Evîn û dem

Bijartin û wergerandin: Husein Muhammed

Bringing-Peace-Love-and-Happiness-to-the-world-one-installation-at-a-time.1__880

Aleksis Kivi

Tê bîra min ew geliyê evînê

 

Tê bîra min ew geliyê evînê

– ma dê çawan ji bîrê biçe –

geliyê ez û zeriya xwe lê

di himêza hev de rûniştî

wê roja nerm ya havînê

ya di ber me re dilezî.

Li ber sîbera gûzê

em di nav giyayî de rûniştî bûn

û robarê em li hindavê

li ber tîrojan diteyisî.

Li rexê din yê beravê

pesnelawij bi dengekê bilind

ji peristgehê berz dibûn

û çeng ji warê xwedayan dizengîn.

Û çiyayê dûr

yê li pişt baniyên jorîn

wek biheştê dixwiya

– hemû xewn û xeyalên evînê bûn

ji ber ku yara min

di himêza min de bû

û dengê çengan

ji warê yezdanan dizengî.

Lê bêpêjn bû yara min a şermîn

û berê xwe dida bilindahiyan û rondikek

li gepa wê dibiriqî dema destê min

winda bû nav şeva tarî ya pirça wê.

Wisan bextiyarane me roja xwe

ya evîndaran li geliyî borand,

li ber sîbera gûzê

di himêza hev de rûniştî

û êvara payizê

bi lez di ber me re lezî,

êvara yekşemeka nerm û hênik.

——————–

William Shakespeare

Sonet 18

Ma te bidim ber rojeka havînê?

Tu nerm û narîntir î:

hireba bişkojên delal yên biharê direcifînin

û hevpeymaniya li gel havînê jî kurt e,

çavê esman, roj, jî carinan zêde kel e

û pirî car geşiya wê jî tarî dibe…

Ji bêdestî yan jî li ber çerxa siruştê

wisa kêm dibe bedewiya her tiştî carekê.

Tenê havîna te herdemî ye,

ne diçe û ne jî spehîtiya wê jê dibe

û Mirin nikare bibêje ku li ber sîbera wê

digerî madem di helbesta herherî yî:

Hindî çav bibînin yan dil lê bide,

ev helbest dê bijî û te jî vejîne.

Read More »

Têkbiriyên îro serfirazên sibê ne

Bertolt Brecht 1898–1956

Bertolt Brecht

Neheqî îro bi gavên jixwebawer pêş dikeve.
Zordar cihê xwe xweş dikin da ku dehhezar salan serdestiyê bikin.
şidet dide bawer kirin: tiştê heyî dê bimîne.
Ti dengek jî nayê ji bilî dengê serdestan
û li bazaran neheqî dibêje: ev hê destpêk e.

Gelek ji bindestan niha dibêjin:
têkoşîna me dê ti car bi ser nekeve.
Lê yê ku nemiribe, bila ti car nebêje: ti car!
Tiştê bêguman ne bêguman e.
Tiştê heyî namîne.
Piştî ku serdest axivîn,
dora peyivîna bindestan e.

Kî diwêre bibêje: ti car!
Ma berdewamiya zordariyê ji kê ye? Ji me bi xwe ye.
Perçiqandina zordariyê bi kê ye? Ew jî bi me bi xwe ye.
Yê ku bêt xistin, dê rabe!
Yê ku hinda bûbe, dê li ber xwe bide!
Ma çi dikare wî zeft bike yê ku rewşa xwe fehm kiribe?
Ji ber ku têkbiriyên îro dê serfirazên sibê bin
û “ti car ne” ev e: hê îro!

wergerandin: Husein Muhammed

Ya ku bihar û dar bi hev re dikin

Pablo Neruda

tumblr_mh4xr4Zzk11rgao3jo1_500

Hez dikim wê li gel te bikim ya bihar û dar bi hev re dikin
Spêdê ta êvarê bi her ronahiyê dilîzî.
Tu bi nazikî tê, xwe radipêçî nav gul û gulavê.
Pirrtir î ji vî serê spî
yê mîna wîşiyek tirî her roj di dest min de.

