P E X Ş A N N A M E -2-

Pexsan2

Vekin û bixwînin

 

Çîrok, Kurteçîrok, Novel

P E X Ş A N N A M E

 

B e ş a  D u y e m

 

Ji 35 hejmarên

Mehnameyê

1 000 rûpel

Pexşana Kurdî

 

Berhevkirin
Husein Muhammed

 

_______________________________________________

BAJARÊ TARÎ

 

Simko HEDREŞ

 

“Tu li hawariya şahiyên me î di bin
berfendê de mayî ve çûyî”
Diyarî giyana Salîma HEDREŞ

 

Tevî konsera Ciwan ve (di dilê xwe de, tenê ji bo xwe li darxistibû) di nava tarîstana ku bajar mîna hûtekî daqurtandibû re derbazî kolanek teng bû. Şevê di vê kolana tarî de, mîna hêstirek dîn dihîriya. Bayekî biçûk bêwate xwe li lingên wî pêça û serberdayî xwe li binê guhê hêtê kolanê da û bêpêjin bû. Çend salên ji dara temenê wî weşiyayî, mîna keramperekî hişk û hola li ber bayê di ser hev de gindir dibû. Çend gav şûnde temenekî parsek (mirov digot qey bi êşa zirav ketiye) seranser bi pîna di ser hev de hatibû pînekirin. Pişta wî li dîwarê kolanê, yê weke wî hilweşiyayî hindirê xwe, li benda rêwiyekî bû. Li ber tevî çend helbestên belawela, çend hêviyên li ber sikratê jî hebûn. Ji berîka xwe yî bincengê şûşa meya sor derxist û ji bo pêxwarinê tevî janên xwe du kulm newa ji Mihemed Şêxo raberî temenê parsek kir û derbaz bû.

Kundo li kolanan nedigot: ”tu”. Kesên ku derdiketin kolanan jî, çermê rûyê xwe vajî digirtin serê xwe û gelek caran bi qulkên pozê xwe re li dora xwe dinihêrîn. Êdî heşê wî nedikişand di van kolanan de bimeşe. Tarîstan keviland û bi pêpelûtkên bedena xwe re hilkişiya bajarê di dilê xwe de. Wextê kete hindirû, bajarê xwe silav kir, roja xwe ramûsand û meşa xwe domand. Kolan û rêzkirina van her du bajaran weke hev bûn. Lê ji bilî vê yekê tu tiştên van bajaran nedişibiyan hev. Bajar bi rengekî ronî ava kiribû. Cejn û coşî zêde, zarok bi ken bûn. Di kolana ku diçû mala wan re, ber bi malê ve meşiya.

Gava ku zaniye hatiye ber deriyê xênî, kahreba bajarê xwe pêxistî hişt û şikeftên çavên xwe re derket derve. Xwe bi pozê xwe ve daliqand û di pêpelûtkên bedena xwe re dahat erdê. Êdî li kolana tarî ,li tarîstana mirovan bû.

Ber bi deriyê xênî ve sirûkand. Bi dengê xişexişekê çend caran li pişt xwe nihêrî, lê kes nedixweya. Ji xwe re nekir xem û destê xwe dirêjî çengelê dêrî kir. Bi vekirina dêrî re, çavên wî weke yên gayekî vebûn û bi matmayî di şûna xwe de qerisî ma. Li hember wî, jinek lûçtazî bi ezmanokê xwe yî biçûk ve hatibû bi darvekirin. Pora wê, mîna yên leşkeran di binî re hatibû qusandin; şeqik rûyê wê bi derba daxên hov hatibû daxkirin. Bêhna goştê şewitî ser laşê wê ketibû. Pêsîrên wê hatibûn jê kirin.

Jin di wêneyê mêr de hatibû kuştin!!!

Li hember vê rewşê, te guhê wî jî jêbikirana bi xwe nedihesiya…Bi dengê qêrînek “ya Allah” li pişt xwe zivirî demanceyek çardexwer bi eniya wî ve zeliqîbû. Demance di nava tariyê de dimizmizî. Ji çavên xwediyê demancê pêtên neqenciyê bilind dibû. Cercûlek sax tevî kenekî hov di serê wî de vala kir. Mîna temenê wî bi janên atomîk ji hev belav bûyî, serê wî ji hev belav bû û xwîn bi hemû bedewbûna xwe ve pekiya jina bidarvekirî. Bedena wê yî mîna terîşê berfê di nava xwîna sor a pîroz de ma.

Wextê ji mirinê hişyar bû: serê wî li ser çonga temenê parsek, birînên paltka wî pîne dikir. Bi çend awirên tirsonek li dora xwe nihêrî. Ji çavên temenê parsek, mîna hîvê , di nava tariyê de ronî dirijiya. Rabû ser xwe, lê weke kavirekî gêj li ser piya nedisekinî. Xwe li vî hêtî, li wî hêtî hekand heya çû malê.

Bi lez xwe avêt ser doşekê, palgîhek kişand ber serê xwe û mîna ji zû ve nedîtibe, çavên xwe li odê hêdî hêdî gerand. Ji xeynî doşeka li ser, li her du aliyên odê du qenepe hebûn. Du xaliyên wêneyên xezalan li ser, bi taqê dîwêr ve hatibûn daliqandin û li kêleka wan jî wêneyê bavê wî. Di quncikê li ba pencerê (ji xwe tenê ew pencere hebû) maseyek ji textan hatibû çêkirin, li ser masê tevî çar-pênc qasetan teybek di nava tozê de wendabûyî, di binê masê de tijî pirtûk û li ser pirtûkan jî toz qasî tiliyekê bilind bibû. Rahişt pirtûkekê, toza li ser weşand. Pirtûk ya Mehmed Uzun bû. Jê çend rêz xwand û dîsa danî şûnê. Demeke kin li wêneyê bavê xwe, yê bi tevî şalûşapik ve hatî kişandin nihêrî. Piştre çavên xwe ziroq berda taqê odê û di kûrahiya ramanan de ramiya.

Tevî temenê parsek gelek kes bibûn şahidê rojên ronî yên vî bajarî. Bajar di nava bedewiyê de, bedewî di ronahiyê de noq dibû. Jiyan mîna govendek Kurdî derbaz dibû li vî bajarî. Lê wextê Şeytên bi navê yezdan dest bi kuştinê kir, sawê mîna ewran xwe li hev girt û bi rengê tarîstanê, tirs bû deryayek û bajar di nava xwe de xeniqand. Roj bi roj, rojê roniya xwe wenda dikir û diçilmisî. Ji wê rojê û vir ve her tax bi mirinek matmayî li xwe dikir şivaq. Mirovên bi satoran dihatin kesixandin, bê guh û poz û çeng di kolanan de li ser hev dibûn term. Zarokên li benda bavên xwe , di dawiya bêhêvîbûniyê de hemûyan bi hev re digotin: xwedê îro, ji her roj, zikreştir e!! Xwedê îro ji her roj zikreştir e!!!

Li hember vê rewşê, dewletê ji keyfan zîtîk diavêt. Lîstikbaziya hefsed sale a bav û bavpîrên wan, di mêjiyê wê de peyxamên lîstikên nû diafirand. Berê û pêve ewan baş dizanîn: ji ber ku dar zewala xwe hilîne, pêwîst bû kurm ji darê bin. Hêzên ku ewî bi destên xwe ji hinav û dilêvî bajarî berhev kirî û kedî kirî, vêga her yek kiribû lawirek û berda zikê vî ajarî. Êdî li benda berhemên xweser û tev bi xwîn, bibû çar çavî. Carinan kewata wê nedişkest, bi destên xwe temen li çend kesên serceleb dikir zîvalzîval. Bi kurtayî keyfa gurê nêr dikir. Di ber qeydên ramanan de xew ve çû.

Dema ji xew hişya bû, pişta Zozanê bi wî taştê amade dikir. Eşq di dilê wî de fûriya. Çiqas bîriya wê kiribû. Bi gavên bêdeng nêzîkayî lê kir û dest li newqa wê aland. Destek bi newqa wê ve, destê din li ser kamaxê hêdî hêdî gerand. Zozanê xwast xwe jê xilas bike, lê ewî molet nedayê û her du destên xwe ber bi cotên memikan ve bir. Destên wî di valahiyê de çûn û hatin. Mîna hezar walt elektrîk bi laşê wî ketibe, di ciyê xwe de recifî û lerizî. Pêsîrên Zozanê tûnebûn. Bi lez rûyê wê bi aliyê xwe ve zivirand. Şeqik rûyê wê şewitîbû. Melkesiya serê wê vekir: ew pora xwe digîhîştand ser kamaxan di binî de hatibû qusandin. Weke kulmek xwê avêtibin nava agir, bû qiçeqiça dilê wî. Hest tefiyan. Raman yek û yek mirin. Dil, mêjî da ber şivtikan. Ji bo her wasleyek beden xwekuştin pîroz bû û her wasleyek ketibû pêşbaziya xwekuştinek xweser de. Poz, xwe ji bilindahiya beden avêt; guh, xwe li qadek hê bilindtir bi darvekir, çavan xwe xwarin û tiliyan, xwe ji momikên destan qut kirin. Zozan digiriya. Ji nişka ve çongên wî weriyan, ling qurmiçîn û bi tevî temen, beden hilweşiya dawa dêreyê Zozanê.

Zozanê, ew bi hêsirên çavên xwe di ser hev de lihîm kir. Bi evîna xwe pîne kir birînên wî. Bi her mirinekê re çend pîne li temenê wî zêde dibûn. Wextê di hembêza Zozanê de ji mirinê hişyar bû, giriya. Destê Zozanê girt û hilkişiya bajarê xwe yî di dilê xwe de yê bi rêxistin û xebatên dijwar avakirî. Di bilindahiya çavan de sekinî û li bajarê tarîstanê nihêrî. Bi dengekî janê dike xencer û bi gewriya wî ve datîne got: BAJARO! WÊNEYÊ JANÊN MIN!

Li bajarê wî bêhna nebaşîyê û nexweşîyê belav bûbû. Hezen Şeyten xwe di binê şevê de gihandin bajarê wî. Bi her mirinek wî re jînen bajarê wî kem, kesen bi çarşef zêde bibûn. Satoren dev bi xwîn, demanceyen bi cinabet, bi ayeten Şeyten di meydana bajêr de govenda mirinê girtin. Dewlete bi keyfek Ehrîmanî, mîna filmekî li sînemayê temaşe bike, di destên wê de seniyen parsû, qoq û hestiyen curbicur bi gilêz dixwarin û bi hovikî temaşe dikirin. Êgir bi çaralî ve xwe li bajer pêça. Dûman, ji çav û poz û guhên wî bilind bû, piştre jî pêtên êgir. Destê Zozanê di destê wî de, di nava pêtên êgir de wendabûn. Bajarê tarîstanê, bi şewqa agirê wî ronî bû.

Temenê parsek, ji dûr ve li bajarê kavilbûyî dinihêrî. Bi kavilbûna her bajarî re, pîneyek li temenê xwe zêde dikir…
ÊLIH

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

MIRINEK ZIRAVQETANDÎ

 

 

Ji bo karxezala min ya riko
Qedîma HEDREŞ

 

Simko HEDREŞ: simkohedres@nefel.com

 

Şemdîn weke şevê din dîsa bi neynûkên xwe zikê xewnên tirsê (ewî ji wan re digot: “xewnên mirinê”) dirand û nîvmirî ji xew, ji nava xewnan veciniqî. Careke din jî ewî sînorê mirineke tevlihev çirandibû. Te digot qey sîtilek ava cemidî di ser serî de dakirne, di nava xwêdanê de mîna çîtika nava avê diçû û dihat. Mîna tayek sedsale girtibe, şeqeşeqe diranên wî ji odeya kêlekê dihate bihîstin.

Di lêva wî ya jorî de çend pizrukên tayê dabûn der. Rûye wî erebeyek di ser re derbaz bûbe dev li aliyekî ve, poz bi aliyekî ve çav bi aliyekî ve xwar û mar bibû. Di xwe de hêza hewarekê, hêza qêrînekê jî nedidît. Di nava livînan de li ser qûnê xwe kaş kir. Pişta xwe sipart darê textê razanê yê guzî, lihêf heya sersýnga xwe kişand. Razan li aliyekî, nediwêrî çavên xwe jî dane ser hev. Mîna bêhna Melkemotê Mirinê kiribe, bi tirsonekî çavên xwe li zikê odê, li hawîrdorê hindiru digerand. Tiştên li hindûr giş li ber çavênwî zindî dibûn û dest bi lîstýkan dikirin. Dema çavên xwe datanî ser hev, dîsa vedgerîya wê newala tarî ya ku kû ji qêrînên bêdengiyê diteqiya û hildiweşiya hindurê xwe. Ew destên ji nava tariyê vedikşiyan û bi gewriya wî ve dizeliqîn û hişk û micit dişidandin, di dev û ruyê wî de bi xermên xwe cihkokên xwînê vedikirin û bi tiliyên xwe yên ziravok çavên Şemdîn vediroştin.Wî wextî bi hemû hêza xwe, bi dengekî kezepşewitî, ji bo hawariyek xêrxwaz diqîriya, bang dida u hawar hawara wî bû. Lê tirsê xwe dikir bendavek pola û di gewriya wî de rûdinişt. Qêrînan, bi hemû hewldanan xwe nedigihîştandin ser lêvan u di pişt bendava pola de, di ser hev de difetisîn.

Di vê newala tarî de, ji bo rizgarkirina xwe, şemdîn mirinên nû diafirînd: bi bêdengiyek ko xwe serjê dikir, tirsê mîna şerabê di ser xwe de dadikir û zirav li xwe diqetand, carîna bi leza biruskekê doxibaşek heftçiqil di hindûrê xwe de diteqand û xwe dikûşt.

Simbêlê ji hêrs û kerbê heya nîvî di nava diranên xwe de keritandî, ji devê xwe derxist û bi alîkariya tilîyan bi vî alî, wî alî ve liba kir. Pora xwe rast kir, tûmik bi aliyê rastê ve quliband û bi destmala li ber serî hatî daliqandind dev û rûyê xwe ji xwîdanê ziwa kir. Bijîşk çixare jê re qedexe kiribû, lê Şemdîn guh nedayê, çixareyek qaçax pêça û ser û pozê xwe di nava dûmanê de hişt. Xwe berda gêrên bêbinî yên ramanan û ramiya. Lê tu wate nedida wan xewnên tevlihev. Pirsên ku di dawîya her xewnê de ji xwe dikir: “ev çi kesin, çi ji min dixwazin?” dîsa pirsî, lê weke her car vê carê jî pirs bêbersîv diman. Serboriya bavpîrê Şemdîn Egîdê Elo hate bîrê, tevzînekên sar bi laşê Şemdîn ve çûn: wan rojan Egîd li ber sikrata mirinê di nava qêrîn û êşan de digevizî. Dema bi her du çavên xwe yên êdî zeraqên tavê nedidîtin li benda rûhîstîn disinî, te didît ji nişka ve qêrîn jê çû û gazî kebaniya xwe kir: ( keçê Leylo! Pokurê! Gozelxana musa hatiye dibêje: itil bitil tu yê kurê min ^ye te kûştî bînî. Deka ez ê ji kur bînim porkurê Leylo?) Dûre mîna zarokekî di nava livînên xwe de digiriya. Destên xwe di valahiyê de digerand û bi stûna kêlekê ve hişk û micit dialand. Dîsa bang li Leylê dikir: “ Leylo! Hey rehbika li ber dêran , ma em Biro di şûnê de bidin çênabe ha, ma çênabe?…” Dawiya dawî di nava wan êş û tirsên xwe de çavên wî yên kor vekirî çûbû.

Di xortaniya Şemdîn de kesên eşîrên re ne xweşmêr û mêrkuj bûna, ji mêran nedihatin hesibandin, ji ber vê yekê tiliya wî jî di nava gelek kuştinan de hebû. Lê dîsa jî tu têkilî di navbera wan xewnan de nedidît û bi dilekî týjî xof ji xwew re digot: “Bawerke ez jî bi êşa bavpîrê xwe Egîdê Elo ketibim.” Lihêf liser di ber ponijandina tirsên xwe de, di ber ponijandina xewnên li wî dihatin xezebê de çend cara çavên wî çun ser hev, lê ji tirsa xew ve çûnê bostekê ji nava livînan vediciniqî. Bi ber destê sibê re, bi bangdana melê re dîsa çavên wî çun ser hev. Êdî nedikarî xwe li ber erîşên xewe biparêz e. Xewe, di kaniya çavên şemdîn de konê xwe yê şeşstûnî vegirtibû.

Tivingek selîbî li mil di rêyek tev lî toz û xwelî de dimeşiya. Ji nişaka ve xwe di orta deştek bêdawî de, di binê baranek bêlome de dît. Ne şkeftek, ne jî qutara zinarekî hebû ku xwe lê bistirîne. Baran mîna lûlka misîn sernişiv kiribin dibarî. Bi rastî Şemdîn jî nedizanî ji kur derket, lê kesekî ji serî heya binî bi rextê fîşek û xencerên zîvîn pêçayî, li ser hespekî boz î seglawî ji mava baran û balîsokan derket û ber bi wî ve hat. Mirin ji ber direvî. Kabokên Şemdîn lerizîn,recifîn… Ji dest bihatana wê xwe ji tirsa mirinê di quncikê herî tarî yê hindirê xwe de veşartana. Xwe bi lez avêt bextê kevirekî reş î girover û ji xwe re kir çeper, heya ku ew kes were. Baranê bêrawestan reqsa mirinê dikir di deşta bêdawî de. Hingî dibû ew kesê ku dişibiya şervanekî jêhatî nêzîkayî lê dikir. Ev çend şev bûn, li ser hev bêhêjmar dihate kuştin, yan jî ewî, ji bo xwe ji wan tirsan xilas bike, xwe dikuşt. Dema şervan qenc nêzîkayî lê kir, tivinga xwe ya selîbî kişand milê xwe û bedan li şervan kir serad.

Bi kuştinê re baranê reqsa mirinê bi dawî anî, ewran xwe ji sehna asîman kişand û roj sincirî. Deşt sincirî û deşt ji têhna qelişî. Di her qelîştekê de gûnehên sê temenan dihatin veşartin. Bêhn bi laşê şevîn ket. Ji şûna fîşekan kêzik, kurm, dupişk, mişk û mar herikîn. Laşê şervîn bi hestûyan ve daqurtandin. Dûre vegeriyan ser Şemdîn û dest bixwarina wî kirîn. Dixwast bireve, lê piyê wî bi ya wî nedikirin. Ji pêçikên piyan dest bi xwarina Şemdîn kirin û ber bi dil û kezebê ve hilperişkîn. Bi qêrînên Şemdîn re çend qelîştekên din jî li zikê deştê zêde bûn. Bêyî ku kêzik û mişk bighîjin dilê wî, serê xwe di navbera du dewstaran de hêrand û xwe kûşt.

Wextê ji xew hişyar bû, malbat giş li ber serî, li ser piyan sekinîbûn. Pirekek navûser li ber serê wî tiştin dixwandin. Lihêf bi lez ji ser xwe avêt. Tu deverên wî nehatibûn xwarin, serê wî jî sax bû, lê wextê li pêçikên lingê xwe nihêrî: pêçîka qilîçankê nedixweya. Piyê xwe rakir, kêzikek di bin de hişk bibû. Dema çav bi kêzika mirî û pêçika tuneyî ket , bi qêrîn dil jê çû û bi bejnê ve dirêjî ser livînan bû.

Li ser tehtekî rûniştî, serî li ser kopalê wî, xwe di nava ramanan de (êdî ramandin derbazî xewnan jî bibûn) dicût. Dema dev ji xwe cûtina di nava ramanan de berde, bîr bir ku li tariya ji çarnikar ve xwe li wî pêçayî binêre û bibizde. Her der tarî bû, li asîman tu şopa kadizan nedixweya. Seriyekî tewixî li ser pişta mihîneke hişînboz, hevsar di destê jineke ciwan de ji zikê tariyê derketin û bi ber şemdîn ve hatin. Bihatina wan ve roniuyeke boş xwe li tariy3e pêça u her der ronî bû. Jina ciwan, dest u porên xwe ji xwîne hine kiribû, çavên xwe ji xwînê kil dabû û lêven xwe ji soreya xwînê sor kiribû. Dêreyekî çemçemê reş di ser bejna xwe ya zirav û dirêj de dakirbû.Hemayiyek reş dabû ser newqa zirav.Terehiya memikan di bin dêreyê çemçem de dixweya.Mîna tu kes nedîtibe, di nava xemên xwe de, bêdeng derbaz bû. Serê tewixî li hember Şemdîn sekinî, qerfê xwe bi wî dikir. Di xewnên xwe de Şemdîn çend carên din jî bi kopalê xwe serî lê tewixandibû û bi lingên xwe pê li mêjiyê wî kiribû, lê piştî demekê serê tewixî dîsa sax dibû û ew dida ber gezan, dixwar. Xwîna ji guh u pozê wî dihat li ser rih û simbêlê wî qerisîbû. Ji aliyê tewixî ve çavekî wî pijiqî bû. Ji çavê pijiqî kurmen qelew diherikîn. Bi tevî kenekî dûvdirej (ji bilî ken dişibiya her tiştî) destê xwe bi dora çavê wî ve bir u anî. Pişt re bi kenekî deng bilind destê xwe ji çavê Şemdîn kişand, bi jina ciwan re bilez di nava tariyê de winda bun. Tariyek dirinde disa xwe li hemû asoyan pêça û her der tarî kir.

Di nava tariyê de… Di nava bêdengiyê de bi tena serê xwe ma. Ji ber ku ewî baş dizanî, bêdengî çiqas bi deng e, ditirsiya. Carîna dida ser tirsa û ji xwe dipirsî : ‘’ma xwedê çima tirs afirandî ye? Gelo xwedê jî, ji tenêtiyê ditirse? Gelo xwede çima mirov afirandiye û qewrfê xwe bi wan dike?’’ ji ber van pirsan ji xwe qehirî. Di hinav û dilê Şemdîn de tirsan bêrawestan tirs diwelidandin. Êdî tebata wî nedihat. Rahişt milê xwe û xwe li binê gûhê tariyê xist,zik tariyeê çirand u di aliyê din re derket.

Jina ciwan ya qasekî din xwe di nav reşahîyê de peçayî, li bin darek kezwana, serê xortekî (bîst- bîstuçar salî ) li ser singa wê bi dengekî jande distira:

wele, ji dilê min re ê evarê
bihar e xweş bihar e.
Me gul çandin
Wê ji şunê rabin reşrîhan e.
Welle îro çendik û çend sale
Xwîn ji dilê min cot robar e !

 

Şal û şapikekî kexmeyî yê çilmekûk li bejna wî xortî bû. Xwêdaneke tenik dora simbelê wî yê nu terihî girtibû. Jina ciwan şaşika wî vekir û tûmka wî ya tenik, bi tiliyên xwe yên nazik şeh kir. Dest li ser dile wî, di nava xwînê de ma bû. Zelaliya çavan winda bibû. Xwediyê serê tewixî jî li kêleka wan runiştibû. Kurmen ji çavê wî yê pijiqî diherikîn, yek u yek dikuşt.

Şemdîn her sê jî nas dikir; lê li kur, li kê derê? Êşek giran kete serê wî. Belê! Belê, ewî her sê jî nas di kir. Navê serê tewixî Silêman bû. Ewî û Şemdîn tu wextî li hev nedikirin. Carekê li ser li ser zeviya nîskan ya li cem sarînca gund, bi demjimêran ma bûn qirka hev dû ve. Di dawiya dawî Şemdîn bi kopalê xwe serî li Silêmîn tewîxandibû. Zivirî li xortê bejinzirav nihêrî. Belê, ew jî nas dikir. şerê di navbera wan û Dawidiyan de derketî de (hema bi salû wext di navbera her du kuştin û talankirin hebû) cercûlek sax di bedena xortê ciwan de vala kiribû. Dema hewar gihîştibu ser meytê wî, desgirtiya wî dêreyê xwe yê helîlî kiribu zîval zîval, bi xwîna wî dev û ruyê xwe hiştibû di nav xwînê de û pora xwe ya ji delale dilê xwe re dikir çar kezî, di binî de qusandibu û danîbû sersinga wî. Piştî çend rojan jî xwe xeniqandibû.

Bi qêrînekê ji dema bihorî veqetiya. Li ber çavên wî jina ciwan xwe bi dar ve kiribû. Xwediyê serê tewixî ewirên xwe zivirand ser wî û bi saqa wî re girt; di nava tariyê de kaş kir û di ber de jî dipeyivî :”Eva çen sale em li benda te ne? gelo ev cara çenda ye jina ciwan xwe bi dar ve dike,xortê ha derba guleyên te dimire? gelo ev cara çenda ye, serê min ji ber derba kopalê te ditewixe û çavê min dipijiqe?” Saqa Şemdîn di dest^serê tewixî de, derbazî meydanek fireh û grover bûn. Meydan, mîna roja heşrê tije bibû. Mirov xwelî biavêta ji insana nediket erdê. Kesekî rihspî û ji serî heya piya di nav kincên spî de di orta meydanê de sekinîbû. Şemdîn , tu carî ew kes nedîtibû, lê jê re digotin :pêxembe. Li her du aliyên wîtevî du ferişteyên baskmezin, jina ciwan û xortê bejinzirav sekinîbûn.

Di serê xwe de ji bo rizgar kirina xwe ya ji xewnên mirinê, mirineke ziravqetandî li darxist. Ma dawiya her xewnê de, ewî mirinek nu nediafrand? Xortê bedena wî bûyî serad, ji bo temenê xweşî jê nedîtî: temenê wî dixwest, jina ciwan ji bo evînên xwe yên bi tîrêjên rojê hatî hûnandin lê nehatî jiyîn: dilê wî dixwast ûseriyê tewixî ji bo bedewiyên nîvco: çavên wî dixwest. Lîstikvan amade bûn. Ji bo temaşevan zêde aciz nebe, xwast kurt bibire.

Kesê jê re digotin pêxember, ji bin çengê xwe pirtûkek stur,ji çermên xezalan hatibû çêkirin derxist. Piştî qulibandinaçend rûpelan, bi zimanekî ku Şemdîn jê fêm nedikir, bi dest axiftinê kir… Qêrîn bi ser meydanê ketibû: qisase qisas! Qisase qisas! Bi biryara Mihemed, du dest ji nava roniyê vekişiyan û bi gewriya Şemdîn ve zeliqîn. Lê dev û ruyê wî nedan ber xerman. Di meydana temenê wî de li dora dil govend girtin. Tevî tilîliyan, dil ji meydana temen danîn ser kefa destên xwe û rakirin. Mîna kirasekî temenê wî jê kirin…

Li ber çavên Şemdîn temenê wî jê kirin. Demeke dirêj li giyana bê temen, li bedena bê dil nihêrî. Cara dawîn evînên xwe maç kir, toza temenê xwe weşand. Bêyî ku bizani be, wê tu wextî ji xewnên xwe hişyar nebe, bi destên xwe çavên xwe derxist û raberî seriyê tewixî kir.

ÊLIH

 

 

 

 

 

 

ZERYA

 

Bozo Heyvaro: bozo_000@hotmail.com

 

Zerya! Tu baranake zer î di veciniqandina li hember hev hatina rûpelekê rojaneyek ku ji hezaran sal berê mayî ye.Derwêşeke dîn î tu ku ji coşên pêl ên har wan teqlên serhildêr dikşîne û pif dike bi giyanên me yên bi qeyranan riziyayî ne.Lê belê girtiyek!Di zindanên mijadkujî yên bêhejmar ên tevbixwîn û tarî de çengek ava zelal,sitraneke zer î ku nehatiye awaz saz kirin.Tu şîlanek î di nav pêta dawî ya çiyayên hatine şewitandin ku şîn dibe di her berbengiya sibê de bi ricifandinên xwe re.Strîngehek î tu ku hatiye vehiştin û ji bîr kirin li ciheke nexşe nikarin bizanibin.

