Kobanî yan Kobanê?

Raman Ehmed (2)

Raman Ehmed

Di vê dema dawiyê de, gelek varyantên curbicur ji navê Kobaniyê, tên bihîstin.

Ji wan, yên herî navdar ev in “Kobanî” û “Kobanê”.

Niha li jêr, em ê hemû varyantên din, yên di medyaya kurdî de yan jî li ser zimanê kurdîaxêvan tên gotin, bînin ziman.

Bi şêweya xwerû

Kobanî, Kobanê, Koban, kûban, Qoban(bakurî).

Bi şêweya tewandî

Kobaniyê, Kobanêyê, Kobanê, Kûbanê, Qobaniyê/Qobanê (bakurî).

Ji ber nebûna navendeke akademî ya zimanê kurdî li her çar parçeyên kurdistanê, gelek peyv wiha bi demê re hatine guhertin û ji qalibê xwe yê sereke/bingehî derketine.

Bê guman ev yek jî, bi tenê dikare zimên di tabloyeke kirêt de bide nasîn û rê li ber standardkirina zimên-çi ji aliyê rêzimanî ve û çi ji aliyê ferhengî ve- bigire.

Bi armanca zelalkirin û tekezkirina rastiya navê Kobaniyê û ji bo ku em gireyekê ji wan girêpaçên zimên vekin, em ê hewl bidin ku bi awayekî dûrûdirêj û zanistî li ser navê “Kobanî”yê rawestin. Di vê lêkolînê de, em ê hewl bidin ku hemî tevliheviyên li ser navê ” Kobaniyê ” bînin ziman.  Desmaniya vê lêkolînê dê li gor van xalên jêrîn were rêzkirin:

▪︎ Kobanî ji aliyê xaknigariyê ve.

▪︎ Herêma kobaniyê di dîrokê de.

▪︎ Navên ku li Kobaniyê bûne/hatine kirin.

▪︎ Bîrdozên navlêkirina Kobaniyê.

▪︎ Kobanî di berhemên dengî û çapkirî de.

▪︎ Encama rapirsînê ya ji Kobaniyan.

▪︎ Nêrîn û çare.

▪︎Kobanî ji aliyê xaknigariyê ve

Kobanî bajarekî ji bajarên rojavayê kurdistanê ye, ku ji 384[1] gundan pêk tê û hemî pêkhateyên wê jî kurd in-ji bilî çend malbatên ereb, yên ku bi mebesta erebkirina herêmê, li kobaniyê hatin cihbicihkirin.

Kobanî bi xwe jî yek ji bajarên Deşta Sirûcê, ya ku bi encama parçekirina kurdistanê bi du parçeyan bûyî, ye.

Ew di navbera her du bajarên Rojava, yên mezin de dikeve(Efrîn û Qamişlo).

Li rojavaya wê Çemê Firat e, li bakur serxet e-Ruha, li rojhilata wê Girê Spî û li başûr jî Reqa ye-parêzgeheke sûriyê ye.

Cihê Kobaniyê ji aliyê navdewletî ve jî, rasterast li ser sînorê Tirkiyê û li başûr-rojhilatê Sûriyê, dikeve.

▪︎ Herêma Kobaniyê di dîrokê de

Bi saya dîtina hin paşma û kevneşopên ku li gundê Şêranê[2] hatine dîtin, dîroknas tekeziyê li ser wê yekê dikin, ku dîroka herêmê vedigere berî zayînê[3].

Lê hêjayî gotinê ye, ku navê kobaniyê bi xwe wek bajar, bi tenê di sedsala çûyî de derketiye.

Ev yek jî, piştgiriya bîrdoza navê kobaniyê, yê ji “Kompanie”ya Almanî dike-di bin xala bîrdozan de, em ê li ser vê yekê rawestin.

▪︎ Navên ku li Kobaniyê bûne/hatine kirin

Tevî ku bajarê kobaniyê bi xwe bajarekî nû ye û dîroka navê wî- şênîkirina bajêr bi xwe jî- ji sedsaleke derbas nake. Dîsa jî, navê vî bajarî bûye nêçîra gelek aliyan.

