Pirç nîv dinya

Charles Baudelaire

hair-treatment

Bihêle dirêj, dirêj bêhn bikim bêhna pirça te, rûyê xwe danoqînim nav, wek mirovê tînî serê xwe dike nav kaniyê, û wê bi destê xwe bilivînim, mîna desmalek bênxweş, da bîranînan verevînim hewa.

Xwezî te bizaniya ka çi hemû tiştî dibînim! ka çi hemûyê hest dikim! ka çi hemûyê di nav pirça te de dibîzim! Canê min li nav bêna xweş digere wek çawan canê yên dî di muzîkê de.

Di nav pirça te de tevavek xewnan hene, tijî baberik û stûnên keştiyan; di nav de deryayên mezin hene ku bayên wan yên pasat min berev seqayên dilhebîn dibin, dibin devera esman lê şîntir û kûrtir, navçeya bêna fêkî, pelan û leşê mirovan ji hewa tê.

Di deryaya pirça te de keştîgehek dixwiye ya mişt e ji stranên xemgîn, ji giregirên hemû neteweyan û ji keştiyên ji hemû dirûvan yên wek avaniyên delal û pirrcore diteyisin li hember esmanê bêsinor, warê germiya herherî.

Di destdana li pirça te hest dikim bi heman rûzerbûnê mîna li odeka keştiyek bedew, li ser dîwanê, li gel borîna demên dirêj, dema hatin û çûna deryayê li keştîgehê bêyî bêt dîtin dihejiya, li nav zembîlên gulan û şepîna ava hînikker.

Li agirgeha geş ya pirça te bên dikim bêna cigareyê ya afyon û şekir têkil; di şeva pirça te de dibînim şîniya esmanê tropîk bêdawî tîrojan dide; li dûlikên bipûrt yên pirça te sermest dibim ji bênên zeytên gûza hindê, miskê û qetranê.

wergerandin: Husein Muhammed

Evîn û dem

Bijartin û wergerandin: Husein Muhammed

Bringing-Peace-Love-and-Happiness-to-the-world-one-installation-at-a-time.1__880

Aleksis Kivi

Tê bîra min ew geliyê evînê

 

Tê bîra min ew geliyê evînê

– ma dê çawan ji bîrê biçe –

geliyê ez û zeriya xwe lê

di himêza hev de rûniştî

wê roja nerm ya havînê

ya di ber me re dilezî.

Li ber sîbera gûzê

em di nav giyayî de rûniştî bûn

û robarê em li hindavê

li ber tîrojan diteyisî.

Li rexê din yê beravê

pesnelawij bi dengekê bilind

ji peristgehê berz dibûn

û çeng ji warê xwedayan dizengîn.

Û çiyayê dûr

yê li pişt baniyên jorîn

wek biheştê dixwiya

– hemû xewn û xeyalên evînê bûn

ji ber ku yara min

di himêza min de bû

û dengê çengan

ji warê yezdanan dizengî.

Lê bêpêjn bû yara min a şermîn

û berê xwe dida bilindahiyan û rondikek

li gepa wê dibiriqî dema destê min

winda bû nav şeva tarî ya pirça wê.

Wisan bextiyarane me roja xwe

ya evîndaran li geliyî borand,

li ber sîbera gûzê

di himêza hev de rûniştî

û êvara payizê

bi lez di ber me re lezî,

êvara yekşemeka nerm û hênik.

——————–

William Shakespeare

Sonet 18

Ma te bidim ber rojeka havînê?

Tu nerm û narîntir î:

hireba bişkojên delal yên biharê direcifînin

û hevpeymaniya li gel havînê jî kurt e,

çavê esman, roj, jî carinan zêde kel e

û pirî car geşiya wê jî tarî dibe…

Ji bêdestî yan jî li ber çerxa siruştê

wisa kêm dibe bedewiya her tiştî carekê.

