîte

qelender, qelenger qedwêşên gerrok

qelereşke qirrereşk (hin cûreyên firrindeyan in)

qelew qelew, têrgoşt, zexm, şîşman, şîşko; stûr, qalind, qalin: lamî qelew L-ya qelewe (wek di peyva „welat“ yan „sal“ de)

qelewî qelewî, qelewîtî, têrgoştî, zexmî, şîşmanî, şîşkotî

qelfe deste, taxim, kom

qelişt bn qilîş

qelmaseng bn qoçeqanî

qelteban nezan, cahil

qelxan mertal (amûrê pêxweparastina ji derbeyên şûr û tîr û riman)

qelxanî ehlê heq, êzidî (bi taybetî li Rojhilata Kurdistanê)

qemçî qamçî, şiv, şivtan, tazyane

qemçûr baca ku ji pez tê dan

qeme qeme, xencera devikdirêj û rast; singû, şilf, bayonet, alkolk, gilç, nize

qemere tirimpêl, erebe, seyare, otomobîl, taksî, qemere

qemt qemt, du gûz/fisteq yan tiştên din yên ku bi hev ve şên bûne

qemter sîberka ku dixin ber çavên hespan daku lip aş yan li rexên xwe nenere

qemtere lehî, avrabûn

qenare çengel, goçel, çangil, adoy, çilpik, qinar; sêdare, dara îdamê

qend qend, kabikên şekirên, libên req yên şekirê

qendax, qendaw qendav, ava germ ya şirînkirî bo vexwarinê

qende cûreyek qelûnan e

qendedar qelûngêrr, tijîkerê qelûnê, xulamê axayekî

Qendîl çiyayek e li Başûrê Kurdistanê; navek kurran e

qendîl cûreyek fanosan/lampeyan e

qenefe bn qenepe

qenepe sofa, qenepe, qanepe, rûniştek

qenge bn qende

qengîle leblebî, nokên kelandî û tûjkirî bo xwarinê

qep gez, leq, gestin, leqlêdan, gezandin, bi didanan birrîn/jêkirin

qepal parî, parû; gez, leq, gestin, leqlêdan, gezandin, bi didanan birrîn/jêkirin

qepan qepan (amûreke kêşan û pîvana giraniyê ye)

qepat qepat, girtî, daxistî, bestî, ne vekirî, ne vebûyî

qepat bûn qepat bûn, hatin girtin, hatin daxistin, hatin bestin, hatin asêkirin, hatin qerrasedan

~ kirdin qepat kirin, girtin, daxistin, asê kirin, qerrase dan, bestin, daêxistin

qepatker qepatker, asêker, daêxer, daxer, bester, qerraseker

qepatkiraw qepat, qepatkirî, daxistî, daêxistî, asêkirî, qerrasedayî, bestî

qepax qepax, derdank, derqefank (serê qazanan û tiştên wek wan)

qepirxe, qepirxe kêlek, tenişt

qepol kulox, tasa serî

qepoz lixav, devbend; lixav, devûlixav, poz

qepûçk qiçqirç, dengê qirçandina tiliyan yan dengek din yê wisa

                      qepûçk lê dan qirçandin, dengê qirçqirc-ê jê anîn

qeqnez firrindeyekî çîrrokî ye, weke fenîks e

qera qas, qiyas, qeder, mêjer, miqder

qeral paşa, qiral, padişa, şah, melik

qeralêtî paşatî, qiralîtî, padişahî, şahîtî, melikî

qeralîçe qiralîçe, şabanû: jina padişahekî; padişa jin

qeram berg, cild, qepax

qerar biryar, qerar, qirar

                      qerar dan biryar dan, qerar dan/girtin

qerarga biryargeh, baregeh, qerargeh, qirargeh

qerase qerrase, qirrase, darê yan zincîra ku derî yan tiştek din pê tê asêkirin

qeraş mêrg, çîmen, çayir, çergeh, çêrgeh

qerax rex, kinar, qerax, lêwar, kevî, berav, perav, qirax

qeraze bn qerase

qere I têkilî, peywendî, eleqe, kontakt, nêzîkahî

qere II qere, maça, di lîstika kartan nîşanên reş yên ku dişibin serikên riman (♠)

