Navnasî anku onosmatîk

Husein Muhammed

 

Muhammed_08-09-01_001_väri-iso-682x1024
Nav dikarin li ser du beşên serekî bên parvekirin: navên giştî û navên taybet. Navên giştî navên wisan in ku gelek navkiriyên wan hene. Bo nimûne, ”sêv, dikan, gund” navên giştî ne ji ber ku gelek sêv, gelek dikan û gelek gund hene. Navên giştî li gor taybetmendiyên tiştan li wan tên kirin. Tenê hin fêkiyên li gor hin taybetmendiyan sêv in lê di heman demê de hemû fêkiyên ku ew taybetmendî hene sêv in. Her devera ku 100 – 1000 kes lê bijîn û ji şêngehên din dûr be, dikare wek ”gund” were binavkirin. Lê mirov nikare ji cihekî sed hezar yan milyon kes lê dijîn re bibêje “gund”. Navên giştî di kurdî û piraniya zimanên latînînivîs[1] de bi herfên hûr (biçûk) tên nivîsîn eger ne li destpêka hevokê bin.

Navên taybet navên xusûsî yên kesan, cihan û berheman in. Bo nimûne, Hesen, Diyarbekir, Şerefname (kitêba Şerefxanê Bedlîsî ya li ser tarîxa kurdan) navên taybet in. Navên taybet dikarin tekane nav bin: bo nimûne, em tenê bajarekî bi navê Diyarbekir nas dikin, ti bajarên din yên bi wî navî nînin.

Lê navên kesan tevî taybetiya xwe jî kêm caran tekane ne: gelek kes hene ku navê wan Hesen e. Lê dîsa jî Hesen navekî taybet e. Sebebê vê ew e ku mirov adeten ne ji ber hin taybetiyên xwe yên kesî wek “Hesen” hatiye binavkirin. Ji bilî navê “Hesen” bi xwe, ti xusûsiyetek nîne ku bi hemû Hesenên dinyayê re hebe û bi kesên din re tine be.

Bo nimûne, gava ku mirov sêvekê cara yekem dibîne, mirov li gor tecrûbeyên xwe yên berê dikare bibêje ku ew jî sêv e. Lê eger mirovî bi dehan yan sedan Hesen nas kiribin jî, gava ku mirov Hesenekî nû dibîne, mirov nikare tenê li gor tecrûbeyên xwe bibêje ku navê wî Hesen e. Sebebê vê ew e ku navên taybet bi keyfî anku dûvdilî li kesan hatine kirin: mirov nikare navê her fêkî bike “sêv” lê wek prensîp mirov dikare navê her zarokê nûbûyî bike “Hesen”. Herwiha mirov nikare navê kiteke fêkî biguherîne û ji “sêv”ekê re bibêje “ji niha pê ve ev pirteqal e”[2]. Lê mirov dikare navên taybet biguherîne: “Hesenek” dikare ji niha pê ve navê xwe bike, bo nimûne, “Azad”.

 

NAVÊN TAYBET

Navnasî (onomastîk, onomatolojî, bi inglîzî onomastics, onomatology) ew beşa zimannasiyê ye ku lêkolînan li ser navên taybet anku navên mirovan û cihan dike. Navnasî li du beşên serekî tê parvekirin:

  • toponîmî anku toponomastîk anku navên deveran (gund, bajar, welat, çem, robar, çiya…). Mirov dikare bi kurdî navê devernavnasî li vê beşê bike.
  • antroponomastîk anku navên kesan (pêşnav, paşnav, bernav[3]…). Mirov dikare bi kurdî navê kesnavnasî li vê pişkê bike.

Ji van beşên navnasiyê, ev nivîsar dê tenê li ser kesnavnasiyê anku navên kesan raweste. Ji navan jî, em ê bala xwe bidin yên kurdî. Eger hin nimûne ji navên zimanên din hebin jî, ew tenê bo ronkirina navnasiya kurdî hatine pêşkêşkirin.

