PEYVSAZÎ BI DUBAREKIRINÊ

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 3

husein

Husein Muhammed

Di kurdî û gelek zimanên din de jî hin peyvên nû bi alîkariya dubarekirina peyvên heyî tên çêkirin. Em ê ji vî awayê çêkirina peyvan re bibêjin dubarekirin (bi inglîzî reduplication).[1]

Dubarekirin dikare temam anku kamil be (full reduplication) yan jî pişkî anku beşî be (partial reduplication). Di dubarekirina temam de peyva serekî bi temamî tê dubarekirin lê di dubarekirina pişkî de tenê beşek ji peyva bingehîn tê dubarekirin.

 

  1. Dubarekirina temam

Di dubarekirina temam anku kamil (full reduplication) de peyva serekî bi temamî tê dubarekirin:

Di kurdî de dubarekirina temam dikare xwerû be (pure), binavber be (medial) yan jî bidûvik be (final).

Dubarekirina temam a xwerû

Di dubarekirina temam a xwerû (pure full reduplication) de peyva bingehîn tê dubarekirin lê ti tiştekî din lê zêde nabe. Loma peyv xwerû ye û xwerû dimîne. Di nimûneyên me de wate û maneya peyvê di nav kevanan de ye. Li peyv wê peyv di hevokên mînak de hatiye bikaranîn):

  • parçe > parçe-parçe (parçekirî, kirî çend parçe): Kurdistan hatiye parçe-parçekirin.
  • hêdî > hêdî-hêdî (gelek hêdîka): Ew hêdî-hêdî bi rê ve diçû.
  • yek > yek-yek (her yek bi çarekê, her yek bi tenê, yek li pey ê din): Mêvan yek-yek hatin.
  • car > car-car (hin caran, carinan): Em car-car hev dibînin.
  • cuda > cuda-cuda (ji hev cuda, ne wek hev, ji gelek cûnan/coran): kitêbên cuda-cuda
  • bere (berre) > bere-bere (berre-berre): Em kar dikin û bere-bere bêhna xwe vedidin.

Hin peyvên dubarekirî tenê wek dubarekirî hene û peyva dubarekirî bi tenê peyda nabe. Stêrka * li ber peyvê diyar dike ku formeke wisa ya serbixwe di zimanî de peyda nabe:

  • *piço > piço-piço (piçek, hinek, hindik, her hinek bi carekê

Anku peyva “piço” bi tenê di kurmancî de peyda nabe, herdem tenê wek “piço-piço” mimkin e.

 

Dubarekirina temam a binavbir

Di dubarekirina temam a binavbir / binavbirr (medial full reduplication) de peyva bingehîn tê dubarekirin lê herwiha tiştek dikeve navbera peyva dubarekirî jî. Ev “navbirk” (navbirrk) dikare pirtikeke girêdayî yan jî peyvikeke serbixwe be:

  • pirtikeke girêdayî: nalenal
  • pirtikeke serbixwe: roj bi roj

Çendîn navbirkên ji hev cuda di kurdî de beşdarî peyvsaziya bi dubarekirinê dibin. Li vê derê em wan li gor berhemdarî û çalakiya wan rêz bikin: yên destpêkê pir tên bikaranîn, ên dawiyê kêmtir yan pirr kêm.

  • bi (soranî: be)

Ev peyvik di peyvsaziya bi dubarekirinê de pir aktîv e û mirov dikare bibêje ku bikaranîna wê di vî warî de hema-hema bêsinor e:

  • roj bi roj (her roj): Roj bi roj lêkolînên li ser zimanê kurdî zêdetir dibin.
  • ser bi ser (beramberî hev, wek bedelên hev): Me tirimpêlên xwe ser bi ser dan. (Min a xwe da wî, wî ya xwe da min.)
  • bajar bi bajar: Ew bajar bi bajar çûn heta ku Diyarbekirê gihiştin Dihokê.
  • yek bi yek (her yek bi carekê, yek li pey a din): Em ê rêbazên peyvsaziya bi dubarekirinê yek bi yek bidin nasîn.

Piraniya gotinên wiha dubarekirî maneyeke diyar ya pêşbînîkirî didin. Lê hin peyvên wiha çêkirî bûne xwedî wateyên taybet:

  • derbider ji “der(î) bi der(î)” anku ji ber deriyekî çûn ber deriyê din. Ew maneya “aware, penaber, bêmal, bêwar” û hem jî wateya “jar, hejar, perîşan, belingaz, şerpeze” dide (kesa/ê ku li ber deriyên xelkê digere û daxwaza alîkariyê jê dike).

Di soranî û zazakî de ev navbirk bi awayê be ye, di kurdiya başûrî de (feylî, kelhurî, kirmaşanî) li gor devokan be yan we ye. Di n peyvên ji soranî wergirtî de mirov carinan formên bi be jî li rex formên bi bi dibîne:

  • corbecor, cor be cor
  • corbicor, cor bi cor

 

  • -e-

Ev navbirk bi taybetî di dubarekirina dengan (onomatopoetîk) de tê bikaranîn:

  • xişexiş (dengê xişîna dubare yan berdewam)
  • dingeding
  • xirexir / xirrexirr
  • gurmegurm
  • miremir / mirremirr
  • xuşexuş
  • nalenal

Piraniya van dengan jî di kurmancî de yan tenê dubarekirî tên bikaranîn an bi paşpirtika –în yan –andin wek lêker tên xebitandin:

  • wek lêkerên gerneguhêz (intransitîv): xuşîn, nalîn, xişîn…
  • wek lêkerên gerguhêz (transitîv): xuşandin, nalandin, xişandin…

Heman deng hin caran bênavbir jî tên bikaranîn anku bi dubarekirina temam a xwerû:

  • xir-xir (xirr-xirr), nal-nal, mir-mir (mirr-mirr)…

Di soranî de ev deng dikarin bi alîkariya paşpirtika –e lê bêyî dubarekirinê jî bên bikaranîn:

  • nałe[2] (nalenal, nalîn)

Lê wek din ev peyvên dengî bi tenê kêm caran tên bikaranîn.

Bi marjinalî -e- hin peyvên din jî dubare dike:

  • gir (girs, gird, mezin, zexm) > giregir[3] (mirovên mezin)

Ji aliyê etîmolojî ve navbirka –e- jî kurtkirina peyva be ye ku niha di kurmancî de bi awayê bi ye lê di soranî û zazakî de wek be maye û di kurdiya başûrî de jî li gor devokan be yan we ye.

 

  • -o-, -û-

Di navbera çend peyvên dubarekirî de navbirka “o” yan “û” heye. Gelek caran di nivîsên kurdî de bêbiryarî heye ka peyvên wisa bi kîjan ji van herdu navbirkan bên nivîsîn:

  • seroser, serûser (bi lez, ji nişkê ve): Seroser xwe avêt nav avê.
  • devodev, devûdev: Devodev ket erdê.

Ji van herdu awayên gelek caran forma bi “û” (serûser, devûdev) tê tercîhkirin ji ber ku texmînen ew ji peyva “û” (wek “ez û tu”) be. Hin caran peyv tenê bi awayê “û” tê nivîsîn û bi awayê “o” nayê dîtin:

  • hetaûheta, heta û heta, heta-û-heta, heta-heta (lê ne *hetaoheta)

Lê tarîxiyen ev navbirk di rastiyê de ne ji peyva ”û” ya wek di gotina ”ez û tu” de hatiye. Ji aliyê etîmolojî ve ew ”o” ye û dîrkoiyen wiha peyda bûye:

  • ”-o-” ji ”-ew-” ji ”-we-” ji ”we” ji ”be” ya bi maneya “bi” wek di gotina “roj bi roj” de (li jortir li beşa li ser -bi- binêrin).

Lê formên bi “-û-“ ya ji peyva “û” (wek “ez û tu”) di dubarekirina pişkî de heye, bi taybetî jî di dubarekirina bi M de (li jêrtir binêrin.)