Di destpêka sedsala 20emîn, osmaniyan ew bi navê “Muriştpinar” li ser navê gundê “Kaniya Murşid” yê ku li rojavayê Kobaniyê dikeve, bi nav dikirin[4].

Piştî bidestxistina rêjîma “Ba’s” ji desthilatdariyê re, wê jî navê Kobaniyê bi merema erebkirina herêmê kiriye “Eyn El-ereb”.

Rêjîmê yekser navê “Kaniya Ereban”-ew bi xwe kaniyeke kurdan bûye, lê erebên koçer pezê xwe li wir av didan- wergerandiye erebî û di navendên xwe yên fermî de, ew bi tenê bi navê ” Eyn El-ereb ” daye nasîn.

Ji tîrmeha sala 2012an de jî, li Kobaniyê Rêveberiya Xweser berê xwe daye çespandina navê kobaniyê wek “Kobanî”, lê bi varyanteke sivik “Kobanê”- ku ev jî niha ne cihê razîbûna piraniya xelkê wê ye.

Li dawiya sala 2014an de jî, Dewleta Îslamî(Da’iş) êrîşa li ser kobaniyê ji xwe re kir armanc û di medyaya xwe de navê “Eyynu El-Îslam” li kobaniyê dikir.

Hewldana wan ya herî mezin ew bû, ku kobaniyê bixin bin destê xwe û navê wê li gor xwe biguherin.

Hêjayî libîrxistinê ye, ku di vê pêvajoya dûrûdirêj a guherîn û erebkirina navê vî bajarî de, kobaniyan her û her navê bajarê xwe wek “Kobanî/Kobanê” derbasî nifşên li dû xwe kirine.

▪︎ Bîrdozên navlêkirina Kobaniyê

Di gengeşekirina navê bajarê Kobaniyê de, gelek tevlihevî û nelihevkirin derdikevin holê.

Faktorên sereke ji wan nakokî û rikberiyan jî, xwespartina gengeşevanan ya bi du bîrdozên sereke ye.

1- Navê Kobaniyê ji “Kombûn“ê hatiye:

Li gor boçûnên hin kobaniyan, navê Kobaniyê ji “Kom-bûn”ê hatiye.

Alîgirên vê bîrdozê, di wê baweriyê de ne ku Kobanî berê ne şênî bû. Lê dema ku li wir kar û derfetên jiyankirinê çêbûn, miletê Kobaniyê li wir xwe “kom hev kirin”.

Ango bi gotineke din, ew li wir li hev kom bûne û Kobanî şên kirine.

Lewma navê wê “Kombûnê” û di pê re hêdî hêdî bûye ” Kobanê “.

Di çîrokeke din de jî, tê gotin ku du êlên mezin soza lihevxistinê(şerkirinê) li şûna Kobaniyê ya niha dabûn hev. Ji ber vê yekê her kesî digotiye, ku ev cih ê ku lê her du êl li hev kom bûne, ye.

Di vê bîrdozê de, alîgirên wê di etîmolojiya peyvê de berê xwe didin peyva “Kom bûn”ê.

2- Navê Kobaniyê ji navê “Kompanie“ya almanî hatiye:

Di destpêka sala 1903an de, di serdema Împratoriya Osmanî de, bi alîkariya kompaniyeke almanî, xeteke trênê ji paytexta Almanyayê “Berlin” ta paytexta îraqê hatiye danîn[5].

Projeya danîna xetê ji sala 1903an ta sala 1918an dirêj kiriye.

Kompaniya almanî ya ku ev proje danibûye ser milên xwe, bi navê ” Kompanie ” dihatiye nasîn.

Cîgeheke wê kompaniyê jî, li şûna Kobaniyê ya niha bûye.

Kobaniyan ji ber derfetçêbûna jiyanekê li ber wê kompaniya almanî, berê xwe dane wir û navê ” Kompanie ” li cihê xwe yê nû kirine.

Bi derbasbûna demê re û ji ber pirbikaranîna wî navî, ” Kompanie ” sivik bûye û bûye ” Kobanî “.

