DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-7-

(Bo beşên pêştir binêrin: 1, 2345 û 6)

husein

 

Emeg Raman: Ferhengî Raman, 2014

Ferhengî Raman, piştî Wişenamekî Êtîmolojyay Zimanî Kurdî ya Cemal Nebezî, duyem ferhenga etîmolojî ya bi zimanê kurdî ye. Peyv di ferhengê de li gor alfabeya kurdî-erebî hatine rêzkirin, li ber wan bi alfabeya kurdî-latînî hatine nivîsîn û dîsa bi alfabeya ”zanistî” jî hatine diyarkirin. Şirovekirinên ferhengê bi soranî ne lê tê de peyvên kurmancî jî hatine ravekirin.

Ferhengî Raman ji aliyê Emeg Raman ve hatiye nivîsîn ku bernavê kesekî bi navê Ebdulla Îbrahîmzade ye. Ferheng dubeşî ye û ji zêdeyî 1100 rûpelan pêk hatiye.

Berevajî Cemal Nebezî, Raman Emegî hewl daye ku sûd û feyde ji hin ferhengên heyî wergirtiye. Mixabin çavkaniyên ferhengê nehatine rêzkirin lê diyar e ku ferhengên etîmolojî yên almanî li ber destê danerê Ferhengî Raman bûne. Emeg Raman ji Rojhilatê Kurdistanê ye û ji ferhengê baş xuya ye ku ew farisî jî baş dizane. Lê wisa aşkere ye ku mixabin wî têra xwe ne sûd ji ferhengên etîmolojî yên farisî (yên ku danerên wan faris yan jî rojavayî) yan yên zimanên kevn û navîn yên îranî (bo nimûne avestayî yan pehlewî) wernegirtiye.

Emeg Raman di pêşgotina xwe de bi dijwarî êrişî ”şovenîzma farisî” dike lê wek encam bi xwe dibe tawanbarê şovenîzma kurdî ye. Ew hin idiayên bêbingeh dide pêş, wek nimûne, ”kurdî, bi taybetî zarê bakurî [mebesta wî kurmancî ye] gelek ji farisî kevntir û resentir e”.

Helbet di vê ferhenga 1100-rûpelî de Emeg Raman bêhemdî xwe jî etîmolojiya gelek peyvan rast yan teqrîben rast daye. Lê wek Cemal Nebezî, wî jî qet nikariye xwe ji neteweperistiya teng rizgar bike û bi çavekî vekirî û zanistî li etîmolojiya peyvan binêre.

Yek ji armancên wî yên serekî redkirina eslê peyvên ji erebî ye. Ew hewl dide bi her awayî peyvên esil-erebî wek ne ji erebî diyar bike. Bo nimûne, peyva ”felek” li gor hemû ferhengên etîmolojî yên tirkî, farisî û kurdî, bi eslê xwe peyveke erebî yan ji zimanekî din yê samî ye û hevrehên wê di hemû zimanên serekî yên samî (erebî, îbrî, aramî, akadî…) de hene û etîmolojiya wê bêguman e. Lê bi dîtina Raman Emegî ”ji binî ve nikare peyveke ji erebî be” bêyî ku diyar bike ka çima ”ji binî ve nikare peyveke ji erebî be”.

Mesele ne tenê ev peyv e lê Emeg Raman reftar û miameleyeke wiha ya nezanistî û tengbîn li gel hema-hema hemû peyvên ji erebî dike. Eger mirov bibêje ku bi vî karî rabûye daku red bike ku peyvên erebî di kurdî de hene, ne dûrî rastiyê ye.

Tiştekî din peyvên bi eslê xwe ji tirkî ne. Bo nimûne, ji bilî peyvên onomatopoetîk yên gazî- û hawarkirinê wek ”of, ox, oy, oh” û herwiha ji bilî hin peyvên vê dawiyê ji zimanên ewropî hatî, hemû peyvên bi O dest pê dikin bi zelalî ji tirkî ketine farisî û kurdî, wek ”ode, ordek, ordî, orte, oxir”. Lê Emeg Raman an ji nezanî yan jî bi qest hewl dide ku bêyî bingehekî dengnasiya dîrokî ya navbera zimanên îranî (kurdî, farisî û hwd.) li aliyekî û zimanên germenî (almanî, inglîzî, swêdî û hwd.) li aliyekî din, van peyvan bi hin peyvên zimanên germenî ve girê bide.