Bi qasî ku em jê agadar im, vekolîna navnasiyê di kurdî de tiştekî nû ye. Rast e ku çendîn lîste û katalogên navan li ber dest in lê ew ne lêkolînên li ser navan in. Piraniya wan heta hewl nedaye ku navên kurdan anku navên ku kurdan li zarokên xwe kirine kom bikin. Armanca wan ya serekî ew bûye ku hin navên “kurdî” pêşniyazî dêbaban bikin daku ew navên “erebî” yan tirkî li zarokên xwe nekin.

 

Navên kurdan û navên ”kurdî”

Di nîvîsên li ser navan yan û di lîsteyên navan de heta niha lêkolîn li ser hindê nehatine kirin ka navên kurdan li xwe û zarokên xwe kirî çi ne û çawan in anku ka navên çi û çawa di di civaka kurdî de hene. Heta niha zêdetir li ser wê hatiye nivîsîn ”giring e mirov navên kurdî li zarokên xwe bike” û ”va ye ji we re navên kurdî”. Di lîsteyên wiha de adeten cih ji navên esil-erebî re nayê dan heta eger ew di nav kurdan de pir berbelav jî bin lê carinan hin bernavên eslê wan erebî jî cih digirin. Bo nimûne, di lîsteya jêrnotkirî de navên esil-erebî yên wek Reşîd, Fatma, Xecîca wek navên kurdî nehatine dan lê bernavên wan Reşo, Fatê, Xecê wek navên kurdî hatine qebûlkirin.[4]

Armanca vê nivîsê ne ew e ku giringiya navên ”kurdî” bi ti kesî bide qebûlkirin. Herwiha armanc ne ew e jî ku tenê behsa navên ”kurdî” bike. Armanca vê nivîsê vekolîneke zanistî / objektîv ya li ser navên kurdan e: hemû navên ku di civaka kurdî de heyî, eslê wan ”kurdî” be, erebî be, tirkî be yan ji kû jî be.

Helbet rêzkirina her navê heyî yan etîmolojiya her navî yan jî varyantên her navî li derveyî mijara vê nivîsarê ye. Lê di vê nivîsarê de em ê hewl bidin bi awayekî giştî behsa hin prensîp û rêbazên bingehîn yên navên kurdan bikin. Gelo navên çawa di civaka kurdîziman de hene, ew ji kû hatine, motîv û mijarên wan navan çi ne, navên ji zimanên din hatî çawa guherîne û hwd.

CÛNÊN KESNAVAN

Pêşnav û paşnav

Nav dikarin li ser çend beşan bên parvekirin. Niha li seranserî dinyayê parvekirina serekî li gor pêşnav û paşnavan e. Pêşnav ew nav e ku kesek wek takekes tê nasîn. Paşnav jî ew nav e ku gelek wek endamê malbata xwe yan binemala xwe pê tê nasîn.

Bo nimûne, pêşnavê serokê niha yê Kurdistana Başûr Mesûd e û paşnavê wî jî Barzanî ye. Di malbata xwe de tenê ew bi navê Mesûd heye lê hemû malbata wî bi paşnavê Barzanî tên nasîn: Mistefa Barzanî, Idrîs Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî…

Ev rêbazeke giştî ya pêşnav û paşnavan e: di malbatê de adeten tenê kesek bi eynî pêşnavî ye lê adeten hemû malbat bi heman paşnavî ye.

Di kurdî û piraniya zimanên Rojhilata Navîn û Ewropayê de pêşnav berî paşnavî tê. Lê bo nimûne li Rojhilata Asyayê paşnav (malbatnav) li pêş e û takekesnav li pey tê.

Pêşnav û paşnav bi hev re kesnav in anku navên kesan in.

 

Pêşnav û cins

Piraniya pêşnavan tenê bo jinan yan jî tenê bo mêran in anku hin nav tenê li keçan û hin jî tenê li kuran tên kirin. Bo nimûne, di kurdî de Azad, Ehmed û Serbest tenê navên mêran in. Eyşê, Gulistan, Fatma tenê navên jinan in.

