Pêdaçûneke Rexneyî li ser “Rêbera Rastnivîsînê”

Ergin

Ergin Öpengin*

(Têbîniya malpera Zimannas: Ev nivîsara zimannasê hêja Ergin Öpengin sala 2017 di kovara Derwaze hejmara 1 de derketibû. Nivîsar li ser Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan nivîsî ye û hatiye nivîsîn berî ku heman kitêb bi navê weqfa Mezopotamyayê û navê nêzîkî 20 kesan dubare were weşandin. Mixabin di çapa nû jî ya Rêbera Rastnivîsînê de nêrînên Öpenginî – wek nêrînên rexneyî yên piraniya zimannas û şarezayên din jî hatine piştguhkirin.

Malpera Zimannas vê nivîsar bi destûra E. Öpengin belav dike daku hem xwandevanên kurdî bi giştî jê haydar bibin û hem jî bi hêviya ku amadekarên Rêbera Rastnivîsînê ji niha pê ve li şaşiyên xwe hişyar bin.)

 

Wek pdf vekin û bixwînin!

 

____________________________________________

Pirsên Rênivîsa Kurmancî:

Pêdaçûneke Rexneyî li ser Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan

 

Xebatên li ser rênivîsa kurdî û Rêbera Rastnivîsînê

Gava ku Celadet Alî Bedirxan û hevkarên xwe dest pê kir di kovara Hawarê de elifbêya kurdî ya bi herfên latînî bi kar anî, qaîdeyên serekî yên nivîsînê, anku yên rênivîs an rastnivîsînê jî danîn û tedbîq kirin. Bo nimûne, hindek carên istisna tê de nebin, di Hawarê de navên milet û zimanan bi herfên hûrek dihatin nivîsîn, an jî pêşgira negatîv ne bi piranî ji lêkerê cuda hatiye nivîsîn her wekî paşgira dema boriya çîrokî . Hem di vê kovara navhatî de hem jî di nav nivîsevaniya kurmancî ya dehsalên paştir de, piraniya qaîdeyên Hawarê hatine parastin, lê belê gelek jî hatine guhartin. Bi taybetî piştî “vejîna” nivîsevaniya kurdî li diyasporayê li salên 80yan, hewlên muxtelif ji bo standardkirina kurmanciyê hebûn, ku standardkirina rênivîsê wek pêngava wê ya yekem dihate dîtin.[i] Lewma ji Semînera Kurmancî û rojnameya wê ya Kurmancî[ii] pê de rêformên de facto an jî fiîlî yên rênivîsa kurmancî dest pê kir û her weşan an dezgeheke nû tercîhên xwe yên rênivîsê li yên heyî zêde kirin. Rêzimanên kurdî jî gelek caran beşek ji qaîdeyên rênivîsê re vediqetand.[iii] Lê xebateke xweser ya bi rengê rêbereke rênivîsê encax sala 1997an derçû, ku Bingehên Rastnivîsandina Kurdiyê (kirmancî)[iv] ya Arif Zêrevanî bû. Xebata Zêrevanî li ser xalên bingehî yên rênivîsê (nivîsîna navên milet, ziman, dîn, hwd.) her li dû qaîdeyên Hawarê bû; bi rengekî, birojkirin û berfirehkirineke wan bû ku hin aliyên nû yên nivîsevaniyê jî bi xwe ve bigire. Naveroka berhemê jî bi rengekî zelal hatibû raçandin û pêşkêşkirin; lê belê, diyar e ji ber hindek tercîhên nivîskarê berhemê, ku nisbeten ji meyl û prêzeyên nivîsînê yên nivîskar û xwendevanên kurmancî dûr bûn (bn. ko li şûna ku-ya berbelav, an jî bikaranîna nîşandeka iqtibasê wek »…« li şûna “…”, hwd.), ew rêber li nav kurdên bakur pir nehate teqîbkirin. Di ser wê re, van salên dawî hin dezgehên li bakur hindek qaîdeyên rênivîsê li dû rênivîsa zimanê tirkî tedbîq dikin, wek nivîsîna herfa ewil a navên ziman û miletan bi girdekan, bikaranîna apostrofê ji bo cudakirina paşgiran ji hejmaran, bikaranîna nîşandeka xal ji bo diyarkirina hejmarên rêzîn (bn. 4. Mihrîcana …).

Li ser vê paşxaneyê ye ku, sala 2012an, xebata Mistefa Aydoganî ya bi navê Rêbera Rastnivîsînê[v] derçû. Rêbera Rastnivîsînê (bi kurtî Rêber), bi berfirehiya naveroka xwe ve, wisa hatiye amadekirin ku bibe referanseke tekmîl û giştgir ji bo meydana nivîsîna bi kurmancî, çi di asta şexsan de çi di asta dezgehên çap û weşanê de. Hevterîb li gel vê armanca xwe, berhemê ji têbînî û fikrên çend pisporên din ên zimanê kurdî jî istifade kiriye. Rêbera Aydoganî ji bo piraniya xal û pirsên dubendîdar yên nivîsîna bi kurmancî awayên standard pêşniyaz dike û bi berfirehiya xwe ya mijaran ve xîtabî bikarhînerên muxtelif dike. Lê belê, bi taybetî di mentiqa (rationale) danîna norm an awayên standard de berhem mirovî bi temamî qanih û tetmîn nake. Ez dê niha pêşiyê naveroka berhemê berçav bikim û paşê hilbijardeyekê ji wan xalên ku bi dîtina min muşkîlsaz in binirxînim –ku mixabin, ji bo ku nivîsar dirêjtir nebe, bala vê nivîsarê ji aliyên Rêberê yên musbet zêdetir dê li ser yên menfî/negatîv be.

Rêbera 298 rûpelî ji pêşgotineke nivîskarî, ji sih û du beşên mijarên rastnivîsînê, ferhengokeke têrmên rêziman û rastnivîsînê, referans, û indeksê pêk tê. Ev sih û du beşên mijaran bi cure û naveroka xwe cihêreng û heterojen in, wek pirsên têrmînolojiyê (§1), herfên alfabêya kurdî û gotina wan (§2), kîtekirina peyvan (§3), nivîsîna navên bajar-welat-gel-hêl-roj-demsal-mehan-serenavên biyanî (§4–10), qaîdeyên nivîsîna hin dengên taybet (wek î’ya berî dengê y’yê) (§11–12–13–15–16), peyvên ku ji ber taybetiyeke deng an morfemên xwe di nav xwe de dibin komikek (§14–17), serenavên biyanî û herfguhêziya wan bo alfabêya kurdî (§18), awayê entegrekirina morfemên biyanî û qaîdeyên giştî yên nivîsîna peyvên ji zimanên biyanî hatine wergirtin (§19), bikaranîna herfên girdek û hûrdek (§20), qaîdeyên kurtkirina navan (§21), pirsên li dor sabidkirin û nivîsîna morfemên tewang (§22–24) û veqetandekan (§23–24) û cihnav-rengdêr-lêker-daçekan (§25–28), nivîsîna hejmar û şiklên wan ên cuda (§29), nivîsîna tarîxê (§30), qaîdeyên bikaranîna nîşandekan an jî xalbendî (§31) û hin sembolên muxtelif (§32).

