Sun Tzu: Hunera Cengê

Nivîskar: Sun Tzu (544–496 bZ)
Wergêr: Serdar Roşan
Ceng

Nivîskarê vê berhema li ser stratejiyê yekî çînî ye, belam der heqê wî de zêde agahdarî nîne. Berhem berî du hezar salan hatiye nivisîn û ji hingê heta niha ji hêjahî û qalîteya xwe tiştekî winda nekiriye. Bi gelek zimanan hatiye wergerandin û tê xwendin.

Zimanê Sun Zî zelal û sivik e, lê ji hêla felsefî û hunera şer de li bin zelalî û sivikiya ziman, gotin û fikirên berfireh û giran raxistî ne. Divê ev berhem weke romaneke edebî neyête xwendin. Piştî ku beş bi beş çendîn caran bê xwendin dibe ku mirov hingê mebest û felsefeya xwediyê berhemê fam bike û jê kelk werbigire.

Her çi qas navê berhemê Hunera Şer û naverok li ser şer û şerbaziyê be jî, stratejî ne tenê ji bo şer pêdivî ye, stratejî di hemî warên jiyanê yên civakî, iqtisadî, çandî de hewce ne. Kesên bala wan li ser stratejiyê ye, fermo berhem li ber destê we ye.
Read More »

Şanoya “Bazarganê Vênîsiya” ya William Shakespeare bi kurdî

 

Venisiya

Husein Muhammed

Bazirganê Vênîsyayê (The Merchant of Venice) bi Romeo û Juliet (Romeo and Juliet) û Xewna Şevek Nîva Havînê (A Midsummernight’s Dream) re berztirîn berhemên Shakespeare ên salên wî yên pêşîn ên nivîskariyê ne. Lê tevî ku “Romeo û Juliet” di hestyariyê de bêwêne ye û Xewna Şevek Nîva Havînê jî bi dewlemendiya xwe ya xeyalî û vegotina helbestane ji bilindtirîn hunerê ye, nivîskar di şanoya xwe Bazarganê Vênîsiya de yekem car kariye girîngtirîn armanca şanogeriyê ango hostetiya teswîrdana siruşt û karakterên pirralî bi dest bixe.

Bazarganê Vênîsiya di maneya sivik de ne komedî anku ne – bi gotina wergêr – hing e, ne şanoyek tirraneyî û henekî ye ku tîpên komîk temaşevanan rabikin pirqînên kenînê. Di vê şanoyê de mijar li ser mirovên zêdetir jîndar e ku hem di rewşên dilşadiyê û hem jî di yên xemgîniyê de xwezayiya xwe û asta armanc û hêviyên xwe derdibin. Ev taybetmendiya Bazarganê Vênîsiya belkî ji her taybetiyek wê ya din zêdetir ceweriyê didiyê.

Read More »

کرمانجی، سورانی، زازاکی….زبان یا لهجه؟

 

PDF

نویسنده: حسین محمد

گروه مترجمین: تقوی گلیان محمد، جعفری تیتکانلو احمد، سپاهی رزگار، توکلی ژیار

ala

آیا کردی یک زبان است یا اینکه چند زبان است؟ آیا کرمانجی، سورانی، هورامی، زازاکی…همه لهجه های مانند هم هستند یا اینکه  چند زبان از یک خانواده اند؟

آیا کردی که با الفبای لاتینی نوشته می شود به همراه کردی ای که با الفبای عربی نوشته می شود یا به همراه کردی ای که با الفبای سریلی نوشته می شد یک زبان هستند یا اینکه چند زبان جدا از هم هستند؟

آیا به چه شروطی انسان می گوید که دو سبک زبانی یک زبان هستند(به عنوان مثال کرمانجی و سورانی) اما دو سبک دیگر از هم جدا هستند(به عنوان مثال سورانی و فارسی)؟

آیا دلیل و عوامل به حساب آوردن دو روش زبانی مانند دو زبان مستقل یا هم مانند دو لهجه از یک زبان چه هستند؟ آیا انسان می تواند به قید و بندهای زبانشناسی، این را مقوله بندی کند یا اینکه آیا شرط و شروطهای مهمتری هستند؟

Read More »

Kurmancî, soranî, zazakî… ziwan yan dîyalekte?

