Ziman û Mirovayetî

Kovara Kanîzar, hejmar 4

 

Trudgill

Nûsînî: Professor Peter Trudgill (wêne)

Wergêrran le înglîsiyewe: Hesenê Qazî 

Zimannasî Birîtaniyayî Grev Corbett, le kitêbekey da lemerr cînsî zimanî, basî pêwendiyekî ta radeyek çawrrakêş deka le nêwan cînsî rêzimanî û cînsî însanî le zimanî Lehîstanî da.Le zimanî Lehîstanî da, ciyawaziyekî rêzimanî heye le doxî ko da le serêkewe le nêwan însanî nêr, û le serêkî dîkewe, însanî mê, ajell û şitan da. Ew dellê: ‘ewe wêdeçê dabeşbûnêkî be taybetî cînsiyetî bê’, û le rastîşda waye.

Bellam, her wek ewîş amajey pêdeka, zimanî Rûsî ke xizmî zimanî Lehîstaniye, ew xeslletey niye û boye dijware hest be ‘ciyawaziyekî aşikra be piley nîsbî jnan û piyawanî Lehîstanî û Rûsî’ bikrê.Le bendî 4y ew kitêbe da ême basî jimareyek babetman kird ke pêwendî be ziman, cîns û cînsî komellayetiyewe hebû.Meseleyekî çawrrakêşî ke ême lewêda basman lêwe nekird ewe ye: ta çi radeyek detuwanê pêwendî le nêwan binaxey komellayetî û dewrî komellayetî, û ciyakirdinewey cînsiyetî le ziman da hebê? tenanet eger ême neş tuwanîn be dillniyayiyewe sebaret be tebî’etî komelleyek le ser binemay binaxe rêzimaniyekanî zimanekey îdî’ayek bikeyn, bellam billêy bikrê‌ sebaret be xeslletekanî komellnasaney ziman bizanîn ? Nimûnekanî zimanî Inglîsî webîr bihêninewe ke le bendî 4 da amajeman pêkirdin hemûyan birîtî bûn le pesind bûn le lay jnan bo ewey ‌ zor formî ‘ dirusttir’ le piyawan be kar bihênin. Nimûnekanî ciyawazî taybetî le ser binemay cînsî şêwezarî nêr û mê hemû degerrawe ser kokirdinewey xorak‌ le komellgeyekda ke le rûy têkinolojiyewe pêş nekewtibû yan komellgeyekî koçer ke têyanda dewrî cînsekan zor be aşikratir diyarî dekra. Ca boye daxuda dekirê heta ciyawazî dewrî komellayetî jnan û piyawan le komellgeyekî taybetî da gewretir û ziyatir negorrtir bê, her awaş ciyawaziye zimaniyekan gewretir û ziyatir pitew bin?

Ewey xuwarewe tewaw le cêyî xoy daye. ême le bendî 4 da amajeman pêkird ‌ komell dewrî ciyawaz bo piyawan û jnan dadenê, bellam her awaş raste ke ewey komell daydenê detuwanê bigorrdirê û deş gorrdirê – û ew demî degorrdirê eger jimareyekî kafî le endamanî komell hest biken‌ becêyîe û pesinde ke gorranêkî ewto rûbida. Bo nimûne, le zorbey komelle rojawayiyekanda, zor le xellik ta ew cêgey degerrêtewe ser dewrî cînsan le merr ewey ke çi lebare û çi le bar niye boçûnî xoyan gorrîwe yan xerîkin deygorrin.Û ew destpêkirdinaney dûrkewtinewe le qalbî darrêjrawî dewrî cîns renge ew rastiye şî bikatewe ke ciyawazî zimanî le nêwan jnan û piyawanî cewantir– dozîneweyekî zor çawrrakêş le komellnasîziman da -lerrûy amariyewe kemtire le axêweranî besalldaçûtir da.

Zorbey ew kembûneweyey ciyawazî cînsî zimanî wa wêdeçê wekû bertekdaneweyekî bexo pênezanî gorrane komellayetî û boçûnekan bê. Legell eweşda bizûtinewey komellayetî aşikra le pênaw kem kirdinewey ferq û ciyawazî dananî cînsî û dewrî qalib darrêjrawî dewrî cîns geywete hêndêk le hewlî agadarane bo karkirdin le ser zimanan û gorênî zimanî û akarî zimanî. Le gell eweşda, ew hewle wuşiyaraneyane zor car cextyan nekirdûwe le ser ciyawazî rasteqîney nêwan qisekirdinî piyawan û jinan. Le rastîda zorbey serinc leser binaxe û vokabularî zimanekan xoyan çeqî bestûwe. Ta ew cêgay degerrêtewe ser zimanî Inglîsî, bo nimûne, serinc dirawete ser wuşey wek çhairman. Ewîş le ber eweye ke wuşey lem çeşine wêdeçin ferq û ciyawaz daner bin, le katêda le rastîda dekirê xellkî ser be her dûk cînsekan bigirnewe, bellam be ruwallet nêranen le ber ewey towî -man (piyaw) yan têdaye. Le rabirdû da, ew xellkey dewrî çhairman (serok) yan be estowe degirt be girdbrrî nêr bûn, û wuşeke be aşkirayî le binawanda wuşeyekî lêkdiraw bû le çhair û man . Legell eweşda, zor le axêweranî zimanî Inglîsî, îdî ew wuşeye wekû wuşeyekî lêkdiraw wernagirin û çi birr îdî hest bewe naken ke ewe le dû kutî – çhair û man – pêk hatûwe û he‌r wek çon bîr le pêkhatey lêkdirawî çupboard wate çup û board nakenewe. (û he‌llbet birrgey duwayî çhairman wek m’n telefuz dekrê,wek le birrgey duwayî wuşey woman da.) le gell eweşda, zor le axêweranî dîke wek wuşeyekî lêkdirawî werdegrin, û hêndêkiyan serincî xellkî dîkeyan bo ewe rakêşawe ke her nebê wuşeke be lay nêr da deşkêtewe.Ewe lew sallaney duwayîda geywete wuşyariyekî berz sebaret bew babete û bekarhênanî ziyatirî zarawey ke ferq û ciyawazî dananên wek çhair yan çhairperson yan/û,bo jinan çhairwoman.

Le zimanî Inglîsî da, wek zor le zimananî dîke, rêgey nerîtî û resmî kirdine cênawî nawan wekû person (kes) ke têyda cîns diyar niye be bekarhênanî cênawî he (ewî nêr) diyarî kirawe nek be şe( ewî mê).

Lewaneye ristey: the first person to finiş his dininer ( yekem kesî ke nanxuwardinî xoy tewaw kird) mebest le xellkî ser be her dûk cînsekan bê, bellam ristey: the first person to finiş her dininer tenê dekirê amajebê be kesî mê. Ew rastiyey ke dekirê ‘he’ bew şêweye be kar bihêndirê û nakrê ‘şe’ bew şêweye bekar bihêndirê renge le rûy nerîtiyewe rengdanewey binaxey destellatî nêr bê le komellî ême da. Lew sallaney duwayîda, axêweran û nûseran têkoşawin xoyan lew nayeksaniye biparêzin be rêgey bekar hênanî ‘şe’ lew şêwe jênêtîke da, yan be bekarhênanî formî s/he – hellbet diyare ewe her le nûsînda dest deda.

(axêweranî zimanî Fenlandî û Mecaristanî be xoşiyewe amajey pêdeken ewe giriftêke ke le zimanekanî ewanda nayete gorrê – birrwane bendî 3-î em kitêbe!). Egerçî, zimanî Inglîsî, hemîşe zor boy hasantir û zor me’qûlanetir bûwe ke xoy lew girifte rizigar ka be bekarhênanî ‘they’ wek tak: the first person to finiş their dininer. (yekem kesî ke xuwardinî xoyan tewaw kird).

Zimanî Inglîsî her weha jimareyek wuşey cûtokey hen bo nêran û mêyan, ke le yekem têrrwanîn da, wekû yek weberçaw dên.