Di bin van mijarên naverokê de, carinan bi detay û ravekirinên dûvedirêj, qaîdeyên piraniya pirsên ku bikarhînerên kurmanciyê yên di meydanên cuda de lê rast tên hatine danîn. Bi vî rengî wek xebateke referans an jî çavkaniyeke giştgir e, ku behr û parçeyên belave yên rênivîsa kurmancî ya bi latînî gihandine hev û sentezeke kêrhatî ji kelepora nivîsîna kurmancî ya çendîn dehsalên borî jê durist kiriye. Ji bo dereceya detay û giştgiriya xwe hevtayeke Rêberê di kurdî de nîne. Ya rastî, Rêber ji berhemeke rênivîsê wêdetir hewla danîna xetên serekî yên kurmanciya standard/nivîskî dide.

Edeten berhemên rênivîsê, an ortografiyê (orthography), di zimanên din de sîstema nivîsîna bi wî zimanî serûber û standard dikin, ku ev yek di du ristan de çêdibe:[vi] Yek, bi yeksankirina nîşaneyên nivîsînê, wek karakter, tîp, dîakrîtîk, îşaretên xalbendiyê û hwd.; du, bi danîna hejmareke qaîde û resmên nivîsîn û telafûzê, qaîdeyên nivîsîna peyvan, tixûbên peyvan, qaîdeyên xalbendiyê, qaîdeyên herfên gir û hûr û hwd. Lê belê, tixûbê di navbera rênivîs û rêzimanê de hergav ne hêsan e bê parastin, wisa jî di Rêberê de ne tenê qaîdeyên nivîsînê belkî gelek yên rêzimanê jî hatine nîqaşkirin, wek hilbijartina awayên standard yên nîşandana tewanga navdêran û hejmaran, pirtika dema bê û hwd. Her dîsa, Rêber di raveyên rêzimanî de gelek têrm û têgihên teknîkî û nû di nîqaşan de hiltîne, wek navdêrên lêkerî (“verbal noun” an “deverbals”), birîn an kurtkirinên birî (“abbreviation”) û bazinedaçek (“circumposition”). Dîsa, ji bo wan têrmên rêzimanî ku di kurmanciyê de negihiştine standardekê, nivîskar tercîhên xwe bi raveyan diyar dike û li seranserê berhemê bi rengekî nizamî tedbîq dike. Bo nimûne, li şûna peyva tîp (ku ji “type” a frensî ketiye nav kurdiyê) dibêje herf; li şûna dengdar (“vowel”) û dengdêr (“consonant”) peyvên dengdêr û nedengdêr hiltîne, an jî li şûna têrma hevok (“clause/sentence”) ya berbelav têrma komek ya ji Hawarê bi menaya “cumle” bi kar tîne.

Bi saya berfirehiya xwe ya mijaran û ji ber destnîşankirin û pêşniyazkirina form û awayên standard di nav behra cudatiyên nivîsîna bi kurmancî de, Rêber dikare bibe çavkaniyeke destî ya kêrhatî ji bo şexsan û dezgehan di karên wan ên nivîsîna bi kurmancî de; lê belê, wek ku dê ji nirxandinên li jêrî xuya bibe, bi taybetî di warê rêbazê de û di raveyên xwe yên “zimannasî” û “zanistî” de berhemê pêdivî bi rexneyan e.

Heçî pirsa rêbazê ye, nivîskarî di pêşgotina xwe de behsa pêwîstiya standardkirina qaîdeyên nivîsînê kiriye, bi kurtî amaje pê kiriye ku di destnîşankirina qaîdeyan de hem istifadeyê ji taybetiyên rêzimanî yên kurmanciyê dike û hem jî xwe dispêre hevfikriya di nav meydana kurdî de duristbûyî. Helbet ev wek xalên giştî girîng in, lê belê ew derheqê çavkaniyên perspektîva nivîskarî de me bi dereceya kafî agahdar nakin. Anku ne diyar e ka heta çi dereceyê dê li dû qaîdeyên Hawarê be; cihê qaîdeyên rojnameya Kurmancî ya Semînera Kurmancî çi ye; an têkiliya kurmanciyê bi zimanên serdest re û tesîra vê yekê li ser wergirtin û lêanîna peyv û têrmên jiyana modern. Herwiha ti minaqeşeyeke têgehî li ser xalên teoriya plansaziya zimanî û rênivîsê nîne.[vii] Axirî nivîskar gelek caran raveyên xwe yên li ser rêzimanê wek “bi rêzimana kurmancîyê re guncayî” (r. 170) derdibire, lê li ti cihan ron nekiriye ka mebesta wî ji “rêzimana kurmancî” çi ye, bo nimûne kitêbeke rêzimanê ya referans e, rêzimaneke îdeal a zimanê nivîskî ye, rêzimana hemû lehceyên kurmancî ye, an têgihiştin û tehlîla nivîskarî bi xwe ya qaîdeyên binyadê/avahiya kurmanciyê ye? Cih û girîngiya kurmanciya qadê an meydanê di diyarkirina qaîdeyên Rêberê de çi ye? Rêber bi çi awayî serederiyê bi nîvçe-standarda di lehceya behdînî de peydabûyî dike an jî heta çi dereceyê normên behdînî di vê standardê de têne bicihkirin an berçavgirtin? Rengvedanên vê kêm-terîfkirina paşxane û prensîbên xebatê di gelek xalan de xwe didin der, wek ku em dê li xwarê bibînin.

 

Wergirtin û nivîsîna bêjeyên biyanî

Wergirtina peyvên biyanî bo nav zaravayên kurdiyê, qet nebe li vê sedsala dawî, bi piranî di rêya zimanên serdest re çêdibe. Heman peyva esl-latînî/yûnanî li dû modêla entegrekirina peyvan ya zimanên serdest ên li welatên ku kurdî lê tê axiftin dikeve nav kurdiyê. Nimûneyeke pir sade peyva latînî machina ye (ji yûnaniya kevn e), ku ev peyv bi kurmanciya li Îranê li dû usûla farsî wek maşîn/maşên (ji îngilîzî machine) tê gotin, lê bi kurmanciya Sûriyeyê li dû usûla erebî wek mekîne (ji îtalî macchina) tê gotin. Wiha jî gihiştina rêyeke “kurdî” ya entegrekirina peyvên biyanî an jî ewropayî dijwar e.

Nivîskarê Rêberê bi dûvedirêjî û bi rengekî sîstematîk awayê nivîsîna bêjeyên ji zimanên biyanî, bi taybetî ji yên ewropayî û erebî, hatine wergirtin rave dike (rr. 94–123). Wek qaîde diyar dike ku bêjeyên ji zimanên ewropayî hatine wergirtin “bi giştî bi awayê fransizîyê lê li ser bingehê bilêvkirinê dihên nivîsîn.” Bo nimûne, paşgira -tion (reaction) ya di bêjeyên esl-latînî de bi kurmancî dibe -sîyon (wek reaksîyon); an jî herfa -g- ya di kîteya dawî ya gelek peyvên teknîk de (wek garage) dibe -j- (wek garaj). Du mesele hene li vir ku divê li ser rawestin.

