KURDÎZAR: ferhenga soranî-kurmancî: J

 

husein

Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammedî ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî, li bin L î wateya L-ya qelew dide, li bin H tê maneya H-ya wek di peyva “heft” de (ح).

 

J j  ژ

jaj jaj, giyayek e têkilî nav penîrê vexewixandî dikin û jajî jê çêdikin

jajik benîşt, qacik, jajik, qaçik cûtek

jakan (cil) qirmiçîn, qermiçîn, qurmiçîn; (gul) çilmisîn

jakandin (cil) qirmiçandin, qermiçandin, qurmiçandin; (gul) çilmisandin

jakaw (cil) qirmiçî, qermiçî, qurmiçî; (gul) çilmisî

jale jale, kerkujk, darek yan deviyek jehrî ya her-şên e bi gulên geş yên spî yan pembe (pîvazî) yan sor

jan jan, êş, azar, ezyet

jandar jandar, bijan

janeser janeser, serêşî, êşîna serî

janesik zikêşî, êşîna zikî

jar jar, jehr, jehrî, zehr

jaraw jarav, jehrav, ava jehrî

jarawî jarawî, jehrawî, bijar, bijehr, jehrkirî

jarber jarber, jehrber, antîtoksîn

jark (gulûgiyayên) pirrsalî, gulûgiyayê di salekê de namirin lê zivistanê di bin berfê ve dimînin û dîsan biharê jiyana xwe didomînin

jarqende jarqende, jehrqende, nîkotîn

jarûjeng rikmane, dijberî, kerb, kîn

jawejaw dengûdor, qerebalix, geremol, dengên bilind û tevlihev

jek (şîrê) terrezak, şîrê yekem yê piştî zana sewalan. Ji şîrê terrezak ne mast lê firû wiha çêdibe: şîrê terrezak têt germkirin û bêyî bêt hêvênkirin dihêlin ta bicemide û piştî cemidî têt xwarin.

jem 1) xwarin, zad (t ya danek / demek diyar, wek: taşt / firavîn / şîv) 2) xizmet; alîkarî 3) bicîkirin; bicîanîn

jemk mastê dew jê çêdikin

-jen -jen, paşgirek e bo çêkirina peyvên nû bi wateya “ya / yê lê dide”: defjen defjen, kesa/ê li amûra muzîkê defê dide, deholjen deholjen, kesa/ê li deholê dide

jendin 1) jenandin 2) şilqandin 3) hejandin; qeliqandin, livandin, lebitandin

jeng jeng, zeng, jengarî

jengar (1) jengar, jengdar, zengar, zengdar, jengî, bijeng, tişta bandora jengê lê bûye

jengar (2) birrek hejîran e

jengalî şînî tarî, şînî xwerû

jengawî jenggirtî, jengawî, tişta di bin jengê ve maye

jengdar bn jengar

jengin bn jengawî

jenîn bn jendin

jeqnebût ziqnebût, darek bi fêkiyê jehrewî ye. Herwa wek peyvek tal yan nifrîn yan dijûn têt bikaranîn û wateya wê nêzî “quzilqurt” û “jehremar” e

jêr bin; jêr

jêrberan derazînk, bilindeka li ber deriyan

jêrçepoke serşorr, ruhkole, neazad, neserbilind

jêrdest bindest, neazad, neserbixwe, kesa/ê / welatê û hwd yê di bin destê hinên dî ve

jêrdestî bindestî, rewşa yên bindest tê de dijîn

jêrewe jêrve, berev jêr, ber bi aliyê jêrî / binî ve

jêrewenan ji bin ve rakirin, ji bin ve pûç kirin, ji reh û rîş ve hilkişandin, ji qop hilkêşan

jêrîn bn jêrû

jêrkenare jêrenot, binnivîsk, nîşeyên / ravekên / şiroveyên li binê her rûpelî yan li dawiya nivîsarê bi tîpên hûr tên danîn

jêrpê binpêk, kursîka mirov rûniştî piyên datîne ser daku xwîn li piyên bilindkirî bigerre

jêrpiyale binkask, binpiyalok, sênîkoka piyaleyekê / fincanek datîne tê de daku cihê kefçikê têkvedanê û belkî şekira kabik hebe û belkî ji ber germiya çayê û germbûna piyaleyê baştir e mirov li şûna piyaleyê dest biavêje wê sênîkokê ku jê re binkask tê gotin

jêrser balguh, balîf, balîfk, binserk

jêrtîp bintîp, kontrol, dîsîplîn

jêrû jêrî, jêrîn, binî; başûr

Read More »

Advertisements

KURDÎZAR: ferhenga soranî – kurmancî: L

husein

Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammedî ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî, li bin L î wateya L-ya qelew dide, li bin H tê maneya H-ya wek di peyva “heft” de (ح).