Gentleman – lady

Man- woman

Boy- girl

Zarawey lew çeşne bûn be babetî hêndêk qise le ser kirdin û lêduwan, û wek lêxurdibûneweyekî ziyatir derî dexa,le bekarhênanî rasteqîne da behîç cor yeksan nîn. Leweş ziyatir, zor lewaneye şêwey ciyawazî bekarhênanyan boçûnî ciyawaz le komelî ême da sebaret be jinan û piyawan yan dewrî cînsan be giştî derbibrrê û dabigrêtewe. Bo nimûne, mana serdagîrawekanî wuşey ‘lady’ ( xanim, yay ) ta radeyek ciyawazin le mana serdagîrawekanî gentleman, û ta ew cêgayey ke degerrêtewe ser çilonayetî bekarhênan,’lady’ le zor rûwewe le rastîda wek ’ man’ waye. Zor le axêweranî zimanî Inglîsî fêrî mindallekanyan deken‌ ewe bê edebaneye eger kesêk wek ‘woman’ bang biken ( bellam le ser ‘man’ eweyan fêr naken). Le Birîtaniya dekrê wek ‘sales ladies’ amaje be firoşiyarî jinî dûkanekan bikrê ( bellam nek ‘sales gentlemen’ ). Le tablloy nêw dûkanekanda dekrê tabilloy ‘ladies’ wear ( poşakî jinane) be tenîşt ‘men’s wear’ ( poşakî piyawane) we bibîndirê û zor nimûney dîke.

Robi Lakoff lew bareyewe gutûye ewe le ber eweye ‌wuşey ‘lady’ te’bîrêkî cuwane le wuşey ‘woman’ . Lêreda te’bîrêkî cuwan bûwe be şitêkî pêwîst le ber manay serdagîrawî ‘woman’ ke dekirê belay hêndêk ‌xellkewe naxoş bê. Eweş diyare le ber piley xuwarewetirî jin bûwe ke be şêweyekî nimûneyî le komellî ême da bûyetî, her weha le ber manay serdagîrawî cînsiy wuşey ‘woman’ ke le komellêkî jêr destellatî nêr da heyetî. (manay serdagîrawî cînsî cuwantir der‌dekewê eger miro em dû ristane be yekewe berawerd bika:

Şe’s only thirteen, but şe’s already a woman û şe’s only thirteen, but şe’s already a lady. )

( ew her temenî sêzde salle, bellam le êstawe xanimêke.‌ û ew her temenî sêzde salle, bellam le êstawe jinêke.)

Her awaş, ‘girl’ û ‘boy’ be hîç cor yeksan nîn. Boy(kurr) hellbet amaje ye be kesêkî nêrî cewan, bellam zor le xellik belayenewe pesind niye eger ew nêwe bo kesêkî ke temenî le bîst sallan berewjûrtir bê bekar bihêndirê, û be dillniyayiyewe zor be berbillawî bo amaje be kesêkî serewey bîst sallane be kar nahêndirê. Le layekî dîkewe wuşey ‘girl’ (kiç) dekrê bo amaje be jinêk be kar bihêndirê ke temenî be şêweyekî berçaw le serewey bîst sallane, û ewe şitêkî naasayî niye miro bibîstê ke girûpêk le xellik ba billêyîn le ‘five men and six girls ‘( pênc piyaw û şeş kiç) pêk hatûwe. Be gutinêkî dî zor asayî lêhatûwe ‌wuşey zor şêwe mindallane bo jynan be kar bihêndirê ta piyawan.

Her wek ta êsta amajeman pêkirdûwe, manay serdagîrawî ew bekarhênane nayeksanane lew sallaney duwayîda le berçaw derinehawêjrawin, û wuşyariy ziyatir sebaret be tebî’etî ew ferq û ciyawazî le gell danane wa wêdeçê êsta geyştibête gorranî zimanî le lay hêndêk le axêweran. Jimareyek le axêweran destiyan pêkirdûwe le bekarhênanî wuşey ‘girl’ xo biparêzin bo amaje kirdin be jinanî jûr temen. Legell eweşda, bo hêndêk lewan, be tewawî rûn niye ewan le ciyatiyan debê çi wuşeyek bekarbihênin. Hêndêk jinî cewan pêyan xoşe ‌wek ‘woman’ bang bikrên, bellam hêndêkiyan na, û hemîşe hasan niye bizandirê kardanewe çi debê sebaret be bekarhênanî wuşegelî ‘woman’ û ‘girl’. Ewe wawêdeçê, wek rêgayek bo xo parastin lew girifte, bigate bekarhênanî ziyatirî wuşey ‘lady’ ke le rabirdû da zor asayîtir bûwe ke wuşey ‘girl’ bekar bihêndirê – û be şêweyek ke nîşan deda ‌ manay serdagîrawî ‘woman’ êsta bo ‘lady’ ş dest deda, wek em risteye:

Cohn is going out with a new lady tonight ( can emşew le gell xanimêkî taze weder dekewê). Lakoff denûsê çi manay niye eger miro qiseyekî awa bika: After ten years in gaol Harry wanted to find a lady.

( duway de sall zîndan Harry deyewîst xanimêk bibînêtewe.)le rastîda gutinêkî wa le rabirdû da be şitêkî bê cê û narrêk dadendira. Bellam êsta bo zor le axêweranî cewantir, be tewawî şitêkî asayî ye.

Le ber ewey ziman û komell zor le nizîkewe be yekdî bestirawnetewe, le hêndêk nimûnan da, dekrê gorranî komellayetî burûjêndirê be rêgay serincdanî kardanewey zimanî ew layenaney komellayetî ke miro pêyî xoşe allugorriyan têda bibînê. Duwaye, hîway eweş dekrê,‌ ziman û komell her dûkyan bigorrdirên. Le hêndêk nimûnan da, hewldan bo gorrînî ziman, yekcar zor serkewtû bûwe. Bo nimûne, le Dewllete Yekgirtûwekanî Emrîka, ew nêwaney le lafaw û bahozan dendirên êsta be yeksanî le nêwan nêwî nêr û mê da dabeş kirawin û be her dûkyan helldedirên ( le katêkda le pêşû da be tewawî nêwî mêyîneyan lê dendira), û renge, leweş girîngtir, êsta berçespî şîkirdinewey pîşe çî dîke markî cînsî pêwe niye.

Le gell eweşda sebaret be wuşegelî ‘lady’ û ‘woman’ û ‘girl’ ew gorrane zimaniyayaney wedest hatûn, wêdeçê, belanî kemewe bo hêndêk le axêweran ew gorranane nebin ke be dillyan buwe. Le rûy nerîtiyewe, wuşey ‘man’ zor ziyatir le wuşey ‘woman’ bekar hatûwe, û wuşegelî ‘lady’ û ‘girl’ zor ziyatir le ‘gentleman’ û ‘boy’ bekar hêndirawin. Hewlî wuşiyarane dirawe bo gorran be arrastey kemtir kirdinewey‌ bekarhênanî wuşey ‘girl’ ( wek wuşeyekî sûk bo jinanî jûr temen) û ‘lady’( wek te’bîrêkî xoşî be kemdanan), û ziyad bûnî bekar hênanî wuşey ‘woman’ ke kemtir nîşaney ferq û ciyawazî kirdinî pêwe diyare. Legell eweşda, tewaw dest deda,‌ le dadê da le rastîda zarawey ‘lady’ ziyadbûnî bekarhênanî bibîndirê.Gorranî zimanî be amadeyî be dûy gorranî komellayetî da dê,bellam hemîşeş hasan niye karêkî ewto bikrê ew core gorrane wepêş gorranî komellayetî bikewêtewe.

