Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor)

Kamiz (2)

Kamîz Şeddadî

NASANDINA DEVOKÊ Û DEVERÊ BI KURTÎ

Kurdistana Sor li rojavayê Azerbaycanê ye, dikeve navbeyna  Ermenistan û Qerebaxa Çiya. Ji bajarên: Kelbecer (Kavilbajar), Laçîn, Qubadlî, Zengilan û Cebraîl û gundewarên wan pêk dihat. Gundên azeriyên tirkîaxêv û kurdên kurmancîaxêv nav hev de bûn.  Salên 1923-29 bi fermana hikumeta Sovyetê weke deverekî taybet bi navê Kurdistana Sor hatibû veqetandin. Li gorî statîstîka fermî sala 1929 hejmara kurdan li deverê 79 000 kes bûye (yên kurdî zanibûn).

Di warê ziman de hin xebat hatibû kirin. Lê paşê dever hat lexvkirin û xebatên li ser ziman jî hat rawestandin.
Şêniyên deverê mislimanin, şîemezheb in. Xwe weke kürmanc, zimanê xwe jî kürmancî binav dikin.

Dîroka peydabûna kurdan li Qafkasya û Azerbaycanê digihêje beriya îslamiyetê.
Sedsalên 10-12 dewleta Şeddadiyan bi serbajarê Gence beşekî mezin ê başûrê Qafqasyayê bi xwe ve diigirt. Bi hatina Selcuqiyan hukmê wan ne ma.
Assîmîlasyona ziman li wê herêmê hêj ji sedsala 19-an destpê kiriye.
Ta salên 1990-î  11gund li Laçîn, 6 gund li Kelbecer, 9 gund li Qubadli, 6 gund li Zengîlanê zimanê xwe (duzimanî) parastibûn. Lê dîsa jî zimanê esasî azerî bû. Lewma jî tesîrê azerî gelek li ser devokê heye, bi taybetî di fonetîk û sîntaksîsê de.

Salên 1992-93 ew devera bi navê Kurdistana Sor ji aliya Ermenistanê ve hat dagirkirin û şêniyên wê bi tevayî jê derketin û belavî tevaya Azerbaycanê bûn.
Vê gavê li wê deverê ne kurd, ne jî azerî tunene.
Di encamê de dever ji kurdan hat paqijkirin û zimanê kurdên wê deverê jî heta hetayê winda bû! Vê gavê kesên ji 50 salî jêrtir ji şêniyên Kurdistana Sor kes bi kurdî nizane.
Devokê Kurdistana Sor  nêzî devokên Xorasan, Meraş, Meletî, Dîlok, Sîvas (qismen Rûha, û Efrîn) ê ye.

Taybetmendyên devokê:

  • Gelek caran dengê ê di dawiya peyvê de dibe e:
    • bave min; biraye min;
    • Emî je Laçîne (Lêçîn) ten (Em ji Laçînê tên)
  •  Carna b dibe p:
    • mînak: bin – pin
      • Le pin siye darekeLi bin siyê darekê;
      • pînbîn (bîhn);
      • pîstin – bihîstin: ezî depîzim – ez dibihîzim;
      • parîn- barîn; şilli depari – baran dibare.
      • peref kirin – berhev kirin;
      • p`ar – bahar…
  • Carna d dibe t:
    • tîyan – diran, didan; – dîh, dêh, gund. (Dema Sovyetê de li Laçînê navê gundekî kurdan Zêrtî bû; bi wateya *Gundê zêrîn – ji ber rengê komunîstan);
  • Dengê H-ya wek li deverên din di peyva “heft” (ح) di vê devokê tune/nîne.
  • Komdengê “xw-“:
    • xwe (xue, xwe)
    • xuşk
    • xorun (xwarin), xostin (xwastin) :ezî dexozum
    • xandin, lê dexunum;
  • Gelek caran di peyvên pirhêca de dengdêrê navîn tê şidandin:
    • avva sar
    • bavve min (bavê min); dakka wî (diya min, dayka min);
    • lakka birê min (zaroka birayê min)
    • ezî dellîzim; ezî deppîzim (ez dibihîzim)
    • dellegur (dêlegurg, gurga mê)