Wek ku me got, Emeg Raman hin ferhengên etîmolojî yên almanî û belkî yên inglîzî jî bi kar anîne. Lê mixabin van ferhengan ne ku rê li ber wî ron kiriye lê bi piranî rê bi yekcarî li ser wî berze û winda kiriye. Wek çawa ku Cemal Nebezî hewl dabû di Wişenameka xwe de hin peyvên ku bi ser ve dişibin peyvên inglîzî, bike hevrehên hev (bo nimûne ”wijdan” li gel ”wisdom = aqil, hişmendî”), Emeg Raman gelek berfirehtir jî wiha dike û hem çi peyva kurdî ya ku piçekê bişibe peyveke almanî yan inglîzî, dike hevrehên hev bêyî ku qet û qet guh bide dengnasiya dîrokî ya zimanê kurdî yan jî zimanên din.

Bi zelalî diyar e ku Emeg Raman bi vî karî rabûye bêyî ku hay ji dengnasiya dîrokî ya zimanê kurdî yan zimanên din yên hindûewropî hebe. Ew li ferhengan geriyaye daku bibîne ka çi peyva kurdî û almanî dişibe hev û bêyî dudilî ew wek hevreh pêşkêş kirine bêyî ku guh bide dîroka dengnasî û qeyd û bendên wê ka ev idiayên wî li gor dengnasiya dîrokî mimkin in an na.

Armanca danerê Ferhengî Raman ew bûye ku diyar bike ku hema-hema her peyva di kurdî de wek peyveke bi esil kurdî yan jî peyveke ji reh û rîşên hindûewropî ye. Herwiha her kesê aqil di serî de hebe dizane ku di kurdî de (wek di farisî û tirkî de jî) hejmareke pir mezin ya peyvên erebî hene. Çawa ku peyvên bi eslê xwe yûnanî yan latînî di zimanên din yên ewropî de mişe ne, wisa peyvên ji erebî jî di zimanên Rojhilata Navîn de (di kurdî de jî) berbelav in. Lê li her derfet û delîvê Emeg Raman hewl daye ku vê rastiyê red bike.

Ev redkirin ne ku ti ziyanê digihîne zimanê erebî lê digihîne vekolînên zanistî yên li ser zimanê kurdî ji ber ku bi van idiayan ne avên Erebistanê lê kanî û robarên zimannasiya kurdî tên şêlûkirin.

Bloga Zimannas herdu beşên ferhengê belav dike:

 

Ferhengî Raman, berga 1

Ferhengî Raman, berga 2

DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-6-

(Bo beşên pêştir binêrin: 1, 234 û 5)

husein muhammed

Husein Muhammed

 

Cemal Nebez: Wişenamekî Êtîmolojyay Zimanî Kurdî

Kitêba Cemal Nebezî Wişenamekî Êtîmolojyay Zimanî Kurdî (2008) di kurdî de yekem hewldana ferhengeke etîmolojî ya bi zimanê kurdî ye. Berî wê hin ferhengên etîmolojiya peyvên kurdî hebûne lê bi zimanên biyanî bûne.

Ev kitêba bi soranî ji 370 rûpelan pêk hatiye û tê de peyvên kurdî (hem yên soranî û hem jî hin peyvên lehceyên din) pêşî bi alfabeya kurdî-latînî hatine nivîsîn, dûv re bi alfabeya kurdî-erebî û paşî jî bi alfabeya kurdî-erebî bi zarê soranî behsa etîmolojiya wan li gor dîtin û qenata Cemal Nebezî hatine kirin.

