Husein Muhammed
Di dengnasiya kurdî û piraniya zimanên latînînivîs de D / d dengê ”seknî-pidûyî-bilerz” e. Mebest ji ”seknî” ew e ku di dema derketina wî dengî de hewa pêşî bi temamî tê sekinandin anku rawestandin berî ku tê berdan. Merem ji ”pidûyî” ew e ku di dema derketina vî dengî de ziman bi pidûyan dikeve. Mexsed ji ”bilerz” ew e ku di dema gotina D de perdeyên dengî di gewriyê de dilerizin.
Di alfabeya kurdî-erebî de û herwiha piraniya zimanên erebînivîs de ev deng bi herfa د tê diyarkirin. Di alfabeya kurdî-krîlî û piraniya zimanên krîlînivîs de ev deng bi herfa Д (gir) û д (hûr) tê nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) de jî ev deng bi herfa [d] tê nivîsîn.
Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:
https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiced_alveolar_plosive.ogg
Peydabûna D di peyvan de
Li gor lêkolînên me yên berî niha[1], rêjeya herfa D di nivîsên kurmancî de 4,6 % e. Di nav konsonantan de D herfa sêyem mişe ye: tenê N û R di nivîsan de jê zêdetir peyda dibin. Ji vokalan jî tenê ”e, i, a, ê” jî pirtir in; ”î, û, o, u” jê kêmtir peyda dibin. Eger mirov li ferhengên mezin yên kurmancî binêre, mirov dê bibîne ku peyvên bi D dest pê dikin ji her herfên din zêdetir e.
Di ku kurdî de D dikare li destpêk, nav û dawiya peyvan peyda bibe:
- destpêk: das, deng, dûr…
- nav: Adem, berdan, nadin…
- dawî: bilind, çand,
Lê di peyvên xwemalî yên xwerû de, li nav û dawiya peyvê, peydabûna D di kurmancî de yekcar bisinor e. Mirov dikare bibêje ku li nav û dawiyê di peyvên xwemalî de D tenê li pey N peyda dibe.
- li dawiyê: bilind, çend, hind, rind…
- li nave: bizdandin, çandin, dirandin, gurandin, xemilandin…
Wek ku tê dîtin, li navê jî ew tenê di paşpirtika lêkerên transitîv “-andin” de peyda dibe.
Helbet D di li gel gelek herfên din jî peyda dibe lê tenê di peyvên esil-biyanî de:
- Adem, bîdon, erd…
Di hin peyvên îranî de jî di kurmancî de D li peyv R peyda dibe:
- derd, merd, ard, sed, şad…
Lê bi ihtimaleke mezin ev formên farisî ne. Peyva “şad” di kurmancî de zêdetir wek “şa” heye (dilşa, şahî). “Merd” di kurmancî de wek “mêr, şa” heye tevî ku ne bi temamî bi eynî wateyê be jî. Dîsa “ard” wek “ar” (û “arvan”) jî heye. Tenê “derd” û “sed” dimînin. Ev jî bi ihtimaleke mezin ji farisî yan di bin tesîra farisî de wiha ne. “Sed” di zazakî de bi forma “sey” peyda dibe. Bo ketina D kurmancî li jêrtir binêre.
D û destebirayên wê
Ji aliyê dengnasî ve D ji hemû dengên din zêdetir nêzîkî dengê T ye. Hem D û hem jî T dengên “seknî-pidûyî” ne. Cudahiya wan jî ew e ku D dengekî bilerz e lê T dengekî bêlerz e: di dema gotina D de perdeyên dengî di gewriyê de dilerizin, di dema gotina T de nalerizin.
Cudahiyeke din jî ya D jî T ew e ku di kurmancî de tenê D-yeke fonemîk heye lê du T-yên fonemîk hene. T dikare bihilm (req, bi inglîzî “aspirated”) be, wek “têr, taze / teze, tevn” yan jî dikare bêhilm (nerm, bi inglîzî “unaspirated”) be, wek “te, tîr, tûj”. Ev herdu dengên herfa T fonem in anku dengên serbixwe ne ji ber ku veguhastina van dengan bi hev dikare di hin peyvan de maneya peyvê biguherîne:
T-ya bihilm / req | T-ya bêhilm / nerm |
ta (tasar, tagerm) | ta (ben, dezî) |
tu / ti (hîç, çu) | tu / ti (kesê ku mirov jê re diaxive) |
tû (tif, ava devî) | tû (dara tûyê û berê wê) |
Ti cudahiyeke wisa di herfa D de nîne. Ew tenê fonemekê anku yek dengê serbixwe pêk tîne.
