Cinsgirtina peyvên biyanî di kurmancî de

Husein Muhammed

Wek ku tê zanîn, di kurmancî de du cinsên (zayendên) rêzimanî hene: mê (femînîn) û nêr (maskulîn).

Piraniya navdêran xwedî yek ji herdu cinsên rêzimanî ne. Bo nimûne, ”av, gul, pişt” di kurmancî de mê ne lê ”agir, ser, xanî” nêr in.

Ji bilî peyvên xwemalî yên kurdî, di kurmancî de (wek di hemû ziman û zaravayên dinyayê de), gelek peyvên bi eslê xwe ji zimanên din jî hene. Piraniya peyvên kurmancî yên bi eslê xwe biyanî ji zimanên cîran (erebî, ermenî, farisî, tirkî, aramî…) hatine wergirtin. Vê dawiyê jî gelek peyv ji zimanên ewropî tên wergirtin.

Di hinek ji van zimanan de jî cinsên rêzimanî hene (bo nimûne di erebî, aramî, almanî û fransî de) lê di hinek zimanên din de jî sîstema cinsên rêzimanî peyda nabe (wek mînak di ermenî, farisî, inglîzî û tirkî de).

Peyvên ji zimanên xwedî cinsên rêzimanî tên, carinan cinsê xwe yê rêzimanî di kurmancî de jî wek di zimanê jêder de diparêzin. Bo nimûne, peyva ”dunya” (dinya) di erebî de mê ye û di kurmancî jî cinsê wê her wek peyveke mê tê bikaranîn. ”Opposition” (opozisyon, dijbere, mixalefet) di fransî de peyveke mê ye û wek peyveke mê bi şiklê ”opozisyon” di kurmancî jî cih girtiye.

Lê herdem cinsê rêzimanî yê peyvan di kurmancî de wek di zimanê jêder de namîne. Bo nimûne, ”kitab” di erebî de peyveke nêr e lê di kurmancî de heman peyva ”kitêb, kitab” cinsê mê wergirtiye. Bi heman awayî, ”hôtel” di fransî de nêr e lê gava ku ew wek ”hotêl, otêl” ketiye kurmancî, wê cinsê mê wergirtiye.

Carinan heman peyva bi eslê xwe biyanî di kurmancî de du cinsên rêzimanî wergirtine ku li gor devokan yan tercîha kesan diguherin. Bo nimûne, peyva ”qelem” ya bi eslê xwe ji yûnaniya kevn bi riya erebî ketiye kurmancî. Ew hem bi yûnaniya kevn û hem jî bi erebî peyveke nêr e. Di kurmancî de ew li hin deveran wek peyveke nêr tê bikaranîn (bo nimûne li Behdînan) lê li hin deverên din jî wek peyveke mê tê xebitandin (bo nimûne li Mêrdînê).

Carinan cinsê peyvê heta li ”dor xwe jî ziviriye”. Bo nimûne, peyva ”defter” ya kurmancî dîsa bi riya erebî ji yûnaniya kevn e. Di yûnaniya kevn de ew peyveke mê bû, di erebî de bûye peyveke nêr û gava ku ji erebî ketiye kurmancî, dîsa bûye peyveke mê.

Eger di zimanê jêder de navdêran ti cinsê rêzimanî tine bin, dîsa jî gava ku ew dikevin kurmancî, cinsekî rêzimanî li wan tê barkirin. Bo nimûne, peyva ”kompûter” li nîveka duyem ya sedsala 20an ji inglîzî belavî piraniya zimanên dinyayê bûye û niha di kurmancî de jî cihê xwe girtiye. Wek ku tê zanîn, di inglîzî de navdêran ti cinsên rêzimanî (mê, nêr) nînin. Lê di kurmancî de cinsê mê li peyva ”kompûter” hatiye kirin.

Bi heman awayî bo nimûne di ermenî, farisî, tirkî yan soranî de jî navdêran ti cinsên rêzimanî nînin. Lê gava ku navdêr ji wan zimanan ketine kurmancî, di kurmancî de cinsê mê yan nêr li wan hatiye kirin.

Sebebên guherîna cinsê peyvên wergirtî

Wek ku me li jor diyar kiriye, ”kitab” di erebî de peyveke nêr e û ”hôtel” jî di fransî de peyveke nêr e. Lê gelo sebeb çi ne ku cinsê rêzimanî yê peyvên wek ”kitêb” û ”hotêl” wek di zimanên jêder de nêr nemane û di kurmancî de bûne mê?

Yek ji sebebên serekî yên guherîna cinsê peyvên bi eslê xwe biyanî ew e ku peyv bi piranî bêyî cinsê xwe yê rêzimanî ji zimanekî neqlî zimanekî din dibin. Anku, wek prensîp, her zimanek li gor xwe cinsê rêzimanî li peyvan dike heta eger ew peyv eynî bin jî anku ji zimanekî derbazî zimanekî din bûbin jî.