Ji pêşgotinê û herwiha ji ravekirinên yekem yên etîmolojiya peyvan diyar e ku Cemal Nebez bi projeyekê rabûye ku armanca wê ya serekî ne zimannasî lê neteweperistî ye. Guman tê de nîne ku Cemal Nebez xwe pir bi vê projeyê ve westandiye lê mixabin ji ber rêbaza wî bijartî piraniya ked û taba wî di ber avê de çûye.

Tiştekî trajîkomîk e ku Cemal Nebez bi dehan salan li Almanyayê jiyaye û almanî wek avê dizane lê dîsa jî yan qet hay jê nîne yan jî qet guh nedayiyê ku zêdeyî sed sal e ku li Almanyayê û bi almanî xebatên herî pêşîn yên li ser etîmolojiya peyvên kurdî hatine kirin (li beşên pêştir yên vê vekolîna me binêrin) ku heta niha jî tevî hin kêmasiyan jî yên herî baş in û her derfet û delîve li ber destê Nebezî bûn ku sûd û mifa ji van berheman wergire û rê û rêbazeke zanistî bide ber xwe lê wisa nekiriye.

Helbet di Wişenamekî Etîmolojyay Zimanî Kurdî de jî etîmolojiya gelek peyvan rast an teqrîben rast hatiye şirovekirin lê piraniya mitleq û reha ya şirovekirina etîmolojiya peyvan di vê kitêbê de şaş û bêbingeh in.

Li gel nasyonalîzma ku rê li ber Nebezî tarî kiriye, pirsgirêka din ya serekî ew e ku wî dest pê kiriye kitêbeke nêzîkî 400 rûpelî binivîse berî ku pêşî bingehên dengnasiya dîrokî ya zimanê kurdî, zimanên îranî yan jî zimanên hindûewropî bixwîne û fehm bike. Mixabin ev heman pirsgirêk li ba etîmolojînivîsên kurd yên li dûv wî jî heye, bo nimûne Emeg Raman, Keça Kurd û Ramazan Çeper ku em ê paşî behsa berhemên wan jî bikin.

Ne ti tiştekî veşartî ye ku kurdî wek zimanekî cîranê erebî, tirkî û farisî, hin peyv ji wan zimanan wergirtine. Her qisekera/ê kurdî yê ”sade” jî van tiştan dizane lê ez tê nagihim çima ”etîmolog”ên me hewl didin bi her awayî vê rastiyê red bikin.

Bo nimûne, di zimanên hindûewropî û heta ji wan di şaxê îranî anku di kurdî, farisî, pehlewî, avestayî û hwd. de ji berê ve Q tine bû. Ji bilî çend peyvên bi qasî tiliyên destan, hemû peyvên bi Q yên di zimanên îranî de piraniya wan ji erebî û herwiha hejmareke pir mezin jî ji tirkî hatine. Yan jî bi rêya erebî yan tirkî ji hin zimanên din hatine lê bi eslê xwe ne kurdî yan farisî ne.

Hemû ferhengên etîmolojî yên farisî, hemû vekolînên li ser zimanên îranî yên ku ji aliyê îranînasên rojhilatî û rojavayî ve nivîsandî vê rastiya bêguman qebûl dikin û dinivîsin. Lê ku mirov li Wişenameyê binêre, Cemal Nebez li ber her peyvê meselê têk vedide, ava zelal şêlû dike û çîrokên wisa ji xwandevanên xwe re vedihûne ku belkî dilxweşker bin lê ti têkilî bi rastiya etîmolojî û zimannasî ve nîne.

Bloga Zimannas li vê derê vê berhemê belav dike lê bi ti awayî ji naveroka wê ne berpirsiyar e û xwandevanên xwe agadar dike ku ev berhem bi kêrî bikaranîna wek referans nayê:

Vekin û bixwînin

Kanîzar, hejmar 7

Zinar

Sernivîsar

Bi hemû rengên zimanê me

Kanîzar kovara zimanê kurdî ye. Gava ku em dibêjin ”zimanê kurdî”, mebesta me hemû rengên kurdî ne: kurmancî, soranî, zazakî, hewramî…

Wek hejmarên berê, ev hejmar jî bi vekolînên bi çend zarên kurdî dagirtî ye. Vê carê nivîsar bi kurmancî, soranî û zazakî hene. Ev sinordariya bi sê lehceyan jî ne merema me ye lê vê carê tenê bi van zaravayan berhem bo weşanê gihiştine me.