qerebalix, qerebalix bn qelebalix

qerebîne qerebîn, bêrdang, karabîn, tifeng namlûkurt

qerebû qerebû, tezmînat, pareyê yan malê ku ji kesekî re tê dayîn ji ber ku ziyanek/zererek li wî yan malê wî bûye

qerec qereç, mitirb, mitrib, qereçî, miletekî gerrok û parsek e

qereçêwe îskele, dep, darê ku karker li ser disekinin dema ku avahiyekî ava dikin yan tamîr dikin

qereqac qereqac, sesbanî (bot. Sesbania)

qereqawul qerqewil, tîtav, semanek, çor, firrindeyekî girs yê nav zevî û bûstanan e (Phasianus)

qereqoş keyfî, kêfî, bêdadî, bêedaletî

qerewêle text, nivîn, nivînê darîn yan asinî yê bipêpik ku doşek li ser tê danîn û mirov li ser dinive/ radize/ radikeve/ dixewe

qern sedsal, qirn; serdem, zeman

qerqeşe qerqeşe, serêşî, gengeşe, xepse, qerbalix, geremol, apore, tevlihevî

qersîl qesîl, zil, qamir, qamîş, qurr, berdû (giyayek e)

qerz qer, qerz, deyn, pareyê yan malê kesekî yan bankekê ku mirov biemanet jê werdigire û divê dîsa (bi gelemperî li rantê/faîzê re) lê vegerîne

qerzar bn qerzdar

qerzdar deyndar, qerdar, qerzdar, kesa/ê ku pareyê yan malê kesekî yan bankekê ku mirov biemanet wergirtiye

qerzdarî deyndarî, qerdarî, qerzdarî, hebûna deyn, rewşa kesa/ê deyndar

qerzkwêr kesa/ê ku zû zû deynê xwe nade

qesab qesab, serjêker, serbirr, goştkar

qesabî qesabî, goştkarî, karê qesaban, serjêkirin û gurûn û hûrkirina goştê heywanan

qesabxane qesabxane, cihê ku ajel lê tên serjêkirin û goştê wan bo firotinê tê amadekirin

qesem sond, qesem, sûnd

qesetore kêr, çeqo, şefir, satore

qesp qesp, xurme

qest merem, mebest, qest

qestem bn qesem

qeşan çal, nîşana spî li eniya hespan û hin heywanên din

qeşe qeşe, keşîş, papaz, birêveberên dînî yên yên fileyan/mesîhiyan/îsawiyan (hevberî melayên misilmanan)

qeşeng bedew, spehî, delal, xweşik, ciwan, rind, keşxe

qeşengî bedewî, spehîtî, delalî, xweşikî, ciwanî, rindî, kexşetî

qeşmer qeşmer, qişmer, pêkenok, qerfok, henekî

qet qet, hîç, ti car, qetiyen, hergîz

qetar I 1. sira, sire, rêza tiştên li pey/dû hev 2. trên, qîtar, şemendefer, amraza veguhastinê ya ku li ser rêya asinî dimeşe

qetar II navê awazeke gelêrî ye

qetil bn qetl

qetîs qut, çik, hişk, miçiqî, zuha, ziwa (av li coyekê/kaniyekê, rondik/hêsir di çavan de)

qetîs bûn qut bûn, çik bûn, hişk bûn, çikîn, miçiqîn, zuha bûn, ziwa bûn

                      qetîs kirdin qut kirin, çik kirin, hişk kirin, çikandin, miçiqandin, hişk kirin

qetl qetil, qetl, mirovkujî, mêrkujî, kuştin

qetran qetran, madeyekî reş û çirr û bidon e

qewad bn gewad

qewal qewal, (di nav êzidiyan de) kesê ku qewlên êzidiyan dixwîne û bac û qurbaniyan ji bawermendan werdigire

qewan qewan, plaqa, dîska fonografîk; kuvan, qewanê fîşekan

qewar kewar, kun, qul

qeware çarçove

qewarok kakil, navok, navik

qewat bn nerît, dab û nerît

qewet hêz, zever, qewet, taqet, xîret

qewil bn qewl

qewim bn qewm

qewiman bn qewman

qewl 1. qewl, soz, peyman, ehd 2. (di êzidîtiyê de) qewl, dua, lava

qewm gel, netewe, qewm

qewman qewimîn, (bûyerek) çêbûn, (qezayek/belayek) peyda bûn, rû dan

qewmandin qewimandin, bûn sedema belayekê/qezayekê

qewmaw qewimî, rûdayî

qewz, qewze kevz, giyakê kesk yê ku li ser avê şên dibe û jehrewî ye (t ava genî/girtî)