Di erebî û fransî de cinsê rêzimanî yê nêr serdest e anku piraniya navdêrên wan zimanan nêr in. Lê berovajî wan, di kurmancî de cinsê rêzimanî yê piraniya navdêran mê ye. Loma tiştekî ne ecêb e ku kurmancî li şûna cinsê nêr, cinsê mê li peyvên wek ”kitêb” û ”hotêl” kiriye.

Sebebekî din jî ew e ku gelek caran peyvên bi eslê xwe ji zimanên din – bi piranî yên ji zimanên ne-cîran – ne yekser ji wan zimanan lê bi riya zimanekî cîranê kurdî ketine kurmancî. Bo nimûne, peyva ”hotêl, otêl” ya kurmancî bi ihtimaleke gelekî mezin ne yekser ji fransî ketiye kurmancî lê bi riya tirkî (li hin deran bi riya farisî) ketiye kurmancî. Di haletên wiha de pêşî peyva nêr ya fransî di tirkî (yan farisî) de bûye bêcins û li dawiyê jî di kurmancî de bûye mê.

Kurmancî adeten peyvên ji zimanên din wergirtî dike mê. Bo nimûne, navdêr di farisî û tirkî de bêcins in lê navdêrên kurmancî ji wan zimanan wergirtî hema bêje ji sedî sed di kurmancî de cinsê mê werdigirin. Bo nimûne, ji farisî ”dadgeh, ferheng, rewş, rexne, şoreş…” yan ji tirkî ”aprax/îprex, doşek, koç, oxir/wexer…”

Cinsê hinek peyvên ji mêj ve ji tirkî ketî kurdî jî li gor devokan diguhere. Bo nimûne, peyva ”çax” (dem, wext, zeman) carinan di kurmancî nêr û carinan jî mê tê bikaranîn, wek: ”wî çaxî”, ”wê çaxê”.

Piraniya mutleq ya navdêrên ji zimanên ewropî wergirtî jî di kurmancî de cinsê mê girtiye. Bo nimûne, ”banke, kompûter, otomobîl, sînema…”. Eger hinek peyvên ji zimanên ewropî li hin deverên kurmancî (bi taybetî li Behdînan) wek peyvên nêr bên bikaranîn jî (bo nimûne ”film” yan ”paysikil” anku ”duçerxe, bisiklêt” yan jî ”parleman” anku ”parlemento”), li hinek deverên din yên kurmancî ew peyv jî dîsa wek mê tên bikaranîn.

Herwiha piraniya mutleq ya navdêrên ji erebî jî di kurmancî de wek mê tên bikaranîn heta eger ew di erebî de nêr jî bin. Bo nimûne, peyvên wek ”dikan, hec, îman, îslam, Qur’an…” di kurmancî de mê ne lê eslê wan di erebî de nêr e.

Cinsê hinek peyvên ji erebî di kurmancî de li gor devokan diguhere. Bo nimûne, ”wext, qelem” di hinek devokên kurmancî de jî wek di erebî de nêr mane lê di hinek devokan de jî bûne mê.

Hejmareke kêm ya peyvên ji erebî jî cinsê xwe yê nêr di tevahiya kurmancî de jî parastiye, bo nimûne peyva ”dîn” (ya bi wateya ”bawerî, îman, diyanet, ayîn”).

Di hinek haletên pir nadir de jî cinsê peyvê di kurmancî de nêr e lê eslê wê di erebî de mê ye. Yek ji van peyvên pir nadir ”welat” e (bi soranî ”wiłat”) ku di kurmancî de nêr e lê eslê wê peyva ”wilayet” e ku di erebî de peyveke mê ye. Bi forma xwe ya ”wilayet” ew di kurmancî de jî mê ye.

Gelo ziman sîstemeke dûvdilî û keyfî ye?

Husein Muhammed

Gelo ziman sîstemeke dûvdilî (keyfî, ixtiyarî, arbitrary) ye? Anku gelo qeyd û bendên zimanî li gor keyfa mirovan in?

Gelek kes dê bilezin û vê dîtinê red bikin: Her zimanî sîstema xwe ya rêzimanî heye. Li gor rêzimana her zimanekî hin tişt rast in û hin jî xelet in. Mirov nikare li gor keyfa xwe peyvan bi kar bîne yan jî qeyd û bendên rêzimana heyî biguherîne.

Bo nimûne, fêkiyek heye ku kurmanc jê re dibêjin ”sêv”. Kesek nikare rabe bi kurmancî navekê din yê li gor dilê xwe lê bike. Heke lê bike, yan ev kiryara wî dê wek tiştekê xelet yan jî nefehmbar bê dîtin û hesibandin.