Em core têwegilaney zimannasan lew babetaney ke pêwendiyan be ziman û cînsî komellayetiyewe heye nimûneyeke lew şêweyey ke zor le zimannasanî komellayetî hestî pêdeken, tewaw be cêşe,bo êmemanan ke hêndêk zanyarîman heye sebaret be tebî’etî pêwendî nêwan komell û ziman tewaw girînge ew têgeyştinane be komellgeyekî herawtir rabigeyênîn le nimûney ewto da ke ew core zanyarî û têgeyştinane core nirxêkyan heye.Tenanet yarmetiyekî zor girîngtirî ewto bew rêgaye ra derdekewê ke têyda henûke zor le zimannasan heta dê ziyatir serinc dedene ser le nêwçûn û le kîs danî çeşinawçeşiniy zimanî le cîhan da.

Le bendekanî pêşûy em kitêbe da‌ basî jimareyek nimûneman kird ke le ber boçûnî na ‘eqllanî û biryarî ferq û ciyawazî legell daner, zor car le layen hukûmetanewe yan destgay resmî dîkewe le ber nezanî yan pêşdawerî û demargirjî kar geyştûwete darriştinî coreyek le siyasetî zimanî ke kartêkerî sedeme pêgeyênerî hebûwe le ser perwerde û xwêndî mindallan û tenanet le ser komellanîş be giştî. ême dîtiman hikûmetî Birîtaniya le sedey hejdehemda hewlî da qise kirdin be zimanî Geylîk pawan bika û qedexey qanûnî le ser danê. ême ew şêwaneman cext kirdewe ke çon lehce nastandardekanî Inglîsî wek şêwey Emirîkayî Efrîqayî Inglîsî (AAVE ), be helle be lexwarewetir yan nalebar dandirawe. ême basî eweman kird‌ çon şêwezarekanî Inglîsiy Pîcin be çawî sûk wek ‘Inglîssî teq û leq’ temaşa kirawin. Her weha ême basî ew barudoxe nalebare siyasiyeman kird ke têyda axêweranî zimane kemayetiyekan wek Romanî zor car xoyanî têda debîninewe û he‌stî pê deken.

Zor nimûney dîkey wek ewe û demargirjî û name’qûlî dekirê bas bikeyn. Bo nimûne, le sallî 1944, wezîrêk le hikûmetî Ferranse da hewlî da ‌ bekarhênanî wuşey Inglîsî le zimanî Ferranseyî da naqanûnî bika, le ser binemay betewawî helley ke goya zimanî Ferranseyî le jêr coreyek le herreşe daye. Zor le zimanan le jêr herreşe dan, her wek le xuwarewe debînîn, bellam be dillniyayiyeyekî here zorewe Ferranseyî yek lew zimanane niye. Her weha lew sallaney duwayîda bizûtineweyekî siyasî behêz le Dewllete Yekgirtûwekanî Emrîka serî helldawe ke be bizûtinewey ‘tenê her înglîsî’ be nêwbange, ew bizûtineweye hewlî ewe bûwe hemû zimanekanî dîkey cwê le Inglîsî le jiyanî perwerdeyî, kultûrî û siyasî zor le eyaletekanî Emrîka fit ka û deryan bihawêjê. Hêndêk le piştîwananî ew bizûtineweye dellên ewan boye piştîwanî le hengawêkî ewto deken çunke hellkewtî zimanî Inglîsî le metirsî daye. Hellbet, le rastîda, Inglîsiy Emrîkayî yek lew zimananeye ke le hemû zimanêkî dîke kemtir herreşey lêdekirê.

Ewe cêgay pejareye, bellam rastiyekî komellnasîzimane ke babetî le merr ziman detuwanê hem pîstirîn û hem baştirîn rûy însanan werrû xa, û ewey ke hêndêk kes ke wekî dîke şanazî be xoyan deken ‌ jîr û me’qûl bin detuwanin be şêwey ewperrî namentîqî û sererroyane bicûllênewe katêk babetgelî lemerr ziman dêne gorê. Yek lew şitaney ke zimannasan be giştî û zimannasanîkomellayetî be taybetî be mawey sallan têkoşawin bîken eweye xellik han biden be şêweyekî zor jîranetir‌ û me’qûlanetir bîr le babetgelî le merr ziman bikenewe be rrêgay zaniyarî pêdanî ziyatiryan sebaret be ziman. Ewe bo hemû çeşnekanî awez le merr însaf, yeksanî û tenanet bo dahatûy mirovayetîş girînge. Hîçkam le boçûne name’qûlekanî sebaret be ziman ke ême basman kirdin le rastîda hîç firryan be rastiyewe niye û çi binemayekî rastiyan niye, bellam ewan dekirê akamî tall û nabecêyî cor be coryan lê bikewêtewe.

Yek le akame zor dilltawênekanî boçûnî lew çeşne detuwanê mergî ziman bê. Pirsiyarêkî ke zor car le zimannasan dekirê eweye: le dinya da çend ziman heye? wullamdanewey ew pirsiyare ta radeyek dijware, nek le ber babetî lehce – le beranber – ziman da ke kame lehceye û kame ziman ke ême lem kitêbe da çendîn car basman lêwe kird. Le gell eweşda, renge hênde helle nebê eger bigutirê êsta 6,000 ziman le dinya da heye. Ewey ke bedillniyayiyewe waye eweye ke ew jimareye êsta kemtire lewey ke le rabirdû da bû û he‌mîşeş kemtir debêtewe. Le sallanî kotayî sedey bîstemda , zimanan be rêjeyekî karesatawî û le zêde kip debin û namênin be bê ewey şwênyan pirr bikrêtewe.

Ewey ke rûdeda eweye ke komellgekan be pêwajoy gorrînî zimanî da têperr debin. Ewe manay waye ke komellgeyekî taybetî wurde wurde dest le zimanî bûmî xoy helldegirê û le ciyatiyan dest deka be qisekirdin be zimanêkî dîke. Ewe le mêjûy komellnasîzimanî cîhan da berrêje pêwajoyekî baw bûwe. Bo nimûne, dû sed sall lemewpêş, zorbey danîştûwanî Irlend axêwerî bûmî Geylîkî Irlendî bûn. êsta zorbeyekî heraw birîtîn le axêweranî zimanî Inglîsî bûmî. Ber le dagîrkarî û serkewtinî Romenekan, danîştûwanî zorbey ew cêyaney ke êsta Ferranseye axêwerî zimanî Sêlltîkî Gewlîş bûn. Legell eweşda, duwacar, ewan zimanî xoyan le bîr kird û zimanî dagîrkerekanî xoyan; Latîn yan wexo kird, ke duwacar bû be Ferranseyî. Duwatir, beşekanî Bakûrî Ferranse be dest Firranke Ellmanî zimanekan dagîr kira. Legell eweşda, ew dagîrkerane duwacar kewtine nêw pêwajoyekî ziman gorrîn û way lê hat ewanîş destyan kird be Ferranseyî qise biken. Her bew şêweye, Vîkîngekanî Norwêjî axêwer ke axirekey beşêk le Bakûrî Ferranseyan dagîr kird û lewê damezran ew şwêney ke ême êsta pêy dellêyn Normandî destyan le zimane Skandînaviyekey xoyan hellgirt û zimanî Ferranseyiyan wexo kird. Çend weç duwatir, le akamî dagîr kiranî Inglîstan be dest Normenekan le sallî 1066 da, ew Skandînaviyeyaney pêşû zimanî Ferranseyiyan le gell xoyan hêna bo Inglîstan. Legell eweşda, her ke le Inglîstan damezran, tenê çendîn weçî pê çû ke toremey Normenekanî dagîrker carêkî dîke zimanî xoyan bigorrin, ew car le Ferranseyiyewe bo Inglîsî.

Legell eweşda, ciyawazî ewdemî û barudoxî modêrrin xêrayî û berdirêjiy gorrînî zimaniye ke le sertaserî cîhan da rûdeda. Le zor nimûnanda, leweş ziyatir, gorrînî zimanî degate mirdinî ziman be tewawî, wate bizir bûnî ziman be tewawî lem dinyaye. Katêk Normenekan destyan le qise kirdin be Norrwêjî hellgirt û zimanî Ferranseyiyan wexo kird, zimanî Norrwêjî tuwanî le zêdî xoy bimênêtewe û kip nebê. Bellam êsta eger zimanî Irlendî duwacar le Irlend bizir bibê , ke zor wêdeçê wa bê bellam wenebê pêşî pê negîrê, ew demî ewe debê be nimûney mirdinî ziman be tewawî.