Bi kurmancî |  Türkçe

_______________________

Nuştox: Husein Muhammed[1]

Açarnayox: Hasan Aslan

alakurdi

Tirêm kurdî ziwanêk a yan zî çend ziwan ê? Tirêm kurmancî, soranî, hewramî, zazakî… heme dîyalektê eynî ziwanî yê yan zî çend ziwanê eynî malbat ê?

Tirêm kurdîya ke bi elifbêya latînî nusîyena bi kurdîya ke bi elifbêya erebî nusîyena ya yan zî bi kurdîya ke bi elifbêya krîlî nusîyayêne ya eynî ziwan ê yan zî çend ziwanê pê ra cîya yê?

Tirêm çi şertan gore merdim vano ke di awayê ziwanî eynî ziwan ê (mîsal kurmancî û soranî) la di awayê bînî ziwanê pê ra cîya yê (mîsal soranî û farisî)?

Tirêm sebeb û faktorê hesibnayîşê di awayanê ziwanî sey di ziwanê xoserî yan zî sey di dîyalektê eynî ziwanî çi yê? Tirêm merdim şeno bi qeyd û bendanê ziwannasî nê tesnîfkerdişî bikero yan zî tirêm tay şert û mercê muhîmêrî estê?

Read More »

ZIMAN Û NETEWE

JI: Kovara Kanîzar, hejmar 5

 

Trudgill

Nûsînî: profêsor Peter Trudgill
Wergêran le Inglîsiyewe: Hesenî 
Qazî

Le bendî pêşûy em kitêbe da sebaret be çilonayetî komelnasî ziman le Kampala û Uganda cexitman le ser dû şit kirdewe. Yekemyan eweye lewê zor le takuterayan yan dûzimane yan frezimanen – wate ewan detuwanin be ziyatir le zimanêk ta astêkî rewan qise biken.  Xalî duwem eweye,‌ ew helumerce akamî ew rastiyeye ke ew komeley ewanî têda dejîn komelêkî firezimanî ye.

Dûzimane bûnî take kesî bew şêweye de rastî da akamî pêwîstî frezimanî komelayetî yan neteweyî niye: komeley firezimanî ewto hen ke têyanda zor le axêweran nabin be dûzimane ta pileyekî girîng – bo nimûne, Swîs – û dûzimaneyî take kesî egerçî zor lewe berbilawtire lewey bikirê be zeynî axêwerêkî Inglîsî biga, be hîç cor diyardeyekî dinyagirewe niye. Belam frezimanî komelayetî de rastî da, le astî cîhanî da diyardeyekî zor berbilawe.  Ew çilonayetiye frezimaniyey ke le Uganda weberçaw dekewê ziyatir qa’îdiyeke ta ewey rêzper bê.  Zorbey here zorî dewlet – netewekanî dinya le çuwarçêwey sinûrekanyan da ziyatir le zimanêkî xocêyîyan têdaye ke qiseyan pêdekirê.  Le hêndêk nimûnanda wekû Kamêrûn yan le Papua le Gîney Nwê, jimarey zimanan lewane ye bigate sedan ziman ( egerçî hasan niye be wurdî diyarî bikirê ke zimanêk çiye, be leber çawgirtinî ew dijwariyey le bendî yekemda hêmaman pêkird, bo ewey ke jimareyekî wurd sebaret bew nawçaney wek emane be destewe bidrê).