Yek, em dizanin ku li Kurdistana başûr, ji ber tarîxa Brîtanyaya îngilîzî-ziman li Iraqê, zimanê wergirtin û entegrekirina bêjeyên ji zimanên ewropayî îngilîzî ye, anku bêjeyên biyanî yên wek “reaction” û “garage” zêdetir bi şiklê reakşin û gerac/garac têne gotin (û nivîsîn). Di Rêberê de mirov ti behsa vê dubendiyê nabîne, heçko normeke wiha ya nivîsînê qet nîne, lê hem bi behdînî û hem jî bi soranî li Kurdistana başûr ev normên serdest in. Rexneya min ne li wê ye ku Rêberê normên soranî û behdînî jî diyar nekirine, belkî ew e ku hebûna van normên cuda yên soranî û behdîniyê piştguh kiriye. Eger çî rêyeke maqûl nebe mirov hewla nêzîkkirina rêzimanên zaravayên kurdî bide, lê rê heye ku bi rêya muşterekiya normên rênivîsê (anku ew xalên ku li derveyî binyada zimanî ne û dimînine ser tercîhan), zarava li hev bêne nêzîkkirin, ku ev jî bi piştguhkirina taybetiyên zaravayên xwedanê normên xwe yên nivîskî nabe. Eger em pirsê ji wergirtin û nivîsîna peyvên biyanî wêdetir bibin, ji bilî zaravayê soranî yê standard, lehceya behdînî jî xwedanê normên xwe yên nivîsînê ye (lewre nîvçe-standardek e); eger pirsa îmkanên rênivîsê wek amrazek bo nêzîkkirina zaravayên kurdiyê derveyî bazineya Rêberê be, pirsa nîvçe-standarda behdînî diviya di Rêberê de qet nebe bihata berçavkirin, lew ew jî kurmancî ye û rewa ye mirov bipirse ka têkiliya van her du standardên kurmanciyê çi ye û dê çawa be.

Xala duyem bi para duyem ya qaîdeya “bi giştî bi awayê fransizîyê lê li ser bingehê bilêvkirinê dihên nivîsîn” e (cext ya min e). Ji vê qaîdeyê mirov dikare hem wek bilêvkirina bêjeyê ya bi frensî û hem ya bi kurdî têbigihe. Eger mebest bilêvkirina bi frensî be, hingê mirov divê bipirse rola dengnasiya kurdî/kurmancî çima nayê berçavgirtin; na eger mebest bilêvkirina kurdî be jî, ku ihtimaleke mezin mebest ev e, em rengvedana vê yekê di pratîkê de nabînin, anku li ti cihan em nabînin ku telafûzeke kurmancî (an jî “kurmanciya gewr”) bûbe xwedanê girîngiyeke diyarker di lîsta pêşniyazên Rêberê ya bêjeyên biyanî de. Bo nimûne, di dengnasiya kurmanciyê de (û belkî bi giştî di ya kurdiya di nav sînorên dewleta Osmanî de dihate axiftin), dengê k yê bêjeyên biyanî gava di kîteyekê de be û dengdêreke paşdevî (wek <a, o, û>) li ber an li pey bê, wek q tê gotin. Bo nimûne reha lêkera tirkî kurtarmak ‘xelas kirin’, kurtar-, wek qurtal bûn/kirin ketiye nav kurmancî û soraniyê de; an jî, têrmên wek cariola, calorifère, camion yên ji zimanên ewropayî wek qaryole, qalorîfer (an jî qalûfer), qamyon ketine nav kurmanciya li Tirkiyeyê. Nivîskar ji bo vê pirsê dibêje ku “hin kes” dengê k’yê bi awayê q bi lêv dikin, ku divê dengê k yê van peyvan bê parastin, lê raveya wî bi tenê ev e: “hewce nake ku meriv vê [k]yê bike [q]”. Bê guman mesele ne yeka “hewceyî”yê, bêtir yeka prensîbê ye. Di têxistina/wergirtina bêjeyên biyanî de bingeh “bilêvkirin” be, wek nivîskarî diyar kiriye, hingê divê taybetiyên dengnasiya kurmanciyê li ber çavan bêne girtin; heke ji ber sebebek ji sebeban di pirsekê de berçavgirtina vê prensîbê ne mumkin be, hingê divê raveyeke tetmînker jê re hebe (bn. hevahengiya li gel behdînî û soraniyê, ku bi piranî dengê k’yê diparêzin û nakin q; muadilî û hevterîbiyeke yeksertir li gel forma peyvê ya jêder/navneteweyî, hwd.), lewre ne rast e ku ev meseleyeke “hin kesan” e (taybetiyeke bingehî ya dengnasiya kurmanciyê ye) û ne jî “hewce nake” raveyeke ilmî û tetmînker e di behseke wiha girîng de.

Dîsa, hindek peyvên ku ji berê de ketine nav kurdiyê li dengnasiya kurdî hatine û bi awayên xwe yên “kurdî” (herçend devokî jî bin) têne gotin. Bo nimûne, peyva banknote ya îngilîzî li nav xelkên Behdînan û Hekarya panqanot û li herêma Serhedê panot e; lê standarda Rêberê banknot e, ku bi tirkî jî heman e. An jî peyvên television û telephone di kurmanciya gelek deveran de wek têlevizyon û têlefon tê (ku ev “rakirina dengê -e bo ” dibe prensîbek be), lê belê Rêber wan wek televizyon û telefon datîne, her wekî di zimanê tirkî de. Axirî, peyva chocolate ya îngilîzî û chocolat bi frensî wek çuqlate an çuqlat (li dû usûla tirkî-îngilîzî) ketiye nav kurmanciyê (ku li nav kurdên Îranê li dû usûla farsî-frensî wek şokolad tê gotin). Herçend di Rêberê de nehatiye, lê ne zehmet e mirov pêş bibîne ku pêşniyaza Rêberê dê çîkolata be, yek û yek wek telafûza wê ya bi tirkî û dûr ji şiklê peyvê wê yê bi dehan salan li nav axêveran bi cih bûye. Dibe ku zêdeyiya telafûzên devokî destnîşankirina formeke “kurdî” zehmet bixe, lê bi min çawa be çêtir e ku ev peyvên li dû dengnasiya kurdî formên “kurdî” wergirtî cihê xwe di rênivîsê de jî vebînin. Eger na, tarîxa nêzîk a werar an tekamula zimanî tê piştguhkirin û li dû hin qaîdeyên raser û li dû dengnasiya hin zimanên din (=zimanê serdest) şiklekî nû li kurdiyê tê kirin. Wisa diyar e ku pêşniyazên Rêberê ji bo nivîsîna bêjeyên biyanî hema bi temamî hevaheng in li gel yên zimanê tirkî, û dengnasiya kurmanciyê û awayên alternatîv (yên behdînî û soranî) li ber çavan nehatine girtin. Herçend asayî be ku modernîzasyona kurmanciyê ji ber rola wê ya serdest gelek di bin tesîra tirkî de pêk bê, lê belê cihê pirsê ye ka rênivîseke peyvên biyanî/wergirtî ya bi piranî li dû usûl û dengnasiya zimanê tirkî û ya ku awayên xwemalî yên kurdî piştguh dike heta çi dereceyê li dengnasiya “heyî” (ne ya “îdealîzekirî”) ya kurdiyê tê û heta çi dereceyê dikare bibe “rê”yek ji bo behdînî û soraniyê an jî kurmanciya parçeyên din (wek Îran an Qefqazê).

 

Elifbê û nîşandana dengan

Di lêkolînên li ser rênivîsê cudakariyeke têgehî û emelî ya bingehî di navbera “rênivîsa kûr” (deep orthography) û “rênivîsa tenik” (shallow orthography) de heye. Rênivîsa tenik hewl dide nivîsînê her zêdetir nêzîkî awayê gotin an telafûza rastî bike wisa ku cudatiyên dengî yên biçûk an jî guherînên di şiklê morfeman de ji ber tesîrên dengî û morfolojîk têne nîşandan. Rênivîsa kûr, li milê din, bêtir awayên bingehî yên deng û morfeman nîşan dide, anku guherînên ji ber sebebên cuda an jî guherînên devokî yên di zimanî de bi nivîsînê qeyd nake.[viii] Di rênivîseke wiha de gelek caran ji ber ku muxatebên serekî yên elifbêyê axêverên zimanî yên xwendewar in, gelek detayên ku axêver bêyî têkiliyeke yekser û yek-bi-yek ya deng û herfan/sembolan, anku ji huwiyeta peyvan (unitization[ix]), bi rehetî dibînin di elifbêyê de nayên nîşandan. Lewma pir asayî ye ku hin dengên ku fonem in lê barê wan ê di zimanî de nisbeten kêmtir e di elifbêyê de neyêne nîşandan.