 

  • (nêr), -a (mê), -ên (pirhejmar)

Ev navbirk dikeve navbera peyva dubarekirî û wê xurt dike:

  • dînê dîn (gelek dîn, bi temamî dîn û bêhiş)
  • kerê ker (pir ker, pir bêaqil)
  • dêla dêl (jineke/keçeke pir xirab)
  • bêaqilên bêaqil (kesên pir bêaqil)

 

  • -an-, -a-, -ta-, -tan-, -dan-

Ev navbirk çend peyvên dubarekirî pêk tîne:

  • seranser, seraser, sertaser[4], sertanser[5], serdanser[6] (li her derê, li hemû deran, serekî/aliyekî heta sere/aliyê din, gişt, hemû, giştî)
  • beraber, beramber

Di peyva “beramber” de N ji ber tesîra dengê li pey xwe anku B bi M guheriye.

Ji aliyê etîmolojî ve ev navbirk ji peyva “ta” bi maneya “heta” hatiye (wek di peyva “sertaser”). Di peyva “sertanser” de N li peyvê zêde bûye.[7] lê T jê ketiye û di varyanta -an- de N lê zêde bûye.

 

  • -aw-, -a-

Ev navbirk di du-sê peyvên vê dawiyê ji soranî wergirtî de hene:

  • corawcor (ji gelek coran, ji pir cûnan, çeşîd-çeşîd)
  • rengawreng (rengîn, ji gelek rengan)

Ji aliyê etîmolojî ve ev peyv jî hevreha “bi” ye û wiha pêk hatiye:

  • -aw- ji -ew- ji -we- ji “we” ji “be” ku niha di kurmancî de bi awayê “bi” ye.

Carinan W ji A dikeve:

  • rengawreng > rengareng

 

Ev paşpirtik jî du-sê peyvên kurmancî yên dubare ava dike:

  • çendî çend (pir, gelek): çendî çend salan
  • hindî hind (pir, gelek)

 

  • di, der

Navbirka “di” bi kêmî dikeve navbera vê gotina dubarekirî ye:

  • dest di dest (bi hev re, pêkve, li gel hev)

Navbirka “der” a hevreha farisî ya “di” ya kurmancî ye. Ew di çend peyvên ji farisî wergirtî de heye:

  • sed der sed, seddersed (sed ji sedê, 100 %, bêguman)
  • pey der pey, peyderpey (li pey hev, yek li pey a din)

 

  • -in-, -în-

Ev paşpirtik ihtimalen tenê di vê peyvê de heye:

  • şahinşah, şahînşah (şahê şahan, şahê mezin)

 

Dubarekirina temam a bidûvik

Di dubarekirina temam a bidûvik (final full reduplication) de peyva bingehîn tê dubarekirin û paşpirtikek dikeve dawiya peyvê. Berevajî navbirkê, dûvik herdem bi paşgir e anku bi peyvê ve girêdayî ye.

Di kurmancî de di dubarekirina temam de du-sê dûvikên serekî û du-sê dûvikên nadir hene:

 

Ev dûvik komeke navdêrên dubarekirî digire û wan dike rengdêr:

  • gulgulî (tişta/ê ku wêneyên gelek gulan li ser heye): kirasekî gulgulî
  • xetxetî: tişta/ê ku gelek xet li ser hatine nivîsîn yan nîgarkirin
  • serserî: ehmeq, tûle, sûte

Hin peyvên dubarekirî yên bidûvik jî hene ku wek peyvên dubarenekirî peyda nabin:

  • pinpinî (hem wek navdêr bi maneya “pelatînk, pelîtank, pirpirîk” û hem jî wek rengdêr bi wateya “nuqte-nuqteyî, tişta/ê ku gelek nuqte li ser hene”, bi inglîzî spotted)
  • çinçinî (tişta/ê ku nuqteyên ji rengekî li ser rengekî din hene, bi inglîzî spotted)

 

  • -ok

Ev dûvik hem navdêran ji navdêrên dubarekirî çêdike û hem jî navdêr û rengdêran ji rehên dema niha yên lêkeran saz dike:

navdêr ji navdêran:

  • xal (nuqte, spot) > xalxalok (kêzikek e, lady beetle, ladybug, ladybird)
  • mar (snake) > marmarok (margîsok, lizard)

 

navdêr ji rehê lêkeran

  • fir-în (firr-în) > firfirok (bafirok, teyarok, kaxez yan pêlîstokên din yên ku bi benekî ve tên firrandin, kite)
  • mêj- (mêtin, mêhtin) > mêjmêjok (mostik, mijmijik, êmzik, soother, comforter, pacifier, dummy)

rengdêr ji rehê lêkeran

  • liv-în > livlivok (tişta/ê ku hêdîka yan piçekê dilive)
  • hej-în > hejhejok (tişta/ê ku dihejheje, dilivlive, dilerize, shaky)
  • leq-în > leqleqok (tişta/ê ne sabit, tişta/ê ku xwe baş li cihê xwe nagire, ne qayim e)
  • bad-an > badbadok (tişta/ê ku li hev hatiye badan, twisted)

 

  • -kî

Dûvika –kî dikeve dûv çend peyvên dubarekirî:

  • paş > paşpaşkî[8] (ber bi paşve, backwards): birêveçûna paşpaşkî
  • dev > devdevkî[9] (dev li pêş, face down): devdevkî ket erdê (gava ku ket, devê wî bi erdê ket)

 

 

  • -e

Dûvika -e di van peyvên dubarekirî de heye:

  • kenkene[10], girgire[11] (herdu peyv bi maneya “mirovên mezin û xwedîgotin, giregir”, magnificient, pompous)
  • debdebe, zepzepe (mirovên bi leşê xwe gir û zexm, huge, giant)
  • zelzele (erdlerizîn, erdhejîn, earthquake)

Lê ti ji van peyvan – ji bilî girgire – wek peyvên dubarenekirî peyda nabin loma ihtimalen ev ne dubare ne, tenê bi tesadifî du kîteyên wek hev di van peyvan de hene. Herçi “girgire” ye jî, guman ji rastiyê wê heye ji ber ku ew bi forma “giregir” pir berbelav e û ihtimalen tenê ji nezanî wek “girgire” hatiye bikaranîn.

 

  • -k:

Dûvika –k di dubarekirinê de bo nimûne di vê peyvê de heye:

  • got-in > gotgotk[12]

Heman peyv bi awayê “gotegot[13]” jî heye ku bi dubarekirina binavbirk hatiye çêkirin. Ew herwiha bi şêweyê “gotegotk” jî peyda dibe ku hem navbirk (-e-) û hem jî dûvik (-k) tê de hene. Lê ji ber ku me ev awa tenê di hin ferhengan de dîtiye, guman ji hebûna wê ya rast heye. Loma em nikarin bibêjin ku ew delîleke bêguman e ku di peyvsaziya kurdî ya bi dubarekirinê de di heman demê de dubarekirina temam li gel navbirkê û dûvikê peyda bibe.

 

  • -îk: çinçinîk, pinpinîk

Dûvika –îk di dubarekirina temam de bi kêmî di van peyvan de peyda dibe:

  • pinpinîk, çinçinîk

 

  • -an

Bi qasî ku haydar im, dûvika -an di peyvên dubarekirî de tenê di peyva “carcaran” de heye. Ew jî peyveke çemandî ye û “-an” nîşana pirhejmara çemandî ye. Loma guman jê heye ku mirov bi rastî vê wek dûvikeke dubarekirinê hesab bike yan jî tenê wek paşpirtikeke çemandinê bihejmêre.