Le Urrûpa, jimareyek le zimanan tenanet hênde le mêj niye kip û xamoş bûn, bo nimûne, Korrinîş le sedey hejdehem le Çornwall kip bû. Û zimanî Manks, ke xizmêkî nizîkî Irlendiye, duwayîn axêwerî xoy le sallanî 1950 kan le Isle of Man le kîs da. Zor zimangelî Urrûpayî dîke êsta le jêr herreşey neman dan:

Geylîkî Skatlendî, Birêton le Birîtanî, Firîsiyayî le Holend û Ellman, Samî le Skandînaviya, Romanş le Swîs.

Le paşmawey dinya gîrugirifteke zor lewe cîdîtire. Bo nimûne, le Emrîkayekan, le katî yekem pêwendî Urrûpayî le sedey pazdehem da, be lanî kemewe hezar zimanî ciyawaz qiseyan pê dekira. Le mawey 400 sallî rabirdû da, belanî kemewe 300 lew zimanane be tewawî mirdûn û kip bûn. Lew 700 zimaney mawnetewe, tenê 17 yan ziyatir le 100,000, kes axêweryan heye, û tenê yek lew zimanane, wate Navaho, le Emrîkay Bakûrî ye. Le hatinî Urrûpayiyekan bo Emrîka bem layewe her le Dewllete Yekgirtûwekanî Emrîka 50 ziman mirdûn.

Le nawçey uqiyanûsî Aram, ew gîrugirifte tenanet renge ewendey dîkeş cîdîtir bê. Renge yek çarekî gişt zimananî diniya lew nawçeye da qiseyan pê bikirdirê, û zor lewan le rastîda le jêr herreşe dan. Bo nimûne, le Austiraliya, serdemayek nizîkey 200 zimanî bûmî hebûn. Hellbet 50 yan mirdûn, û 100-î dîkeyan le giyanella dan û zorî nemawe bikûjênewe.Rrenge çendêkyan, nizîkey 30 zimanêkyan bituwanin xoyan bigeyênine sedey bîst û yek.

Zimannasan pêyan waye ke ewe gîrugiriftêkî yekcar zor cîdiye, û parastinî çeşnawçeşinî zimanî le dinya da debê karêk bê ke bixrête ber karî dîke her bew şêweyey ke hewl dedirê bo parastinî çeşnawçeşinî bîolojîk.

Bo nimûne, aşkiraye, ke pêwendî nêwan zimanan û kultûran pêwendiyekî nizîke, û bizir bûnî zimanan le dinya detuwanê ta radeyekî zor pêwajoy yekdest kirdinî (homogenization ) kultûrî xêratir bika. Dinyayekî tek kultûrî nek her cêgayekî gîraw û naxoş renge cêgayekî zor datepîw û bê birewîş bê, zimanan wek beşêk le hellgiranî amrazî pêwendî û têkellawî renge şitî başîş bin çunke ewan karî ew kultûraney ke le rûy abûriyewe bedestellatin û komelle pirr heşîmetekan zor dijwar deken xoyan bixene nêw û cêgay komellge piçûkitrekan bigrinewe.

Zimannasanî komellnasîziman,î he‌re hellkewtûyan Coşowa Fişman y Emrîkayî be dijî ew pêwajoye çalakane xebatî kirdûwe.Pêşgîriy le gorrînî ziman û hodanewey çalakiyekî ewtoye ke pêdawîstiyekî zorî be tecrubey komellnasîziman , zanst û karî sext û he‌r weha dirawêkî zor heye. Mebest lew kare yarmetî kirdine bew komellge piçûkaney ke le jêr herreşe dan bo ewey bituwanin zimanekanyan bigwêznewe bo weçî duway xoyan.Diraw bo wegerrxistinî polî sawayan ke têyanda zimanî zigmakî bekar bihêndirê dekirê zor girîng bê.Derifetî mallî û piştgîrî û rexisandinî helî eweş ke zimaneke le jiyanî rojane da bekar bihêndirê girînge. Her weha eweş pêwîste bo komellgeyekan ke têbigen dûzimanayetî asayî û bekelke û corêk niye le ladan û xewş.

Legell eweşda, tenanet renge zor girîngtir, boçûn û dîtinî xellik bê le ser ziman. Zor ho hene, zor carîş hoy alloz û pêçellpêç, ke boçî ziman gorrîn rûdeda.Egerçî, carî wa heye, xellik dest le zimanêk helldegirn ke xezêney kultûr û mêjûyekeyane û zimanî çendîn weçî komellgekeyan bûwe her le ber ewey be qisepêkirdinî hest be terîq bûnewe deken û şerm dayan degirê. Eger xellkî dewllemend û be destellat û le rûy têkinolojiyewe zor pêşkewtûtir le êwe zor car pêtan billên ke zimaneketan piley le xuwarewetire û duwakewtûye û ew qiseye zor car dûpate bikenewe, lewaneye bigene ewey ke bawerryan pê biken û boxoştan her awa bîr bikenewe. Her wehaş eger êwe bibînin ew xellkey be zimanî êwe qise deken le ber ewe be xirapî le gellyan decûllênewe û ferq û ciyawaziyan legell dekirê, eweş aşkiraye debête hoy pişt sardibûneweyekî yekcar zor be dijî bekarhênanî zimaneke.

Ew core nirxandine nêgatîvane hellbet her sebaret be zimanan nakirên.Zor carîş le merr lehcan dekirên, her wek lêre da bînîman. Lew babeteşewe boçûn û dîtinî nalebar û name’qûlane le ast şêwezare nastandardekan zor baw û berbillawe. Egerçî be hîç kiluwecê hîç manay niye îdî’ay ewe bikrê ke şêwezarêkî, ba billêyn zimanî Inglîsî,be pêwaney zimanî ballatir û beriztire le şêwezarêkî dîke, bellam le rastîda zor xellk hen pêyan waye û be pêy ew boçûne decûllênewe. Bo nimûne, le dinyay Inglîsî ziman da, ew şêwezarey ke le xwêndingeyanda be kar dehêndirê Inglîsî standarde, bellam zimanî zorbey mindallan, û zimanî mindallanî çînî kirêkar ta radeyekî ziyatir le mindallanî çînî nêwerrast, birîtiye le şêwe corbecorekanî Inglîsiy nastandard.

