“Zava” û “damad” – anku cudahiyên dengnasî yên kurdî û farisî

Husein Muhammed

husein

Wekhevî û cudahî

Kurdî û farisî du zimanên îranî ne anku ji eynî binemalê ne. Di wan de gelek tiştên wek hev hene: deng (herf), peyv, qeyd û bendên pirtiknasî (morfolojî) û hevoknasiyê (sîntaks). Bo nimûne, piraniya dengên di kurdî de hene di farisî de jî hene. Bi hezaran peyv wek hev in yan jî pirr nêzîkî hev in. Ji aliyê rêzimanê ve cihê peyvan di hevokê de bi piranî wek hev e.

Lê di navbera van herdu zimanên lêzim de herwiha gelek cudahî jî hene. Di kurdî (bi taybetî kurmancî) de hin deng (herf) hene ku di farisî de nînin. Bo nimûne, di kurmancî de li destpêka peyvê jî bi kêmî du cûreyên dengên Ç, K, P, T hene ku yek jê bipif (req, bi inglîzî ”aspirated”) û yê din jî bêpif (nerm, ”unaspirated”) in. Lê di farisî de ew herdem li destpêka peyvê req in. Bi sedan yan hezaran peyvên wisa jî di kurdî û farisî de hene ku ne wek hev in. Hin caran hin peyv hene ku wek hev in lê maneya wan di kurdî û farisî de ji hev cuda ye. Ji aliyê rêzimanî ve, bo nimûne, di kurmancî de navdêr ji aliyê rêzimanî nêr yan mê ne lê di farisî de peyvan ti cinsê/zayenda rêzimanî nîne. Kurmancî zimanekî ergatîv e lê farisî zimanekî akuzatîv e: bi kurmancî mirov dibêje ”ez dibêjim” lê ”min got” lê di farisî de ”men mîgoyem” û ”men goftem” anku di herdu haletan de di farisî de kirde (men) wek xwe dimîne û lêker jî li gor wî paşpirtika xwe (-em) werdigire.

Di vê kurtevekolînê em ê em tenê li ser cudahiyên dengnasî yên kurdî û farisî rawestin. Em ê nimûneyan bi farisî û kurmancî bidin. Heke behsa zaravayên din yên kurdî neyê kirin, hingê ew jî wek kurmancî ne. Heke ji kurmancî cuda bin, em ê vekirî bibêjin.

Berhevdana dengan

FARISΠ                                                      KURDÎ

 A                                                              carinan (H)A/Ê/Î[1]

  • Bi piranî di herdu zimanan de A ye
  • Di kurdî li destpêkê gelek caran H tê berî wê
    • F: asan, ahen K: hêsan, hesin/asin

 

B                                                               V, W

  • Di kurmancî û soranî de li nav û dawiyê, di kelhurî, zazakî û hewramî de li destpêkê jî dibe V/W
    • F: ab, ebr,şeb, leb K: av, ewr, şev, lêv

 

D                                                               Z, D, –

  • Li destpêkê bi F dikare D be û bi K dikare Z be
    • F: dana, damad, K: zana, zava
  • Li dawiyê di farisî de D, di kurdî de dikare vala be
    • F: bad, bûd, K: ba, bû
  • Li nava peyvê D di kurdî de heliye û bûye Y yan jî bi temamî rabûye
    • F: zaden, bûden, K: zan/zayîn, bûn/bûyîn

 

E                                                               I

– Bi piranî di kurdî de E ya îranî bûye I

  • F: kerden, x[v]arden, behar, K: kirin, xwarin, bihar[2]

 

Ë (Ê-ya kurt)                                            I

  • Dengê ”i” yê tam wek yê kurmancî di farisî de nîne, bûye ”ë” ku wek ”ê” ye lê kurttir e. Wek ”e” ya piraniya zimanên ewropî ye
    • F: dël K: dil

 

G                                                               B, G

  • Carinan V/W ya îraniya kevn yan navîn di farisî de carinan bûye G lê di kurdî de bûye B
    • farisî: goraz, gorosnê K: beraz, birsî/birçî
  • Lê hin caran di herdu zimanan de jî bûne G:
    • F: gol, gorg, K: gul, gur(g)

 

H                                                               S, V

  • Carinan, bi taybetî li nava peyvê di farisî de H lê di kurmancî de S heye:
    • F: mahî, ahen K: masî, asin/hesin
  • Carinan jî, bi taybetî li nava peyvê di farisî de H lê di kurmancî de V heye:
    • F: kolah, kohen, dehan K: kulav, kevn, dev

