HIN TAYBETMENDIYÊN DEVOKA TORÊ

Qasimê Xelîlî

Qasimê Xelîlî

Devoka Torê (derdora Kerboran, Hezex, Midyad, Kercews, Nisêbîn, heta em dikarin bibêjin derdora Qamişlo jî…)

CIHNAV

Cihnavên devoka Torê:

Yên kesane (xwerû):
– ez, ti (nerm), ew, em, win, ew

Yên kesane (tewandî):
– mi, te (nerm), wî/wê, me, we, wa

Cihnavê vegerok:
– xwe

Cihnavên şanîdanê:

Xwerû:
– ev, ew

Tewandî:
– vî, vê, va/ana (nêzîk);
– wî wê wa/wana (dûr)

 

DAÇEK

Pêşdaçekên kurmancî “bi, di, ji, li” di devoka Torê de heke piştî dengdêrekê werin bêyî “i” ne.

“Ez li malê me. E’ l’ malê me.”

“Ez ji malê derketim.

E’ j’ malê derketim.”

Paşdaçek, “de, re ve”

(Ji bo De û Re yê ne tam bi dengdêra A’yê ne jî bi ya E’yê, bi bilêvkirineke di navbera herduyan de.)

Ji bo lêkerên Kirin(a derekî), Xistin(a cihekî), Ketin(a derekî) paşdaçeka DEyê tê bikaranîn. Weke: Kete dilê min de. Min şûr xiste kalanê wî de.

 

NAVDÊR

Di devoka Torê de navdêrên nêr an bi tewanga hundirîn ditewin an jî natewin (ji bilî hin rewşan, weke li gel cihnavên şanîdanê “vî Qasimî”):

Weke: Qêsim gote min. Qasim gote min.

(Awayê bi paşgirê nîne: Qasimî gote min.)

Veqetandeka pirhejmar: -ê ye, ne -ên e. Weke: Sêvê mi’ tirş in. (Sêvên min tirş in.)

Veqetandekên nenasyar: -ekî, -eke, -ine

Weke: sêveke miz, nanekî qemitî, sêvine xelatî

Tewanga pirhejmarîyê: -a ye, ne -an e. Weke: Va dara bibe. (Van daran bibe.)

 

RENGDÊR

Di rengdêran de ev cudahî hene: Ji bo berhevdanê: hê, bêhtir, -tir.

Herî û -tirîn nîne. Li şûna wê rengdêr tê ducarekirin. Weke, Zilamê qenc qenc…)

 

HEJMAR

Cudahiyên hejmaran ev in:

Do/dido, Sê/Sisê, Nih, Dih, Sih, Pêncih

Gelek peyvên bi -ih bi dawî dibin li herêmên dî dibine -î. Weke: Tizbih, Bih, mih, sih…)

Hejmarên rêzîn: ya/yê/yê’ yekê, duwa’ (herfa kelijandinê li pey dengdêrên U û Û’yê W ye)

Formên weke yekem yekemîn nînin. Weke: tebeqa hefta, kitêba sedî

 

LÊKER

Cudahîyên kêşana lêkeran ev in:

Dema Borî Ya Sade

Lêkerên bi -în’ê diqedin: An bi vî awayî: Gerîn: Geram / geriham (ne weke gerîyam)

An jî bi vî awayî: Girîn: Girîm (ne weke girîyam)

Dema Niha

Kesandina kesên du û sêyan ên yekhejmar cuda ye.

Li şûna paşgirên kesane “-î û -e”yê “-ê” tê bikaranîn. Ev awayê kesandinê ji bo dema bê jî derbasdar e.

Weke: Tu dixwê. Ew dixwê. (Tu dixwî. Ew dixwe.)

Dema Niha Ya Berdewam

Bi alîkarîya Ê/WÊ (îhtîmal e ji HÊ tê) çêdibe.

Weke : Ez ê xwarinê dixwim.

Ev form ji bo hevokên navdêrîn jî tê bikaranîn. Weke : Qasim wê li mal e.

Dema Bê

Cudahîya serekî di dema bê de di navbera kurmancî û devoka Torê de, pêşpirtika bi-‘yê nayê bikaranîn û qertafa dema bê Ê/WÊ ye (ne Dê ye.)

Weke: Zilam ê kirê. (Zilam dê bikire.)

Tê xwê. (Tu dê bixwî.)

Di neyînîya dema bê de qertafa Ê/WÊ nîne.

Pêşgira neyînîyê NA- ye. (Weke neyînîya dema niha ye.)

Weke: Zilam naçê. (Zilam dê neçe.)

Çîrokîya Dema Borîya Dûdar

Bi alîkarîya hêmana alîkar “xebero”.

Weke: Xebero ev der cihê me bû. (Ev der cihê me bûye.) Xebero vexwariye. (Vexwaribûye.)

 

Şertî/Mercî

Bi alîkarîya gihaneka KU’yê (go): Weke: Go herim. Go bixwim. Go tu herê. Go ew bixwê.

Raweyên Daxwazî Bi awayekî giştî bi alîkarîya van paşgiran: -bame, -bane:

Weke: Ez hatibame. (Ez bihatama./Ez hatibûma.)

Te sêvek xwaribane. (Te sêvek bixwara./Te sêvek xwaribûya.)

Wan pirtûkin nivîsandibane. (Wan pirtûkin binivîsandana./Wan pirtûkin nivîsandibûna.)

 

HIN TEYBETMENDIÎYÊN DÎ

1- Lêkerên rayeka wan a dema niha bi -în’ê diqede weke -ên tê xwendin:

Weke: Bihebêne (Bihebîne), Bifirêne (Bifirîne), Bistrêne (Bistrîne)

2- Zayenda rengdêran bi A û Î’yê.

Mînak: Ev bizin A kol e. Ev nêrî Î kol e.

3- Zayenda kesên ne li huzûrê bi A û Î’yê.

Weke: Ehmed Î li malê ye. Edlê A li malê ye.

4- Li gelek cihan dengdêra E’yê nêzîkê A’yê tê bilêvkirin.

Weke: Av zilam birayê Ahmed A.

5 -E’ya girêder bi wateya berpêbûnê û di avanîya tebatî û dançêkerê de:

Weke: Çûme malê. Gote min. Xanî hate avakirin. Xanî dane avakirin.

6- Carinan di lêkerên pêkhatî de qertafên demî nabin navgir, her pêşgir dimînin.

Weke: Ti dirabê. (Tu radibî.) Ew narûnê. (Ew rûnane.)

7- Hin peyvên teybet:
– Wilo (Ji we lewn): Wisa
– Çilo (Ji çi lewn): Çawa
– Halo (Ji ha lewn): Weha
– Meyzandin: Nêrîn, Fekirin, Sihêkirin, Mêzekirin.

 

Binêrin herwiha:
Husein Muhammed: Taybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
Mehdi Jafarzadeh: Kurmanciya Deregezê

22 thoughts on “HIN TAYBETMENDIYÊN DEVOKA TORÊ

  1. […] Efrînê – Husein Muhammed: Taybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê – Qasimê Xelîlî: Taybetmendiyên kurmanciya Torê – Mehdi Jafarzadeh: Kurmanciya […]

    Like

Leave a comment