Rexne li “Rêbera Rastnivîsînê” ya WM

Isik

Şemsettin Işıklı

(Ev rêzenivîs berê yek bi yek li ser Facebookê hatine belavkirin. Ji ber vegurbûna mijarê, em hemûyan li ser hev kom dikin û bi carekê belav dikin.)

 

Beşa 1

Pirtûkeke bi navê ‘Rêbera Rastnivîsînê’ derketiye. Komxebata Kurmanciyê ev pirtûk amade kiriye û ji alî Weqfa Mezopotamyayê ve hatiye weşandin.

Bi rastî ev pirtûk çend sal berê derketibû lê aniha dîsa çap bûye. Elbet xebateke hêja ye û divê li ber destê mirov be.

Bi derketina vê pirtûkê re hin nîqaş jî çêdibin û divê çêbin jî. Ez jî, li gor xwe, dê tevlî vê niqaşê bibim û car caran hin notan binivîsim.

  • Di pirtûkê de sernivîsên wek ‘Kurdistana Bakurî, Kurdistana Başûrî, Kurdistana Rojhilatî û Kurdistana Rojavayî’ hene. Bakur, başûr, rojhilat û rojava navên hêlan in. Hin caran navdêr in û hin caran jî rengdêr in. Li vir ew di qedînekê de wek rengdêr hatine bikaranîn. Di kurmanciyê de rengdêr natewin, navdêr ditewin. Gava ku qedîneka me rengdêrî be wateyeke wê heye lê gava ku navdêrî be wateyeke wê ya din heye. Heman wateyê nadin.
  • Wateya ‘Kurdistana Bakurî’ ji wateya ‘Kurdistana Bakur’ cida ye. Li vir niyeta nivîskar ‘Kurdistana Bakur’ e, yanê ew perçeya Kurdistanê ku li hêla bakur e. ‘Kurdistana Bakurî’ di wê wateyê de ye ku Kurdistan aîdê bakurê ye.  Ya rast wiha ye: ‘Kurdistana Bakur, Kurdistana Başûr, Kurdistana Rojhilat, Kurdistana Rojava û Kurdistana Başûrê Rojava(Başûrrojava).’ Pêşniyara nivîskar ji bo hêlên nesereke maqûl e.
  • Heman şaşî di sernivîsên wek ‘navdêrên taybetî’ de jî heye. Peyva ‘taybet’ê rengdêr e û natewe. Ev qedîneka rengdêrî ye. Ya rast û qesta nivîskar ‘navdêrên taybet’ e. Wateya ‘navdêrên taybetî’ tiştekî pir cida ye.

 

Beşa 2

Di serê min de sê pirs çêbûne ku ez dixwazim ji amadekarên Rêbera Rastnivîsînê bikim. Bi awayekî din bêjim sê niqte hene ku ez pir meraq dikim. Bi hêvî me ku dê camêrek îzahatekê li ser van meseleyan bike.

  • Ev ‘Rêbera Rasnivîsînê’ bi awayekî li ser me hatiye firzkirin ku em bi dest bixin û li gor wan qayîdeyên tesbitkirî binivîsin. Lê ev ‘Rêber’ bi awayekî lûks hatiye amadekirin û bihayê wê pir zêde ye. Û bêhna ticaretkirinê jê tê. Gelo ku hinek mutewazîtir û erzantir bûya dê maqûltir nebûya?
  • Di Rêberê de hatiye diyarkirin ku ji bo tesbîtkirina van qayîdeyan heft civîn pêk hatiye, 13 zimannas û 5 lêkolîner tevlî bûne û li ser mijaran niqaş çêbûye û li hev kirine. Lê ez meraq dikim ka gelo hemû beşdarên civînan bi yekdengî gotine ‘erê’ ji bo wan biryarên di Rêberê de. Tu kes ji tu tiştî re muxalefet nekiriye, gelo? Mesela ez helwêsta Zana Farqînî meraq dikim ka li hember hin mijaran çi gotiye. Mesela, Reşo Zîlan ji hemû biryaran re gotiye ‘erê’?
  • Bi ya min; diviyabû di serî de Komxebatê peyva ‘zimannasî’yê standard bikira. Gelo zimannasî çi ye? Zimannas kî ye? An jî zimanzan? Bo nimûne:
    1. Yê/a ku ilmên li ser zimên nexwendiye, perwerdeyiya lenguîstîkî nedîtiye dikare bibe zimannas?
    2. Yê/a ku tenê bi zaravayê xwe baş dizane û dikare bi zaravayê xwe baş binivîse lê haya wî/wê ji zaravayên din tune dikare bibe zimannas?
    3. Yê/a ku tenê bi devoka xwe baş dizana lê haya wî/wê pir ji devokên din tune dikare bibe zimannas?
    4. Yê/a ku çend pirtûkên rêzimana kurmanciyê dane ber xwe û ji wan sentezekê çêbike û li ser navê xwe pirtûkekê amade bike û pirtûka xwe jî hinek bixemilîne, dikare bibe zimannas?
    5. Û em ji wan kesên ku bi rastî jî emrê xwe di xizmeta zimanê xwe de xerc kirine lê haya wan ji zanyariyên li ser zimên û zimanan tune ne, çi dikarin bêjin?
    6. Qey ferz e ku em ji yên ku baş bi zimanê xwe dizanin re etîketekê danin?