Ji gava min ji te hez kiriye êdî naşibî ti kesî.
Ka ez te danim nav gurzên gulên zer.
Kî navê te bi tîpên mijî
li nav stêrên başûr dinivîse?
Wey, ka rê bide bînim bîra te ka çawan bûyî
dema hê nebûyî.

Ji nişkê ve ba dest bi zûrînê dike û li pencereya min ya girtî dide.
Esman torrek tijî masiyên tarî ye.
Li vir hemî ba hevrikiyê dikin, hemî.
Baran xwe vedişelîne.
Read More »

Heman pêl, heman raman

Johan Ludvig Runeberg (1804–1877)
runoilija_johan_ludvig_runeberg_muokattu
Heman pêl
Çend pêl şilqa xwe li tengavê didin,
çend raman tîrên xwe li dilî?
Direvin – lê dîsan jî dimînin,
dimirin – û dîsan jî diafirin,
nû ne lê dîsan jî eynî ne,
ji hev cuda ne lê dîsan jî dişibin hev!Heman derya, heman ba,
radikin,
ji heman sîngî bilind dibin
û heman evîn wan gurr dike.Maça pêşîn

Bersiva keça esmanî ya şermîn wiha bû:
“Refa firrişteyan li erdê dinere
û wêneyê bextiyariya xwe lê dibîne;
tenê mirin berê xwe jê digire – û digirî.”

Keçika rengguhêrr

Keçik ji bal evîndarê xwe hat,
destên wê dişewitîn.
Dayikê jê pirsî: “Çima destên te wisan dişewitin?”
Keçikê got: “Min sorgul şinîn,
destên xwe bi stirîkên wan birîndar kirin.”

Carek din keçik ji bal yarê xwe vegerrî,
lêvên wê ji şewatê sor bûn.
Dayikê jê pirsî: “Keça min, çima lêvên te
wisan sor dişewitin?”
Keçikê got: “Min dirrîkên daristanê xwarine,
lêvên xwe bi wan sor kirine.

Carek din jî keçik ji bal evîndarê xwe hat,
rûyê wê bêreng bû.
Dayikê jê pirsî: “Çima xwîn ji rûyê te reviye, keça min?”
Keçikê gotê: “Min bingorr bike, dayê can!
Min veşêre bin axê û li ser kêla min
tu wiha binivîse:

Carekê keçik destsor hat malê,
ji destên evîndarê wê xwîn hatibûyê.
Carekê keçik lêvsor hat malê,
devê wê li nav maçên evîndarê wê mabû.
Taliyê keçik rûbêreng hat malê,
bêsoziya evîndarê wê xwîn jê biribû.”

Mayîndetiya evîna pêşîn

Tevî ko moriyên pêşîn yên robarî dişkên,
tevî ko gulên pêşîn yên biharê diçilmiisn jî,
evîna te ya pêşîn, dilê xort
ji her tiştî dirêjtir dimîne.

Evîna ji nişkê ve

Lawik gihişt pazdesaliyê
lê her nedizanî ko evîn heye;
hê pênc salên din jî jiya
bêyî ti evînê li dinyayê bibîne.
Ji nişkê ve keçek psehî hat,
û ya jiyanê bîst salan lawik fêr nekiribû,
bi awirek nerm dayê.

Li ser gorra evîndarî

Pelên du darmaziyan li hindavî gorrekî dihejin.
Ji mêj e bi destên ji xeman lerizok
evîndarê lawikê xwe yê sozdar binax kiriye.
Niha li ber siya maziyan dilîzin çend zarrok
yên wê bi mêrek din re taşandine;
gulan diçinin û pelatînkan digirin.