qey qey, encam, akam, netîce: qey niye/nakat qey nake, tişt nabe, xem nake, ti (tiştek xirab) nîne (ji kesekî re tê gotin ku lêborînê dixwaze yan poşman e). Qey çi ye ma çi ye, tişt nabe, xem nake

qeyase teng, navteng, kemera ku pê kurtan û sercil li dewaran tên şidandin

qeyçî bn meqest

qeyfe qedîfe

qeyim, qeyîm qayim, qaîm, xurt, xweragir

qeymax, qeymax sertûk, qeymax, mastê têr-rûn

qeyran qeyran, krîz

qeyre navsere, navsale, mirova/ê ku êdî ne xort/ciwan e lê hê pîr jî nebûye; (mecazî) dinyadîtî, şareza, têgihiştî, zana

qeyreberan beranê pêncsalî

qeyrejin jina navsere

qeyrekiç keça di mal de mayî, jina ku bûye navsere lê hê jî şû/mêr nekiriye

qeyremêrd mêrê navsere

qeyser qeyser, emparator, padişa, şah, melik, qiral

qeyserî qeyserî, sezeryen

qeyserqû nalîn, girîna kinkinî, girî û gazinên bi dengê nizm

qeysî mişmiş, mijmije, qeysî (mêweyek lêzimî xoxan e lê hûriktir e)

qeytan qeytan, benên ku pêlav/sol pê tên şidandin daku ji piyê mirovî nebin

qez qez, hevrîşmê/armûşê xav

qeza I qeza, bela, qeda, bûyera xirab, miqeder, bûyerên xirab yên bi serê mirovan tên

                      û bela qeda û bela, miqeder, bûyerên xirab yên bi serê mirovan tên

qeza II bajarrok, navçe, dever, nahiye

qezaz qezvan, qezaz, kesa/ê ku karê qezê dike yan qez difiroşe

qezazî qezvanî, qezazî, karê qezazan

qezwan qezwan, kizwan (darek û libên wê yên hûrik ku tên xwarin yan jî tizbî jê tên çêkirin)

 

 

qêz nefret, kerb, kîn, qehir, qehr

 

 

qiçandin [-qiçên-] xapandin, xirandin, bi ser de birin

qid, qide, qideqid qidqid, qid, dengê mirîşkan yan dengê wek yê mirîşkan

qifil qilf, qifil, kilîl, kilît, qerrase

qij pirç, porr, mûyên serê mirovan

                      ~ dahênan porr/pirç şeh kirin

                      ~ rinînewe porr/pirç kêşan

                      ~ şane kirin porr/pirç şeh kirin

qije kef (ya ku bi ser û tiştên wisa dikeve)

qijin têrmû; porrstûr, pirçstûr

qijzerd porzer, pirçzer; kezîzer

qil parî, pirt, parçe, perçe

qilîblî galgal, galegot, lewçetî, axivîna bêmane

qilîş derz, keliş, şeq, cihê ku kelişiye yan hatine dirrandin

                      ~ birdin/ tê kewtin derizîn, kelişîn, derz ketinê, şeq bûn

qilîşan derizîn, kelişîn, şeq bûn

qilişandin derizandin, kelişandin, şeq kirin

qilîşaw deriziyayî, kelişiyayî, şeqbûyî

qilp 1. qulp, qulipîn yan qulipandin, qelp, qelibîn yan qelibandin, wergerrandin, wergêrran, serûbinbûn, serûbinkirin 2. dengê bihêz yê qulipîna yan qulipandina tiştekî (t. avê)

                      qilp bûnewe qulipîn, qelibîn, wergerrîn, serûbin bûn

                      qilp kirdinewe qulipandin, qelibandin, serûbin kirin, wergerrandin, wergêrran

qilpandin qulipandin, qelibandin, wergerrandin, wergêran, serûbin kirin

qilyan qelûn

qimîş bn qumûş

qin bn king

qinc qinc, rik, rikûrast, berjor, ne xwehr yan tewiyayî

qincûqît, qinc û qît rikûrast, rik û rast, rikerast, tam berjor

qinçik bistîk, dav, lem, çiqên nazik yên gulûgiyayan

qinçikecigere qopikê cigareyê, cigareya kurt; (mecazî/dijûn) kundiloşk, kesê pirr qut/kurt/kin