CÎNAV

  • Cînavên kesî yên xwerû:
    • ez, tü, ew, em hûn, ew (îde, îne)
  • Cînavên kesî yên çemandî/tewandî:
    • min, te, we//wê, (e)wî, me, we, wan (ew(a)na)
  • Cînavê veger: xwe (xue, xe).
  • Cînavên nîşandêr:
    • va, vî, ve, van;
    • ew – van, ewan;
    • yên nêzîk: îva (nêr) – eva (mê), ew;
    • yên dûr: îha (nêr) – êha (mê);
  • Cînavên nisbî (di devokê de li gorî cinsan nagorin):
    • yehejmar: yê (ê); î, eha; pirhejmar: Mînak:
    • Du lakkêne minî hene, yê gir doxtire, yê biçûk hu debi.
    • Va texta kurt e, î dirêj bide min.
    • Jina Husên mangan dedoşi, yê min pez dedoşi.
    • Mange te pir şîr dedi, emma î min kem şîr dedi.
    • Keçikêne min dexûnin, eha gir le sinfa heştan i.
      Ede ku van geppana depîstin, dekenîn
      (Yên ku ew gotin dibihîstin dikenîn).
  • kes (ek), her kes, tukes, her teba (her tişt), qet teba, tu teba (tu tişt)…
  • Cînavên enklîtîk/pêvekirî: -ê. Mînak:
    • Ew zû dirave merik dejmiri, ded-ê (Ew zû perê mêrik dijmêre û didi-yê).
    • Misto kerî xwe wenda deki, ew pir l-ê (le+wê/wî) degeri.

BERHEVDANA RENGDÊRAN

  • komparatîv paşgira -tir tê bikaranîn; bo nimûne: çe – çetir; mezin- mezintir
  • sûperlatîv: en mezin, lap mezin… je safk mezin (ji hemûya mezin)

HOKER

  • çir(g), çiter (çawa)
  • kînge, çiqas/çend
  • safk (hemû),
  • kujan (kîjan)

Nimûne:

  • Tu çirg e? (Tu çawayî?)
  • Min weqas (weqes) be te got ku meçe mala cîrên, te ko neda geppê min! (Min ewqas bi te re got ku neçe mala cîran, lê te guh ne da gotina min).

–     wer(g) (bi vî awayî), hawa, hawer (bi wî awayî), weqas;

    • Wer meke, hawa bike! – (Wisa neke, weha bike!)

–    nalî, nastirê (mîna, weke);

Hokerên demî:

  • cara, car-cara; (carinan, hin caran)
  • duho (roja berî îro), huro (îro), suve (roja piştî îro), dusuve (du roj piştî îro), suve (danê sibê); nîro, êvarê, hişev, pêr (du roj berî îro), petrpêr (sê roj berî îro), hisal, par (sala berî îsal), pêrar (du sal berî niha).
  • dêy (erê, belê), na/ne, belke
  • dê çe! – gelek baş!

DAÇEK

  • pêşdaçekên bingehîn:
    • be, de, je, le.
  • paşdaçekên bingehîn:
  • da, ra, ve
  • Nimûne:
    • Be min ra avni (nanni, xweyni) weyîn (Bi min re avê (nanê, xwê) bîne)
    • Le mal; lê ”de beroş da”:
      • Bavve min le mal e;
      • De (nav) beroş da xarin nemaye.
  • Komdaçeka komîtatîv: peve:
    • Ez peve hevale xwe deçime Lêçîn (Ez bi hevalê xwe ve diçim Laçinê);
    • Tu huro peve ke deşuxulu? (Tu îro bi kê re kar dikî?
    • le rev (li gel, li cem):
      • Were, le rev min rûni (Were, li cem min rûne).

GIRÊDEK

  • le, emma (ema, feqet, lakin)
  • çunku, bevika (ji ber …):
    • Emî nikayin heqqîde xwe bixozin, bevika ku dewlete me tunnu. (Em nikarin mafên xwe bixwazin, ji ber ku dewleta me tune).
  • loman

HEJMAR

  • Hejmarên tekane 1-9 : yek, dü //düdü, sê//se// sise, çar, pyenc, şeş, heft, heşt, nehe.
  • Hejmarên ji 11 ta 19: 11- dew//tew yek; 12- tew du; 13-tew se; 14-tew çar; 15- tew pyenc; 16-tew şeş; 17-tew heşt; 18-tew heşt; 19-tew neh.
  • Hejmarên dehane bi du şêwazî tên hejmartin:
    1) de//deh(e), bîst, si//se, çel, penci//pencdeh, şest, hefta, heşta, no//noh.
    2) 10-de(he); 20-bîst; 30- bîst deh; 40- du bîst; 50-du bîst deh; 60- se sê bîst; 70- se bîst deh; 80- çar bîst; 90-çar bîst deh.
    21-bîst-i-yek; 22-bîst-i du; 23-bîst-se….
  • Hejmarên sedane: sed, dused, sesed, çarsed, pyencsed….
    123 – sed-i bîst-i sise; 456 – çar sed-i pyenc-i şeş.
  • Hejmarên hezarane: hezar, duhezar, sehezar….
  • Hejmarên rêzî:
    Ji bo çêkirina hejmarên rêzî paşgira “-an” tê bikaranîn:

    • roya şeş-an; sala pyencan

NAVDÊR

  • Raveka pirhejmariyê : ”-an”, –ene, ”-îde”, ”-êde”, -in; nimûne:
    • Le Qûbadliye ti-y-êde kurmancan pir in (Li Qubadliyê gundên kurmancan pir in). Du-se ro-yan be şunda (Piştî bi du-sê rojan). Zaro-y-îde avva dekevin (Zarok(an) dikevin avê).
    • Mangay-îde le çiyan deçeyrin. (Çêlek(an) li çiyan diçêrin)
    • Elî be tore masî-y-an degiri (Elî bi torê masiyan digirî).
    • Dar-îde le dor re-ne. (Dar(an) li dor rêne).
    • Be ro bav – dakke min-îde terin şuxul, ezekî le mektebe dexunim (Bi roj bav-dêya min diçin kar, ez jî li dibistanê dixwînim).
    • Pir hevale me-y-îde hene (Pir hevalên me hene).
    • Du lakke min-îde le Moskove dexunin (Du kurên min li Moskowê dixwînin).
      Ew çû je dukane je Leyla ra kitabene hilgirt (Ew çû ji dikanê ji Leylê re kitêban kirî).
    • Le tiye me du bîst malne hene, ew her du bîst malne  kurmanc in (Li gundê me çil mal hene, ew her çil mal kurmanc in).
    • Du-se kew-ede li sere tate hebûn (2-3 kew li serê zinarê hebûn).
  • Weke li zimanê edebî, di devoka KS de jî hemû navdêr raveka pirhejmariyê nagirin. Hin navdêr tenê bi yekhejmarê têne bikaranîn:
    • a) navdêrên eşya (herî (hirî), rûn, pendir, ard, ar  (agir), şîr, k’ha (ka), toz, newut (neft), germî (pilaw) .. wd);
    • b) navdêrên abstrakt, ên ku bi alîkariya suffîksên -î, -tî hatine çêkirin (dirêjî, mezinî, bilindî, hevaltî, merîtî (mirovatî),…);
    • c) navdêrên hereketê, yên ji lêkeran  çêbûyî (viyexistin (a ar: vêxistina agir), tirsandin, çûyîn, hilgirtin…);
    • d) navdêrên hereketê, yên bi alîkariya lêkerênkirin” û “bûn” (paqişkirin, gewrkirin (sipîkirin), tewlihevkirin, dirêjbûn, sarbûn, girbûn û wd);
    • e) navdêrên  , ku wateya bûyer an kiryaran nîşan didin (ba, serma, hewa, arsim (grîpp), şuxul û wd).
  • Raveka cinsan:
    • Nêr ( -î, -i, -e, -ê):
      • bivirek-î min
      • zaroyek-î be aqil
      • merîyek-î pîr
      • tîyan-ê wî têşi,tîyanek-î min têşi (diranekî min dêşe);
      • cîran-i me ademek-i çe yi (mirovekî baş e.)
      • Va lakk-ê min gir e (Ev kurê min ê gir e);
  • Çemandina navdêrên nêr:
    • ar-êr; aş-ê, k(h)a-kê, ga-gê, bira- birê
    • Eslan- Eslên
    • Laçîn- Lêçin
    • nêçîrvan- nêçîrvên, nan-nên, xizan-xizên; genim-gênim
  •  Navdêrên mê (-a, -eki; -eke):
    • avv-a kaniye pir sar e
    • dakk-a min
    • xûşk-a min
    • mal-a met-a min
    • Le tiye me da malek-i filan heye (Li gundê me malekî ermeniyan/fileyan heye)
    • min sêvek-i sor da wî
    • Keçik-eki min le mektebe hu debi (Keçeke min li dibistanê hîn dibe)