Û ez,qaqlîbazek im li dora awa Wanê, ribabkeşekî aware me li esmanên Heskîfê yên zerhimî.Mahkûmek im ez ji welatên bê naw re ku ji aliyê diraxeyên koran û guhûrgehan ve hatine xeniqandin.Xizanek im ez û pars dikim ji bo çengek av li kuçên bê nesane û bêhna reş ji wan tê.Zarokeke biçûk im û li dû perperokeke zer ketime di nav tariyên bê ton de.

Binêre,roj dibişire!Ruyê xwe bizivrîne wê û porên xwe bide ber bayên wê yên zer.Dûr re bigrî û şînê bigre ji van rojên me re ku di nav heriyan de mayî ne.Na!Çong daneyne tu car.Nenêre li asoyên bê hêvî.Xişiniyên min bira bibarin bi ser lêvên te ve.

Zer bişeyne ji reşên min ên mîsoger re Zerya,yan jî bawerzînekê ji laşê min ê qeyran pê ve zeliqîne bi hêminî.Min derxe Zerya ji nav diraxeyên keviran ku di bin ewrê dûmanan de mane.Yan na,ez ê xwe bişewtînim bi xilavên Nemrûdê îra…Min hilgire Zerya! Min hilgire û bibe ku em hez bikin bi hezar salan bê his û bê deng.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

ABIRÊ

 

ADAR JIYAN: adarjiyan@mynet.com

 

Ji qewlî diya min, “xopano” te digot qey “ismê hestî di çokên wî de tune” bûn. Ku ez bi ser pişta wî diketim û ku min lingê xwe li bin zikê wî dida, na wellehî hespên kehêl î nêr û têr êm ku şiva ter î hêzeranî bixwarana jî ne wekî wî bûn. Bi wê çargavî û têr-rewaniya xwe, nav û dengê wî, pêşî li nav sê sed malên Dengiza û peyre jî li sî û sê gundên Sûrgiciyan belav bûbû. Gunehên we yên sivik li stuyê min be, ango ez kefilê xêr û qenciyên we bim, qama wî, ji ya paroneyekî nizmtir belê ji ya kavirekî şîrkuj yê pêl bi rişk î dûv qesar hinekî bilindtir bû. Ger ku di wê noê de hin lê siwar nebûna, tobe li ber destê Xwedê, tu kesî nizanibû ne Abirê heye û ne tune ye. Ku te rasterê ew nîşanî kê bida jî bawer nedikir ku ew jî kereke û dikeve bin ferdên barê ceh û genim û şala sapê nîskan. dikişîne ser bêndera Mala Hemo. Ku daxilî nav colê pez bibûna tu kesî nakaribû wî û mêşiniyan ji hev derbixe û bibêje “ev xulyaqet jî heye an dişibe cisnê xwe.” Na ! , Heta ku nebûna êvar û zarokên gund, pêşbirka beza keran li dar nexista, huner û behreyên Abirê yên veşarî kifş nedibûn.

Belê, hebûna wî jî kifş nedibû ji aliyê mirovan heta ku nebûna êvar û zarokên Dengiziyan, tevlî pez û dewarên xwe li gund venegeriyanan, qet deng bi Abirê nediket û hîrehîra wî ya bencxwur li best û geliyên Newala Çala Delê zîz nedibû. Kelqija navê rojê, di xewariya navrojê de bû. Te digot qey ruhê xwe li mal hiştiye rebeno, Herdu guhên wî, wekî terhên gulên berbiroj ku di bin serê xwe de ditewin, bi ser katê deviyan de xwêl dibûn. Mêş û mozqirtikên rezê Bêrma Sor, lûleyên herdu guhên wî yên sist û pêl ji xwe re kiribûn hêlîn. Texma esrê, vingîniyeke kûr ji guhê wî yên ku bi nanikê mozan hatibû seyandin, der dibû. Car caran dora guhên wî dibû wekî şêliya mêşa hingiv, guşiyê mozan pê de doş dibûn. Dengê vingevinga mêş û mozqirtkan ji kurahiya besta Bêrma Sor bi lerz bilind dibû, li sînga tehta Warê Ewlend diket û di mehsera Sofî Rizwan de olan dida. Gundiyên ku di wir re derbas dibûn ji xwe re digotin qey mehşera biçûk li Zîniyê Mezin rabûye, Zîniyê Biçûk dibin de maye.

Îcar ên ku Abirê, taştiyeke bilind, an jî texma nîvro di wî halî de bidîtana, ji ber wê miûzî û rebeniya wî, dê serî li dageha mafê heywanan bida û doz li keyeyê ajalan vekira.. Bi rastî, Abirê wekî tirafa agirê qocikên darê berû bû… Ew kocikên ku ancax bi qeweta qeraseyên hesinî radibûn…. Kocikên ku şevbuhêrkên zivistanên dojehî yên sipîsar û têrseqem, diqemirandin.. ne Abirê, ji pisotên agirê dojehê, yên ku bi heft avên serhedê hatibû şûştin re jî digot: “Wir de herin ! Hûn ne hemberê min in !” Abirê, hêdî hêdî disincirî. İlem jî, gava ku roj diqulibî aliyê êvarê û siya darên mazî xwe ji kaş û kendalên Newala Sîna berdida ser Sarînca Hecî Izêr û qelaçê Gêrto. Gava ku dengê sirsirkên Nezarê Îniko wekî amûreke xwezayî li hev dizîvirî û tevlî dengê “hay hay hay wilî ho hoooo !” ya zarokên ber rez û bîstanên Girê Şêra dibû, mirov hişmetkar diman û di cihê xwe de rûdiniştin. Hîrehîra Abirê ji nav xilbeya dengên êvarê bilind dibû û zirîna wî ya bê tore hemû deng di bin kirxiya xwe de difetisandin.

Tew ku dibû hênkahiya êvarî, nemaze ku berê wî dikete malê, ne çê ye ku mirov bi derewan sond bixwe ) belê dîsa jî sond û qesem li vî dilê minî ku çi cara min di zarotiya xwe de son dixwar,kosîkekî biçûçik datanî ser; kerikê hesinî (duçerx) yê ku Dîno ji Îskenderûnê dizîbû jî bi Abirê re nedişuxilî. Dîsa bi sê tene mishef û sî cizû quran… Ew qurana ku min dibin gopalê Seydayê Evdilkerim û bin zembîla zibilê Hecî Koçerê (hevjîna seyda) de di neh saliya xwe de xitim kiribû… Bi wê qurana ku gava birayê min î navîn, bi mebesta ku neçe gêra ceh an palehiya nîskan, xwe dida zexeliyê an jî çiv didan xwe, ew pel bi pel dixwend… Bi wê qurana ku, roja gîska me ya ask ji hewşê hatibû dizîn û ji ber ku hemû gûman diçûn ser wî, Tehso pê sond dixwar…Dîsa bi wê qurana ku heta roja leşkerê Romê agir bi gund xist jî di malê di ser her tiştî re dihate dîtin û daleqandin. Abirê wekî “texsîka mala me” bû. Ew hem suxrevan û berdestkê malbata me û hem jî hevalê min î zarotiyê bû. Gava ku navê Abirê tê gotin, derûniyeke kambax raselitî min dibe; ji aliyekî bîranînên zarotiya min hişyar dibin û ji aliyê din jî xemgîniyeke xurt, xwe wekî xenim û xewnereşkekê berdide ser dilê min î wêran. Pêla bayê kerejdaxê, yê ku bi xwe re wê barana payîza paşîn a libo libo bi ser rûkê tiriyê mezrone de nola hêstirên hinarkê ruyên evîndara Mem, Zîna Zêdan de dibarîne jî di bazdanê de nikaribû bi Abirê re bikeve cirê. Ya star, inta Abirê, ji ya ûnankê (ûnaniyan) xirabtir bû. Nebêjin Abirê, bibêjin Agirê. Bêxwediyo, pardon Rehmetiyo bezvanekî ku dikaribûna bibêje, “di bez û bazdanê de ez pozberê wî me” an “ez dikarim li ber pozê wî rabim” hê nexuliqî bû.

Îcar, tew ku we xeml û xêza wî û cil û timtêlên wî yên kerîtiyê bidîtana… Tenê tîş û terîşên Darika Zava, şeml, desmal û temeziyên ser Ziyareta Sit Meyrem û Keçika Qedîş jê kêm bûn. Carekê ji zengilê stuyê wî bigir, heta hevsar, navteng, berwêr, qûş û paşdûvka wî gişk arizî hatibûn çêkirin. Kurtanê wî ji aliyê kurtanvanê navdar Kulav Qado hatibû çêkirin, hevsarê wî ji dikana dikandarê mezin Hemed Heloyê Bajarî, hatibû kirin û afirê wî jî bi destê hosteyê dîwaran Xoce Salih, hatibû lêkirin. Ji bo hekîba ser pişta wî û xemilandina hevsarê stûyê wî, diya min ji rêsê rengîn û tayê heftreng, heft roj û heft şevan tevnek li dar xistibû…Wê tevna ku diya min î navser tê de sê hepo ko û sê pîjik kevn kiribûn… Wê tevna ku bi keda pî û nûra çavên qîz û bûkên ciwan hatibû hûnandin… Soxî hekîb, li gora dilê min û dûvhevsar jî li gora stuyê Abirê çêbûbû. Ku ez bi ser pişta wî diketim, bawer bikin forsa ajokerê mercedesa îroyîn û Hecî û Mûrada (Mûrat-124’a) doyîn jî ne wekî ya min bû. Bi destûra bavê xwe û arîkariya diya xwe, min ew li gora dilê xwe xemilandibû. Di ji ne wekî yên kerên xelkê bû. Ne dişibiya keran, û nejî ne jî dişibiya tu tebayên Xwedê yên din Dirûvekî wî yî taybet hebû. Ên ku ew ditîtin nedibû ku wî bixin nav dilê xwe. Bavê min digot : “Hingî ku ev kerê me pîsik e xwiya wî bi her kesî şêr3in e. Ango, ji dest pîsikiya wî xwiya şêrîne. Car caran hinekan, ew dişibandin kîvroşkekî berrî, hinekan ew dişbandin pisîkekî nêr î dizek, yê ber dikana goştfiroşan, û hinekan jî ew dişibandin mirîşkên Îranî yên ling bi hoçik.

Hekîba dorbineqş û şirikên wê, zengilê Mûşê yê dor bi pelik hevsarê wî yê qeytanî, teva hev û din temam dikirin. Belê mixabin ku havîna gewr dihat, ew jî dikete nav lebikandin û peroşîna kar. Wê gavê jî neqilvan bû. Lingê xwe nedida bin xwe. Rebeno ji eyarekî derdiket, diket eyerekî din. Ew bijîk û poperîşkên stuyê wî, yên ku di derbiharê de morî û mercanên texlît pê de dadiketin di kelkerma havînê de her gav di nav qirş, qal û qurincên dora rezên Şikefta Siwêr de diman. Dilê kafiran pê dişewitî.(ji ber ku misilmanan ew dixistin wî halî)

Çendî ku xwiya wî şêrîn bû kêfa gundî, cîran û maliyan jê re dihat jî disa wekî hemcisnê xwe, navê wî “ker” bû. Ji roja roj de bi tehtê de berda bû. Mistexuriya wî bûbû nankoriya mirovên dil bi rehm (!) Lewre, kerîtî diserî de ne pîşeyekî xêrê bû. Siûd û îqbala tu keran li ba mirovan nîn bû… Ji xwe ya Abirê qet nîn bû.

Di neh saliya xwe de hema bigire ez û wî hemsalê hev bûn. Belê ji ber ku qama wî ya kinik û meresokiya wî mirovan ew dişiband dehşikekî yeksalî. Bavê min navê wî hilnedida, pepûkê Abirê bûbû pazde salî jî, hê di got “Herin êmê wî dehşikî bikin” an jî “wî av bidin”

Sal, roj, meh û sal derbas bûn, hê jî Abire di xizmeta mala me de bû. Tevê temenê xwe serf kiribû, wekî mirovekî kedyar. Tu kesî qîmet nedidayê Belê ji bilî roja ku biketa bin barê êrd û biçûna êş, an li bayê bezê suxreyek bikira…

Her çend ku ez ne li nav malê bûm û salê carekê ez dihatim serdana malbatê û her wiha dîtina Abirê; min tê derixist, her ku Abirê pîr dibû êmê wî jî kêm dibû.

Serê zivistanekî bû. Dîsa riya min bi malê ket û min çavê xwe li Abirê gerand, belê, mixabin bêhn û beyta wî nedihat. Dewsa wî bi min pir xuya bû. Paşê min bihîst, gava ku ji dest û piyan, ango ji pî û piyan dibe, malî darekî li paş qûna wî dixin, wî diqewitînin, û dibêjinê “êdî tu êmê me nîne ku bidine te”

Abirê reben berdidin çolê û ew bi xwe ji teyr, tilûr, gur û keftaran re dibe êm.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

FELEKCAN

 

ADAR JIYAN: adarjiyan@mynet.com

 

Wekî hemû heval û hemsalên xwe yên keç, ku ji aliyê bav û bira, law û hevserê xwe de wekî bêsûd, bêsiûd û bêîqbal dihatine dîtin, di wexteke bêwext û bêbext de şûşî nava deryaya jiyaneke efnikî û genî dibe. Hê roja ku daxilî jiyanê dibe û deng pê dikeve, jina navser ya ku jê re dibe pîrik, devê xwe dixe bin guhê wê dibêjiye: “Pitikê lawo, xwezî bi dilê te belê nexwezî bi serê te”

Ji navê wê bigirin heta dahatûya wê heta jîn û hevjîn û çarenûsa wê hemû di pitikiya wê de, ji aliyê bav û bapîrên wê de hatine diyarkirin. Roja ku dikeve dawa diya xwe pîra wê yî ser bi şar û kalê wê yî dest bi gopal, bi hatina wê re xezeb ji ruyê wan dibare. Ji bo wê navekî xezebdar lê dikin û dibêjin ‘Ji ber ku Felek li me geriyaye, hema bila nevê wê Felekê be.

Bi rastî Felekê li navê xwe û navê wê jî li wê hatiye. Tu di bê qey ji bo ku di nava çerxa feleka xayîn de bihecine hatiye dinê. Wekî tevê hemcisnê xwe yên reben, belengaz, bindest û bintûte; di domaneke, bêrûmet, bêar û serberjêr de, merhebayê dide jiyaneke bêxêr û bêkêr. Navê xwîşka wê ya ku berî wê bi salekê ji dayik bûye e jî Pêrîşan e. Ew Perîşana ku ew jî wekî hemû hevalên xwe yên keçik, hê di pitikiya xwe de bi heman awayî, dibe sedema serberjêriya bav û kal û birayên xwe. Dema ku Felekê ji dayik dibe, xwîşka wê Perîşan hê li ber pêsîra diya xwe ye. Kes nizane ne ji şîrkujiya (kêmşîrî) wê an nejî ji ber keçiktiya wê ye; hê bi ser piyan neketiye. Heta wê rojê, diya wê ji bilî wê heft keçên din anîne dinê. Birayên wê, yên ji diya wê qet nîn in. Bi welidandina Felekê re diya wê dibe dayika heşt qîzan.

Felekê di wê dema kambax ango di nîrekî xerab de, ji dayik dibe. Di wê heyama ku gundiyan ji ber bostek ax an li ser mirîşkeke gurî, mêr ji hev û din radixistin de, tê dinê. Yanê Felekê, di nav hesûdî, pexîlî, zikreşî û çavnebariya gundî û cîranan a ku dibû sedema şer û pevçûnên ku bi salan didomiyan de, çavê xwe vedike û bi jiyanê nasdar dibe. Wê demê jî hewcetî gelekî bi lawan, ango bi zêdebûna mêran heye Hem di wan çend salên dawî de, şer û pevçûneke giran di navbera mala bavê Felekê û xalanê wê de derdikeve û ji herdu aliyan jî bi dehan mêr têne kuştin û birîndar kirin. Pozberî, neyartî û berberiya navbera meriv û gundiyan, ya wê demê, mîna çarenûseke asayî tê dîtin û her wiha wekî kevneşopiyekê didome. Herdu kalikên Felekê, ji salan de bûne du dijminên hev ên navxweyî û çarenîn. Herdu malbatên xizim, li hember hev bêrawestan şer dikudinîn. Piştî ku kalikê Felekê ji dest û piyan dikeve, bavê wê Ferho dibe sermiyanê malê. Bavê Felekê jî xwediyê mal û milkê dinyayê ye. Rez û pez, erd û zeviyên wî yên bêhed, qesr û qonaxên wê yên bihişmet, bax û baxçeyên wî yên bideramet hene. Navê wî Ferhoyê Silê Hemo ye. Mêrik bi nav û deng e. Wekî din jî, dijmin û dijberên wî li derê ha, xizm, bavik û malbata wî hemû ji destê wî di emana Xwedê de ne. Li gora dilê xwe tev digere û kêfa belek dike. Dest bela ye. şerûd e. Tevê şerxwazî û xêrnexwaziyên paşverû û kevneperestiyên hezar salan, wekî mîrateyeke bav û kalan, devr girtiye. Her wiha , yek ji maldar û dewlemendîrînê gund e. Birbire û sermiyan e. Îcar ji ber ku bedena jina wî Eyşê şîn nabe, Ferho radibe ji inta dijmin û neyaran re, keça dijminê xwe Zeynê, ango diya Felekê bi arîkariya çend pismamê xwe yî dest bela, ji ser bêriyê nîvra direvîne û bi awayekî hovane diherimîne Piştî ku direvîne. Peyre xwe davêje mala Hecî Ehmed Axayê Sûrgicî, ku axayê sê û sê gundên Sûrgiciya ye. Ji ber ku Mala Silê Hemo, pêgirên mala axê ne, axa Ferho qebûl dike û piştgiriya wî dike û dawa wan safî dike.

Zeynê, jineke sipehî û bedew e. Tu dibêjî qey taybetmendiyên kurdên berê, yên jinên nîjada kurdên kevnar, hemû di xwe de civandiye. Jineke zerîn, bejnzirav, bibejn û bal û çavşîn e. Gelek pismam û pisxalên wê yên xort di dev riya wê de ne. Belê wê bi xwe heta wê gavê tukes nehebandiye. Bi dest û pê ye. Di karê malê de sehî bûye û stewiya ye. Dikare rojê sed mêvanî bi rê bike. Her çend ku revandin û jinantiya neyaran û ser hewiyê bi zora wê diçe jî, dîsa ji ber hetîketiya darê dinê û ji bêgavî û nêçariya zemên, mêrîtiya Ferho dipejirîne.

Li aliyê din, bav û birayên wê, bi dizî qasidan jê re dişînin û dibêjinê. “Jinîtiya dijmin û neyaran bi kêrî me û te nayê.”, “Keçê, xwe ji me neke.”, “Bireve û were” “Qene be, here yekî din bike…” “Namûsa me nexe bin lingan.” û hwd. jî dîsa Zeynê bi qedera xwe qayîl dibe û jinantiya Ferhoyê Silê dipejirîne. Îcar ji ber ku jina ciwan tê ser Eyşê, Eyşê jî ji vê yekê naserifîne. Di ser inta Ferho re ji behecokî û dexesî radibe xwe li konetî û nermovingiyeke kesnedîtî datîne. Yanê bi pey neyarê Ferho, kekê Zeynê yê mezin Kazo dikeve. Bi vê yekê re şerê navbera herdu aliyan gurtir dibe. Neyartî û nehîletiya kevn ya salan, li pozperiyeke kûr û giran dadigere.

Êdî, Zeynê ne dikare çavê xwe bi mala bavê xwe bixe û ne jî devê xwe bavêje çêlikekî wan. Neyartiya navxweyî ligel kîn û rika salan, bi hemû erjengî û dijwariya xwe didome. Belê piştî ku Zeynê jî li pey neh-deh zik qîz tîne, wekî ku xezeb li malê bibare. Xizm û derdor, ji bo ku Ferhoyê Silê, bêwar û bêmindal yanê warwinda (korocax) neçe, wî didin zorandin ku zû jinekê bîne ser Zeynê. Birastî li gora ku dihate gotin “Di mala Silê Hemo de xela mêran” bû Dê û bavê Ferho jî di wê baweriyê de ne ku heta lawên Ferho çênebin, an nebe bavê lawan, nikare di nava dost û dijminan de serê xwe rake û bibêje “Ez mêrim û simbêl li per pozê min hene” Îcar ji ber ku jina wî Eyşê bi pey neyarê wî dikeve, ew dibe wekî gurê dev bixwîn. Li tu tiştî napirse. Çi tiştê nelirê û sosret heye, dike . Bi hêviya ku ocaxa wî kor nebe, neyta xwe xira dike û çav berdide qîza cîranê xwe, Mistoyê Xanê. Ferho çil û heşt salî û Keça Misto şazdeh salî ye û nû ketiye kemala xwe. Haya wê ji tiştekî nîne. Ferho, radibe wê jî bi zora devê tivingê direvîne û tîne dixe hundir. Navê wê Fatê yê. Bavê Fatê, Misto jî kesekî bêkes û bêmindal e. Ew û ew keç in Keça xwe Pir delalî rakirine. Belê dîsa jî ji tirsa Mala Ferhoyê Silê re, ne dikarin li keça xwe bipirsin û ne jî dikarin qelenê wê bistînin. Ji nêçarî bera ber xwe didin.

Ferho, ji mêj de Zeynê ji go xwe avêtiye. Bêtir qîmetê dide jina nû, Fatê. Fatê, di hundirê du salan de, dibe ku di deriyekî re hilnayê. Ligel zend û bend, bejn û bala wê, sinc û mêjiyê wê jî diguhere. Zaroka wê ya sereke kur e. Pozê wê bilind û qura wê germ e. Dikeve kirasê hêwiyeke neçê. Bi piştevaniya mêr û malbatê, gelek tehdayî û zordestiyê li Zeynê û keçikên wê dike. Heta ku ji destê wê bê av û xwarinê jî ji ber wan manî dike û dihemîne. Di nav xenîmiyeke bê sînor de, bitirî û bongîtiyan dike. Ango jineke hêç gewî û hilorî ye.

Zeynê jî her cara ku bi hêvî û daxwaza ku kûrekî bîne, çok dide erdê, keçekê tîne.Ew jî rind dizane ku di xela mêran de, anîna neh keçan ne tiştekî ketûber, hêsan û asayî ye. Her çiqasî ji bo ku lawekî bide Ferhoyê Silê û ji gazinc û lomeyên gundî û cîranan xelas bibe, hin tiştan li xwe qewl dike jî, bêfêde ye. Tu dibêjî qey Xwedê tixumê mêran ji cem xwe de, tenê ji bo Zeynê qelandiye. Nivişt û berbejnên şêx û meleyên niviştker, geşt û gera li ser ziyaretgehan, hewîş û parînên ber lingê şexsan, dirûd û dirozgeyên pey nimêja pêncwext, hawarkirina şêx Evdilqadirê Geylanî, Siltanê Ewliya û Pîr Ehmedê Nava Tirban jî têra ku Zeynê lawekî bîne nake. Her cara ku keçekê tîne, hêvî û nîgaşên wê yên neh meh û deh rojan bi avê de diçin. Qidûmê wê dişikê, miûz, reben, û stûxwar dibe. Bi ser wê zistaniya wê de, şîneke giran xwe berdide ser kevçîka dilê wê yî kuldar. Tu dibêjî qey, pîrebok, xenîm û xewnereşkên şevê, jê re dibin pîrik. His û deng pê nakeve. Belê her cara ku Zeynê dikeve wî halê teng, Emoya Xêlit, di hawara wê de di tê, zend û bendê xwe hildike û ji pitika wê re dibe pîrik. Pîra Emo, tenê ne ji bo Zeynê ; ji gelek jinên ber welidandinê re jî pîriktiyê dike. Pîrê di warê pîriktiyê de pir bikêrhatî ye. Pispor e. Di malê de çi alavên hesînî; wekî das, gîsin misas û kêrên kalanî hene, yek bi yek di pişt deriyê malê de diçikîne, an jî li ber serê jinika zistanî û pitika wê ya çilînî datîne. Van hemuyan bi armanc û baweriya ku pitika çilînî û diya wê ya zistanî, bi vî awayî ji tiştên ji me zehftir; ji cin û pîrebokên nav dîwaran têne parastin, dike. Li gora kevneşopî û baweriyên bav û bapîran, heta ku pitikê xelas nebe û xenîm û pîrebokên nêr xwe ji dora malê nedine alî, dê dasa palehiyê di pişt deriyê malê de çikandî û mehlêba hesinî jî, bi arîka xênî de dardekirî bimîne.

Hijdeh salên Zeynê bûye ku bi mêr e. Di wan salan de neh zarokan tîne û her neh jî keç in. Dudo jê dimirin û heft jê sax in. Niha jî li halekî ye. Navê nûxwiriya wê ango keça wê ya mezin Binevşê, ya di binya wê re Gulê, ya sêyemîn Rihanê û ya çaremîn jî Sosinê ye. Navê her sê qîzên Zeynê yên dawî, ji aliyê rîspiyên malê de nav li wan tê kirin. Navê hersêyên dawî; yek jê Besê, yek jê Xemê û ya din Perîşanê ye. Binevş û Gulê herdu jî ji mêj de bûne bûkên apê xwe Hemzê. Yanê herdu xweh ên mezin, wekî du jintiyên hev dibin hevjînên pismamên xwe.

Zeynê, piştî zewcandina herdu keçên xwe yên mezin, ji nuv de duhalî dibe. Belê ew ducanîbûna wê jî bê dil û reza wê ye. Gef û gur û tirstêdanên bavê û biryayên wê li aliyekî, Ji ber êş û jan û kul û kederên dinê, gazinc û lomeyên maliyan, qerf û qeşmeriyên gundiyan û qise û tinazên mêrê neçê, nema serê xwe ji hundir derbixe. Zeynê wekî cara dehan li halekî ye. Vê carê bi Feleka xwe bi hemle ye. Bi ducaniya wê re, ji nedît ve êş û nexweşiyeke giran, heftpençe raselitî ser serê wê dibe.Êdî Zeynê ligel duhaliya xwe dikeve bin darê sihetê Goştê canê wê ro bi ro dihele, wekî komikek hestî dimîne. Çavên wê yî hêşîn, di bin birûyên wê yên kevaneyî û qeytanî de goncalî dibin. Hinarkê rûyê wê yên spîsor diqermiçin. Pozê wê yî bi xizêm û pozmik, li rastê dimîne. Bejn û bala wê ya zirav, wekî darekî tenûrê reş dixeniqe û hin bi hin ditewe û xwêl dibe. Ew dev û lêvên wê yên li hev û çav û birûyên wê yî lihevhatî bi carekê re dimiçiqin. Tevê xweşikiya wê û bedewiya wê ya bêhempa , bi dest xwe re wekî sorguleke bêhndar pel bi pel diçilmise. Roja ku hemlê xwe datîne û ji hev xelas dibe jî dîsa bi sedema ku gelo keç an kur aniye, çavê wê li zayenda pitika wê digere. Wekî hercar, vê carê jî Emoya Xêlit, di nav karê pîriktiyê de dilebike. Heyecan û peroşîneke germ, ji her carê bêtir pê re çê dibe. Belê, piştî ku deng bi pitikê dikeve. Pîrê, çavê xwe dikutîne nav çîmê pitikê. Bi dîtin û hewisîna zayenda wê re, qîrînîneke kesnedîtî jê diçe û bi hêrs û gazinc li ser Zeynê difitile û dibêjiyê:“ Wîî ! Porkurê, nemayê ! Ma te dîsa qîz anî rebenê!? Qey Xwedê jî te ji go avêtiye keçê?!”