Aşkiraye le waneye ew ciyawaziye bibête hoy allozî û dijwarî perwerdeyî. Legell eweşda, hokarêkî girîngî ke alozî û dijwariyekî ewto bo mindallanî çînî kirêkar saz deka lewaneye le ber boçûn û dîtinî nalebar û xirapî hêndêk le mamostayekanyan bê le ast lehce nastandardekan. Tenanet eger ew core boçûnane be anqestîş nebin, detuwanê bigate ferq û ciyawazî legell dananî nexuwazraw be qazancî lehce û rawêjî mindallanî çînî nêwerrast. Bellge sebaret bew xalle le karî derûnnasan da derdekewê, ke be pêy taqîkirdinewey şikllî hawtwana ( matçhed guise‌ ) xistûyanete rû ta çi radeyek şêwey qisekirdinî xellik detuwanê kartêkerî hebê le şêwey hells û kewit le gell kirdinyan da. Lew core taqîkirdinewane da ew desteyey ke taqî dekirênewe,gwê le şirîtî dengî pênc axêwerî ciyawaz degrin, ke her kameyan heman birrgey pexşanêk dexwênnewe, bo nimûne, hemûşyan be rawêje ciyawazekanî Inglîsî. Duwaye dawa le bîsteran dekirê boçûnî xoyan sebaret bew pênc axêwere derbibrrin, û le taqîkirdinewe da şîkirawetewe ke lêkolerewekan pêyan xoşe bizanin bîsterekan astî lêzaniyan çendeye sebaret bew şitaney lemerr xesllet û tuwanayî axêwerekan deyllên tenanet be pêy dengiyan. Bo nimûne, dekrê le bîsteran pirsiyar bikrê ‌ axêwerekan be pêy ew nîşananey xuwarewe polîn bendî biken le ‘ zor jîr’ ewe ta ‘ zor najîr’, le ‘ zor dostane’ we ta ‘ zor nadostane’ , û he‌ta duwayî. Duwaye zor car derdekewê ke bîsteran ta radeyekî zor hawrra û hawdengin le ser ewey, ke, ba billêyn axêwerî 3 zor le axêwerî 2 jîrtire, ke ewîş be norey xoy kemtir dostaneye le axêwerî 4. Nuxtey çawrrakêş sebaret bew taqîkirdinewane eweye ke dû le axêwerekan lew bîsterane deşardirênewe, bellam ew her yek kese – wate heman axêwer be dû rawêjî (aççent ) birrgeke dexwênêtewe. Ca boye, eger axêwerî 2 û axêwerî 5 her yek kes bin û nirxandinî bîsteran ewe bê ke axêwerî 2 zor le axêwerî 5 jîrtire, ew ciyawazî danane debê le ber ew şêwe zimaney bê ke ew bekarî dehênê. Le rastîda ew taqîkirdinewaney le Birîtanya kirawin dey selmênin ew axêweraney maskî qise kirdin be şêwey RP( telefuzî wexo kiraw) bekar dehênin be giştî zor be jîrtir û be xwêndewartir, bellam kemtir dostane û kemtir xoşewîsttir, le heman axêweran dadendirên ke maskî qise kirdin be rawêjêkî nawçeyî bekar dehênin.

Ewe ew şêweye nîşan deda ke ême têyda pişt be qalbî le pêşda darrêjraw debestîn katêk ‌bo yekem car xellik debînîn û pêwendiyan pêwe dekeyn (her wek le nimûney nêw tirên da basman kird), û şêwey qise kirdinî ewan bekar dehênîn û dîmenêkyan le ser saz dekeyn ke pêman waye ewan çi core kesêkin. Axêweranî lehcey RP ( telefuzî wexo kiraw( le waneye her ke dest be qise kirdin deken binasirênewe û le layen ew kesaney be RP qise naken wekû kesanî xolekinzor û nadostane dabindirên meger ewey ewan pêçewanekey le xoyanewe nîşan biden. Wate ewan xetakarin ta ewey ke pêçewanekey deselmênin û bêgunahî xoyan we rrû dexen. Her awaş – hellbet eme zor ziyatir cêgay dillpeşêwî ye – ew mindallaney ke rawêj û lehcegelî çînî kirêkaryan heye lewaneye le layen hêndêk le mamostayanewe wa binirxêndirên ke tuwanayî fêr bûnyan lew mindallane kemtire ke be rawêjgel û lehcegelî çînî nêwerآst qise deken. Meger ewey, ewanîş derfetî pêwîstyan bidrêtê ‌ pêçewanekey le xoyanewe nîşan biden.

Her wek sebaret be babetî mergî ziman, ew core boçûn û dîtine namentîqî û bê cêyane le ast şêwe zimanekan, şêwezarekan detuwanê bigate mergî lehce. Ew diyarde dillpeşêwkere xoy beşêke le hewlî yekdest kirdinî zimanî le cîhan da – be taybetî renge le Urrûpa da – her wek le merr mirdinî ziman rûdeda. Le zor şwênî cîhan da ‌ heta dê corecoreyî herîmî ziman kemtir debînîn – kemtir û kemtirîş corecoreyî lehce.

Ew bar û doxe hoy taybetî heye, be taybetî le çuwarçêwey Urrûpa da, ke miro hestî nîgeranî bika be kardanewekanî mirdinî lehce. Ewe be taybetî leber eweye çunke zor kes la le mirdinî ziman dekenewe bellam zor kemtir gwê dedene ser mirdinî lehce: le hêndêk wullatî taybetî da, wa wêdeçê‌ rûnakbîran çalakane layengirî mirdinî lehce bin.

Lewaneye dest be cê bo hemwan aşkira nebê ke lehcegelîş her wek zimanekan pêwendiyekî le ciya nehatûyan be kultûrekanewe heye. Her wek çon kultûrî neteweyî û sertaserî hen, her awaş kultûrî nawçeyî, û lehcey nawçeyî hen ke remzî ew kultûre nawçeyyanen û ewan deparêzin û bergiriyan lê deken. Le rastîda, le Urrûpay modêrrin da dekrê miro billê, her nebê le ser hêndêk nimûnan, ke nasêne nawçeyiyekan bew şêweyey ke lehcekan debine remzyan le rastîda zor bedilltirn le nasêne neteweyyekan ke zimane standardekan remzî ewanin. Le hêndêk bar û doxan da, lehce herêmiyekan, be rahêzandinî kultûre nawçeyyekan û nasêne nawçeyiyekan, dekrê wek hemberêkî nasyonalîsm bcûllênewe.

Lêre da pêwîste carêkî dîke serincî ewaney ke rikyan le lehcegelî herêmî debêtewe rabikêşrê û lêyan tê bigeyêndirê ke mirdinî lehce û standard kirdin le rastîda debête hoy gîrugiriftî pêwendî ta ewey ke ew gîrugirifte çare ser bika. Ewe be taybetî ew demî dête gorrê û rûdeda ke le şwêneke zincîreyek le lehcey cugrafiyayî hebê. Bo nimûne, sinûrî nêwan Holend û Ellman le ber çaw bigrin. Her wek ewey pêştir dîtiman (bendî 1î em kitêbe) lewê sinûrêk heye be bê ewey ke sinûrêkî lehceyî bê.Axêweranî ew ber û em berî sinûr bew lehcane qise deken ke wekû yek wan yan zor wek yek deçin. Ewe manay ewe ye ke be çendîn weçan pêwendiyekî amade û hasanî sinûr bezên le ara da bûwe. Bo nimûne, çînî kirêkarî Holendî xellkî Nicmegen le sinûr deperrinewe bo şarî Çleves le Ellman bo serdan, bo şit kirrîn û bo kar kirdin. Ellmaniyekanî çînî kirêkar be arrastekey dîke da deçin.Ca boye, her wek ewey ke netewekanî Urrûpay rojawa sinûran le nêw xoyan nahêllin bo perrînewe bo geşt û karkirdin, xellkî çînî nêwerrastî Holendî û Ellmanî Nicmegen û Çleves îdî çibirr le wuzeyan da niye her wek amadeyî caran lew hatû çûy perrînewe le sinûran da beşdarî biken. Eweş le ber eweye ‌ewan çîdî natuwanin be lehcey nawçeyî qise biken. Eger xellkî çînî nêwerrastî Holendî ke tenê detuwanin be Holendî standard qise biken biyanewê bo karkirdin biçne Ellman, debê Ellmanî standard bixwênin û fêrî bin çunke xellkî Çleves le Holendî standard tênagen. Zor le xellkî Holend fêrî Ellmanî standard bûn, bellam zor Ellmaniyekî kemtir fêrî Holendî standard bûn. Zincîrey lehceyî ke helî pêwendî hasanî derrexisand, belanî kemewe bo axêweranî çînî nêwerrast, be rêgey standard kirdinewe le yek hellbirrawe û têk şikawe.