Alîgirên vê bîrdozê di etîmolojiya navê “Kobaniyê” de, berê xwe didin peyva “kompanie” ya almanî-ew bi xwe navdêreke ji firensiya kevin e, lê derbasî înglizî û almanî bûye.

Hêjayî araştinê ye, ku alîgirên vê bîrdozê nêziktir in ji rastiya etîmolojiya navê “Kobanî”yê.

Ji ber ku guhertinên di navdêrê de çêbûyî, ne ew qas dûr in ji peyva “Kompanie” ya almanî.

Li aliyekî din jî, di Alfabêta Fonîtîkî ya Navdewletî de (IPA) de, tîpa herî dawî ya navdêra “Kompanie”: [kɔmpaˈniː] hevdenga tîpa “î” ya kurmancî ye[6].

Kobanî di berhemên dengî û çapkirî de

Di huner û çapemeniya kurdî de jî, Kobaniyê cihekî wê yê giran hebûye/heye.

Di sedsala bîstan de Feqîr Ehmed[7], ku ew jî yek ji helbestvanên Kobaniyê ye.

Wî di helbesta xwe ya ku di sala 1977an de, bi navê “Riya Kobaniyê” de varyanta ” Kobanî ” bi kar aniye[8].

Li aliyekî din romannivîsê kobaniyî Jandost, di bergê romana xwe ya li ser Kobaniyê de, varyanta “Kobanî” çespandiye[9].

Hêjayî gotinê ye, ku di straneke gelêrî de ya bi navê  ” Kobanî li ber xetê ye, Heso”[10], ku her kobaniyekî/ê pê bihistiye, dîsa varyanta ” Kobanî ” li wir serkeftî ye.

Herwiha nivîskar Şahîn Bekirê Soreklî jî di nivîsên xwe de piştgiriya varyanta “Kobanî” dike. Di kurtevideoyekê de jî li gel kenala Rûdawê, ew tekeziya wê yekê dike[11].

Li hemberî van mînakan, îcar hin dijmînakên wê varyantê jî hene.

Mînaka herî zelal jî ew e, ku Rêveberiya Xweser a li Kobaniyê, berê xwe daye varyanta sivik “Kobanê” [12],[13].

Vê yeka dawî jî hiştiye ku, him medyaya cîhanî û him jî rêveberiyên dewletan jî navê Kobaniyê wek “Kobanê” bipejirînin.

Wek mînak, Almanyayê di dadgeh û nivîsgehên xwe yên penaxwaziyê de varyanta “Kobanê” -bi almanî “Kobane” -wek varyanta rast hilbijartiye.

Ev jî bûye sedema pirsgirêkeke din, ku di zimanê almanî de “Kobanê” wek “Kobani” tê xwendin.

Ji ber ku tîpa “e” di dawiya peyvên almanî de-bi piranî- wek “i”ya kurmancî tê bilêvkirin[14].

Encama rapirsînê ya ji Kobaniyan

Ta mirov standardkirina peyvekê bide ber çavên xwe, divê mirov devoka axêverên wê jî li ber çavan bigire.

Me jî xwest ku em vê lêkolînê ji rapirsîna kobaniyan bê par nehêlin, lewma me guhê xwe da kobaniyan.

Di encama wê rapirsiyê de, ev rêje-prosent diyar bû[15]:

  • Kesên ku piştgiriya varyanta ” Kobanî ” dikin rêjeya wan: 58.82 % e.
  • Kesên ku piştgiriya varyanta “Kobanê” dikin rêjeya wan: 42.50 % e.
  • Kesên ku dibêjin “Kobanî” û “Kobanê” her du rast in/dibe ku rast bin, yan jî bê biryar in: 11.79 % e.

Di rastiyê de, piraniya kobaniyan-ku ne hemî bin- di bilêvkirina navê bajêr de, ne bi temamî tîpa “î” bi lêv dikin, ne jî “ê”.

Dengê li dawiya navê bajêr(dengê tîpa dawî), ji dengê “î”yê siviktir e û ji dengê tîpa “ê”yê girantir e.