Zeynê, jixwe ji mêj de pelên wê ji darê weşiyane û per û bask lê şikiyane. Bi gotin û tehneyên Pîra Emo re, wekî ku qevzek hijikên riziyayî di nava dil û hinavên wê de bêne şikandin. Awira wê, di valahiya arîka xaniyê malê de asê dibe û bêyî ku pitika xwe ya delalî bêhn bike, çavê wê diçin ava û xatir ji wê jiyana xweya xêrnedî dixwaze. Pitika wê digel, bêkesî, bêxwedî û bêxudaniya darê dinê, ku ji aliyê mezinên wê de navê Felekê lê tê kirin, sêwî û bêdê dimîne. Ew tifala zarokan, tevlî kul û derdan dikeve bin barê jiyanê

Ew Feleka ku hê di pitikiya xwe de dikeve ber diranê çerxa feleka xayîn û dilopek şîrê diya wê jê re nabe qismet, di gelek bihur û bazoxên jiyaneke tevlîhev re derbas bibe. Û dîsa bi qandî hejmara tayê porê xwe yê gongilî û bigijik, tûşî bûyer û lêqewmînên bê-îman tê û di nav deryaya kul û kederên xwedênenas de noq bibe. Îcar gelo çawa dikeku bi tena serê xwe wê çarenûsa xwe ya ku ji aliyê derdor û malbatê de, wekî mohreke reş li eniya wê hatiye xistin, diguhere?

Wekî ku ji aliyê pêşiyan de tê gotin ku “Xwedê dike mû, belê naqetîne.” Felekê jî wekî hemû pitikên şîr li şûna ku şîr ji pêsîra diya xwe bimije, ango di himbêza wê ya germ û dilovîn de aş û anoş bibe, xwe di pêxêla çarenûseke sêwî de dibîne. Dîsa tê gotin “Ku Xwedê deriyekî digire, deriyekî din jî vedike.” Xwîşka Felekê ya mezin Binevşê, ya ku hişdeh sal berê bi kuramê xwe re zewiciye, li halekî ye.

Piştî ku diya Felekê wê bi tenê dihêle û dide ser riya çûnehatinê, eta wê mezin, Binevş dest davêje wê. Xwîşka wê Gulê jî Perîşanê xwedî dike. Nemaze Binevş ji Felekê re re dibe dayik. Hê ku pitika çilînî ye, xwişka wê Binevş, diwelide. Lawekî wê çê dibe. Navê lawê wê Evdî ye. Çarenûsa wan dike ku Binevş hem ji lawê xwe û hem jî ji xwîşka xwe ya biçûk re bibe dayik. Binevş, herdu pêsîrên xwe, ji herdu pitikan re dike hêlîn û kehnî.Yanê xaltîk û xwarzê dibin xwişk û birayên hev ên şîr. Yek ji pêsîra yê/ya din şîr namije. Binevş şîrê xwe bi awayekî yeksane li Evdî û Felekê pişk dike. Herdu pitik bi vî awayî û bi hevre mezin dibin. Ji ber ku Binevşê navê Felekê wekî navekî bêkêr û nebixêr dibîne, wî navî naecibîne û navê xwîşka xwe wekî Felekcan diguhere Ango ew hergav binavê Felekcan bang lê dike. Felekcan jî, eta xwe Binevşê wekî dayik dizane û dibîne. Ta ku bi ser piyan dikeve û ji ber destan xelas dibe. Belê her çar xwişkên din jî li ber destê jinbava bêbav, di bin dar û kotekê zorê de digihên û mezin dibin. Piştî mirina diya wan, porê wan gijik, piyê wan xwas, çok û enîşkên wan bibirîn, pozên wan pelixîn, lêvên wan miçiqîn, bêşîret û serberdayî li kuçan digerin. Zikekî wan têr deh birçiye.

Di ser pitikiya Felekcan re roj, meh û sal derbas dibin. Hemû xwişkên wê bi serî dibin. Zêç û zarokên wan digihên. Êdî ew jî dikeve darê jinê. Temenê wê pazde ye. Bi her tiştî dihese. Serpêhatiya jiyana wê ji serî heta dawî, jê re tê vegotin. Jixwe di tevger û bizavên derdor û malbatê û ji helwesta bav û jinbava xwe û bêbaviyên civakê jî derdixe ku hê di pitikiya wê de felek lê geriyaye. Her çend ku jê re Felekcan bête gotin jî dîsa dizane ku navê feleka xayîn lê hatiye kirin.

Felekcan jî nola diya xwe, keçeke bedew, zerîn, çavşîn, bi bejn û bal û zarşêrîn e. Tukes jê tehl nabe. Di nav heval û hemsalê xwe de, jê tê hezkirin û pir jî tê pesinandin. Belê dîsa ew jî mîna dê û etikên xwe û her wiha hemcinsên xwe yên jin, ji mêj de mora pismamê wê yî qop û gurî û bi jin, ji aliyê malbatê de li eniya wê hatiye nivîsandin. Ew mohra ku wekî teniya bidon ku bi ardê cehînî hatiye strandin; ger ku Felekcan rabe, bi heft qalib sabûna Helebê bişo jî jê pak nabe. Temenê Felekcan pazdeh û yê şemoyê Gurî jî sî û yek e. Du jinên wî pênc zarokê wî hene. A rast tu kes geza nên ji dest wî nagire belê bi wî halê xwe ketiye devê riya Felekcan û nahêle, ne ew awira xwe bavêje tukesî û ne jî tu kes dikare here ber deriyê bavê wê û wê ji xwe re bixwaze. Ji xwe ev yek bi dilê bavê felekcan ejî. Bi rastî heman tişt hatibû serî meta wê ya ku sî sal berê bûbû qurbana çarenûseke bêxêr û nepak.

Şerê navbera gundiyan bi taybetî jî yê navbera mala bavê Felekcan û kalê wê hê bi hemû bêtorehiya xwe didome. Yek ji wan salên ku asîmanê welêt bi ewrên reş û tarî hatiye rûkirin û nixumandin, ango li dora salên hezar û nehsed û heştê yî ye. Dema berxwedana Girtîgeha Amedê û vejîna gelê kurd e. Tevgera nû ya mirovahiyê tên û germa xwe dide tevê welêt û pêl bi pêl belav dibe. Biçûk-mezin, pîr- ciwan, jin û mêr haya herkesî ji tevgera nû çê dibe û li gora wê agahiyên cur be cur pêk tin. Her ku diçe ew nav û dengê ku ji kurahiya dîrokê de bilind dibe li her çar hêlên welêt çarmedora cîhanê olan dide. Têkoşer û şerdarên tevgera nû hin bi hin dadikevin nava gel û xwe bi gel û civaka didin nasandin. Bi dilgermî û dilînî gel wan û ew jî gelê hembêz dikin. Ev yek ji aliyê gel de tê dîtin û ecibandin. Belê dîsa jî yên ku xeleka îxanetê ya riziyayê û lanetî di stuyê xwe de datînin, hene. Di serî de qedera wê şemoyê gurî jî di nav de, bav û bira û pismamên Felekcan, tivinga neyêr hildigirin û wekî cerdevan (parêzvan) li hemberî gelî xwe peywir û helwesteke nêbixêr digirin. Li nik leşkerên romê gund û çiyan dişewitînin û agir bi malan dixin.

Ligel ku Binevş, jina malbateke parêzvan e jî jineke hestiyar, dilnerm û hetabêbes xêrdoş e.Gelek şevan bi dizî diçe mala gundî û cîranan û li gelek ciyan rastî şervanên azadiyê tê û bi saetan li wan guhdarî dike. şervanên azadiyê, bi taybetî yên jin, bi axaftin, tevger û bizavên xwe re bandoreke erênî li ser Binêvş dihêlin. Binevş dibe hişmetkar û dildara fikr û ramana wan û di dilê xwe de wan pir dihebîne. Dixwaze vê yekê bi lawê xwe Evdî û xwîşka xwe Felekcan re jî parve bike. Lawê wê Evdî û Felekcan, wekî xaltîk û xwarzî şazdeh sal berê, ji herdu pêsîrên wê şîr mêtibûn û bûbûn xwîşk û birayê hev î şîr. Meyla Binevş li ser herduyan e. Dixwaze her tiştê xwe bi wan re wan re parve bike.

Li aliyê din jî şemoyê parêzvan hewl dide ku rojekê berî rojekê Felekcan birevîne û ji xwe re bibe. Ji bo wê dilê Binevş di nav destê wê de ye. Qet naxwaze ku ew Felekcan jinantiyê ji şemo re bike. Ji bo wê hewl dide ku Felekcan hişyar bike an jî peşkekê li bazara zewaca bêdil bixe. Ji bo wê jî rojekê radibe li ber ber çoka Felekcan rûdinê û bang lawê xwe Evdî dike û ji wan re bûyer û lêqewmînên ku çil sal berê hatine serê meta wan Eyşan, weki ku ta bi derziyê vebike , ji serî heta dawî, yek bi yek ji wan re vedibêje :

“Delal min, Felekcan! Berxê min, Evdî! Ger ku hûn li min guh didêrin, ezê ji we re bûyereke pêşiyan vebêjim ku bê çi tiştên nemayî hatine serê me jinan. Li gora ku diya min digot, hê tu kes ji me tunebû. Yanê berî niha bi çil salî, bi navê Eyşan metikek me hebû ye. Eyşan wekî karîxezalekê bûye. Dibêjin ji ber ku ewqas xweşik û bedew e, tu kes nikaribûye bi du çavan li binêre. Bextê wê jî wekî yê me bireş bûye. Bav û birayê wê, wê bi darê zorê didine pismamê wê Kemo. Kemo bi guhekî ye. Guhê wî yê ji berê de, ango hê ji zarokatiya wî de tune ye. Wê çaxê diya wî li ser bênderê di nav sapê genim de dixe xew. Îcar dibêjin kerekî mala Seydayê gund, yekî boz î rewan hebû ye, diçe tevlî sapê genim guhekî wî dicû û dikeritîne. Ew roj û ew roj e ku guhê wî ferek tune ye. Îcar gava ku meta me Eyşan ji Kemo re dixwazin, Eyşan xwe dide erdê û dibêje ‘Ez bê mêr dimînim, belê ez yekî wekî Kemo nakim, ku ez nemînim li darê vê dinê’ Bi rastî jî, dilê Eyşan li ba xortekî din heye. Navê xort Bedran e. Li gora ku dibêjin, Bedran jî xortekî bejnzirav, simêlqeytan, çavreş û lihevhatî ye. Bi ser de jî dijminê malbata Eyşan e. Belê herdu qîz û xort jî bi ser hev û din de dimirin.

Ligel ku Kemo û tevê malbatê bi vê yekê dizanin jî dîsa bi lezgînî rihela wan dikirin, bi def û zirne û dîlan, govendekê li dar dixin û daweta wan dikin. şeva hinê ye. Ango ku bibe sibe, dê Eyşan bibe bûk û wê siwar bikin û bibin. Eyşan vê yekê naserifîne. Wekî ku li ser êgir be, vir de wir de diçe. Ne roja wê roj e û ne jî şeva wê şev e. Di halê xwe de diqepiçe Hê jî dilê wê bi ser Bedran de ye û qet naxwaze jinantiyê ji Kemo re bike. Radibe bi saya hevaleke xwe yî keç, xeberê dide Bedran û dibêje “ Bedran, were bi çeplê min bigire û ji xwe re birevîne û bibe binya xetê. Heke ku tuyê bêy were; ger ku tu neyê jiyan li min heram e Yanê, an ez ji te re me an jî ji axa sar re’ Her çend ku di navbera malbata Bedran û Eyşan de dijminayiya dinê heye jî, herdu evîndar qet li dijminahiyê napirsin.Bedran daxwaza dilê xwe û Eyşan bi cî tîne.Herdu ciwan bi destê sibê re, bi destê hev û din digirin û hev û din direvînin. Wê demê xwe davêjin bextê Hecî Ehmed Axayê Sûrgicî. Hecî Ehmed Axa, axayê sî û sê gundê Sûrgiciyan e. Di raperîna şêx Seîdê Kal de, axa destê Romê digire. Gund, bajarok û derdor di bin zilm û zor û desthilatdariya wî de ne. Agir li derdor û herêmê dibarîne. Di Qesra Girikê; qesra ku di hundirê deh salan de bi keda cotkar û gundiyan ava kiriye de rûdinê. Qesra wî ji hêka mirişkê jî spîtir e. Rojekê xortekî bi navê Reşo Kûrî, piştî xwarina tirşik û savarê, destê xwe bi qesra axê pakij dike. Axa bi ve yekê dihese û Reşoyê reben şilftazî dike û li ser qula moriyan (morîstanan) bi dara gûzê ve girê dide. Kêzik û moriyên dara gûzê heta sibê di laşê wî yî tazî de diçêrin. Reşo wê şevê bi xwe re soz dide ku sax bifilite, dê Hecî Ehmed Axayê Sûrgucî bikuje. Bi rastî jî gava ku Reşo bi saxî difilite, soza xwe bi cih tîne û piştî bûyerê bi salekê li sûka Mêrdînê axayê sûrgiciyan dikuje. Bi kuştina axê re, axatî li herêma Sûrgiciyan hildiweşe. Belê perîşan hê jî axatiya bav û birayê me û mêrê me ya li ser me, bi hemû dijwarî û bêbaviya xwe didome. Îcar me lêqewmîna xwe temam nekir. Me behsa revandina meta xwe û çûna mala axê dikir; yanê li gora ku dibêjin axayê wê çaxê peywira dewleta Romê di destê xwe de digire. Kê bikuje, bihêle, bihewîne an biqewirîne bi destê xwe ye. Ferman a wî ye. Di hemû şer û pevçûnên navbera gundî û cîranan de, bêşik tiliya wê heye. Malbata Eyşan, ango mala kalê me Hemo, destê axê digirin belê malbata Bedran qet serî li ber axê natewînin û her gav nîxûndarî û elehdariya wî dikin. Axa vê yekê baş dizane. Li bendî roja xwe ye. Bextbireşî û bêsiûdiya mezin jî ev e. Gava ku axa fêm dike ku Bedran ji malbateke hember û serhildêr e, vêca Eyşan û Bedran nahewîne. Bi ser de jî çend qasidên xwe bi rê dike û xeberê dişîne ser mala bavê meta Eyşan (Hemo) û dibêje : ‘Ez dibînim ku keça we ya bi dergistî bi pey dijminê we ketiye, lê hûn bi pey namûsa xwe nakevin. Berî ku ew derbasî binxetê bibin bikevin dûv wan û wan ji holê rakin. Çimkî wan navê êl û eşîra me û namûsa we aniye pereyekî…’

Bi xebera axê re, bav û bira, xizm û pismamên Kemo tevî cerda xwe, bi pey Bedran û Eyşan dikevin. Gawa ku axa herdu ciwanan diqewirîne, ew xwe li Çiyayê Ewîna (Sûrgicî) û Giyarê Kevirê digirin û dimeşin. Çiya bilind e. Berî ku bi ser bikevin, cerda gundiyan li pêşiya wan kemîn daniye. Bedran, bi sê guleyan birîndar dibe û li wir can dide. Eyşan bi saxî dikeve destê wan. Miradê wê û Bedran bi hev û din nabe. Belê qedera wê li vir jî naqede û bêbextiya dinê jê nagere.

Malbata Kemo û bav û pismamên Eyşan, bi kuştina Bedran jî nayên ser; şêwir û mişêwirên giran digerînîn ku Eyşana destbihine, li gora gerdîş û kevneşopiyên bav û kalan û were kuştin. Çimkî li gora baweriya wan, Eyşan bi kirinên xwe, namûsa mêrên malabatê ilem jê jî ya bav û birayê xwe aniye pên qûrûşan û şeref û rûmeta wan daye bin lingan. Eyşan hinekî bi tirs û saw tevdigere belê dîsa jî hayê wê ji tu dek û dolabên bav û bira nîne. Çend roj derbas dibin, herçî rîsipî, mêr û sermiyan hene, li hev dicivin û bîryar digirin ku pêşî Eyşan anoş bikin û peyre jî wê bibin devê newalekê an jî serê zinarekê, bikujin. Çend roj derbas dibin. Destpêka biharê ye. Herdu Birayên Eyşan yên biçûk li ser devê bav û apên xwe, dikevin bin çengê Eyşan û dibêjinê: ‘Xwakê, bavê me dibêje, hûn û Eyşan herin hevdana lovik û kerengan. Bila Eyşan hinekî li ser xwe bigere. De rabe em tev de herin çolê.’ Eyşan jî bi dilekî pak û paqij û xalîsane, bêşik vê yekê dipejirîne. Hayê wê qet ji bayê felekê tune ye. Radibe, dide pey herdu birayên xwe yên biçûk. Dîsa bav û pismamê wê yî dilkevir û bêwicdan, wekî nêçîrvanên bêbext, bi niyeteke bêhawe û dilxerab tevdigerin ku Eyşana dêran têxên tora xwe. Heta tên li ber çoka wê rûdinên û bi bînefisk û kustexiyeke koneyî, wê dixapînin û dikişînin binê newaleke xikxalî û cihekî nepenî. Eyşan bi arîkariya herdu birayên xwe yên bêguneh û bêrî ku hayê wan ji tu dek û dolab, fen û fût û fitnebaziyên bav û apê wan tuneye; hejik û qirşikan berhev dikin. Heta êvarî bi qasî ardûyê (êzingên) êtûnekê hejikan didin ser hev.

Eyşan, qevda hejikê wê di bin çengê wê de ye. Gava ku ber bi komê ve dimeşe, ji xafil de ji aliyê nêçîrvanê hov û har ango bavê wê de, derbek lê diteqe, ew kara xezalan wekî pez koviyekê di nava destê herdu birayê xwe de di nava gola xwînê de dimîne û diperpite. Bavê wê yî dil kevir, bi kîn û mebesta ku namûs ji dest çûye, demançeya xwe ya şeşderb ji ber xwe diişîne bi ser bedena wê ya ciwan de direşîne. Herdu pismamên wî Kemo û Beko jî di kemînê de natorvaniya wî dikin. Hê jî dilê wan rihet nabe. Radibin xwe berdidin ser cendekê Eyşan. Cendekê wê yî tevlî xwînê bi xwêr re dikişînin û davêjin ser koma hejikên ku wê bi destê xwe berhev kiriye. Peyre wekî leşkerê romê û van cerdevanên me yî îro, ku agir berdidin çol û çiyayan; ew jî li wir agir berdidin laşê Eyşan ê nazik û ciwan. Qije qija êgir, qîjîna dengê tivingan û qîrîna herdu birayên Eyşan li Newala Hûran olan dide. Herdu birayên biçûk bi hawar, girî û gazî bi pozê xwe digirin û direvin. Ecêbmayî û behitî dimînin. Bi çol û çiyan dikevin. Birayên wê li derê ha; teyr û tilûr, kêzik, ebok, mar û morî, û dûvpişkên çol û çiyan ji ber şewata laşê Eyşana bêmirad û ji destê bêhna goştê wê yî sotî, cih û warên xwe dihêlin û van deran diterikînin. Ango wekî îro, ku tevê lawir û tebayên çolê, ji ber kirinên wan kesên ku di kirasê mirovan de ne, ji warê xwe dibin, hemû ji ser hev belav dibin û diteriqin. Belê bav û pismamê Eyşan , wekî ku namûsa xwe bi ava zemzem şûştibin an serkeftineke bêhemsal bidest xistibin, berê tivingên xwe didin hewa û bi quretî li gund vedigerin. Wekî bibêjin ‘binêrin em çi mêr in û me ev bênamûsî û bêrûmetî ji ser xwe hilanî.’ Çeplê xwe dihejînin û pozê xwe bilind dikin.

Lêqewmîna meta me ev e. Felekcan, Evdî. Îcar va ye hûn jî dibînin, evên ku îro rahiştine tivinga neyêr û parêzvaniyê dikin jî peyrewên ku agir berdane laşê meta me ne. ‘Çêlikên maran bê jahr nabin’ Ev mêrên ku li ber du cendermeyên romê yên qûnbicilik, nikaribûn bibêjin ‘em mirov în’ îro ji tirsa rihê xwe re pişta xwe dane romê û li hemberî van qîz û xortên ciwan û leheng, ku kefenê wan di devê wan de ye, şer dikin. Ev mêrên ku ji kirasê mirovahiyê derketine, di malê de jî selefiyan li serê me dikin û xwe dinepixînin. şemoyê Gûrî, wekî keftarekî ye. hevalê bavê te ye. Ji ber bêwicdanî û bêbaviya wî, romê ew wekî serokcahş neqandiye. Du jin û komek zarokê wî hene, bi ser de ketiye dev riya te dibêje ‘Felekcan keçek bedew e ez nahêlim kesek wê bixwaze. Bimre, bimîne ji min re ye.’ Ma ev çi hale….!?”

Piştî ku Felekcan û Evdî vê bûyerê dibihîsin. Dikevin nava fikar û gûmanên tûnd û ramanên kûr û dûr. Herdu ciwan di nav xwe de biryar digirin ku dê ew jî bikevin nav yekîneyên şervanên welêt û bi refê xwe re bifirin. Û li hemberî hemû zilm û zor û tehdayî û kevneperestiyên hezar salan rawestin û têbikoşin. Di wê şevê de, dê ew beşdarî nav komek şervanên welêt bibûna. Belê mixabin dîsa feleka xayîn destûr nade ku bighêjin mebest û armanca xwe. Lewre dîsa xîyanet li ber derî ye. Ligel zordestî çewsandina salan, xwefiroşî li ser kar e. Û bi hemû serberjerî û bêariya xwe, xwe li bêrêtî û neçêyîyê datîne. Bêrûmetî û bêşermiya hezar salan xwe di rûyê serokcahş, şemo Gurî de dide der.

şemo jî, wê şevê biryar dide ku rabe bi arîkariya çend cerdevanên hûrfilitî, Felekcan ji nav destê Binevş birevîne, bibe û ji xwe re bike yar. Birastî wê nîyeta xwe ya genî pêk tîne û nîvê şevê tavêjin ser mala Binevş. Bi piştevaniya mêrê Binevş yê cerdevan , Felekcan ji hundir derdixin û direvînin. Binevş û lawê xwe Evdî bi hawar û qîrîn bi pey wan dikevin belê bê fêde ye. Dê û kur, herdu vê yekê qet naserifînin. Li riya çareseriyê digerin. Belê wekî ku dibêjin “Destê bi tenê deng jê nayê” Bi şev û bi roj xew nakeve çavê wan. şemo, bi piştgiriya romê, Felekcan bi darê zorê li xwe mar dike. Meh û roj derbas dibin. Ne Felekcan riya revê dibîne ku bireve û ne jî Binevş û Evdî dikarin xwe bighînin Felekcan û wê bi awayekî ji destê şemoyê serokcahş xelas bikin. Wê salê gund dibe dû şeqan. Li aliyekê, romê hejmara cerdevanên gund derdixe pêncî-şêst kesî û li aliyê din jî ciwanên gund qîz û xort bi dehan beşdarî nav eniya cenga germ dibin. Piştî çend rojan, Evdî û çend hevalên xwe jî beşdarî nav yekêneyên têkoşîna neteweyî dibin.

Li aliyê din, Felekcan êdî roniya derve nabîne. Temenê xwe yî ciwan di nava dojeha îxanetê û di pêxêla şemoyê Gurî de diserifîne. Her çend ku hewl dide ku bireve jî, bi ser nakeve. Hemû rê û derî li ber têne girtin. Malî, jin û mêr, biçûk-mezin hemû di natorvaniya wê de ne. Nahêlin ku ew bistekê jî bi tena serê xwe bimîne. Bi ser de jî bi hemle dibe ku û dê di bin zilm û zora mêrê xerab de, hê di hivdehsaliya xwe de bikeve bin darê dergûşê.

Şevekê ji wan şevê ziviztanê û nîvê şevê ye. şemo Gurî wekî serokcahş digel leşkerên romê diçe nêçîra mirovan. Felekcan wê şevê fersendê ji malê distîne û pêşî xwe davêje mala Binevş. Mêrê Binevş, Sado jî wekî parêzvanekî serberjêr tevlî cerda êrîşkeran bûye û wê şevê ne li mal e. Êdî deriyekî xêrê li Felekcan vedibe. Wê şevê, çend şerdarên welêt di gund de ne. Û hayê Binevş ji wan çê dibe. Wê şevê Binevş û Felkcan xwe bi awayekî dighînin koma şervanan. Rewşa ku Felekcan tê de ye bi kurtayî ji serî heta dawî ji wan re vedibêjin.

Felekcan, tevlî wê ducaniya xwe, wê şevê çarika spî ji ser serê xwe davêje. Kiras û delingê jinantiyê diçirîne. Tayê rêza zêrê pêncpelik ji stuyê xwe diqetine. Guharê xwe yî zêrîn datîne. Li şûna cil û kincên bêşermiyê, şal û şapik û çekên şervaniyê li xwe dipêçe. Rextê çar perçe li ser bejn û bala xwe ya zirav girê dide. Û radibe bi devê keleşê sond dixwe û dibêje : “Ez baş dizanim, heta ku ez bi vê jinantiya xwe heyf û tola hezar salan bi destê xwe ji mêrê serdest û hêzên mêtinger hilneynîm û vê pergala cîhana kevneperest bi destê xwe ne rûxînim, ne jin dibe jin û ne jî jîn dibe jîn, Ji bo wê heta ku ez azadiya xwe bi destê xwe bidest nexim, ne jiyan li min û ne jî li mirovahiyê helal dibe.” Û bi mebesta ku feleka xayîn têk bibe û çarenûsa xwe bi destê xwe biguhere; wekî kevoka aştiyê tevî nava refên bazên azadiyê dibe. Difire û diçe….

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

NANÊ GERM

 

ADAR JIYAN: adarjiyan@mynet.com

 

Demekê li Gundê Xanê ku girêdayî navçeya Xarpêtê ye, bi navê Xanê jinebiyek hebû. Xanê jineke xweperest, dilxirab, hetabêbes dexs û çavnebar bû. (Li gora agahiyan, navê Gundê Xanê ji wê de tê.) Roja ku li gund kêf û cejn û şahî hebûna, Xanê xwe dixist qula hundir û roniya derve nedidît. Deriyê xwe kilîd dikir û te digot qey ev sed sal e ku rê bi vê malê neketiye. Belê dûrî van deran, gava ku şer û şîn li gund hebûna, devê wê ji kena nedihat ser hev û wekî bûka salê xwe dixemiland û li kuçe û kolanên bajorokê digeriya. Ne bi kesî re dipeyivî û ne jî diçû serdan û sersaxiya tukesî. Ew û lawê xwe Misto bi tena serê xwe diman. Xanê ji xwe û lawê xwe Misto pêve di tukesî de nedifikirî.

Birastî, Misto jî xortekî pir ternal, çeleng û diltenik bû. Berevajiyê wê, nefsbiçûk, mirovhez û xweşmirov bû. Belê mixabin diya wî Xanê ne dixwest ku Misto bi tu mirovan re têkiliyê dayne û wekî hemsalên xwe, bi awayekî mirovî tevbigere an jî bi heval û hogirên xwe re bide û bistîne. Bi pend û şîretên xwe ew kiribû wekî mişkê bin melkesê, Mistoyê reben ji tirsa wê re nikaribû bibêje “ez heme an ez jî mirov im”.