 

L l ل 

 

la al, alî, rex, hêl; cem, nik, bal, ba, dev; ber; neserekî, duyem; dor, derdor, dorber; pirt, par, pişk

~ birdin dan / birin aliyekî

~ çûn xwe vedan, xwe dan aliyekî, ji rê rabûn, veder bûn, rêya kesekî / tiştekî kirin

~ danan danîn / deynan aliyekî

~ dan dan alî, dan rexekî, ji ser rê rakirin, veder kirin, vedan

~ kirdin berê xwe dan

~ lê kirdin alîkarî kirin

~ tê kirdin pişta / guhê xwe danê, pûte pê nekirin, giringî nedanê

xo ~ dan xwe vedan, xwe dan aliyekî, veder bûn, ji ser rêya kesekî / tiştekî rabûn

lababet albabet, babeta duyemîn / neserekî

labar albar, tiştê li gel barê serekî tê barkirin

laberhem alberhem, berhema neserekî / duyemîn

labiraw dayî / birî aliyekî

lacang cênîk

lacîwerd lacîwerd, şînî zelal

laçû demkî, berdemî, dw. berdewam, herdemî

ladê derbajar, gund

ladêyî gundî, derbajarî

laencam albandor, alencam, bandora / encama neserekî / duyemîn

laf meth, pesn

~ û gezaf meth û pesn

lafaw lehî, lêhî, avrabûn

lagîr alîgir; piştevan

lagîrî alîgirî; piştevanî

lajig nezan, bêhay, bêaga

lajigî nezanî, bêhayî, bêagayî

lak kelex, term (t yê lawirên sekitî / mirî)

lakarî karê pirtdemî, karê ne bo temamî rojê (ango 8 saetan), karê neserekî / duyemîn

lakêş kêmkêş, kesa/ê carinan cigareyan dikêşe

lakêşe stêl, çargoşeya çik, rektangel

lakolan alkolan, kolana neserekî / duyemîn

lal lehl, yaqût (dirr û miceherek e)

lal lal, bêziman (kesa/ê nikare qet yan baş zimanê xwe bigerrîne û bipeyive)

lalanewe lava / dia / dua kirin, hêvî kirin, tika / rica kirin, xwestin

Read More »

KURDÎZAR: ferhenga soranî – kurmancî: Ç

 

husein

Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammedî ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî, li bin L î wateya L-ya qelew dide, li bin H tê maneya H-ya wek di peyva “heft” de (ح).

Ç ç چ

ça çay, ça

çabûk çist, çeleng, gurc, pît, çalak

çaçî çayçî, çaygêr

çadir xîvet, çadir

çadirnişîn koçer

çadirga war, wargeh, xîvetgeh, çadirgeh

çak çê, baş, qenc, rind

çaket çaket, saqo, qapût

çal çal, kend, kosp, kun

çalak çist, çeleng, zîrek, fêris, aktîv, destbişol

çalaw çalav, hewz, gerrik, gom, lîç

çaleçeqîle (gul) lale, alale, le’le, lehle

çandin 1. çandin

çandemenî dexl, dexlûdan, çandemenî, berhemê çandinê

çandenî çînbar, bikêr bo çandinê

çap çap, belavkirin, weşandin, tebih kirin

çapkiraw çapkirî, çapandî, weşandî, tebihkirî

çapxane çapxane, weşanxane, metbee

çapalêw çaysefînk, çaypalêfk, sefînka çayê, palêfka çayê

çapez çaydank, qorî, qorîk, çadank

çar (1) çare, hel, çareserî

            ~ kirdin çare kirin, çareser kirin, hel kirin; (nesax, nexweş) sax kirin, baş kirin

çar (2) (mih) guhspî

çare biçim, rû, serûçav (bi taybetî bi wateya tal): Namewê çarey bibînim Naxwazim biçimê wê / wî bibînim

çarek çarek, çarêk, yek ji çarê; çarêk, 15 deqe (ji saetê)