 

 

 

  1. Dubarekirina pişkî

Dubarekirina pişkî anku beşî (partial reduplication) ji wê diyardeyê re tê gotin ku tê de ne hemû peyv lê tenê pişkek anku beşek jê dubare dibe. Di kurdî de adeten peyva serekî li destpêkê ye û di beşa duyem de hinek ji wê peyvê tê dubarekirin:

  • tişt > tiştûmişt (hin tiştên, tiştên cuda-cuda)
  • mal > malûhal (mal û tiştên têkilî malê, bo nimûne xanî, malbat, jin, zarok…)
  • zar(ok) > zarûzêç (zarok û tiştên din ên malê, jin û zarok)
  • teq-în > teqereq
  • gurm-în > gurmegurm
  • nav > navnîşan
  • bivê-nevê
  • kir > kir û nekir

Hin caran herdu peyv bi nirxê xwe wek hev in, mirov nikare bibêje ka kîjan peyva bingehîn e û kîjan jî tenê dubarekirina wê ye:

  • gul + giya > gulûgiya (bi mebesta hemû riwek, hemû nebat)
  • dûr + dirêj > dûrûdirêj

Dubarekirina pişkî dikare xwerû yan jî binavbirk be. Du dubarekirina pişkî ya xwerû de ti peyvik an pirtik nakevin navbera peyva serekî û peyva bi pişkî dubarekirî:

  • bivê-nevê, navnîşan
  • teq-req, şeq-şeq, ding-ding

Lê adeten dubarekirina pişkî bi alîkariya navbirkekê peyda dibe. Navbirk di navbera peyvên onomatopoetîkî (zarvekirina dengan) de adeten -e- ye:

  • teqereq, dingeding, gurmegurm…

Wek din bi piranî peyvika “û” dikeve navbera herdu beşan:

  • tiştûmişt, dûrûdirêj, heysûbeys…

Heman û dikare cihê “-e-“ ya navbera dengan jî bigire:

  • teqereq, teqûreq

Ew herwiha dikare bikeve navbera dubarkirinên pişkî yên xwerû jî:

  • navnîşan, navûnîşan

 

Di dubarekirinên pişkî de beşa duyem çi ye?

  • Pişka duyem ji peyveke serbixwe

Beşa duyem dikare ji peyveke serbixwe ya ji xwe heyî pêk bê. Dubarekirin di vî haletî de tenê bi hindê ye ku beşek ji peyva duyem bi dengê xwe wek beşa yekem e. Wekhevî dikare li destpêkê yan jî li dawiyê be:

Wekhevî li destpêkê:

  • gul + giya > gulûgiya (bi maneya hemû riwek, nebat, şînkatî)
  • mişk + mar > mişkûmar (mişk, mar û hemû heywanên wek wan)
  • dûr + dirêj > dûr û dirêj
  • nav + nîşan > navnîşan / navûnîşan

Wekhevî li dawiyê:

  • mal + hal > malûhal
  • kar + bar > karûbar

Hêjayî gotinê ye ku peyvrêziya van peyvan sabit û xweragir e, cihê wan nikare bi hev biguhere:

  • gulûgiya lê ne *giyaûgul
  • mişkûmar lê ne *marûmişk
  • dûrûdirêj lê ne *dirêjûdûr
  • karûbar lê ne *barûkar

 

  • Pişka duyem ji peyveke “neyî”

Di hinek ji peyvên bi pişkî dubarekirî de beşa yekem peyveke serbixwe ye lê beşa duyem ji “peyvekê” pêk tê ku li derveyî peyva dubarekirî bi serbixweyî peyda nabe:

  • “nîvûnor” (nîvco, temamnebûyî, temamnekirî) ji peyva “nîv” a serbixwe û “nor” pêk hatiye lê “nor” bi ti maneyeke têkilî vê mijarê nayê nasîn û zanîn
  • “zarûzêç” (jin û zarok, malbat, aîle) ji peyva “zar” (zarok) û “zêç” pêk hatiye lê “zêç” wek peyveke serbixwe peyda nabe.

Hin caran beşa duyem dişibe peyveke serbixwe lê gava ku mirov li maneya peyva dubare difikire, mirov pê dihese ku ne mimkin e beşa duyem di rastiyê de ji hevdenga xwe ya serbixwe be:

  • “dengûdor”[14] (dengên pirr bilind û zêde, qerebalix) ji peyva serbixwe “deng” û wek prensîp ji peyva “dor” (dewr, gerr, nobet) a dîsa serbixwe pêk tê. Lê di rastiyê de peyva serbixwe “dar” ti têkilî bi “dor”a di peyva “dengûdor” de nîne.

Eger em peyvên dubare “dengûdor” û “zarûzêç” binêrin, em ê texmîn bikin ku şiklê pişka duyem (-zêç, -dor) tiştekî nepayî û derî qeyd û bendan e. Mirov texmîne dike ku nizane ka ji bilî konsonanta yekem – ku li gor peyva serekî ye – beşên din ne li gor ti rênima û rêbazan in.

Lê gelo ti rê û rêbaz ji beşa duyem re bi rastî jî nînin?

Wek ku me got, beşa duyem yekem dengê xwe ji yekem dengê beşa yekem digire:

  • zar > zêç
  • deng > dor

Lê beşên din jî ne bi temamî li derveyî qeyd û bendan in an jî qeyd û bendên wan veşartî ne. Kerem bikin li van nimûneyan binêrin:

  • dest > destûdar[15]
  • nîv > nîvûnor
  • çep > çepûçûr(r)
  • xêr > xêrûbêr
  • mêş > mêşûmor

Ji van nimûneyan ev qeydên aşkere dibin:

  • Di beşa duyem de herdem 3 deng / herf hene
  • Dengê yekem ê beşa duyem herdem wek dengê yekem ê beşa yekem e
  • Dengê duyem herdem vokalek e lê ne heman vokal e
  • Dengê sêyem ê beşa duyem herdem R ye.

Ev qeyd û bendên giştî ne û mirov dikare wan di hejmareke pir mezin a peyvên dubare yên beşa wan ya duyem ji peyveke neserbixwe pêkhatî de bên dîtin.

Peyvên wek “zarûzêç”, ku dengê dawiyê yê beşa duyem ne R ye, bi rastî pir kêm in û mirov dikare bibêje peydakirina nimûneyên din gelekî jî dijwar e. Ji xwe mimkin e – lê ne bêguman e – ku “zêç” di rastiyê de ne peyveke “neyî” anku tineyî be lê formeke ji peyva “zewce” (jin, kabanî, bermalî) be ji ber ku “zarûzêç” tê maneya “jin û zarok” (herfiyen: zarok û jin) û peyva “zêç” pir dişibe “zewce”. Dibe ku ev etîmolojiya mihtemel sebebê awartetî û istisnayiya wê ji qalibê li jor diyarkirî be.

 

  • Pişka duyem ji veguhastina bi M

Beşa duyem dikare dubarekirina pişka yekem be lê di beşa duyem de konsonanta pêşîn a peyvê bi M hatiye veguhastin:

  • tiştûmişt, tişt-mişt
  • ders-mers, ders û mers

Wek ku tê dîtin, dubarekirin dikare xwerû be (ders-mers, tişt-mişt) yan jî bi alîkariya navbirka “û” be (tiştûmişt, ders û mers).

Hin peyvên wiha cihê xwe baş girtiye û pir li kar in, wek “tiştûmişt” û “hûrûmûr” lê gelek jî “serpê” û “ex tempore” ji hin qisekeran ve di dema axiftinê de tên çêkirin, wek “ders-mers”, “pirteqal-mirteqal”, “tirimpêl-mirimpêl”.

Eger li destpêka peyva serekî ti consonant tine bin, hingê dîsa M dikeve destpêka beşa duyem:

  • agir-magir, evîn-mevîn, êvar-mêvar

Eger li destpêka peyvê komeke dukonsonantî hebe, hemû herdu konsonant cihê xwe didin M-yekê:

  • şkeft > şkeft-meft

Lê eger zêdetir konsonant hebin, hingê tenê du dikevin, M cihê wan digire û i-yek li navbera M û konsonanta sêyem peyda dibe

  • stran > stran-miran
  • stratejî > stratejî-mitratejî

Eger peyva serekî ji xwe bi M dest pê bike, hingê ew bi alîkariya veguhastina dubare nabe. Di rewşên wisa de hin rêyên din bo dubarekirinê hene:

  • mal > malûhal (ne *malûmal)
  • mişk > mişkûmar (ne *mişkûmişk)
  • mêşûmor (ne *mêşûmêş)

Ji bilî M, carinan veguhastin bi alîkariya B yan P jî peyda dibe:

  • karûbar
  • darûbar (daristan, dehlûdirr)
  • şildim bildim[16] (zarîvekirina zimanê tirkî)
  • qilo-pilo (pûç, bêkêr, bêwec, hewante)[17]
  • ? mêwe-pêwe (fêkî û tiştêk wek wan)
  • ? têkil-pêkil (têkil û tevlihev)

Diyardeya guherandina konsonanta yekem bi M (an bi B, P) di beşa duyem a peyvên dubarekirî de ne tenê di kurdî de lê di çendîn zimanên cîran de jî li kar e. Bi kêmî di farisî, tirkî û ermenî de jî dubarekirina bi heman awayî çalak û berbelav e.