Di dil wê de parastina Misto û astengkirina têkiliyên wî yên bi xelkê re, çûna nav gund, danûstandina wî ya biheval û hemsalên wî re, tiştekî li rê ye û ew bi vî awayî qenciya lawê xwe dixwaze. Bi rastî ji lawê xwe pir hez dikir ew bi tiştekî Xwedê nedida. Ne dixwest tiliya wî li kevir bikeve. Li kuçeyê an li ber melê( fêrbûna quranê) hevalekî wî tadeyî li Misto bikira, Xanê, di heman rojê de riya wan dibirî an jî bi êrîş diçû ser wan dida ser pişta wan û ew bi êzing û şûnikan dikuta. Bo wê ne li kuçe û kolanan û ne jî li ber melê tu sîûda Mistoyê reben tune bû ku hevalekî wî hebe. Bavê Misto Ehmed, ji mêj de rehmet kiribû. Bo wê, Xanê bo lawê xwe Misto pir fedekarî dikir. Wê ji Misto re hem dêyîtî û bavîtî dikir û hem jî bo wî heval bû. Bi vî awayî roj, meh û sal derbas dibin.

Temenê Mistoyê wê digihêje dora bîstî. Çûna wî ya leşkeriyê nêzîk dibe. Rojekê du cendirmeyên siwarî yên dewletê, kaxizeke zer tînin, didin dest Xanê û dibêjinê: “ Pîrê, lawê Misto leşker e. Bila sibê we re qereqolê, qey ku em ewrakên wî yên leşkeriyê bidinê.” Gava ku vî tiştî dibêjin , qîrînek bi Xaltîka Xanê dikeve ku kes nebîne. Bi des xwe re hilobîkên (rondik)) wê têne xwarê xwarê û bi hawar û girî ber bi odeya Misto de meşiya. Mistoyê ciwan li odeya xwe di xew de ye. Bi dengê diya xwe re vediciniqîe ser xwe, ku çi bibîne. Xaltîka Xanê ruyê xwe di xwînê de hiştiye û porê xwe tîne xwarê û dibêje : “Mistoyê min lawo, ma ezê çawa bêyî te biqedînim ? Mane va ye navê te hatiye, tu yê biçî leşkeriyê. Erê lawo tu yê biçî leşkeriya xopan. Îcar ezê çawa bêyî te biqedînim? Ezê çilo bikim bi tena serê xwe ? ”

Ji wê rojê pêve, wekî ku li ser êgir be vir de ,wir de diçe, bêfêde ye. Dil û cegera wê dişewite. Ji ber ku heta wê rojê gavek çi ye Misto ji ber çavên wê winda nebûye. Dê çawa bike ku dikaribe bêyî Misto biqedîne an dê çawa bike ku sebr û hedana wê bê Mistoyê wê bê ? Xanê tucar nedixwest ku lawê xwe yê bi tenê bişîne leşkeriyê. Belê xezeba dewletê dijwar û fermana wê giran e, nikare xwe ji ber bide alî. Ji bêgavî radibe tedarikiya Misto û leşkeriya wî dike. Di hundirê hefteyekê de çend cot gore û lepikên hirî ji lawê xwe re dihûne. Tenûrek nanê şîr û şekir dipêje dike binê tûrekî rengîn. Devê kewara beniyê gwîz û behîvan vedike kîsekî mezin jê dadigire, datine derê ha. Kîsikekî din jî ji mewîj û hêjîrên hişkirî dadigire û dispêre kîsê beniyan. Bo ku Mistoyê wê motacî tukesî û tu tiştî nebe, xwarin namîne ku jê re amade nekiribe. Heta rojekê ji sibê de sêla xwe sor dike û heta êvarê qidam û dendikên zebeşan diqelîne… Dike û nedikir dilê wê rihet nabe. Ji xwe re dibêje: “xwezî bibûna ku ez bi mistoyê xwe re biçûma leşkeriyê û nan û ava wî min bidestê xwe bidanayê. Lê çi fêde, çûna min qedexe ye.”

Sibehekê, bo ku Mistoyê Xwe bi rê bike, Xanê ji tarî de radibe tevlî barê hêştirekî ew û Mistoyê xwe bi tena serê xwe didin ser riya navçeyê û ber bi rawestgeha tirêna reş de dimeşin.Xanê ne dixwest û destûr nedida ku Mistoyê reben xatir ji gundî û cîranan an jî heval û hogirên xwe bixwaze. Nedixwest û nedihişt ku tukes wî bibîne û bibêje “Misto lawo, oxira te ya xêrê be” Birastî bi saya diya xwe tu heval û hogirên wî an jî dilşewitiyên wî yên ji dil jî nîn in ku bikevin timtêla çûna Misto ya leşkeriyê. Ji biçûkatiya wî de, gava ku bavê wî dimire û pê de nahêle û destûr nade ku çavê Misto bi kesê bikeve an kes wî bibîne. Her gav dibêje: “Dê xelkên çavnebar lawê minî bedew çavînî (nezerî) bikin. Bi dizî diçe cem şêx û meleyan, nivişt û berbejnan ji Mistore dide çêkirin. Ziyaretgeh namîne ku naçe ser û kar û berxan li wan qewl(nezir) neke Heta roja ku diçe leşkeriyê jî, bejn û bala Misto bi nivişt, berbejn û bazbendên mîna rextê çarperçe yê ku di serhev re avêtî, hatibû rapêçan.

Piştî çûna Misto ya leşkeriyê, Xanê serê xwe ji hundir dernaxe û mirovê/a Xwedê re na axive. Wekî berê, ne kes deriyê wê û ne jî ew deriyê kesî vedike. Heta kîn û rika wê ya li hember gundî û cîranan ji berê zêdetir dibe. Tu dibêjî qey gundî û cîran Misto şandiye leşkeriyê. Bi çavê bavkuştiyê xwe li xelkê dinihêre. Gava ku gundî an cîranekî wê rojeke îdê(cejn) rabûna bo pîrozkirina cejnê an jî bo pirsa lawê wê carekê biçûna devê deriyê wê, gund bi ser serê xwe û wan dianî xwarê û bi keviran dida ser pişta wan, xeber û dijûn û gotinên çors nedima ku ji wan re nedikir. Ji destê sixêf û kufirbaziyên wê miriyên gund di gorên xwe de nedihewiyan. Herkes dizane ku Xanê, pîrekeke no û bêar e. Birastî tukes xwe berbayê wê nake. Herkes xwe jê diparêze. Belê yên ku wê nasnakin jî dibêjin qey însan û mirov e. Nizanin ku diriya çalo ye li Gundê Xanê şîn hatiye. Gelek cîranên wê ji destê wê nelihevî û biahengiya wê mala xwe ji gund bar dikin û dibêjin. “Bila bela te li çavê te keve, belê dûrî wî lawê te.” Hin mirov jî gava ku mala xwe bar dikin, di ber xwe de dibêjin : “ Xwedê ayê me ji te re nahêle” û bêdeng ji gund derdikevin û diçûn.

Xanê jî li tiştekî wisa digere ku dengê îbadên (evdên) Xwedê nekeve guhê wê. Dixwaze ku bi tena serê, an jî ew û lawê xwe tenê li vê dinê bijîn. Ger bi ya wê be, bila gund û der û dor û heta tevê dinê bişewite û tu tişt li ser ruyê erdê nemîne. Jixwe her gav eşkere dibêje “Li vê dinê mirovên qenc nîn in. Xwezî qira van mirovan bihata.” Bi ro perdeyeke reş dide ber şibaka xwe û ku dibû şev, lembeya xwe didefîne û li çûnhatina nava gund guhdarî dike. Dengê mirovan tê guhê wê, çavê xwe digire û devê xwe vedike. Çi tiştê bêrê û xirab hebe bi ser gundiyan de dibarîne. Nifir û dijûnan, peyvên çors û bêre di wan werdike. Bo ku dengê Xanê neçe wan ,gundî û cîranên wê bi şev pancikan dixin guhê xwe. Kunkuna wê ye. Heta pisîk û cewrikên ber dîwaran jî ji destê wê di emana Xwedê de ne. Gava ku nornora pisîkekê, an ewtewta kûçikekî bê tê guhê wê derdikeve derve, kevir û êzingan, an jî çi bi destê wê keve hildide û dide ser pişta wî/ê. Kûzkûza kuçikên ku ji destê Xanê lêdanê dixwin heta nîvê şevê ji guhê xelkê nakeve. Xew li xelkê diherime belê kes newêre dengê xwe bike. An jî herkes bi ber xwe de berdide. A rast jî tu kesî naxwaze xwe pê re biherimîne û xwe bihetikîne. Jixwe gundî û cîran dibêjin : “Xwedê wê ji go xwe avêtiye. Bavo, em pê re dernaxin, ma xune zor e.”

Çendakî deng ji lawê wê nayê. Ne name û ne jî xeber, tu kes nayê ber deriyê wê û pirsa lawê wê Misto nake. Her diçe gûman û xemên wê zêdetir dibe. Xanê, bi ro karê xwe dike , bi şev jî li ber paca xwe rûdinê û li gund guhdarî dike. Ji xwe re dibêje “Gelo kesekî/e ku xeberek ji aliyê lawê min de bihîstibe nîn e ? An jî digot “Ka bê kes behsa lawê min nake ?” Bi wê mebestê hinekî anoş dibe û êdî dev ji êrîş û dijûnên xwe berdide. Ji xwarin û vexwarine dibe. û êdî nema di ber xwe de jî dipeyive. Dilê wê naxwaze ku kar û emelekî jî bike. Qewet û mefera wê namîne. Ji ber kul û kedera lawê xwe nemsa dikare xwe li piyan bigire. Ji sibê heta êvarê li ber derî an devê pencereyê rûdinê û li hêviya xebereke xêrê ye, ku hinek ji cem lawê wê bên an jî nameyekê jê re bînin…

Rojekê xortekî gundî, bo firotinê barek êzing bar dike. Kerê wî di ber de û ber bi Xarpêtê de dimeşe. Gava ku di devê deriyê Pîra Xanê re derbas dibe, bêdeng dimeşe. Belê Xanê wî dibîne ku xort diçe navçeyê, bang wî dike, dibêje : Xorto, tu bi qedrê Xwedê kî tuyê ji beqal û dikandarên bajêr bipirsî bê lawê min Misto tu name ji min re neşandiye. Ger ku tu bînî ezê xelatekê bidime te, bila tesedqa (sedeqeya) serê Misto be. Xortê êzêngfiroş; ji tirsa re , bi serê xwe bersiva wê dide wekî ku bibêja, “bila bî, ezê bipirsim” û bêdeng dixurice, diçe. Xanê bi çarçav li benda xortê êzingfiroş e. Êvarî xort tevlî nameyekê; nameya Mistoyê leşker ku ji diya xwe re şandiye li gund vedigere. Xort nameyê dide dest Xanê. Xwendina wê nîn e. Nameyê maçî dike, bêhn dike û di dev û ruyê xwe dide. Peyre ji xort tika dike ku wê nameyê zû bixwîne. Xortê gundî nameyê dixwîne ku lawê wê dibêje “ Dayê, ez pir baş im, piştî ku şeş mehên min bi qedin dê me belav bikin. Di vê navberê de panzdeh rojan destûra min heye… Wê çaxê ezê bêm, te bibînim. Nekeve ber timtêl û miraqa min… Piştî meheke din ez li cem te me…Lê hêviya diayên te me dayê… Lawê te Misto” gava ku name diqede, Xanê xelata xort didiyê û dibêjiyê: “Xorto, temîna min li te be, ku tu ji kesî re behsa nameya lawê min nekî. Dê ev mirovên çavxirab min û lawê min çavînî bikin.” Xort bêdeng derdikeve û diçe. Xanê ji wê rojê de dikeve nav amadeyiya pêşwazîkirina lawê xwe. Êdî ji kêfan re xew nakeve çavên wî, heta sibehê disihire û dikeve nav nîgaşên kûr û dûr.

Gundê Xanê nêzîkî navçeyê ye, gundî, roja eraseyê (pazarê) bo pêdiviyên xwe diçûn navçeyê. Her wiha riya gundên derdor jî di gundê Xanê re derbas dibe. Gund, tu caran ji mirovên biyan, ango mêvanan xalî nabe. Xanê jî, ji ber ku dê lawê wê were, wê hefteyê bo amadeyiya hatina wî diçe eraseya navçeyê. Piştî ku pazara xwe dike û vedigere gund, dinêre ku wa ye kalekî dest bi gopal li ber deriyê wê rûniştiye û pişta xwe daye derî û dihênije. Xanê bi êrîş û xeyd dibêje zilamê kal : “Kefkurê şindok ! Pêşê te li devê deriyê min çiye ? Qey malên gund qeliyan e ku tu ji dûr û dinê hatiyî devê deriyê min î rebena Xwedê, ku ne mêr û ne zarok e.. Ez û lawê xwe yê sêwî ne. Ev serê pênc mehên wî ye ku li leşkeriyê ye. Îcar de berî ku ez wê riha te ya genî ta bi ta hilkim ji devê deriyê min bi biqewite û here!” Kalo, destê xwe vedigire, lêva wî diricife û bi gilî û gazinc dibêje “Xweha min, diya min, ne xeyide. Xwedê ji te razî be, conkên min dilerizin û dikim ku ji nêza bimirim. Ji bo Xwedê gezek nan bide min ” Piştî wan hewîş û dirûdên kalo, hinekî rehm dikeve dilê Xanê yê kevirî û pê re nerm dibe.Boxçika xwe datine erdê. Piştre ji kujê boxçika xwe ya heft pîne ya ku ji eraseya bajarokê bi her tiştî dagirtiye, serşikestiyek nanê firneyê û kesekek helawa bajêr kiriye, dike nava pancikekî û dide dest kalê parsek û dibêjiyê : “Bila sedeqeya serê Mistoyê min be. Piştre dibêjiyê : “Ev gundê hanê, yê ku ne serî ne binî ye, tijî mirovên dewlemendin. Her yek ji wan bi qasî Qarûnekî zengîn û maldar e. Gava ku tu hatî vir, here malên wan bila ew te bihewînin û zikê te têr bikin” Kalê miûz û stuxwar, piştî ku nan û helawa xwe dixwe, spasiya wê dike û dibêje : “Xwedê destê te û lawê te bixe tev, tu derdê kezebê nebînî, mala te ava, bi xatirê te diya min.”

Xanê, piştî ku kalê parsek bi rê dike derbasî hundir dibe. Bi diayên kalo pir kêfxweş û hêvîdar dibe, belê li aliyê din hestên wê yên xirab xurt in. Dev jê naqerin, di dilê wê de diçêrin. Ji aliyekî de bi hêviya hatina lawê xwe gelek kêfxweş û dişad dibe. Ji aliyê din de jî xenîm û xewnereşkên malxirab pêşgarî ser serê wê dibin, hestên reşbînî cerg û hinavên wê dikurisînin. Piştî hatina nameyê û nêzîkbûna hatina Misto, der û dor lê têne hev; saet lê dibin roj, roj lê dibin sal. Sebr û tebata wê nema tê. Hedan û aram pê re namîne. Dikeve nava şik û gûmanan. Her dilekî wê jê re tiştekî dibêje : Car caran dilê wê jê re dibêje “Dibe ku, fermana destûra Misto were rawestandin, an jî şer derkeve û Misto biçe şer û ji şer venegere.” dilekî din dibêje : “Dibe ku tiştek bi serê wî de bê an jî li rê nexweş bikeve.” Dilekî wê yê din dibêje : “Dibe ku tivingo wî an ya hevalekî wî pê de piteqe û Misto were kuştin.” Her ku di van tiştan de difikire, ji ser hişê xwe diçe û xwedaneke ziwa bi laşê wê dikeve û bêhna wê teng dibe. Hindik dimîne ku bifetise. Belê dîsa li ber dilê xwe dide û lanet û nifrînan li şeytanê kor (hestên xirab) dibaranîne û dilê xwe xweş dike. Bi vî awayî yek caran jî tiştên baş tîne bîra xwe.

Her ku diçe hatina Misto nêzîktir û sebr û deyaxa dayika wî Xanê jî zêdetir dibe. Êdî xew nakeve çavên wê. Wan rojên dawî bi şev û bi roj ji ber pacê ranabe. Bi hesret û bêrîkirineke bêhempa çavên wê li riya Mistoyê wê ye. Ku dibe êvar, ji xwe re dibêje “ De îro nehat, dê sibê teqez were.” Û bi vî awayî xwe bi xewn û xeyalên çê û xwestên xweşbîn dihedirîne. Hefteyek derbas dibe, tu bêhn û bêta Misto nayê. Rojeke sêşemê ye. Xanê ji xwe re dibêje “Mistoyê min, îro li ku derê be dê were. Ezê rabim ji bo wê îro ji dilê xwe de nanekî bipêjim ku Misto bi dilê xwe bixwe. Ji kubara sibê de radibe hevîr distirê. Texma nîvro tenûra xwe dadide û peyre radibe teştek nanê genimê sor, genimê rûto dipêje. Bêhna nanê germ yê genimî li tevê gund belav dibe.

Bi teqdîra xwedê wê rojê Kalê ku çend roj berê hatibû ber deriyê Xanê, dîsa wê rojê li nava gund, ji xwe re li parsê digere. Wisa lê tê wê gavê di kuçeya mala Xanê re derbas dibe û bêhna nanê germ dide pozê wî. Gelekî pirçî ye. Xwe li bêhna nên digire, xwe dispêre kopalê xwe û hêdî hêdî dimeşe. Tê li ber deriyê Xanê qûn dide û rûdinê. Tenûra Xanê dihewşê de ye. Kalo serê kopalê xwe li deriyê hewşê teneke û zingarî dide. Xanê nabe ku ji kêfan re bifire. Hildipeke ser xwe û Ji xwe re dibêje “Evê ku li derî dide, teqez Mistoyê min e.” Belê gava ku derî vedike, kalê dest bi gopal û pişt kubik dibîne. Bi dest xwe re qidûmê wê dişikê û kîn û rika wê ya li hember kalo zêdetir dibe. Çavên wê diçin nav serê wê û heta ku dê de heye dibêje “Biqewit ! û bi şid derî digire û diçe : “Çavên kalo baş nabîne. Kopalê xwe datîne destê xwe li ber xwe dipelîne û dîsa li derî dide. Dîsa serê gopalê xwe li derî dide û bi dengekî fetisokî dibêje “Diya min, welehî ez birçîme, gelo tu dikarî gezek nanê germ bidî min ? Bila xêra miriyan û sedeqeya serê saxan be.”

Qet rehm nakeve dilê Xanê. Fêm dike ku heta gezek nan nexe destê kalo, kalo ji devê derî naçe. Radibe nanekî sax, di nav re dike du ciyan, parçeyekî dixe hundirê deştê û parçeyê din hildide ku bide destê kaloyê birçî û belengaz.. Belê di heman katê de şeytanê wê (dilê wê) nêta wê xira dike û dibêje “Ger ku tu dixwazî bi carekê tu xwe ji vî kalê kefkur xilas bikî, divê ku tu li çareyekê bifikirî.” Hema radibe navika nên derdixe û baz dide hundir seriyek penêrê nû ji elbikê derdixe, dixe nav nên û hinek dermanê mişkan jî biser de werdike û tîne dixe destê kalê reben. Û peyre dibêje “ Êdî ji îro pê de, bila ji xeynî lawê min Misto, kes nema li deriyê min bide.” Kalê birçî bi wê geza nanê germ pir kêfxweş dibe. Ji ber ku nan germ e, bi desxwe re naxwe, davêje binê tûrikê xwe. Peyre ji Xanê re dirûdan û ji Xwedayê wê re jî lavan dike û dide ser riya gundê xwe û bi wî halê xwe dimeşe. Dixwaze berî ku bibe êvar bigihijê gundê xwe. Ji Gundê Xanê xêlekê bi dûr dikeve. Ji xwe re dibêje “de vaye ez qederekî hatim. Bi gûmana min riya gunê min nêzik bû. De ka ezê rûnim û vî nanê ku wê jinikê daye min bi dilê xwe bixum û pey re bimeşim.” Kalo dike ku li devê rê cong bide û rûnê. Dibîne ku waye xortek ji wê de tê. Xort bi cilên leşkerî ye. hinekî saw dikeve dilê wî û dev ji xwarina nên berdide. Hinekî xwe radigire, li hêviya hatina xort radiweste. Xortê leşker silavê li kalo dike. Kalo nizane, belê xort lawê Xanê, Misto bi xwe ye. Kalo silava xort vedigerîne û dibêje “Eleykum selam, ya xortê delal. Gotinek heye, dibêjin ‘Tu kes nikare qismetê kesî bixwe.’ Bixwedê dinêrim tu ji riyeke dûr tê. Û tu nobedariya vî welatî dikî lawê min. Min emrê(temen) xwe kiriye. Tu ji min ferztir î. Bila Xwedê kêmaniya ciwanên mîna te nede. Xuya ye tu pir birçî yî jî. Ê min, riya min pir nêzîk e. Çawa be, ezê xwe bavêjim gund.” Û wî nanê devê xwe yê genimî û germ, (wê demê nanê genim pir bi qîmet e. Gelê herêmê, bi giranî nanê ceh dixwe) dirêjî misto dike û dibêje “ Îcar ev nanê germ qismetê te ye, te kerem bike bixwe.” Birastî Misto jî pir birçî ye. Ji naza ber çavên wî tarî bûye û hem jî gotina kalo naşikîne radihêje nên û xatir ji kalo dixwaze û dimeşe.

Misto dest bi xwarina nên dike. Ew nanê ku diya wî bi destê xwe, bo kuştina kalekî reben, belengaz û bêguneh amade kiriye…

Dotira rojê berbanga sibehê ye. Dîsa du cendirmeyên qereqolê têne ber deriyê Xanê. Bi awayekî bênavber du sê caran bi şid, li derî didin. Dîsa wê şevê jî xew bi çavên Xanê neketiye ,ji êvara Xwedê de li benda hatina lawê xwe Misto ye. Belê xilmaş e. Bi lêdana derî re vediciniqîe ser xwe. Hayê wê ji bayê felekê nîn e. Ji xwe re dibêje: “ Kesekî ku vê sibehê bê li deriyê min bide nîn e. Kaloyê parsek bû, min ew hal kir, ez ji heqê wî derketim. Êdî, çû nema dikare li deriyê min bide. Teqez ev lawê min Min Misto ye. De ka ez herim derî lê vekim ”

Gava ku derî vedike, çavê wê du leşkerên biyan û bêmirûz ku tucarî wan nedîtiye dikeve. Hêviya wê dişkê, qidûm pê re namîne. Xemgîn dibe, belê dîsa jî dilê xwe xira nake, dipirse:

“Xêr e lawê min ? Ez li hêviya Mistoyê xwe bûm. Îcar hûn ji ku derketin ?

Cendermeyan bi desxwe re, xebera reş dane Xanê :

“ Cendekê lawê te li ser riya navçeyê hate dîtin. Sedema mirina wî ne diyar e. Tu kes nizan e ku ji bo çi an bi çi wayî miriye.Bila serê te zax be !”

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

XEZÎNEYA ZILAMÊ COTKAR

 

Adar Jiyan: adarjiyan@mynet.com

 

Demekê zilamekî cotkarek hebû. Navê wî Zêdan bû. Zêdan jî wekî her mirovî ji dê û bavekî diwelide. Zarokatî û ciwaniya wî di nav xizaniyê de derbas dibe. Derdê jarî û xizaniyê pir dikişîne. Belê ji ber ku ji kar û xebatê hez dike, di demek kin de xwedîmal dibe û hal û wextê wî tê xweş dibe. Di navseretiya xwe de maldar û dewletî dibe. Her ku diçe hejmara zêç û zarokên wî zêde dibe. Gava ku zarok lê digihêjin, ber xwe dibîne, rihetir dibe Ji ber ku binav salan de diçe û temenê wî mezin dibe ędî derdor jî wî wekî Apê Zêdan dinase.

Îcar Apê Zêdan, hetabêbes maldar û dewlemend û ewqasî jî aqilmend e. Aqilê wî mû di qelêşe. Tenê ne aqilmend e jî ; her wiha jîr û jêhatî û bilebat e. Ax di destê wî de dibe zêr. Lingê xwe naxe bin xwe. Bo zêç û zarokên xwe, bi keda helal dixebite û mal berhev dike. Çavê wî ne li destê xelkê ye. Roj, meh û sal derbas dibin. Apê Zêdan dikeve bin darê sihetê, ango nexweş dikeve. Her ku diçe nexweşî lê giran dibe. Roj bi roj dihele. Ędî diçe darê mirinê. Xizm, dost û heval û hogirên wî tev têne serdana wî. Ew bixwe jî, têdighêje kû mirina wî nêzîk bûye. Rojekê malbata xwe li xwe dicivîne, bang li zarokên xwe dike û vê şîretê li wan dike:

Zarokên min î delal, Xwedê dizane, belê vaye ez dimirim. Hûn jî dibiînin ku biqasî têra we hemuyan bike, mal û milkê dinê wekî mîrate dihêlim. Belê malê dinê qirêja destan e. Rojekê were dê bi qede. Îcar ji bilî vî malê dinê jî , her wiha ji we re gencîneyekê ( xezîne) dihêlim û diçim. Heta îro, ne min behsa vê xezineyê dikir û ne jî we bira tiştekî wisa dibir. Xezîne, wekî mîrateyekê ji bav û bapîrê me de ji me re maye. Birastî ez jî cihê wê nizanim; lew ra bavê min jî cihê wê ray min neda, belê bi gûmana min li texma rez, di nav zeviya me ya bi şikêr (koma keviran) de ye. Ger hûn hemû kevirên şikêrê bidin alî û zeviyê kûr bajon an jî hinekî lê bixebitin û bikolin hûnê wê xezîneyê bibînin. An jî der û dora rez hemû bidin ber bêr û biviran, teqez hûnê rojekê lê xezineyê rast bên. Hunê hem bi vî awayî li mîrateya bav û bapîrên xwe rast bên û hem jî dewlementir bibin.

Çend roj derbas dibin, Apê Zêdan diçe ser dilovaniya Xwedê. Zarokên wî piştî mirina bavê xwe; biçûk-mezin, jin û mêr, bêr û bivir û merên xwe hildidin û li dora rez û nava zeviyê belav dibin. Wekî ku bibêjin “vê derê ji min re û wê dera ha ji te re” dikevin nav xebateke bêwestan û rawestan. Bi peroşîn û hêviya dîtina xezîneyê dest bi xebatê dikin. Kevirek namîne ku binê wî nehatibe kolandin. Mistek ax namîne ku nehatibe tevdan. Qûç û şikêrên nava zeviyê bi carekê dikişînin qearaxa zeviyê. Dar û diriyên nava rez ji binê de hildiqetînin. Kokele, mehser û bena hawirdora rez ji binî de hildiweşînin. Çi kevir û kuçên ku hene dikişînin derveyê rez. Bi mebesta lêrasthatina xezîneyê, pala nezêr, çol û çiyan, der û dor fetih dikin…

Bi şev û ro dixebitin, nava zeviyê û derdora rez dikin wekî ku tu axê biseridînî. Burx, zixur û şîjikek çiye li nava erd û rez nahêlin. Rez û zeviya ku mirov nikaribû ji kevir û goman gavê bavêje êdî dibe wekî tirafa êgir. Ew jî ne bes e, bi peroşîn dest bi kolana qelaç û beyarên dora rez dikin ku rojekê berî rojekê li xezîneyê rast werin. Li xezîneyê rast nayên Belê wê salê, tiriyê rez deh qatan û ceh û genimê zeviyê jî bîst qatan ji yê her sal bêtir û adantir dibe.