çarenûs çarenivîs, qeder, felek

çarenûssaz diyarker, xwiyaker, zelalker

çarewa hesp, mehîn

çarşêw çarçev, serdoşek, çarçav

çasir parsek, xwestok, gerrok, xwastok

çaş mat, ecêbgirtî, matmayî, matbûyî

            ~ bûn mat bûn, mat man, ecêb girtin, ecêbê (serê yekî) girtin

çaşnî tam, çêj

Read More »

KURDÎZAR: ferhenga soranî – kurmancî: N

husein

Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammed ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî, li bin L î wateya L-ya qelew dide, li bin H tê maneya H-ya wek di peyva “heft” de (ح).

N n ن

-n 1) ne (forma dema niho ji lêkera “bûn” bo kesên duyem û sêyem yên pirrjimar dema peyva ji berî wê bi tîpek dengdar bi dawî bêt): Êwe mamosten Hûn mamoste ne; Ewan frensîn Ew frensî ne 2) paşbendika dema nihoyî bo kesên duyem û sêyem yên pirrjimar ger rayê lêkerê bi tîpek dengdar bi dawî bêt: Êwe eken Hûn dikin, ‘Elî û ‘Arif nalên Elî û Arif nabêjin

na na, ne, no, nexê, nexêr, dijw belê, erê, be, e, a, ba

na- 1) na- (pirtikek e di dema nihoyî de dikeve destpêka lêkeran û wateya ne-erênî didiyê): nabim nabim, nakey nakî, naxwa naxwe, naçîn (em) naçin, nakirin nakirrin 2) ne- (pirtikek e dikeve destpêka hin rengdêran û hin navdêrên ji rengdêran çêkirî û dijwateya wan ji wan çêdike): naşîrîn neşirîn, tal; napak nepak, nepaqij, nebijûn, pîs, kirêt; narastî nerastî; namirovî nemirovî (Agadarî: Tenê hin peyvên wiha hatine çêkirin di vê ferhengê de hatine rêzkirin ji ber ku di têgihiştina pirraniya peyvên wiha de kurmancîaxiv dê ti zoriyê nekêşin.) 3) kêm caran dikeve pêşiya hin navdêrên ne ji rengdêran çêkirî û wateya “bê” didiyê: naumêd bêhêvî, bêçare, bêumêd.

naba neku, ne ku: Naba neyet Neku neyê

nabedil nebidil, nexwaz, dilnexwaz

nabût nebût, topavêtî, îflaskirî, ji alî aborî ve ketin rewşek kembax / xirab

nafek navik, kuna / qula li zikê mirovan

~ birîn navik birrîn, benê dirêj yê bi navika zarrokan ve piştî welidîna wan birrîn

~ kewtin navik ketin, zik êşîn ji ber westîna / tehibîna bi taybetî ji ber hilgirtina / rakirina tiştên qurs / giran

nahiye E nahiye, bajarok

Nahî bn Nahîde

Nahîde Nahîde, Venûs (planet)

-nak -nak, -dar, bi- (paşpirtikek e dikeve dawiya hin navdêran û rendêran jê çêdike): tirsnak, xeternak, samnak

nal nal, pêlava / sola / hespan, asinê dixwin binpiyên hespan daku birêveçûna wan ne jandar be

nalandin nalîn, axîn û oxîn kişandin, ofîn, ji ber janan / xeman dengên nexweş ji xwe anîn

nalbend nalbend, nalkar, kesa/ê karê wê / wî nalandina / nalkirina hespan e

nalbendî nalbendî, nalkarî, karê / pîşeya nalandina / nalkirina hespan

nalbeng bn nalbend

nalçe nalçe, bizmarên nalan

naldar naldar, nalkirî, binal

nale, nalenal nale-nal, nalîn, dengên nalînê

nalîn bn nalandin

nam I bn yan, ya

nam II (F: nav): Be name Xwa! Bi Xwedê! Bo Xwedê! Bi navê Xwedê!: Be name Xwa zor zîrek e! Bi Xwedê pirr zîrek e!

nam- min na-: nambînî min nabînî, namgirê min nagire, namkujin min nakujin

naman- me na-: namanbînî me nabînî, namangirê me nagire, namankujin me nakujin

name 1) name, kaxez, mektûb, rîsale, peyama bo kesekî hatiye şandin / hinartin 2) name: belgename; rojname; pirtûk

nameber nameber, peyamber, postevan

Read More »

Kurdîzar: ferhenga soranî – kurmancî: H

 

 husein

Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammed ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî, li bin L î wateya L-ya qelew dide, li bin H tê maneya H-ya wek di peyva “heft” de (ح).