 

Beşa 3

Di hemû zimanan de û di kurmanciya me de jî qayîdeyên giştî yên rêzimanî hene û ziman li gor wan qayîdeyan tê bikaranîn. Lê li hin cihan û hin caran ew qayîdeyên giştî dibe sedemê tevlîhevî û şaşfehmiyan. Ji ber vê yekê ziman li gor mentiqê xwe bi domana demê re û bi lihevkirineke civakî qayîdeyên awarte peyda dike. Di van qayîdeyên awarte de wateyek, mentiqek, kedek, û dîrokek heye. Gava ku qayîdeyên giştî dixitimim, ziman ji xwe re kulekek vedike û tê re nefes dide û distîne. Tu kes nikare bi serê xwe kulekekê di ziman de veke an bigire. Di hemû zimanan de rêzikên îstîsna hene. Ew rêzikên awarte sînorên ziman fireh dikin, dewlemend dikin. Tu kes nikare bêje; ez zimannas im, ez ê li gor dilê xwe qayîde danim an rakim. Wezifeya zimannasan ew e ku hemû rê û rêzikên zimên bizanin û bidin zanîn.

Di vê beşê de mijara me tewandina navdêrên nêr yên yekhejmar e. Qayîdeya giştî ew e ku navdêrên nêr yên yekhejmar bi parkîta(paşgira) ‘î’yê tê tewandin. Ev rast e lê ev ‘î’ya me xwediyê pir fonksiyonan e. Bi peyvan ve dizeliqe wateyên cida cida dide. Ji navdêran navdêreke din, ji rengdêran navdêr çêdike. Ji ber vê di tewandinê de jî problem çêbûye û ziman bi mentiq û îmkanên xwe xwestiye ji vê tengasiyê xilas bibe.

Celadet Bedîrxan bi zelalî, bi mentiqeke têgihîştî û bi lêkolîneke berfireh vê mijarê şîrove kiriye û bi me daye zanîn. Û bila tu kes jî xwe nebe û neîne, hîn jî bi giştî Caladet Bedîrxan di zirveyê de ye. Hîn jî kes negihîştiye sewiyeya wî û hîn jî em li ser sermiyanê wî xwe xwedî dikin. Ez nabêjim ku hemû gotinên wî ne niqaşbar in. Niqaş lazim e lê divê ku pêşî mirov xwe bigihîne sewiyeya wî.

Di vê mijarê de ew wiha dibêje: 1- Tewang bi ‘î’yê çêdibe. 2- Gava ku di bêjeyê de tîpên ‘a’ an ‘e’ hebe ew diguhere dibe ‘ê’. 3- Meyîldariya terikandina tewangê heye.
Dibêje ev her sê rê jî rast in.

Li ser vê, ka bala xwe bidin Rêbera Rastnivîsînê çi dibêje:

Ez bajarî dibînim. Gelo ez çi dibînim? Ez bajêr dibînim an yeke/î ji bajêr dibînim?
Ez welatî dibînim. Gelo ez welêt dibînim an keseke/î ji welêt dibînim?
Ez gundî dibînim. Gelo ez gund dîbînim an keseke/î ji xelqê gund dibînim?

Ka lê binêrin:

Ez derî vedikim. Ez Şêrko dibînim. Ez xanî/xênî ava dikim. Di van hevokan de çi şaşî an tevlêhevî heye?

Lê Rêbera me dibêje na, van hevokên zelalwate giran bikin û bêjin:

Ez derîyî vedikim. Ez Şêrkoyî dibînim. Ez xanîyî ava dikim. Yanê yekî zimannas çawa dikare vê biparêze?

Ew peyvên ku Rêbera me dibêje ‘a’ an ‘e’ tê de tune, em ne mecbûr in wan peyvan bitewînin.