Bi kurtasî wê salê xêr û adanî (bereket) bi ser malbata cotkar dibare. Zarokên wî radibin hatiniya xwe ya wê salê difroşin. Bi qasî xezîneyekê pere bi dest dixin. Li hev rûdinên û dibêjin:

“Xezîneya ku bavê me digot ev xebata me bû.” Û têdigihêjin ku xezîneya herî mezin kar û xebat e.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

BAJARÊ KERAN

 

Adar Jiyan: adarjiyan@mynet.com

 

Di dema berê de bajarek hebû. Bajar di nava çiyayê bilind û asê de bû. Şêniyên wî bajarî hemû ker bûn. Her karê wan bi asayî didomiya. Ji ber ku guhê wan giran bû û dengê hev ne dibihîst, danûstandina wan hinekî dijwar bû.

Rojekê ji rojan, bizinên zilamekî bajarî winda dibin. Zilam, radibe li bizinên xwe digere. Rastî gundiyekî cotkar tê. Silavê lê dike :

“Merheba dosto ! Sê bizinên min hebûn . Hersê jî winda bûne. Gelo te bizinên min ne dîtine ? Ji ber ku ker in , herdu zilam tiştekî ji hev fêm nakin. Zilamê gundî dibêje qey mirovê bajarî pirsa zeviyê dike, dibêje” Ev zeviya kê ye ?” Hêrs dibe û bi ser yê bajarî de diqîre û dibêje :

“Tu çi dixwazî kuro !? Ev zeviya min e.” Destê xwe ber bi jêrê de vedike û didomîne “Ta heta bighêje wê dara hanê , tev a min e.”

Mirovê bajarî dibêje qey ew dibêje ew bizinên wî yên winda bi jêr de çûne. Cihê wan şanî wî dide, berjêr diçe. Wekî ku lê bê, bizinên zilam jî li jêrê ne. Dibîne ku bizin li wir diçêrin. Mirovê bajarî dibêje qey bizinên wî ne, hersê bizinan dide ber xwe û tê ber zilamê cotkar, dibêje :

“Spas birayê delal. Te ev qenciya ha bi min kir. Ji bo vê qenciya te, bi xwedê ez bi dil û can vê bizina xwe ya kulek (qop) diyarî te dikim.” Zilamê gundî ditirse. Dibêje qey, mirovê bajarî min sûcdar dike, ku min lingê bizina wî min kûd (seqet) kiriye. Diricife û devê wî li hev dikeve, dibêje :

“Ez sond dixwim ku çavê min bi bizinên te neketiye. Û min te dest bizina te nedaye. Ezê çawa piyê wê bişkînim malava !?” Ma ku bizina te kulek be sûc ê min e ?”

Herdu zilam jî hêrs dibin û dikine çew çew. Belê dîsa jî tiştekî naxin serê hevûdin. Di heman gavê de zilamekî siwar, di wê derê re derbas dibe. Ji ber ku tiştekê bi hevûdin nadine fêmkirin, bo navcîtiyê bang zilamê siwar dikin. Zilamê cotkar (gundî) bi zengoya hespa mirovê siwar digire wê dide rawestandin. Yê bajarî jî bi lezgînî dipeyive û wisa dibêjiyê :

“Heyran, bi xwedê bizinên min winda bûbûn. Ez jî li wan digeriyam. Vî zilamê ha cihê bizinên min şanî min da. Min jî bo vê yekê bizina xwe ya kulek diyarî wî kir. Îcar mêrik hindik dibîne û dibêje : ” Çima du bizinên te yên tendurist (sax) hene tu ya kûd didî min ? Ez jî wê naxwazim”

Îcar zilamê cotkar jî dibêje:

“Ezbenî, ez li ser cotê xwe bûm. Min kar û emelê xwe dikir. Ev zilam ha hate cem min. Got : “Ev zeviya ku tu dajo ya kê ye ? Min jî, jê re sond xwar ku ji vir û heta wê dara hanê tev ya min e. Piştre ji cem min qeriya û çû. Bîsteke din bi şûn de vegeriya. Dîsa hate ba min. Ev hersê bizin jî di ber de bûn. Wekî ku tu jî dibînî lingê ya kever qop e. Dibêje qey min lingê bizina wî şikandiye. Û ji siba xwedê de min sûcdar dike, dibêje: ‘Çi heqê te li bizina min bû ku te lingê wê kûd kir ?’ Binêr, heke ku min lingê bizina wî şikandibe xwedê jî stuyê min bişkîne. Ez dexîlê te me ji hespa xwe piya be û vî zilamê hanê qanî bike Lewre ji min nagere.”

Vê carê zilamê siwar pir aciz dibe. Ji ber ku deng naçiyê, dibêje qey dikin ku hespa min ji min bistînin û bi xeyd li ser wan dizîvire, dibêje :

“Dev ji min berdin. Ev hesp ya min e. Hê canî bû ku bavê min bi komek pere kirî. Û li ber destê me mezin bû ye. Bo çi ezê hespa xwe bidime we ?”

Dîsa, hersê mirovan jî tiştek nexist serê hev. Piştî pevçûn û û xirecireke dûvdirêj, hersêyan bi awayekî xwe gîhandin cem qazî (dadger). Hersêyan jî bi dor, li gora xwe ifada xwe dan. Û destê xwe bi ber ezmên de vekirin û gotin ” Qaziyê delal, xwedê ji te razî be. De zû doza me safî bike.” Qazî jî wekî wan ker bû. Tenê serê xwe hejand û gote wan :

“Ez dinêrim hûn hersê jî dibêjin, ‘Hîva me derketiye.’ Rast e. Sibê emê cejna Remezanê pîroz bikin” Zilamên me dibêjin qey, qadî dibêje ‘ ku hûn li hev nekin ezê we hersêyan jî bi dar vekim.’ Hersê jî radibin, xwe li hev dipêçin. Qazî jî dibêje qey ji kêfa îdê re şa dibin û ji îro de cejna hev pîroz dikin. Û dibêje:

“Dadgeh bi dawî bû. Bila her kes here mala xwe û sibê cejna xwe pîroz bike.”

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

PÎREBOK

 

RIDWAN KARAASLAN: soylu72@kolaymail.com

 

Gava ez zarok bûm mirovên bi cinikan diketin li kuça me pir bûn. Çîrokên fantastîk mêvanê dilê me bûn. Geh bi tirs û geh bi meraq me li wan çirokên bi taybet guhdar dikir. Cin serwerên kuça me bûn, li her qoziyê, li her malê, di her dilî de cin dijîyan. Me jiyana xwe li gorî cinan didomand, belê ew na…

Bav û kalan qala gund û cinên gund dikirin. Cin çawa dijiyan, adet û pirengiyê wan çawa bûn, baş û xerabê wan çi dikin, idin me ev tişt giş zani bûn. Bi rastî em bi piranî li ser sitirandinê disekinîn u her dem doayê me di dilê me de, hesinê me di bêrika me de, derziyên me jî bi fanêrê me ve eliqandibûn. Cinan li mirovan dixistin. Cinan nexweşi bera canê mirovan didan. Cinan zilm u zorî dikirin. Cin li her derê bûn em jî bi wan re, yan jî em li her derê bûn cin jî bi me re.

Her roja xwedê cinan xwe rê hineka didan. Her şeva xwedê qêrîn û gazî bi cinikketiya diket. Ji ber hewar hewarê wan tebatî ji mere tune bû. Digotin; cinik di xew de bi qarmeçiyan li wan dixin. Me mirovên cinikketî ji xewa zordar radikir û qêrînê wan bi dawi dibû.

Digotin; cinik nexweşiyê dixin laşên mirovan. Di laşê zarokekî de deqên sor derketibû Cinzana digotin: “Bi cinikan de mîz kiriye, cinikan jî tû wî kirine, ji ber vêya deqên sor li canê wî derdikevin. Ev lavik heta çel sali her ku çû avrejê wê lêborinê ji cinan bixwaze .” Lawê cîranekî bêhiş deket. Ciran got:

“Cin ketine serê lawê min.” û ji bo lawê xwe ji wan xelas bike serê wî li dîwar xist. Êşa serê lawik xelas bû yan jî na, em nizanin, çimkî lawik mir!

Bavê lawik digot: “Min yek ji wan kuşt, wan jî heyfa xwe hilanîn !” Min biryara xwe da, ezê bibûma nêçîrvanê cinan û min ê ev gel ji destê wan xelas bikira. Min dest bi lêkolînê kir, cin kîne, cin çi ne u çawa ne?..

Yek: Cin zarokên şeytan in û ji agirên bi jahr çêbûne. Dû: Cinan li hember xwedê serîhildane û armanca wan xerabîyê bi mirovan re bikin. Sê: Cinên xerab û baş henin. Çar: Cin me dibînin, Belê ê ne bi ciniketî bin wan nabînin, lewra gava ku cin bixwazin xwe rê her kesî didin. Pênc: Cin jî wek mirovan di civakan de dijîn û adet û pirengîyen wan henin. şeş: Cin ji doa û hesin ditirsiyan. Heft: Jinên cinan pir xweşikin!.. Ku gava qala jinên cinan dibû av ji devê mirovan diçû. Bi rastî li hember vê xweşikbunê me re karîbû bi dil û can biba cin…

Ev lêkolîna min bi komek tiştên din didomîya. Belê bi piranî min pîrebok meraq dikir. Pîrebok ji cinên din hebki cûda bû. Xwediya bagerê bû û li gorî dihat qal kirin keçek pir xweşik bû. Digotin: Çend kesan ew girtine, belê her carê pîrebokê bi lîska xwe xelas kirîye. Girtina wê pir zor bû, belê xelasîya wê ji destê min tunebû û dawîyê min ê wê bikira bermalîya xwe. Min alavên xwe amade kir û ez ketim rêya daxwazîyên xwe. Di destê min de şîşek hesin, di dilê min de doayên sitirandinê û di fanêrê min de bi dehan derzî eliqandî bû. Ez mal bi mal, qozî bi qozî, qulik bi qulik digerîyam.

Cin bi piranî li ku dihatin dîtin, Kê pir wan didîtin, Çi wextê xwe rê didan… Bi şev û rojan ez li wan digerîyam, hew mabû ez têkevim xewên mirovan, belê ez negîhaştim armanca xwe, li tu dera cin tunebûn. Min berê xwe da berîyê û ez bi dû şopa Pîrebokê ketim. Nişana hatina wê ecacok bû. Digotin: Pîrebok ecacokê çê dike û zarokan ji xwe re didize. Bi dehan ecacok çê bûn, di destekî min de şîşa hesin, di êdin de şûjin û di dilê min de hêvî, bê tirs min xwe diavêt nava ecacokê. Çavê min, guh û pozê min û heta rêvîyê min tije toz û ax dibû… Belê di nav ecacokê de ne pîr hebû ne jî ebok!

Ez li nava sûkê tolaz tolaz digerîyam. Dilê min şikestî û hêvîyên min tari bûn. Vê dinyê gişî ez xapandibûm. Kal û pîran; mêr û jinan bê fedî bi xewn û xeyalên min listibûn. Ew qêrînên şevan, ew çîrokên bi tirs, ew şayisên seyr giş derew bûn. Di nava van fikran de tiştekî bala min kişand, ez ji êşên xapandinê filitîm û min bala xwe da pîrekekê. Ev pîrekek ecêb bû; incika wê belav bibu û porên wê yî gemarî bi ba re difirîya. Fîstanekî pembe û qetîyayî lê bû. Di destê wê de cixarek hebû û bê sekin cixare dikuşkuşand.

Rûye wê ji qilêrê reş bibû. Pê xwas bû û bi lez û aheng dimeşîya. Li gorî dihat qal kirin Pîrebok tiştekî werê bû û me re derzî tê de radikir dibû keçikek pir bedew. Min got: “Weleh min dawiyê Pîreboka xwe dît! ” û bi eşq min êrîşî ser wê kir. Di destê min de şujinek biriqandî, di dilê min de evîna kelîyayî û wek kûçikên har ez direvîyam. Gava ez gîhaştim cem wê bi hêza xwe gişî min şujin rada kulîmeka wê û pişt re min xwe avêt çîpên wê.

Hewar hewara Pîrebokê bû. Bi dest û lingan li min dixist, belê dinya giş li min bihata hevdû, min dev jê bernedida. Bedewa dilê min niha di nav destê min de bû. Tu tiştekî nikarîbû îdîn me ji hev biqetanda. Gel li dora me kom bibûn û ken bi ser me de dibarandin. Tiştekî xerîb hebû, belê min fam nedikir ku ev çîye. Çend mirov hatin û bi zorê min ji Pîreboka min qetandin.

Piştî ewqas ked û êş dinya jî xerabiba min Pîreboka xwe ne dida kesî. Ji qahra, girî û lîçikên min bibû şet û diherikî. Belê tiştekî ji nişka bala min kişand, şujin di kulîmeka Pîrebokê de cit sekinîbû, lewra hîn wek berê gemarî, çek qetîya û nexweşik bû. Ez qûtifîm, heger pîrebok bi vê rewşê bimaya malik li min û bavê min xera bibû. Pîrebokê destê xwe avêt kulîmeka xwe û şujin biêş kişand. Kenê mirovan li ezmanê serê min diket. Ev icar çi bû, li gorî ku digotin Pîrebokê nikarîbu derzî ji gewdên xwe bikişanda. Min di hundirê xwe de got: “Bi navê xwedê min bi tişkê xwe de rît!”

Pîrebokê şûjin li ber çavên min hejand û kir bange bang:

– Kuro ma tu dîn î ? ev şûjina wek qerasekî te di qûna min re rakir. Derdê te çiye?

Mirovekî got:

– Xezalê belkî lawik ji te hezkiribe keçê.

Min lîçik û hêsirên xwe paqij kir… Hişê min hêdî hêdî zelal dibû. Min çewtîyek pir mezin kiribû û wê rastkirina vî tiştî çawa çê biba, min nizanîbû.

Xezalê bi gûhê min girt û got:

– Bimeşe qereqolê xwedê nehiştê heram, tê hesabê vî tiştî li wir bide. Di nav gel re û fiqefiqa kenan re em derbas bûn. Xezalê dikir bange bang, guhê min dikişand û carinan jî şîrmaq li şilika sitûyê min dixist. Gûhê min hindik mabu ji serê min biqete. Belê ez ne di derdê êşê de bûm, hîna ez di ber fedîya şujinê de bum… Ji ber fediyê xezalê min bi kûşta jî deng ji min dernediket.

Em di nava sûkê re derbas bûn, hindik mabû ku em bigêjin qereqolê Xezalê bi şilika sitûyê min girt û berê min da rêyek cuda. Em diçûn bi ku derê min nizanî bû, belê ez ditirsîyam ku min bikûje… Li ber xanîyekî xerabe em sekinîn. Xanî bi keviran ava bibû, belê li hember zeman binketîbû.

Hêlek xanî kumişî bû, bê derî û bê şibake bû. Derdor tije gûyên işk bû. Ji vî xanî re digotin; cin tê de hene, belê gava ez nêçîrvanê cinan bûm, bi şev û rojan ez li vir mam, giş derewên mezin bûn…

Em li odeyek bê şibake, li ser keviran, li hember hev rûniştin. Xezalê di bin çavan re û bi qahr li min dinerî. Bi dû hevdû re pirs ji min dikir. Belê min bersiv neda. Çimkî ez fedîkar bûm li hember wê û min ne dixwast bin fedîkarîya xwe bi derewan tije bikim. Hew ez digirîyam, hêvî û xeyalên min bi derewan hatibûn şuştin, ez zarokek dilşikesti bûm…

Xezalê bêhnek kişand kezeba xwe. Bi çavên kelogirî li min dinerî. Idin dîlê wê bi min dişewitî. Bi destên xweyî gemarî hêsir û lîçika min paqij kir û bi dengekî dilovanî got:

– Negirî, ez tiştekî bi te nakim. Ji niha û pêve tu hevalê min e.

Xezalê êşa xwe ji bîr kiribû û bi dû êşên dilê min keti bû. Min jê re qala xapandina xwe kir û xewnên tal û xeyalên derew û hêvîyên şikestî…

Ji min re got:

– Diya min digot: ” Jiyan pir xweşe. Ku tu mezin bibî dilxweşî û dilgeşî li benda te ye. Xewn û xeyalên te wê bi cih bibin. Evînên dilovanî wê te hembêz bikin. Wê zarokên te yên çav şîn û porzêr çê bibin.” Belê ne werêye hevalê delal, bingeha jiyanê xapandine. Evînên dilovanî xewn in, xewn jî derewin…

Dijminiyê hezkirin mejandîye, dilgeşî di tarîyê de fetisîye, dilovanî derewek pir mezine.

Xezalê serê xwe xist nav kefên destê xwe hêsirên xwe li ser mijankên xwe girê da û kir bange bang:

– Diya min digot: “Jiyan xelatek keskesor e. Evin tîrêjên royêyî por zer e.

Xewn dil germîya zaroka ye.” Hevalê min xapandin ji zaroktîyê dest pê dike.

Mejiyên me bi tiştên ne rast tije dibe. Xeyal û rastî tev li hev dibe, em dibin tekoşerên xeyalan, lewra rastî dijminê xeyalan e. Rastî bi kêra xweyî twij û bê sekin xeyala qut dike. Em li ser pira nava her duyan matmayî dimînin. Li hêlek pirê dinyak tarî, li hêla din dinyak derew li benda me ye.

Em li ser vê pirê dîn dibin û bi çola dikevin, wekî min!

Min jê re got:

– Ez nûh ji jîyanê fam dikim. Bi rastî jiyan bager e û bê dilşewat mirovan dadiqurtîne. Belê çara wê heye; xwedîyê bagerê pîrebok e, gerek me re wê bigre û şujinê tê rake, çimkî şujin wê xweşik dike. Tu dibîne; êş her dem heye, bê êş tiştek xweşik nabe. Jiyan pîrebok e, tu di bin destê wê de be her tişt zilm û zorîye, ew di bin destê te de be her tişt xweş û geş e. Ji min re got:

– Diya min digot:” Ezê fîstanê te ji keskesorê çêkim, rûyê te bi dekan bixemilînim, wê sînga te bi zêran biberiqîne û tê bi hespê kiêl têkeve rêya evîndarê xwe.” Ev giş derew bûn hevalê min. Bêbextî wek koncalekê li peşîya rêya me ye… Min demekê ji yekî hez kir. Bi rastî hîn sûretê wî wek agirekî li ser dilê min e. Belê wî ez xapandim bi dil û evîna min list… Eşq jê re xiyanet bû. Dev ji min berda û bi dû rêya azwêrîyê ket. Bingeha eşqê xiyanet e, yan jî mirin, yan jî din bûn! Tê kîjan hilbijêre?.. Min hezar ecacok çêkir heta ku ew bi destê min ket, belê roja ku min bawerîya xwe pê anî xencerek twij di dilê min de çikand û revîya.

Min jê re got:

– Pîrebok dû rûyên jiyanê ye: Yek xeyal a din rastî, yek xweşik a din qirêj, yek baş a din xerab, yek eşq a din xiyanet, yek hêvî ya din binketibûn…

Ezê kîjan hilbijêrim, bawer bike xapandin heta dawiya umrê min wê sîya min be. Çimkî ez dil zelalim û di jiyanê de xapandina mezin ev e.

Ji min re got:

– Diya min digot: “Tu keçek pir jîre. Ji jiyanê pir pirsa neke, çimkî wê rojek bê tu bersîvê nastîne, wê çaxê tê bi dû tiştên xumam bikeve û wê tayê nav te û civakê biqete. Gava civak te fam neke navê te amadeye: “Dîn.” Binere, niha giş bi çavên dînan li min dinerin. Belê ê dîn ew in. Dînbûn qul bûna dil e û dilên wan gişan bi qule; hest tê de nasekine. Dîn buna mezin dilên bê hest e. Bê hest bûn mîhan diafirîne, binere, dinya di destên naxiran de ye, tu puf wan bike wê biperpitin û bimrin. Mirovên esîl xwe li nava bagerê dixin, şivanê xwe ew bi xwe ne. Gava min got; ez ne mîhim, gewdê xwe ji kesîre natewînim… şivana ez qewirandim…

Min jê re got:

– Pîrebok sembolek e: Navê daxwazîyan û tirsaye, rêva xeyalan û xapandina aqilaye. Mirov ji xeyalan û şopên jiyana nuh ditirsin; Ji bo werê kes bi dû Pîrebokê nakeve. Cin çine? Serwerîyan tirsaye! Cin ne hatin min. newêrîbûn xwe rê min bidana, çimkî ez bêtirs bûm û ku mirov bê tirs be tirs li hember wî dimelise, ku mirov tirsonek be tirs di dilê wî de kela xwe ava dike û dibe serwerê wî.

Her ku dem derbas dibû xezalê xweşik dibû. Te digot qey bi peyvan laşê xwe dişo û dibiriqîne. Ji çavên we yî zêrin çirûskên bi ken belav dibûn. Porên wê wek ecacokek reng belek difirîya. Ew lêvên wê yî qermiçî û bêxwîn niha wek gulek sor dibiriqand.

Ji min re got:

– Tu bi xêr hatî dinya me. Tu dixwazî ez bibim Pîreboka te. Ezê ji te re xwe bi stêrka bixemilînim, lêvên xwe bi rengê heyvê bişom, ezê çirûskên royê bi ser porên xwe de biweşînim, bi berfa çiyayê Agirî ezê laşên xwe spî bikim…

Hew ji min hez bike bese, ew evîna xweyî mezin bi de min. Nêçîrvanê cinan tê bibe evîndarê min?

Min jê re got:

– Hîna ez zaro me.

Ji min re got:

– Tiştek nabe, ev ne pirsgirêke. Bi rastî ez jî hezar salî me!

 

 

 

 

 

 

 

 

Bêguneh

 

Enwer Karahan: enverkarahan@hotmail.com

 

Berfa pêşî bû ku îsal dibariya. Ew darên ku di hewşa dibistanê de û hîna jî yekhebên pelên sor û zer pê ve bûn, ji berfê xemilî bûn û di bin berfê de, mîna pîrekên bajarî xuya dikir. Te yê sond bixwara ku te ew makyaj kirinin. Li ser wan daran, ji qijalkan pê ve tu tebayên din nexuya bûn. Her cara ku “Qixxx”înî bi wan diket û xwe ji ser guliyekî firî ser guliyekî dinê dikir, ew berfa ku ji wan guliyan re bûbû wek xêliyeke hevrîşim, dibû kapek û dihat xwarê.

Zehrayê û çend hevalên xwe bi gilofîtikan dilîst. Wan hevdu di nav berfê de vedigevizand û xwe qilotanî ser hevdu dikir. Wan kalokekî ji berfê çêkiribû û kumekî nîvqetyayî dabû serê wî û gêzereke turûncî jê re kiribû bêvil. Du qîjotên komirê jê re kiribûn çav û zir paçekî reş jî kiribû simbêlê wî. Melkiseke mezin jî di bin milê wî yê çepê de bi cîh kiribû. Zehrayê bi destên xwe ew dûz dikir û her kû diçû bedena wî ya qerisî şayik dibû.

Zehra li xwe haybû ku divê here tûvaletê. Li derûdora xwe mêze kir û çavên xwe li cîhekî xewle gerand. Fikirî ku here daşira dibistanê, lê destê wê ji hevalên wê nedibû. Heta ku ew biçûya û bihata, hin hevalên wê dikarîbûn ew zilamê ku wê serkêşiya mîmariya wî dikir, ji forma wî bixista. Diviyabû biçûya cîhekî weha ku da wê karîbûya ew bidîtina. Berê xwe da nav darên li pişta dibistanê û di nav çaviya deviyeke rût de rûnişt. Piştî ku xwe rehet kir û xwest derpiyê xwe bikişîne xwe, germbûna di nav lingê xwe de his kir. Çengbû ser xwe… Rabû li ser xwe rûnişt û destê xwe li doşeka xwe gerand. Doşek şil û pil bûbû. Ew midetekê ji cîhê xwe tev neliviya û bi keleke mezin, “entîn û oooff”înî lê daket. Wê ji vî halê xwe nefret kir û gotinin ku dêya wê dê jê re bibêjin, di serê wê de kirin zimînî. Wê dengê xwe nedikir û dêya wê her bi ser wê de dikir cinecing û digot, “Weeehh! Dîsa? Te dîsa bi xwe de mîztiye? Hey ûcax kor bûyê, tu bûye qasî kerekê, ma ev îş e? Ma ev hawe ye? Emrê te bûye dozdeh sal, tu hîna jî bin xwe şil dikî, hey ûcax li ûcaxan geriya yê! Ez êdî heyirîm û betilîm ku van nivînan bişom!”

Zehra berê xwe diguhere û naxwaze ku bavê wê pê bihise. Ew dehere daşirê û xwe li wir ker dike. Dêya wê her berdewam dike û dengê xwe bilind dilke:

– Hela ji xwe re bala xwe bidin vî nivînî, wextî ji şûştinê birize!… Ma, ew qandî kerekê bûye, xwehê! Ma hevalê mîztinê ye! Ew êdî ya mêr e, keçê! Ez qandî wê bûm, ez zewicîm… Ma ev hevalê mîzê ye!… Tu yê bibînî, heger wê bi mêrê xwe de jî nemîzt! Bi Qûraan, gava ez zewicîm, emrê min ancax bi qandî yê wê hebû. Qey ez jî salekê du salan jê mestir bûm…

Gava Nesîmeya dêya wê ev tiştên hanê digotin, bavê wê hemû gotinên wê dibîhîstin.

Zehrayê zanîbû ku dêya wê dê dîsa vê sibehê bike qerepere û ew ê li pêş xweh û bira û bavê xwe fedîkar bibe. Zehrayê serê sibehê zû ji malê derket û nexwest ku dengê dêya wê yê bênisûbet here bavê wê û ew wê bîstikê bi awayekî zindî bijî. Nesîmeya dêya wê, weke ku wê texmîn kiribû, di serê sibehê de nuxteya xwe xwendibû. Bûboyê mêrê wê, pê re xeyidî bû û gotibû ku dive hewalek vê keçikê hebe, ka em wê bibin cem dixtor mixtorekî! Tu çi dikî xerepere?

Gava Zehrayê êvarê vegeriya malê, wê li hêla bavê xwe nenerî û nexwest ku ew werin rûyê hevdu. Wexta şîvê jî Zehra neçû ser sifreyê, da bavê wê çav li wê nekeve. Herkes li ser sifreyê rûniştibûn û Zehra ji wan kêm bû. Bavê wê bi du dengan bang li wê kir, ew nehat. Paşê, ew bi xwe çû odeya dinê û bang li wê kir da ew were şîva xwe bixwe. Wê bi awayekî fisekî bera dû bavê xwe da û bavê wê jî qet xwe lê nedikir xwedî ku bi meseleyê dizane. Gava ket hundir, dêya wê di ber xwe de mizicî û bi dengekî hêdîka got, “Wer tu li ber xwe dikevî…” Ev dengê Nesîmeyê çû Bûboyî jî û wî di bin çavan re li wê nerî, da ew van gotinên xwe dirêj neke. Herkes vê ketibûn xwarina xwe dixwarin, wê jî bi pozika kevçiyê xwe ew xwarina di tebaxa xwe de, tev de dida.