Netewegelî freziman le gişt beşekanî dinya da hen, û miro detuwanê zor nimûnan bas bika. Kêşe û dijwarî ew demî dête gorê eger miro hewil bida şwêngêrî wulatêk bika ke be rastî takzimane ye. Wa wêdeçê wulatî ewto le çend cêyek ziyatir nebin.  Tenanet le Urûpaş zor nimûney rasteqîney ewto nîne, egerçî ême deqman pêgirtuwe wa bîr bikeynewe ke zorbey dewlete Urûpayiyekan tak zimanen.  Zorbey xelik ewe be qiseyekî rast dadenên eger bigutrê Almaniyekan be Almanî, Feranseyiyekan be Feranseyî û htd.  dedwên. Ho û songey baş bo eme bedestewe ye, belam rastî ew babete ta radeyek ciyawaze. Teqrîben gişt wulate Urûpayiyekan kemayetî zimanî bûmî (xocêyî) yan têdaye – destey axêweran ke şêwezarî xocêyîyan zimanêke cwê lew zimaney ke zimanî resmî, zal yan zimanî serekî ew wulateye ke têyda dejîn.  Islend, ke têyda le sedasedî danîştûwanî xocêyî ewê axêweranî zimanî Islendîn, rêzperêke lew qa’îde û pêwane ye. Le hêndêk nimûnanda, lew cêyaney‌ ke kemayetiyekan be rêje gewrene, dewlet – netewe be asayî ziyatir le zimanêkî resmî heye. Nimûnegelî ewe Bêljîk ( zimanî Holendî – ke le bêljîk be Filamanî be nêw dekrê- û zimanî Feranseyî), Swîs( Almanî, Feranseyî, Italiyayî û Romanş), û Fenland ( Fenlandî û Swêdî)n.

Read More »

Şanoyeke William Shakespeare

 

Çîroka Zivistanê

Shakespeare

William Shakespeare (1564 – 1616)

ji inglîzî: Husein Muhammed

 

Kesaniyên şanoyê

Leontes, padîşahê Sîcîlyayê

Hermione, jina wî

Mamillius, kurê wî

Perdita, keça wî

Camillo, Antigonus, Cleomentes, Dion, malmezin û xanedanên Sîcîlyayê

Paulina, jina Antigonus

Emilia, berdesta Hermioneyê

Dergevanek

Deryavanek

Li gel hin xanedan û girek, xanim, rayedar û xizmetkarên koçka Leontes

 

Polixenes, padîşahê Bohemyayê

Florizel, kurê wî

Archidamus, xanedanek Bohemyayê

Autolycus, qurnazek

Şivanek pîr, tê gumankirin ku bavê Perditayê ye

Clown, şivanê xort, kurê şivanê pîr

Mopsa, Dorcas, du şivanên jin

Xizmetkarek şivanê pîr

Hin jin û mêrên şivan

Donzdeh gundî wek satîrvanan xwe rapêçandî

Dem, wek pêşkêşker

 

Beşek ji bûyeran li Sîcîlyayê û beşek jî li Bohemyayê rû didin.

__________________________

 

I.1.

(Camillo û Archidamus tên)

Archidamus: Heke dinya hat, Camillo, û rêya we bi Bohemyayê ket, mîna ku çawa karûbarê min rêya min jî bi vir xist, hûn ê, wek ez niha dibêjim, bibînin ku cudatiyên mezin di navbera Bohemyaya me û Sîcîlyaya we de hene.

Camillo: Bawer dikim ku vê havînê padîşahê Sîcîlyayê dê deynê xwe ji ser padîşahê Bohemyayê rabike û biçe seredana wî.

Archidamus: Tevî ku mêvanperweriya me me dide şermê jî, armanca me ya qenciyê palpişta me ye, ji ber ku bi rastî jî…

Camillo: Malava…

Archidamus: Bi sond, ji kûriya dilê xwe dibêjim: em nikarin bi ewrengiyek wisan… bi îhtîşamekê… nizanim çawa bibêjim… Divê em dermanê raketinê bidin we daku hûn hestên we ji kêmasiyên me ne haydar bin û, tevî ku hûn ê dîsan jî me nepesinînin, hema me hinekî kêmtir lome bikin.

Camillo: Hûn pirr giran dikin bihayê vê pêşnûmaya azad.

Archidamus: Ji min bawer bikin, ez li gor zanîna xwe û pêdivîtiya rastbêjiyê wiha dibêjim.

