Metatez: guherîna cihê dengan di peyvê de

Husein Muhammed

Di kurdî û gelek zimanên din de jî hin peyv hene ku çend versiyonên cuda jê hene ji ber ku cihê hin dengan/herfan di peyvê de bi hev guheriye. Bo nimûne, hin kurmanc dibêjin ”cîran” lê hin jî dibêjin ”cînar”. Toza spî ya ji esmanan dibare li hin deveran bi navê ”berf” e û li hinan jî bi navê ”befr” e. Hin kes amûrê kutana bizmaran bi ”çekûç” bi nav dikin, hin jî bi navê ”keçûç”.

Di zimannasiyê de navê vê diyardeyê anku fenomenê ”metatez” e (bi inglîzî ”metathesis”, ji yûnanî μετάθεσις metáthesis) anku cihguherandin yan cihguherîn.

Carinan metatez peyvê tenê bi sivikî diguherîne. Li deverên ku mirov peyva ”cîran” bi kar tîne, belkî li ber guhê kesên wan deran peyva ”cînar” piçekê pêkenok be. Lê ihtimala ku bikarînerên peyva ”cîran” ji peyva ”cînar” fehm nekin pirr kêm e. Meseleya ”berf/befr” û heta ya ”çekûç/keçûç” jî wisa ye.

Lê metatez carinan peyvan wisa diguherîne ku mirov bi zorî dikare bizane ku herdu versiyon ji eynî peyvê ne. Bikarînerên peyva ”asan” ya soranî ihtimalen dikarin baş ji ”hêsan” ya kurmanciya rojava fehm bikin. Lê lêhûrbûneke dûr û dirêj divê heta ku mirov tê derxe ku ”sanahî” ya kurmanciya Behdînan û Hekariyan jî her eynî ew peyv e lê ”a” yan ”hê” ya wê ji destpêkê çûye dawiyê û li wê derê jî hinekî guheriye.

Gelek kesên ku hem kurmancî û hem jî soranî dizanin agadar in ku ”al, alî” ya kurmancî bi soranî ”la, layen” e. Lê kêm kes lê difikirin ku ew eslen eynî peyv in û tenê cihê dengan di peyvê de bi hev guheriye. Bi heman awayî ”nik” (cem, ba, alî, rex) ya kurmanciya Behdînan û ”kin” ya soraniya Hewlêrê eynî peyv in lê herfên wan yên bêdeng serûbin bûne. Dîsa ”xîz” (qûm) ya kurmancî di soranî de ”zîx” e.

Di kurmancî de ”şekal” bi taybetî bo pêlavên/solên kevn û perritî li kar e (li hin deran bi maneya hemû pêlavan e). Di soranî de ”kilaş” bi maneya hin pêlavên rîsî yên gelêrî ye. Di zazakî de jî ”lekaş” heye. Di her sê zaravayan de jî her sê herfên bêdeng eynî ne (L-ya soranî qelew e lê dîsa jî her L ye) lê di her zaravayekî de cihê wan herfan ji ya zaravayên din cuda ye.

Carinan versiyonek ji peyvê nemaye lê ew di hin peyvên ji wê çêkirî de diyar e. Bo nimûne ”lep” di kurdî de bi maneya ”destên mirovan” yan jî ”dest û piyên heywanan” e. Lê ”dest kirin” bi kurdî ne ”*lepandin” lê ”pelandin” e. Pêşî ”*lepandin” ji ”lep-andin” hatiye çêkirin. Paşî bi metatezê ”pelandin” jê peyda bûye û taliyê ”*lepandin” êdî qet nemaye.

Hin peyv hene ku wisa guherîne ku êdî tenê bi şarezayiya dengnasiyê û dîroka dengan mirov dikare pê bihese ku ew peyv eslen heman peyv in. Bo nimûne, bi kurdî navê paytextê başûrê Kurdistanê bi soranî Hewlêr e û bi kurmancî Hevlêr e lê van salan bi kurmancî jî zêdetir wek Hewlêr tê bikaranîn. Ew bajarekî dîrokî ye loma navê wî di nivîsên kevnar yên heta sûmerî de jî heye. Bi erebî navê wî bajarî Erbîl e û bi aşûrî Erbêla ye û bi pehlewî Erbeyra, bi akadî Erbe-îlu û bi sûmerî Urbîlum bû.

Maneya wî bi zimanê aramî yan jî akadî ”[bajarê] çar xweda[yan]” e. Lê navê bi van zimanan ji yê kurdî dûr e. Dîsa jî em dizanin ku ew heman bajar e. Herwiha dengên di wan de jî bi pirranî eynî ne: ”e”, ”r” û ”l” lê wan cihê xwe bi hev guherandiye. Herwiha em dizanin ku dengê ”ê/î” bi hev diguherin. Dîsa ”b/v/w” di kurdî de bi hev diguherin. Bo nimûne farisî ”ebr”, kurdî ”ewr” yan pehlewî ”wehar”, kurdî ”bihar”.

Di peyva ”Hevlêr/Hewlêr” de di kurdî de cihê “b” û “l” yên nava peyvê bi hev guherîne û “b” di kurmancî de bûye “v” û di soranî de jî bûye “w” anku “*Erbêl > *Evrêl/Ewrêl”. Herwiha “r” ya nava peyvê û “l” ya dawiya peyvê jî bi hev guherîne anku “*Evrêl/*Ewrêl” bûye “Evlêr/Ewlêr”. Ji ber ku kurdî bi gelemperî herfên bideng li destpêka peyvê red dike, herfa “h” jî li destpêkê zêde bûye anku “*Evlêr/*Ewlêr” bûye “Hevlêr/Hewlêr”.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s