 

  1. Dubarekirin bi şidandinê yan dirêjkirinê

Di kurdî de dubarekirin herwiha bi şidandina yan dirêjkirina dengekî di nava peyvê de yan jî li dawiya peyvê jî mimkin e:

  • gelek (pir, zehf, zor, mişe) > gellek (pir pir, gelek zehf, gelek gelek)
  • tijî (dagirtî, ne vala, ne xalî) > tijjî (tam tijî, heta dawiyê tijî, bi temamî tijî)
  • spas > spaaas! (gelek spas)
  • hiş! (bêdeng be!) > hişşş! (bi temamî bêdeng be! qet deng neke!)

 

  1. Dubarekirin di zimanê zarokan de

Mebest ji zimanê zarokan ew peyv in ku zarok di dema ku biçûk in û hê baş hînî zimanê xwe yê dayikî nebûne bi kar tînin. Gelek caran jî ne tenê zarok wan peyvan dibêjin lê herwiha dêbab jî wan peyvan di axiftina xwe ya li gel zarokan de bi kar tînin.

Di zimanê zarokan de peyv tên kurtkirin. Adeten tenê du dengên destpêkê ji peyvê dimînin. Lê di heman demê de yek an herdu dengên destpêka peyvê jî tên dubarekirin. Ev nimûne ji lîsteyeke Wîkîferhengê (http://ku.wiktionary.org) ya peyvên zimanê zarokan di kurdî de hatine wergirtin û analîzekirin:

  • dest > tet / çeç (li gel guherandina D bi T an Ç)
  • dayik (da, dê) > dadê (gazîkirina dayikê yan xwişkê)
  • meme (şîr, av an her tişê vexwarinê), memik (bersîngên jinan ku zarok şîrî jê dixwin)
  • kako, keko, kake (birayê mezin)
  • bab, babo (paşî di hin devokan de bûye “bav, bavo”)
  • mama (dayê, dadê, dayikê – peyveke navneteweyî ya zimanê zarokan e)
  • pap (babo, bavo – peyveke navneteweyî ya zimanê zarokan e)
  • cocê (şûştin, balavkirin, serşo – ji “şsûstinê” bi guherandina Ş bi C)
  • çiçik (bersîngên jinan ku zarok şîrî jê dixwin)

Hin caran peyva bi xwe kurt jî di zimanê zarokan de ji ber dubarekirinê ji peyva bi zimanê mezinan dirêjtir dibe:

  • pê (ling) > pepê

Ev heman diyarde di gelek zimanên din de jî di axiftina zarokan de bi eynî awayî ye. Loma peyvên wek “bab, kak, mama, papa” di pir zimanan de peyda dibin.

 

  1. Dubarekirina bi vokalguhêziyê

Mebest ji dubarekirina bi vokalguhêziyê ew e ku peyv tê dubarekirin lê di peyva dubarekirî de vokala peyva serekî bi vokaleke din tê veguhastin. Peyva serekî dikare li destpêkê yan jî li dawiyê be

  • naz > nazûnûz[18]
  • qal (behs, gotin) > qîlûqal[19]

Di peyva navneteweyî “zigzag / zigzag” (çepûçûrr) de jî heman diyarde berçav e lê beşên vê peyvê “zig” an “zag” bi tenê ti maneyê nadin.

Dubarekirina bi vokalguhêziyê di kurdî de – bi kêmî di kurmancî de – diyardeyeke nadir û neçalak e. Çend peyvên heyî jî bi piranî – eger ne hemû – ji zimanên din hatine wergirtin.

 

  1. Dubarekirina paşveyî

Me li jor diyar kiriye ku peyv dikarin an bi temamî an jî bi pişkî dubare bibin. Di peyvên bi pişkî dubare dibin de an herdu peyv serekî ne (bo nimûne “gulûgiya” ji “gul” û “giya”) yan jî beşa yekem ji peyva serekî pêk tê û beşa duyem jî li gor wê hatiye eyarkirin û wek peyveke serbixwe peyda nabe yan eger peyda bibe jî ne bi vê maneyê ye (bo nimûne “tişt > tiştûmişt” an “naz > nazûnûz”).

Lê piçekê li jortir me diyar kir ku peyva dubare “qîlûqal” bi vokalguhêziyê ji peyva “qal” (behs, gotin) pêk hatiye. Anku ne li gor rêbazên giştî beşa duyem li gor a yekem lê pişka yekem li gor beşa duyem hatiye eyarkirin.

Gelo ev peyveke tenê ye û qeydşkên e?
Kerem bikin li van peyvan binêrin:

  • nipînû[20] (pirr nû, bi temamî nû, aniha derketî)
  • tikîtenê[21] (bi temamî bi tenê)

Di peyva “nipînû” de “nû” peyveke serbixwe ya watedar e. Lê beşa yekem anku “nipî” bi tenê ti maneyê nade. Anku beşa yekem li gor beşa duyem hatiye çêkirin. “Tikîtenê” jî bi heman awayî ye lê ew dikare herwiha eyarkirina gotinên “tek û tenê” li gor vî qalibê “nipînû” jî be.

“Nipînû” bi xwe peyveke nû ye û van salan di zimanê nivîskî de hatiye çêkirin. Ew di rastiyê de wergera yepyeni ya tirkî ye ku dubarekirina pişkî ya peyva yeni (nû) ye. Di tirkî û zimanên lêzimî wî de dubarekirina pişkî ya paşveyî (beşa duyem li gor beşa yekem) diyardeyeke berbelav û çalak e:

  • kara (reş) > kapkara (pir reş, bi temamî reş)
  • beyaz (spî) > bembeyaz (sîs, bi temamî spî)
  • temiz (paqij) > tertemiz (bi temamî paqij)

Wek ku tê dîtin, peyva dubare li destpêkê ye, yekem dengê wê wek yê peyva serekî ye û vokal A ya E ye (li gor harmoniya vokalan). Herwiha di peyva dubare de sê deng hene (tam wek di kurdî de – li jortir binêrin – lê di kurdî de peyva dubare adeten dikeve pey peyva serekî, ne berî wê). Ji nimûneyan diyar dibe ku dengê sêyem ê peyva dubare ne herdem eynî ye (kap-, bem-, ter-). Lê di rastiyê de bi piranî ew deng P ye, M û R (û hin dengên din jî) nadir in.

“Nipînû” ne tenê li ber modela tirkî hatiye çêkirin ji ber wê yekê ku peyva serekî li dawiyê ye. Herwiha P jî wek dengê sêyem ê peyvên dubare yên tirkî ye. Lê dîsa jî “nipî-“ bo nimûne ji “kap-“ bi hindê jî cuda ye ku di “kap” de sê lê di “nipî” de çar deng hene. Ew bi heman awayî ji peyvên dubare yên kurdî bi xwe jî cuda ye ji ber ku di van rewşan de di kurdî de jî ew peyv sê-dengî ne.