Tenê bi maçan dijî

Pencera delal min vekirî ye;
xwezî ez teyrikek xerîb bam,
ez ê niha bifirrîma bal wê,
wê dê ez girtibam rekehekê,
dê tirarek avê û amanek tomikî daba min.
Lê min ê jê re bigota:
“Keçikê, ne hewceyî avê me,
ne tomikî! Bizane, delalê,
teyrikê te yê kêfxweş tenê rondikan vedixwe,
tenê bi hemêzan dijî,
tenê bi maçan tê vejiyandin.”

Daxwaza maçê

Dema di nav xeyalên xwe de li ber kanîkê rûniştî bûm,
min bihîst maçekê li ser lêvên min
ji yek din re wiha got:
“Binere, tê, binere, keça şermîn tê,
haha ez ê pal dim ser lêvên wê yên sorgulîn:
û ew sozdar e,
dê hemî rojê min hilgire,
xwezî tam neke dirrîkên daristanê
da min bi şerbeta wan gêj neke,
xwezî ava kanîkê venexwe
da min bi lêva piyalê ve nemerriçîne,
xwezî bi peyvekê jî basa evînê neke
da min ji devê xwe yê sorgulîn venerevîne.”

Rev ji evînê nîne

Dayikê gilî li keça xwe kirin:
“Keçê, min got li evînê hişyar be
lê diyar e gotinên min bêkêr bûn.”

Keçikê gotê: “Dayê, ne zalim be!
Ger deriyê xwe bigirim da wê nebînim,
ew dê di pencerê re bi her tîrêjê re bifirre hindirr;
ger bimeşim û xwe jê bidim alî,
ez dê bi her bêna bayî re axînên wê bibîzim;
ger çav û guhên xwe lê bigirim,
ew dê yekser bikeve nav dilê min.”

Ferqa min û çivîkê

Çivîka li ber pencerê çî-çî dikir dît
ka çawan xemgîn rûniştî bûm,
bi nermî nikilê xwe li camê da û got:
“Lawiko, çima wa xemgîn î, kêfa xwe bîne!
Bi tomikê bihar li çergehan peyda dike,
bi dilopa ji keviya berfê dihele
û bi çîv-çîva evînê ya dildarê xwe
ez mîna xwedayan dilşad, dewlemend û bextiyar im.”

Lê çivîkê, ka bêje, ma min jî çeng hene
ku mîna te ji welatekî bifirrim yek din?
Yan ma min dengê te heye
ku stiranên evînî bibêjim, û hê jî –
bêwec ji tenişt xwe li dilberê digerrim!

Tenê di xewnê!

Westiyayî çûm nav nivînan
da di xewê de xem û bêrîkirina xwe ji bîr kim
lê xewn hat ser balîfkê min û pistî guhê min:
“Rabe, zeriya te ya delal hatiye,
çavên xwe veke û bi maçan pêşwaziyê lê bike!”

Û tijî şadî awirên xwe digerrînim:
Ka xewn? Winda bûye mîna mijê.
Ka zerî? Li pişt çem û çiyayan.
Ka maç? Tenê di xewnê ye, ax!

Hêlayî

Qirş li rex qirşî,
kakil li rex kakilê di simbilê de veşartî,
wisan her peyva te çandî
di dilê min de şên bûye.
Nankoro, stemkaro,
cotkar berhemê xwe didirû
lê tu tenê tovî diavêjî
û berhemî bo teyrikên esmanan,
bo zivistanê û bayên wê dihêlî.

Xem û xweşî têkil

Xem û xweşî
herdu di dilê min de dijiyan,
xem di çaviyekê ve,
xweşî di yek dî.
Lihevnehatî, jihevveqetandî
yek serdarî aliyekî bû,
ya din desthilatdarî aliyê din.

Dema paşî dilbera min
hat ket dilê min,
diyar e wê derî vekirin
û xem û xweşî gihandin hev,
niha xema min xweşî ye
û xweşiya min bi xeman dagirtî ye.

Canê keçikê şêlî neke

Keçik li perava robarî rûniştî bû
û piyên wë di avê de bûn;
teyrik ji hindav serî stirî:
“Keçikê, ava robarî şêlî neke,
zelaliya esmanî êdî tê re diyar nabe!”

