“Bûbû” yan “bibû”?

 

Husein Muhammed

Mirov di tekstên kurdî de – hem yên kurmancî û hem jî yên soranî – herdu formên ”bûbû” û ”bibû” dibîne. Ew herdu jî bi eynî maneyê tên bikaranîn. Lê gelo kîjan ji wan rast e? Yan jî herdu rast in? Heke herdu rast bin, em kîjan wek forma standard bibijêrin?

Li ser daxwaza dostekî, ez ê li jêr tê bikoşim bidim bersiva van pirsan bidim.
”Bûbû/bibû” herdu jî wek formên dema borî ya dûr/çîrokî yên lêkera ”bûn” tê bi kar anîn. Ew forma kesê sêyem yê yekhejmar (ew) in:
– Ew bûbû/bibû doktor.
Formên wan yên bo kesên din jî ev in:
– (ez) bûbûm/bibûm
– (tu) bûbûyî/bibûyî
– (em/hûn/ew) bûbûn/bibûn
Formên neyînî jî wiha ne:
– (ez) nebûbûm/nebibûm
– (tu) nebûbûyî/nebibûyî
– (em/hûn/ew) nebûbûn/nebibûn
Wek ku diyar e, ”-bû” ya duyem nîşana dema borî ya dûr/çîrokî ye. Ew herwiha di peyvên din de jî hene:
– çûbû
– mabû
– zanîbû
– gotibû

Heke em li van nimûneyên li jor (çûbû, mabû) binêrin, em ê bibînin ka dema borî ya dûr  çawa peyda dibe. Formulaya wê wiha ye:

  •   rehê demên borî + bû

Piştî wê, mirov dikare pêşpirtika neyînîkirinê (ne) û/yan jî paşpirtikeke kesî lê zêde bike:
– (ew) [ne]bûbû
– (ez) [ne]bûbûm
– (tu) [ne]bûbûyî
– (em/hûn/ew) [ne]bûbûn
Wek ku diyar dibe, forma rast ”bûbû” ye.
Lê gelo forma ”bibû” ji kû tê û gelo ew jî rast e?
Bo peydakirina bersiva vê pirsê, kerem bikin li van çend nimûneyan binêrin:
– kir-i-bû
– dît-i-bû
– got-i-bû
Em dizanin ku ”kir-, dît-, got-” rehên demên borî ne. Ew bi avêtin paşpirtika raderî ”-in” (kir-in, dît-in, got-in) hatine peydakirin.

Herwiha bi paşpirtika ”bû” ew reh ketine dema borî ya dûr/çîrokî.
Lê gelo ew ”-i-” ya navbera wan ji kû hat? Û gelo ”i” ya di peyva ”bibû” de jî ne wek wan e? Bi gotineke din, heke ”gotibû” rast be (û em dizanin ku rast e), çima ”bibû” dê ne rast be?
Lê ”got-i-bû, dît-i-bû, kir-i-bû” ne wek “b-i-bû” ne. Di “got-i-bû, kir-i-bû, dît-i-bû” de dema borî ya dûr ji rehê demên borî (got, kir, dît) + “bû” hatiye çêkirin. Lê daku du konsonant nekevin pey hev, “i” jî li navbera rehê demên borî û nîşana dema borî ya dûr (bû) hatiye zêdekirin. Di hin devokan de ev “i” lê zêde nabe, anku mirov dibêje:
– kir-bû
– dît-bû
– got-bû
Lê hem di zimanê nivîskî de û hem jî di van devokan de rehê demên borî tê parastin û ”bû” lê zêde dibe. Tek cudahî ew e ku hin devok ”i” lê zêde dikin, hin jî ne.

Lê ”bibû” ne wisa ye. Di “bibû” de rehê demên borî ”bû” nehatiye parastin. Lê ji ber ku di peyvên wek ”gotibû, dîtibû” de berî ”bû”yê herfa ”i” heye, hin kes bi xeletî texmîn dikin ku divê ew di forma dema borî ya lêkera ”bûn”ê de jî hebe anku ”bibû” be.

Lê ”bûn” ne wek ”gotin, kirin, dîtin”ê ye. Di van her sêyan de rehê demên borî bi konsonantekê (”herfeke bêdeng”) bi dawî tê (goT, dîT, kiR). Herçi ”bûn” e, rehê wê yê demên borî bi vokalekê (herfeke bideng”) diqede (bÛ), wek ”çû, ma, za”. Di wan de di dema borî ya dûr de ti ”i” nînin:
– çûbû
– mabû
– zabû
Loma di ”bûn”ê de jî ”i” nîne. Anku forma rast ev e:
– bûbû
Forma neyînî:
– nebûbû
Formên wê yên din jî li gor kesan:
– (ez) [ne]bûbûm
– (tu) [ne]bûbûyî
– (em/hûn/ew) [ne]bûbûn

Advertisements

One thought on ““Bûbû” yan “bibû”?

  1. Kekê hêja (bibû) raste ji berkû pêşgira (bi) di zimanê KURDÎ de alavekê ragehandinê ye u eger em bi (bû) ve bi nuîsînin de bibe (raborîyê ragehandin) lê (BÛ) bi forma xwe ya niha kû em di zimanê kurdîde bikar tînin şaşîye jiberkû divîya li şûna (BÛ) em (BÎ) bikarbînin jberkû (BÛ) bitenê alaveke pirsê ye ….KÎBÛ? ÇIBÛ?
    lê (BÎN..BÎ) ji afrandina karekî yan tiştekî yanjî ji zayîna tiştekî tê….bû mînak peyva (NÎŞAN) peyvek kûrdî û patîye(resen) çima em nabêjin (NÛŞAN) yan çima em dibêjin (nîşanî min bide) lê em nabêjin (nûşanî min bide)? Herwiha çima em dibêjin (biner) em nabêjin (bîner) yanji çima em dibêjin (bînîn) em nabêin (bûnîn)????

    Like

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s