Lê belê, di behsa elifbêyê de Aydogan diyar dike ku “şert e ku hemû dengên zimanekî yên ku fonem in, ango maneguhêr (distinctive) in, di nivîsîna wî zimanî de bi awayekî bihên nîşandan” (rr. 28–29). Ev wek qaîdeyek e gerdûnî hatiye pêşkêşkirin, lê ji bo tesbîteke wiha giran lazim bû nivîskarî qet nebe referansek dabîn bikira. Ya rast ti qaîdeyeke wiha nîne, wek ku ji kurte behsa li ser rênivîsa kûr û tenik ya li jorê xuya bû, lewre kar û erkê bingehî yê elifbêyê ew e zimanekî ji bo axêverên wî zimanî bi sembolan (“grafem”, herf, kîte, îdeogram, hwd.) temsîl bike; vê yekê çawa dike, bi nîşandana nîvîskî ya çi qas detayan pêk tîne ew dimîne ser elifbêyê û zimanî.

Bo nimûne, peyva ka eger bi k’yeke hilmî be bi maneya pirtika pirsê (wek “li ku?”) ye, lê eger k ne-hilmî be bi maneya “giyayê hişk yê dibe alifê dewaran” e. Hema ev du peyv jî sabit dikin ku k’ya hilmî û k’ya ne-hilmî di kurmancî de fonem in, lewre maneguhêr in. Lê belê, haletên istisnayî tê de nebin, her axêvereke kurd gava vê peyvê di hevokekê de dibîne dê bi rehetî bizane ka divê çawa bixwîne (bi k’ya hilmî an ne-hilmî), lewre prosesa xwendinê yeka dînamîk e ku tê de ji yek bi yek herfan zêdetir huwiyeta peyvê wek ku di nav hevokê de xwe dide der girîng e. An jî, dengên ku ji zimanên din dikevine nav zimanekî dibe ku piştî wextekî bibin “fonem” (anku dengên serbixwe, ne renge-deng), wek dengê ‘s’ (herfa sad ya erebî: ص) yê di peyva sed de; lê belê dengên wisa pir kêm caran cudaker in (distinctive), û wisa jî barê wan ê di zimanî de (functional load) kêm e, lewma pir asayî ye ku di elifbêyê de neyêne nîşandan. Gotina min li vir ne ew e ku ferqa van dengan di elifbêyê de neyê nîşandan –lewre bi min divê qet nebe wek parçeyeke rênivîsê nîşanin ji wan re hebin da ku bi mebestên taybet mirov bikare jê istifade bike–, belkî dixwazim balê bikêşime ser wê hindê ku qaîdeyên wiha bi derbirînên zanistî têne pêşkêşkirin divê hesastir bin, lew wek em dibînin fakterên cuda hene di rêkxistina elifbê û rênivîsê de ji bilî fonembûna dengan.

Her dîsa, nivîskar di bin behsa “herfa ducare” de diyar dike ku “Di rehmorfemên kurmanciyê de herfa ducare tune ye” (r. 63) û lewma divê nenivîsîn gerr, şerr, kerr, pirr, gellek, lê divê binivîsin ger, şer, ker, pir, gelek. Serê pêşiyê, li vir ji bilî peyva gellek di peyvên din de mesele ne herf an dengê “ducare” ye (gemination). Anku dengê wek ‘rr’ hatî nivîsîn (bn. şerr) ne du caran gotina dengê ‘r’ ye (bn. ya di peyva r de), ku jixwe bi elifbêya fonetîk dengê ewil (‘trill’) [r] ye û dengê duyê (‘tap/flap’) [ɾ] ye û ferqa wan ji şiklê gotina wan e.[x] Dimîne peyva gellek, ku bi ihtimaleke mezin “ducarebûna” dengê l di vê peyvê de ji ber cextkirinê ye, anku gava ev hoker/zerf bi cext û şidandin tê gotin, dengê l’yê tê dirêjkirin, ku heman tiştî em di peyvên wek billa, bellê, willah de jî dibînin. Ji vê xalê seyrtir raveya nivîskarî ya li ser peyva kerr e, lewre nivîskar di jêrnoteke pir dirêj û raveyeke fonolojîk de diyar dike ku ji bo cudakirina her du maneyên peyva ker (‘yê ku nabihîse’ û ‘dêya dahşikan’) hinek kes bi maneya ‘yê ku nabihîse’ kerr dinivîsin, ku bi ya nivîskar ev awayekê şaş e û “yên weha dikin, bi kerê nikarin, dibezin kurtanî” (r. 63). Ji ber ku, bi ya wî, ferqa di navbera her du peyvan de li ser hilmîbûn û nehilmîbûna dengê ewil ê peyvê ye (hilmî /kh/ di ‘ker’ bi maneya ‘dêya dehşikan’, û nehilmî /k/ bi maneya ‘yê ku nabihîse’), û lewma, dîsa bi gotinên nivîskarî, “ne [r]yek, heger deh (10) [r] jî li dawiya gotina navbirî bihên danîn” pirs safî nabe (r. 63).

Ew yek li milê hanê ka xwendevan çima mecbûrî uslûbeke wiha tinazî û belkî xeyrî-cidî be (lew kes doza danîna deh r’yan nake), min divêt diyar bikim ku ya rast nivîskar di nirxandina xwe de xelet e, lewre bi nivîsîna du rr’yan rênivîs ferqê dixe navbera her du maneyên peyvê û wisa jî pirsa jihevcudakirina her du maneyên peyvê safî dibe. Eger em telafûza van her du peyvan bi elifbêya fonetîk (di nav goşebendan de) binivîsîn dê wiha bin:

ker     ‘yê ku nabihîse’                  [kær]

ker     ‘dêya dehşikan’                  [khæɾ]

Ji transkrîbsiyona peyvan ya fonetîk, di nav goşebendan de, diyar dibe ku ferqa van du peyvan ne tenê di dengê ewil (k: k û kh) de lê herwiha di dengê dawî (r: r û ɾ) de ye. Yên ku dengê dawî yê peyva ewil ([r]) bi du rr’yan nîşan didin ferqekê di navbera her du peyvan de bi nivîskî tomar dikin û bi vî rengî huwiyeteke cuda didine wê peyvê, ku ev yek bi xwe bes e ji bo cudakirina her du peyvan.[xi] Bi gotineke din, bi nivîsîna du rr’yan di peyva kerr de cudatiya dengê k’ya her du peyvan yekser nayê nîşandan, lê belê ferqeke din a di navbera her du peyvan de tê nîşandan ku ew yek bes e ji bo jihevcudakirina her du peyvan di nivîsînê de; anku bi vî awayî, berevajî tehlîla nivîskarî, mirov forma kerr bi maneya ‘yê ku nabihîse’ dixwînin û fam dikin, ku mebesta yên bi du rr’yan dinivîsin jî her ev e. Eger bêt û ferqa du r’yên cuda nebe jî –ku belkî di hin devokan de nebe– xem nîne, ji ber ku nivîsîn an rênivîs ne tenê têkiliyeke di navbera deng û nîşanan/sembolan de ye, belku, bi taybetî piştî fêrbûna xwendewariyê, têkiliya morfem, peyv û maneyê ye jî.[xii] Lewma ji bo xwendewarên rewan ya girîng ew e xumamî li ser venasîna peyvan nebe, ku li vir, bi rêya nivîsîna du rr’yan, lap ew xumamiya peyvî tê çareserkirin, wisa jî ti kêşeyeke têgehî û rêbazî di nivîsîna du rr’yan de nîne (tevî ku dibe çareseriya herî baş ne ev be, lê ew meseleyeke cuda ye).