Keçikê berê xwe da jor,
rondik di çavan got:
“Tu xema robarî nexwe,
ava wî dê aniha zelal bibe.
Dema te cara pêşîn
ez li vir li ber xortekî rawestiyayî dîtin,
te ji wî re got:

‘Canê keçikê şêlî neke,
êdî pak nabe, êdî qet
zelaliya esmanî tê re nateyise.'”

Şevek havînê

Li deryaçeyek aram ya nav daristanê
hemî şeva havînê di belema xwe de rûdiniştim
û min torra xwe diavêt nav pêlan
bêyî ko qet biramim û bipûnijim.
Mîna li ber mirinê be
çivîkek li peravê bênavbirr distirî
ta lê xeyidî min bang kirê:
“Baştir e nikilên xwe bikî di nav çengên xwe re
û stiranên xwe bo spêdê bihêle.”

Lê çivîka bêtirs bersiva min da:
“Lawiko, bela xwe ji şoka xwe veke.
Ger çavekî li av û deravên dor xwe bigerrînî,
tu jî dê hemî şevê bistirî.”

Û min serê xwe rakir,
ronahiya bejayî û bilindahî girtibûn,
ji esmanan, pêl û peravan
yara min ket dilê min,
û mîna çivîka daristanê gotibû
min jî di cih de dest bi stiranan kir.

Aramiya jidestdayî

Diya min gelek car digot min:
“Keça min, te du gencîne hene,
wan bo rojên nexweş biparêze,
pakî û aramiya xwe bisitirîne!”

Dayê, min aramiya xwe ji dest daye;
madem min divê wê dîsan bibînim,
nebêje min wî ji bîr bike
yê gencîneya min pê ye,
tenê li gel wî, jina wî,
dikarim dîsan aramiya xwe wergirim.

Dilbijîn

Li keçikan dinerim,
tiştek din nabînim,
dixwazim ya spehîtirîn bibijÊrim
lê xwe gîro dikim.

Yek çavgeş e,
ya din gepsor,
ya sêyê lêvdelal,
ya çarê dilgermtir e –
min şad û şêt dike.
Naxwazim yekê jî bihêlim;
xwezî min bikariya dev daba tevan!

***

Wergerandin: Husein Muhammed

Read More »

Annabel Lee

Edgar Allan Poe

1809 – 1849

edgar-allan-poe

Li beravên behrê, li mîrnişînê
berî çendî çend salan
zeriyek hebû ku belkî hê li bîra xelkê ye.
Navê wê delalê Annabel Lee bû
û min ew gelek dievand.

Ez zarok bûm û ew zarok
– li beravên behrê, li mîrnişînê –
lê ji evînê jî xurttir bû
evîna min û Annabel Lee.
Ta firîşteyên esmanan jî
hesûdî bi evîna me dibir.

Loma carekê ewran
– li beravên behrê, li mîrnişînê –
bi bayên xwe cemidand
Annabel Leeya min a delal.
Binemala wê ya qedirbilind
ew ji min stand
û veşart gora kûr
– li beravên behrê, li mîrnişînê.

Firîşte ne wek me bextiyar bûn
û wan hesûdî bi me dibir.
Loma (wek ku tê zanîn
li beravên behrê, li mîrnişînê)
bayekê şevîn hat, dinya qerisand
û Annabel Leeya min kuşt.

Evîna me xurttir e
ji evîna mezinên me,
ji ya hişmendên me.
Ne firîşteyên esmanan,
ne dêwên deryayan
dikarin ji canê min derxin
giyanê Annabel Leeya delal.

Li ber tavheyva geş
wêneyê Annabel Leeya delal datê,
li nav stêrên şevê herdem
çavên Annabel Leeya xwe jî dibînim.
Şevan ta berspêdê li ber te,
yarê, bûka delal, pal didim,
têm beravên behrê,
di gora te de radikevim.