Hin navên mêrêan yên bi eslê xwe erebî yan îbrî dikarin bi paşpirtika “-a” yan ”-e” bibin navên jinan:

  • Cemîl > Cemîla
  • Fehîm > Fehîma
  • Hisnî > Hisna

Ev heman diyarde di gelek zimanên ewropî de jî heye:

  • Aleksander (Iskender) > Aleksandra
  • Mikael (Mîkaîl) > Mikaela
  • Gabriel (Cibraîl, Cibrîl) > Gabriela

Hin navên nû yên kurdî hê jî cinsê xwe sabit nekiriye yan jî cinsê wan li gor deveran diguhere. Bo nimûne, Dilşa li Bakur û Rojavaya Kurdistanê adeten wek navê jinan li kar e. Lê hevreh û hevwateya wî navî, bi varyanta Dilşad li Başûrê Kurdistanê navekî mêran e. Di gelek lîsteyên navên “kurdî” de gelek caran hin nav hem wek yên jinan û hem jî wek yên mêran tên pêşkêşkirin. Bo nimûne, Çinar, Gewher, Gelawêj, Mîna, Mendê, Şîrîn, Şeyda wek navên mêran jî di hin lîstenavan de hatine qebûlkirin lê min bi xwe heta niha ew tenê wek navên jinan bihîstine. Bi lêgerînê jî min mêrên bi wan navan peyda nekirin. Herwiha Diyar, Lezgîn wek navên jinan di lîsteyê de hatine qebûlkirin lê min bi xwe qet wisa nebihîstine û tevî lêgerînan jî peyda nekirine.[5]

 

Babnav, dênav, zaroknav

Li cihê paşnavan, di kurdî de û di gelek zimanên din yên rojhilatî de adeten babnav/bavnav (patronîm) yanî navê babê anku bavê mirovî li cihê paşnavî tê bikaranîn. Di kesnavên Azad Ehmed û Jiyan Ehmed de Ehmed bavnav anku babnav e. Ehmed babê Azadî û Jiyanê ye û wan duyem navê xwe ji wî wergirtiye. Adeten pêşnav û bavnav li pey hev tên bêyî ku bi izafeyê bi hev ve bên girêdan. Lê girêdana bi izafeyê jî mimkin e:

  • Azadê (kurê) Ehmed(î)
  • Jiyana (keça) Ehmed(î)

Carinan li gel pêşnav û bavnavî, herwiha bapîrnav (û babkalknav) jî tên bikaranîn. Bo nimûne, navê nivîserê vê vekolînê li gor vê rêbazê Hisên Mihemed Yûsif Serhan e. Ji aliyê rastê ve yek yan zêdetir ji van navan dikarin bên rakirin anku neyên gotin yan nivîsîn:

  • Hisên Mihemed Yûsif Serhan
  • Hisên Mihemed Yûsif
  • Hisên Mihemed
  • Hisên

Di kurdî de hin caran li cihê bavnavî, dênav (dayiknav, matronîm) anku navê dayikê wek paşnav tê bikaranîn. Naskirîtirîn nimûne ihtimalen Hesenê Metê ye. Nimûneyeke din wergerandina navê Îsa pêxember e ku bi kurdî Îsa kurê Meryemê ye ku wergerandina ji erebî ye.

Ji bilî bavnav û dênavan, hin kes herwiha bi zaroknavan (teknonîm) anku navê zarokekî/e xwe tên nasîn. Ev adet bi taybetî di nav ereban de heye û bi peyva kunye tê nasîn. Di erebî de zaroknav bi formûlaya Ebû + navê zarokî/ê ye (ebû tê maneya “babê / bavê filan kesî/ê”). Nav bi piranî yê zaroka/ê mezin e, navê kuran hinekî ji yê keçan zêdetir tê bikarnîn.