Dîsa ji bilî dubendiya ”bihilm-bêhilm”, di dengê T de dubendiyeke ”zirav-qelew” heye. Ev dubendî bi taybetî di T-ya bêhilm de diyar dibe. Hin T-yên bêhilm zirav in anku sade ne, wek ”te, tîr, tûj”. Lê hin T-yên bêhilm jî qelew anku emfatîk in (bi inglîzî ”emphatic”), wek ”tirs, tarî, teng”. Ev T-ya qelew hevdenga ط ya erebî ye lê di kurmancî de ew di peyvên xwemalî de jî, wek nimûneyên ku me dan: ”tirs, tarî, teng” ku ti ji wan ne ji erebî ketine kurdî.
Lê dubendiya ”zirav-qelew” ya T-yê ne diyardeyeke fonemîk e anku dengên zirav û qelew varyantên eynî dengî ne, bi gotineke din ”alofon” in, ne fonem in. Sebebê vê ew e ku eger mirov bo nimûneya T-zirav qelew bibêje, erê ew ne rast û xerîb e lê ew nikare maneya peyvê biguherîne.
Di kurmanciya giştî de tenê cûnekî D heye ku hevdenga د ya erebî ye. Di kurmanciya giştî de D-ya qelew anku hevdenga ض ya erebî peyda nabe. Lê di hin devokan de bi awayekî parawêzî û marjinal mirov D-ya qelew di hin peyvan de dibihîze. Bo nimûne, hin kes yan hin devoka peyva ”dawet” bi D-ya qelew dibêjin, heçku ew bi alfabeya kurdî-erebî li şûna داوهت wek ضاوهت bê nivîsîn.
D-ya qelew ya devokî dikare ji tesîra erebî yan zimanekî din yê samî be. Lê hêjayî gotinê ye ku D-ya qelew ya di peyvên esil-erebî de di kurdî de bi awayekî giştî bi dengekî din vediguhere (li jêrtir binêrin). Li aliyekî din, peyva ”dawet” ya esil-erebî di erebî de jî bi D-ya zirav e (دعوة) lê di hin devokên kurmancî de bûye D-ya qelew.
CIH à
AWA |
du-lêvî | lêvî-didanî | pidûyî | paş-pidûyî | ban-devî | paş–devî | ser-gewrî | zima-nokî | qirrikî |
BÊVILÎ | m | n | |||||||
SEKNÎ – bêlerz – bilerz |
p b |
t d |
k ḱ g |
q |
ʔ [2] |
||||
XIŞOKÊN VIZOK – bêlerz – bilerz |
s z |
ş j |
x | ||||||
XIŞOKÊN NEVIZOK – bêlerz – bilerz |
f v |
ç ḉ c |
ḧ | h | |||||
JENOK | r | ||||||||
TENGAV | w | l | y |
Tabloya konsonsantên kurdî
© Husein Muhammed 2014 – 2015
Dengên din yên têkiliyên xurt li gel D heyî ev in:
- B: Ew j_î wek D dengekî seknî-bilerz e. Lê cihê derketina wan dengan cuda ye. B dengekî du-lêvî ye, B pidûyî ye.
- G: Ew j_î wek D dengekî seknî-bilerz e. Lê cihê derketina wan dengan cuda ye. G dengekî paş-devî ye, B pidûyî ye.
- Z: Ew jî dengekî pidûyî-bilerz e anku cihê wê û lerza wê wek ya D ye. Lê awayê derxistina wan cuda ye: D dengekî seknî ye lê Z dengekî xişok / vizok e anku di dema gotina Z de xişîna û vizîna hewayî tê bihîstin û hewa wek di gotina D de ranaweste.
- H, W, Y, V, ʔ: Ev deng nîv-vokal in yan jî zêdetir dişibin vokalan. Di navbera du vokalan de yan jî piştî vokalekê, D dikare bi yekê ji van biguhere.
Peydabûna D-ya dîrokî
D di kurdî de dengekî kevnar e ku heta digihe maka zimanên hindûewropî anku proto-hindûewropî jî. Bo nimûne D-ya peyvên ”dar, deh, dêw, dirêj, dîtin, dotin, du, dûr…” de heta di proto-hindûewropî de jî bi D bû.