ÇEMANDINA LÊKERAN

  • Gelo pêşgira berdewamiyê demên niha û roboriya domdar ”de-” (kêm caran t-)  ye:
    • ezî de-şuxilim (ez kar dikim)
    • ez de-şixulim//de-şixuliyam
    • ezî ve-de-kim
    • min ve-de-kir
    • ezî te-rim (d(ih)erim, diçim)
    • ezî le-te-xim (lê dixim)
    • Xizanî hevdi te-xin (Zarok hevdu dixin);
  •  Neyînîkirin:
    • ezî na-şixulim
    • ez ne-de-şixulim//ne-de-şixuliyam
    • ezî le-ne-xim
  • Pêşgira dema bêt (dema were, future): –e ye:
    • ez-e bi-şixulim
    • ez-e bixum; ez-e
  • Formên raweya indikatîv:
    Dema niha (şixulîn, şandin, bûn)
    ezî deşînim, deşixulim, debim                    emî  deşînin, deşixulin, debin
    2. tuyî deşînî(i), deşixulî(i), debî(i)                   hûnî deşînin, deşixulin, denin
    3. ewî deşîni, deşixuli; debi                               ewî, ewîde deşînin, deşixulin, debin
    Dema bêt:
    1. eze bişînim, bişixulim, bibim                        eme bişînin, bişixulin, bibin
    2. tuye bişînî(i), bişixulî(i), bibî(i)                               hûne bişînin, bişixulin, bibin
    3. ewe bişîni, bişixuli, bibi                                 ewe bişînin, bişixulin, bibin
  • Formên raweya subjunktîv
    • şertanî: ez bişixuliyama; min î bixwara
  • Neyînîkirina raweya fermanî bi me- ye. Bo nimûne:
    • meke, mexwe, vemexwe, meşixul, wemeyîn (neyîne), meyîn (rûnene), vemeyex, rameyex, lemeyex (vênexe, ranexe, lênexe)!

PEYVNASÎ

  • Hin peyv di wê devokê de hene ku pir tên bikaranîn, lê li deverên din yên kurmancî nayên bikaranîn an kêm tên bikaranîn:
    • efsirin (ezî tefsirim): serma kirin
    • gep kirin: axaftin, xeberdan               
    • safk: hemû, gişk
    • peve (peve hevdi): bi hev re, pev re, bi … ve (bi hevdu re)
    • xizan: zarok
    • çolik: toraq, lor
    • bivil: poz, bêvil
    • beçi:: tilî+pêçî
    • herd: erd
    • hisal; hiro; hişev: îsal. îro, îşev
    • tat: teht, zinar
    • rehet bûn: westiyan
    • vederketin: derketin
    • vederxistin: derxistin
    • bûy: dewet, zemaven
    • bevika:  (ji ber …, ji ber sedema..)
    • dêy: erê,belê

PS: Strangotin û govendgirtina bi kurdewarî êdî nemaye. 40 sal berê tenê govenda Qaz-qaz dizaniyan…

Tiştek ji folklorê jî ne maye.
Mînakeke biçûk ji folklorê (Ji bo hezkirina zarokan):
Le pin siye dareke (Li bin siyê darekê)
Ez bikujim kareke
Her maleke pareke

Nimûne ji zargotina qeydkirî ya vê devokê:

Lacin1

Lacin2

Lacin3

Lacin4

Binêrin herwiha:
– Mihemed Hemkodî:
Kurmanciya Celikan (Semsûr)
– Battal Battaloğlu: 
Devokeke Dîlokê/Entabê
– Peyam Aghdaşî: Kurmanciya Xorasanê (gundê Kelehnû)
– Îkram Baban: 
Devoka Panosê
– Reben Celikan: Kurmanciya reşiyan (Konya)
– Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê
– Sadiq Der Goyî: 
Devoka Goyan
– Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan)
– Amed Çeko Jiyan: 
Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt)
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: 
Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: 
Kurmanciya herêma Agirî
– Îsmaîl Taha ŞahînDevokan hacan ji eşîra ertoşiyan
– Raman EhmedTaybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein MuhammedTaybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
 Qasimê XelîlîTaybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi JafarzadehKurmanciya Deregezê

6 thoughts on “Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor)

  1. […] Melê: Kurmanciya Dihokê – Rêwan Mihemed: Devoka xerbî (Qamişlo) – Kamîz Şeddadî: Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor) – Mihemed Hemkodî: Kurmanciya Celikan (Semsûr) – Battal Battaloğlu: Devokeke […]

    Like

Leave a reply to DEVOKA ŞIKAKÎ (ÛRMIYE) – Zimannas Cancel reply