Di nav nivîskarên kurd de, mirov dikare Bavê Nazê wek nimûneyek ji zaroknavan bide. Herwiha hin jinên bi zaroknavê xwe naskirî jî hene, bo nimûne helbestvan Diya Ciwan[6] ku mebest ji navê wê ne ew e ku ew bi xwe ciwan anku genc an spehî ye lê ku navê kurê wê Ciwan. Adeten zaroknav tenê bernavên kesnavan in, ne navên kesan yên resmî ne. Bo nimûne, bernavê hunermend Mihemed Şêxo Bavê Felek bû. Di erebî de û ji erebî wergirtî kurdî jî, bernavê giştî yê kesên bi navê Hisên dikare herdem wek Ebû Elî be tevî ku wan ti zarokên bi navê Elî tine bin jî.

 

Bernav

Bernav (bi inglîzî nickname) adeten formên kurtkirî yên ji navên resmî yên kesan in. Ew bi piranî di axiftinê de, di gazîkirinê de, di navbera kesên heval û hevnas de tên bikaranîn. Lê di hin haletan de bikaranîna bernavan dikare wek heqaret yan biçûkkirina kesan jî were fehmkirin.

Di kurdî de çendîn awayên çêkirina bernavan hene. Adeten mirov dikare piraniya pêşnavan bi van formûlayan bike bernav:

Formûlaya bernavên mêran Nimûne
kîteya 1. ji pêsnav_î + konsonanta piştî kîteya yekem + -o Ehmed > Ehmo

Azad > A-zo

Mihemed > Miho

 

Formûlaya giştî ya bernavên jinan jî wiha ye:

Formûlaya bernavên jinan Nimûne
kîteya 1. ji pêsnavî + konsonanta piştî kîteya yekem + -ê Gulistan > Gulê

Xecîca > Xecê

Leyla > Leylê

 

Li hin deveran paşpirtika navên mêran û yan jinan di hemû yan di gelek navan de bûye yek. Di gelek devokên kurmanciya rojhilatî de “-o” dikare li gel navên jinan jî were bikaranîn:

  • Hinar > Hino
  • Xecîca > Xeco
  • Meryem > Meyrem > Meyro

Li aliyekî din, di kurmanciya navendî de, paşpirtika navên mê ”-ê” carinan li gel navên mêran jî tê bikaranîn:

  • Ehmed > Ehmê (li cihê “Ehmo”)

Guherîna paşpirtika mêyîtiyê “-ê” bi paşpirtika nêrîtiyê ”-o” di kurmanciya rojhilatî de bê guman ji yekkirina herdu cins û zayendan e. Guherandina “-o” bi “-ê” di kurmanciya navendî de jî mimkin e ku ji yekkirina herdu cinsan yan jî ji “bêcinskirinê” be. Lê ew herwiha dikare ji encama yekkirina paşpirtika girêdanê / izafeyê û paşpirtika halê çemandinê be. Bo nimûne:

  • Ehmed > Ehmedê Osman / Osmên > Ehmê Osman / Osmên > Ehmê

 

Hin nav tam li vê formûlayê nakin. Bo nimûne, Ibrahîm li gor vê rêbazê divê bûba *Îbro lê bûye Îbo.[7] Herwiha li gor formûlaya li jor Fatma divê bûba Fatmê lê bûye Fatê.[8] Hin nav jî yan nikarin li gor vê formûlayê bibin bernav yan jî di pratîkê de peyda nabin:

  • Serbest > *Serbo / *Serbê
  • Heyat >  *Heyê / *Heyo

Carinan hin guherînên din jî di navan de peyda dibin:

  • Ehmed > Ehmo > Hemo / Hemê[9]

 

Hunernav û kodnav

Gelek nivîskar û hunermendên kurd ne bi navê xwe yê resmî lê bi navekî hunerî berhemên xwe afirandine. Carinan ev ji tirsa hatingirtinê, carinan tenê bo xweşiya hunerî û hin caran jî ji ber herdu sebeban hatiye kirin. Bo nimûne, helbestvan Şêxmûs Hesen baştir wek Cegerxwîn û hunermend Ismail Aygün jî zêdetir wek Şivan Perwer tê nasîn. Navên wiha wek navên hunerî yan hunernav (bi inglîzî stage name) tên nasîn. Ew ne tenê di nav kurdan de lê li seranserî cîhanê peyda dibin.