Di vê hejmarê de Husein Muhammed vekolîna xwe ya li ser cînavan bi 55 rûpelên din jî bi kurmancî didomîne. Ew di nivîsara xwe ya din ya vê hejmarê de bi berfirehî li ser paşgirên kesî yên lêkeran û dîroka wan dinivîse.

Ev hejmar du nivîsarên bi soranî pêşkêş dike. Hesen Qazî vê carê jî nivîsareke profesor Peter Trudgill li soranî wergerandiye û li ser têkiliyên navbera zimanî û çînên cuda-cuda yên civakî de ye. Kanîzar nivîsarê bi alfabeya kurdî-latînî belav dike. Nivîsara din ya bi soranî ji Ednan Ehmed e û derbarê temamker û berkara neyekser e. Em wê bi alfabeya kurdî-erebî diweşînin.

Vekolîna berfireh ya vê carê ya bi zazakî teza masterê ya Özlem Kılıç ya li ser neyînîtî (negatîvî) di zazakî de ye ku em bi temamî wek pêvek bi vê hejmarê ve belav dikin.

Mesûd Serfiraz vekolînek li ser yek ji kovarên pêşîn ên kurdî, Hetawî Kurd kiriye û naveroka wê bi berfirehî dide nasîn. Dr. Amr Taher Ahmed di hevpeyivîneke xwe de li gel Mem Wêranî li ser wê qenaetê ku divê mirov li şûna zimanê kurdî behsa zimanên kurdî bike.

Wek di hejmarên berê de jî, vê carê jî em du kitêbên li ser zimanê kurdî didin nasîn. Kitêba nû ferhenga hiqûqî ya Hüseyin Özdemir e. Kitêba kevn jî rêzimanname û ferhengoka Kurmanciya Behdînan ya R. F. Jardine e.

Di vê hejmarê de jî em cih didin ku vekolînên bi inglîzî yên li ser zimanê kurdî. Songül Gündoğdu

li ser lêkerên pêkhatî yên navdêr-lêker dinivîse. Nivîsara din jî ji Joyce Blau ye û derbarê dîroka vekolînên li ser zimanê kurdî ye.

Li dawiya vê hejmarê Zarname anku ferhengoka zimannasî dîsa hinekî berfirehkirîtir tê belavkirin. Herwiha kurterêbera rastnivîsînê jî di vê hejmarê de jî cihê xwe digire.

Kerem bikin Kanîzara xwe bixwînin û bo binivîsin!

 

NAVEROKA HEJMAR 7

Sernivîsar
Bi hemû rengên zimanê me, r. 2 

Husein Muhammed
Cînavên kurdî (beşa 2) r. 3 – 58

Nasandin
”Ferhenga Hiqûqî” ya Hüseyin Özdemir, r. 59 – 61

Peter Trudgill (w: Hesen Qazî)
Ziman û çînî komelayetî 62 – 77

Nirxandinek li ser rewşa zimanê kurdî
”Kurdistan dibe erebîziman”, r. 78 – 80

Rêzimaneke kurdî ya 90-salî
”Kurmanciya Behdînan” ya R. F. Jardine, r. 81 – 83

Özlem Kılıç
Zazakî de negatîfîye, r. 84 (hemû teza masterê wek pêvek)