Tenê havîna te herdemî ye,

ne diçe û ne jî spehîtiya wê jê dibe

û Mirin nikare bibêje ku li ber sîbera wê

digerî madem di helbesta herherî yî:

Hindî çav bibînin yan dil lê bide,

ev helbest dê bijî û te jî vejîne.

Read More »

Bide pey xewnên xwe!

Husein Muhammed

simyager

”Sîmyager” çîroka xortekî endelûsî yê şivan e ku mal û maliyeta xwe bi cih dihêle û bi pey xewn û xeyalên xwe dikeve. Ew ji Spanyayê ber bi Bakurê Afrîkayê bi rê dikeve û dixwaze xwe bigihîne gencîne û xezîneyekê ku ketiye serê wî ku li ber pîramîdên Misrê li benda wî veşartî ye.

Bi ser ve, di asta fizîkî de, Santiago, lehengê serekî yê romanê, ji Spanyayê xwe digihîne Mexrîbê, piştî demeke dirêj ya karkirinê li wê derê, ji wir jî ber bi Misrê bi rê dikeve û demekê jî neçar e ku bi rê ve li şêngeheke deştê (weha) asê dimîne. Lê di bin ve, di asta felsefî de, ew berdewam di xwe de li xwe digere. Sîmyager, lehengê ku Santiago lê digere û peyda dike, me fêr dike ku gencîneyên zêr û zîvan ne li deşt û çolan, lê di kûraniyên û çalên dilan de veşartî ne. Evîn ew hêz e ku canê cîhanê dixemilîne û dikemilîne. Ger em qenciyê bikin, her tiştê derdora me jî dê qenctir bibe.

Nivîskarê brezilyayî Paulo Coelho bi leza bayekî cihekî bilind ji xwe re di nav hezkirîtirîn nivîskarên cîhanê de girtiye. ”Sîmyager” (O alquimista, 1988) navdartirîn romana wî ye û heta niha tek pirtûka wî ye ku li kurdî hatiye wergerandin. Di heman demê de ew wergerandîtirîn berhema nivîskarek hê zindî ye jî. Lê Coelho (bixwîne: Koêlyo) bi gelek romanên xwe yên din jî tê hezkirin, bi taybetî (Li ber çemê Piedra rûniştim û girîm” (Na margem do rio Piedra eu sentei e chorei, 1994), ”Veronika birryar dide bimire” (Veronika decide morrer, 1998), ”Şeytan û sitî” (O demônio e a srta, 2000), Zahir (O Zahir 2005) û ”Yê biserketî bi tenê ye” (O vencedor está só, 2008).

”Sîmyager” ji aliyê Zeynel Abidîn [Han] (ku divê bi Zeynel Abidîn Zinar/Kaya re neyê tevlihevkirin!) ve li kurdî hatiye wergerandin û ji Weşanên Evra li Almanyayê belav bûye (çapa yekem 2003, ya duyem 2004). Nehatiye diyarkirin ka pirtûk, ku bi portugalî (portekîzî) hatiye nivîsîn, bi rêya kîjan zimanî hatiye kurdîkirin. Lê ji zimanê romanê dixwiye ku ew ji ber wergera tirkî hatiye wergerandin. Ji awayê nivîsîna navê hin kes û cihan jî herwiha diyar dibe ku wergera tirkî jî ne yekser ji portugalî lê bi rêya frensî hatiye kirin û wan navan (ku bi pirranî erebî ne) li gor rastnivîsîn frensî di wergera tirkî û ya kurdî de cih girtiye.

Wergerandina romana ”Sîmyager” li kurdî hewldaneke hêja û hejî pesndanê ye. Wergêr Zeynel Abidîn bi karê xwe eşkere kiriye ku zimanê kurdî bêasteng bi kêrî ramanên felsefî û alegorîk jî tê. Mixabin wergêr carinan zêde daye pey mentiqa zimanê tirkî û bi taybetî jî di peyvên ji erebî deynkirî de li cihê ku di tirkî de dengê ”ü” tê nivîsîn wî ”û” ya kurdî bi kar aniye (*mûmkûn, *mûkemmel, *mûhteşem, *mûşawir) tevî ku ew dengê tirkî û yê kurdî gelek ji hev cuda ne û di kurdî de ”u” dê pirr maqûltir ba (mumkun, mukemmel, muhteşem, muşawir). Lê ji ber hin kêmasiyên rêzimanî û bi taybetî rastnivîsiyê divê mirov xwe ji xwendina vê romana bihagiran venedize û bêpar nehêle.