Ew deng nêzikî dengê tîpa “é” ya frensî (di peyva “cinéma”) û dengê tîpa “y” ya kurmancî.

Ango wiha ” Kobanéy “.

Pirsgirêk û çare

Di pêvajoya geşepêdana devokan de, hinek pirsgirêkên ziyandar derdikevin holê.

Yek ji wan jî navê “Kobanî”yê ye.

Ziyana herî mezin a nelihevkirina li ser navê kobaniyê ev pirsgirêk derxistine holê:

1- Nenaskirina “bajêr” ji “bajarvaniyan”.

Wek:

” Ez kobanî me “.

Hin alîgirên varyanta “Kobanê” dibêjin, ku “Kobanî” rengdêra ji navê “Kobanê” ye.

Li vir “Kobanî” dikare bibe navdêr, dikare bibe rengdêr jî (kirpandin li dawiya navdêr e).

Eger em li vir “Kobanî” wek rengdêrekê bihesibînin, wê demê em navê bajêr dikin “Koban”. Ev jî li dijî vaca kobaniyan e.

2- Têkbirina vokatîva kurmancî:

Wek:

” Kobanê! “.

Li vir- eger em xwe bispêrin bîrdoza ku piştgiriya navê Kobaniyê wek “Kobanê” dike- dê pirsgirêkeke din li pêşberî me be.

Ew jî ew e, ku li vir “Kobanê” him navê bajêr e, him jî banga navdêra mê ye.

Ango, dema em banga keçeke kobaniyî bikin, em ê bibêjin ” Kobanê!/kobanêyê! “. Ji dêvla ” Kobaniyê! “- li vir kirpandin di nîvê peyvê de ye.

Ev yek jî li dijî hişmendiya kobaniyan e, dîsa.

Li dû vê pêşgotina dirêj, em ê niha li ser çareya vê pirsgirêkê rawestin.

Bîrdoza duyem, bîrdoza serkeftî ye, ya di navlêkirina Kobaniyê de.

Li wir hatiye gotin, ku navê Kobaniyê ji ” Kompanie “ya almanî hatiye.

Him ji aliyê dîrokî ve, him jî ji aliyê zimên ve ev yek nêzktir e ji rastiyê ve.

Bîrdoza yekem ji ber van sedeman şaş e:

1- Di devoka kobaniyî de, qet peyvek bi vî rengê nerahatî nikare were guhertin.

Ji “Kom bûn” bibe “Kobanê”!

Di devoka kobaniyî de, ev guhertin dikarin çêbibin.

  • Du tîp dikarin li şûna hev werin guhertin.

“Tizbî” dikare bibe “tibzî”

  • Tîpek dikare sivik/giran bibe.

“Tûj” dikare bibe “Toj”.

“Firing” dikare bibe “Fireng”. “Kilaş” dikare bibe “kelaş”.

Lê hema tîpek ji peyvê were avêtin û tîpek jî bi yeke din were guhertin, nabe.

Li aliyekî din, divê mirov kurtkirina kobaniyan a ji navdêran re, ji bîr neke.

Devoka kobaniyî jî wek devokên din, ji kurtkirina peyvan(navdêran) bê par nemaye.

Bi piranî ev diyarde di tewandina peyvên ku bi tîpeke dengdêr bi dawî dibin de, derdikeve pêşberî mirov.

Awayê kurtkirî/devokî:

– Hîlê min ji guhdarkirina radyo re tune ye.

– Perê me hene.

– Bavî min (bi) ajinî (avjenjî) nizanê.

– Ez ji Kobanê me.

Awayê nekurtkirî:

– Hîleyê min ji(bi) guhdarkirina radyo re tune ye.

– Pereyên me hene.

– Bavê min bi avjeniyê nizane.

– Ez ji Kobaniyê me.

Li gor van mînakên li jor, xweş tê xuyan, ku kobaniyan her û her berê xwe dane varyanta hêsan û ya sivik di bilêvkirina peyvên ku bi dengdêrekê bi dawî dibin.