Mesûd Serfiraz
Kovara Hetawî Kurd, r. 85 – 98

Peyvnasî
Pere/pare yan dirav, meydan an qad, zengîn an dewlemend…?, r. 99 – 100

Hevpeyivîn
Li gel Dr. Amr Tahir Ehmed li ser ”zimanên kurdan”, r. 101 – 115

Rêziman
Paşgirên kesî yên lêkeran û dîroka wan, r. 116 – 134

Ednan Ehmed
Tewawkerî yarîde yaxud berkarî narastewxo? r. 135 – 142

Songül Gündoğdu
Noun-Verb Complex Predicates In Kurmanji Kurdish, p. 143 – 172

Joyce Blau
History of Kurdish Stuedies, p. 173 – 183

Zarname
Ferhengoka zimannasiyê kurdî-inglîzî r. 184 – 203

Kanîzar çawa dinivîse?
Kurterêbera rastnivîsînê, r. 204

 

 

DÎROKA (ZIR-)ETÎMOLOJIYA KURDΠ-5-

(Bo beşên pêştir binêrin: 1, 23 û 4)

Husein Muhammed

Tsabolov1

Ruslan L. Tsabolov: Этимологический словарь курдского языка

Etîmologê rûsî Ruslan L. Tsabolov (yan Çabolov) li gor zanîna min bi berhema xwe Этимологический словарь курдского языка (Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî) (beşa I 2001 û beşa II 2010)[1] danerê yekem ferhenga kurdî ya etîmolojî ye.

Peyvên kurdî (kurmancî û soranî) bi alfabeya latînî (lê ne bi temamî li gor rastnivîsîna kurdî-latînî ya standard – li jêrtir binêrin) hatine pêşkêşkirin, paşî li rûsî hatine wergerandin, dû re nimûne ji zargotin an edebiyata kurdî ya nivîskî hatine dan û li dawiyê jî etîmolojiya peyvan hatiye diyarkirin (li gel şiroveyên bi rûsî).

Di ferhengê de hem peyvên kurmancî û hem jî yên soranî hatine pêşkêşkirin lê zimanê lehceya serdest di ferhengê de kurmancî ye. Eger hevreha peyva kurmancî di soranî de jî hebe lê ne bi temamî wek ya kurmancî be, danerê ferhengê berê xwandevanên xwe ji peyva soranî dide peyva kurmancî û li ber peyva kurmancî etîmolojiya wan peyvan diyar dike. Eger hevreha peyva soranî di kurmancî de tine be (yan hebe lê haya Tsabolovî jê nebûbe), hingê peyv û nimûne ji edebiyata soranî hatine berçavkirin.

Read More »

Ferhengnasiye û ferhengnasiya M. Malmisanijî

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 6

 

Ehmed Kirkan

ferhengê-malmîsanijî

Ferheng, qalî vatene û qisey kerdene îfade keno.[1] Ferheng eslê xo de pehlevkî yo û yeno manaya kultur, luxat, perwerde, îlim, aqil ûsn.[2] Xusûsen na çekuye ziwanê arîyan de (Fariskî, Kurdî) kitabo ke çekuye tede kom benî îfade kena.[3] Ferhengî heme çekuyanê ziwanêk yan zî heme çekuyê ke dewrêkê ziwanî de ameyê şuxulnayene gênê xo mî- yan. Ferheng goreyê rêza alfabeyi çekuyan rêzkeno û manayê çekuyan, yan ziwanê ferhengî de (ziwano ke ferheng hadre bîyo) yan zî ziwanêko xerîb de, dano. Ferheng, xezîneya çekuyan goreyê cîya-cîya fikran tesnîf keno û eseran vejeno meydan.[4] Na çekuye cîya-cîya ziwanan de cîyacîya manayan û çekuyana îfade bena. Ferhengnasîye zî îlmê ferhengî îfade kena yan zî merdimo ke îlmê ferhengî goreyê qaydeyanê îlmîyan keno, îfade kena. Ferheng û ferhengnasîye heme ziwananê dinyayî de cayêno muhîm gênê.

Read More »

Kovara Kanîzar, hejmar 6

Hejmar6

Vekin û bixwînin!

Sernivîsar

Vekolînên zimannasî bi hemû zarên me

Kovara zimanê kurdî Kanîzar di belavkirina vekolînên zimannasî yên kurdî de bi pirzarî anku pirlehceyî berdewam e. Di vê hejmarê de em komeke vekolînên zimannasî bi kurmancî, soranî û zazakî pêşkêş dikin. Herwiha em cih didin du nivîsarên bi inglîzî yên li ser zimanê kurdî.