qing bn king

qinyat qanihî, qaîlî, qinyat, qanihbûn, qanihkirin, qaîlbûn, qaîlkirin

qir qirr, qirrkirin, telaftin, birandin, birhandin, jinavbirin, komkujî

               ~ hatin qirr bûn, qirr ketinê, qirr pê de hatin, qirr pê ketin, ruxîn, wêran bûn

~ hênan qirr(a hin kesan yan tiştan) anîn/înan, wêran kirin, qirr kirin, ruxandin, hilweşandin

               ~ tê kewtin qirr ketinê, qirr pê de hatin, qirr bûn, ruxîn, wêran bûn

               ~ tê xistin wêran kirin, ruxandin, hilweşandin, pûç kirin, xirab kirin

qiran I birihan, biran, qirr bûn, telifîn, hemû mirin, ti jê neman, hatin qirrkirin, ketin ber komkujiyê, bûn goriyên/qurbanên komkujiyê

qiran II navê pareyekî zîvî bû

qirandin pêşbîniya qewimîna tiştên xirab kirin

qirç qirç, qirçeqirç, qirçandin, qirçîn, dengê ”qirç” yê şkestina tiştekî yan ji jigehçûna hestiyan; dengê qirçqirç yê şewitîna/sotina tiştekî

qirçandin qirçandin, qirçeqirç jê anîn, qirçeqirç kirin, dengê şkestinê jê anîn; dengê şewitandinê jê anîn

qirçaw qijikî, qijikiyayî, zêde keliyayî

qirçe 1. qirçqirç, dengê şewitîna di nav agir de; dengê şkestina tiştekî 2. çileyê havînê, kel, germiya zêde: qirçey germa/hawîn kela havînê, çileyê havînê

qirçeqirç qirçeqirç, dengê ”qirç” yê berdewam

qirdêle qirdêl, sinceq, amûrek e ku jin û keç pê pirça/porrê xwe girê didin

qire I, qireqir qerqeşe, qerebalix, xepse, dengekî bilind û qîjqîjî

qire II kesa/ê li dawiyê

qire qirrereşk, qirr (firrindeyek e)

qirjal kevlaj, kêvlaje, kerevîd, istakoz

qirm I pirr xwestin, ji dil hêvî kirin

qirm II dengê ”qirç” yan ”qirp”

qirmiz rengê sor, rengê sore geş

qirmizî sor, sorê geş

qirnîs serhişk, înato

qir qirûş, hûrde; tişta/ê bêbiha yan bêwate

qirpol (fêkiyê/gûzên) xirş, xalî, pûç

qirqêne qirpik, hilqik, qulpik, yeq, bi dengekî piçekî bilind derketina gazên zikî di devî re

qirqire palanga

qirs nirxandin, selmandin

qirsandin nirxandin, selmandin, nirxê tiştekî diyar kirin

qirsaw nirxandî, selmandî

qirşe qirş, zilik, davên giya yên hişk; genimê sinbildayî

qirt, qirte, qirteqirt qirt, qirç, qirçeqircc, qirteqirt, dengek e

qirtan qirçîn, qirtan, dengê „qirt“ jê hatin

qirtmaxe qalik, qepûşk, qemûşk

qirûhûr qerqeşe, qerebalix, xepse, dengekî bilind û qîjqîjî

qirûqep, qiruqep mit, bêdeng, bêpêjn

qirx pixepix, pixpix, dengê bihêz yê nefeskêşanê di xewê de

qirxandin pixîn, pixepix di xewê de kirin

qirxe, qirxeqirx bn qirx

pirxin pixok, kesa/ê ku di xewê de dengê pixpix jê tê

pirxol bn qirxin

qise peyv, bêje, gotin, kelîme, qese, qise; axivîn, peyivîn, xeberdan, qisekirin, qesekirin

~ gêranewe vegotin, bas kirin, qal kiri, gotin vegêrran

~ hebûn gotin hebûn, xwestin tiştekî bibêje

~ kirdin peyivîn, axiftin, xeber dan, qise kirin; deng kirin, deng ji xwe anîn, dey kirin