 

H h  ح هـ 

ha ha? çi? çawan? (Te) çi got?

ha (2) ha? ma ne, yan: Toş dêyt, ha? Tu jî, ha? Tu jî dêyî? Tu jî dê bêyî, ma ne? Tu jî dê bêyî, yan?

ha (3) ha, hanê, de ha, de hanê, işte, va ye, de va ye, kerem ke, fermû (t dema tiştek ji kesekî re têt dan li şûna bêt gotin: “Bigire”)

ha (4) ha! bizane ha! bizane ku, de min ji te re got

ha (5): ha … ha … ha … ha, geh … geh, car … car: Le lêre ha lewê li vir li wir, geh li vir geh li wir, car li vir car li wir

ha (6) ([min] ham, [to] hayt, [ew] ha, [ême] hayn, [êwe] han, [ewan] han) Li şûna lêkera “bûn” têt bikaranîn: Ham le mal [Ez] li malê me. Hayt le mal? [Tu] li malê yî? û hwd.

-ha: -an (pêşpirtikek e bo diyarkirina pirrejimariya t jimaran): hezarha (bi) hezaran, milyonha (bi milyonan)

hac bn har û hac

hacet, hacet alav, amûr, hacet

hacî hecî, hacî, kesa/ê heca xwe bi cî aniye

hacîbadam navê birrek biskewîtan e

hacîbayef bahîvtirşk

hacîleqleq hacîleglege, leglege, quling

hacîreng bn hacîreş

hacîreş hacîreşk, hechecîk, çivîkek rewş e

haçe bn dirêjayî

hafiz 1) hafiz, kesa/ê Qur’anê ji ber dizane, kesa/ê Qur’an ji ber kiriye 2) kor, bêçav, kore

haj mat, matmayî, ecêbgirtî, sersam

hajandin xwişîn, xuşîn, dengê bilind yê daherrikîna / darijîna avê jê hatin

haje, hajehaj xwiş, xwişexwiş, dengê bilind yê daherrikîna / darijîna avê

haka haha, aniha, di vê gavê de

hakayî hahayî, tişta aniha / haha bibe / bêt / biqewime

hakim 1) (fermanrewa) hakim, padişah, fermanber, walî, rêveber, mîr 2) (dadgêr, serokî dadga) dadgêrr, dadger, hakim, serokê dadgehê

hakimane hakimane, wek / mîna hakiman; hikûmî, hukumetî, fermî

hakimêtî hakimî, hakimtî, rêveberî, fermanberî, hukim

hako keteberî, tesadif: le ~ bi keteberî / tesadifî

hal hal, rewş, çawanî

               ~ û ehwal çawanî, rewş, hal û ehwal

halî serwext, fama, têgihiştî, têgihandî, fehma

               ~ bûn tê gihîn, serwext bûn, fam kirin, tê gihiştin

               ~ kirdin tê gihandin, serwext kirin, famandin, fehmandin

Read More »

KURDÎZAR: ferhenga soranî – kurmancî: D

husein

Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammed ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî û li bin L î wateya L-ya qelew dide.

D d د

da- (1) da- (pêşgirtikek e dikeve destpêka hin peyvan, bi taybetî lêkaran, û wateyek nû dide wan ku bi pirranî liv û tevgerên ji jor berev jêr diyar dike):

da-, dak, dalk da-: dapîr dapîr, diya bavê yekî yan diya diya yekî

… da paşdaçekek e ku li gel van pêşdaçekan tê bikaranîn: lê da, pê datê da

da de, dê, de ka: Da dey werin! De werin (lo)!