Husein Muhammed vê carê bi berfirehî peydabûn û awayên bikaranîna cînavan di kurdî de vedikole. Lêkolîna wî ya dirêj dê di hejmara 7 de jî bidome.

Ehmed Kirkan dîroka ferhengsaziya kurdî – bi taybetî ya zazakî – pêşkêşî xwandevanên me dike. Berhemeke din ya derbarê weşanên bi zazakî nivîsareke Roşan Lezgîn e ku em li vê derê wergera wê ya kurmancî belav dikin.

Di vê hejmarê de jî em weşandina kitêba profesor Peter Trudgill ya li ser zimannasiya civakî (sosyolîngwîstîk) bi soranîkirina Hesen Qazî didomînin. Mijara vê carê têkiliyên navbera zimanî û komên etnîkî ye.

Fêrgîn Melik Aykoç vê carê bi berfirehî û bi nimûneyên mişe li ser tewangê anku tewandin û çemandinê di kurdî de dinivîse.

Nivîsarên me yên inglîzî yek ji Emîr Hesenpûrî ye û derbarê dîroka nûjenkirin û paqijkirina peyvan di zimanê kurdî de ye. Nivîsara din ya bi inglîzî ji Théotime Chabre ye û li ser ”zimanên neteweyekî bêdewlet” anku derbarê rewşa zar û zimanên kurdî ye.

Wek berî niha jî, di vê hejmarê de jî em du berhemên li ser zimanê kurdî (yeke nû û yeke kevn) dinasînin û dinirxînin. Ya kevn kurterêzimana kurdî ya Samuel A. Rhea ji sala 1869 e. Ya nû jî ”Ferhenga Termên Matematîkê” ya Dilawer Zeraq û Mem Wenda ye.

Zarname anku ferhengoka Kanîzarê ya peyvên zimannasî ya kurdî-inglîzî vê carê jî hatiye berfirehkirin û li dawiya kovarê tê weşandin. Li dawiyê herwiha kurterêbera me ya rastnivîsînê jî hatiye belavkirin.

Bi hêviya ku bi dilê we be!

Naveroka hejmara 6

Sernivîsar
Vekolînên zimannasî bi hemû zarên me

Husein Muhammed
Cînav – peydabûn û bikaranîna wan

Nirxandin

Ferhenga Termên Matematîkê 
ya Dilawer Zeraq û Mem Wenda

Ehmed Kirkan
Ferhengnasiye û Ferhengnasiya M. Malmisanijî

Nasandin
Kurterêziman û ferhengoka kurdî ya Samuel A. Rhea

Peter Trudgill
Ziman û grûpî êtnîkî (wergêran: Hesen Qazî)

Roşan Lezgîn
Di çapemeniya kurdî de tecrûbeya Newepelê

(ji zazakî: Husein Muhammed)

Fêrgîn Melik Aykoç
Tewang

Emîr Hesenpûr
Lexical modernization and purification

Théotime Chabre
Languages of a stateless nation

Zarname
ferhengoka zimannasî ya kurdî-inglîzî

Kurterêbera rastnivîsînê

Kurterêberiya ferhengsaziyê

 

JI: Kovara Kanîzar, hejmar 5

husein muhammed

ARMANCA FERHENGÊ ÇI YE Û FERHENG BO KÊ YE?

Her ferhengek li gor armanca xwe zanyariyên kêm yan zêde vedihewîne. Ferhengên ku bo zarokan bin, yên bo mezinên ”sade” bin yan jî bo zimannas û pisporên zimanî bin yan jî bo hînberên biyanî bin, nabe ku wek hev bin.

Berî ku mirov biryarê li ser berfirehiya ferhengê û zanyariyên tê de bên vehewandin bifikire, divê mirov biryarê bide ka ew ferheng bo kê ye, kî dê wê bi kar bîne: zarok, mezin, kurd, biyanî, pispor…

Read More »