Camillo: Sîcîlya çi qas hevalbendiya Bohemyayê bike jî, her kêm e. Ew wek zarok bi hev re mezin bûn; û hê hingê hezkirinekê di navbera wan de reh û rîş girtin ku nikarin ji hev vebiqetin lê tenê çeqên ji hev cuda bidin. Paşî, ku nirxên wan ên gihîştî û vatinî û erkên padîşahî ew ji hev veqetandin jî, herdu aliyan, tevî ku ne bi xwe be jî, bi navgîniya nûnerên padîşahan xelat, name û şandekên hevalbendî gihandine hev, wisan bûye mîna ku ew her bi hev re bûne, tevî ku ji hev veqetî ne jî; mîna ku di ser valahiyek bêsînor re be dest dane hev û mîna ku ji kujiyên bayên dijberhev hevdu hemêzandine. Xwedê dostaniya wan biselihîne.

Archidamus: Bawer dikim ku li dinyayê ne xerabiyek ne jî tiştek din heye ku bikare wê biguherîne. Şehzadeyê we Mamillius kêfxweşiyek bêwêne dide we; Ew xweşmêrê xort herî xwedîsoz e ku min li darê dinyayê dîtiye.

Camillo: Ez jî mîna we ji wî bihêvî me. Ew zarokek çeleng e ku pêrewên xwe kêfxweş dike û yên pîr dilgeş dike. Ew, ên ku bi gopalan digerin, hêvî dikin bikarin hê bijîn daku wî wek zelam bibînin.

Archidamus: Wan ê wek din bixwesta bimirin?

Camillo: Belê – heke wan sedemek din ji bo jiyana dirêjtir tine bûya.

Archidamus: Heke padîşa ti kur tine bûna, wan ê bixwesta bijîn ta ku wî kurek hebe.

Read More »

Dema delala min çû

Leino

 

EINO LEINO (1878 – 1926)

Helbestvanê mezin yê fînlandî Eino Leino herwiha wek şaîrê neteweyî yê welatê xwe jî tê nasîn. Li vê derê em gulbijêrkek ji bi sedan helbestên wî yên hezkirî diyarî xwendevanên zimanê kurdî dikin.

 

Ji dîwana Maaliskuun lauluja (Stranên Adarê)

DI SER DARISTANÊ RE ROJ HILHAT

 

Di ser daristanê re roj hilhat

dema zerî li nav mêrgê digerrî,

û gulên êvarê xwe veşartî

dîsan rûyê xwe yên girtî vekirin.

 

Û zeriya wisa delal

li nav mêrgê hêdîka meşî

û gulan devê xwe birin ber guhê hev

dema dangên kirasê wê ji gulavê şil bûn.

Read More »

Xwe biavêje çemê jiyanê!

Peale

Norman Vincent Peale (1898 – 1993)

Çawa bixwazî, dê wisa bî – qenc yan xirab, xurt yan lawaz, biserketî yan têkçûyî – lewma herdem ya baştir bibijêre.

* * *

Tu nizanî dikarî çi tiştên mezin bikî ta tê nekoşî – ji dil tê nekoşî.

* * *

Xwe bispêre wê baweriyê ku çi bi serê te bêt jî, tu dikarî pirsgirêkê çareser bikî.

* * *

Mirov hingê dibin watedar dema difikirin ku dikarin tiştan bikin. Dema ji xwe bawer bikî, te kilîdê raza yekem ya serkeftinê peyda kiriye.

* * *

Eger te baweriya biserketinê ji dest dabe, lîsteyek ne ji rastiyên neyînî lê yên erênî çêke. Hêza te ya hindirrîn dê dîsan rabe û te ji têkçûnê hilgire biserketinê.

* * *

Eger bixwazî tişt biguherin, belkî divê tu bi xwe biguherî.

* * *

Yek ji mezintirîn bîskên peresîn û pêşketina mirov ew e dema êdî hew xwe li xwe vedişêre û biryarê dide ku êdî xwe wek xwe bi xwe binase.

* * *

Şiyan û hinêrên xwe rastgoyane binirxîne û paşî ji sedî dehî hilde jor.

* * *

Çavdêrî xeyal û baweriyên xwe be çiku wek xeyal û baweriyên me li me têt. Lew xwe piştrast bibîne.

* * *

Dema bi rêya jiyanê ve dimeşî, xwe bi hesaba jihevkêmkirinê mijûl neke lê hinêr û şiyan û derfet û delîvên xwe bide ser hev… Û tu dê bibînî ku tu kaniya biserketinê yî.