                      ~ kirdin be yek hevbîr bûn, hemfikir bûn

                      ~ le gel kirdin li gel … peyivîn, bi … re peyivîn

                      ~ qiselok galegall, gotegot, gotinên pûç û bêbingeh, lewçetî

qisebaz berguman, berbehs, spekulatîv

qisebazî bergumanî, berbehsî, berbasî, spekulasyon

qisebir 1. gotinbirr, peyvbirr, kesa/ê ku gotina kesekî disekinîne 2. dawiya axivînê

qiseçên fesadker, fitneker

qiseker qiseker, peyvdar, axiver

qiselerû rastgo, rastbêj, ne derewker, ne derewîn

qisetal gotintal, zimantehl, kesa/ê ku gotinên xirab dibêje

qisexoş zimanşirîn, kesa/ê ku gotinên xweş dibêje

qisil gêç

qisin bn qisn

qisn kelek, nijar, dîwarê bêban yê li derdora zeviyan yan dermalan; gorr, tirb, qebir; kelhe, birc

qisir stewr, nezok, ajela ku têjikan nade anku nazê

qisûr kêmasî, qisûr, nuqsan, niqsan, qusûr, feramoş

qişle qişle, eskerxane, leşkerxane, leşkergeh, eskergeh

qişqere qijik, qajik, qelebask, qelebaçke, zaq, qijika karsek (firrindeyek e, navê zanistî Pica pica)

qişt, qiştîlane xişkok, xweşik, hûrik û xweşik, şirînok

qit qut, veqetiyayî; şûm, neqet

qiwên qûn, qul, paşkunik

qix qix!, pîs e!, neke devê xwe, pîs e! (di axivtina ji zarokan re)

 

qîble qîble, aliyê ku misilman berê xwe didinê dema ku nimêjê/nivêjê dikin

qîbleniwên, qîblenima qîblenima, (bi şaşî: qîblename), kompas, amûra ku qîbleyê nîşanî mirovan dide

qîj qîj, qîjîn, qîjên, dengê bilind û zirav (t yê giriyê yan gaziya jinan/keçan)

qîjandin qîjîn, dengek bilind û zirav ji xwe anîn

qîjeqîj, qîjûhûr qîjqîj, qajewaj, dengê berdewam yê bilind û zirav

qîle qîle, hîle, lêhb, lêb, dekûdolab, xap, xapandin, diserdebirin

qîme qîme, goştê hûr/hûrkirî

qîmekêş cûreyek kêrên mezin yên hûrkirina goştî ye

qîmet qîmet, nirx, biha, qedir, qiymet

qîn kerb, kîn, nefret, qehir, qehr, rik, rikmane

                      girtin bikerb bûn, qehirîn, nefret kirin

qînawî bikerb, bikîn, binefret, qehirî, enirrî, birikmane

qîndar kerbdar, bikerb, kîndar, bikîn, nefretdar, binefret, birik, riko, birikrmane, rikmanedar

qînewin nehez, neşirîn, naletî, lanetî, erjeng, pîs, herrimî, heram, necis

qînleber, qînlesik tolxwaz, riko, înato

qîr qîr, asfalt, madeyê reş û çirr û têr-don yê ku bi taybetî bo çêkirina kuçe û cadeyan tê xebitandin

                      qîr û siya lê kewê! qîr lê qîr! Ne xema min e! de neyse!

r qîrr, qîrrîn, qîjîn, qajewaj, qarrewarr, qarrqarr, dengê bilind yê gazîkirinê yan girînê

qîrac perawêz, not, nîşe, têbînî

randin qîrrîn, qîjîn, qajewaj kirin, qarrewarr kirin

re, qîreqîr qîrrîn, qêrrîn, hawar, gazî, qîjîn, qajewaj, qarrewarr, qarrqarr

qîrsiçme serhişk

qîrtaw asfalt, qîr, rêya ku bi qîrê hatine çêkirin

qîrtebeq sêniya firoşkarên şirîniyan ya ku li ser serê xwe digerrînin

qît rik, rast (ne xwar/xwehr), qinc, qît, rep, req

qîtke klîtorîs

 