Tevî ku “nipînû” li ber modela tirkî hatiye avakirin jî, ew ne bi her awayî wek wê ye. Heman peyvê “tek û tenê” ya ji du peyvên serbixwe jî nêzîkî xwe kiriye û şiklê “tikîtenê” daye wê. Wek prensîp ev awayê peyvsaziya dubarekirinê jî dikare di kurdî de belav bibe. Di rastiyê de ji niha ve hin ji peyvên din jî yên bi heman modelê di kurdî de hatine çêkirin (niha bi piranî di wergerên berhemên tirkî de):

  • reş > ripîreş[22] (bide ber tirkî “kara > kapkara” = tam reş, bi temamî reş)
  • şîn > şipîşîn[23] (tirkî mavi > masmavi)
  • zer > zipîzer[24] (sarı > sapsarı)

Lê wisa dixuye ku ne mimkin e ku mirov peyva “spî” bi heman awayî xurt bike û bike *sipîspî.

Di kurdî de ji berê ve hin awayên din li cihê van hene, bo nimûne: reşê tarî, şînê esmanî, zerê zîq û hwd. Niha hê zû ye ku em pêşbînî bikin ka kîjan ji van herdu şêweyan dê serî ji yê din bistîne. Bi ihtimaleke mezin herdu awa dê heta demekê wek alternatîvên hev hebin.

 

  1. Dubarekirina bi hevwateyan

Di kurdî û gelek zimanên din de jî hin tişt bi du peyvên hevwate (hevmane) anku sînonîm tên dubarekirin. Hin caran yek ji van peyvan (bi texmîna bikarînerên wan) xwemalî ye û ya din jî ji erebî yan ji tirkî hatiye wergirtin:

  • îş û kar
  • şert û merc
  • vîn û îrade

Hin peyvên wiha êdî hind bi hev ve zeliqîne ku êdî kêm bi tena serê xwe tên bikaranîn:

  • nav (navber) + beyn (navber) > navbeyn / navbên
  • bar (rewş, hal) + dox (rewş, hal) > barûdox

Du sebebên bikaranînên wiha hene:

  • Bikarîner dixwaze peyva xwemalî ya “kurdiya paqij” bi kar bîne lê li aliyekî din guman dike ku belkî xwandevan wê fehm nekin loma hevwateya wê ya bi eslê xwe biyanî jî li gel dinivîse.
  • Bi dubarekirina heman tiştî bi du peyvên hevwate lê ji hev cuda dixwaze giraniyê bide ser meseleyê.

Lê ev ne tek awayê dubarekirina heman tiştî bi du peyvên ji hev cuda ye. Carinan herdu peyv ne bi temamî hevwate ne û ji aliyê dengnasî ve jî ne dubarekirin in lê bi maneya xwe ya nêzîk heman tiştî dubare dikin û giraniyê didinê:

  • navûdeng (meşhûriyet, navdarî)
  • sal û zeman (demeke gelek dirêj)
  • serûçav, devûlêv (bi maneya hemû “rû, dêm”)

Carinan peyv dikarin herdu jî xwemalî yan biyanî bin an jî rehê wan neyê nasîn:

  • şeref û namûs
  • govend û dîlan
  • dawet û dîlan
  • reş û tarî

Dubarekirin dikare herwiha bi bikaranîna formên yekhejmar û pirhejmar ên heman peyva bi eslê xwe ji erebî jî pêk were:

  • hed û hidûd (“hidûd” di erebî de pirhejmariya peyva “hed” e)
  • şert û şirût / şurût (“şurûṭ” di erebî pirhejmariya peyva “şert” e)
  • hal û ehwal (“eḥwal” di erebî pirhejmariya peyva “ḥal” e)

Dubarekirina hin hevwateyan dikare bi peyvrêziya xwe azad be, bo nimûne “kitêb û pirtûk” an “pirtûk û kitêb”. Lê di dubarekiriyên qalibgirtî de peyvrêzî sabit e û cihê peyvan bi hev naguhere:

  • şert û merc (lê ne *merc û şert)
  • navbeyn (lê ne *beynnav)
  • reş û tarî (lê ne *tarî û reş)
  • şert û şirût (lê ne * şirût û şert)

Ji van nimûneyan em dikarin van qeyd û bendên giştî yên peyvrêziya hevwateyên dubarekirî hîn bibin:

  • Peyva yekem dikare xwemalî be û ya duyem biyanî / erebî be (bo nimûne “navbeyn”) yan jî peyva yekem biyanî û ya duyem xwemalî / îranî be (bo nimûne “şert û merc”).
  • Eger dubarekirin bi forma yekhejmar û pirhejmar a heman peyvê be, hingê forma pirhejmar berî forma pirhejmar e (bo nimûne “şert û şirût” lê ne “*şirût û şert”).

Lê em hewceyî hê vekolînan daku tê bigihin ka hê rê û rêbaz hene ku çawa û çima hin hevwate berî hinên din tên an na. Û eger hebin, ew çi ne.

 

  1. Dubarekirina bi dijwateyan

Ji bilî dubarekirina bi hevwateyan, di kurdî de peyvsazî herwiha dubarekirina bi dijwateyan anku antonîman jî mimkin e. Dubarekirina dijwateyan dikare ji du peyvên serbixwe yên dijî hev pêk hatibe (bo nimûne ji du rengdêran) yan jî ji forma erênî û forma neyînî ya heman lêkerê bin:

  • reşûspî (ne rengîn): televizyoneke reşûspî
  • biçûk û mezin, pîr û ciwan (kesên ji hemû jî û temenan)
  • bi şev û roj (herdem, 24 saetan)
  • kir û nekir (çi kir jî): Min kir û nekir, ew razî nebû (Min çi kir jî, ew razî nebû)
  • bivê-nevê (illeh, çawa be jî, herhal)

Ji van nimûneyan em dikarin van qeyd û bendên giştî yên peyvsaziya bi dubarekirina dijwateyan diyar bikin:

  • Peyvên dubarekirî dikarin rengdêr bin (bo nimûne “reşûspî”) navdêr bin (şev û roj) an lêker bin (dikim-nakim = çi dikim jî, dîsa nabe).
  • Peyvrêziya peyvan ne azad e lê qalibgirtî ye: “reşûspî” lê ne “*spîûreş”; “bi şev û roj” lê ne “*bi roj û şev”; “kir û nekir” lê ne “*nekir û kir”.

 

  1. Peydabûna “dudu” û “sisê”

Di kurdî de – bi taybetî jî di kurmanciya navendî de – hejmarên 2 û 3 ji bilî navên “du” û “sê”, herwiha formên “dudu”[25] û “sisê” jî hene. Ew ne di devokên din ên kurmancî de, ne di zaravayên din ên kurdî de û ne jî di zimanên din ên îranî yan hindûewropî de peyda dibin tevî ku navên hejmarên 2 û 3 bi awayekî yan awayekî din di van ziman û zaravayan de jî hevrehên navên van hejmaran ên bi kurmancî ne. Ji vê jî diyar dibe ku “dudu, sisê” dubarekirinên formên “du, sê” ne, ne ku “du, sê” kurtkirinên “dudu, sisê” bin.

“Dudu” dubarekirineke temam e ya xwerû ye. Lê “sisê” hinekî ecêb û xerîb dixuye:

  • Berevajî qeyda giştî, di “sisê” de peyva serekî “sê” ne li destpêkê lê li dawiyê ye.
  • Tevî ku dubarekirina paşveyî (li jortir binêrin) wek di peyvên “nipînû” de niha di kurmancî de êdî mimkin e jî, ew bi piranî bi rengdêran ve – xaseten bi navên rengan ve – sinordar e lê “sê” ne rengdêr e.
  • Di dubarekirina paşveyî de qalibê peyva yekem wiha ye: konsonanteke wek konsonanta destpêka peyva serekî (nipînû, tikîtenê, zipîzer) + i + konsonantek (bi piranî P) + î. Lê di peyva “sisê” de tenê “si-“ heye.
  • Hemû peyvên bi dubarekirina paşveyî bi zelalî li ber modelên wan ên tirkî hatine çêkirin lê ti modeleke tirkî ji qalibê “sisê” re peyda nabe.[26]

Di rastiyê “sisê” jî wek “dudu” divê carekê “*sêsê” bûbe anku encama dubarekirina temam a xwerû be lê paşî ê-ya kîteya yekem kurt bûbe û “sisê” jê peyda bûbe. Bi heman awayî “dudu” jî êdî bi piranî wek “didu” tê gotin û gelek caran nivîsîn jî.

