Ferhenga Têgihên Hiqûqî

ferheng-mafnasiye

Li Amedê di 25ê Kanûnê de Ferhenga Têgihên Hiqûqê bi merasîmekê hat nasandin.

Ev xebat ji hêla Baroya Amedê û Weqfa Mezopotamyayê ve hatiye kirin. Me jî li ser vê xebatê bi zimannas Dr Mîkaîl Bilbilî re hevpeyvînek kir ku yek ji edîtorên vê xebatê ye û koordînatorê Weqfa Mezopotamyayê ye. Wî pirsên me yên derheqê vê xebatê de bersivand.

Di vê hevpeyvînê de Mikaîl Bilbil ragihand, ev ferheng bi xebateke 4 salan û ji aliyê akademîsyenên Kurd ên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê ve hatiye amadekirin.

Bilbil di vê baweriyê de ye, ku ev ferhneg dê bibe bingeheka baş ji bo xebatên akademîk ên nû.

Rûdaw: Hûn bi kurtahî dikarin behs bikin ku vê xebatê çawa dest pê kir?

Mîkaîl Bilbil: Dema ku gorbihişt Tahir Elçî serokê Baroya Diyarbekirê bû, ji bo çêkirina ferhengeka hiqûqê ya bi hevkarî, biryar hatibû dayîn. Piştî şehîdbûna wî, Baroya Diyarbekir û Weqfa Mezopotamyayê, xwedî li wê biryarê derketin dest bi amadekirinan kir. Wekî gava pêşî jî lijneyek hat avakirin ku hem ji pisporên ziman hem jî yên hiqûqê pêk dihat.

Dema em li lijneya amadekar dinêrin, em dibînin ku ji bîst kesan heşt kes ji Herêma Kurdistanê ne. Gelo tu dikarî hinekî behsa vê yekê bikî?

Bi rastî ezmûna Herêma Kurdistanê ji bo me gelekî giring e. Li wir gelek zanîngeh hene û pisporên hêja yên hiqûqê û ziman peyda dibin. Me jî xwest em ji zanîna wan sûdê wergirin. Loma jî me hem pisporên kurdiya kurmancî hem jî yên kurdiya Soranî dawet kirin. Hinek ji wan pisporên ziman bûn hinek jî yên hiqûqê bûn. Wekî mînak ji Zanîngeha Zaxoyê Ebdulwehab Xalid Mûsa; ji Zanîngeha Duhokê, Bahîz Omer Ehmed; ji Zanîngeha Raperînê, Sebah Reşîd Qadir profesorên ziman bûn. Beyar Tahir Seîd, Ebdullah Casim Receb, Nasih Husên Silêman û Hekar Findî jî dîsa ji Herêma Kurdistanê dihatin û gelekî feydeya wan çêbû. Bi baweriya me, mirov çi xebateka akademîk bike, eger mirov ji tecribeya Herêmê sûd wernegire dê gelekî kêm bimîne. Mala wan ava be, eger ew nebûna dê ev xebat bi vî şiklî pêk nehata.

Baş e, bi kurtahî hûn dikarin behsa naverok û rêbaza çêkirina vê xebatê bikin? 

Wekî hin dizanin çêkirina ferhengên têgihan karekî pir zehmet e. Ji bo zimanên wekî kurdî ku di sed salên borî da hat qedexekirin û geşedana wê derb xwar, ev kar hîn zehmettir e. Loma me biryar da ku pêşî em têgihên sereke yên hiqûqê çêbikin. Ew jî nêzî hezar têgihan bûn û ji têgihên sereke yên hiqûqa medenî, sizayî, giştî, karî, kargêrî û bazirganiyê pêk dihatin. Me di vê çeroweyê da dest bi komxebatan kir û piştî bîst û du komxebat û çar salan ev xebat bi dawî bû. Taybetiyeka vê ferhengê jî ew e ku pênaseyên têgihan û mînakan jî cih girtine. Herweha di ferhengê da ji bilî kurdî, me bergindên têgihan yên îngilîzî, erebî, farisî û tirkî jî dane.

Li gor baweriya we dê ev ferheng bêtir bi kêrî çi bê?

Bi baweriya min ev ferheng dê bibe bingeheka baş ku xebatên din li ser ava bibin. Herçend hezar têgih ne zêde ne, lê ji ber ku yên sereke ne bi hêsanî dikare bê firehkirin. Herweha di dadgehan da gelek caran problemên wergerê çê dibûn û gelek zehmetiyan rû didan û ev xebat dê ji bo vê yekê jî alîkar be.

Xebata we nêzî çar salan dewam kiriye. Xebatên weha demdirêj ne zehmet in gelo?

Bi rastî yek ji serkeftina vê xebatê jî ew e ku bi îstiqrar û bi rêk û pêk çar salan berdewam kiriye. Berî hertiştî ev xebateka kolektîf e û xebatên weha kolektîf di kurdan da kêm in. Bi xêra van xebatan kurd hînî çanda xebata kolektîf dibin. Xebatên kolektîf bê guman ji yên takekesî zehmettir in. Lê me fam kir ku dema samîmiyet û israr hebe, hemû zehmetî ji holê radibin. Hinek ji komxebatên me, sê-çar rojan dewam dikir ku gelek kesan dest ji karê xwe berdidan û dihatin. Lê wekî me got, dema samîmiyet û israr hebe kar gelekî hêsan dibe.

Rûdaw

 

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s