Wê pariyek jî ji ber xwe nexwaribû. Çavên wê li tebaxa ber wê bû, lê ew ne li wan deran bû… Emrê wê dibû şanzdeh sal û qismet dihat ser wê. Qismetekî weha baş bû ku ew ji bo gelek qîzan xeyaleke mezin bû. Lawik mihendîs bû û ji maleke xuyanî bû. Xortekî bi bejin û bal û çavê hemû qîzên bajêr li wî bû. Wî jî ew qas sal li bajaran xwendibû û di netîceyê de, biryara xwe dabû ku ji navçeya xwe qîzeke esilzade û bitahsîl bîne. Ew Zehrayê di dawetekê de dibîne û bi derbekê re dilê wî dikeve wê. Ew dê û bavê xwe qanih dike û qasidekê dişîne cem mala Zehrayê. Dê û bavê wê, di serê pêşî de qebûl nakin, lê paşê ew jî razayê lê tînin. Piştî hefteyekê jî xwazgîniyê wê hatin. Malikê xişir û qelenê xwe dabûn û tivingeke çapilî jî xelata xalê dabûn. Hefteya berî birina Zehrayê, zava û dê û bavê xwe li mala wan rûniştinin û herkes bikêf û eşq û heyacan in. Qal tê ser qalê û di navbereke ku dêya zavê û Nesîme bi ser hev de dikin kurepist, Nesîme dev çepeliyekê dike û dibêje, “Weleh, keçika me pirî baş e, te dît hûn ne xerîb in, lê awayekî wê heye ku ew yekcarinan bin xwe şil dike…”

Zehrayê bi dengê bavê xwe re, vediciniqe.

– Tu çima şîva xwe naxwî, qîza min?

Ew pariyekî du pariyan bi qelsî dixwe. Radihêle qedeha avê û di binê qedeha avê de, dîsa li cîhê mabû vedigere.

Malik di cîh de radibin, roja dinê hingulîska wê vedigerîne û alvên xwe bi şûn de distînin.

Zehra li ser vê yeka hanê xwe di malê de hefs dike û bi mehan û bi salan ji malê der nakeve. Hamû însan tê de dixebitin û dikin û nakin ew ji hundir der nakeve. Temenê wê dibe bîst, dibe sîh, dibe çil, lê ew ji hundir der nakeve. Piştî ku emrê wê dibe çil û pênc, êdî zilamên navsere, ya jî yên bijin wê dixwazin. Di serê dawiyê de bavê wê dimire û xweh û birayên wê hemû dizewicin. Ew û dêya xwe bi tenê dimînin. Paşê dêya wê, wê dide yekî pîremêr û ser hewiyê… Zehra dîsa bi gotina bavê xwe re ku dibêje:

– Şîva xwe bixwe qîza min, ma çi ji te re hatiye?

Çang dibe ser xwe û di navbereke ku firsendê dibîne, ji ser sifreyê radibe ser xwe.

Dêya wê çend caran li tedbîran geriya da ew ji mîzê vebe, lê yekê jî fêde nekir. Ji xwe ev gotina wê ya ku dida ber bêvila Zehrayê jî hinekan bi serê wê ve zeliqandibû ku li ber însên jê re bê gotin, ew ê li ber xwe keve û bi vê tesîrê, ew ê nema careke din bin xwe şil bike. Nesîmeyê jî ji wê rojê û pê ve, her gav li pêş bavê wê, li pêş nas û ne nasan, ev “kêmanî”ya wê, dida ber bêvilê.

Piştî demekê, bavê wê zor da Nesîmeyê da ew wê bibe -ser dixtor- bajêr. Ji ber ku mala birayê Nesîmeyê li bajêr bû, hewcedariya ku Bûbo bi wan re here, tune bû. Zaroyên birayê Nesîmeyê, dê ew bibira cem dixtorî.

Serê sibehê wan xwe kar kirin û berê xwe da bajêr. Nesîmeyê bi alîkariya zaroyên birayê xwe, ew li ser dixtoran gerand. Ew birin cem dixtorekî teybetî. Dixtorî tahlîlên wê dan girtin û piştî netîceya tahlîlan, careke din jî bang li wan kir. Berî ku dixtor netîceya tahlîlan û tedawiya ku dê ew bikin, ji wan re bibêje, vegeriya ser Nesîmeyê û got:

– Di malbta we de, kesek hebû ku di vî emrî de bin xwe şil dikir? Lawê birayê wê jê re tercumeyî kurmancî kir û ew tiştên ku dixtor gotibûn, ji metika xwe re gotin. Bi gotina dixtorî re, rûyê Nesîmeyê sor bû. Rûyê wê weha sor î kur bû ku meriv çipisk lê bixista, dê xwînê te re biavêta. Nesîmeyê bi awayekî şermokî, got:

– Na, weleh! Kesek tune ye ku di emrê wê de weha kiriye…

Dixtorî ferq kir ku Nesîme ji ber van pirsan zêde li ber fediyê dikeve, dev ji sewalkirina pirsan berada. Reçeteyek nivîsand û ji wan re got ku gava ew van dermanan bixwe, mîza wê dê sor were. Gava sor hat, tê wê maneyê ku ew nema dimîze. Li ser derketinê, lawê birayê Nesîmeyê pere danîn ser maseya dixtorî û wî ji lêwik daxwaz kir ku ew piçekî bisekine. Nesîme û Zehra deketin derve, dixtor vegeriya ser wî:

– Tiştekî keçikê tune ye! Ev meseleyeke pîskolojîk e. Ji ber wê jî min jê re hin derman nivîsandin ku tu elqeya wan bi tedawiyê tune ye, ew ji bone wîtamînê nin û bê zerar in. Sedema wî dermanê dê mîza wê sor bike jî ew ku qeneeta keçikê di cîh keve. Bila dêya wê zanibe, lê divê ew nizanibe. Heta ku dermanên wê xilas dibin.

Li ber êvarê karê wan qediya û erebeyên ku diviyabû ew pê vegerin navçeyê, nema bûn. Piştî ku ew gihaştin dikana birayê Nesîmeyê û birayê wê jî pir israr kir, da ew wê şevê venegerin, Nesîmeyê dev ji fikira xwe berda ku texsiyeke xusûsî bigre û wê şevê vegerin.

Mala birayê Nesîmeyê di apartmaneke heft tebek de bû û ew gelekî dewlemend bû. Ew yek ji wan tucarên vî bajarî bû û wan Nesîmeya xweha xwe di ber daweyê de, dabûn Bûboyî. Mala wan weke mala qiralan bû… Xalîçeyên wan wek ê camiyan bûn. Erdên wan mizaîq û awîzeyên wan qirîstal bûn. Nivînên wan wek beleka ji berfê bûn… Nêzîkî wexta razanê bû. Nesîme ketibû heyra xwe û Zehrayê. Cîhên wan li odeya mêvanan hate danîn û nivînê sipîboz ji wan re danîn. Herkes çûn raketin û Nesîme jî li ber Zehrayê digeriya da ew li xwe miqate be û wê her digot:

– Hema te dît ku zor da te, bang min bike! Bila em li pêş xalê te rezîl nebin, haa!

Nesîmeyê li cem xwe hesab dikir ku Zehrayê bide yek ji wan zaroyên birayê xwe. Wê li cem xwe dihesiband ku bi wasiteya dayina jinekê, ew ê karibin tev bigerin. Bi vî awayî, karîbû têkiliyên birayê wê û malbata mêrê wê baştir bibe. Ji xêndî wê jî zaroyên birayê wê, ber bi çav û dewlemend bûn. Qîza wê, dê di rehetiyê keta û kîjan gava rêya wan bi bajêr keta, navnîşaneke wan hebû ku karibin bi rehetî lê bimînin. Nesîmeyê her xwestibû û xeyal kiribû ku yek ji kurên birayê wê, qîzeke wê bike. Wê berê du qîzên xwe, dabûn xerîban. Gava wê ew qîzên xwe dabûn jî çand caran di ber birayê xwe re avêtibû, lê birayê wê xwe li wan deran nekiribû xwedî û wî çûbû omidiyên jina xwe, ji kurên xwe re xwestibûn. Nesîmeyê di ser dayina herdu qîzên xwe û zewaca kurên birayê xwe re, ji wan dilgiran bûbû, lê di netîceyê de, dîsa jî hêviya xwe bi wan ve girêdabû.

Zehrayê dengê xwe nekir, hew bi serê xwe gotinên wê tesdîq kirin. Piştî bîstikekê “xirîn”î bi dêya wê ket, ew bi xew re çû. Lê Zehra ji tirsa ranediket. Di wê tariyê de, çavên wê vekirî û difikirî. Diçû ser avê û li pezdotina bêrîvanan dinerî. Paşê gava şivên pez di neqebeke teng de derbas dikir û ew hebohebo dijmartin, wê jî di tenişta şivên de, ew dijmartin. Heta bi sî û pêncan, sî û şeşan jimart û xwe wenda kir. Wê dît ku ew direviya… Direviya û ecûneyan bera ser pişta wê dida. Lingên wê giran dibûn û dikir û nedikr, nikarîbû bireviya. Di erdê de diçikiya. Wan tam dikira ew zeft bikira, ji nişka de firiya. Di ser xaniyan re, di ser bajêr re difiriya… Li hewa dibû legleg, dibû qertel, dibû kevokeke teqle. Bazikên xwe ji hev vedikir û li hewa disekinî. Wê xwe danetanî û bi vî awayî ji ber ecuneyan xelas dibû…

Tam ew xelas dibû, bala xwe didayê ku zir mahrekî reş xwe li orta rê vezelandiye û gava çav li wê dikeve, ew radibe ser teriya xwe û bera ser pişta wê bide. Ew weha bazdide, weha bazdide, eynî wek guleya ku ji devê tivingê der ketibe. Di ser taht û gome û deviyan re bazdide. Sol di lingan de tune ye û ne kelem û histiriyên çavbeloq û ne jî qîş û terîş, tiştek ne xema wê ye. Bazdide û her ku li paş xwe dinêre, ew mahrê hanê mezintir dibe. Ew dibe wek zîhayekî û li ser pişta wê ye. Ew di hizazekê werdibe û wî mahrê reş li ser devê hizazê mexel tê. Ji binê hizazê ve bala xwe dide mêhr ku serê mêr bi kitan, destimaleke tipik tipikî girêdayî ye ku ew dişibe dêya wê. Ew mahr dibe şahmaran. Serê wî serê dêya wê ye û gewdeyê wî, yê zîhayekî ye. Ew bi seetan di binê hizazê de dimîne û dike ji serma biqefile. Diricife û şerqeşerqa diranên wê nin. Hundirê hizazê tarî û qerisî ye. Ew mahrê weke zîhayekî, xwe bera hundirê hizazê dide. Bi beradana mêhr re, Zehra dike qêrînî û çeng dibe ser xwe. Ew çawa çeng dibe ser xwe, destê xwe li doşeka xwe dipelîne… Keserekê radinîje, eşuheda xwe tîne û tiliyên herdu destên xwe, di bin serê xwe de tev derbas dike.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Dara bêgul

 

Enwer Karahan

 

Ya Rebî, ya Resûlelah! Ev çi ye? Va ye em ber bi jêr ve dadikevin. Bi daketina me re, qîş û terîş, gir û giravên di bin berfê de, bi xemla bûka serbixêlî, serên xwe nola marekî teyar, ji nav mij û dûmanê bilind dikin. Ji jor de baş xuya nabin, lê ji her halên xwe de diyar dibin ku ew ji bêhêvîtiya çirûsandina tîrêjên rojê weha qijmirî nin. Her ku em ber bir bi jêr ve dadikevin, tipetipa ser dilên me bi qawettir lê dixê. ”Ma te xêr û ilam e?” Ew pirsa dilê min e ku ji min dipirse û berdewam dike, ”Ma te xêr e? Ma te ilam e ku tu li pê vî mêrikî bûyî nola benê li dû şûjinê?” Ez dikim bibêjim, ”Weleh ez jî nizanim bê ez li kîjan nanê ariyê digerim”, lê ez bi xwe re dixeyidim û ez xwe ji dengê hundirê xwe, bi dûr dixim.

Her ku em bi rengê teyrê baz ê ku dike dade nêçira xwe nizim dibin, hostesên ku cilên wan lacîwert û gomlegên wan sipî û flaûrên sor di hustuyên wan de, bi leztir diçin û tên. Her yek ji wan wek suravêrkên li nezaran dengzelal û rûliken in. Yek ji wan hostesan li kemberên zarokan yên negirêdayî dinêre. Di nav re jî awiran dide min. Ez ji xwe re dibêjim, ”Hela tu li vê dêlikê binerî! Nêrînên wê jî çi nexelî nin. Ya Îlah ya Rebî, ev jinik çi qasî dişibe Xezalê… Tu yê sond bixwî ku ew bi xwe ye!”

Hemû jiyana te, wek qutiyeke girtî ye. Te di emrê xwe de, tiştekî xwe ji min re eşkere negotiye. Te hemû tiştên xwe ji min veşartinin. Eynî wek wê rojê… Te û Xezalê deriyê odeyê li ser xwe girtibû û kurepista we bû. Min qahweya we anî ber deriyî û min hêdîka li deriyî xist. Te derî hewka vekir û di ber qelîşteka deriyî re, wek mirov ji destê xizmetkarên xwe werbigire, te tebaxçeya qahweyê ji destê min girt. Xezal li ser dîwanê rûniştibû û wecê wê piçekî zer bûbû. Ew ne tazî bû. Lê ez nizanim… Ne li ser bextê min be… Ger te yê li min weha bikira, te çima ez anîm? Madem min tu fahm nedikirî, te çima gunehê min xist hustuyê xwe? Xelkê ku ez dixwestim hebûn, wan ê ez li ser serê xwe daniyama. Te çima li min weha kir? Tu qala tiştinan dikî, lê ez ji wan tiştan fêhm nakim. Lê tu jî xweşkî min li ber naxînî. Ma ez çi bikim, Xwedê ayê min ji dê û bavê min re nehêle ku wan ez neşandim dibistanê. Erê tu weha dibêjî, lê kîjan jina din qebûl dike ku mêrê wê bi jineke ciwan re, li hundirê odeyeke derîgirtî, bi tena serê xwe bimîne? Ma ez ji ku dizanim, bê hûn çi dikin… Min serê ew qas sal, derdê dê, bav û birayên te kişand ne bes bû, îcar hevalên te jî bi ser de… Rojê qeflek tên û ez xizmeta tevdekan jî dikim. Piraniya wan mehkûm in û wextî polîs rojekê bigirin ser me û me û zarokên me gişan bi ser hev de bikujin. Ji xwe tu nema ye ku ev gede ziravqetiyayî bibin. Gava ew çav li polîsan dikevin, cîh tune ye ku xwe têxinê.

Erê te digot ku ”hevalên min di ser hertiştî re nin“, lê ev serê pênc salan e ku yekî jî ji wan deriyê me venekiriye. Tu kesî ji wan rojekê li halê me nepirsiye. Ma ev bûn, hevalên te? Te nedît, bê ev zarok bi çi rezaletiyê mezin bûn. Tu ji çendakî carekê dihatî û wek mirov hestiyan biavêje ber kûçikan, te çend quriş ji me re datanîn û tu diçûyî. Kî dizane, bê tu bi ku de diçûyî! Me rojekê jî newêrîbû tiştek ji te sewal bikira.

Çavnexela hostesê bi zimanekî xerîb tiştinan ji min re dibêje û berê tiliya xwe, ber bi kembera zarokan ve dike. Ya Îlah ya Rebî, tu yê bibêjî qey Xezal e û te porê wê zer kiriye. şahnika li ber bêvila wê jî eynî ye…

Te wê rojê çi bi wê kir, ez nizanim. Ji xwe tu heroduro bi pîrekan re bûyî û gava min dengê xwe jî dikir, te digot, ”Keçê, ew hevalên min in, ew wek xwehên min in. Ma tu çawa dikarî weha bifiikirî ku ez dikarim bi nêta xerab li wan binerim? Di adetên me de tiştên weha tune nin!“ Ey baş e, heger ne weha bûya, tu çima ew qasî ji min dûr bûyî? Car hebûn ku te destê xwe jî bi min ne dikir. Esas sûcê min e ku min ew qas sal ev derdê hanê kişandiye. Xwelî li serê min be ku min bi ya dêya xwe kir. Hela bê çi li min qewimî bû! Piştî şeva pêşî ku te ji min re qala rewşa xwe kir, min zanîbû ku perçeyên me dê hevdu negirin, lê porkura dêya min, her digot, “Eyb e, qiza min! Hişê xwe bi serê xwe de û destê mêrê xwe bernede”. Ez her li bende mabûm ku tu yê rojekê li min vegerî û destê xwe li porê min deynî û wek mêrên xelkê qîmetê bidî min. Lê te rojekê jî dilê min xweş nekir. Ma ez ji wan gişan jî ne xweşiktir im? Te hertim a dê, bav û birayên xwe di ser ya min re digirt. Yên wan nebes bûn, îcar ew qahpik mahpikên hevalên te… Her yek ji wan du-sê zamote bi wan re û rojê li ser beroşa hinekan… Dereweke wan bi sed rastên min bû.

Yek carinan ku hemû kufletên malê li hev vedihewiyan û min jî dixwest ez jî wek însên di nav we de rûnim û xwe kufleteke ji vê malê bihesibînim, dêya te tu tahm nedida min û wê ez mexsûs dişandim derekê, da ez ne li ba we bim. Gava min rûyê xwe ji ber vê yeka hanê tahl dikir, tu bi rojan, bi min re nedipeyivî û te bi şevê berê qûna xwe bi min ve dikir. Tu bi caran mehkûm mayî û tu ketî hefsan, lê ez her bi hêviyeke dilşikestî li bende te mam û min derdê malbata te kişand… Wê cihûya dêya te çi dianî serê min, hew Xwedê dizane. Wê jî bi lingên hevalên te lê dixist. Tew ne xema wê bû ku tu dihatî girtin, mehkûm dimayî, bi çolan diketî… Qet ne xema wê bû. Ew çi dilkafir bû. Tew birayên te, rojê tibabeke kincên wan dihate ûtîkirin û wan xwe tûrterizî dikir û xwe bera sûkê dida. Ma xema kê bû. Xizmetkara wan hebû ku ji wan re kincên wan bişo, şîva wan çê bike, firaxên wan bişo, hundir bimale. Û hela şêkirandin jî hebûya… Ger bi ya dêya te bûya, nuha te ji zû de yeka din anîbûya. Yê wê, ew fêr bûbû. Çawa be, ew çûbû ser hewiyê, wê dixwest hewî bê ser min jî. Lê xezûrê min, Rebîîîî, gora wî Bihuşt be. Xwedêteala me ji xêra wî mahrûm neke, înşaleh…

Ez anuha ji ku dizanim, bê te ji xwe re porzerek nedîtiye. Hema bi Xwedê, niha te yek ji xwe re dîtiye, ha! Ma zilamek dikare pênc salan bi tena serê xwe, bê pîrek bimîne? Ez ji ku dizanim. Belkî jî nuha tu bi yeka swêdî re û tevî du zarokên xwe yên ji wê, li benda me yî. Lê na… Ma tu ew qasî ehmeq î ku tu jina xwe û zarokên xwe rê me bidî. Tu dizanî ku zarokên min dê tu carî te efû nekin. Ez nizanim, bê te bêriya wan kiriye, an na? ”Lê çawa be kezeb e. Ma wî çawa bêriya wan nekiriye. Ez dizanim, herî pir jî bêriya Berfînê kiriye. Wî ji Berfînê gelekî hez dikir, lê ji ber ku em di nav malê de bûn, wî rojekê xweşkî ranehişt wê û ew maçî nekir. Lê gava ku em çûn hefsê cem wî, Berfîn nuh bi ser lingan ketibû. Ew çawa çav wî ket, çû li ser çonga wî rûnişt û gava hevalên wî ji wê dipirsîn, bê ew mezin bibe, ew ê bibe çi? Wê digot, ’ez ê bibim pêşmerge’” Lê ez dizanim ku te bêriya min nekiriye û piştî çend rojên din tu yê dîsa min bi tenê bihêlî û berê xwe bidî çol û çepelan. Ma min xêr e? Kê ji min re gotiye ku li pê te kaş bibe… Kerooo, kero! Bila ne ji bona xatirê van sêleknan bûya, te yê bidîta. Min ê tavilê dev ji te berada û min ê yekî li hemberî te bikira. Ma dê çi ji destê te bihata? Ma te dikarîbû çi bikira? Qey pir, pir, te yê ez bikuştama, ma jê wêdetir hebû? Hema bi navê Xwedê, kuştin jî ji vî halê min çêtir e.

Bi nizimbûna balafirê re, kizînî ji hundirê min tê. Xaniyên bajêr bi rêzbûna kurûzeyên niftikan qor girtinin û erebeyên wî bûnin mîna mûristanê. Ya Rebî, her teref av û dar in. Lê ev ê di nav avê de çi nin? Wek gamêşan xuya dikin. Lê ne gamêş in… Lê Weleh, ez nizanim. Ma ez ji Berfînê bipirsim? De hewce neke… Ji xwe, ew ê jî nizanibe. Însan xuya nabin ku ez çavên xwe li wî bigerînim. Ji xwe, ew dikare nehatibe pêşiya me jî. Dibe ku wî hin heval mevalên xwe jî şandibin.

Me mala xwe, bi saya serê bavê min bar kir. Ji ber ku tu mehkûm bûyî, tu nikarîbûyî bihataya Diyarbekirê. Lê gava ku em gîhaştin Stenbûlê, dîsa tu ne hazir bûyî. Du-sê hevalên te mala me danî û wan gotibû ku tu yê heta bi du rojan vegerî. Wan hin pere jî dabûn me û ew çûbûn. Diviyabû ku bavê min jî vegeriya. Ew rojekê mabû û gava ew vegeriyabû, wî jî mîna dêya min çend şîret li min kiribûn. Lê kesî nedixwest min jî fahm bikin. Tiştên ku te ji min dixwestin û yên ku wan ji min re digotin, pir dûrî hevdu bûn. Ji wan hebû ku ez jintiyê ji te re nakim. Wan nizanîbû ku tu ji min re bibêjî, “hoşte belek” ez ê xwe ji te re bikim erd. Te rojekê jî ew doza li min nekiriye. Tu helalê min î, lê her ku tiştek qewimiye, min ew doza hanê li te kiriye û gelek caran jî tu di wê esnayê de, serxweş bûyî. Ger tu ne serxweş bûya, belkî te ew daxwazên min jî gelek caran red bikirana. Ma te hindik caran weha kiriye?

Li wira jî tebatî nehatibû te û piştî salekê, te em lotî Edeneyê kiribûn. Mitêla me li ser milê me û mîna qereçiyan, em rojê li kolanên bajarekî digeriyan. Te ji min re nedigot, bê tu çi karî jî dikî. Gava xelkê ji min sewal dikir, bê tu çi karî dikî, min jî li ser gotina te, digot, “ew mitehîd” e. Ji bo derewa me dernekeve, min zêde têkilî bi cîranan re danetanî û gava peyiv dihat ser peyivê, te ji min re digot, “Tu, ne civatî yî û tu nikarî têkiliyên xwe bi însên re bidomînî”.

Ger hevalên te yên jin dihatin malê, tu li hemberî min dihatî guhertin. Te li pêş wan qala wekhevî mekheviyê dikir. Û wexta min tiştek digot, te wecê xwe tirş dikir. Piştî min ew rewşa te fahm dikir, ji bo ku tu aciz nebî û tu nebêjî “Tu min li ber hevalên min fedîkar derdixînî”, min jî peyiva xwe qut dikir. Ez nizanim, bê te çima weha dikir? Tu devê kê vedikî, ew ji te xweş in, lê çima ez ji te ne razî mim? Çi ma, tu ji min re ne qenc î?

Va ye teyareya me daket. Ew kesên bi qerewat û çenteyên wan wek yên te ye -di dema tu diçûyî bajaran û dihatî, te bi xwe re digerand- tev de rabûnin. Ez jî Çeto ji xew radikim. Hişê wî nayê serê wî. Ez du-sê caran diniqurçînim wî, lê hewante ye. Ez dibêjim, ”Rabe, rabe! Va em hatin cem bavê te”. Ew çavên xwe ji ser hev diqelişînin û bi heyecan li dora xwe dinihêre û dibêje; ”Ka, ka bavê min?” Û pê re, herçar zarokên din jî bi çavên tije meraq û wek wawîkan li dora xwe dinihêrin.

Erê… te ev zarokên hanê kirinin wek wawîkan. Te ji wan re qet bavîtî nekir. Te rojekê bangî wan jî nekir û te ew di himbêza xwe de nedan rûniştandin. Te bîhna wan his nekir û wan germbûna te… Te hevalên xwe di ser wan jî re girtin.

Ev zilamên kincên wan wek yên polisan in, di binçavan re li me dinihêrin. Herpênc zarokan xwe li dora min kiriye komzîk. Ew ji tirsa polîsan bûnin wek cinên çav li hesin bikevin. Ew kîjan zilamên bi kincên resmî bibînin, dibêjin qey polîs e. Ez ji wan re dibêjim ”Netirsin, netirsin! Ew ne polîs in û ew nikarin tiştekî bi me bikin“. Hîn peyiva min di devê min de ye, ew me dikişînin ber cîhê kontrolê û hemû alavên me ji hev de dixin. Ew radihêlin wan şûşeyên araqê yên ku me ji te re anîbûn û ew kêlîkekê me disekinînin. Paşê jî kaxetekê dixin destê me. Ez nizanim, bê ev çi kaxet e.

Ew qas însan diçûn û dihatin, nebes bû, îcar min xizmeta we ya hazirkirina maseya araqê jî dikir. Erê, ma te xêr bû ku te bela xwe di min de dida, da ez jî teva we, wê quzilqurtê vexwim. Tahma wê wek keratiyê ye. Ez nizanim, bê hûn çawa wê vedixwin. Lê ya herî xweş jî gava ku tu serxweş diketî û te dûrik digotin… Ji me re hisret bû ku tu rojekê ji me re bibêjî, lê gava hevalên te dihatin, tu diçûyî û yekî din dihat. Gava ku te digot:

Ay bilbil…
Tu yê nexwîne li ser dara bêgul
Dara bêgul, mîna evîna ne ji dil
Mîna zewaca tev bi kul, bilbilo…

Kela min tev radibû û hevalên te li çavên min dinihêrîn. Gava hêsir diketin çavên min, Ji bo hevalên te ferq nekin, min berê xwe ji odeyê diguherî û ez diçûm li banyoyê têr digîriyam.

Va ye em li ber deriyê dawiyê nin. Xwedê dizane, bê tu li vira yî, an na… Ez nizanim, bê kêfa te yê bê, ya na? Lê ez bawer nakim… Zarokan erebokên xwe jî di hustuyê min de hiştinin û ew bi lez ber bi deriyî ve deherin. De va ye, êdî em li ber deriyê dawiyê nin û ez û zarok bi hev re çavên xwe li te digerînin, lê ka tu? Wa ye çar – pênc kesên rengnas xuya dibin, lê ka tu?…

Wî li min rebenê! Ma ev tu yî ku zarokan xwe avêtiye hustuyê te? Ma çima li te werê hatiye? Ma ka, porê te? Ka diranên te? Ma tu çima weha xuz bûyî? Tew çav jî çûnin… Wî berçavik jî xistiye çavên xwe. Va ye, ez sar sekinîmim, lê ez nizanim, bê tu yê min jî himbêz bikî, an na?

Sala 2001ê, meha Îlonê

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Rojbûyina te pîroz be!