 

 

  1. Çi ne dubarekirin e?

Carinan hin deng an kiteyên wek hev an nêzîkî hev dikevin pey hev lê dîsa jî ew ne dubarekirinên peyvsaz in:

  • dan > didan
  • nebêjin > bibêjin
  • nivîsî > nenivîsî
  • dinivin > nanivin
  • dan > dadan

Pêşpirtikên wek “di-, bi-, na-, ne-“ li vê derê pêşgirên giştî ne, dengê wan ne ji ber peyva li dûv wan e. Heman pêşpirtik dikevin berî gelek peyvên ne bi heman dengî dest pê dikin jî.

  • di-kir, di-got, di-xwar…
  • bi-kin, bi-rêjin, bi-çerînin…
  • ne-girt, ne-livîn, ne-hatibû…
  • da-ketiye, da-ûrand, da-girin…

 

  1. Çi birr dubare dibin û dibin çi?

Di dubarekirina peyvsaz de hin peyvên nû ji peyvên heyî tên çêkirin. Hin caran birra peyvê wek xwe dimîne, bo nimûne ji navdêran navdêr an ji rengdêran rengdêr derdikevin. Lê gelek caran jî ji encama dubarekirinê birra peyvê diguhere, bo nimûne navdêr dibe rengdêr an berevajî.

Di vê beşê de em ê bi hin nimûneyan diyar bikin ka birrê peyva sade dikare bibe çi:

 

Navdêr > navdêr

  • mal > malûhal (dubarekirina pişkî bi guherandina li destpêkê)
  • mişk > mişkûmar (dubarekirina pişkî bi guherandina li dawiyê)
  • xal > xalxalok (dubarekirina temam a bidûvik)

 

Navdêr > rengdêr

  • parçe > parçe-parçe (dubarekirina temam a xwerû)
  • der(î) > derbider (dubarekirina temam a binavbirk)
  • gul > gulgulî (dubarekirina temam a bidûvik)

 

Navdêr > hoker

  • car > car-car (dubarekirina temam a xwerû)
  • ser > seroser (dubarekirina temam a binavbirk)

 

Rengdêr > rengdêr

  • dûr > dûr û dirêj (dubarekirina pişkî li destpêkê)
  • kûr > kûr û dûr (dubarekirina pişkî li dawiyê)
  • tijî > tijjî (dubarekirina bi şidandinê)

 

Rengdêr > hoker

  • hêdî > hêdî-hêdî
  • hûr > hûr-hûr

 

Rengdêr > navdêr

  • hûr > hûrûmûr (tiştên hûr, biçûk, ne giring…)

 

Lêker > lêker

  • liv-în > livliv-în (dubarekirina temam)
  • hej-andin > hejhejandin (dubarekirina temam)

 

Lêker > lêker

  • nal-în > nalenal (dubarekirina temam a binavbirk)
  • mêj- (mêtin, mihtin) > mêjmêjok (dubarekirina temam a bidûvik)

 

Lêker > rengdêr

  • liv-în > livlivok (dubarekirina temam a bidûvik)
  • hej-în > hejhejok (dubarekirina temam a bidûvik)[27]

 

Hoker > hoker

  • heta > heta-heta (dubarekirina temam a xwerû)
  • heta > hetawheta, hetaûheta (dubarekirina temam a binavbirk)
  • paş > paşpaşkî (dubarekirina temam a bidûvik)

 

Hejmar > hejmar

  • du > dudu (dubarekirina temam a xwerû)
  • sisê (bo awayê dubarekirinê li jortir li beşa Peydabûna “dudu” û “sisê” binêrin.)

 

Hejmar > hoker

  • yek > yek-yek (dubarekirina temam a xwerû)
  • yek bi yek (dubarekirina temam a binavbirk)

 

Hejmar > rengdêr

  • sed > sed-der-sed” bi maneya “bêguman, bêşik” (dubarekirina temam a binavbirk)

 

Diyarker > diyarker

  • çend > çendî çend

 

Bangeşan > bangeşan

  • wey > wey-wey (dubarekirina temam a xwerû)
  • ax > ax û ax (dubarekirina temam a binavbirk)
  • ax > ax û ox (dubarekirina bi vokalguhêziyê)

 

  1. Dubarekirin di asta hevokî de

Mijara me dubarekirin di peyvsaziyê de bûye. Me xwastiye diyar bikin ka çi û çawa peyvên nû bi dubarekirina peyvên heyî tên sazkirin. Dubarekirin li derveyî peyvsaziyê jî heye lê ew ne mijara me ya vê care ye. Lê dîsa jî em dixwazin bi çend nimûneyan berê xwandevanên hêja bidin dubarekirinê li derveyî peyvan jî.

Lê dixwazim diyar bikin ku ev nimûne tenê bi armanca diyarkirina diyardeya dubarekirinê di asta hevokan (risteyan, cumleyan) de ye. Armanc ne ew e ku em kûr û dûr meseleyê li vê derê vekolin.

  • hem … hem …: Peyva “hem” di kurmancî de bi tenê peyda nabe. Her cara ku em wê di hevokekê de bi kar bînin, divê ew careke din jî were dubarekirin:
    • hem em û hem jî ew
    • hem dixwe û hem vedixwe
  • “Ez nakim, ez nakim”a xwe bihêle! Anku: De bes bibêje “ez nakim”.
  • Dubarekirina xemsar
    • Qiseker 1: Ew nayên.
    • Qiseker 2: Ê nayên nayên. (Ne xem e ku nayên, bila neyên.)

 

 

  1. Dubarekirina îdiyomatîk an totolojîk?

Wek ku li jor diyar bûye, dubarekirin carinan maneyên cuda û carinan jî tamên cuda didin peyvan. Gelek caran, di heman demê de maneyê û tamê jî piralî û berfirehkirin. Dubarekirinên wiha biwêjî anku îdyomatîk in û yek ji awayên zengîniya zimanî ne.

Lê dubarekirina carinan bêkêr û bêxêr e, tenê gotinê yan nivîsê dirêj dike bêyî ku ti maneyekê yan çêjekê lê zêde bike. Ji dubarekirinên wiha re di zimannasiyê de totolojî (bi inglîzî tautology) tê gotin. Gotinên wisa bêwec û bêkêr dubarekirî jî totolojîk (tautological) in. Li vê derê hemû diyardeya totolojiyê ne mijara me ye lê em ê tenê çend nimûneyan bidin daku mesele were fehmkirin û were zanîn ku herdem dubarekirin jî ne tiştekî erênî û hêvîkirî ye:

  • derketin derve: Ev gotin di medyaya kurdî de pir tê dubarekirin. Lê ew totolojî ye anku dubarekirineke zêde ye ji ber ku di peyva “derketin” bi xwe de jî maneya “derve” heye. Lê ji ber ku di tirkî de ev gotin “dışarıya çıkmak” e, li ber peyva “dışarı” di kurdî de jî “derve” lê tê zêdekirin. Lê “derve” ti tiştî li “derketin”ê zêde nake û tenê bi xwe zêde ye.
  • serbest berdan: Dîsa li gor mentiqa tirkî “serbest” jî li peyva “berdan” hatiye zêdekirin lê bi xwe ti maneyeke zêdetir an tameke din nade peyvê, tenê bi xwe zêde ye. Di kurdî girtî an tên “berdan” an jî tên “serbestkirin” lê nayên “serbestberdan”.
  • di derbarê de: Peyva “derbarê” ji farisî hatiye û ji peyvên “der” (tê de) ´”bare” (rewş, hal) hatiye. Lê di kurdî de hin caran “di … de” jî lê tê zêdekirin. Lê li cihê “di … de” ya kurdî ji xwe “der” a farisî di peyvê de heye. Loma “di derbarê … de” biwêjeke totolojîk e. Çêtir e ku mirov tenê bibêje “derbarê filan tiştî”, ne “di derbarê filan tiştî de”.
  • Pêkhevî[28] navê straneke nû ya Şivan Perwerî ye. Ew hewldaneke têkilkirina kurmanciya navendî û kurmanciya rojhilatî ye yan jî kurmanciya navendî û soranî ye: bi kurmanciya rojhilatî pêkve (soranî pêkewe) û kurmanciya navendî bi hev re (kurtkirî pevre) ye. Lê di peyva “pêkhevî” de “pêk”a kurmanciya rojhilatî heye ku beramberî “bi hev / pev” a kurmanciya navendî ye. Beşa duyem jî ji peyva “hev” pêk hatiye. Eger mirov peyva “pêkhevî” li kurmanciya navendî “wergerîne”, ew dê bibe “bi-hev-hev-î” (kurtkirî “pevhevî”). Eger li kurmanciya rojhilatî jî “wergerîne”, ew dê bibe “bi-yek-yek-î” (kurtkirî “pêkêkî”). Anku di peyvê de “bi êk / pêk” ya kurmanciya rojhilatî û hevbera wê “bi hev / pev” ya kurmanciya navendî li pey hev hatine dubarekirin û bûne totolojîk. Lê di heman demê de “ve” ya kurmanciya rojhilatî (pêk-ve) û “re” ya kurmanciya navendî (“bi hev re, pev re”) hatine jibîrkirin.

 

  1. Wate û armancên dubarekirinê?

Wateya peyvên dubare ne herdem îkonîk e anku ne tenê maneya beşên dubarekirî didin. Bo nimûne, dema ku em dibêjin “gulûgiya”, mebesta me ne tenê “gul” û “giya” ne lê hemû riwek, nebat û şînkatî ne. Dema ku em dibêjin “gulûgiya”, qesta me dar û devî û gelek tiştên din in jî ku şîn dibin.

Em dikarin bi kêmî van armancên dubarekirinê destnîşan bikin:

  • Berfirehkirin (extension) an piralîkirin (diversification)
    • zarûzêç (zarok û endamên din ên malê, bi taybetî jin)
    • mêşûmor (mêş û hemû jînewerên biçûk ên wek wan: kêz, pêşû…)
    • malûhal (mal, xanî, malbat û tiştên din ên têkilî wan)
    • gulûgiya (hemû nebat, riwek)

 

  • Xurtkirin (intensification)
    • dûr-dûr (pirr dûr)
    • lez û bez (leza zêde)
    • çendî çend (gelek, pirr)
    • gellek (gelek gelek, pirr pirr)

 

  • Berdewamî (repetition)
    • nalenal (nalîna berdewam)
    • birdebird
    • bi şev û roj

 

  • Sistkirin (attenuation)
    • hêdî-hêdî
    • piço-piço

 

  • Şibandin
    • pêpik: piyên (lingên) maseyan yan textên xewê. Bi dubarekirinê ji peyva “pê” hatiye çêkirin ji ber ku ew hinekî dişibin piyên microvan.

 

  • Tinazîkirin

Bi armanca henek, tinazî, tirane, galte, laqirdî, qerf, mîzahî tên bikaranîn, bo nimûne:

  • şildim-bildim: axiftina bi zimanê tirkî
  • zaza: zimanê / zaravayê ku qaşo Z tê de pirr li kar e
  • here-were: kurmancî (zimanê ku bi dîtina tirkan û zazayan ev gotin pit tê de tên bikaranîn)
  • qiltû-miltû[29]: axiftina bi zimanê erebî
  • laq (ling, pê) > lûlaq (lingên rût û bêteşe)
  1. Rastnivîsîna peyvên dubarekirî

Gelo peyvên dubarekirî çawa tên nivîsîn an em wan çawa binivîsin? Her beşek cuda, hemû bi hev e yan jî bi xetikên navberê:

  • kar û bar, zar û zêç, roj bi roj, yek yek, hêdî hêdî, nav nîşan?
  • karûbar, zarûzêç, rojbiroj, yekyek, hêdîhêdî, navnîşan?
  • kar-û-bar, zar-û-zêç, roj-bi-roj, yek-yek, hêdî-hêdî, navnîşan?

Mixabin ti ji van her sê awayan herdem bikêrhatî ye. Hin ji peyvên dubarekirî bê navbirr bi hev re, hin bi temamî ji hev cuda û hin jî bi xetikan bi hev ve girêdayî tên nivîsîn. Anku em nikarin bibêjin ku bila hemû li gor heman rêbazê bên nivîsîn lê em dikarin çend şîret û rênimayan bidin. Heta ji min hatiye, min hewl daye ku guh bidin rastnivîsîna heyî anku awayê ku piraniya nivîskar û rojnamevanan di nivîsên xwe de bi kar tînin – min hewl nedaye ku dijî wan rêç û rêbazên xwe ferz bikim:

  • Bi xetikên navbir
  • hokerên ji dubarekirina xwerû:
    • hêdî-hêdî, yek-yek, piço-piço
  • dubarekirinên “demkî” (ex tempore) ên bi M yên bênavbirk: kitêb-mitêb, ders-mers

 

  • Bi hev re anku pêkve
  • dubarekirinên temam ên îdyomatîk:
    • karûbar, zarûçêç, malûhal
    • seranser, beramber
  • dubarekirinên pişkî yên cihê xwe girtî û îdyomatîk:
    • navnîşan, hûrûmûr, tişt û mişt
  • Ji hev cuda
  • dubarekirinên temam ên bi daçeka “bi”:
    • roj bi roj, yek bi yek
    • ji bilî çend peyvên îdyomatîk: derbider
  • dubarekirinên “demkî” (ex tempore) ên bi M yên bi navbirka “û”: ders û mers, kitêb û mitêb.

 

___________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Mijara peyvsaziyê bi kurdî baş nehatiye vekolîn. Ez ne haydar im ku heta niha ti lêkolîneke zimannasî li ser peyvsaziya bi dubarekirinê di kurmancî yan zazakî de hatibe kirin. Yek ji kêm lêkolînên di vî warî de nivîsareke Mihemed Mehend û Mesûd Mihemedradî ya bi farisî بررسی صوری و معنایی تکرار در کردی سورانی (Vekolîna dirûvî û wateyî ya dubarekirinê di kurdiya soranî de) ye ku di hejmara 3 ya kovara زبان‌ها و گویش‌های ایرانی (Ziman û Zaravayên Îranî) ya saziya ziman û edebiyata farisî Ferhengistanê de hatiye belavkirin. Li ser peyvsaziya bi dubarekirinê di kurdiya başûrî (feylî, kelhurî, kirmaşanî) de jî Ismaîl Kemendar Fettah çend rûpelên kitêba xwe ya bi fransî Les Dialectes Méridicionaux Kurdes dide mijarê. Me ev lêkolîn jî li ber çavan girtine lê hêjayî gotinê ye ku ji ber zimanên pê nivîsandî (farisî û fransî) piraniya kurdan nikarin sûdê ji wan wergirin. Herwiha hem wan cih nedaye zaravayên din ên kurdî (xaseten zaravaya serekî kurmancî) û hem jî wan jî gelek ji tiştên bingehîn ên peyvsaziya bi dubarekirinê ya di zaravayên mijara wan jî nivîsandî hiştine. Loma em vê vekolîna niha li ber destê we wek zerûriyekê dibînin. Ji bilî lêkolînên behskirî, çavkaniya me ya serekî ya navneteweyî kitêba Reduplication: Doubling Morphology Sharon Inkelas û Cheryl Zoll e. Ji ber nêzîkiya gelek mijaran di kurdî û farisî de, me ji çendîn vekolînên li ser peyvsaziya bi dubarekirinê di farisî de jî wergirtiye. Lê dîsa jî di hin mijaran de dubarekirina peyvan di farisî û kurdî de ji hev cuda ye, herwiha gelek ji nimûneyên di kurdî de di farisî de peyda nabin û berevajî. Herçi nimûneyên di vê vekolînê de pêşkêşkirî ne, min bi xwe ew ji xwandinên berhemên kurdî bijartine. Eger nimûne peyveke naskirî û berbelav be, çavkaniya wê nehatiye dan ji ber ku mirov dikare di gelek ferheng û berheman de bibîne. Eger peyva nimûne nadir an kêmnaskirî be, hingê çavkaniyeke bikaranîna wê hatiye dan.

