Kurmanciya reşiyan (Konya)

Kurd li navenda Tirkiyê

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê)

Reben Celîkan

NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ

Devoka Reşiyan, li deverekê li dervayî Kurdistanê, ji aliyê kurdên ku nêzikî 200-300 salî berê li der-dora Gola Xwê yê platoyê Anatolya bi cîh bûne ve têye axaftin. (Li bajarên Ankara, Konya, Kırşehir)

Devok heta van salên dawî li piraniya gundên Reşiyan bi awayeke zindî dihat axaftin û zimanê serekê yê jiyanê gundan bû. Lê di van salên dawî de ji ber koçberiya ji gundan bikaranîna devokê hinekî hindiktir bûye.

Li herêmê, wekî Kurdî dervayê devokê Reşiyan, devokê Canbegan û zarawayê Şêxbizinkî  jî têye axaftin. Herûsa li bajarî Aksarayê gundên Dimilîaxêf jî hene.

Cîranên kurdan li vir bi tirkî û hinek jî bi nogayî (teterkî) diaxivin.

Devoka Reşiyan her çiqas gelek gotin ji tirkî girtibin jî, ew gotinan di ziman de bi kûrahî cîh negirtine. Di bikaranîna gotinên tirkî de gund bi gund ferq heye. Hinek gotinên erebî jî di devok pêyde dibin û ew ji gotinên tirkî zêdetir bi gelemperî tên bikaranîn.

Taybetiya devoka Reşiyan ji aliyê bilêvkirin, bidengkirinê de ye. Wekî ku haleke bi giştî ye di kurmanciya Berferatî de, li vir jî hinek dengdar ji hinek herêmên Kurdistanê cudatir tên bilêvkirin. Bo nimûne “a” dibe “ao” û “e” dibe “ea”.

CÎNAV

  • Cînavên kesî yên xwerû
    • yekhejmar: ez, tu, ew
    • pirhejmar: em, wûn, ew
  • Cînavên kesî yên çemandî/tewandî
    • pirhejmar: min, te, wî/wê
    • me, we, wana
  • Cînavê veger wiha ye:
    • xe, (xwe), xu (xwu)
  • Cînavê hevber ”hev” e. Wek “hevdu, hevdi” jî têye bikaranîn.

BERHEVDANA RENGDÊRAN

  • Forma komparatîv paşgira ”-tir” çêdibe, bo nimûne:
    • ”mezin+tir”
  • Ji bo forma sûperlatîv gotina “tehr” têye bikaranîn, bo mînak:
    • “tehrî mezin”.
  • Hinek li şûna “tehr” gotina “ên” yan jî “salt” bi kar tînin:
    • “ênî mezin”
    • “saltî mezin”

HOKER

  • Ev hokerên giştî di wê devokê wiha tên gotin:
    • Çing (çawa)
    • kîngêh (kengî)
    • çiqas/çend
    • veng, vengana (bi vî awayî)
    • weng, wengana (bi wî awayî)
    • wiqas (ewqas, hind)
    • duhî (roja berî îro), îro, so (roja piştî îro), duso (du roj piştî îro), siwê yan sada, îşev, pêr (du roj berî îro), tirpêr (pir kêm kes dibêjin) (sê roj berî îro), îsal, sala çûnî (sala berî îsal)
    • vir (vê derê), wir (wê derê)
    • erê, na/ne, belkî

DAÇEK

  • Pêşdaçekên bingehîn ”bi, bo, di, ji, li” di devokê de hene.
  • “Di” hertim wek “di……da” têye bikaranîn.
  • Di devokê de “bo” û “sew” hemwatê ne û herdu jî tên bikaranîn.

Dengê paşdaçekan di devokê de ûsa ne:

da, ra, va

  • Gelo devok cudahiyeke diyar di navbera “li” û ”di … de” de dike? Bo nimûne ”li malê” lê ”di kitêbê de”

Di bikaranîna wanan wek te nivîsandî ye.

  • Gelo komdaçeka komîtatîv ” pê ra” ye. Formên “li gel, di gel” di devokê de pêyde nabin.