 

PÊŞNAVÊN KURDAN JI KÛ TÊN?

Navên kesan xwedî paradoks û dijheviyeke berçav in: ji aliyekî ve ew gelek xusûsî ne ji ber ku zarok li ber dilê dêbabên xwe gelek şîrîn in û dêbav dixwazin navên xweş û/yan bixêr bidin wan. Li aliyekî din, navên kesan berbelav in û gelek kesên bi eynî navî hene.

 

Navên ji îbrî-erebî

Di rastiyê de nav hem di nav kurdan de, hem li Rojhilata Navîn û herwiha li Ewropayê û welatên din yên Rojava jî pir navneteweyî ne. Piraniya navên kesan li Rojhilata Navîn, li Ewropayê, li Amerîkayê û li piraniya Afrîkayê û li Bakur û Navenda Asyayê ji her sê dînên îbrahîmî (cihûtî, filetî, îslam) ne. Gelek ji yên ku em wek navên îslamî yan erebî dizanin, di rastiyê de digihin îbrî anku cihûtiyê. Çend nimûne ji navên mêran yên esil-îbrî yên bi rêya erebî û îslamê ketine kurdî Îbrahîm, Îsa, Mûsa, Îshaq, Îsmaîl, Mîkaîl, Cibraîl, Yaqûb, Yehya, Zekerya… Herwiha çend nimûne jî ji navên jinan: Hacer(a), Hawa / Hewa, Meryem, Zehra. Navên wiha (bi varyantên cuda-cuda) hem di nav misilmanan de û hem jî di nav file û cihûyan de berbelav in.

Lê ji erebî bi îslamê re herwiha gelek nav hatine ku esil-erebî ne anku ne ji îbrî yan aramî ne. Mihemed, Hesen, Hisên, Fatma, Xecîca, Zeyneb hin ji van navan in.

Navên ji erebî ji mêj ve di kurdî de hebûne loma hin ji wan wisa guherîne ku hema-hema êdî mirov nas nake. Bo nimûne, navê serlehengên dastana Mem û Zînê, yê yekem ji Mihemed e, ya duyem ji Zeynebê peyda bûye:

  • Muhemmed à Mehemed à Mehmed à Memed à Memo / Memê à Mem
  • Zeyneb à Zêneb à Zêno à Zîno à Zîn

Ketina yan neqilbûna vokala destpêkê diyardeyeke berbelav e:

  • Ibrahîm à Birahîm (à Birehîm à Birho à Biro)
  • Ismaîl à Simaîl (à Simayl à Simo à Simko)
  • Ehmed à Ehmo à Hemo (herwiha Hemê, bi soranî Heme)

Herwiha ketina Y jî ji destpêkê peyda dibe:

  • Yûsif à Ûsiv
  • Ye’qûb à Yaqûb à Aqûb à Aqûv
  • Yehya à Ehya

Carinan metatez (guherîna cihê dengan) peyda bûye:

  • Meryem à Meyrem (à Meyro)

Herwiha bernavê Miço / Miçê jî bi rêya metatezê ji navê meşhûr Mistefa peyda bûye lê guherînên din jî lê çêbûne:

  • Mustefa à Mistefa à Misto / Mistê à *Mitso / *Mitsê à Miço / Miçê

 

Navên êzidiyan

Navên bi eslê xwe ji îbrî yan erebî ne tenê di nav misilmanên sinî û şîî de hene. Tevî ku gelek êzidî niha qebûl nakin ku dînê wan ji îslamê peyda bûye, di rastiyê de navên êzidiyan jî ji erebî ne. Cudahiya berçav ya li gel navên sinî û şîiyan ew e ku êzidî ne formên “resmî” yên navên erebî lê bernavên wan bi kar tînin.

