Watewergirtin anku mirov çawa trênan direvîne, sinoran dibezîne û dibe stêr?

Kovara Kanîzar, hejmar 4

Husein Muhammed

husein

Carekê li benda hevalekî xwe yê bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê bûm. Dema me ya diyarkirî hat lê ew hê diyar nebû. Paşî telefona min kir û yekser got: “Qusûra min nemêzîne. Min trên revand.”

Ez bi carekê ecêbgirtî û behecî mam. Gelo karê vî kesî, ku ez wek camêrekî miskîn û aram dinasim, bi revandina trênan ve çi ye?

Piştî bîskekê mesele ron bû: ew negihiştibû trênê, trên berî wî bi rê ketibû û loma ew dereng mabû.

Sebebê ecêbgirtîbûna min ew e ku ez peyva “revandin” bi maneya “tiştek yan kesek bi xwe re birin û revîn” fehm dikim (bi inglîzî kidnap, abduct, seize, hijack…) Berê li ba me, eger kur û keçekê ji hev hez bikira lê malbata keçikê bi zewaca wan razî nebûba, kurî keçik digirt û ji malbata wê dûr dixist û li xwe dida mehrkirin. Me ji vê re “revandina bûkê” yan “bûkrevandin” digot.

Lê hevalê min ê bakurî “revandin” di gotina xwe de bi maneya “jê man, negihiştinê” (bi inglîzî to miss, to be late for something) bi kar anîbû: Min trên revand (ez negihiştim trênê, ez ji trênê mam, berî ku bigihim trênê ew bi rê ket).

Bikaranîna revandinê bi vê maneya negihiştinê, jê dereng man ji kurdên ne ji Bakurê Kurdistanê re xerîb e. Gelo çima?

WATEWERGIRTIN

Sebebê bikaranîna peyva revandin bi maneya negihiştinê, jê dereng man lêkera tirkî kaçırmak e. Kaçırmak ya tirkî maneya “revandin, pê re revîn, girtin û bi revê birin” e (bi inglîzî kidnap, seize, hijack, abduct). Lê kaçırmak di tirkî de herwiha maneya negihiştinê, jê dereng man jî tê bikaranîn (bi inglîzî to miss, to be late for).

Loma di tirkî de mirov bi awayekî asayî bi maneya “ez negihiştim trênê” gotina “treni kaçırdım” bi kar tîne ku bi wergera yekser dibe “min trên revand”.

Gava ku hevalê min got “min trên revand”, wî maneya “negihiştinê, jê dereng man” ya “kaçırmak” li peyva kurdî “revandin” bar kir.

Ji vê diyardeyê re di zimannasiyê de watewergirtin (manewergirtin, bi inglîzî semantic loan, semantic borrowing) tê gotin. Di watewergirtinê de ti peyvên nû nayên çêkirin lê maneyeke nû li ber modela zimanekî din li peyva heyî ya zimanê wergir tê siwarkirin.

Gotineke din ku di axiftina kurdên bakur de kurdên ne-bakurî ecêbgirtî dihêle bikaranîna “lê gerîn” bi maneya “telefon kirin”ê ye. Kurdên bakur bi berfirehî gotinên wek “ez ê sibê li te bigerim” li cihê “ez ê sibê telefona te bikim” yan “ez ê sibê ji te re telefonê bikim” bi kar tînin.

Dîsa sebebê vê bikaranîna “lê gerîn”ê bi maneya “telefon kirin”ê jî watewergirtin e ji ber ku “aramak” ya tirkî hem maneya “lê gerîn”a bi maneya “hatin û çûn bo peydakirina tiştekî” (bi inglîzî to search, to look for) û hem jî wateya “telefon kirin, bi telefonê pê re axiftin”ê dide. Ev wateya duyem bi eslê xwe di “lê gerîn”a kurdî de nîne lê bi watewergirtinê ji “aramak” ya tirkî lê hatiye barkirin.