GIRÊDEK

  • Ev girêdek di wê devokê çawa tên gotin:
    • “lê” têye zanîn lê, “emma” zêdetir têye bikaranîn.
      • Girêdeka “Lê bilem” jî têye bikaranîn.
    • çunkî
    • loma

HEJMAR

  • Hejmarên sade
    • Hejmarên 1-9:

yek, didu, sisê, çar, pênc, şeş, heft, heyşt, nehe, dehe

Hejmarên 11-19:

deûyek, deûdidu, deûsê, deûçar, deûpênc, dêûşeş, dêûheft, deûheyşt, deûnehe….

Lê yên wekî ”yazde, dozde…” dibêjin jî hene. Wek mînak hejmara “15” wek “panzde” li her gundî têye gotin.

  • Hejmarên 10-90:

Dehe, bîst, sihî, çel, pênceh, şêst, heftî, heyştê, nod.

  • 1000: hezar
  • Gelo H-ya peyvên di navên 7, 17, 8, 18, 70, 80 û 1000 de wek H-ya navê “Hesen” e.
  • Hejmarên rêzî bi paşgira ”-a” tê sazkirin:
    • Yê çara
    • yê naha (di bin tesîra ”a” ya paşgir de ”e” ya peyva ”neh ” jî dibe ”a”: neh > naha)
  • Beriya navdêran formên ”du, sê” lê wek serbixwe ”didu, sisê” tên bikaranîn:
    • Hespê(n) min didu ne. Du hespê(n) min yê hene.
    • Hespê(n) min sisê ne. Sê hespê(n) min yê hene.

ÇEMANDINA/TEWANDINA NAVDÊRAN

  • Çemandina navdêrên nêr bi guherandina A/E bi Ê ye:
    • malê Serdêr (mala Serdarî)
    • serî hêsp (serê hespî)
  • Gelo paşgira nediyariyê bi piranî “-ik” e lê carinan wek ”-ek” jî tê gotin:
    • sêvik (sêvek)
    • hespik (hespek)
  • Gelo raveka pirhejmariyê ”-ê(h)” e:
    • sêvê(h) mi(n)

Li vir dengê h nayê bihîstin lê dengê ê dirêj dibe.

  • Herwiha formeke dîtir di devokê de pêyde dibe: pirhejmariya nediyar: “-nin”
    • sevninê(h) min hêbûn = hinek sêvên min hêbûn.
    • Hevalnin hatin ba (cem) min = çend heval hatin cem min.
  • Gelo raveka yekhejmariya nêr bi paşgira ”-(e)kî” û ya mê bi ”-(e)ka” ye:
    • tevşoyekî min
    • kutawika min, kuteweka min

ÇEMANDINA LÊKERAN

  • Gelo pêşgira berdewamiyê ”di-” ye: Bo nimûne:
    • ez dibêhime (ez dibêjim)
    • dikime (aniha dikim)
  • Pêşgira dema bêt (dema were, future) bi “ê” ye:
    • (Nêr) Ez ê(h) bibêhim, biwêhim. (ê dirêj dibe)
    • (Mê) Ez a bibêhim
  • Paşgirên kesî yên lêkeran di demên neborî (dema niha û dema bêt) de (dema niha ya berdest/aniha):
    • Ez yî dibêhime (nêr) (ez aniha dibêjim, ez mijûlî gotinê me.)
    • Ezê dibêhime (mê)
    • Tu yî dibêhî (nêr)
    • Tu yê dibêhî (mê)
    • Ew î dibêhêye (nêr)
    • Ew ê dibêheye (mê)
  • Gelo dema bêt bi pêşgira ”bi-“ tê bikaranîn. Bo nimûne:
    • Ez ê sêvikê bixwim
  • Formên raweya subjunktîv (şertanî, bilanî û hwd.):
    • Min ê bixwara (nêr)
    • min a bixwara..(mê)
  • Gelo neyînîkirina raweya fermanî bi “me-” ye:
    • Meke!
    • Mebêhê! (nebêje!)
  • Dijwateya ”heye, hene” peyvên ”tunê ye/ne”, kurtkirî ”tunê”:
  • Dijwateya ”ew kurd e” wiha ye:
    • Ew ne yî kurd e(nêr) . Bi kurtî = Ew nî kurd e.
    • Ew ne yê kurd e(mê). Bi kurtî = Ew nê kurd e.
  • Lêkerên ”birin, dan/dayîn, kirin” wiha diçemin?:
    • Ezî / ezê diwime (dibime), didime, dikime
  • Gelo lêkera alîkariyê ” kanîn” e (k-ya bêhilm, nerm)
  • Rehê dema niha yê lêkera ”çûn” bi awayê “-er-, -r-“ e:
    • terim (diçim)
    • narim (naçim)
  • Rehê dema niha yê lêkera “hatin” bi awayê “-ê-“ ye:
    • Ez î/ê tême