* * *

Dema fêrî azadkirina gencîneya hêz û şiyanên xwe bibî, tu dê hind ramanên binirx yên afirîner jê peyda bikî ku êdî qet pê nevê tu di kêmûkasiyan de bijî.

* * *

Bi texlîdkirina ezatiya xwe ya îdeal, tu dê zû û ne dereng bibî ew.

* * *

Peyv û ramanên te teşe û dirûv didin te… Lew ji bîr neke ku bila peyv û ramanên te ne tengasî û bextreşiyê lê dewlemendî û bextiyariyê bidin pêş.

* * *

Tu çi bixwazî, dikarî bînî bîra xwe lê ji bîr neke ku tenê dikarî wan tecrûbeyan bînî bîra xwe yên te hene. Lew bîra xwe bi tecrûbeyên dilhebîn dagire û bi zanebûnî û sîstematîkî xwe danoqîne wê bîrê.

* * *

Ramanên xwe bi tecrûbe, peyv û pûnijên bênveder têr bike daku te kaniyek tecrûbeyên bênveder hebe û bikarî hêz û şiyana jiyanê û giyanê jê vexwî.

* * *

Hêza bînahiya xwe biperesîne û pêş bixe. Xwe binase. Xwe yê resen yê di kûratiya xwe de bibîne.

* * *

Bizane ku tu ecêb î. Û bawer bike ku tu bi xwe jî dikarî tiştên ecêb bikî – bi fikirkirinê, duakirinê, bawerkirinê, xebatkirinê û alîkarîkirina xelkê.

* * *

Dema ez û tu sava bûn, Yezdan enerjî di me de afirand. Wî hêza jiyanê di me de çand, û baweriya mukum dikare wê hêza jiyanê bisitirîne.

* * *

Nehêle ti asteng çokên te bişkînin û te bêhêvî bihêlin. Bila li bîra te be ku te hinêr û şiyanên giyanî hene ku dikarî pê di ser astengên negengaz dixwiyin re jî derbas bibî.

* * *

Te çend bawerî û vîn hebe, dikarî hind bigî encaman.

* * *

Tiştên mezin hêvî bike û biwêre bo wan bixebite. Bila xeyalên te mezin bin û biwêre wan bike rastî. Bendewarî tiştên mezin be û baweriya xwe bi bicîhatina wan bîne.

* * *

Xwe biavêje çemê jiyanê. Her tiştê xwe bide jiyanê, jiyan jî dê her tiştî bide te.

* * *

Van bîst û çar saetên bên bi zanetî û ji dil bi xweşbînî behsa her tiştî bike: behsa karê xwe, zarokên xwe, tenduristiya xwe û ayindeya xwe.

* * *

Di dilê xwe de bifikire çawan Yezdan şîretan li te dike, û çawan tu şîreta pêdivî ji xwe re dibînî. Eger îro pêwîstiya te bi wê şîretê hebe, tu dikarî wê bibînî. Eger hefteya bêt tu hewcedarî wê bî, hingê ew dê li ber te be. Herdem ne gerek e bi gotinan lava û duayan bikî. Bîskekê li Yezdan bipûnije. Bifikire ku Ew çend qenc e, çend dilovan e, û ku Ew li gel te dimeşe û rêberiya te dike û te diselihîne.

* * *

Jiyanek çawa bixwazî, dikarî wisa bijî, ger ji Xwedê û xwe bawer bikî.

* * *

Bi lava û duayan dest bi her rojê û her karî bike. Wisa dê îdeayên herî baş peyda bikî.

* * *

Biceribîne rojekê bê ti ramanek reşbîn bijî. Dibe pêşî ew dijwar be lê rojek din jî biceribîne û yek din jî – ta bibe edet – wisan tu dê bibî saxlemtir, geştir û jîndartir.

* * *

Tiştên ecêb ne tenê xewn û xeyal in. Pirrî caran tiştên sade, rojane û bênexş jî ecêb in.

* * *

Xwe nebîne pîr û her-pîr-ber. Xort bijî niha – û herdem.

* * *

Her roj bîne bîra xwe ku te hêz û viyan heye, û bi xwe bide bawerkirin ku tu dikarî jiyana xwe pirr xweş bikî.