Wek nimûne, mirov dikare navê gelek nivîskarên kurd yên êzidî rêz bike ku navê wan bi temamî yan jî beşek jê bi eslê xwe ji erebî yan îbrî ye: Casimê Celîl, Emînê Evdal, Erebê Şemo, Fêrîkê Ûsiv, Heciyê Cindî, Têmûrê Xelîl, Xelîlê Çaçan… Herwiha serokên êzidiyan, bo nimûne Şêx Adî yan Mîr Tehsîn

 

 

Navên îranî-kurdî

Berî îslamê helbet di nav kurdan de jî hin navên îranî û ihtimalen hin navên ji zimanên din yên deverî jî li kar bûn. Lê bi rastî tiştekî zêde derbarê van navan nayê zanîn ji ber ku takekesên kurd hema bêje qet berî hatina îslamê nayên nasîn. Kawa/Kawe dikare wek tekane nimûne bê dan lê ew jî gelek problematîk e: 1) ew hem kesekî mîtolojîk e û bi ihtimaleke pir mezin ne kesekî tarîxî ye anku di rastiyê de tine bûye û 2) Kawe û newroz di nav hemû gelên îranî de tên behskirin û pîrozkirin û ti tişt nîne me piştrast bike ku Kawe illeh kurd bû, ne bo nimûne faris yan ji miletekî din yê îranî bû.

Hin ji navên îranî gelek kevn in. Bo nimûne Behmen, Nahid, Dara, Xisro… Lê gelo di rastiyê de ev nav çiqas di nav kurdan de herdem hebûne û heta roja îro hatine, ev cihê şik û gumanê ye. Di rastiyê de gelek ji navên îranî yên dîrokî yên ku niha tên bikaranîn, “kevnên nû” ne: ew ne yekser ji serdemên berî îslamê di civaka kurdî de hatine heta ku gihiştine niha lê van dawiyan ji farisî hatine neqilkirin. Gelek zehmet e ku mirov kurdên pîr yên bi van navan bibîne. Ev jî diyar dike ku tevî kevniya xwe jî, ev nav di nav kurdan de nû ne.

Ji bilî van, hin navên din jî yên îranî yên bi rêjeyî (nisbî) kevn hene, wek Newzad û Şêrzad. Herdu nimûne dîsa jî ji farisî neqlî kurdî hatine kirin û di wan de “-zad” ya farisî (ji “zad-en” ya farisî) ya beramberî “-za” (ji “za-n” ya kurdî) diyar e. Bi heman awayî di rastiyê de jî navên Ferhad û Azad (û peyva “azad”) neqilkirinên ji farisî ne. Ew hem di nav kurdan de navekî bi rêjeyî nû ye (mirov pîremêrên bi wî navî nabîne) û hem jî ji aliyê dengnasî ve di kurdî de divê ew “aza” bûya (wek di gotina pîran de “gerdena me aza bikin” de) ji ber ku di peyvên xwemalî de D ji pey vokalan ji kurdî ketiye:

  • kurdî: ba, bû, zû…
  • farisî: bad, bûd, zûd…

Navên bi kurdî (ne erebî-îbrî û ne jî farisî) vê dawiyê berbelav bûne. Piraniya wan maneyeke diyar didin anku ji navekî giştî hatine wergirtin. Gelek jê navên gul û giyayan in, wek nimûne: Nêrgiz, Hinar, Hêro / Hîro, Binefş – hin ji van herduyên dawiyê wek navên jinên navsere û pîrejinan jî dikarin bên dîtin.[10]

Hin nav ji demsal yan mehan hatine avakirin: Bihar, Havîn, Adar. Hin navên cihên cografî ne, wek Çiya û Robar. Hin bi karên gundewariyê ve girêdayî ne, wek Şivan ku dikare bi sembolî wek “serkêş, pêşeng, rêber” jî were fehmkirin. Bi vê mebesta rêberiyê, serkêşiyê yan qehremaniyê jî gelek nav hatine çêkirin, wek Rêber, Gernas, Egîd, Helmet[11], Dilêr.