Bi marjinalî hin di hin peyvan de D bi eslê xwe ji dengekî din e. D-ya peyva ”dest” û peyva ”dil” bi eslê xwe di zimanên îranî ji Z ye, bidin ber hin zimanên din yên îranî:
kurmancî | soranî | farisî | hewramî | zazakî | avestayî | proto-hindûewropî |
dil | dił | dil | zerre | zil | zered | *ker |
dest | des(t) | dest | des | dest | zeste- | *ghesto |
Peydabûna D ji Z ne di kurdî de lê di farisî de diyardeyeke berbelav e:
farisî | avestayî | kurdî |
danişten | zan- | zanîn |
damad | zamater | zava |
D-ya nava yan dawiya peyvê gelek caran ji T peyda bûye. Ev D di farisî de hatiye parastin lê paşî bi temamî ji kurdî ketiye yan jî bi dengekî din guheriye.
farisî | îraniya kevn /navîn | kurmancî |
bad | vate-, vato- (avestayî) | ba |
abad | apat- (pehlewî) | ava |
bê(d) | peti (hexamenişî), peyti (avestayî) | bi |
Ketina D ji peyvê
Di hemû zaravayên kurdî de û di zimanên din jî yên îraniya bakur-rojavayî de D ya piştî vokalekê li dawiya peyvê ketiye. Lê ev guherîn di farisî û zimanên din yên îraniya başûr-rojavayî de peyda dibin
- kurmancî: ba, bû, çû, xwe, za
- soranî: ba, bû, çû, xo, za
- zazakî: va, bî, şî, xo, za
- farisî: baD, bûD, şoD, xûD, zaD
Di kurmancî de D ji pey R ketiye:
- kurmancî: bir_(in), kir_(in), mir_(in), xwar_(in), zer
- soranî: birD(in), kirD(in), mirD(in), xwarD(in), zerD
- zazakî: berD(en), kerD(en), merD(en), werD(en), zerD
- farisî: borD(en), kerD(en), morD(en), xʷarD(en), zerD
Gelek caran D ji pey jî ketiye:
- kurmancî: benî, kenîn, bahîv / behîv / be’îv…
- farisî: benDe, xenDîden, baDem…
Lê kurmancî û soranî D-ya pey N bi piranî parastiye. Berevajî wan, kurdiya başûrî (feylî, kelhurî, kirmaşanî) ew bi piranî dest daye.
- başûrî: xwanin, senin, geyanin
- kurmancî: xwandin, standin, gihandin,
- soranî: xwêndin, sendin, geyandin…
Di hin devokên kurmanciya rojhilatî de D di paşpirtika pirhejmarî ya girêdayî de wek ”-êd, yêd” peyda dibe:
- malêd me
- dikanêd bajarî
Lê di piraniya devokên kurmanciya rojhilatî de ev pirtik bi forma “-êt, -yêt” e û di devokên navendî de û bi zimanê nivîskî ew bi formên “-ên, -yên” in.
Herwiha di hin devokên kurmanciya rojhilatî de “înadin” (rehê demên borî “înad”) heye ku hevwateya “înan” ya devokên din yên rojhilatî û “anîn” ya devokên navendî û forma standard e.
Berevajî nav û dawiya peyvê, li destpêka peyvê D gi gelemperî sabit û xweragir e anku naguhere û nakeve. Ji vê awarteyek anku istisnayek heye ku pirtika dema niha ”dê” ye, wek ”ez dê biçim”. Eslê wê peyva ”ez divê biçim” ye anku ”ez dixwazim biçim”, bide ber farisî ”xʷah خواه” ku rehê lêkera ” xʷasten خواستن” (xwastin, viyan) e yan jî inglîzî ”will” ku bi maneya xwe cihê ”dê” ya kurdî digire lê eslê wê wateya ”xwastin, viyan, vîn, îrade, daxwaz, wesiyet” e. Bi zazakî jî ”do” ye.
Lê ”dê” tenê di kurmanciya rojhilatî de maye. Di kurmanciya navendî de bûye ”wê” (ez wê biçim). Lê hem di kurmanciya rojhilatî û hem jî ya navendî de, di axiftina sivik de D dikeve û dibe ”ê”:
- ez ê biçim (kurmanciya navendî)
- ez ê çim (kurmanciya rojhilatî)
Di kurmanciya navendî de ew dikare li pey hemû cînavan bibe ”ê” lê di kurmanciya rojhilatî de li pey cînavên sêyem û navên kesan bi zerûrî bi forma xwe ya “dê” dimîne:
- kurmanciya navendî: “ew wê bixwin” yan “ew ê bixwin”; “Ehmed wê bê” yan “Ehmed ê bixwe”
- kurmanciya rojhilatî: “ew dê xwin” lê ne “*ew ê xwin”; “Ehmed dê xwit” lê ne “*Ehmed ê xwit”.