dab werîs

dabarîn dabarîn, (baran, berf) dahatin, ji jor barîn jêr

dabestin girê dan, şidandin

dabeş parve, lêkve

            ~ bûn parve bûn

            ~ kirdin parve kirin, lêkve kirin, behr bi behr dan, parandin

dabeşandin parandin, parve kirin, lêkve kirin, behr bi behr dan

dabeşker parveker, lêkveker

dabezandin dahînan, da-anîn, anîn xwarê, anîn jêr; (ji hesp, ker û hwd) peya kirin

dabezîn dahatin, hatin xwarê, jê hatin xwarê; (ji hesp, ker û hwd) peya bûn

dabêjan vebijartin, paqij kirin, saf kirin, ji qirş-mirşan paqij kirin

dabêjraw vebijartî, paqijkirî, safkirî

dabiran vebirrîn, jê vebirrîn, jê qut kirin, jê cuda kirin

dabiraw vebirrî, jêvebirrî, jêqutkirî

dabirîn bn. dabiran

dabîn misoger, tekîd, esehî, piştrast; terxan

daçek rz daçek, hin peyvik in ku dikevin pêşiya peyva / peyvên serekî û demê yan cih diyar dikin, ‘li malê’, ‘piştî nîvro’.

daçespaw xweragir, qayîm

daçespawî xweragirî, qayîmî

daçeqan, daçeqîn beş bûn; bel bûn, biloq bûn, zîq bûn, vekirî bûn / man

daçeqandin daçikandin, di erdê re çikandin, kutan erdê

daçilekan, daçilekîn bizdîn, behecîn, bizdan, bizdihan, be’ecîn, tirsek tavil ketin dilî

daçilekandin bizdandin, behecandin, be’ecandin, tirsek tavil xistin dilî

daçilekaw behecî,bizdayî; bizdok, behecok, bizdonek

daçoran miçiqîn, çik bûn, çikîn, hêdî-hêdî av jê kêm bûn ta ku bi temamî av jê qut bûn

daçorandin miçiqandin, çik kirin, çikandin, hêdî-hêdî av jê kêm kirin ta ku bi temamî av jê qut kirin

daçûn daçûn, çûn xwarê

dad (1) dad, edalet, heqî

dad (2) wey, ax, wax: Xwa dad! Wey Xwedêyo!

            ~ û bêdad! Weyla li minê / mino: Dad û bêdad le dest em dunyaye! Weyla li mino vê dinyayê! Ax ji derdê vê dinyayê!

dadan 1. (pênûs) tiraşîn, tûj kirin 2. dilop kirin, çipik jê hatin: Em serbane daeda Ev ban dilopan dike

            be ser mal da ~ bi ser malê de girtin

dadber dozker, dozveker, şikayetker

dade dadê: dayê; xwişkê

dadga, dadge dadge, dozge, dadgeh, dozgeh, mehkeme, cihê doz lê tên meşandin

dadger dadger, dadpirs, dozpirs, hakim

dadirûn vedirûn, pîne kirin, pinî kirin, cihê dirr(iyay)î yê cilan bi pate yan pîneyekê dîsan saxlem kirin

dadkuj nedadperwer, neheq, nerewa; binpêkerê mafan

dadnûs dadnivîs, doznivîs, noter

dadperwer dadperwer, dadevîn, dadhez, adil, rewa, biheq, kesa/ê ji heqiyê hez dike yan bo heqiyê dikoşe

dadperwerî dadperwerî, dadevînî, dadhezî, adilî, rewayî, heqî

dadpirs dadger, dadpirs, dozpirs, hakim

dadpirsî darizandin, dadpirsî, mehkeme kirin

dadwer dadnas, dadwer, mafnas, hiqûqnas, jurîst, pispora/ê hiqûqê

dadwerî dadnasî, dadwerî, mafnasî, hiqûq, hiqûqnasî, pisporiya hiqûqê

dafetan şerm (ji xwe) kirin

daga dapîr, pîrê, diya bavê yekî yan diya diya yekî

dager birêveber, serperişt, serkêş, rêveber

dageran dagerrîn, hatin xwarê, berev jêr hatin, dijw. hewa ketin

dagirtin 1. dagirtin, tijî kirin, tije kirin 2. niximandin, rapêçandin 3. danîn, deynan, anîn xwarê, peya kirin

dagirtinewe 1. vedagirtin, dîsan dagirtin, dagirtin ve 2. bagurrdan, bagurrdan kirin, bagurrdan (kevirek giran e) li ser banê xanî gerrandin daku serban qayim bibe û dilopan neke

Read More »

KURDÎZAR: ferhenga soranî-kurmancî: P

 

Muhammed_08-09-01_001_väri-iso-682x1024

Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammed ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî û li bin L î wateya L-ya qelew dide.