Ez şîr vedixwim. Ew goşt dixwe. Ez rûn dikirim. Tu tirî difroşî. Çi şaşî an tevlîhevî di van hevokan de heye? Wateyên wan ne zelal in?

Ez ê vê qayîdeya awarte bi kar bînim. Û ez rast nabînim ku em tenê em bi ‘î’yê navdêra nêr bitewînin.

Arif Zêrevan di sala 1997î de bi navê ‘Bingehên rastnivîsandina kurdiyê’ xebateke pir hêja kiriye. Wisa dixwiyê ku Rêber hin qayîdeyan ji wir wergirtiye.

Gelo ew çavkaniyên ku Rêberê jê îstifade kiriye ji bo çi nehatine dîyarkirin?

 

Beşa 4

  • Mala nivîskarê Rêberê ava be ji ber ku du rûpel ji ‘alfabe’ya me re veqetandiye. Lê gelo çi gotiye? Bi ya min tîştek negotiye. Tenê tîpên ku jixwe tên zanîn rêz kiriye û nivîsîye. Pirsgirêkan ji ser guhê xwe ve avêtiye. Pirsgirêk ev e:

Hin tîp hene xwediyê du rengan in. Ev tîp neh heb in.

A- Azad. Ayeke din jî heye: A- Adil

Ç- Çiya. Çeyeke din jî heye: Ç- Çene

E- Evîn. Eyeke din jî heye: E- Emer

H- Hêvî. Heyeke din jî heye: H-Hemîd

Î- Îskan. Îyeke din jî heye: Î- Îsa

K- Kawa. Keyeke din jî heye K- Kanî

P- Pola. Peyeke din jî heye: P- Perî

T- Tîrêj. Teyeke din jî heye: T- Teşî

X- Xunav. Xeyeke din jî heye: X- Xulam

XW- Ev jî dîftonga me ye. Rêbera me vê ji bîr kiriye.

 

Rêbera me ji van tîpên dureng re rêberî nekiriye. Ji bo çi hewceyî pê nedîtiye?

Celadet Bedîrxan bal kişandiye ser van tîpan, li gor xwe jî çareserî dîtiye û hêştiye hêviya bikaranîneran.

Baran Rizgar jî çareseriyekê dîtiye; li bin tîpa ku rengê diduyan derdixe xizekê kêşandiye.

Lê ev arîşe giring e, divê ku bê çareserkirin. Loma di hînbûn û di hînkirina van tîpan de zehmetî çêdibe. Min, wek mamosteyekî zaravayê kurmanciyê, vê zehmetiyê kêşaye û dikêşim.

2- Lêkereke me heye: Hatin. Ev lêkereke pir muhteşem e, pir kêrhatî ye. Û ji rêzê der e. Yanê lêkereke îstîsna ye. Wek lêkereke alîkar jî tê bikaranîn di hevokên tebatî (pasîf) de.

Demên borî: Ez hatim. Tu hatî. Ew hatibûn. Hûn hatine.
Dema niha: Ez têm. Ew tê. Ew tên. Tu têyî.
Dema bê: Ez ê bêm. Ew ê bê. Em ê bên. Tu yê bêyî.

Ev lêker bi vî awayî hatiye bikaranîn, tê bikaranîn, berbelav bûye û standard bûye.

Kurmanciya me bi domana demê re li gor mentiqê xwe, xwe sivik dike, zêdeyan tavêje û xwe hêsan dike û xwe diguherîne.

Nivîskarê Rêberê çi dixwaze ji vê lêkera me ya şîrîn? Ji bo çi ‘ih’ekê lê zêde kiriye û giran kiriye? Ji bo çi me dike nav wê zehmetiyê? Dibêje: dihê, bihê. Bila bi xwe bi kar bîne. Lê bila li ser me ferz neke. Ez dev ji ‘bê’ û ‘tê’ya xwe bernadim. Erê wila! 

 

Beşa 5

Celadet Bedîrxan, 80-90 sal berî niha ‘Bingehên Gramera Kurmanci’ di kovara xwe ‘Hawar’ê de nivîsîye. Ez ê qala du mijarên giring bikim: 1- Tewang. 2- Veqetandek. Ew rêzikên ku Celadet Bedîrxan tesbît kirine, ji wê rojê ve di zimanê me yê nivîskî de bûye standard û nivîskarên Rêbera Rastnivîsînê jî(yên ku ez dinasim) ev e çil sal e li gor wê standardê tevdigerin.
Lê îro nivîskarê Rêberê heman rêzikan dubare dike lê di çend tiştên biçûk de tercîhekê dike ku ew tercih jî di îzahatên Celadet Bedîrxan de hene.