Wergerandin: Husein Muhammed

Hafizê Şîrazî: Sorgul û Bilbil

Hafiz

Vekin û bixwînin

Helbestên Hafizê Şîrazî (n. 1320/26 – 1389/90) tijî hestên kûr yên evînî ne. Ev evîn dikare hem wek evîna navbera du mirovan û hem jî wek evîna navbera helbestvan û Yezdan yan helbestvan û gerdûnê bêt hesibandin.

Gelek şarezayên Rojavayî dinivîsin ku Hafiz li Rojhilata Navîn ji Shakepeare li Rojava zêdetir tê xwendin û hezkirin. Gelek şareza, hem yên Rojhilat û hem jî yên Rojava, Hafizî wek mezintirîn helbestvanê hemî deman dihesibînin.

Jiyana Hafizî jî mîna helbestên wî bi gelek raz û nehîniyan nixamtî ye. Sedema herî giring ew e ku pirr kêm bûyerên kitekit li ser jiyana wî tên zanîn. Navê wî yê resen Şemseddîn Muhemmed Hafiz bû û dorî 1320 û 1326 li bajarê Şîrazê, li Îrana niha hatiye dinyayê. Hê ew biçûk, babê wî wefat kir.

Diyar e ku Hafiz zewicîbû û kurrek jê re peyda bûbû. Pirraniya lêkoleran, lê ne hemû, bawer dikin ku ew sofî bû. Baweriya wî çi be jî, ew carekê ji alî serekên dînî ve ji Şîrazê hat derkirin ji ber ku helbestên wî wek bandorek xirab li civakê dikin dihatin hesibandin.

Ti çapên diyarkirî ji dîwana Hafizî nînin: di hin dîwanên “temam” de tenê nêzî 500 helbestan hene lê helbestên hinan jî digihin nêzî 1000î. Belkî pirraniya helbestên wî ne “resen” jî bin anku ne wî bi xwe nivîsîbin lê derengtir lê hatibin zêdekirin. Lê dîsan bandora Hafizî li ser wêjeyê û nivîskarên mezin bêpayan e. Hejmarek mezin ji navên gir yên wêjeya cîhanê – mîna Goethe, Emerson, Edward Carpenter û Gide – hemî deyndarên Hafizî ne. Bi taybetî Goethe heyranî Hafizî bû û bi salan mijûlî xwendin û vekolîna berhemên wî bû.

Ev helbest berî niha wek pirtûk di nav Weşanên Nûdemê de li Stembolê hatine çapkirin. Helbestên spehî yên Hafizî hejî zimanê şîrîn yê kurdî ne.

Vekin û bixwînin

Read More »

Mela Huseynê Bateyî: Mewlûd

Mewlud

Vekin û bixwînin

Pêşgotin 

Ez 5- yan 6-salî bûm dema ku min Mewlûda Mela Huseynê Batê li mala me dît. Tevî ku dêbabên min nexwenda bûn, wan gelek giringî dida wê yekê ku em zarok fêrî xwendinê bibin, bi taybetî xwendina Qur’anê û berhemên din yên pîroz.

Hingê min hê ji nû dest bi xwendinê kiribû lê ji niha jî zêdetir ez miriyê xwendinê bûm. Min Qur’an bi dengê gelek mela û kesên din yên xweş dixwînin bihîstibû. Min gelek jê hez jî dikir. Lê herçi ku min Qur’an dibihîst û bi xwe jî dixwend lê ew bi erebî bû û min jî hema bêje qet erebî nedizanî.

Lê Mewlûda bi kurdî hê jî bandorek mezintir li min kir. Bêguman min di zarokiya xwe de ji pirraniya wê jî fehm nedikir ji ber ku ew tijî peyvên erebî û hin yên farisî ye. Lê dîsa jî ew bi zimanê min bû û min gelek tiştên xwe jê fehm dikirin jî. Belkî jî yek ji sedemên bandora wê ya mezin li min, ji bilî kurdiya wê, ew bû ku di dema Mewlûdxwendinê de hemî kes beşdarî duakirinê dibûn, ne tenê kesekî ew dixwend. Herwiha bêguman di dema Mewlûdxwendinê de xwarinên xweş dihatin pêşkêşkirin ku ew jî bo me zarokan ne tiştek bêwate ye!