qoç I qoç, şaxên beranan

                      ~ hawîştin/ lê dan qoç lê dan, bi qoçan êriş kirinê

qoç II gupik, lûtke

qoçan bn qewale

qoçax çist, bizever, zîrek, lezgîn

qoçdar qoçdar, biqoç, bişax, şaxdar

qoçeqanî kevirkanî, berdeqanî

qoçke qûçik, konî, kumik, kumên konîk yên ku zarrok dikin serê xwe

qojyane gimgim, dîlmar (Varanidae)

qol 1. mil (beşa destan ya jorîn) 2. huçik, huçk (beşa cilan ya ku dikeve ser milan) 3. hêl, rex, mil 4. beş, mefreze, ref (ya leşkerî)

qol helkirdin, helmalîn zend hilkirin, huçik hildan; (mecazî) xwe bo karekî amade kirin

qola lihev, saz, birêkûpêk

qolanî bn qolonya

qolbend, kolbest destgirêdayî (t. li piştê)

qoldax bazin, bazing

qole deyn, qer, qerz

qolonya gulav, qolanî, ava bêhndar (bêhnxweş) ya ku mirov li xwe dike

qolt bn qort II

qoltir kincirr, perritî, bêserûber

qomîser komîser, polîs

qomîte komîte, deste, lijne, ekîb, koma birêveber yan biryarder

qonax I qonax, qûnax, merhele, gihanek, faz

qonax II qontax, qûntax, paşiya amûrekê yan çekekê: qonaxî tifeng qontaxa tifekê/xedarê

qondere I qondere, qûndere, pêlav, sol, şekal

qondere II bilq, çip, dilop dema ku dikeve nav avê

qongire birc, qube

qonterat kontrat, peyman, eqd

qopçe qumçe, qupçe, merîk, meyîk

qopen giyayê borr/bilind

qopiye, qopî I kopî, qopî, jibergirtin, dubarekirin

qopiye, qopî II avzêm, çirrav, avzêl

qor qels, lawaz, zeîf, hestîk, çermok

qor I bifitiq, fitiqdar

qor II pûç, xirab, bêhiş, bêaqil, qurre

qor III zengil, zeng

qorandin qurrîn, qurr-qurr kirin (zik ji ber birçê/birsê)

qordûn zincîr (t. ya demjimêrkên berîkê)

qore, qoreqor qurr-qurr: dengê zikê vala ji ber birçê/birsê); gurme-gurm, dengê ewran, birûskan; qorr-qorr, dengê girîna bi dengek bilind; orre-orr, dengê ga û gamêşan

qorix heciz kirin, girtin, rezerve kirin

qorî çaydank, çadank, qorî, qorîk

qorîcan xavlêcan, qalincan, (Galanga officinalis)

qorîtan bêşerm, bêerz, bêfedî, bêfihêt

qoqiz qoz, qop, kop, kûj, konveks; berdest, berceste, berçav, diyar

qoqizî qozî, qopîtî, kopîtî, kûjîtî, konveksî, konveksîte; berdestî, bercesteyî, berçavî, diyarîtî

qorqore vizik, mishar, mis’ar, misar

qort I asteng, kendûkosp; girê, girêk

qort II hilingivîn, hilingiftin, piyê xwe bi xeletî li derekê dan û ketin yan kirin ku bikeve

qoşme pêkenok, qerfî, henekî, galteyî

qotik qutik, qutk, çakêtê huçikkurt

qotir (heywanên) pîr û bêçare

qotîn serkot, serqot, serhît, hît, ser-rût

qox I xox, bn heştalû

qox II kox, koxik, qox, qoxik, xanîkê biçûk û bêserûber

qoxil bn goxil

qoz I kexşe, qeşeng, xweşik, bijare, rind, delal

qoz II qoz, koz, di lîstika bi kartan de karta ku dikare zora hemûyên din bibe

qozî kexşetî, qeşengî, xweşikî, bijaretî, rindî, delalî

qube qube, qub, gumbet, serbanê gilover yê mizgeftan û hin avahiyên din

qubulî biryam, rîsoto, girara ji birincî û goştî û sebzeyan

qubûl 1. pejirandî, qebûl 2.koşka jinan, civata jinan

                      ~ bûn qebûl bûn, pejirîn, hatin qebûlkirin/pejirandin

                      ~ kirdin pejirandin, qebûl kirin

qucûl muxtar, qeymeqam

qujaxe qalik, qapik, cihê ku kakilên mêweyan yan gûz û nokan tê de ne

qujbin kunc, kuncik, qulaç, qunc, quncik

qul I kole, benî, evd

qul II gozek, girêka navbera pî û ling/çîm

qul III qopik, pirta/parçeya kurt ya ji tiştekî mayî: qulî cigere qopikê cigareyê