Neyîniya wê jî wiha ye: çawa ye:

  • Ez nêm….

DENGNASÎ

  • Dengê “-î” li dawiyê di hemû navdêran de dibe “-i”:
    • seri (serî, ser)
    • tiri (tirî )
    • xasi(xwesî, xwesû)
  • Komdengê “xwe” di devokê de tunê ye. Ew dibe “x-“, “xu-“ yan “xa-“:
    • Xe, xu… xaş, xuş…Xadê, Xudê…
  • W ji komdengê “xwa-“ dikeve:
    • xarin, xastin
  • H-ya peyvên ”hemû, hirç, heşt/heyşt” wek H-ya navê ”Hesen”?
  • A di peyvên ”çav, mar, kanî” de wek A/O tê gotin:
    • Kanî, Çav, Mar…
  • H-ya dawiyê nayê gotin an vokalek tê pey wê. Bo nimûne:
    • panzde (15 – hejmarên 11-19 bi piranî bi awayê ”deûyek, deûdidu, deûsisê…” tên gotin.)
    • nehe, dehe (9, 10)
  • Komdengên ”-ih-” yan ”-iw-” dikevin:
    • niha > na
    • ciwan > can
    • ciwa(n)mêr > *camêr > cêmer

PEYVNASÎ

  • Çend mînak ji peyvên taybet:Dengkirin = axaftin
    • qilêr = gemar
    • lê ketin = Hewtîna/reyîna seyan/kûçikan.
    • et, etik = Dê, dayik…
  • Gelo hin peyvên ku wateya wan ji kurmanciya deverên din cuda jî hene. Bo nimûne:
    • hûnan = anîn
    • Li hev hûnan = hûnandin, hûnan

BERHEMÊN ZARGOTINÊ YAN BERHEM DIN YÊN BI VÊ DEVOKÊ NIVÎSANDÎ

Folklora Kurdên Reşiyan û komekên din yên Kurdên Anatolya gelek zengîn e. Di salên dawî de berhemên nivîskî jî tên weşandin.

Hewce ye ku meriv kovara Bîrnebûn bi nav bike. Ew kovar ji sala 1997’an vir de li ser Kurdên Anatolya weşanan dike.

Min bi xwe jî li ser zargotina Kurdên Anatolya du pirtûk weşandin:

  • Çend çêrokên kurdî ji Anatolya (2007)
  • Biwêj û gotinên pêşiyan ji Anatolya (2009)

Binêrin herwiha:
– Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê
– Sadiq Der Goyî: 
Devoka Goyan
– Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan)
– Amed Çeko Jiyan: 
Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt)
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: 
Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: 
Kurmanciya herêma Agirî
– Îsmaîl Taha ŞahînDevokan hacan ji eşîra ertoşiyan
– Raman EhmedTaybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein MuhammedTaybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
 Qasimê XelîlîTaybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi JafarzadehKurmanciya Deregezê

 

11 thoughts on “Kurmanciya reşiyan (Konya)

  1. […] Xorasanê (gundê Kelehnû) – Îkram Baban: Devoka Panosê – Reben Celikan: Kurmanciya reşiyan (Konya) – Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê – Sadiq Der Goyî: Devoka Goyan – Oruç […]

    Like

Leave a reply to DEVOKA ÇALDIRANÊ (WAN) – Zimannas Cancel reply