 

Bijartin û wergerandin ji inglîzî: Husein Muhammed

 

Ziman û Mirovayetî

Kovara Kanîzar, hejmar 4

 

Trudgill

Nûsînî: Professor Peter Trudgill (wêne)

Wergêrran le înglîsiyewe: Hesenê Qazî 

Zimannasî Birîtaniyayî Grev Corbett, le kitêbekey da lemerr cînsî zimanî, basî pêwendiyekî ta radeyek çawrrakêş deka le nêwan cînsî rêzimanî û cînsî însanî le zimanî Lehîstanî da.Le zimanî Lehîstanî da, ciyawaziyekî rêzimanî heye le doxî ko da le serêkewe le nêwan însanî nêr, û le serêkî dîkewe, însanî mê, ajell û şitan da. Ew dellê: ‘ewe wêdeçê dabeşbûnêkî be taybetî cînsiyetî bê’, û le rastîşda waye.

Bellam, her wek ewîş amajey pêdeka, zimanî Rûsî ke xizmî zimanî Lehîstaniye, ew xeslletey niye û boye dijware hest be ‘ciyawaziyekî aşikra be piley nîsbî jnan û piyawanî Lehîstanî û Rûsî’ bikrê.Le bendî 4y ew kitêbe da ême basî jimareyek babetman kird ke pêwendî be ziman, cîns û cînsî komellayetiyewe hebû.Meseleyekî çawrrakêşî ke ême lewêda basman lêwe nekird ewe ye: ta çi radeyek detuwanê pêwendî le nêwan binaxey komellayetî û dewrî komellayetî, û ciyakirdinewey cînsiyetî le ziman da hebê? tenanet eger ême neş tuwanîn be dillniyayiyewe sebaret be tebî’etî komelleyek le ser binemay binaxe rêzimaniyekanî zimanekey îdî’ayek bikeyn, bellam billêy bikrê‌ sebaret be xeslletekanî komellnasaney ziman bizanîn ? Nimûnekanî zimanî Inglîsî webîr bihêninewe ke le bendî 4 da amajeman pêkirdin hemûyan birîtî bûn le pesind bûn le lay jnan bo ewey ‌ zor formî ‘ dirusttir’ le piyawan be kar bihênin. Nimûnekanî ciyawazî taybetî le ser binemay cînsî şêwezarî nêr û mê hemû degerrawe ser kokirdinewey xorak‌ le komellgeyekda ke le rûy têkinolojiyewe pêş nekewtibû yan komellgeyekî koçer ke têyanda dewrî cînsekan zor be aşikratir diyarî dekra. Ca boye daxuda dekirê heta ciyawazî dewrî komellayetî jnan û piyawan le komellgeyekî taybetî da gewretir û ziyatir negorrtir bê, her awaş ciyawaziye zimaniyekan gewretir û ziyatir pitew bin?

Read More »

CIHÊRENGIYA CIVAKÎ DI ZIMANΠDE

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 4

 

nivîsîn: George Yule

wergerandin: Dilyar Amûdî (di wêne de)

DilyarAmudi

Di beşê berî[1]  vê de em li ser cihêrengiyên bikarhanîna zimanî li herêmên cuda yên erdnîgarî sekinîn. Lê dîsa jî ev nayê wê wateyê ku her kesê li heman herêma erdnîgarî di heman rewşê de bi heman awayî diaxive. Em baş dizanin ku bikarhanînên taybet yên zimanî, wek mînak argo, di navbera hin kesên civakekê de ji hinekan din zêdetir e. Herwiha em baş jî dizanin  ku kesên li heman cihî dijîn lê belê rewşa wan ya perwerdehî û aborî ji hev cuda ye, heta asteke bilind gelekî ji hev cuda diaixivin. Ya rast dibe ku ev rewş bi eşkerî yan veşartî wek diyarkereke endamîtiya komeke civakî yan komeleyeke axivînê were bikarhanîn. Komeleya axivînê komeke mirovan e ku norm û bendewariyên wan di bikarhanîna zimanî de dişibin hev. Vekolîna li taybetmendiyên zimannasî ya kesên komeleya axivînê wek zimannasiya civakî[2] tê binavkirin

 

Read More »