Ême debê pêyî lê binêyn ‌le kîs danî lehce û nemanî le Urrûpay modêrrin da le ber ew pêwajoyaneye ke pêwendî be weger kewtinî cugrafiyayî û şarnişînî peyda dekatewe û ca boye le ruwangey komellnasîzimanewe renge pêşî pê negîrê.Çi şitêk niye ke ême bituwanîn lew bareyewe bîkeyn yan pêman xoş bê bîkeyn. Ewey ême detuwanîn be dijî kar û xebat bikeyn ew core le kîs daney lehceye ke le akamî hokargelî boçûn û dîtinewe ser he‌lldeda. Le zorbey wullate Urrûpayiyekan,egerçî zorbey danîştûwan be şêwezarî standard qise naken, ewan be rêgay corbecorewe ferq û ciyawaziyan legell dekrê û wayan lêkirdûn hest biken ke şêwey bûmî xoyan le xuwarewetire, nek her le rûy komellayetiyewe, ke bedaxewe raste, bellkû le rûy zimanîşewe, ke be dillniyayekî here zorewe rast niye û wa niye. Ca boye zehmete be seyr dabindirê, eger zor lewan hewil biden dest le şêwe qisekirdinî xoyan hellgirin û şêwezarî standard wexo biken, tenanet egerîş, le hêndêk astî wîjdanî xoyanda, be rastîş neyanewê eme biken.

Le keş û hewayekî awa da, lehce nerîtiyekan yan zimane nenûsrawekan dekrê be xêrayiyekî seyr bizir bibin.Bo nimûne, lehce nerîtiyekan kemtazor le zor nawçekanî Inglstan bizir bûn – egerçî le Skatlend na – û le zor le beşekanî Ferranseyî zimanî dinyaş da wez’ her waye. Hellbet, zor car, pêwendiyekî rastewrast heye le nêwan derecey dojminayetî kirdin le gell lehcekan û rêjey bizir bûnyan.Rêgayek bo begijdahatin û xebat be dijî ew dojminayetiyane cexit kirdinewe û amaje kirdine bew komelle bextewer û ziyatir be tehemulane ke rêzêkî ziyatir le şêwezarekanî ziman degirin û sermeşqî çakin bo pêroyî lêkirdin û lasa kirdinewe.

Le zor le şwênekanî dije- lehcey Urrûpa, be Inglîstanîşewe, dîtin û boçûnêkî berbillaw le gorrê daye ke goya lehcekan zemanyan be serçûwe, konin, seretayî û nexarawin, hoy dabirranin û le rûy abûriyewe be zererin. Bo begijdahatinewe û berberekanî le ast têrruwanîn û boçûnêkî ewto, ême dekrê amaje bem rastiyey xuwarewe bikeyn. Le sallî 1990, be pêy zor lew pêwananey le merr dahatî serane kirawin, sê wullatî here dewllemendî Urrûpa birîtî bûn le Lûgzamburg, Norrwêj û Swîs؛ her sêkyan ew wullatanen ke be lehceyan qiseyan tîda dekrê.

Her wek le bendî 5-î ew kitêbe da dîtiman, hemû danîştûwanî bûmî Lûgzamburg be lehceyan qise deken. Ewan Ellmanî û Ferranseyî fêr debin û bekaryan dehênin, bellam zimanî zigmakiyan Lugzamborgîş/ Lêtsêburgîş e‌, ke be giştî be lehceyekî Ellmanî dadendirê. Norrwêjîş, yekêk lew wullataney Urrûpaye ke le hemû cêyekî dîke ziyatir be lehceyan qise dekirdirê.hêndêk xellik be coreyek le Norrwêjî standard qise deken, bellam zorbey xellik na, û heumercî komellayetî herçiyekî debê babibê. Xellik le radyo û têlêvîzyon da be lehcan qise deken, pirofêsoran be lehce deris dellênewe, û nûseran şê’r û roman be lehceyan denûsn. Legell eweşda, layenî here girîngî helumercî zimanî Norrwêjî eweye, her wek le bendî 7 da dîtiman, ke tehemulêkî kellan û berbillawî komellayetî heye lemerr corawcorî zimanî, û leweş ziyatir, corawcoriy zimanî le Norrwêj be resmî nasirawe û be resmî parêzigarî lêdekrê.Ewe be rûniyekî here cuwan lew rastiye da diyare û reng dedatewe ke le Norrwêj qanûnêk heye ke bepêy wî diyarî kirawe mamosta û fêrkaran rêgayan pê nadrê hewil biden bo gorrînî şêwey qisekirdinî mindallan le polekanî medrese da. Eger mindallan bêne medrese û be lehce qise biken, ke zorbeyan deyken, ewan debê rêgayan pê bidrê le ser ewe berdewam bin.( pêçewaneyekî tall û weyşûmey ew bar û doxe le Birîtaniya debîndirê: le sallî 1994 wezîrî perwerdey Birîtaniya raygeyand debê hemû mindallan be Inglîsiy standard qise biken.)

Norrwêj her weha lêy deweşêtewe lemerr hêrş kirdine ser sûkayetî kirdin û be kem danî şêwezarekanî nawçeyş serincêkî zorî bidrête serî, be wey ra ke şêwekanî lehcey çînî xuwarewey komellayetî tewaw be zanayiyewe hênrawnete nêw zimane standardekanî Norrwêjiyewe ( birruwane bendî 7-î em kitêbe).Eweş wate, zimane standardekan, be pêwîstî nabê serdestane û î nuxbe bin. Ew bar û doxe legell ewey le wullatanî dîke da rûydawe le ber yek ronên. Her, le sedey Bîstem da, katêk wa dandirabû ‌ xwêndewarî le Urrûpa hemû girewe bê û hemû kes xwêndewar bê‌, ême hatûyn amancman welanawe bewey ra ke xwêndewarîman bestûwetewe be fêrbûnî şêwezarekanî standard le ser binemay lehcegelî  çînekanî serewetirî komellayetî, û bew çeşne fêrbûnman bo zorbey xellik dijwartir kirdûwe.êwe renge bituwanin binûsn, bellam heta netuwanin be şêwezarî standardî çînî serewe binûsn, nûsîneketan çi hîsabî bo nakirê.

Swîsîş be fire zimane bûnî xoy be nêwbange û her weha be parastinî resmî û be rêje serkewtûwaney çuwar komellgey zimanî ciyawaz. Legell eweşda, şitî here çawrrakêşî lemerr Swîs eweye ke zorbey here zorî danîştûwanî be lehceyan qise deken. Le nawçey Ellmanî zimanî wullateke da, hemû danêştûwanî bûmî be lehceyan qise deken.

Hellbet , diyare ewe zor ziyadî debê îdî’a bikrê, ke Lûkzamburg, Norrwêj û Swîs le ber ewe dewllemendin çunke be lehceyan qiseyan têda dekirê. Bellam ême nabê derecey le xo namo‌ bûn be kem dabinêyn ke lew helumercane da dêne gorrê ke xellik lew şanaziyey ke be axaftinî şêwey nawçeyî xoyanî deken bê beş bikrên. Her weha nabê qazancî eweş be kem dabinêyn danîştûwanêkî ewtoman hebê ke bituwanin be rewanî û be cuwanî hest û ramanî xoyan be şêwe zimanekanî xoyan derbibrrin, be bê ewey çawedêrî eweyan beserewe bikrê ewan ta çi radeyek be ‘ dirustî’ qise deken yan naken.

Berawejûy ew nimûnane, le dinyay Inglîsiy ziman da , bawerêkî berrbillaw bellam heta billêyî helle û narrast le gorrê daye ke lehcekan le zincîreyek le ‘ helleyan’ pêkhatûn û Inglîsiy standard ‘ dirustî’ yan ‘ rûnî’ yan ‘ lebarî’ pê bexişrawe. Bawerriyekî ewto heye, lehceyan bo hêndêk erkan ‘ nalebar’ in û nakirê bo mebestî perwerde û rûnakbîrî be kar bihêndirên. Her ew core dîtin û têrruwanîne le zor şwênî dîkeş heye – bo nimûne, le Ferranse û Lehîstan. Helumercî Ellmaniy Swîs deyselmênê ke hîç şitêk lew boçûnane le rastiyewe dûrtir niye. Hellbet, eger miro biyewê leser babetêk ‌ be başî û he‌mû layene bidwê û qisey lêwebika pêwîstî bewe heye zimanî têkinîkî babeteke – ew peyv û bêjaney pêwendiyan be babetekewe heye baş bizanê û hêzî be seryanda bişikê. Bellam ewe aşkiraye, her wek pêştir dîtiman, ke hîç pêwendiyekî pêwîst le nêwan lehce û zimanî têkinîkî da niye. Ewe katêk cuwan der dekewê eger êwe gwê le qise kirdinî dû pirofêsorî Ellmaniy zimanî swîsî radêrin, ba billêyn katêk basî karekanî Heidegger deken, hellbet ewan gişt peyvî felsefî ke bo gengeşeyekî awa pêwîste bekar dehênin, bellam be bekarhênanî telefuz û rêzimanî lehcey Ellmaniy swîsî ( birrwane bendî 5). Le Norrwêjîş herheman diyarde rûdeda.