Ev jî dîsa piştgiriyê dide wê yekê, ku navê Kobaniyê bi tîpa dengdêr ” î ” bi dawî dibe. Ev jî piştgiriya bîrdoza duyem dike.

Wek encam, navê Kobaniyê bi tîpa “î” bi dawî dibe.

Niha em ê li vir şêweyên rast û durist, yên navê Kobaniyê di hemû rewşên zimên(rêziman) de bînin ziman.

Tewandin:

Şêweya tewandî ya ji navê kobaniyê ” Kobaniyê ” ye.

Mînak:

  • Ez ji Kobaniyê me.
  • Li Kobaniyê zanîngehek heye (Datîv).
  • Kobanî bajarê kobaniyan e.(kobaniyan: kirpandin di nîvê peyvê de ye. Tewandina navdêra pirjimar).

Vokatîv:

Mê:

Hey kobaniyê! (Kirpandin di nîvê peyvê de ye).

Nêr:

Kobaniyo! (Kirpandin di nîvê peyvê de ye).

Pirjimar:

Kobanîno!

(Vê yekê kobaniyî heta roja me ya îroj jî dibêjin. Dema yek banga kobaniyan hemî dike, dibêje “Kobanîno!”).

Navê bajarvaniyan(rengdêr):

Ji bo hemî zayendan:

Kobaniyî.

Mînak:

Em kobaniyî ne.

Kobaniyî: kesên ku li kobaniyê dijîn/li wir ji dayik bûne.

Navê devokê:

kobaniyî (kirpandin di pêşiya peyvê de ye).

Varyanta berbelav “kobankî”.

___________________________

Jêder û lînk:

[1] Cihê gengeşeyê ye, li vir binêre:

https://ar.m.wikipedia.org/wiki/%D9%86%D8%A7%D8%AD%D9%8A%D8%A9_%D9%85%D8%B1%D9%83%D8%B2_%D8%B9%D9%8A%D9%86_%D8%A7%D9%84%D8%B9%D8%B1%D8%A8

[2] Şêran mezintirîn gundê kobaniyê ye.

Binêre: https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9E%C3%AAran

[3] https://www.welat.fm/%D9%85%D8%B5%D8%B7%D9%81%D9%89-%D8%AD%D8%B3%D9%8A%D9%86-%D8%AA%D8%A7%D8%B1%D9%8A%D8%AE-%D9%83%D9%88%D8%A8%D8%A7%D9%86%D9%8A-%D9%82%D8%AF%D9%8A%D9%85-%D9%8A%D8%B9%D9%88%D8%AF-%D8%A5%D9%84%D9%89/

[4] Gotara rêzdar Şahîn daxîn:

https://drive.google.com/folderview?id=1HQ-VyTlsbs9gNLLA4Sb9i6FHp-bXo3gF

[5] Gotareke Almanî li ser mijara xeta trênê.

Binêre: https://de.m.wikipedia.org/wiki/Bagdadbahn

[6] https://de.m.wiktionary.org/wiki/Kompanie

[7] Feqîr Ehmed, xwediyê helbesta “Riya Kobaniyê”.

Binêre:

https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Feq%C3%AEr_Ehmed

[8] Hevpeyvîna rêzdar Ehmed di bernameya Helbestgeh de.

Binêre:

[9] https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Koban%C3%AE_(pirt%C3%BBk)

[10] https://hunerakurdi.com/gotin/7uQhH0k8m

[11]  https://www.facebook.com/kurmancirudaw/videos/326857914620651/

[12] Li vir kurtevideoyek ji kenala Ronahî, ya bi ser rêveberiya xweser de.

Binêre:

[13] Rûpela Fermî ya zanîngeha Kobaniyê li ser Facebook.

Binêre:

https://www.facebook.com/zaningehakobane/

[14] Di Wikionarya Almanî de navê Kobaniyê.

Binêre:

https://de.m.wiktionary.org/wiki/Kobane

[15] çavekî li rapiriyê xe:

https://m.facebook.com/story.php?story_fbid=2603383376450419&id=100003363456603

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s