Ji bilî vê xalê, behsa nivîskarî ya li ser “herfa ducare” di berdewamiya beş 11 de (rr. 63–68) gelek kêrhatî ye, lewre, berevajî şîroveyên mêkanîk ên nebûna “herfa ducare” di kurmancî de, ku rukneke girîng e li nav zimannasên bakurî (ji dema C. A. Bedirxan ve,[xiii]), çendîn haletan destnîşan dike ku herfa ducare divê lê hebe, wek li gel paşgira danberheviyê (bn. xurttir, ne ku xurtir). Lê belê, nivîskar diyar dike ku “gava ku ji du bêjeyan bêjeyeka hevedudanî bihê çêkirin” divê herfa ducare hebe, wek zimannasî, kirassor, paşşîv, yekkîte û ne ku zimanasî, kirasor, paşîv, yekîte (r. 68). Bi aşkerayî li vir mentiqeke mêkanîk û yekreng li ser keresteyê cuda tê tedbîqkirin: “paşîv” di ti lehceyeke kurdî de bi du ş’yan nayê gotin, lewre nebûn an jî ketina “herfa ducare” proseseke dengasiya kurdî ya tarîxî ye (û paşîv ne peyveke nû ye), di demekê de peyvên din an nû ne an jî, di nimûneya kirassor de, terkîbeke navdêrî ye, ku eger mîna paşîvê şiklê peyvekê bigire (bn. bi tenê şidandineke peyvê [lexical stress] bigire) dibe ku dengê ducare yê ss nemîne û bibe yek s.

Xaleke din a neqanihker qaîdeya nivîskarî ya ji bo “hin bêjeyên ku di kîteya wan ya dawiyê de [i] heye” (r. 73). Bi ya nivîskarî divê ew peyv wiha bêne nivîsîn: fikir, qebir, qehir, resim, xemil, hwd., lê wiha neyên nivîsîn: fikr, qebr, qehr, resm, şikl, xeml, hwd. Ji ber ku, bi ya nivîskarî,

[G]ava ku ev bêjeyên ha bi serê xwe bin, [i] dihê bilêvkirin û bihîstin (…) loma ya rast ew e ku meriv di nivîsînê de, vekîta van bêjeyan ya bingehîn di kirasên wan yên kurmancî de dîyar bike û vê [i]yê binivîse.[xiv] (r. 73)

 

Mentiqa vê qaîdeyê vedigere ser behsa me ya “rênivîsa kûr”: ev peyv gava serbixwe bin bi i têne nivîsîn, lewma forma wan ya bingehîn ew e, û ji ber ku rênivîsa kurdî awayên bingehî nîşan dide divê awayê van peyvan yê bi i bê nivîsîn. Lê ti sebebeke teknîk an zimannasî nîne ku ev awayên wan ên bingehî be, ku jixwe berevajî ye: forma van peyvan ya bingehî bêyî dengê i ye, lê gava peyv serbixwe bin (anku li dû van paşgirek neyê), hingê ew dengê i ji bo berîgirtina kome-dengdaran (wek ql, kr, ml) li dawiya peyvê dikeve navbera her du dengdaran. Mirov dikare vê yekê bi gelek awayan isbat bike, lê têsta herî yekser şidandin (word stress) e. Di kurdî de şidandin di rewşên asayî de dikeve ser kîteya dawî ya peyvan, wek war, mase, qelemtiraş. Heke dengê i di wan peyvan de (wek qebr, xeml) jî dengekî reha peyvê be (anku di forma wan a bingehî de be), hingê divê şidandin bikeve ser kîteya dawî, lê di van peyvan hemûyan de şidandin ne li ser kîteya dawî lê di ya berî-ya-dawî de ye, wek fikir, qebir, qehir, resim, şikil, xemil. Aşkera ye ku awayê nivîskarî pêşniyaz kirî ne “vekîta van bêjeyan ya bingehîn” e, belku ya ji ber sebebên fonolojîk guhartî ye. Lewma, eger em bi mentiqa nivîskarî (“vekîta bingehîn”) an jî li dû rêbaza “rênivîsa kûr” biçin, divê awayê bêjeyan yê bêyî i bê nivîsîn (wek fikr, qebr, xeml hwd.), ku ev rê ji ber gelek sebebên din jî ya çêtir e.

Pirseke din a girîng a nîşandana dengan di rênivîsa kurmancî de li ser deng an herfên î û ê’ya berî y’yê ye. Ji hejmara 27 ya Hawarê (1941) pê de, em dibînin ku ev dengdêr gava li ber dengdara y bin vediguherine i’yê. Wisa diyar e ev qaîde cara yekem di nivîsara C. A. Bedirxanî ya bi sernavê “Bingehên Gramêra Kurdmancî 2” de hatiye danîn,[xv] lê belê prêzeyeke muadil di nivîsîna kurdî ya bi herfên erebî ya ji sedsala 18an ve tê dîtin. Ev qaîde di nivîsevaniya kurmancî de gelek caran bûye cihê pirsê û hindek dezgeh û weşanan dev ji tedbîqkirina wê berdaye. Rêber jî pêşniyaz dike ku divê î û ê’yên li ber y’yê tên wek i neyê nivîsîn (r. 76), lê wek xwe bêne nivîsîn. Ev qaîde jî li gor rêbaz û çarçoveya “rênivîsa kûr” beraqil e, lewre guherîna van dengan bo i’yê encama tesîra dengekî cîran e û rênivîseke kûr hewl nade guherînên wisa sethî di nivîsînê de qeyd bike. Nivîskar diyar dike ku dengê i li ser û dawiya peyvên kurdî peyda nabe ji bilî çar daçekan (di, li, ji, bi) û cihnavekî pirsyarî (çi), lê dengê î bi gelek erkan peyvan çê dike û pir berbelav e di kurmancî de, lewma divê neyê guhertin bo dengekî (i) ku pir marjînal e li dawiya peyvan. Bi vî awayî, wisa nabe ku ji bo bêjeyekê du awayên nivîsînê hebin (r. 79). Rast e ev çend awantajên nivîsîna î’yê wek xwe hene, lê belê li aliyê din ev yek barekî fuzûlî li rênivîsa kurdî dike, lewre em dizanin ku hema bêje ti caran dengên i û y’yên kurdî, wek <iy>, li rex hev nabin. Wisa jî, qaîdeyeke giştî wek “her i’yeke berî y’yê, anku i’ya di <iy> de, bi eslê xwe î ye” dê bes be ku xwîner huwiyeta peyvê bizanin. Xêreke mezin a vê rêyê dibe ew be rênivîs bi rêya nedanîna kûmikî (^) li ser rêjeyeke girîng a herfên î, nivîsîn û metnan siviktir dike, ku jixwe erkê serekî yê rênivîsê dabînkirina rê û dirbên kara/karîger û destxweş/pratîk e.

 

Qaîdeyên rêzimanî

Wek li jorê hate diyarkirin, Rêber ji rênivîseke asayî wêdetir diçe û hewl dide herwiha cihêrengiya di rêzimanê de jî bigihîne standardekê, ku ev yek nivîskarî mecbûrî raveyên dûvedirêj ên rêzimanî dike, wek li ser mijarên tewanga navdêran, prensîbên teyînkirina zayenda navdêran an jî formên veqetandekê. Bi kurtî li behsa veqetandekê binêrin.