Le Birîtaniya kesî ewto hen ke dellên gişt mindallan debê Inglîsiy standard qise biken çunke ew mindallaney natuwanin be Inglîsiy standard qise biken le wez’êkî lawazî abûrî û pîşeyî da debin û be zereriyan tewaw debê. Bedaxewe ewe cêgay daxe bellam raste. Ew xellkaney ke pêyan xoşe bibne cût lehce zan ( birruwane xuwarewe) debê direfetî eweyan bidrêtê bo ewey şansî xoyan baştir lê biken bew rêgayewe.

Legell eweşda, be hîç kilocê ewe her heman şit niye ke bigotrê hemû kes hemîşe û le hemû cêyek debê be ‘eynî şêwezarî standard qise biken.

Cige leme, lêre da layenêkî exlaqî aşkiraş legorrê daye lemerr mafî miroyî lehce axêweran. Eger tak û terayan be hoy regezperstiyewe derdî ferq û ciyawazî le gell danan bikêşin, ême nakrê pêşniyazyan pê bikeyn ke regezî xoyan bigorrin, hellbet egerçî le şwênî wek Dewllete Yekgirtûwekanî Emrîka da mêjûyekî dirêj û cêy daxî xellkî pêst reş heye ke ewperrî hewlî xoyan deden ta ew cêyey pêyan dekrê wek xellkî pêst sipî biçin.Eger tak û terayan be hoy cînsiyetiyewe derdî ferq û ciyawazî le gell danan biçêjn, ême pêşniyazyan pê nakeyn cînsî xoyan bigorrin, hellbet egerçî le mêjû da nimûney be nêwbang hen ke jinanan le ber hoy ciyawaz xoyan wek piyaw nîşan dawe. Eger takuterayan le ber ew lehceyey qisey pê deken ferq û ciyawaziyan le gell bikrê, îdî ew demî ewe ferq û ciyawazî le gell dananekeye ke debê bixrête ber lîngan û serkut bikrê, nek lehceke, hellbet egerçî ême nabê pêman seyr bê, eger xellik katêk biyanewê xoyan le dijî ferq û ciyawazî le gell kiran û dûçawkî biparêzin lehcekeyan be fêr bûnî‌ lehceyekî dîke bigorrin.

Ewe girînge ême le ber çawî bigrîn ke legell ciyawazî lehceyî, û demargirjî lehceyî, le xwêndingeyekan da çiman le dest dê bîkeyn û debê çon bibzûynewe. Le Birîtaniya, renge rêjeyekî kemî 12 le sedî mindallan wek axêwerî bûmî Inglîsiy standard bêne nêw medresekan. Eger ême le sîstimî perwerde da daway bûnî Inglîsiy standard bikeyn yan padaştî bo dabinêyn, 88 le sedekey dîkey mindallan be rrûnî le hellkewtêkî nalebar û be zerer da debin.Dey ême çi dekeyn le ast zorbey mindallekan ke axêwerî bûmî Inglîsiy standard nîn? ta êsta ta ew cêgayey derkewtûwe sê boçûnî ciyawaz bo wullamdanewey ew pirse û cêbecêkirdinî reçaw kirawe. Boçûnî yekem wek’ lenêw birdinî şêwey qise kirdinî nastandard’ nêwzed kirawe. Le gwên ew boçûne, ke boçûnêkî kon û nerîtî ye le zorbey beşekanî Inglîsiy zimanî dinya û hêştaş zor bawe, le medresekan da hemû hewlêk dedirê bo ewey pêş be mindallan bigîrê ‌ be şêwezarekanî bûmî nastandardî xoyan qise neken û, her nîşane û xeslletêkî nastandard ke mamostake hestî pê bika qisey le ser dekirê û ‘ rast’ dekrêtewe.Bo nimûne , be mindalleke degutrê ewe ‘ helle ‘ ( yan renge tenanet xirap yan abirrûçûn)e ke eger miro bilê I done it , I ain’t got it, yan He a good person. Û le layekî dîkewe, Inglîsiy standard, wek ‘ dirust’ û ‘ baş’ û wek modêlêk nîşan dedrê ke debê be amanc dabindirê. Ew qutabiyaney ke le Inglîsiy standard radên û fêrî debin zorcar baştir hellsukewtyan legell dekrê lewaney ke fêrî nabin.

Zimannasan, û zor xellkî dîke, lew bawerre dan ke ew boçûne, le ber çendîn hoyan helleye. Yekem, le rûy derûnnasiyewe heleye. Ziman, her wek ewey dîtiman, tenê her amrazêkî pêwendî gorrînewey peyaman niye. Bellkû le ber ewey ke remzêkî nasêne û endametî girûpîşe girînge. Gutinî ewe be mindallan ke zimanekeyan, û ew kesaney be ewanewe xoyan denasnewe, be şêweyek sûkitr û le xuwarewetirin‌ manay serdagîrawî eweye ke mindallekan xoyan le xuwarewetirn. Emeş,be norey xoy yan dekrê bigate xo be namo zanîn le medrese û nirxekanî medrese, yan berperçdanewey ew girûpey ke mindallekan ser be ewanin. Ew boçûne le rûy komellayetîşewe helleye leweda ke renge be ser dagîrawî biyewê billê ke girûpî taybetî komellayetî bayexiyan le ewanîdî kemtire.Ewe be taybetî katêk‌ nabecê û naxoşe ke zimanî mindallanî pêst reşî ser be çînî xuwarewe pelledar dekrê û ewey pesnî dedirê hellsukewtî mamostayanî pêst spî ser be çînî nêwerraste. Duwa car, û renge le hemûy girîngtir, ew boçûne le rûy kirdeyî yewe helleye:‌ helleye le ber ewey ne êsta û ne le dadê da karî pêdekrê û helldesûrrê. Fêr bûnî zimanêkî taze erkêkî zor girane, wek zor le xellik dezanin û, le zor baranewe tenanet zor dijwartire ke miro lehceyekî dîkey zimanî xoy fêr bibê – le ber ewey ewan zor weyek deçin, ciya kirdineweyan le yekitrî dijware. Ew rastiye debê didanî pêda bihêndirê ke, le nimûney yekcar zor da, axêweran nayanewê zimanî xoyan bigorrin – tenanet eger boşiyan bilwê. Yekem, bewe çi qazancêkî pêwendî wedest naxrê( wek ewey ke bo wêne ba billêyn be fêr bûnî Ferranseyî dest dekewê) çunke mindalleke detuwanê herçunêk bê legell axêweranî Inglîsiy standard pêwendî damezrênê. Dûyem, guşarî xo nasînewe û xo derbirrînî girûpî û hawpêwendî girûpî hawta yekcar zor behêzin. Lêkollînewey zimaniy nîşanî dawe ke girûpî hawtay law le zor nimûnan da kartêkerî here girîngî zimanî debê. Mindallan bew şêwiye gewre nabin ke wekû daykubabekanyan qise biken, û be dillniyayîşewe ewan bew şêweye gewre nabin ke wekû mamostakanyan qise biken – qalib û olgûy zimaniy ewan birîtiye lew şêweyey ke awallekanyan qisey pêdeken. Be gutinêkî dî, ew katey le polî deris da bexit dekrê bo le rîşe derhawîştin û nehêştinî qise kirdinî nastandard katêkî be fêrro dirawe. Eger mindallan derdî ewe bikêşin ke be Inglîsiy nastandard qise deken, çareserî ewe niye ke şêwezare nastandardekan nehêlldirên.