 

Enwer Karahan: enverkarahan@hotmail.com

 

Weke gelek sibehan wê sibehê jî bi awayekî tengijî, bi dengê zarokan re bi xwe hisya. Rojên ku dibistan hebûya, hemû bi hev re radibûn û piçûk û mezin bi hev re berê xwe didan dibistanê, lê rojên tahtîlan ku zarok serê sibê zû radibûn û dikirin qere pere, ew gelekî aciz dibû. Ji xwe ev demek bû ku xulqê wî ji her tiştî teng dibû, ne bi tenê ji dengê zarokan, bi dengekî herî hêdîka re jî wî reaksitoneke bêsînor nîşan dida. Bi teybetî jî li hemberî jina xwe pir bêtehamul bûbû. Û wî hemû ev sebeba xwe ya ku zû diqehirî û reaksiyonel bûbû, bi wê ve girê dida.

Roja şemiyê bû. Rojbûyina keça wî ya mezin bû. Bi dengê jina xwe re, çaxa wê ji keça xwe re digot, “Here ji dikana kêleka malê du mirîşkan bikire” û keçikê jî îtiraza çûyinê dikir, bi xwe hisiyabû. Wî demekê xwe di nav nivînan de kerr kir. Hewil da ku careke din jî bixew re here, lê fêde ne kiribû. Teb’ekî wî yê xerab hebû, gava ku bi xwe bihisya, careke din nikarîbû dixew re biçûya. Nemaze jî, ger êvaran tiştekî bi alkol vexwara lê weha dihat. Keça wî Laleş, ji heft saliya xwe derbasî heşt salî dibû û ev cara pêşî bû ku wan dikira ji bona wê şahiyeke rojbûyinê çêbikira. Ji xwe dema ku li welêt bûn adetên bi vî rengî li ba wan tunebûn. Piştî hatina vî welatî û bi çavlêketina der û dora xwe re, wan jî xwe li tiştekî weha rakişandibû.

Wî demekê ziq li binzikê odeyê nêrî û bi xem û xeyalên xwe li welêt geriya. Çû serê kela Mêrdînê û bi dûrbînê li Amûdê nêrî û paşê çû serê Tûrcelê lê nêrî. Di navbera herdu ciyan de kete dudiliyekê. Di eslê xwe de wî tu carî jî Amûd nedîtibû, lê wî her gav xwe yek ji wan şêniyên wê derê his dikir. Wî bi xwe jî sedema vê yekê nizanîbû. Berê xwe da ser bedena Diyarbekirê, li ser hemû ciyên bedenê geriya. Herî dawî li hêla Deriyê Mêrdînê rûnişt û li Baxçeyên Anzelê nêrî. Li Koşka Xazî ya ku li histu wan baxçeyan bû û di dema xwe de, kalikê wî, li baxçeyê vê koşkê bi Celal Güzelses dûrik dida gotin, nêrî. Sedema ku li Deriyê Mêrdînê hilkişiyabû ser bedenê, bi sedema ku cara pêşî ew çûbû Diyarbekirê û li wir ji otibosê peya bûbû ve girêdida. Dîmena wir nexweş xuya dikir. Di nav wan baxçeyan de, hîn jî meytên di roja cenazeyê kevne hevalê wî de hatibûn kuştin hebûn û ji ber derbasbûyina zemên, bîhn derdixistin. Ji xwe nexweşiya dil pê re hebû… bi lêtemaşekirina wê manzereyê re, dilê wî hate guvaştin. Xwe baş his nedikir… Biryar da ku here nexweşxaneyê. Berê xwe da Nexweşxaneya Dewletê, li wir, ew ê hevalê xwe yê dixtor Qedrî bidîta da ku alîkariya wî ya kontrolkirina dilê wî bikira.

Li nêzîkî devê nexweşxaneyê, du xortên bi rîh rastî wî hatin. Ew herdû xortên bi rîh û di wê germa havîna Diyarbekirê de, biçakêt bûn, destên xwe avîtin kêleka xwe û ber bi wî ve hatin. Wî yek ji wan nas kir… Orta wan sê gav man û herduyan bi hev re devançeyên çardehderb ji ber xwe derxistin û bi aheng derb ajotin ber devê devançeyan. Gava ku ber bi wî ve çûn, ew bi biraziyê xwe re mizicî û li paş xwe nêrî. Kesekî din li pê wî tune bûn. Wecê wî zer bû… Destên wî ji guliyên dara diqetiya… Ew raste rast diçûn ser wî. Wê gavê, wî îman bi rebê Musa anî ku herdu zebeniyên devê cehenimê, deherin ser wî. Wî jî destê xwe avît kêleka xwe da ku devançeya xwe bikişîne, lê ew pişt vala bû. Ew ê ku piçekî ji biraziyê wî kintir bû, berê devançeya xwe da wî û got, “Tu minafiqî! Biceheme ji vê dinyayê!”. Herduyan jî cercûrên xwe tê de vala kirin. Li orta cadeyê ramedandî mabû… Heta ku polîs nehatin, kesî xwe nêzîkî termê wî nekiribûn. Paşê di tabûteke teng de, bi konvoyeke mezin berê xwe dan cihê ku ew lê hatibû dinyayê.

Gîhaştin ser mezelê malbatê… Ferman rabûbû… Bûbû weke roja haşer û mahşerê… Gava tabût ji erebeyê hate daxistin û ber bi tirbê ve hate birin, tabût ji bisk û guliyên keç û jinan xemilîbû û nema xuya dibû. Di nav hawar û gaziya qîz û bûkan de, hew dengê pîra dêya wî yê bişewat dilorand, diçû wî. Yek dengan jî yê amojina wî ya Siltanê diçûyê. Dengê wê jî gelekî bişewat û ta’l bû. Berî ku tabûtê di hundirê mezel de bi cîh bikin, birayê wî yê jê piçûktir xwe bera hundirê mezel da. Kete hudirê bergorê û ji binî de destê xwe avît binê tabûtê. Du kesên din jî di hudirê mezel de hebûn. Her yekî bi hêleke tabûtê girtibû, êw ê ku bi hêla serê wê girtibû, lawê xalê wî bû. Dengê hawara dêya wî, di nav dengên terqîn û selawatan de wenda dibû. Bi pênc heb ferşên mezin ser devê bergora wî hate nixumandin. Bi despêka bêra ewil re, negihaşt pênc deqîqeyan hemû tirb bi axê hate dagirtin. Fatîheyeke dawî jî hate xwendin, yekî ji nav qelebalixiyê di ber xwe de, got, “Pir kiro, hindik xwaro” û milet belav bûn. Hew pîredêya wî û birayê wî li ser mezel mabûn. Birayê wî bi destê dêya xwe girt û ji ser axa sar rakir. Rebena dêya wî cara dawiyê got, ” De rabe ha, ka em tev de herin malê, ha! ” Lawê wê, destê xwe yê rastê di ser histuyê wê re bir û ew kir ber paxila xwe. Deh gavekî ji mezel bi dûr ketin… Dêya wî dîsa li mezel fitilî û bi dengê hêla bang kir, ” Melûllll, ha Melûl!. De ka rabe, ha! Qe nebe, carekê dilê min rehet bike, de rabe ha!”

Wî çavên xwe vekir ku jina wî di ser serê wî re sekiniye. wî dihejîne û dibêje, ” Melûl, Melûl! Rabe tu dereng ma!”

Qirika wî ji tîna zuha bûbû. Rabû ser xwe…

Di xwêdanê de mabû… Berê xwe da deriyê daşir û serşokê. Midetekê bêyî ku tiştekî bike di hundirê serşokê de, li ber mirêkê sekinî. Çavên wî li mirêkê bûn, lê li xwe nedinêrî. Li wê xewna ku dîtibû difikirî. Wî dixwest ku xewna xwe baş bi ruh bîne. Ji xwe ev demeke dirêj bû ku nema xewn jî didîtin. Li dêya xwe, birayê xwe, xwişka xwe, aqrebayên xwe û hevalên xwe fikirî. Bêyî ku here daşirê, hew destê xwe da ber mûslixa avê û qirûsî kulma xwe bû û derket. Çû ber telefonê… Poşman bû, dîsa vegeriya banyoyê… Dîsa li ber mirêkê sekinî… Li xwe nêrî, destên xwe di nava porê xwe re bir û anî. Hêleke rûyê xwe da ber mirêkê, li rîha xwe nêrî…Tayên sipî ji yên reş bêtir xuya dikirin… Paşê devê xwe ji hev vekir, li diranên xwe nêrî. Dîsa ziq li herdu çavên xwe nêrî, di hundirê xwe de got, “Ez dikim dîhn bibim, çi ye!?”

Ji berê de wî ji xewnan bawer nedikir lê kengî xewneke xerab bidîta, tase wasek pê re çê dibû. Ji ziyaretan jî bawer nedikir lê gava di ber wan re derbas dibû, wan jî xofek bi wî re çêdikirin. Çû ser balkonê, taveke bi tîn dabû ser balkonê. Ji tîna rojê aciz bû… Di ber xwe de kufir bû û lê zêde kir, “Hela ji xwe li vê gosirmetê binere, hemû rojên havînê bi ba û baranan derbas bûn û di orta vê payizê de ev roja hanê derketiye”.

Hate hundirê metbaxê û bi zirtîn ji xanima xwe re got, ” Biner, bila xwarin ne hindik bin, ha!”

Jinikê jê re jimart bê çend celeb xwarin çêkirinin. Wî lê guhdarî jî nekir. Hew, got, “Ger xwarin hindik bin, ez te li pêş mêvanan rezîl dikim, ewqas!”. Kincên xwe li xwe kirin, çû ber derî. Dîsa bi xeyd got, ” Ez va ye deherim pastayekê bikirim, ger tiştek ji bo we lazim be bibêjin. Paşê tu nebêjî, filan tişt kêm e, bêvan tişt kêm e! Jinikê got, ” Mûman ji bîr neke!”. Wî di ber xwe de dîsa tişt in got û derî bi kerbîn girt.

Berê çû systembolagetê, du şûşe şerab û deh heb bîra kirîn. Fikirî ku araq û vodqa jî li malê hebûn, têrê dikir. Paşê çû pastexanê dû heb pasta ecibandin, destê xwe avît bêrîka xwe, li perê xwe nêrî ku pereyên wî têra heqê herduyan nekir. Ji keçika dezgehdar re got, ” Tu ji kerema xwe re hazir bikî, heta ku tu bikî pakêt, ez ê ji bankomatê pereyan bikişînim.” Li ber bankomatê rêzeke însan sekinîbûn, hemû di dorê de bûn. Pîrejinek di pêşiya wî de bû. Caro li xwe difitilî û bi çavên tije nefret li Melûl dinêrî. Melûl xwe tije kiribû ku wê careke din jî li dûv xwe binêriya, wî yê jê re bigota, ‘ma te xêr e, tu weha li min dinêrî? Min li talanê bavê te xistiye, çi ye?’. Lê weke ku jinikê bi vê rewşa Melûl derxistibê e, careke din ne fitilî û li paş xwe ne nêrî. Piştî pênc deqîqeyekî dora wî hat. Ji bo kişandina pênsed kironî pê li bişkokên bankomatê kir û li bende pereyan sekinî. Lê tu pere nehat û qerta wî jî hate daqurtandin. Li paş xwe nêrî… Her kesî bi meraq li wî dinêrîn. Wî humika xwe li bankomatê xist û ji dorê derket. Piştî bîstikekê fikirî, telefonî dostê xwe Alim kir da ku ji wî re hinek pere bîne. Di qederê nîv seetê de, Alim hat. Wan bîstikekê li ser nigan sohbet kir… Alim nivîskar bû û her ku çav li Melûl biketa, wî daweya ku Melûl, bi karê nivîsê re dakeve, li wî dikir. Di her carê de jî Melûl bi awayekî xwe jê xelas dikir. Ji ber ku wî jî û gelek kesên din jî, fikrên Melûl î di vî warî de dizanîbûn. Wan soza ku roja sêşemê li bajêr hevdu bibînin, dan hev û Melûl xatir jê xwest.

Heta ku ew çû pastexaneyê, keçikê jî pakêt hazir kiribû… Wî rahişt pakêta xwe û ji bo bighêje ser tirênê lezand. Ew hîn negîhaştibû ser derencekên bi ceryanê dişuxulin, tirên li îstasiyonê sekinî. Hat ber cîhê ku bilêtan kotrol dike, qerta xwe nîşan da û lezand. Qelebalixiya ku ji tirênê dadiket nedihişt ku ew bilezîne û wî jî nedixwest xwe li kesî biqewimîne. Xwe bi zor gîhand wagona dawiyê, bi ketina wî ya hundirê tirênê re û girtina deryê tirênê bûn yek. Orta sûkê û mala wan îstsiyonek tenê bû.

Li nêzîkî devê deriyê apartmanê, Melûl hebekî fikirî û wek însanê eşuheda xwe bîne, ji xwe re got, “Divê ez îro, xulqê xwe ji her roj bêtir fireh bikim.”

Çû ber asansorê, pê li buşkoka wê kir. Asansor nehate jêr… Teva ku lampeya deriyê asansorê sor vêketîbû û wî dizanîbû pêlêkirina careke din bîlasebe ye jî, wî dîsa pêlêkir. Asansor dîsa nehat… Xulqê wî teng bû û dikira pihînek bi deriyê asansorê dada, dîsa li xwe haybû û eşihedeke din jî anî. Zarokan li qatê pêncan deriyê wê vekirî hiştibûn. Piştî ku wî sofa xwe ji hatina asansorê kir, di dirêncekan de hilkişiya. Heta bi qatê sisiyan hilkişiya betilî, dîsa çû ber asansorê, carekê jî li wî qatî pêlê kir, dîsa nehat. Ew heta qatê şeşan bi dirêncekan re hilkişiya.

Li zengilê derî xist. Keça wî ya piçûk derî vekir. Ket hundir… Ji nehatina jinikê ya vekirina derî aciz bû, lê wî carekê soz dabû xwe, divyabû li ser soza xwe bisekiniya. Ma ne ji xwe ji ber vê sadiqiya sozên xwe bû ku hatibû di van welatan re derkeribû. Keça wî Laleşê bi bergiya wî ve hat û jê pirsî, “Te mûm jî anîn, ya na?” Wî di ber xwe de, got, ” Mûm!… Hiii, na… Bi xwedê min ji bîra kir!…”

Wecê Laleşê piçekî hate guhertin û ber bi balkonê ve çû. Melûl montê xwe ji xwe kir, ber bi gardolabê ve diçû, li telefonê ket. Ê ku telefon dikir Elo bû, navnîşana malê ji Melûl dixwest. Telefon danî û ber bi balkonê ve çû. Çû ku dilê Laleşê xweş bike… wê ênîşkên xwe dabû ser hesinên balkonê û bi awayê ku difikire, li baxçeyê jêrîn dinêrî. Wê ferq kiribû ku bavê wê li dûv wê ye, lê wê xwe lê nekiribû xwedî. Melûl ji dawiyê de çû, ew kir himbêza xwe û ew di himbêza xwe de piçekî eciqand. Wî kêm caran weha bi eşkereyî nêzîkahî li herdu keçikên xwe dikir. Wî hezkirina xwe ne dida der. Laleşê xwe di nav destên wî de veçîrikand… Wî hîn bêtir pê lîst… Ew diq diqand… Heta ku Laleşê keniya.

…keniya, îcar rahişte wê. Berê wê bi xwe vekir, lê wê destên xwe dabû ser çavên xwe. Bi herdu destên xwe ser çavên xwe girtibûn. Wê bi vî awayî delaliyê xwe li bavê xwe dikir. Melûl devê xwe kir qirika wê, ew maçî kir… Bû hake haka wê… Melûl rahişt wê ew di ser hesinên balkonê re bilind kir, got, “Ez te bavîjim jêr?” Bi gotina wî re, Laleşê xwe ji nav destên wî vezîtikand, her ku Melûl xwest hakimî wê bibe, wê tempoya perpitandinê zêde kir… Ji nav destên wî fistiqî… Dawa wê kete destê wî… Li hewa cara dawî bang kir, “Hahooo bavo!”. Tîrêjek ji kirasê wê di destê Melûl de ma…

Sala 2000î

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Sê giyar û sê navdar

 

Enwer Karahan: enverkarahan@hotmail.com

 

Ji beriyeke bêserûbin, bir bi çiyayê Mazî ve, bi hênkahiya bayê xerbî û bi afata bayê kur re, sê giyarên bilind rabûnin ser xwe.
Hersiyan bi hev re destên xwe li nava te danin hevdu, lê qudreta wan jî têrê nekiriye ku te di nava pençeyên xwe de bihefidîne.
Bergiya te vekirî maye û te eniya xwe daye wê rojavaya ku wek bahreke reş û ew carinan şîn, carinan jî zer e. Ne ji wî Girqîjot û Girdodî bûya, tu kelem li bergiya te tune bûn, heta ku çav çavan dibîne. Te ew deşta bixêrûber daye ber xwe, heta bi cîhê ku roj lê dinuxume.

Yek jê Tûrcel e, gava ku qala wê dibe, vê re senbolekî mêrxasî û neteweya kurd tîne bîra mirovî ku piştî 25 salan, 237 kurdên serbêjing ew bi rûmeteke mezin bibîr anî. Paşê di bîra mirovî de rêz dibin kanî û delavên di newqa wê de, ji xêndî hefadiya wê ya bibext û bêbext. Ger meriv di kelkela germa navrojê de, ji Lata Sor û Dikên Biriya ser berjêr bibe, ava Xabê mîna xizir bi bergiya mirovî ve tê. Ji dengê kahr û berxan, li ser avê pêleke ji melodiya bilûra şivanan pêk tê, ji xêndî dengên serxwînk, zenqendîl û şalûrên li ser Xêxot. Bîhna tehew, kenêr û guhîjên ku ji nav baxçeyên te, tahma xwe didin şeraba ku filehên te bi ser de dirikrikin û îkrama mêvanên ezîz e ku ew bi hosteyiyeke mezin çê dikin. Dengê navdariya zeytûn, hinar û hijîrên te, çûye di felekan re derketiye. Kîjan cebeşa dikare xwe li ber cemidîbûna ava Xaba te bigre? Li piştî xwarina sêleke goştê kahran be jî; gava mirov firekê jê vexwe, ew vê re diferikîne û mirov dike mîna per. Ew wek qudretê ye, ji rengê ava Zimzimê ye.

Di nav wan çemên bidirî de, yekcarinan vexwarina araqê ya bi dizîka xweş e, (bêyî ku H. Cemîlê Hecî Osmanî bi merivî bihise) lê bi tahma fêkiyên te yên ji leman, ew weke şîrê çirê ye. Li binê wan darûberan, pahn dibin xortên sohbetxweş, biwext û bêwext. Gelek caran mijara sohbet û awaza wan dehere ser wê helbesta Qedrî Canê rehmetî ku li ser te, bi hesreta dilan dilorand. Ew ciwanên te, ne bi tenê Newzadî bibîr tînin, her weha, Reşîdê Kurd jî bi çepitiya wî tînin bîra xwe, lê xuya ye ku bavê Tûrcelî bi xwe ye, ew ê ku ji wan re bûye ekoleke rêberî û îlhama kurdayetiyê. Ew lorîn û axîna xortan e, li ser mêrgên Xab û Dahl û Kulêbeya te… Helbet, ne ev tenê nin hêjayiyên te yên binav û bênav. Roj heye ku em ê bikin qal û bahsa hemiyan.

Me qala bavê Turcelî kir, lê ji ber xemla te, em piçekî bi dûr ketin. Heger em bi çend gotinan, dîsa vegerin ser wî zatê nemir û navê Turcelê, da ew nebe sersebeba tevliheviyekê: Di sala 1967an de, gava jê re çêbû kurê pêşî, wan navê wî danî Tûrcel. Paşê bera dû hev da, bi navê Welat û şiyar, du naşiyên bê rêber…
Li pê hersê kuran, Xwedê da wan keçeke bi navê Kurdistan, aqûbet ne li serê vî navê miqedes be, wê li Çoman emir da haziran.
Berî çûyina Başûrî bû ku ew bi navê Dîcle û Firatê, xwediyê du rehên dilên me bû.
Li vê derê em ê nekin qala “dîwan” û parastin û helwestên wî yên di mahkemeyên teresan de, ji ber ku dîrok şahidê meselê ye.

Heger em careke din vegerin ser Tûrcelê: Tam li pozê vî giyarê te, bi navê Kanîka Reşo mêlavek heye, ew jî kalikê vî zatî ye ku ew mijara me ya vê gavê ye. Vî giyarê hanê pozê xwe bi ser deştê de daliqandiye û heta bi Wêranşehar û Serêkaniyê tîne ber lingê xwe, teva kevir û kuçikên şehêr, di reşahiya her şevên xalî de. Yekcarinan tê dengê şalûr, bilbil û suravêrkan, ji nîvê Lata Sor a ku xwe weke kenbereke zêrînî li nava vî giyarê bêûcax gerandiye. Anuha lê peyde nabin, darê kevot û qizwanan, lê di wexta xwe de xelkê beştên xaniyan ji wan darên wek ziyaretan jêdikirin, bêyî ku bifikirin li ezemeta wan. Di biniya Lata Sor re, bi dehan kanî û avzêm henin ku mekanê kewên nukilsor û çûkên terîsor û zer in, ji xêndî zinzîlik, ebabîl, kokel û gabelekan. Li Kanî Kenêra ku di quntêra Lata Sor a te de, ji marê teyar bigire, heta bi yên cûn, yên reş, yên kor û tîrmar henin, di nav wan çaviyên zil û qamîşên ku sitara seyidvaniyan e.

Ji xwe, Xwedê jê razî be, ji ku navê wî lê bûye, meriv nizane, lê jê re dibêjin Kanîka Haro ku ji wan komorçî, êzêngvanî û rêwiyên ji hêla Melebîkê, Golikê, şêbê, Kaniya Alî, Xarok û Mabanê tê re, bûye cîhê lê bîhnvedan û xwehênikkirinê. Heta ku ev navê hanê lê nebûbû, jê re digot, “Firêşî” ku ew di hustu Çivikan û Peyarê re ye. Xuya ye ku piştî wî ew rezê tiriyên çilohûrik li newala pişta Tûrcelê danî û pê ve, damxeya xwe li vê kaniya hanê jî xistiye.

Di şevên Havînan de, nemaze berî ku qorix hilê, ji serê vî giyarê bêmedet, heta bi Mêrdînê xuya dibe, weke çiyayekî ji binê ava deryayên bêbinî derketibe, teva darên xwe yên berû û mazî û kevotan. Bi bîhna bayê sibehê re, xweş tê bîna xuşîla ku ji nav qeraçên hêla Remok, Sûsik û Girsarîncê. Ger mirov ji serê wî giyarî, di wan şevên ku di sibehên wan de avî dikeve û mesafeya orta wan bi qasî hukmê du tivingan e li wê kelaya Mêrdînê binêre, ew wek dînazorekî textikî xuya dike ku bi lampeyên qelseronî hatiye xemilandin û tîna xwe dide heta bi Amûda nemiran. Di sibehên van şapatan de, dibe wîrqîna roviyên çekalan, weke îbsizên xencer-di-ber-de-çikandî. Ew li nav wan dar û davî û qîş û terîşan digerin, mîna pêxwasan. Me qala pêxwasan kir, divê tiştek nê ser dilê biraderên Xançepekê, ji ber ku em bi wasiteyekê bûbûn tarloqên hevdu, bêyî ku em li ser bikin dahk û bidin qerar. Bi wê sayeyê bû ku ahlên me bihîstibûn navê Celal Guzelsesî, hunermendê dengzelal.

Heger em bi nav de herin, dê nê dawiya pesin û marîfetên vî giyarê hanê. Bêyî ku em ji ser mijara xwe vegerin, divê em xwe bera hêla Saadan û Kurkanê jî bidin, da qala Newala Bihîfê û Newala Qamîşê jî bibe ku li pala wî ya rojava nin.

Ger em piçekî bizîvirin ser wan herdu giyarên dinê, bêyî em navên wan bilêv bikin, me di serê gotina xwe de qala wan kiribû. Yek jê Pozê Mancêlê û Textê Qîza Qirêl e û yê din jî Êrge Baba ye. Me li ser gotina Qedrî Canê rehmnetî, nevê Pozê Mancêlê û Textê Qîza Qirêl, kirin yek. Di eslê xwe de, ew du giyarên cihê nin, lê di netîceyê de ew dighêjin ser hevdu. Me qala Qedrî Canê rehmetî kir, divê em wî bi wê helbesta wî ya ku li xerîbiyê û ji çardeh çarînan pêk tê, bi bîr bînin. Ji xwe gava ku hûn van çarînan bixwînin, hûnê bibînin rismekî rehmetî û marîfetên wî yên hunerî. Hewcedariya ku em bikin bahs û qala wî ciwanmêrî namîne, ji ber ku hûn xendevanên fêhm zêde nin.

Ger me qala rehmetî kir, divê em destbirak û rêhevalê wî yê sirgûnê jî ji bîra nekin, her çi qasî me xwe bera hêla Rewşatê neda be jî. Ji ber ku wî jî di taliya emrê xwe de û di ber sikratê de, anîbû bîra derûdor û malbata xwe, navê welatê bav û kalên xwe… Divê ku hûn anuha bibêjin kî ye ev zatê hanê? Lê ez bixwe jî nizanim navê wî yê eslî çi ye, li gora ku navê wî yê li bin berhem û helbestên wî ye, jê re dibêjin, Reşîdê Kurd. Agahdariyên di destê me de, dibêjin ku ew di sala 1910an de li Rewşatê hatiyê dinyayê û ji salên çilî û pê ve, maceraya wî ya kurdperwriyê dest pê kiriye. Dive ku em paşê vegerin ser helbestên vî ciwanmêrî, lê esas meseleya me li ser Qedrî Canê rehmetî vebûbû… Evana hemû hêjayiyên welatê bav û kalên me nin û hin kesên din jî henin, lê ji ber ku ew li heyatê nin, ne adeta me kurdan e ku em bikin qal û bahsa zindiyan. Pştî ku ew emir bidin haziran, em ê bikin ax û wax û bikin qala mêrxasî û ciwanmêrî û qahremaniya wan. Lê çi feyde!…

Wexta ku me got ku welatê bav û kalan, hatibû bîra me ev her çardek çarînên derketiyê mala Cano, “Newzadî”. Lê wexta me dest nade ku em di vê kurte nivîsê de ji we re pêşkêş bikim her çardeh lorînan, em ê bi van pênc qitayan werin ser ku Temoyê stranbêj, ew bi meqam kiriye ku bi navê, ” Dêrika Çiyayê Mazî…”

Wî jî weke min, li dûrî hesreta dilan, di Hawara mala Bedirxan de, weha dilorand.

Dêrika Çiyayê Mazî Welatê bav û kal eLê sed hewar û gazîJê dûr ketim çend sal e Ez li wê hatim dinêWê dergûşê, hejandimHey wax hey mala minêDijminan, jê revandim Perçeke ji buhiştêBesreke zêrîn welatÎro dest nagihiştê Ax û keser ji dil hat Xwezî vê carê jî minSerê Xabê bidîtaBila ruhistîn canê min Hingê ji xwe re bistenda Dêrika çayê MazîWelatê bav û kalanDîtina te dixwazî!Newzad: Ji te re heyran                     NEWZAD

Ev bi navê Newzad (Qedrî Can) di kîjan hejmara Hawarê de ye, ez ê paşê ji we re bibêjim, ya hewce nake, hema ez anuha bibêjim ku ew di hejmara 24an de ye. Lê ji xêndî vêya jî nivîsa wî ya ku li ser şîna Êlaso nivîsandibû, bi qasî ya seydayê Cegerxwîn û Celadet Alî Bedirxan, ji dil û bitesîr bû.