Di dever û lehceyên kurmanciyê de du awayên serekî yên paşgirên veqetandekê[xvi] hene.

  • Paşgirên veqetandekê hem ji bo navdêrên binavkirî û hem bo yên nebinavkirî heman in:

, ji bo navdêrên nêr û yekhejmar

-a, ji bo navdêrên mê û yekhejmar

-ên, ji bo navdêrên pirhejmar

Li gor vê meylê, mirov dibêje jina baş û jineka baş; mêrê baş û mêrekê baş. Ev meyl, bo nimûne, di gelek devokên behdînî û hinekên Botan û Hekaryan de tê dîtin.

  • Paşgirên veqetandekê yên navdêrên yekjimar ji bo navdêrên binavkirî û nebinavkirî ji hev cuda ne:

, ji bo navdêrên nêr yê binavkirî, lê ji bo navdêrên nêr yên nebinavkirî

-a, ji bo navdêrên mê yên binavkirî, lê -e ji bo navdêrên mê yên nebinavkirî

-ên, ji bo navdêrên pirhejmar

Li gor vê meylê, mirov dibêje jina başjineke baş; mêrê başmêrekî baş. Ev meyl, bo nimûne, di lehceyên herêma Mêrdînê de tê dîtin.[xvii]

 

Min nedîtiye di ti rêzimaneke kurdî de hatibe behskirin, lê bi nezera min, guherîna forma veqetandekên yekjimar di meyla duyem de ji ber proseseke dengnasiyê ya bi navê asîmîlasyonê ye (bi tirkî: ses benzeşmesi): Dengên û -a (veqetandekên navdêrên binavkirî), gava li dû paşgira -ek ya nebinavkirinê tên, bi tesîra dengê -e yê di paşgira nebinavkirinê ek’ê de, qedemeyekê “bilind” dibin an jî radibin (vowel raising) û, bi rêzê, dibin û -e.

Ji van her du meylên li jorî, Rêber meyla yekem (1) tercîh dike. Dibe ku ev awa ji bo fêrbûnê hêsantir be û şagirdên zimanê kurdî ji aloziyeke din rizgar bike, lewre bi tenê rêzeke paşgiran heye, navdêr çi binavkirî çi nebinavkirî be paşgir û -a ne. Li dêvila raveyeke wiha rewa, nivîskarê Rêberê xwe spartiye îdiayeke seyr ku belê meyla duyem (2) encama tevlihevkirina veqetandek û tewangê ye:

Awayê din jî ew awa ye ku tewang û veqetandekê tev li hev dike û loma <î>ya pirtika tewangê ji bedêla <ê>ya morfema veqetandeka navdêrên nêr bi kar diîne. (…) herçî veqetandeka navdêrên nêr e –çi ji bo navdêrên nêr yên binavkirî, çi ji bo navdêrên nêr yên nebinavkirî– li gor rêzimana kurmancîyê her eynî morfem e, ango <ê> ye. (…) Herçî –(y)ek e jî morfema nabinavkirinê ye û tu elaqeya wê bi veqetandekê re tune ye û nebinavkirina navdêran jî <ê>ya morfema veqetandekê naguharîne. (r. 170)

Şêwaza otorîter û qet’î ya nivîskarî li aliyekî, ev raveya zahiren zanistî çendîn tesbîtên bêbingeh dihewîne. Li jorê xuya bû ka çi mêkanîzmeke sade ya dengnasî li pişt guherîna paşgirên veqetandekê ya di meyla duyem de heye, anku, berevajî “ferman”a (prescription) nivîskarî “elaqeyeke” dengnasî ya yekser di navbera morfema nebinavkirinê -(y)ek’ê û veqetandekê de heye, lewre kîteyên cîran in û dengdêra -ek’ê dibe sebebê guherîna ji -a bo -e’eyê û ji –ê bo ’yê. Herwiha îfadeya nivîskarî ya derheq tevlihevkirina “tewang” û “veqetandek”ê zêde ecêb e ku mirov li ser bisekine, lê jixwe me dît ka çawa heman forma veqetandekê ya ye ji ber sebebên fonolojîk dibe . Wisa diyar e ku nivîskar bi xwe kategoriyên rêzimanî tev li hev dike, lewre veqetandek fonksiyoneke rêzimanî ye (bn. navdêran bi sifetên wan ên li pey wan ve girê dide; lewma “linker” an îzafe ye), û forma derbirîna wê fonksiyonê qedemeyeke din e, bi lehceyekê dibe be bi lehceyeke din dibe be (bi lehceyên din dibe ku heman fonksiyon bi paşgira nebinavkirinê -ek bê encamdan, anku ti ‘veqetandek’ nebe). Eger axêvereke lehceyeke kurmanciyê bi rengekî tebî’î bêje “dîwarê spî” lê “dîwarekî spî”, wate di lehceya wê de fonskiyona “veqetandekê” bi forma (ji bo navdêrên nebinavkirî yên nêr û yekjimar) tê bicihanîn; di ser vê yekê re rêzimannas nikare tohmetê li vê meyla axêverê/devokê bike, encax dikare wek awayê standard pêşniyaz neke. Diyar e sebebê sade yê ku nivîskarî sewqî vê analîza “tevlihevkirina tewang û veqetandekê” dike bi tenê hevdengiya vê ’yê û ’ya paşgira tewanga navdêrên nêr yên yekjimar e. Nivîskarî heman tohmeta “tevlihevkirin”ê li rêzimana C. A. Bedirxanî jî kiriye, ku seyr e nivîskarî wisa hizr kiribe ku danerê rêzimana –hêj jî– herî baş ya kurmanciyê nekare van du kategoriyên rêzimanî yên bingehîn ji hev cuda bike.

 

Giştîkirin û “çêkirin”a qaîdeyan

Belkî xaleke bingehî ku ji nirx û karîgeriya Rêberê dadixe ew e ku nivîskar wisa dihizire û lê dixebite ku qaîdeyeke diyarkirî li seranserê zimanî bi heman rengî bê dîtin an jî bê sepandin. Lê ziman her çi be tiştekî wisa mêkanîk nîne; bêristî (irregularity) taybetiyeke bingehî ya zimanê mirovan e ku dibe sebebê duristbûna cihêrengiya navxweyî di zimanan de. Li forma dema borî ya lêkerên îngilîzî bifikirin, qaîdeya giştî ew e ku paşgira -ed bê dawiya reha lêkerê (wek stay > stayed ‘man’), lê carinan dema borî ya lêkerê bi guhartinên di reha lêkerê de çêdibe (wek eatate ‘xwarin’).

Eger di zimanî de hem awayên ‘birist’ (rêzikî, nizamî) û ‘bêrist’ (xeyrî-rêzikî, ne-nizamî) hebin, rênivîs dikare di navbera du awayên heyî de tercîha xwe bi ya birist ve bide, ne bi ya bêrist ve. Bo nimûne, forma dema borî ya lêkera înan an anîn di lehceya behdînî de birist e (dema niha în-, wek diînim, dema borî îna-, wek min îna), lê di kurmanciya mayî de bêrist e (dema niha în-, wek tînim, lê dema borî anî-, wek min anî). Rêber awayê birist pêşniyaz dike (r. 214). Ev asayî ye. Lê belê, rênivîs nikare bi merema tedbîqkirina qaîdeyekê di hemû astên zimanî de awa û formên di zimanî de neyî durist bike, anku qaîdeyekê wisa giştî bike ku formên di zimanî de nînin jê derbên. Di zimannasiyê de, ji hindek haletên vê yekê re hypercorrection an jî zêde-rastî dibêjin, anku ew xeletiyên ji ber ‘zêde rastkirina’ zimanî çêdibin. Rêber di çendîn mijaran de dikeve nav xetayên wisa.