Ketina D ji nav û dawiya peyvê pêşî bi guherîna D bi dengekî din (H, Y, W) bûye û paşî ew deng jî ketiye.
- bad à *bah / *bay à ba
Guherîna D bi dengekî din
D-ya nava peyvê gelek caran bi dengekî destebira diguhere. Ev deng bi taybetî H ye lê carinan jî ”eyn”, Y, yan W ye:
Peyv bi D | Peyv bi D Heman peyv bi dengekî din |
kedî | kehî |
cuda, cida | cihê, ciya |
Ev guherîna D bi herfeke din bi taybetî di navbera kurdî û farisî de tê dîtin
farisî | kurdî |
badem | bahîv, behîv, be’îv, ba’îv |
daden | dayîn, dan |
bûden | bûyîn, bûn |
zaden | zayîn, zan |
Wek ku tê dîtin, D pêşî dibe Y (daden à dayîn, bûden à bûyîn) û paşî bi temamî dikeve (bûyîn à bûn, dayîn à dan).
Di kurmancî de pêşpirtik yan pêşlêker D-yê naguherînin anku li gel wan D dikare li nava peyvê jî peyda bibe:
- na+dan à nadin
- bi+dan à bidin
- di+dan à didim
Lê di soranî û kurdiya başûrî de di van rewşan de jî D dikare biguhere. Nimûneyek ji soranî:
- na+dan à nayen (nadin)
Zêdebûna D li peyvan
Dengê D li hin peyvan peyda bûye tevî ku di eslê peyvê D nîne:
- qalind (ji tirkî ”kalın”, hevreha azerî ”qalın”, tirkmenistanî ”galyň”
- mindal (herwiha minal: ”zarok”, ji erebî “menal”)
- elind, elend (ji erebî ‘elen)
- tendûr (herwiha “tenûr”, hevreha farisî tenûr / tendûr, pehlewî tenûr, avestayî tenûre-, erebî tennûr, aramî tinûr, ermenî tonir… hemû ji akadî tinûru)
D-ya qelew ya peyvên ji erebî
Wek ku i jor hatiye diyarkirin, D-ya qelew ya wek ض ya erebî di kurmanciya giştî de peyda nabe. Balkêş e ku di peyvên esil-erebî de ku ev deng tê de heye, D-ya qelew di kurdî de ne bi D-ya sade lê bi Z diguhere:
- erebî: remeḑan رمضان à kurdî ”remezan” (ne ”remedan”)
- erebî: raḑi راضà kurdî ”razî” (ne *radî)
- erebî: ferḑ فرض à kurdî ”ferz” (ne *ferd)
- erebî: qerḑ قرضà kurdî ”qerz” (ne *qerd)
Ev diyardeya Ḑ à Z di farisî û tirkî de jî heye tevî ku li rastnivîsîna farisî her Ḑ tê nivîsîn, ne Z.
Di kurmancî de, ne di hemû devokan de be jî, di herdu nimûneyên dawiyê du varyantên din jî hene: ”qer” û ”fer” anku D-ya qelew ji wan ketiye. ”Qer” her eynî maneya ”qerz, deyn” dide. Lê ”fer”ê wateyeke piçekê ji ya ”ferz”ê cuda wergirtiye: ”ferz” zerûrî ye lê ”fer”[3] giring e.
[1] Husein Muhammed: Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de, https://zimannas.wordpress.com/2015/07/04/rejeya-herfan-di-nivisen-kurmanci-de/
[2] ʔ bi IPAyê de nîşana dengekî ye ku di zimanên Rojhilata Navîn de bi navê ”eyn” tê nasîn û di alfabeya erebî û kurdî-erebî de bi herfa ع tê nivîsîn. Ew bo nimûne li destpêka peyvên wek ”Elî, Emer, Arif, esman, erd, ecem” û li nava peyvê bo nimûne pi kelîmeya ”saet” de heye. Di alfabeya kurdî-latînî û wek din jî bi alfabeyên latînî gelek caran ew bi apostrofê (’) tê diyarkirin: ’Elî, ’Emer, ’Arif, ’erd, ’esman, sa’et…
[3] ”Fer” bi taybetî li Behdînan bi maneya ”giring, muhim” li kar e.