 

P, p  پ

 

 

 pa I 1) pê, pî, ling ) (pîvaneka dirêjahiyê) pî, qedem, fût 3) pêpik (yên tiştek xwe li ser digire) 4) gav, pêngav

pa II bn pak

pabend girêdayî, bendî, sinorkirî, hefsarkirî

pabûc xufik (hin pêlavên / solên nerm in bo nav malê, ne bo gerrîna li derê)

pacvan pacvan, pacvevan, wergêrr, terciman, kesa/ê pavce dike

pacve pacve, paçve, werger, tercume, veguhastina peyamekê ji zimanekî li zimanek dî bêyî ku naveroka bingehîn ya peyamê biguherre (t bi devkî, ne bi nivîskî)

pacvekiraw pacvekirî, tercimekirî, wergerrandî

pacvezan bn pacvan

pacwe bn pacve

paç tevir, kuling, qezme (alavek e bi destik e û serikê wî asin yan pola / pîla ye bo sistkirina axê û şkandina beran / keviran tê bikaranîn)

paçekole tevirk, tevir, tevirên biçûk

paçkar tevirkar, kesa/ê bi tevirî / teviran kar dike

paçkarî tevirkarî, karê bi teviran

paçe pêk, sim (piyên bizin û mihan): serûpê serûpêk, ser û piyên biraştî / kelandî / qelandî yên bizinan û / yan mihan

paçîn bn dapaçîn û helpaçîn

paçnaw bernav, paçnav, şanenav, navê hunermendî, pseudonîm

paçulke tevirk, tevirên biçûk

paçve bn pacve

paçwe bn pacve

padar livok, meşok, gerrok, seyar, pîdar, tişta digerre yan dikare li ser pêpikên / xirxalên / tekerên / tayreyên wê bêt gerrandin

padaşt xelat, padaşt, diyariya kesek ji ber biserketina xwe werdigire

padşa bn paşa

padişa bn paşa

page derazînk, derçik, şêmik, şîpane, astane, bilindgehka li ber deriyan / dergehan

pagire êşek werimînê / perçivînê ye ku navê wê yê dermannasî elephantiasis e

pagîr êşgirtî, êşewî; bela-bi-serî-hatî

paje belge, nîşane, delîl, govahî

pajne bn panî

pak paqij, bijûn, pak, pakij, xawên; sade, petî, puxte

            ~ le pak beraber, wekhev, ne ji hev kêmtir yan zêdetir

pakemî bn mandûyetî

pakepake bn petate

paket pakêt, paket

pakij bn pak

pakîze pakîze, paqij û bijûn, kesa/ê tiştên xwe pîs nake û li wan bisexbêr e; navek keçan e

pako:

            ~ dan 1) (giya) piçandin, birrîn 2) telaftin, nehêlan, nehiştin

Read More »

KURDÎZAR: ferhenga soranî-kurmancî: Q

Muhammed_08-09-01_001_väri-iso-682x1024

Husein Muhammed

Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammed ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî û li bin L î wateya L-ya qelew dide.

 

Q, q

qableme qazan, qûşxane, amana kûr û biqepax ya ku xwarin tê de tê kelandin

qabîl gengaz, qabil, mimkin, tişta ku dikare bêt kirin yan biqewime

qabîne bn kabîne

qaç pî, ling, nig, pê

qaçaw dijber, dijminane

qaçax, qaçax qaçax, revok, ne serbest, ne qanûnî

qaçaxçêtî qaçaxçîtî, karê qaçaxan

qaçaxçî qaçaxçî, kesa/ê ku tiştan yan mirovan dijî qanûnê dibe nav dewletek din

qaçî pêlav, sol, şekal

qaçor serjimara sewalan yan dewaran, jimartina sewalan yan dewaran

qaçûqûç lêb, hîle, fena, dekûdolab, qîle, xap, xapandin

qaf I navê tîpa ”Q” di alfabeya erebî de

qaf II: qaf kirdin birin eskeriyê, şandin eskeriyê, kirin leşker

Qaf çiyayê Qaf, çiyayê ku li gor çîrrokan li dor dawiya dinyayê bû

qafiye qafiye, bend, ristik (di helbesvaniyê de)

qafle karwan, konvoy, qafîle

qaîl bn qayil

qaîm bn qayim

qaj, qaje, qajeqaj qaj, qaje-waj, dengê zirav û bilind

qajandin qajîn, qaje-waj kirin, dengek bilind û zirav ji xwe derxistin

qajik qijik, qajik, qelebask, qelebaçke, zaq, qijika karsek (firrindeyek e, navê zanistî Pica pica)

qal xwerû, saf, paqij, pak, petî

qalas cerr, cerrik

qalmask kevirkan, berdeqanî, tişta ku mirov kevirkan anku û beran dike di nav re,

di destê xwe de badide û vediweşîne daku kevirê tê de bigihe dûr

Read More »