Bo nimûne, nivîskar ji nav sê-çar formên pirtika dema bê, wek dê, wê, ê, forma wek standard pêşniyaz dike, ku ev pirtik herî zêde di behdînî de heye. Neyîniya (negatîv) dema bê di kurmancî de li dû pirtika dema bê diguhere. Li deverên ku pirtikên wê/ê lê hene, neyîniya dema bê bi pêşgira ne- ye û pirtik jî heye, wek ez ê neçim. Lê belê li wan deverên ku pirtika li kar e, neyîniya lêkerê bi pêşgira na- ye û pirtika dema bê nayê bikaranîn, wek ez naçim (ne ku ez dê neçim). Lê Rêber van her du awayan li hev dixe û bikaranîneke dureh ya wek ez dê neçim wek standard pêşniyaz dike, ku, bi qasî tomarên me yên lehceyên kurdî nîşan didin, di ti lehceyeke kurdî de nîne. Dîsa, neyîniya her du lêkerên karîn û zanîn bêrist e û bi pêşgira ni- çêdibe, wek nikarim, nizanim. Gava nivîskar neyîniya awayê dema bê ya van lêkeran dide, hevokên wiha dertên ez dê nizanim. Lê ti kurmancî-zimanek hevokeke wiha nabêje; jixwe di hemû lehceyan de pêşgira negatîv ya raweya subjonktîv (ku dema bê jî pê durist dibe) ne- ye, lewma li vir lêker divê wek nezanim û nekarim be,[xviii] ku jixwe ew jî bi pirtika ve nayêne dîtin lewre û neyîniya lêkeran bi hev re nayêne bikaranîn (mutually exclusive).

Her dîsa, pêşgira raweyê bi- ji bo duristkirina forma subjonktîv (raweyên şert, daxwaz, hd.) tê bikaranîn (wek de em biçin). Lê di kurdî de (kurmancî û soranî), lêkerên ku bi pêşlêkeran durist bûne (vexwarin, dagirtin) vê pêşgira bi- hilnagirin. Lewma mirov dibêje ez ê/dê avê vexwim û kes nabêje ez ê/dê avê vebixwim. Lê li dû qaîdeya Rêberê divê ev awayê neyî bibe standard û em bêjin û binivîsin ez dê rûbinim, ez dê derbikevim, ez dê vebigerînim (rr. 186–187). Diyar e nivîskar nikare hebûna rewşên wiha istisnayî (ku bê guman hemû van ‘istisnayan’ raveyên zelal ên zimannasî hene, bn. jêrnot xviii) qebûl bike, lewma qaîdeya danayî li hemû lêkeran tedbîq dike û dibe sebeb ku bikaranîneke ku di zimanî de nîne durist bibe.

Axirî, li hin herêmên kurmancîziman (bn. Mêrdîn) paşgireke serbixwe ya nebinavkirinê ya pirjimar heye wek -in. Li cihê ku di devokên din ên kurmancî de terkîba navdêrên pirjimar, çi binavkirî bin çi nebinavkirî bin, bi veqetandeka pirjimar -ên çêdibe (wek hin kitêbên stûr), di van devokên xwedanê paşgira nebinavkirinê -in’ê, terkîb bi rêya paşgireke cuda -e’yê çêdibe, wek hesp-in-e delal an zarok-(i)n-e baş. Nivîskarê Rêberê vê rastiya meydanê piştguh dike û dibêje ku heman paşgira -ên ya navdêrên binavkirî divê li vir jî bê bikaranîn, anku mirov bêje/binivîse hesp-in-ên delal an zarok-in-ên baş. Ev der ne cihê pêdeçûnên zimannasî yên dûdirêj e, lewma nîqaşa pênaseya van paşgiran yek bi yek li aliyekî, nivîskar bi vê pêşniyaz û standarda xwe dîsa karekî keyfî dispêre paşgira -ên ku di axiftina ti kurmancîzimanekî de û di ti devokekê de nayê dîtin. Di van her sê nimûneyan de Rêber ji bo danîna qaîdeyên rênivîsa kurmanciyê ji rastiyên zimanî yên li meydanê dûr dikeve, bikaranînên bidestçêkirî û bêbingeh wek norm û qaîde pêşniyaz dike, ku bi nezera min rêya duristbûna standardên kurmancî divê bi ti awayî ji îmkanên zimanî bi xwe dernekeve.

Nimûneyên zêde-rastkirina zimanî herwiha di şiklê bikaranîna zimanî ya Rêberê de jî têne ber çavan. Bo nimûne, di vê hevokê “…, merivî dê nikarîbûya bibûya xwedîyê agahdarîyeka weha” (r. 197) tewanga li ser ‘meriv’ ne durist e, divê lê nebe, lewre kirdeya lêkereke têneper e. Dîsa, di kurmancî de sifet (bi maneya xwe ya sentaksê) nayêne tewandin, lê di vê hevokê de “Heger beşekê lêkerên hevedudanîyê tewandî be” (r. 210), ‘hevedudanî’ sifet e lê tewandî ye jî. Heman tişt ji bo peyva tewanga ‘tirkî’ ya “di dawiya gotinên tirki de” (r. 113) jî lê ye. Dîsa di vê hevokê de, “Gava ku nivîsîna wan dengên erebîyê ji bo hin xebatên zanistîyê pêwîst be (…)”, her du peyvên ‘erebî’ û ‘zanistî’ jixweve hatine tewandin (r. 91). Pêgiriyeke wisa hişk bi tewangê diyar e bûye sebeb ku li cihên ne lazim jî bê bikaranîn. Axirî, cihnava muteqabiliyê di Rêberê de misteqir wek hevûdin hatiye, di demekê de di hemû lehceyên kurmanciyê de ev bi şiklê hevdu/hevdû/hevdî ye û ez ne bi devkî ne jî di ti tekstên edebiyata devkî de li hevûdin’ê rast neketime, ku jixwe muqabilê wê yê behdînî jî yekûdû/yekûdu û pir kêm jî yêkdî ye. Eger di kurmanciyê de ev hevdu û yekûdu be, rênivîs nikare ji ber ku beraqiltir e û bêtir li mentiqa zimanên din (ingilîzî, frensî, farsî, hetta soranî) tê forma hevûdin bide pêş.

 

Xulase

Li dawiya vê behsê, ji hilsengandina Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydoganî em têdigihin ku nivîskar rênivîseke kûr ji bo kurmanciyê pêşniyaz dike, ku li gor wê awayên bingehî yên peyv û forman di nivîsînê de dê bibin qaîde û guherînên ku ji ber sebebên cuda di awayên gotinê de rû didin di nivîsînê de nayêne nîşandan. Bê guman ji bo zimanekî wek kurmancî, ku pir e ji cudatiyên devok û lehceyan, ev rêya maqûl e; lê belê, di Rêbera Rastnivîsînê de kêmasiya mezin belkî ew e ku ti tehemila cudatî û bêristiyên navxweyî yên di nav kurmanciyê de nayê kirin, li dêvila vê, qaîdeyên destnîşankirî bi rengekî mêkanîk li ziman tên tedbîqkirin ku ev yek carinan bi xwe re rêzimaneke çêkirî an teyînkirî tîne. Herçend di vê nivîsarê de xêr û bexş û aliyên wê yên musbet qewî hatibin piştguhkirin jî, Rêbera Rastnivîsînê wek çavkaniyeke sîstematîk a qaîdeyên zimanê nivîskî yê kurmancî dê bi kêrî gelek şexs û dezgehan bê, lê ji ber çendîn pêşniyazên kêşesaz û raveyên ji aliyê zanistî ve neqanihker –ku çendek jê di vê nivîsarê de hatine nîqaşkirin– dibe ku bi pêdaçûn û hin guhartinan dewlemendtir bibe.