Paulo Coelho: Sîmyager. Werger: Zeynel Abidîn [Han]. Evra, Berlîn 2004. 160 rûpel.

Têkbiriyên îro serfirazên sibê ne

Bertolt Brecht 1898–1956

Bertolt Brecht

Neheqî îro bi gavên jixwebawer pêş dikeve.
Zordar cihê xwe xweş dikin da ku dehhezar salan serdestiyê bikin.
şidet dide bawer kirin: tiştê heyî dê bimîne.
Ti dengek jî nayê ji bilî dengê serdestan
û li bazaran neheqî dibêje: ev hê destpêk e.

Gelek ji bindestan niha dibêjin:
têkoşîna me dê ti car bi ser nekeve.
Lê yê ku nemiribe, bila ti car nebêje: ti car!
Tiştê bêguman ne bêguman e.
Tiştê heyî namîne.
Piştî ku serdest axivîn,
dora peyivîna bindestan e.

Kî diwêre bibêje: ti car!
Ma berdewamiya zordariyê ji kê ye? Ji me bi xwe ye.
Perçiqandina zordariyê bi kê ye? Ew jî bi me bi xwe ye.
Yê ku bêt xistin, dê rabe!
Yê ku hinda bûbe, dê li ber xwe bide!
Ma çi dikare wî zeft bike yê ku rewşa xwe fehm kiribe?
Ji ber ku têkbiriyên îro dê serfirazên sibê bin
û “ti car ne” ev e: hê îro!

wergerandin: Husein Muhammed

Ya ku bihar û dar bi hev re dikin

Pablo Neruda

tumblr_mh4xr4Zzk11rgao3jo1_500

Hez dikim wê li gel te bikim ya bihar û dar bi hev re dikin
Spêdê ta êvarê bi her ronahiyê dilîzî.
Tu bi nazikî tê, xwe radipêçî nav gul û gulavê.
Pirrtir î ji vî serê spî
yê mîna wîşiyek tirî her roj di dest min de.

Ji gava min ji te hez kiriye êdî naşibî ti kesî.
Ka ez te danim nav gurzên gulên zer.
Kî navê te bi tîpên mijî
li nav stêrên başûr dinivîse?
Wey, ka rê bide bînim bîra te ka çawan bûyî
dema hê nebûyî.

Ji nişkê ve ba dest bi zûrînê dike û li pencereya min ya girtî dide.
Esman torrek tijî masiyên tarî ye.
Li vir hemî ba hevrikiyê dikin, hemî.
Baran xwe vedişelîne.
Read More »

Gulbijêrkek aforîzma ji fîlozofekî geşbîn

Axel Fredenholm

Lao Zi

Wêrek û jixwebawer be. Çi li te biqewime, bo başiya te ye: tu tijî hêz û şiyan î lew divê canê te yezdanî be û ramanên te berev berzî û bilindiyê bin û dilê te ji evînê re vekirî be. Yê bikare xwe, padişahê dewletek mezin e.