Di sala 1986ê de em ji gundê xwe revîn, li nêzîkî tixûbê Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bi cih bûn û 1988ê jî neçar man ku ji bin lingên êrişên Enfalê xwe bigihînin Bakurê Kurdistanê. Di navberekê ji van de Mewlûda me winda bû. Ji hingê ve 19 sal di ser re derbas bûn heta ku ez dîsa li Başûrê Kurdistanê vegerîm.

Sala 2007ê min dîsa nisxeyek Mewlûdê ji Başûrê Kurdistanê peyda kir û ew dîsa çend caran xwend. Bêguman xwendina wê vê carê ji dema zarokiya min cuda bû lê wê herwiha car li pey carê gelek tiştên zarokiya min jî li bîra min vegerandin.

Ez niha ji berhemeke pîroz zêdetir, wek klasîkeke edebî ya kurdî li Mewlûdê dinerim. Ev 15 sal in ku berdewam bi kurdî dixwînim û dinivîsim. Lê dîsa jî ji bîr nakim ku Mewlûd yekem pirtûka kurdî ye ku min xwendiye, û ew dîsa yek ji şirîntirîn pirtûkên ber dilê min e.

Bi vê tîpguhêzî û şirovekirina Mewlûdê hêvîdar im ku xwendevanên kurd çêj û zewqek xweş ya wêjeyî ji vê berhema me ya hêja wergirin.

Read More »

Suad el-Sebah: Min di nav peyvan de biçîne

Suad1

Vekin û bixwînin

Suad el-Sebah

Suad Muhemmed el-Sebah sala 1942yê wek endameke malbata desthilatdar anku melik li Kuwêtê hatiye dinyayê. Ew sala 1973yê wek aborînas ji Zanîngeha Qahîreyê derçûye û paşî 1981ê bawernameya xwe ya doktoraya aborînasiyê ji Zanîngeha Guilford li Mîrnişîna Yekbûyî (Brîtanya) wergirtiye. Wê bi sedan nivîsarên zanistî û giştî di kovar û rojnameyên deverî û navneteweyî de belav kirine.

Suad el-Sebah piştî xwendina xwe ya aborînasiyê vegeriyaye welatê xwe û dezgeheke weşan û belavkirinê ava kiriye. Wê herwiha xelatekî edebiyatê yê li ser navê xwe damezrandiye. Wê çendîn dîwanên helbestên xwe dane weşandin. Helbestên wê li hin zimanên din jî hatine wergerandin.

Helbestên el-Sebahê bi giştî helwestgir in: ew bi taybetî bo maf û azadiyên jinan tê dikoşe. Lê herwiha di helbestên xwe de kevneperistî û xweperistiyê jî rexne dike. Bi wergerandina nêzîkî sed helbestên wê dixwazim hem vê helbestvana hêja bi xwendevanên kurdîxwîn binasînim û hem jî armanca xwe ya li wergerandina edebiyata cîhanê li zarê kurmancî bidomînim.

Vekin û bixwînin

Read More »

Rabindranath Tagore: Geliyê giyanê min geş bike

rabindranath-tagore2

Rabindranath Tagore (1861–1941) nivîskar, awazvan, ramanwer û nîgarsazek hindistanî bû. Ew li bajarrê Kalkotayê hat dinyayê û pirraniya jiyana xwe li Bengala wê demê borand lê li gelek derên dinyayê yên derveyî welatê xwe jî gerriya. Wî pêşî bi zimanê bengalî dinivîsî lê paşî wî bi xwe gelek ji berhemên xwe wergerrandin inglîzî. Tagore yekem asyayî bû ku sala 1913ê xelatê Nobel wergirt.