Ergin Öpengin
Dr., Beşa Zimannasî
Zanîngeha Boğaziçi, Stenbol
e-mail: ergin.opengin@boun.edu.tr

____________________

Paşnot:

[i] Ji bo behseke puxteyî û muqayeseyî bnr. Yaron Matras û Gertrud Reershemius. “Standardisation beyond the state: the cases of Yiddish, Kurdish and Romani,” tê de: Standardization of National Languages, ed. Utta von Gleich û Eckhard Wolff (Unesco Institute of Education Reports 5/1991), 103–123.

[ii] Kurmancî (Hejmar 1–40): Rojnameya taybetî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê li ser pirsên zaravayê kurmancî (Stenbol: Avesta, 2010).

[iii] Bn. Sami Tan. Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî (Stenbol: Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2005).

[iv] Arif Zêrevan. Bingehên Rastnivîsandina Kurdiyê (kirmancî). (Stockholm: Nefel, 1997).

[v] Mistefa Aydogan. Rêbera Rastnivîsînê. (Stenbol: Rûpel, 2012).

[vi] Florian Coulmas. Writing Systems: An Introduction to Their Linguistic Analysis (Cambridge: Cambridge University Press, 2003), 35. Frank Seifert. “Orthography development,” tê de: Essentials of Language Documentation, ed. Joost Gippert, Nikolaus P. Himmelmann, û Ulrike Mosel (Berlin: Mouton de Gruyter, 2006), 277.

[vii] Hindek çavkaniyên akademîk û emelî ev in: Coulmas, Writing Systems; Seifert, “Orthography development”; Anthony Liddicoat. “Corpus planning: syllabus and material development,” tê de: Eli Hinkel ed. Handbook of Research in Second Language Teaching and Learning (Mahwah: L. Erlbaum Associates, 2005), 993–1012.

[viii] Bnr. Coulmas, Writing Systems, 101–102; Seifert, “Orthography development,” 279.

[ix] David L. Share. “Alphabetism in reading science,” Frontiers in Psychology 5 (2014): 24.

[x] Bnr. David Neil MacKenzie. Kurdish Dialect Studies (Oxford: Oxford University Press, 1961), 30–32.

[xi] Wisa diyar e ku di hin nusxeyên Nûbehara Biçûkan ya Ehmedê Xanî de jî heman ev peyv (û çendekên din) bi şeddeyê hatiye nivîsîn. Bnr. Kadri Yıldırım (Analiz ve Şerh). Nûbehara Biçûkan : Arapça-Kürtçe-Arapça Sözlük. (Stenbol: Avesta, 2008), 148, 210.

[xii] Lenore A. Grenoble û Lindsay J. Whaley. Saving Languages: An Introduction to Language Revitalization (Cambridge: Cambridge University Press, 2006), 141.

[xiii] Celadet Alî Bedir-Xan. “Bingehên Gramêra Kurdmancî,” Hawar 28 (1941) (Stockholm: Nûdem, 1998), 714.

[xiv] Heman qaîde û rave di nivîsara C. A. Bedirxan de jî heye, bnr. Bedir-Xan. “Bingehên Gramêra Kurdmancî,” 713.

[xv] Celadet Alî Bedir-Xan. “Bingehên Gramêra Kurdmancî,” Hawar 28 (1941), 713–716.

[xvi] Bi min ev têrma ‘veqetandek’ ji bo -ek’a paşgira nebinavkirinê minasib e, ne ji bo paşgirên ‘îzafe’yê (-ê, -a, -ên). Lê ji bo ku nelihevî li gel kitêba li ber nirxandinê çênebe ez dê bi heman awayî van têrman hilînim.

[xvii] Bide ber metnên ji herêma Mêrdînê di vê xebatê de: Helmut Ritter. “Kurmanci-Texte aus dem Tur’abdin (Teil I).” Oriens 21–22 (1971), 1–135.

[xviii] Hîpotêza min ji bo sebebê pêşgira negatîv ya neristî ni- bi van du lêkerên karîn û zanîn re yeka fonolojîk e: Bi rengekî asayî an jî birist, forma dema niha ya lêkeran (yên ne-subjunktîv) bi pêşgira na- çêdibe (wek nakim, nabim), lê di kîteya pêşî ya van her du lêkeran (karîn, zanîn) de jî dengê a heye. Di awayê ferazî yê birist de lêker dê wiha bûya: na-karim û na-zanim. Anku di du kîteyên pêşî de heman deng dê hebûya. Ji bo berîgirtina vê yekê, dengê pêşgira negatîv bûye i, wek ni-, anku prosesa cudakirin an jî bi îngilîziya xwe dissimilation qewimiye. Heman guherînê an cudakirinê di hindek devokên behdînî de mirov ji bo lêkera nasînê jî dibîne, lê vê carê pêşgir ne- ye, wek ez wî nenasim, li şûna ez wî nanasim.

_________________________________________

Bîbliyografî

Aydogan, Mistefa. Rêbera Rastnivîsînê. Stenbol: Rûpel, 2012.

Bedir-Xan, Celadet Alî. “Bingehên gramêra kurdmancî.” Hawar 28 (1941), Stockholm: Nûdem, 1998.

Coulmas, Florian. Writing Systems: An Introduction to Their Linguistic Analysis. Cambridge: Cambridge University Press, 2003.

Grenoble, Lenore A. û Lindsay J. Whaley. Saving Languages: An Introduction to Language Revitalization. Cambridge: Cambridge University Press, 2006.

Kurmancî (Hejmar 1–40): Rojnameya Taybetî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê li ser Pirsên Zaravayê Kurmancî. Stenbol: Avesta, 2010.

Liddicoat, Anthony. “Corpus planning: syllabus and materials development.” Tê de: Handbook of Research in Second Language Teaching and Learning, bi edîtoriya Eli Hinkel. Mahwah: L. Erlbaum Associates, 2005.

MacKenzie, David Neil. Kurdish Dialect Studies. Oxford: Oxford University Press, 1961.

Matras, Yaron û Gertrud Reershemius. “Standardisation beyond the state: the cases of Yiddish, Kurdish and Romani.” Tê de: Standardization of National Languages, bi edîtoriya Utta von Gleich û Eckhard Wolff, 103-123. Unesco Institute of Education Reports 5/1991.

Ritter, Helmut. “Kurmanci-Texte aus dem Tur’abdin (Teil I).” Oriens 21–22 (1971), 1–135.

Seifert, Frank. “Orthography development.” Tê de: Essentials of Language Documentation, bi edîtoriya Joost Gippert, Nikolaus P. Himmelmann û Ulrike Mosel. Berlin: Mouton de Gruyter, 2006.

Share, David L. “Alphabetism in reading science.” Frontiers in Psychology 5 (2014): 23-25.

Tan, Sami. Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî. Stenbol: Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2005.

Yıldırım, Kadri (Analiz ve Şerh). Nûbehara Biçûkan : Arapça-Kürtçe-Arapça Sözlük. Stenbol: Avesta, 2008.

Zêrevan, Arif. Bingehên Rastnivîsandina Kurdiyê (kirmancî). Stockhol

 

Leave a comment