***

Hêvî kaniyê dibîne,
bawerî avê jê tîne
û avdera yên tî evîn e

***

Mirovên ji şaşiyan ditirsin, mezintirîn çewtiyan dikin.
Read More »

Heman pêl, heman raman

Johan Ludvig Runeberg (1804–1877)
runoilija_johan_ludvig_runeberg_muokattu
Heman pêl
Çend pêl şilqa xwe li tengavê didin,
çend raman tîrên xwe li dilî?
Direvin – lê dîsan jî dimînin,
dimirin – û dîsan jî diafirin,
nû ne lê dîsan jî eynî ne,
ji hev cuda ne lê dîsan jî dişibin hev!Heman derya, heman ba,
radikin,
ji heman sîngî bilind dibin
û heman evîn wan gurr dike.Maça pêşîn

Bersiva keça esmanî ya şermîn wiha bû:
“Refa firrişteyan li erdê dinere
û wêneyê bextiyariya xwe lê dibîne;
tenê mirin berê xwe jê digire – û digirî.”

Keçika rengguhêrr

Keçik ji bal evîndarê xwe hat,
destên wê dişewitîn.
Dayikê jê pirsî: “Çima destên te wisan dişewitin?”
Keçikê got: “Min sorgul şinîn,
destên xwe bi stirîkên wan birîndar kirin.”

Carek din keçik ji bal yarê xwe vegerrî,
lêvên wê ji şewatê sor bûn.
Dayikê jê pirsî: “Keça min, çima lêvên te
wisan sor dişewitin?”
Keçikê got: “Min dirrîkên daristanê xwarine,
lêvên xwe bi wan sor kirine.

Carek din jî keçik ji bal evîndarê xwe hat,
rûyê wê bêreng bû.
Dayikê jê pirsî: “Çima xwîn ji rûyê te reviye, keça min?”
Keçikê gotê: “Min bingorr bike, dayê can!
Min veşêre bin axê û li ser kêla min
tu wiha binivîse:

Carekê keçik destsor hat malê,
ji destên evîndarê wê xwîn hatibûyê.
Carekê keçik lêvsor hat malê,
devê wê li nav maçên evîndarê wê mabû.
Taliyê keçik rûbêreng hat malê,
bêsoziya evîndarê wê xwîn jê biribû.”

Mayîndetiya evîna pêşîn

Tevî ko moriyên pêşîn yên robarî dişkên,
tevî ko gulên pêşîn yên biharê diçilmiisn jî,
evîna te ya pêşîn, dilê xort
ji her tiştî dirêjtir dimîne.

Evîna ji nişkê ve

Lawik gihişt pazdesaliyê
lê her nedizanî ko evîn heye;
hê pênc salên din jî jiya
bêyî ti evînê li dinyayê bibîne.
Ji nişkê ve keçek psehî hat,
û ya jiyanê bîst salan lawik fêr nekiribû,
bi awirek nerm dayê.

Li ser gorra evîndarî

Pelên du darmaziyan li hindavî gorrekî dihejin.
Ji mêj e bi destên ji xeman lerizok
evîndarê lawikê xwe yê sozdar binax kiriye.
Niha li ber siya maziyan dilîzin çend zarrok
yên wê bi mêrek din re taşandine;
gulan diçinin û pelatînkan digirin.

Tenê bi maçan dijî

Pencera delal min vekirî ye;
xwezî ez teyrikek xerîb bam,
ez ê niha bifirrîma bal wê,
wê dê ez girtibam rekehekê,
dê tirarek avê û amanek tomikî daba min.
Lê min ê jê re bigota:
“Keçikê, ne hewceyî avê me,
ne tomikî! Bizane, delalê,
teyrikê te yê kêfxweş tenê rondikan vedixwe,
tenê bi hemêzan dijî,
tenê bi maçan tê vejiyandin.”

Daxwaza maçê

Dema di nav xeyalên xwe de li ber kanîkê rûniştî bûm,
min bihîst maçekê li ser lêvên min
ji yek din re wiha got:
“Binere, tê, binere, keça şermîn tê,
haha ez ê pal dim ser lêvên wê yên sorgulîn:
û ew sozdar e,
dê hemî rojê min hilgire,
xwezî tam neke dirrîkên daristanê
da min bi şerbeta wan gêj neke,
xwezî ava kanîkê venexwe
da min bi lêva piyalê ve nemerriçîne,
xwezî bi peyvekê jî basa evînê neke
da min ji devê xwe yê sorgulîn venerevîne.”