 

M                                                              V[3]

  • li pey vokalan
    • F: nam, zemîn, merdom K: nav, zevî, mirov/meriv
  • ne li destpêka peyvê:
    • F: morden, merdom K: mirin, mirov
  • ne li pey konsonantan:
    • F: germ K: germ

 

O (lê ji ya kurdî kurttir)                          U / I

  • Gelek caran li cihê O ya farisî di kurdî de U yan I heye:
    • F: kord, bolbol K: kurd, bilbil
  • Bide ber O ya kurdî ku di farisî de bi piranî wek Û tê gotin

 

Ş                                                                H[4]

  • Carinan, bi taybetî li dawiyê
    • F: goş, çeşm, têşnê K: guh, çehv (à çav), tihnî (> tînî, tî)

 

Û                                                               O

  • Gelek caran li cihê O ya kurdî di farisî de Û heye:
    • F: rûz K: roj
  • Di farisiya devkî de gelek caran Û ketiye cihê A ya farisiya standard û kurdî:
    • F: dûnisten (= danisten) K: zanîn

 

V                                                               W

  • Di farisî de dengê W peyda nabe, hevberî W-ya kurmancî di farisî de bi piranî V ye, carinan jî B ye:
    • F: bergerdan, ebr K: wergerandin, ewr

 

X                                                               carinan H / K

  • Gelek caran li cihê X ya farisî di kurdî de H yan K heye:
    • F: xer, xoşk, telx K: ker, hişk, tehl

 

Z                                                               J

  • gelek caran
    • F: zen, zindegî K: jin, jiyan
  • Lê ne herdem
    • F: zerd, zemîn K: zer, zevî

 

Çima “zava” û “damad”

“Damad” ya farisî maneya “zava” ya kurmancî dide. Ew bi çend dengên xwe ji hev cuda ne. Ya kurmancî bi Z dest pê dike û farisî bi D. Di ya kurmancî de li navê V heye, di ya farisî de M. Ya kurmancî çar-herfî ye, ya farisî pênc-herfî. Di ya farisî de D li dawiyê heye, di ya kurmancî de nîne.

Dîsa jî ev herdu peyv ji eynî rehî ne. Bo isbatkirina vê idiaya xwe, em ê heman peyvê bi çend ziman û zaravayên din jî bidin:

  • kurmancî: zava
  • soranî: zawa
  • zazakî: zama
  • hewramî: zema
  • belûçî: zamat
  • avestayî: zamater
  • farisiya kevn: damater
  • farisî: damad

Bi borîna demê re ew guherîne heta ku her yek gihiştiye qalibê xwe yê niha. Lê guherîna dengên wan ne tesedifî ye. Di gelek peyvên din de jî ev heman guherîn peyda dibin.

Bo nimûne, guherîna D/Z tiştekî gelek berbelav e:

  • kurmancî: zanîn
  • soranî: zanîn
  • zazakî: zanayen
  • avestayî: zan-
  • pehlewî: dan-
  • farisî: dan-isten

 

  • kurmancî: dest
  • soranî: dest
  • zazakî: dest
  • farisî: dest
  • avestayî: zeste

 

  • kurmancî: dev
  • soranî: dem
  • farisî: dehan
  • farisiya kevn: defen
  • avestayî: zefen

Bi heman awayî guherîna M/V jî diyardeyeke mişe ye:

  • F: nam, zemîn, merdom K: nav, zevî, mirov/meriv

Ketina D ji dawiya peyvê di kurdî de jî dîsa berbelav e:

  • F: bad, bûd, dad (ji ”daden”) K: ba, bû, da (ji ”dan / dayîn”)

Anku peyvên ”zava” û ”damad” ne tenê yek lê sê cudahiyên giring yên dengnasiya kurdî û farisî bo me diyar dikin.

 

 

________________________
Têbînî:

[1] Bi soranî û bi taybetî jî bi zazakî jî bi piranî A ye.

[2] Bi zazakî jî bi piranî E ye: kerden, werden, wesar

[3] Di soranî û kelhurî de W ye, di zazakî û hewramî de jî wek farisî M ye. Berê M bû lê di kurdî de guheriye.

[4] Di zazakî û hewramî de jî wek farisî ye, di soranî de yan hatiye avêtin yan W ye.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s