qul I bn kul I

qul II bn kul II

qulan bn helqulan

qulanc pîvanek e bi dirêjahiya navbera serê tiliya beranî û tiliya şehdê dema ku ew ji hev tên dûrxistin

qulap çengel, goçel, çangil, adoy, çilpik, qinar

qulaxe ref, revde, kom, birr, celeb

                      ~ dan bi refkî çûn, ref bi ref çûn

qule gupik, lûtke, serê çiya

                      quley Qaf serê çiyayê Qaf (di çîrokan de dûrtirîn û asêtirîn cihê li dinyayê)

qulebiskê kuştina dema xwe, borandina demê bêyî ti karan

qulepê gozek, girêka piyan

quletên ava destnimêjgirtin, ava destnivêjê

qulf çembil, destik

quling I quling (firrindeyek gir yê ji malbata qazan e)

quling II tevir, kilêb (amûrekî kêlana/kolana axê ye)

qulîn bn helqulan

qulp I, qulpe, qulpequlp, qulpehûr bilq, bilqbilq, dengê kelîna avê

qulp II bn qulf

qulqule bilqbilq, lemelem, dengê ava kaniyan û dengên wek wî; dengê kelîna avê

qult, qulte, qulte qult dengê ku derdikeve dema tiştek giran dikeve nav avê

qulteş bêşerm, bêerz, bêfedî, bêfihêt, rûqayîm

qultexore bin-avî, binavî, di bin avê de

qulx dezgeh, mase, mêze (yên ku tişt li ser tên firotin)

qum qurt, qurç, nîç, firr, qiyasa avê yan vexwirakek din ya ku mirov dikare bi carekê bikêşe gewriya xwe; qiyasa hilma cigarê ku mirov dikare bi carekê bikêşe gewriya xwe

                      qum lê dan qurt lê dan, qurç lê dan, firr lê dan, nîç kirin

qumar qumar, lîstikên ku mirov dikare tê de pare qezenc bike yan ji dest bide

qumarçî qumarker, bengiyê qumarê, yarîkerê qumarê

qumarxane qumarxane, kasîno, cihên ku qumar lê tê kirin

qumaş qumaş, caw, cît, tekstîl

qumat destbilînk, benên ku dest û lingên zarrokan pê tên girêdan daku ji landikan nekevin

qumpare qumbere, bombe

qumqmoke bn qorî

qumrî kevok, qumrî, kotir (firrindeyek e)

qumûş tunel, rêya di bin axê/kevirekî re

qumûşken qumûşkol, qumûşçêker

qunan bn helqunan

qunar gulî û çeqên/çiqilên hişk û qels yên daran; (mecazî) qelsî, lawazî, kêmasî

qunet qurretî, pozbilindî, difinbilindî, meth, pesn, xweperistî, egoîzm

qunetbar qurre, pozbilind, difinbilind, metho, xweperist, egoîst

qunêr kunêr, pirzik, girmik

qunîn bn helqunîn

quntar quntar, binar, binê çiya

qupan raheşîn, heşîn, hatin raheşandin, hatin heşandin,

qupandin heşandin, raheşandin, bi zorê zêde tişt kirin di tiştekî teng de

qupaw heşiyayî, raheşiyayî, himbiz

qupke 1. gupik, lûtke, bilindtirîn cihê, serê çiya 2. qupik, binên bilind yên pêlavan/solan 3. qub, qube, gumbet, gunbet

qumbele bombe, qumbere

qur herrî, teqin, çamûr, ava şil; (mecazî) xwelî, heş

                      qur be ser! Xwelî bi ser!