Rev ji evînê nîne

Dayikê gilî li keça xwe kirin:
“Keçê, min got li evînê hişyar be
lê diyar e gotinên min bêkêr bûn.”

Keçikê gotê: “Dayê, ne zalim be!
Ger deriyê xwe bigirim da wê nebînim,
ew dê di pencerê re bi her tîrêjê re bifirre hindirr;
ger bimeşim û xwe jê bidim alî,
ez dê bi her bêna bayî re axînên wê bibîzim;
ger çav û guhên xwe lê bigirim,
ew dê yekser bikeve nav dilê min.”

Ferqa min û çivîkê

Çivîka li ber pencerê çî-çî dikir dît
ka çawan xemgîn rûniştî bûm,
bi nermî nikilê xwe li camê da û got:
“Lawiko, çima wa xemgîn î, kêfa xwe bîne!
Bi tomikê bihar li çergehan peyda dike,
bi dilopa ji keviya berfê dihele
û bi çîv-çîva evînê ya dildarê xwe
ez mîna xwedayan dilşad, dewlemend û bextiyar im.”

Lê çivîkê, ka bêje, ma min jî çeng hene
ku mîna te ji welatekî bifirrim yek din?
Yan ma min dengê te heye
ku stiranên evînî bibêjim, û hê jî –
bêwec ji tenişt xwe li dilberê digerrim!

Tenê di xewnê!

Westiyayî çûm nav nivînan
da di xewê de xem û bêrîkirina xwe ji bîr kim
lê xewn hat ser balîfkê min û pistî guhê min:
“Rabe, zeriya te ya delal hatiye,
çavên xwe veke û bi maçan pêşwaziyê lê bike!”

Û tijî şadî awirên xwe digerrînim:
Ka xewn? Winda bûye mîna mijê.
Ka zerî? Li pişt çem û çiyayan.
Ka maç? Tenê di xewnê ye, ax!

Hêlayî

Qirş li rex qirşî,
kakil li rex kakilê di simbilê de veşartî,
wisan her peyva te çandî
di dilê min de şên bûye.
Nankoro, stemkaro,
cotkar berhemê xwe didirû
lê tu tenê tovî diavêjî
û berhemî bo teyrikên esmanan,
bo zivistanê û bayên wê dihêlî.

Xem û xweşî têkil

Xem û xweşî
herdu di dilê min de dijiyan,
xem di çaviyekê ve,
xweşî di yek dî.
Lihevnehatî, jihevveqetandî
yek serdarî aliyekî bû,
ya din desthilatdarî aliyê din.

Dema paşî dilbera min
hat ket dilê min,
diyar e wê derî vekirin
û xem û xweşî gihandin hev,
niha xema min xweşî ye
û xweşiya min bi xeman dagirtî ye.

Canê keçikê şêlî neke

Keçik li perava robarî rûniştî bû
û piyên wë di avê de bûn;
teyrik ji hindav serî stirî:
“Keçikê, ava robarî şêlî neke,
zelaliya esmanî êdî tê re diyar nabe!”

Keçikê berê xwe da jor,
rondik di çavan got:
“Tu xema robarî nexwe,
ava wî dê aniha zelal bibe.
Dema te cara pêşîn
ez li vir li ber xortekî rawestiyayî dîtin,
te ji wî re got:

‘Canê keçikê şêlî neke,
êdî pak nabe, êdî qet
zelaliya esmanî tê re nateyise.'”

Şevek havînê

Li deryaçeyek aram ya nav daristanê
hemî şeva havînê di belema xwe de rûdiniştim
û min torra xwe diavêt nav pêlan
bêyî ko qet biramim û bipûnijim.
Mîna li ber mirinê be
çivîkek li peravê bênavbirr distirî
ta lê xeyidî min bang kirê:
“Baştir e nikilên xwe bikî di nav çengên xwe re
û stiranên xwe bo spêdê bihêle.”