KURDÎZAR: ferhenga soranî-kurmancî: R

Muhammed_08-09-01_001_väri-iso-682x1024

Amadekar: Husein Muhammed

Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammed ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî û li bin L î wateya L-ya qelew dide.

 

R, r

ra I ra, rey, helwest, nerîn, boçûn, dîtin, qenaet, bawerî

ra II rê, rêk, cihê diyarkirî û edilandî bo pê ve çûnê, tê re meşînê

ra III reh, demar, rih

raber rêber, rênîşander; peyamber, nameber, mesajber, namegihîn; balyoz, qasid, şandî, şande

raberî rêberî, rêberîtî, rêbertî, rênîşandan; peyamberî; qasidî

rabiwardin raborandin, borandin, derbas kirin, derbaz kirin

rabînîn payîn, pan, pêşbînî kirin, bendewar bûn, çavlirê kirin, çaverê kirin, texmîn kirin

raburdin borîn, raborîn, buhartin, derbas bûn, buhurîn, rabuhurîn, derbaz bûn

raburdû borî, çûyî, raborî: salî rabirdû sala borî, sala çûyî

race gulte, çelak, gilç, darê dirêj û stûr yê ku tiştek lê hatiye spartin/paldan

raçenandin, raçilekandin bizdandin, behecandin, veciniqandin, varqilandin, ceniqandin, ciniqandin

raçenîn, raçilekan, raçilekîn bizdîn, behecîn, veciniqîn, varqilîn

radan 1. vemalîn, ramalîn, vedan, dan aliyekî, dûr xistin 2. dirrandin, çirrandin, perritandin

radar I radar, çavdêrk, cihazê ku mirovan ji nêzîkbûna talûkeyan agadar dike

radar II zêrevan, çavdêr

radar III rader, forma netewandî/ferhengî ya lêkeran

radaştin vekêşan, rakêşan, jêk birin, ji hev dûr xistin, dirêj kirin

rade rade, pile, derece, qiyas, qas

radû nan dan pey, li pey çûn (bo girtina wê/wî)

radû kewtin / xistin pê re revîn (keç û kurrên ku dixwazin bi hev re birevin daku bibin jinûmêrên hev)

Read More »

Rêzimana soranî bi kurmancî

Husein Muhammed

Hewler

Van salên dawiyê têkiliya navbera kurdên parçeyên cuda yên Kurdistanê û herwiha yên li derveyî welat jî zêde bûye. Bi taybetî teknolojiya nû, di serî de televizyon û Internetê, ev danîna têkiliyê hêsan kiriye. Lê mixabin ji ber zaravayên cuda û alfabeyên cuda kurd hê jî hinekî dûrî hev dimînin.

Bo baştir nasandina kurdan bi hev, em hewceyî agahiyên pirralî yên derbarê hev in. Di xurtkirina têkiliyan de cihekî serekî jî di ziman de ye. Ji ber wê giring e ku jihevfehmkirina kurdên ku bi zaravayên cuda diaxivin were hêsankirin. Ev kurtelêkolîn hewl dide di çend rûpelan de bingehê rêzimana zaravayê soranî bi kurmancîaxivan bide nasîn.

Ev bi salan e ku ji bilî zaravayê kurmancî, ez li ser soranî jî dixebitim. Heta niha min hin kitêbên edebî jê wergerandine kurmancî. Herwiha ferhengeke soranî-kurmancî amade dikim ku niha heta herfa S amade ye.

Lê bi qasî ku ez bi xwe agadar im, ev yekem car e ku rêzimaneke soranî bi kurmancî hatibe nasandin. Ji ber ku ev destpêk e, ev lêkolîn bi ti awayî îdia nake ku bêkêmasî ye. Loma hêvî dikim ku xwendevan bi dîtin, rexne, pêşniyaz û pirsiyarên xwe bikin ku ev lêkolîn were kemilandin û berfirehkirin.

Veke û bixwîne!


Read More »