Berhemên Tagore mişe û gelek in. Wî bi xwe zêdeyî 2 000 helbestên xwe kirine stran û awaz bo wan danîne. Ew hê jî li welatê xwe pirr tê hezkirin û bi taybetî bi helbestên xwe yên strandî nemir e.

Tagore bawer dikir ku armanca mezin ya mirovî divê ew be ku xwe û her tiştê heyî – Yezdan jî di nav de – yek û parvenebar bihesibîne. Yekem gav ber bi vê armancê ve ew e ku mirov her kesî ji xwe re bira bihesibîne. Evînek kûr hemberî siriştê û hemû jiyanê ji helbestên wî diyar e.

Dema Tagore helbestên xwe ji bengalî dikirin inglîzî, pirraniya wan kurt dikirin û carine çend ji wan digihandin hev û dikirin yek helbest. Loma carine dijwar e bêt zanîn ka kîj helbesta bengalî serekaniya ya inglîzî ye. „Dixwazim dil û kakila helbestên xwe yên bengalî bidim wergerrên wan yên inglîzî… Helbestên min yên inglîzî ne kopiyên lê teyisokên yên bengalî ne“, Tagore nivîsiye.

Helbestên vê berhevokê sala 2006-ê ji sê dîwanên wî yên inglîzî hatine wergirtin û wergerrandin: Fruit-Gathering (çapa yekem 1916), Lover’s Gift and Crossing (1918) û Fireflies (1928).

Vekin û bixwînin

Read More »

Yunus Emre: Evîna te can ji min bir

Yunus Emre
Yunus Emre

Yûnus Emre (bi tirkiya niha: Yunus Emre) yek ji giringtirîn helbestvanên klasîk yên tirk e. Ew yek ji şaîrên pêşîn e ku bi zimanê gelêrî yê tirkî nivîsiye û niha bi pirranî wek helbestvanê neteweyî yê tirkan jî tê hesibandin. Tesîra wî ji hingê ta niha gelek li ser wêjeya tirkî hebûye.

Helbestên Yunus Emre (1240–1321) bi pirranî li ser evînê ne. Evîna wî dikare hem ya dinyayî be anku li hember jinekê yan keçekê be û hem jî yezdanî be anku ew evîndarê Xwedê ye.

Min xwest piştî Mewlana Celaledînê Rûmî, Se’diyê Şîrazî, Omer Xeyam, Ebû Niwas û Ebû l-‘Ela el-Me’errî bi vê gulbijêrka helbestên Yunus Emre xeleka wergerandina şaîr û nivîskarên mezin yên klasîk yên Rojhilata Navîn bidomînim. Kerem bikin van helbestan bi venivîsîneke nûjen bixwînin.

Vekin û bixwîn

***

Were bibîne ka evîn çi dike

Digerim, dişewitim;
evînê ez bi xwînê sor kirime.
Ne dîn im, ne hişyar im.
Were bibîne ka evîn çi dike.

Carine, wek bayî dibezim,
carine, wek rê tozê radikim.
Carine, wek çemekê diherikim.
Were bibîne ka evîn çi dike.

Daxê yarê li dilê min e.
Digirîm,
Rondik dibin robar.
Were bibîne ka evîn çi dike.

Destê min bigire,
Min rake, bigire bal xwe.
Ji ber te girîme, min aşt ke.
Were bibîne ka evîn çi dike.

Ji welatekî diçim yê dî,
ji nav xerîban li yara xwe digerim.
Ma kî dê hesreta min fam bike?
Were bibîne ka evîn çi dike.

Mîna Mecnûnî li çol û çiya digerim,
yara xwe di xewnan de dibînim
lê gava şiyar dibim, bextreş im.
Were bibîne ka evîn çi dike.

Ûnis, goyînek reben e,
Ji şilka serî ta binê piyan
Birîndar e, ji yarê dûr e.
Were bibîne ka evîn çi dike.

Read More »