Lê çivîka bêtirs bersiva min da:
“Lawiko, bela xwe ji şoka xwe veke.
Ger çavekî li av û deravên dor xwe bigerrînî,
tu jî dê hemî şevê bistirî.”

Û min serê xwe rakir,
ronahiya bejayî û bilindahî girtibûn,
ji esmanan, pêl û peravan
yara min ket dilê min,
û mîna çivîka daristanê gotibû
min jî di cih de dest bi stiranan kir.

Aramiya jidestdayî

Diya min gelek car digot min:
“Keça min, te du gencîne hene,
wan bo rojên nexweş biparêze,
pakî û aramiya xwe bisitirîne!”

Dayê, min aramiya xwe ji dest daye;
madem min divê wê dîsan bibînim,
nebêje min wî ji bîr bike
yê gencîneya min pê ye,
tenê li gel wî, jina wî,
dikarim dîsan aramiya xwe wergirim.

Dilbijîn

Li keçikan dinerim,
tiştek din nabînim,
dixwazim ya spehîtirîn bibijÊrim
lê xwe gîro dikim.

Yek çavgeş e,
ya din gepsor,
ya sêyê lêvdelal,
ya çarê dilgermtir e –
min şad û şêt dike.
Naxwazim yekê jî bihêlim;
xwezî min bikariya dev daba tevan!

***

Wergerandin: Husein Muhammed

Read More »

Dengnasî: dirûvên dengan di zimanî de

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 2

——————–

George Yule

ji inglîzî: Dilyar Amûdî

DilyarAmudi

wêne: wergêr Dilyar Amûdî

 

Uans appona taim uas tri berres; mamma berre, pappa berre, e beibi berre. Live inne

contri nire foresta. NAISE AUS. No mugheggia. Uanna dei pappa, mamma, e beibi go bice, orie e furghetta locche di dorra.

         Bai ene bai commese Goldilocchese. Sci garra natingha tu du batte meiche troble. Sci puscia olle fudde daon di maute; no live cromma. Den sci gos appesterrese enne slipse in olle beddse.

 

Bob Belviso, quoted in Espy (1975)

Di beşa pêş de[1], Me, li ser asta mekanîzma dengjenînê [2]ya buhirka dengî ya mirovî, li awayê fîzîkî yê derxistina dengên axiftinê vekola. Ew tûjandin bi xêra rastiyên seyr yên taybetmendiyên zimanî pêkan bû. Gava ku me behsa buhurka dengî dikir, me hesab nedikir, gelo ew kesê ku em qala wî dikin, ka mirovekî ji rêjeyê ye ku wezna wî 90 kîlo ye û 180 santîm e, yan jî mirovekî hinekî hûriktir e ku 150 santîm e û wezna wî jî 45 kîlo ye. Tevî ku em dizanin ku  buhurka dengî ya van herdû şexsan dê ji hev cuda bin, anku ji aliyê hecim û teşeyî ve. Wek encam buhurka dengî ya herkesî cuda ye û eger em bi awayekî fîzîkî meseleyê binirxînin, her mirovek dengan bi awayekî cuda bi lêv dike. Ev jî tê wê wateyê ku milyon awayên fîzîkî yên cuda hene ji bo bilêvkirina peyveke besît wek me.[3]

 Read More »

Hafizê Şîrazî: Sorgul û Bilbil

Hafiz

Vekin û bixwînin

Helbestên Hafizê Şîrazî (n. 1320/26 – 1389/90) tijî hestên kûr yên evînî ne. Ev evîn dikare hem wek evîna navbera du mirovan û hem jî wek evîna navbera helbestvan û Yezdan yan helbestvan û gerdûnê bêt hesibandin.

Gelek şarezayên Rojavayî dinivîsin ku Hafiz li Rojhilata Navîn ji Shakepeare li Rojava zêdetir tê xwendin û hezkirin. Gelek şareza, hem yên Rojhilat û hem jî yên Rojava, Hafizî wek mezintirîn helbestvanê hemî deman dihesibînin.