Wek navê Dilêr, gelek navên din jî ji peyva “dil” hatine çêkirin – belkî ji ti peyveke din ewqas navên kurdî nehatine dariştin: Dilber, Dildar, Dilovan, Dilvîn, Dilşa(d), Dilşêr…

Vê dawiyê gelek bernavên “şoreşgerî” yan “partîzanî” (ku wek “kodnav” tên nasîn) wek navê şervanan yan gerîlayan hatine çêkirin. Hin ji wan cengnav in (bi navneteweyî nom de guerre ji fransî = navê cengê). Gelek ji wan navan ji navên taybet yên cografî hatine wergirtin, wek Botan, Qendîl, Amed… Paşî hin dêbavan ev nav wek navên resmî jî li zarokên xwe kirine.

 

Navên ji tirkî

Li Bakurê Kurdistanê di nav kurdan de jî gelek kes bi navên bi eslê xwe tirkî ne. ji navên jinan bo nimûne Aynur (tavheyv), Yıldız (stêr) û ji yên mêran jî wek mîna Deniz (derya, behr) û Yaşar (jîndar, dijî. Herwiha navên esil-erebî yan jî esil-îranî li gor rastnivîsîna tirkî hatine nivîsîn: Enver (Enwer), Kadri (Qedrî), Mehtap (ji farisî Mehtab bi maneya “tavheyv”). Herwiha mirov dikare nimûneyên wek Serhan bide ku ji peyveke îranî (ser) û yeke tirkî (han = xan, serleşker) bide. Nimûneyeke din ya bi heman awayî Mîrxan e: ji mîr ji bi rêya îranî ji erebî emîr û ji xan ya tirkî-mongolî.

Ji bilî vê dawiyê, kêm kesnavên tirkî ketine kurdî ji ber ku heta destpêka sedsala bîstem tirkan jî wek kurdan bi piranî navên ji erebî bi kar dianîn. Lê mirov dikare Cengîz, Têmûr û Têlî wek çend nimûneyên nadir yên navên bi eslê xwe tirkî-mongolî bide ku ne tenê li Bakurê Kurdistanê lê li gelek deverên din jî di nav kurdan de hene û hebûne. Navê Ordîxan (bo nimûne nivîskar Ordîxanê Celîl) jî ji tirkî ye û maneya “serleşker” dide. Niha ew di tirkî de bi forma kirtkirî Orhan e ku ji bilî tirkan li gelek kurdên Bakur jî hatiye kirin.

 

 

PAŞNAVÊN KURDAN JI KÛ TÊN?

Paşnav navê binemala kesan e. Binavkirina bi paşnavan di civaka kurdî û rojhilatî bi giştî de jî ne diyardeyeke kevn e. Li Tirkiyê û Îranê ji destpêka sedsala bîstem ve dest bi bikaranîna paşnavan hatiye kirin. Li welatên erebî, Başûr û Rojavaya Kurdistanê jî di nav de, paşnavan hê bi temamî cihê xwe di civakê de negirtiye û bi rêjeyî kêm kes bi paşnavan tên nasîn. Li van beşên Kurdistanê bavnav zêdetir li kar in.

Li Bakur û Rojhilata Kurdistanê paşnavên tirkî û farisî li kurdan hatine ferzkirin. Ev ferzkirin bi taybetî jî li Tirkiyê xurt bû: hem nav bi temamî tirkî de, hem jî ti têkiliya wan ya rast bi xwediyê ve nîne. Heta paşnavê gelek kurdan wek Türk (tirk) yan heta Öztürk (xwerû-tirk) jî hatiye danîn. Yek ji xusûsiyetên gelek paşnavên tirkî (ku li ser kurdan jî hene) paşpirtika “-oğlu” (kur) e ku wergera yekser ya ji paşirtika “-son” ya paşnavên hin zimanên ewropî ye.