Herwiha, di rêzimana kurmancî de rast e ku mirov cînavê ”ez” li gel peyva ”hatim” bi kar bîne anku bibêje ”ez hatim”. Lê li gor rêzimana kurmancî mirov nikare ”ez” wek kirdeyê lêkera ”hatî” bi kar bîne û bibêje ”*ez hatî”. Stêrka * di vê nivîsarê de li destpêka peyv yan hevokên xelet tê danîn daku ew ji nimûneyên rast bên veqetandin û cudakirin.

Read More »

Zanistî wergêrran

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 2

____________________________________

Diyako Haşimî

werger

Pêşekî

Wergêrran wate wergerrandinî deqêk yan witeyek le zimanî destpêkewe bo zimanî mebest becorê ke karîgeriy zimanî destpêk le xwêner yan bîserî zimanî destpêk bigwêzirêtewe bo xwêner yan bîserî zimanî mebest.

Le rastî da wergêrran debê bebê biçûktirîn xistineser yan labrdinêk bêt, bellam ewe tenha layenî hziriye, çunkû pêkhatey zimanekan pêkewe ciyawaziyan heye û wergêrr naçar debê destkarî bika le wergêrranekan da.

Read More »

Kanîzar 1: Repertuara zimanî û afirandina edebî – Nirxandineke zimannasî li ser edebiyata kurmancî ya hevçerx

Ergin Öpengin

opengin

1. Destpêk

Nivîserê kurd[1] yê li Kurdistana bakur û li Tirkiyeyê xwedanê repertûareke[2] pirzarî û pirzimanî ye ku ew repertûar ji ber şertên dîrokî-civakî-siyasî di guherîneke daîmî û bilez de ye. Nivîserekî[3] kurd ê asayî bi devoka gund û herêma xwe dizane û pê emel dike, bi kurmanciya nivîskî/standard dizane û pê emel dike û herwiha bi tirkî jî dizane û pê emel dike. Lê şiyan û zanyariyên wan ên bi van du zimanan di nav têkiliyeke asîmetrîk û nayeksan de şikl digirin, lewre kurdî, wek zimanê bindest, di çarçoveyeke tengtir de tê bikaranîn û, nisbet bi tirkî, îmkanên ji bo pêşxistina wî gelek kêmtir in. Pirsa me li vir ew e ka repertûareke wiha têkel, aloz û laseng çawa tesîrê li afirandina edebî ya bi kurdî dike. Bi gotineke din, em dê bi perspektîfa zimannasiyê lê binêrin ka wate, binyad û avaniyên zimanî yên di repertûara zimanî ya nivîserê kurd de bi çi awayan li qalibê deqeke edebî werdigerin.

Me ji bo pêdaçûnê romana Otobês ya Yunus Eroğlu hilbijart, ku berhemek e ji edebiyata kurmancî ya hevçerx. Carinan ji Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî ya Şener Özmen û ji çend deq û berhemên din jî nimûne hatine wergirtin. Her du berhem jî di nav deh salên dawî de hatine nivîsîn û repertûara zimanî ya nivîseran, ji bilî zar û devokên kurdî, bi kêmî ji kurdî, tirkî û îngilîzî şikl girtiye û nivîser di heman demê de karê wergêranê jî dikin.

Hemû nivîsarê bixwînin.

Read More »

Peyvên me ji kû tên?

Husein Muhammed

zimanekurdi

Peyvên hemû zimanan ji çend çavkaniyên cuda ne. Bo nimûne:

1) ji binemala wî zimanî bi xwe (di kurdî de ji proto-hindûewropî, proto-hindûarî û proto-îranî)

2) ji zimanên cîran (bo nimûne wergirtina ji hev di zimanên Rojhilata Navîn de: erebî, farisî, kurdî, tirkî…)

3) ji çavkaniyên navneteweyî (bo nimûne peyvên wek ”kamera, radyo, televizyon” ku di piraniya zimanên dinyayê de wek hev in.)

4) peyvên ku di filan zimanî bi xwe de ji peyvên heyî hatine çêkirin (ji peyvên xwemalî bo nimûne ”dest-pê-kirin” yan jî ji peyvên xwemalî û biyanî wek mînak ”fehm-kirin” yan jî ji peyvên biyanî meselen ”talih-û-nesîb”).

Armanca vê kurtevekolînê ew e ku diyar bike ka peyvên kurdî (bi taybetî kurmancî) ji kîjan çavkaniyan in. Hedefa vê vekolînê destnîşankirina çavkaniyên peyvên kurdî ye anku gelo peyvên di kurdî de heyî ji kû hatine. Merema vê vekolînê ya serekî ne ew e eşkere bike ka peyv ji kurdî çûne kîjan zimanan. Ew jî hêjayî vekolînê ye lê li vê derê ne mijara me ye.
Read More »