Jiyana Hafizî jî mîna helbestên wî bi gelek raz û nehîniyan nixamtî ye. Sedema herî giring ew e ku pirr kêm bûyerên kitekit li ser jiyana wî tên zanîn. Navê wî yê resen Şemseddîn Muhemmed Hafiz bû û dorî 1320 û 1326 li bajarê Şîrazê, li Îrana niha hatiye dinyayê. Hê ew biçûk, babê wî wefat kir.

Diyar e ku Hafiz zewicîbû û kurrek jê re peyda bûbû. Pirraniya lêkoleran, lê ne hemû, bawer dikin ku ew sofî bû. Baweriya wî çi be jî, ew carekê ji alî serekên dînî ve ji Şîrazê hat derkirin ji ber ku helbestên wî wek bandorek xirab li civakê dikin dihatin hesibandin.

Ti çapên diyarkirî ji dîwana Hafizî nînin: di hin dîwanên “temam” de tenê nêzî 500 helbestan hene lê helbestên hinan jî digihin nêzî 1000î. Belkî pirraniya helbestên wî ne “resen” jî bin anku ne wî bi xwe nivîsîbin lê derengtir lê hatibin zêdekirin. Lê dîsan bandora Hafizî li ser wêjeyê û nivîskarên mezin bêpayan e. Hejmarek mezin ji navên gir yên wêjeya cîhanê – mîna Goethe, Emerson, Edward Carpenter û Gide – hemî deyndarên Hafizî ne. Bi taybetî Goethe heyranî Hafizî bû û bi salan mijûlî xwendin û vekolîna berhemên wî bû.

Ev helbest berî niha wek pirtûk di nav Weşanên Nûdemê de li Stembolê hatine çapkirin. Helbestên spehî yên Hafizî hejî zimanê şîrîn yê kurdî ne.

Vekin û bixwînin

Read More »

Komara kurdî ya 1946ê – avabûn û ruxîna wê

Mehabad

Vekin û bixwînin

Dîrok bo ku bibe waneyek ji siberojê re tê nivîsîn. Daku mirov bikare planek baş bo pêşerojê dabine, divê mirov paşerojê analîz û rexne bike û giramiyê bidiyê. Berevajî wêjeya kevneşop di derbareyê kurdan de, ev nivîsar hewl dide ku faktorên navxweyî, yên ku bûn sedemên ruxandina komara kurdî ya 1946ê, zelal bike.

Serokên kurdan, ên ku bi piştgiriya Sovyetistanê bihêvî bûn, biryara dewletek serbixwe ya kurdî dan. Di 22ê rêbendana (2yê rêbendana kurdî -werger) li Meydana Çarçirayê Komara Kurdistanê hat ragihandin û Qazî Mihemed wek serokê wê hat hilbijartin (2). Di 11ê reşemeha (sibata) 1946ê de Qazî Mihemed kabîneya xwe ya ji 14 şalyaran (wezîran) pêkhatî Hacî Baba Şêx jî wek serokşalyarê wê damezirand (3). Şalyar ji serokeşîr, kesatiyên olî û ronakbîrên kurdan hatibûn hilbijartin.

Li dawiya 1946ê Komara kurdî hat hilweşandin. Dema ku Sovyetistan ji herêmê veqetî, Hêzên Îranê xwe bo êrîşek berfireh li hember komara Azerbeycanê û ya Kurdistanê amade kirin. Ew li eniyên Seqizê pêrgî hêzên kurdan hatin lê her carê hêzên kurd bi ser diketin û hêzên Îranê mecbûrî vegerê dikirin. Hingê wan biryara êşîrbirina ser Komara Azerbeycanê, ya ku bo şkandinê asantir bû, da. Bi ruxandina hêzên Azerbeycanê wan ê moralê kurdan jî bişkanda. Hêzek 20-hezarî êrîşî Komara Azerbeycanê kir.

Vekin û bixwînin

Read More »