Êlaso jî yek ji wan kesan bû ku piştî serhildana şêx Seîdî, bû qurbanê eşîrên dost û şirîk. Ji ber wê bû, ew bûbû hêsîrê lingbilelek, teva dostên mixelet.
Li ser gotina wî bû, ev çend agahdariyên li bin hevdu, gava ku ew gîhaştibûn nêzîkî cîhê bi felaket.

Yek ji wan serokeşîran bû ku ji pênsed siwarên xwe re gotibû, ”Gava hûn gîhastin perê şerî; bala xwe bidinê, kî be, yê xwedî qudret, bêyî hûn ferqê têxin nava qewim û nijadî, rakin ala yên bihaşmet!” Û gava di lelekê de çûbûn Diyarbekirê, li ser Pira Dehderî ev gotin ji bavê Memduhî re kiribû:
– Ez dizanim ku anuha ahlên cebeşên dendikreş, dê sekinîbin li ser qesir û bedenên kevirreş û ew ê li me bikin “yûûûh” û bêjin, ”hey, bexte reş”, wê çaxê hemû gotinên ku me ji bo we gotibû, “Mala Reş, bexte reş in”, dê bibin qerfên ne xweş.

Xwedê giravî, diviyabû me bikira qala Pozê mancêlê û Êrge Babayî, lê piştî ku em ketin nav meseleyên bi sergêjî, me ji bîr (ne) kir Bilxêr, Qulika Guran, şikefta Devnizmik û Kanî Hinara di nîvê Textê Qîza Qirêl ku milê wê li Giyarê Bamiyê ye. Ji xwe, hûn ê bibînin gelek nav û xweşiyên van giyarên hanê, di çarînên nemirê mala Cano de. Êdî di ser wan re hewce nake ku em bikin bahs û qal û pesnê van giyarên riq û rût. Ji xwe Êrge Baba ji xêndî şevên Newrozê ku li serê wî agirê ji tekelan fêdiket, ne xwedî tu xusûsiyeteke ku mirov qala wî bike. Lê divê em ji bîra nekin Kelek, Elbelûş, Fitin, Rebet û Heramiyaya ku di pêxîla wî de nin.

Hezîrana 2001ê

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Cîran

 

Enwer Karahan: enwerkarahan@hotmail.com

 

Ez di bin xunaviya baranê de dimeşim. Derengê şevê ye û herdu destên min di bêrîka min de nin. Ji nişka de tê bîra min, ez pakêta xwe ji bêrîka xwe der dixim û bi awayekî bêmexsed cixareyekê vêdixim. Di bin wê xunaviyê de agirê ku ji hesteyê min î muxtaran dehere, bi awayekî gûr û şeplepêketî xwe li serê cixareya min digre. Bi çelpandina wî ya vêketin û vemirandinê re, bêdengiya şevê tempoya xwe diguhere. Kesek li derve tune ye û ez jî hêdî hêdî ber bi nexweşxaneyê ve dimeşim. Ez dixwazim qonxa min dirêj bibe û ez bi derengî bigêjim wir. Ji ber ku tu eceleya min tune ye û ji kengî de ye, ez di bin xunaviya baranê de nemeşiya mim. Ji xwe, ez di hundir de aciz bû mim. Lê bi qedandina cixareya min re, ez xwe li devê nexweşxaneyê dibînim.

Ez ne nexweş im. Tu merivên min jî li nexweşxaneyê tune ye. Hevalên min jî… Ji xwe ez ne dixtor im. Baş e, ez li çi digerim?

Ez deherim nexweşxaneyê, lê ma ez dikarim çi bikim? Ez nikarim tiştekî jî bikim. Herçiqas me gotibû ku alîkariyek ji we re lazim be, em amade nin ku alî we bikin jî ji xwe, çi pêwîstî pê hebe, dê dewlet bi xwe bike. Heger pêwîstiya li nexweşxaneyê mayinê hebe, ew kesên ku li nexweşan dinerin henin. Erebe? Na, na! Ew qet lazim nebû, ji ber ku ambulansê ew bir. Ji xwe ew ne nexweşê emeliyatê ye ku xwîn jî jê re lazim bibe. Û lazim bibe jî hewcedarî bi me tune ye… Ey îcar çi ye? Me xêr e? Ma em dikarin çi bikin? Ne tiştekî jî… Bi tenê ji bona xatirê hemwelatî û cîrantiyê ye. Cîran!… Cîranê çi?

Ez li temama acîla nexweşxaneyê digerim, lê ez cîranê xwe nabînim. Ji xwe ez bibînim jî dibe ku ez wan nas nekim. Bi tenê gava ku ez û jinik li pê wan, bi asansorê daketin jêr da em bi mêrikî re herin nexweşxaneyê, min carekê berê xwe da wê û min jê pirsî, bê çi hewala mêrê wê heye. Wê jî di ber xwe de û bêyî ku li min binêre, got, “Ez jî nizanim. Wî bi telefonê xebereke xerab almîş kir û li ser wê yekê ew sînîrlemîş bû. Min anlamîş nekir bê çi mesele ye!”. Mesafeya daketina asansorê têrê nekir ez bibêjim ku bê dêya wî, ya bavê wî miriye, ya agir bi mala bavê wî ketiye, ya xelkê xweh mehên wî revandine. Min bi tenê firsenda ku ez jê re bibêjim, “Li gora ku mêrik ew qasî diricifî, dibe ku ew hewaleyê der bas dike. Ya jî bi da xwe ketibe!” Wê jî got, “Na, na! Em rastlamîşî tu xestelixên wî yên bi vî rengî nebûnin. Ew qehirî ye, qizmîşbû ye, loma werê saçmalamîş bûye. Ew pirî sinirlî ye!…”

Bi gotinên xwe re diricifî, wecê wê zer bûbû û şaşmayî xuya dikir. Jinikeke qama wê kin û pindikî bû. Di eslê xwe de wek zarokan xuya dikir. Emrê wê li dora 15-16 salan xuya dikir. Mirovî digot qey tu wê tev bidî, ew ê bibeje, “baar” û bigirî. Te yê sond bixwara ku te ew di ber daaweyê de daye mêr. Kî dizane, dibe ku birayê wê bavê mêrê wê kuştibe û ew ji dêvla xwîna wî dabe. Gava ku ew dipeyivî, gotin di qirika wê de girêk girêkî dibûn û dengê wê dilerizî. Tu nabêjî qey wê telefonî xweha xwe kiriye da di hawara wan de bê, lê xweha wê ji ber raketina zarokên xwe, bi ser wan de nehatiye. Wê ji ber nexweşiya dêya xwe, cesaret nekiriye ku cewabekê bide wê jî. Ji xwe bavê wê, ji zû de ye ku dêya wê terk kiriye û ji xwe re bi yeka swêdî re dimîne. Li gora gotina cîranan, aşxaneya wî heye… Bi tenê hawara wê maye ku xwe li deriyê me biqewimîne. Xuya ye ku ew jî nuh zewicîbûn û tecrubeyên jinikê tune bûn. Ji xwe ger tecrubeyên wê hebûna, dê li deriyê me nexista. A vî cîhê ku aniha ew tê de nin, berî bi şeş mehan vala bûye. Ew kesên ku di vir de bûn, gundiyê me bûn. Wan hevdu berdan û piştî berdana wan bi sê mehan em pê hisiyan ku wan hevdu berdanin. Piştî berdanê, jinikê xaniyê xwe bi kirê da û çû cem mala bavê xwe. Du-sê mehekî hin kesên din di vî xaniyî de man û derketin. Me bi xwe, ew kesana nas nekirin. Ev cîranên me jî li du wan ketinin vî xaniyî. Berî bi çend rojan hate gotin ku gundiya me dike li xaniyê xwe vegere. Ji ber ku nifûsa mala bavê wê qelebalix e, rehetiya keça wê li wir tune ye.

Rewşa min a lêgerandina hundirê nexweşxaneyê ne normal e. Ez ber bi hudirê odeyan ve deherim û ew nexweşên serşikestî, lingşikestî, dillêqulipî, gurçikpêariyayî, bi çavên şubhewarî li min dinêrin. Her ku ez çav li nexweşekî nuh dikevim, hereketên min jî tên guhertin. Ji dengê nalîn û hawara wan, rê li ber min şaş dibe. Ez li temama acîlê û odeyên wê digerim, lê ez tu kesên rengnas nabînim. Odeyek tenê maye ku min lê nenêriye, ew jî li serê korîdorê ye û deriyê wê girtiye. Ez deherim ber deriyî û midetekê guhdarî dikim. Tu deng ji hundir nay. Ez di dudiliyekê de mim, bê ez deriyî vekim, ya na. Piştî erê-nayeke kin, ez hêdîka vedikim. Bi vekirina min re, awirên min û yên wê pîrejina ku li ser sediyeyê ye, li hev dikevin. Pîreke serserqot, nivtazî û serom di milê wê de bû. Min hîna derî bi şûn de nekişandibû, bû hawar, hawara wê û kir gazî. Her ku çû wê dengê xwe bilintir kir û her digot: – Haho, haho, haho! Haho werinê, gidiyano werinê! Ev ê serreş ê xerîb dike min bişelîne! Haho werinê, ev ê serreş ê xerîb dike min bikûje!!!

Ez bi awayekî sar û mat mayî li cîhê xwe sekinîm. Min nizanîbû bê ez ê çi bikim. Ez hîna li cîhê xwe sar sekinî bûm, du nobedarên nexweşxaneyê bi min ve zeliqîn. Min xwest ku ez bi wan bidim zanîn da ez li nexweşekî “nas”ê xwe digerim… Wan di dev de, ji min pirsîn:

– Navê wî nexweşê ku tu lê digerî, çi ye?

Ez piçekî varqilîm û min got:

– Binerin! Ez navê wî nizanim, lê ew cîranê min e. Ew û pîreka xwe, berî bi deh deqîqeyan hatin vê derê û ez aniha li wan digerim.

Piştî min got ku ez navê wî nizanim, hîn bêtir şibheya wan ji min çêbû û bi awayekî bêbawer got:

– Baş e, navê pîreka wî çi ye? Paşnavê wan çi ye? Ew ji ku ne?…

Pirsên weha li ser hev ji min kirin. Xweziyê di ber min de kir qurtequrt û min ji wan re got:

– Binerin! Divê hûn ji min bawer bikin. Ez navê jina wî û paşnavê wan jî nizanim, lê ez zanim ku ew kurd in û ji Konyayê nin. Ji ber ku ev demeke ew ketinin daîreya hemberî me û em bi ser hevdu de narin û nayên, em wan zêde nas nakin. Lê ji ber ku ew welatiyê me nin û hatinin ber deriyê me, da em di hawara wan de werin, ez li vir im.

Herdu nobedaran li çavên hevdu nêrîn û bi awayekî ku tinazên xwe bike, got:

– Madem ku wan hawar ji te xwest, tu çima teva wan nehatiyî?

Min mihawele kir ku ez meseleyê ji wan re îzeh bikim, lê wan cewab da polîsan û pênc deqîqe neqediya, polîs hatin. Polîsan jî çend pirsên kin ji min kirin û nasnameya min ji min sitend. Paşê bi cîhekî re peyivîn ku li sabiqeyên mirovî dinerîn. Piştî wan bersiva ku tu sabiqayên min tune ye û ez têkilî tiştên xerab nebûmim wergirt, piçekî sist bûn, lê her şibheyên wan berdewam bûn. Nobedaran bi wan da fahm kirin ku êw pîrejina nexweş gilî dike ku min xwestiye ez wê bikujim, ya jî bişelînim… Wan jî bi şik li min dinerîn, lê ji nobedarên nexweşxaneyê aramtir bûn. Yekî ji polîsan, got:

– Madem ku tu wan baş nasnakî û nav û paşnavên wan jî nizanî, lê te xêr e? Tu li vê nexweşxaneyê çi digerî?

Min bi awayekî ku karibe baweriya wan têkeve cîh, got:

– Binerin hûn karin biheq bin, lê bi tenê, li ser gotina pîreka min ku ji wan re gotibû, “Ger hûn bixwazim ez dikarim teva we bêm. Ya jî zilamê min dikare teva we bê…”, ez bi ber fediyê ketim û min jî xwest –ya jî pîreka min xwest- ku bi wan re refeqatê bikim. Piştî ez daketim cem wan kesên ku ambulans anîbû û wan got ku şexsek tenê dikare bi me re siwar bibe, ez mecbûr mam ku peyatî werim vir. Ji ber ku pîreka wî li cem wî siwar bû. Ji xwe mala me jî nizîkî vir e.

Dîsa eynî polîsî, serê xwe bi hêlekê kir û destê xwe avêt kirçika hustuyê xwe û got:

– Baş e, evana çi ins in, çi cins in? Kî nin?

Min got:

– Li gora ku pîreka min got, ev meha wan a şeşan e ku li daîreya hemberî me rûdinin. Me rojekê jî wecê hevdu nedîtiye. Em, ne nav û ne jî paşvanê wan nizanin, lê me bihîstiye ku ew jî kurd in. Kurdên Anatoliyanavîn in. Hefteyek berê pîreka min û ya wî hevdu li devê deriyî dîtinê û li ser lingan hevdu nas kirinin. Îşev jî seet di yazdeh û nîvan de li deriyî ket û pîreka min derî vekir. Jinika cîranê me hewara nexweşiya mêrê xwe ji pîreka min re gotiye. Pîreka min jî xeber nedaye min û hema pêxwas bazdaye. Piştî çend deqîqeyan ez lê hay bûm ku dengê ambûlansê hat. Piştî ku ambûlans hat, ez lê haybûm ku di apartmana me de tiştek qewimiye. Min fahm kir ku cîranê me nexweş e. Ma çi bi vêya ve heye ku mirov di hewara cîranê xwe de here? Ma qey ciwanmêrî nema ye? Ma qey mirov nikara însanetiyê jî bike?

Herdu polîsan bi hev re got:

– Çi minasebet, helbet divê mirov însanetiyê bike.

Piştî ku hebekî keneeta wan ket cîh, wan da pêşiya min û berê xwe da odeya wê pîrejinê… Polîs ketin devê deriyî û ew çawa çav li polîsan ket, kir hawar, hawar. Wê ji bona min çi gotibûn, eynî tişt ji bona polîsan jî got:

– Hawar! Hawar, hey hawarê! Ev kuçikbavana dixwazin min bikujin! Ev bêbavana dixwazin min bişelînin!

Her çi qasî polîsan xwest ku wê aşt bikin jî wê her digot û dibiland.

Piştî ku polîsan mesele fahm kir, wan ez serbest berdam. Ez vegeriyam devê derî û min cixareyek vêxist. Ez piçekî sekinîm û min da ber hevdu, bê ez vegerim malê, ya ez lêgerîna xwe bidomînim. Ez demekê weha li ber deriyê nexweşxaneyê sekinîm. Paşê hate bîra min ku ez telefonî malê bikim û ji pîreka xwe bipirsim, bê ew nav û paşnavên wan dizane, ya na. Wê jî mîna min, ne bi nav û ne jî bi paşnavê mêrik, nizanîbû.

 

 

 

 

Roja min

 

Enwer Karahan: enverkarahan@hotmail.com

 

Ez dizanim ku tu yê çi qasî ji min aciz bibî. Helbet ku acizbûn heqê te ye, lê paşê tu yê min fahm bikî û tu yê heqî bidî min. Tu dizanî ku hemû daxwaz û xeyalên min ew bûn ku ez rojeke weha bibînim. Her çi qasî ez dizanim ku tu yê bibêjî “Madem weha bû, te çima gunehê min xist hustuyê xwe?” jî tu yê bibînî ku rojek dê were û tu yê bi min serbilind bibî. Ji xwe tu maneya jiyana me jî tune bû. Jiyaneke bêşexsiyet û bêxîret, dê feydeya wê li tu kesî tune bûya. Sibehê here karî (ew jî ger karê mirovî hebe, ne mîna min betal be) û evarê vegere malê. Sirf eynî tişt. Bixwe, vexwe û… Dê çi jê der bikeve? Ger tu bala xwe bidiyê, ji pêşiyên me bigre, heta bi kalikê kalikê me û heta ku dighêje me jî; ew kesên ku li vê dinyayê tiştek kiriye û bi mêrxasî çûn ser heqiya xwe, navûdengê wan li dinyayê maye, lê yên ku tiştek ji bona însaniyetê, ji bona civatê, ji bona welatê xwe, heta ji bona malbata xwe nekiriye, tu tiştek li dû wan nemaye. Ma çi ferq dike ku mirov sîhsalî, pêncîsalî ya jî heftêsalî li vê dinyaya bêbext bimîne? Bila mirov li ser şerefa xwe û ji bona hêjahiyên xwe, çavê xwe jî derxîne, ne mesele ye. Bes, bila li ser heqiyê û di cîhê bişeref de be.

Ez dizanim ku di gava pêşî de tu yê ji min dilgiran bibî û ez dizanim, dê ne rehet be mirov kesekî wenda bike ku gelekî jê hez kiribe. Ez dizanim ku tu yê bi tenê bimînî û tu yê hustuxwar bibî. Tu yê bi ser dergûşa xwe de xwar bibî û tu yê bi baran hêsirên çavan bibarînî. Ez dizanim ku heval û hogirên min ê di rojên îdiyan de werin mala me û destên xwe li serê zarokên me dînin û çend qurişan di bêrîka wan xînin û piştî ku ew ji malê herin, tu yê bikî kûrînî û destên xwe ber bi Xwedê vekî û biqurî. Ez dizanim ku tu yê bibêjî, “Ma bi te ketibû, ma bi te ketibû ku tu vî miletî xelas bikî? Ma qey ji te pê ve kesekî din tune bû? Hevalên te giş bûn xwedî erebe, xwedî xanî, xwedî pere… Ew jin û zarokên xwe dixin kêleka xwe û li perê bahran digerine û tu jî, tu jî…”

Ez dizanim ku tiştê tu yê bibêjî, pir in. Tu yê bibêjî, “Te em tî hiştin, birçî hiştin. Te em di qulika xênî de, bi tena serê me dihiştin!” Dê dilê te bi vana rehet nebe û tu yê bibêjî, “Ne şeva te şev bû, ne roja te roj. Ji sibehê û hetanî êvarê, mala me wek qerergehekê kar dikir. Ji sibehê û hetanî êvarê, em di bin kontirolê de bûn û rojê carekê esker û polîsan digirt ser mala me” Û ez dizanim ku tu yê bibêjî û bibilînî… Lê tu dizanî, tu dizanî Gewrê? Tu çi jî bibêjî, tu yê ne biheq bî! Ji ber ku min ji roja pêşî de ji te re gotibû. Min ji te re gotibû ku ez ê rojekê bibim tiştek. Ez ê bibim qahremanek ku xelk û alem hemû qala wî bike. Ez ê heyfa sed salan ji wan bêbavan hilînim. Ez ê rahêlim devzirava xwe û ez ê li van çiya û newalan nêçira teresan bikim. Ez ê li ber her dareke mazî û berû sêdarekê ji wan re li dar bixim û ez ê heyfa bav û kalan, ya rîhsipiyan ji wan hilînim ku wan nehişt gotina xwe ya dawiyê jî bibêjin. Ez ê vê daristana me ya Çiyayê Mazî li wan bikim goristana şoppêneketî. Ez ê li serê vî giyarê me yê hanê, mêlavekê çê bikim û ez ê di şevên Newrozan de agirekî ji bendekeyeke êzingên kenêrê vêxînim ku tu hetanî destê sibehan hêvî û bîranînên me tê de bibînî. Dibe ku tu navê wan şevên Newrozê, li zarokê me yê ku dê çê bibe bikî. Ez ê bibim tirsa dilê neyaran, ez ê bibim mijara sohbetan, ez ê bibim lorîn û “huşşş”îna ku xelk zarokên xwe bi navê min di xew re bibe. Ez ê bibim teyrek ji wan teyrên baz û di destê sibehan de, di ser bajêr re bifirim. Ez ê danedim fêrîk û mirîşk û elokan, ez ê hewil bidim ku dadim gur û çeqelan. Ez ê dadim keftar û wawîkan û ez ê şêniyên me bi dengê wîrqîniya roviyên çekalan re şiyar bikim ku paşê ew nekin ax û wax… Dibe ku limêja sibehê jî li wan neçe.

Tu yê heq bibdî min, ez dizanim. Malê me, milkê me, tune bûn, lê îhtibara me hebû. Qedir û qîmeta me hebû. Dibe ku hin kesan digot, “Ger malê mirovî tune be, qîmeta mirovî jî tune ye, qedirê wî jî tune ye!”. Lê ew ji bona me derbas nedibû. Me hêjahiyên xwe û qîmeta miletê xwe di ser her tiştên xwe re girtin û em ê hîna jî bigirin. Ji bona me -ya jî ji bo min- qedir û qîmeta welatê min, di ser her tiştî re ye. Ji xwe ger ne weha bûya, nuha ez jî li meqamekî din bûma. Me hevalên xwe di mekteban de bicîh kirin, me gelek ji wan kirin xwedî kar û îş, lê me rojekê ji bona xwe tiştek nekir. Em ji bona xwe li tiştekî nefikirîn. Yê me hertim, zikek têr û deh birçî bûn. Tu dizanî, Gewrê? Ya ku herî pir jî bi zora min diçû, çi bû? Erê min di eynê xwe de der nedixist, lê gava ez diçûm nav şêniyên me û zarokên wan giştik bi kinc û qiyafetên xweşik û qondereyên tewlo mewlo di lingê wan de û bêrîkên wan tije pere û heryek erebeyek di bin wan de; wexta ku dahwetên wan çê dibûn û ez teva dê û bavê xwe diçûm, min hîn di wê demê de tehamulî bêedaletiyê û neheqiyê nedikir. Giştik li erebeyên xwe siwar dibûn û qîz û bûk û zarokên xwe dikirin kêleka xwe û yê me, em li wê ortê diman. Gava em vedigeriyan jî dê û bavê min pev diçinîn û dêya min bi ser bavê min de dikir qerepere, “Te gund û pez û dewarên xwe giştik di ber van “kûçikên” mervên xwe de wenda kirin! Te em li dû şirîkan hiştin, te zarokên me ji yên wan kêmtir hiştin! Ma bi te ketibû ku tu çûyî û di ber wan de mêr kuşt, tu di hafsan de rizyayî?” Tu dizanî, ya ku herî pir jî tesîr li min dikir, çi bû? Ji roja ku min bîr biriye, di xeyala min de hertim piskilêtek hebû. Min çi qasî dixwest ku piskilêteke min hebûya û min ew bi lampeyên sor û zer û şîn bixemilada. De gava ku em diçûn malên wan û zarokên wan li piskilêtên xwe siwar dibûn û min jî dirêjdirêj li du wan dinêrî. Wan nedigot ku tu jî carekê lê siwar bibî. A wê gavê, ez ji bavê xwe diqehirîm. Ez di hundirê xwe de dipiçpiçîm, kirrînî ji hundirê min dihat û li ser gotinên dêya min bû ku min zanîbû bavê min em li du wan hiştinin.

De tu dizanî, Gewrê? Min hîna ji wê çaxê de sond xwaribû ku ez ê rojekê heyfa wan tiştan hilînim. Min ji xwe re negitibû ku ez ê bibim xwedî pere û ez ê sîran di serê wan de biçînim, lê min her ji xwe re gotibû ku ez ê rojekê bi qaweta xwe hikum li wan bikim. Ne li wan tenê, ez ê li hemû wan kesên ku wek wan xwedî serwet û xwedî qudret in bikim… De vaye roja min hat. Tu ji xwe re bala xwe bidî pal û qeraçan. Tu ji xwe re bala xwe bidiyê û xwe ji xem û xeyalên vala pak bikî. Bala xwe bidê ku gul û sorgul, sosin û binefş bi hev re ketinin qayişa rengvedanê, ketinin qayişa bejinziravbûnê, ketinin qayişa xweşikbûnê. Wan xwe kar kiriye, fîstanên berbûyan û hibriyên rengîn li xemla xwe kirine. Ew li dîlanê dilezînin, li dîlana ecuneyan. Tu ji xwe re bala xwe bidî nav baxçeyan, bê kulîlkên mişmişan, yên bihîvan, yên încazan çawa bi hev re dîlan girtinin. Wan gul û nêrgiz di siya xwe de bê hêvî hiştinin. Ew bi mirovî re dimizicin, dikenin. Bala xwe bidê… Tu bala xwe bidiyê, bê kulîlkên hinaran çawa dike sor bibin û dê rengên xwe bi ser çiyayên me yên asê de bifûrînin. Bi rengên wan re, dê ezmanê welatê me sor bibe, reş bibe ku xwîn jê bibare. Ez ê di taldeya dengên keleş û devziravan de, bi dizîka li pencereya te xim, lê ez ê li hêviyê nesekinim ku tu min bibînî. Bi tenê, tu yê zanibî ku ez saxim. Ew besî te ye… Tu çi qasî jî li dû min derkevî û wek însanên ku biwehime, li pê min birevî jî tu yê min nebînî. Dibe ku tu di nav dengên reqîna reşkotan de, bi sê dengan bilîrînî û gava serê sibehê, şêniyên me serên xwe di ber derî û pencereyan re derxînin û bi awirên tije xof, li derûdora xwe binêrin, tu yê di ber xwe de bimizicî û xwe bikubirînî. Tu yê wê gavê bîhneke kur bikişînî û tu yê li cem xwe bibêjî, “Xwezî min jî xwe bi wî gîhandaya…” Wê gavê dengek dê bê te û ew ê ji te re bibêje, “Ma tu yê van zarokên hûr li ku bihêlî?”. Tu yê dîsa ji min aciz bibî û tu yê li cem xwe îsyan bikî û di ber xwe de bibêjî, “Madem ku te zanîbû ev roj li pêşiya te ye, te çima ev zarok çê kirin?”

Tu dizanî Gewrê, tu yê dîsa jî ne biheq bî. Ma zarokên me jî ranebin û li pê şopa me nemeşin, dê kî li daweya me bixwedî derkeve? Ez dizanim ku ew ê piçekî sinoq û hustuxwar mezin bibin, lê xem nake. Ma ew tenê nin ku dikin li vê dinyayê sêwî mezin dibin? Her çi qasî zarokên navdarên kurdan nadin ser şopa bavên xwe, li mîrasa wan bixwedî dernakevin û dewsa wan tije nakin, ez dîsa jî bi hêvî mim. Ger ew xerab derketin, de wa ye tu. Heta ku tu sax bî –ev wesiyeta min e- bidî ber bêvila wan û ji wan re bibêjî, “De rabin, hey xwelî li serî bûno! De rabin û heyfa bavê xwe hilînin!” Ez gunehê xwe dikim hustuyê te û heta roja qiyametê daweciyê te mim!

Ez naxwazim ku tu ji xewa şêrîn şiyar bibî û li dû min tasek ava sar birjînî. Ez naxwazim wê kerb û hêrsa te bi çavên serê xwe bibînim. Ez zanim ku tu ê bi hustuxwarî li min binêrî û bi awirên xwe bi min ve bibî dêlî. Ez dilsoz im, dibe ku tu min ji rêya min vegerînî, loma jî bêyî ku ez xatir ji te bixwazim, ez diçim. Li min megre û heqê xwe halal bike. Ez newêrim rûyê te jî ramûsim, lê vaye ez ji dêvila te keçika piçûk maçî dikim. Ez dizanim ku ew ê bi xwe nehise.

Adara 2002an

 

 

 

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s