  • Arîşeya tewandina navdêra nêr ya yekhejmar bi ‘-î’yê di beşa sisêyan de hatibû şîrovekirin.
  • 2- Tewandina navdêra pirhejmar ya ku bi ‘-in’ê bibe nebinavkirî. Bizin-bizinin, hesp-hespin, derî-deriyin. Li vir navdêra ‘bizin, hesp, derî’ bi ‘-in’ê bûne pirhejmar û nebivavkirî. Gava ku em van navdêran bi ‘-an’ê bitewînin, dibe ‘bizininan,hespinan,deriyinan’. Li vir Celadet Bedirxan tespîteke muhteşem dike û dibêje: 1- Ji bo pirhejmariyê du tîpên ‘n’ zêde ne, yek bes e. 2- Ziman xwe ber bi sivikayiyê ve diherikîne. Em peyvê giran nekin.
    Ez bizinina dibînim. Ez deriyina dibînim. Ez hespina dibînim. Li vir tu sedemeke tevlîheviyê tune. Divê ku em qedrê vê rêzikê baş bizanibin û têbigihêjin.
  • Veqetandekên binavkirî: -Ê, -A, -ÊN. Veqetandekên nebinavkirî: -EK, -EK, -IN.
    Gava ku navdêrên bi veqetandekên nebinavkirî bên tewandin; dibin; -EKÎ, -EKE, -INE

Rêbera me meseleyê dibe û tîne, dûre veqetandeka ‘-ekî’yê dipejirîne. Lê veqetandeka ‘-eke’yê dike ‘-eka’. Ji bo çi Rêber vê standarda berbelavbûyî diguherîne?

Ji ber ku ziman bi domana demê re xwe li gor mentiqê xwe, xwe sivik dike û diguherîne; hin caran û hin nivîskar ew ‘î’ û ‘e’ya li dû ‘ek’ ê bi kar naînin. Bi rastî jî li vir tunebûna ‘î’ û ‘e’yê nabe sedema pirsgirêkekê. Em bihêlin bila ziman rehet biherike. Her rêzikek istisnayên xwe bixwe diafirîne.

4- Rêber veqetandeka ‘ine’yê jî dike ‘inên’, Yanê ‘hespine wan’ dike ‘hespinên wan’. Rêber li vir jî hem standardê xira dike û hem jî barekî girantir datîne ser pişta zimên.

Di rûpela 123yan de rêber hevokeke wiha dinivîse: ‘Divê bihê dîyarkirin ku di vê mijarê da fikreka din jî heye. Nimûneyên vê fikra ku Celadet Bedirxan jî piştgiriya wê dike, weha ne.’ Di rûpela 137an de jî Rêber navê Celadet Bedirxan dinivîse û dibêje; veqetandeka ‘ine’yê nabe, bila bibe ‘inên’. Min di van hevokan de problem dît. Hevok ne rast e, Celadet Bedirxan ne piştgir e. Û ji bo çi Rêber di lidijderketinên xwe de navê Celadet Bedirxan bi bîr anîye?

5- Heta niha me wek standard paşdaçekên ‘de û re’ bi kar anîye. Helbet ‘da û ra’ jî rast in. Rêber hema bi yek carî dibêje: ‘da û ra’. Ez ê bikaranîna ‘de, re, ve’yê bidomînim.

Bi rastî hinek mijarên din jî hene ku mirov li ser bisekine lê ez ê dawî bidim gotinên xwe. Berî ku ez biqedînim ez ê çend gotinên din jî bêjim. Rêber termînolojiyê jî hinek guherandiye. Mirov di xwendinê de zehmetî dikêşe. Nimûne:
Veqetandek: gire, binavkirî: nasyar, nebinavkirî: nenasyar, dengdar: nedengdêr, û didome.

Bi ya min, divê ku hemû xebatên li ser zimên wek helqeyên zincîrekê bin û hev temam bikin. Divê ku helqeyên zincîrê quwet bidin hev, haya wan ji hev hebin, yek li dû ya din cihê xwe bigire. Mesele meseleya zimanekî neteweyî ye, ne ya ekolekî, grûbekî an ya şexsekî ye.

 

Dê bidome.

________________________________

NIRXANDINÊN KESÊN DIN LI SER RÊBERA RASTNIVÎSÎNÊ YA WEQFA MEZOPOTAMYAYÊ:

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google photo

You are commenting using your Google account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s