 

ÇEND NIMÛNE

Hin kes dê bilezin û bibêjin kesên em behs dikin baş kurdî nizanin, bi “tirkmancî” diaxivin loma gotinan wisa bi kar tînin.

Helbet ev jî rast e lê ne hemû rastî ye. Watewergirtin di zimannasiyê de diyardeyeke berbelav e û ne tenê di qisekirina wan kesan de heye ku kurdî baş nizanin.

Li vê derê em ê çend nimûneyan pêşkêş bikin. Paşî em ê li ser başî û xirabiyên watewergirtinê bisekinin.

 

Stêr, stêrk

Stêr, stêrk maneya tişteke li esmanan dide ku bi şevê ronahiyeke ji dûr ve jê tê. Heman peyv di inglîzî de “star” e. Lê “star” di inglîzî de ne tenê ji wê tişta li esmanan lê herwiha bi mecazî bi maneya “navdar, meşhûr, naskirî, hezkirî” jî heye.

Bo nimûne, ji kesên bi rêya rolên xwe yên di filman de navdarbûyî re bi inglîzî “star” tê gotin. Ev maneya “star”ê vê dawiyê ji inglîzî belavî gelek zimanên dinyayê bûye. Heman maneya nû li peyva kurdî “stêr” ya kurdî jî hatiye barkirin:

  • “Polîsê Amerîkayê ragihand, du roj berî niha hêzên wan aktorê navdar ê wî welatî û stêrkê Hollywoodê John Stamos desteser kirine.”[1]

Wek ku tê dîtin, li vir “stêr(k)” bi maneya “aktorê navdar, filmvanê meşhûr” hatiye bikaranîn. Herwiha bala xwe bidinê ku peyva “stêr, stêrk” ya mê li vir bûye “nêr” ji ber ku amajeya wê mêrek e.

 

Mişk

Em nimûneyeke din ji watewergirtina ji inglîzî bidin: “mouse” di inglîzî de maneya “mişk” ya kurdî dide. Di inglîzî de jî ew heywanekî biçûk yê kirrîner e, xwe di kun û kuncên nav malan de vedişêre û ji pisîk û kitikan direve.

Lê “mouse” ya inglîzî herwiha navê amûrekî kompûterê ye jî. Ev heman maneya inglîzî li gelek zimanên din jî belav bûye. Di kurdî de jî êdî ji bilî mişkên kuncên dîwaran, herwiha mişkên li ser maseya kompûteran jî hene. Bo nimûne:

  • “Bi mişkê milê rastê li ser klavyeya ko ji te re pêwist e bitikîne û alternatîva “Save file as” bibijêre û faylê di kompûtera xwe de biparêze.”[2]

 

Enî

Peyva “enî” beşa jorî çav û birûyan û jêrî porê mirovan e (bi inglîzî forehead). Di fransî de ji heman beşa leşî re “front” û di erebî de “cebhe” tê gotin. Lê peya fransî herwiha bi maneya “bere, berok, cepe, cephe, hêla ku şer lê tê kirin” jî li kar e.

Ev heman maneya peyva fransî bi watewergirtinê li peyva erebî “cebhe” jî hatiye barkirin. Loma “cebhe” di erebî de bi eslê xwe maneya “enî” (beşek ji leşî) dida lê niha ew wateya “bere, berok, hêla şer, meydana şerî” jî dide.

Heman peyva erebî bi vê wateya “bere, berok, meydana şerî” wek “cephe” ketiye tirkî, wek “cepe, cephe” derbazî kurdî jî bûye.