Heman werger di farisî de jî bi paşpirtika “-pûr” heye ku di paşnavên gelek kurdên rojhilatî de jî li kar e. Paşpirtika din ya berbelav di paşnavên farisî de “-zade” (-za, -zarok) ye. Dîsa paşpirtika “-nijad” jî heye. Di hin paşnavên îranî de paşpirtika ermenî ”–iyan” heye ku dîsa di paşnavên hin kurdên Ermenistanê de jî li kar e. Farisî herwiha wek kurdî paşpirtika “-î” jî bi kar tine.

Paşnavên xwemalî yên kurdî ji navên malbatan, binemalan, eşîran, gundan, bajaran yan deveran hatine çêkirin. Bo nimûne, gelek kesên ji gundê Hirorê yan Bamernê li Behdînan paşnavê xwe kiriye Hirorî yan Bamernî. Bo nimûne, nivîskar û yan rojnamevan Behcet Hirorî, Newzad Hirorî, Sidqî Hirorî yan serbalyozê Iraqê li Swêdê Ehmed Bamernî.

Wek paşnavên li gor eşîran, me li jor Barzanî nivîsiye. Mirov dikare paşnavê serokkomarê berê yê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Celal Talebanî jî bibêje, herwiha bo nimûne helbestvan Bedirxan Sindî ku ji eşîra sindiyan ya zaxoyî ye. Ji heman Zaxoyê, gelek kesan ew paşnav li xwe kiriye, bo nimûne hunermendên stranbêj Eyaz û Erdewan Zaxoyî.

Carinan hin kesan paşnavê xwe ji devereke berfirehtir jî wergirtiye. Mirov dişê şair Hêmin Mukriyanî (ji devera Mukriyan ya Rojhilata Kurdistanê ku Mehabadê û derdorên wê bi xwe ve digire) yan jî romannivîs Diyar Bohtî yan jî ferhengsaz Kamêran Bohtî wek nimûne pêşkêş bike.

 

 

 

 

[1] Di almanî de hemû navdêr (navên giştî û yên taybet) bi serherfa gir tên nivîsîn.

[2] Helbet navên giştî jî dikarin biguherin: bo nimûne, “kitêb” di devê gelek kesan de û li ber qelemê pir kesên kurdînivîs bûye “pirtûk”. Lê guherandina “kitêbekê” bi “pirtûkekê”, hemû kitêban bi carekê dike “pirtûk”. Mirov nikare tenê kitêbekê ji nav kitêban bibijêre û navê wê bike “pirtûk” û bibêje ku yên mayî ne “pirtûk” in lê “kitêb” in.

[3] Li ser bingehê peyvên bernav, pêşnav, paşnav, em ê bo mebesta vê nivîsarê herwiha hin peyvên nû jî yên bi paşpirtika “-nav” çêkin, wek “kesnav, devernav, hunernav…”

[4] Bo lîsteyeke wiha, binêrin bo nimûne: http://www.amouda.com/navenkurdi.htm

[5] http://www.amouda.com/navenkurdi.htm

[6] https://ku.wikipedia.org/wiki/Diya_Ciwan

[7] Berevajî vê, forma Biro (ji Birahîm) li gor vê formûlayê ye.

[8] Ji aliyê hevdemî ve ev nav li vê formûlayê nake lê ji aliyê dîroka dengnasî ve, Fatê ji Fa-time / Fa-tî-me ye û li gor vê formûlayê ne awarte û istisna ye, tam li gor wê ye.

[9] Bi soranî Heme, mimkin e ku her sê jî herwiha ji navê Mihemed bin.

[10] Bo nimûne, Hêro Talebanî ku xanima Celal Talebanî ye.

[11] Di rastiyê de Helmet ji erebî ”hemle(t)” e û Egîd yan ji erebî ’eqîd (fermandar) e yan jî ji tirkî yiğit (wêrek, bisteh, cesûr) e.

2 thoughts on “Navnasî anku onosmatîk

Leave a comment