Boçûnî dûyem be ‘ cût lehceyetî’ nêwzed kirawe, û le layen zor le zimannasanewe be aşkirayî piştîwanî lêkirawe. Ew boçûne fêrman deka hemû takêk mafî ewey heye berdewam bê le ser bekarhênanî lehcey nastandard le mallê da, legell dostekanî, û le hêndêk helumercî taybetî le medrese da. Bellam, ew dîtine le heman kat da layengirî eweye debê Inglîsiy standard wek zimanî medrese fêrî mindallan bikrê, û wekû zimanî xwêndinewe û nûsîn. Ew dû şêwezarane, wate standard û nastandard, qiseyan le ser dekirdirê û wek dû bûnî ciyawaz mamlleyan legell dekrê, û ciyawaziyekanî nêwanyan wekû rastiyekî serincrrakêş diyarî dekirê û amajey pêdekirê. Mebest le wedîhênanî ew boçûne eweye ke meyl û mirx le mindallekeda burûjêndirê û dine bidrê be rêgay xwêndinî lehcey xoy wek şêweyekî rewa û çawrrakêşî zimanî û yarmetî kirdin be mindalleke bo ewey tuwanayî kod- gorrîn ( çode – switçhing )î zimaniy xoy pêş bixa- wate gorrînî şêwezarêkî zimanî bo ewîdîke katêk helumerc pêwîst bika ( şitêkî ke zor le mindallanî ke be Inglîsiy nastandard qise deken herçunêk bê zorcar têyda karame û başin). Ew boçûn û têrrwanîne becê bûn û lebarî şêwezare nastandardekan bo têkellawî girûpî hawta û erkî dîke be resmî denasê, û rêz le hestî mindallan û zimanekeyan degirê. Bo wedest hênanî akamî here baş pêwîst deka ke mamostayeke hêndêk zanist û agadarî hebê sebaret be ew pêwendiye zimaniyaney tuwêjbendî komellayetî beyekewe ko dekatewe, û he‌r weha lehcey mindalleke. Ew boçûne her awaş tenê le ser xesllet û nîşanekanî rêzimanî û peyv (voçabulary ) radewestê.

( hellbet, renge bayexî  xoy hebê ke mindallan têbigeyêndirên ke hêndêk rawêj

Zor le rawêjekanî dîke be beriztir dadendirên – û ew rastiyeş ke ewe rastiyekî komellayetî ye, nek zimanî.) Wa wêdeçê ke ew boçûn û têrruwanîne le zor rûwewe, tenê le nûsîn da, serkewtû bê, çunke nûsîn çalakiyekî wuşiyarane û kemtir otomatîkî ye le çaw qise kirdin. Be giştî, ewey mamosta le polî deris da deyka lemerr Inglîsiy standardî qise pêkirdin renge karêkî xorrayî bê – le ber ew hokargele komellayetî û derûnnasaneyaney le serewe da be kurtî cexitman le ser kirdinewe.Mindallan tenê ew kate fêrî qise kirdin be Inglîsiy standard debin, ke le komelley ême da lehceyeke bestirabêtewe be girûpêkî taybetî komellayetî û remzî ew girûpe bê, ke ewan biyanewê bibn be endamêkî ew girûpe û çawerrwaniyekî me’qûl le ara da bê ke karêkî awa helldesûrrê, çi le rûy abûrî û çi le rûy komellayetiyewe.

Boçûn û têrruwanînî sêyem be ‘ têgeyştin û qebûllî ciyawaziye lehceyyekan’ nêwzed kirawe. Ew dîtine dellê eger mindallan le ber nastandard bûnî zimanî xoyan derd bikêşin, ewe le ber hellwêst û ruwangey komell be giştî, û renge î mamostayan be taybetî bê, ke le ast ew core zimane heyane. Ca ewe eger awa bê, ewe hellwêst û ruwangekane ke debê bigorrdirên û, nek zimaneke. Be gutinêkî dîke, gîrugirifteke be hîç kiluwecê û le rastîda gîrugiriftêkî zimanî niye. Be pêy ew dîtiney sêyem, ême debê xwêndinewey Inglîsiy standard fêrî mindallan bikeyn, bellam, cige lewe, ême debê hewil bideyn komellî xoman awa perwerde bikeyn ke wek têkellawêkî allozî benirix, û sîstimêkî lebarî zimanî temaşay lehce nastandardekan biken, rêzyan bigrin û tehemulyan biken. Rexnegiran ew boçûneyan be xeyallî û naumêdane danawe.legell eweş da, eger zemanî bidrêtê, lewaneye bîselmênê le dû boçûnekanî dî hasantir bê, çunke lewaneye hasantir bê ‌ dîtin û rruwange bigorrdirên ta qalbekanî qisekirdinî bûmî zorbey danîştuwan. Perwerde be amancî sazdanî tehemul dekrê le medresekanda berrêwe biçê – bellam tenê be dest ew mamostayaney ke le ruwangey zimaniyewe demargirj nîn  ( ke lewaneye duwacar boyan derkewê ke zor bekelikitre – renge le barî exlaqîşewe zor ziyatir şiyawî bergirî lêkirdin bê- le deris dadanî Inglîsiy standard). Layengiranî ew boçûne le dirêj xayen da, hîwayan be çilonayetiyekî ewtoye ke têyda axêweranî bûmî îdî çibirr lew bawerre da nabin ke ewan ‘ natuwanin be Inglîsî qise biken’.

Ey le kurt xayen da çî? her wek rexnegiranî dîke amajeyan pê kirdûwe, le kurt xayen da ême pêman nakrê boçûn û rruwangey cût lehceyetî wela binêyn. Ta ew katey ew aste le tehemul pêk dê ke boçûnî sêyem be amancî danawe, zerer kirdinî ew mindallaney ke tuwanayan be Inglîsiy standard naşkê herwa dirêjey debê. Le ber ewe,tenê piştîwanîkirdin le boçûnî sêyem lewaneye bibête hoy tenexî kirdin le pêdawîstiyekanî ew mindallane. Ca boye, le rruwangey zimannasewe,çareserî here cêy rezamendî gîrugiriftî axêweranî nastandard le kultûrêk da ke Inglîsiy standardî be ser da zalle eweye ke le medresekan da têhe‌llkêşêk le her dûk le boçûnekan , wate cût lehceyetî û têgeyştin û qebûllî ciyawaziye lehceyyekan reçaw bikrê, be le ber çawgirtinî ewey ke wa heye cût lehceyetî beşêk serkewtû bê  (ewîş renge tenê le nûsîn da) û lewaneye be metirsî bê, be taybetî eger nezanane bikrê, eweş le rruwangey birewpêdanî bê bawerrî zimaniyewe.

Eger ême bimanewê corawcoriy zimanî le dinya da birew pêbideyn û bî parêzîn – û hellbet be wurdî corawcoriy zimanî çeqî babetî komellnasîziman e‌ – ew demî pêwîstîman beweye gişt axêweranî gişt zimanan û gişt lehceyan be tewawî lew dillniyayiyeda bin ke şêwezarekanî zimanekeyan giştî berhe‌mêkî allozî serincrakêşî însanekan, komelle însaniyekan û be deyan hezar sall mêjûy mirovayetiyn, û eweş ke gişt ew şêwezaraney ziman nirxî eweyan heye rabigwêzrêne ew weçaney berrêwen bên.

Serçawey em wergêrrane bendî 10 û kotayî kitêbî: 

Sociolinguistics An introduction to language and society, PETER TRUDGILL, Fourth edition 2000, Penguin Books. Chapter10,PP 185-203

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s