[2] Ev peyv bo nimûney di helbesta navdar a şair Hêmin Mukriyanî Nałey cudayî (Nalîna ji ber cudahiyê / xerîbiyê) de heye: https://rojpress.wordpress.com/2011/06/04/mamosta-hemin-saqiya/

[3] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”giregir”: Hikûmeta Tirkiyeyê bi serokwezîrê xwe Erdogan û cihgirê wî Bulent Arinç û gelek giregirên xwe ve van salên dawiyê lêxebitî ko Şivan Perwer qane bike da vegere welatê xwe lê belê bi ser neket. http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=8&ArticleNr=7831#.VlH4wHbqiko

[4] Nimûneyeke ji bikaranîna forma ”sertaser”: ”Li Başûr banga xwepêşandana sertaserî hat kirin”. http://www.rojnews.net/ku/drejey-hewal.aspx?id=25614&LinkID=26&Li-Ba%C5%9F%C3%BBr-banga-xwep%C3%AA%C5%9Fandana-sertaser%C3%AE-hat-kirin

[5] Nimûneyek ji bikaranîna varyanta ”sertanser”: ”Li sertanserê Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna li dijî valakirina deverên kurdî xwepêşandan têne lidarxistin.” https://www.rojavanews.com/kurdish/index.php/kurdistan/item/3383-rojava-news

[6] Nimûneyek ji bikaranîna forma ”serdanser”: “ji bo bicîhanîna karûbarên girêdayî parastina aramî û ewlekariyê li serdanserê Iraqê, hate kirin.” http://www.gov.krd/a/d.aspx?a=28963&l=16&r=240&s=010000

[7] Bo zêdebûna N li peyvan, bidin ber tac > tanc, çok > çok, çawa > çawan, dîsa > dîsan, wisa > wisan, çito (ji “çi tov”) > çiton. Lê li aliyekî din, N dikare bikeve jî: çilon (ji ”çi lewn” anku ”çi reng, çawa”) > çilo (çawa, çito).

[8] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”paşpaşkî”: ji bo Kurdistan serbixwe û sînorên dewletên dagîrker parçe nebin, paşûpê û paşpaşkî li kerên xelkê siwar dibin. http://www.lotikxane.com/2015/01/07/ji-xelke-re-hekan-ji-kurdan-re-zelqan-dikin/

[9] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”devdevkî”: mixabin Mam Heyder devdevkî dirêjî erdê bû. http://www.ummetiz.biz/index.php?topic=25214.0;wap2

[10] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”kenkene”: ”Erbîl û Mûsil û Kerkûk û Bexda têkvedan û giregir û kenkene neman neçû nik”: http://www.kulturname.com/?p=56

[11] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”girgire”: ”Binêrin; çend parlementer û giregireyên BDPê pêşwazîya Barzanî kirin ya rast jî ew bû, lê heman demê li alîyê din Serokê BDP yê Amedê ber derê avahîya BDPê dijî vê seredanê daxuyanî dida.” http://www.yuksekovaguncel.com/kongereya-netew-amed-barzan-makale,600.html. Lê forma serdest a vê peyvê ”giregir” e anku bi dubarekirina bidûvik e (li jortir binêrin.)

[12] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”gotgotk”: ”Mirov dijminê wî tiştî ye yê ku nas neke, vêca eva hanê neyariyekê hindek caran li cem xelkê peyda dike, we kir ku hindek gotgotkên neweyî û nerast li ser êzidiyan bêne gotin.” http://www.pen-kurd.org/kurdi/hejar-m/hevpeyvin-mueyed-teyib.html

[13] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”gotegot”: ” Divê keç xwe ji gotegotên civakê rizgar bikin”. http://www.kurdistan24.net/ku/interview/23071560-aff5-4ddd-915f-16e1cd9327d8/Div%C3%AA-ke%C3%A7-xwe-ji-gotegot%C3%AAn-civak%C3%AA-rizgar-bikin

[14] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”dengûdor”: ”Di nav dengûdor û qerebalixê de gotina rastiyê li eniya wan diyar e.” https://ku.wikiquote.org/wiki/Ronah%C3%AE_ji_dilek%C3%AE_bo_dilan

[15] Bo wate û bikaranîna peyva ”destûdar” binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/dest%C3%BBdar

[16] Nimûneyek ji peyva ”şildim-bildim”: parlamentera DTP a Amedê xaltîka me Aysel Tugluk, a ku ji şildim bildima tirkî pêve nizane û qet niyeta wê tune zimanê kurdî jî hîn bibe.” http://www.lotikxane.com/arsiv/berivan%20al%20nu.htm  Ji aliyê etîmolojî ve ihtimalen ji ”şöyle böyle” (wisa wiha) ya tirkî ye lê mimkin e ku ji ”söyledim bildim” (min got, min zanî) jî be.

[17] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”qilo-pilo”: ”Siyaset bi qilo pilo nabe, divê bi Kurdperwerî bête meşandin cigerino.” http://www.lotikxane.com/2015/09/23/xale-qafsipi/

[18] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”nazûnûz”: ” Îsraîl piştî hin naz û nûz him uzrê xwe xwest û him jî dana tazmînatê qebûl kir.” http://zinarexamo.blogspot.fi/2013/12/roboski-di-dile-milete-kurd-da-birinek.html

[19] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”qîlûqal”: ”Qîl-û-qal pir in, lê agahiyên baş li ser diziya ku dibe, li cem kêm kesan hene.” http://www.amude.net/nerin/sirwan-zerevan.html

[20] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”nipînû”: Ew li dû navbereke dirêj bi stranên xwe yên nipînû derket pêşberî muzîkhezan. http://www.rizgari.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=1724

[21] Nimûneyek ji bikaranîna peyva ”tikîtenê”: ”Ahmet nayê girtin lê tikîtenê dimîne, hemû hevalên wî, hema bibêje kê nas dike yan ketiye girtîgehê yan jî li cîne ku nayê zanîn e.” http://www.ahmetkaya.com/Hakkinda.aspx?ver=krt

[22] Bo nimûne: ”Tariyeke ripîreş xwe li jiyana min pêçabû û ez di nav wê tariyê de difetisîm.” Di heman nivîsê de bi qasî deh caran peyva ”ripîreş” hatiye bikaranîn. http://www.kulturname.com/?p=3835

[23] “Demsal bihar bû, giya şîn bibûn, ezman şipîşîn bû û stêrk birqok bûn.” http://www.artuklu.edu.tr/Upload/tyde/Tezler/388896.pdf r. 21.

[24] Bo nimûne: ”Poyraz Mûsa, nezanîbû wê çi bikira li Abdulwahap Bêg vegeriya. Ew jî, zipîzer bûbû, wek pelê payîzê, bûbû wek mişmişê, qey dileriziya.” http://arsiv.niviskar.com/content/f%C4%B1rat-kan-ak%C4%B1yor-baksana

[25] Ji bilî ”dudu”, ev peyv bi çendîn formên din jî di nivîsan de tê dîtin: ”dido, didu, dudo…”

[26] Di tirkî de navê hejmara 3 ”üç” e.

[27] ”Hejhevok, livlivok” wek prensîp dikarin rengdêr à rengdêr jî bin (hejok à hejhejok, livok à livlivok) lê ji ber ku dubarekirina paşveyî di kurdî de diyardeyeke nadir û nû ye, bi dîtina min ew wiha çêbûne: liv-în à livlivok an jî liv-în à livliv-în à livlivok.

[28] Strana ”Pêkhevî” dikare li vê derê were bihîstin û dîtin.

[29] https://ku.wiktionary.org/wiki/qilt%C3%BB_milt%C3%BB

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s