Lê vê dawiyê di medyaya kurmancî de li şûna bikaranîna “cephe” ya ji erebî, maneya “meydana şerî” li peyva xwemalî “enî” jî hatiye barkirin anku “enî” êdî bi wateya “meydana şerî” jî tê bikaranîn. Bo nimûne:

  • “Cîgirê Serokê Parlamentoya Ewropayê çû eniya şer”[3]

 

Bezandin

Eniyên cengê gelek caran li ser sinorên du dewletan in. Lê adeten dewletek ji sinorê xwe derbaz dibe û dikeve nav sinorê dewleteke din. Vê dawiyê di medyaya kurmancî de gotina “sinor bezandin” yan formeke wê berbelav bûye. Bo nimûne:

  • “Tirkiye li ser bezandina sînorê Rojavayê Kurdistanê berdewam e”[4]

Li vê derê “bezandin” bi zelalî maneya “jê derbaz bûn” dide. Ev wateya peyva “bezandin”ê di soranî de heye lê di kurmancî de tiştekî nû ye. Di kurmancî de “bezandin” bi eslê xwe maneya “dan bezê, dan xarê, xar pê kirin” dide. Bo nimûne, mirov di pêşbaziya hespan de wan “dibezîne” anku xarê bi wan dike, dike ku ew zû bibezin.

Bikaranîna peyva “bezandin” bi maneya “tê re derbaz bûn” watewergirtineke ji soranî ye anku wateya peyva soranî li peyva kurmancî jî hatiye barkirin.

 

Winda kirin

Gotina kurdî “winda kirin” (wenda kirin, hinda kirin) bi eslê xwe maneya ”li cihekî hiştin û êdî nedîtin” dide. Bi vê maneyê di tirkî de ”kaybetmek”, bi inglîzî jî ”to lose” û bi fransî jî ”perdre” li kar in. Lê di inglîzî û fransî de ”to lose, perdre” herwiha maneya “ji dest dan, ji dest çûn” û herwiha ”bi ser neketin, têk çûn” jî dide. Ev heman mane derbazî “kaybetmek” ya tirkî bûye û niha bi rêya tirkî ketiye kurdî jî. Bo nimûne:

  • “winda kirin” bi wateya “têk çûn, bi ser neketin”: “AKPê çima winda kir?”[5]
  • “winda kirin” bi maneya “ji dest dan, ji dest çûn”: “Siyasetmedarê amerîkî: DYA`yê hêza xwe ya sûper winda kir”[6]

 

Standin, stendin

Di tirkî de ti peyveke ku yekser maneya “kirîn, kirrîn” ya kurdî bide û ti maneyên din nede tine ye. Di tirkî de li cihê “kirîn”ê peyva “almak” heye lê wateya wê ya bingehîn “girtin, wergirtin, standin, stendin” e.

Lê ji ber ku “almak” ya bi maneya xwe ya bingehîn “girtin, standin” di tirkî de li cihê “kirîn”ê jî tê bikaranîn, di kurdî de jî gelek caran êdî li cihê peyva “kirîn” peyva “standin” yan “stendin” tê bikaranîn:

  • Te xaniyê xwe bi çi qasî stand?

Lê ev awayê bikaranîna peyva “standin” bi maneya “kirîn” êdî ji zû ve ketiye kurdî û heta li derveyî Bakurê Kurdistanê jî tê bikaranîn. Cudahiya Bakurê Kurdistanê û deverên din yên kurdîaxiv di vê meseleyê de ew e ku “standin” li Bakur gelek ji deverên din zêdetir bi maneya “kirîn” tê xebitandin. Heta di hin devokên kurmancî de êdî peyva “kirîn” nayê nasîn jî anku “standin”ê di wan devokan de bi temamî cihê wê girtiye.

 

Dibe (ku), dikare

Niha di kurdî de “dibe” bi berfirehî bi maneya “mimkin e, gengaz e, pêkan e” û herwiha bi wateya “belkî” jî tê bikaranîn. Bo nimûne:

  • “Dibe ku AKP bi tena serê xwe hikûmetê ava bike”[7]

Ev maneya peyva “dibe” jî nû ye û bi watewergirtinê bi rêya wergerê ketiye zimanê me. Lê ew êdî bûye pareke ji zimanê me û jê nayê veqetandin.

 

WATEWERGIRTIN BAŞ E YAN XIRAB E?