                      qur dan be dem bêdeng kirin (gotinek tal e)

                      qur pê we dan xwelî pê de kirin, wêran kirin, ruxandin, herrimandin

qurabî kêkek/pasteyek bi bahîv

Quran, Qur’an Quran, Qur’an, pirtûka pîroz ya îslamê/misilmanan

quraw herrî, herrîav, çamûr, teqn

qurawî herrî, biherrî, herrîdar, herrîavî, çamûrî, teqnî

qurawîle, qurawîlke firrindeyek avçer e

qurban 1. qurban, gorî 2. qurban, heyran, ezbenî, ezqurban, ezheyran, ezxulam, ezgorî

                      cejnî qurban cejna qurbanê, eyda haciyan

qurbanî qurbanî, tiştê ku tê qurbankirin

qurbeser xwelîbiser, xwelîser

qure, qur’e talhûnesîb, pişkûtîr, pişk, loto

qurg qirrik, hefik, gewrî, hefk

qurîjin gurmegurma ewran, birûsk

qurm kok, qurm, guliyê stûr yê darê yê ku çeq û guliyên din û çilû pê ve şên dibe

qurnewîlke marîjek, margîsokên avî, kêlbizer, qurnewêlk (Salamandra)

qurqurage qirrik, borriya nefeskêşanê

qurquşm rejî, risas, qurşin

qurs I giran, sengîn, qurs (dijberî ‘sivik’, bi wezna xwe giran); dijwar, zehmet, asê

qurs II şekirok, şirînahiyên req

qursayî, qursî giranî, seng, sengînî, qursî (dijberî ’sivikî, sivikatî’), wezna giran; dijwarî, zehmetî, asêtî

qurt qurt, qurç, daqurtandin, daqurçandin

qurtal bn qurtar

qurtandin bn helqurtandin

qurtar rizgar, azad, serbest, reha

qurtim qirrik, hefik, gewrî

                      qurtim bûn axivîn man di qirrikê re, lal bûn, nikarîn tiştekî bibêje

                      qurtim girtin qirrik girtin, neçar kirin

qurûskandin lûrîn, zûrîn, dengê nizm û zirav yê kûçikan yan gur(g)an yan mîna dengê wan

qusûr bn qisûr

quşqî bn re

quşqun navteng, kemera ku pê kurtan li dewaran tê girêdan daku neşemite/nehilise/nelive

qutb I qutb, cemser

qutb qutb, mezinê derwêşan, serderwêş, serekê derwêşan

qut bel, rik; qurre, pozbilind, difinbilind, metho

qutabî xwendekar, şagird

qutabxane fêrgeh, hîngeh, dibistan, xwendingeh, medrese, mekteb

qutar bn qurtar

qutayî belî, belbûn; qurretî, pozbilindî, difinbilindî

qute quto, qutê, mirova/ê qut/kin/kurt/qutas

qutîle fanos, çira, lampe

qutke gupik, lûtke, bilindahî

qutû qutî

quz bn kuz

quzequrt 1. quzilqurt, êşek e ku gulûgiyayan û mêwe û sebzeyan digire 2. quzilqurt, gotinek e pirr tal (neşirîn) e ku ji kesekî re tê gotin (anku: bi êşa quzilqurtê bikeve, ji te re quzilqurt be)

qû, qubeqaz, şaho, qaza iraqî, qazquling (firrindeyek girs yê mîna qulingan e lê pirr di avê de dijî) (Cygnus)

qûç qoz, xûz, qûç, xwehr

qûçan miçîn, neqîn, (çav) ketin ser hev, (çav) hatin girtin

qûçandin miçandin, neqandin, (çavên) danîn ser hev, (çavên xwe) girtin

l kûr (ber bi jêr ve bilind)

landin bn randin

lbir kûrbirr, kûrtêçûyî, kûrtêketî

le bn re

lge kendav, xelîc, tengav

lîne hin cûre zembîlên kûr yên ji rûlan/qamîş in

lke kun, qul, çal, cihê kûr

layî kûrahî, kûrbûn

qûn bn king

qûqandin qîqilîn, dengê dîkan/dîkilan

randin lûrîn, zûrîn, dengê kûçikan yê zirav (t. dema ku hatibin êşandin)

re lûrîn, zûrîn, dengê kûçikan yê zirav (t. dema ku hatibin êşandin)

qûret qudret, hêz, qewet, pêçêbûn, jêhatin

                      agirî qûret bizever, bişiyan; şûm, neqet, netebitî

                      qûretî Xwa qudreta Xwedê

qût I qût, erzaq, xwirak, xwarin

qût II qurt, qurç, daqurtandin, daqurçandin, daûrandin

qût III rût, rûtûqût, rût û qût, bi temamî rût, şilfîtazî, tikîtazî

 

 

Leave a comment