Watewergirtin jî yek ji diyardeyên bingehîn yên têkiliya zimanan e tevî ku ew ne bi qasî peyvwergirtinê[8] berçav û xuya be jî. Hemû ziman ne tenê peyvan lê herwiha wateyan jî ji hev werdigirin.

Watewergirtin – wek her wergirtina di navbera zimanan de – dikare baş yan jî xirab be. Ew dikare qenc be, eger maneyeke nû ya di zimanê wergir de ti bêje yan biwêj jê re nînin, peyda bike. Bi watewergirtinê mirov dikare herwiha hin peyvên kevnar yên ku pêwîstî bi maneya wan ya kevn nemaye yan pir kêm bûye, bi maneyeke din vejîne.

Bo nimûne, di jiyana vî serdemî de pêwîstî bi maneya kevn ya peyva “kulîn”ê (embara xwarinên malan) pir kêm bûye. Loma niha di gelek nivîs û gotûbêjan de maneya peyva “kulîn” li ber peyva “cuisine” ya ewropî hatiye ve-eyarkirin bi wateya “medbex, aşpêjxane” û bi berfirehkirina maneyê herwiha “xwarinên filan welatî yan filan deverê” dide.[9]

Herwiha bi watewergirtinê hin têrm û têgihên navneteweyî tên wekhevkirin tevî ku her yek ji wan bi zimanê xwemalî be jî. Bo nimûne, ne tenê kurdî lê hema-hema hemû zimanên nivîskî peyva xwe ya bi maneya “stêr, stêrk” niha bi rêya watewergirtinê bi maneya “aktorên navdar, filmvanên meşhûr” jî bi kar tînin.

Lê watewergirtina xirab û ziyandar jî heye. Bo nimûne, bikaranîna peyva “revandin” bi maneya “negihiştinê, jê dereng man” dikare bi hêsanî xelet were fehmkirin heçku kesekî tiştek dizîbe û pê re revîbe. Loma “otobûs revandin” bi maneya “negihiştin otobûsê” ne di cihê xwe de ye.

Carinan tirseke hind mezin ya xelettêgihiştinê tine ye lê dîsa jî çêtir e ku mirov gotinên heyî yên zimanî bi kar bîne û ne yekser wergerîne. Bo nimûne, me li jor nimûneyek bi awayê “AKPê çima winda kir?” ji medyayê daye. Belkî tirsa xelettêgihiştina vê nîne lê dîsa jî ji xwe hin awayên din yên gotina vî tiştî hene ku di kurdî de ji mêj ve li kar in û hêjayî parastinê ne, bo nimûne:

  • AKP çima bi ser neket?
  • AKP çima têk çû?

 

___________________________

TÊBÎNÎ

[1] http://rudaw.net/kurmanci/world/190620156

[2] http://wp.zimanekurdi.ch/News-file-article-sid-12.html

[3] http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/050120167

[4] http://www.kurdistan24.net/ku/news/736d307a-02ed-4e77-bc14-8f28df646401/Tirkiye-li-ser-bezandina-s%C3%AEnor%C3%AA-Rojavay%C3%AA-Kurdistan%C3%AA-berdewam-e

[5] http://rudaw.net/kurmanci/opinion/11062015?keyword=DAI%C5%9E

[6] http://krd.sputniknews.com/cihan/20150611/252838.html

[7] http://www.kurdistan24.net/ku/news/ff59276e-2cfa-49a4-94e1-9dd1068da68d/dibe-ku-akp-bi-tena-ser%C3%AA-xwe-hik%C3%BBmet%C3%AA-ava-bike

[8] Binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2016/02/04/wergirtina-peyvan-ji-zimanen-din/

[9] Bo zêdetir agahiyan li ser guherandina maneya peyva ”kulîn” li ber peyva ewropî ”cuisine”, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2016/02/01/peyvsazi-bi-lihevanina-dengi-wateyi/

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s