”Ciwan” wek diyardeyeke watenasî û wateguherînê

Husein Muhammed

 

Ciwani

keçeke ciwan

 

Ne li tevahiya Kurdistanê be jî, peyva ”ciwan” di piraniya devokên kurmancî û soranî de tê bikaranîn. Li hin deveran ew bi şiklê ”can” e (bo nimûne li Behdînan, li Kobanê û li Rihayê anku Urfayê). Li hin deveran jî ew bi awayê ”cihan” e (bo nimûne li hin derên Diyarbekirê).

Carinan heman peyv bi awayê ”cwan, cuwan, cûwan” jî di nivîsan de tê dîtin lê ew tenê tercîhên rastnivîsînê yên nivîskarên wan in û ji aliyê dengnasî ve ew ne ji forma ”ciwan” cuda ne.

Di vê kurtevekolînê de em ê ji çend aliyên zimannasî ve li vê peyvê binêrin.

Hêjayî gotinê ye ku varyantên ”can” û ”cihan” herwiha wek du peyvên ji peyva ”ciwan” cuda jî hene:

  • can: ruh, giyan, derûn, nefs…
  • cihan: cîhan, dinya, alem, gerdûn…

Di vê nivîsarê de gava ku em behsa peyvên ”can, cihan” dikin, mebesta me ne ”ruh, giyan, derûn, nefs…” û ”cîhan, dinya, alem, gerdûn…” in lê mexseda me formên devokî yên bi maneya ”ciwan” in ku li hin deveran wek ”can” an ”cihan” tên gotin.

 

Pirwatetiya peyva ”ciwan”

Gava ku mirov ji aliyê watenasiyê anku semantîkî ve lê binêre, maneya peyva ”ciwan” (yan varyantên wê ”cihan, can”) li gor deveran diguhere. Mirov dikare du maneyên serekî ji peyvê re bibîne:

  • 1) ciwan: genc, xort, cihêl, êdî ne zarok lê hê ne pîr jî (bi inglîzî ”young”, bi tirkî ”genç” û bi erebî ”şabb”)
  • 2) ciwan: spehî, xweşik, bedew, rind, qeşeng, ne kirêt, ne kirh (bi inglîzî ”beautiful”, bi tirkî ”güzel” û bi erebî ”cemîl”)

Ji van herdu wateyên ji hev cuda, maneya 1 bi taybetî di kurmancî de û bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê peyda dibe. Li wan deveran mirov ji keç û kurên ku êdî ne zarok in lê hinekî mezin bûye re dibêje ”ciwan”. Herwiha ji jin û mêrên ku hê pîr nebûne re jî mirov dikare bibêje ”ciwan”. Bo nimûne:

  • Gelek ciwanên me bûne qurbanî rizgariya Kurdistanê.
  • Divê ciwan bixwînin û ji pîran şarezatir bibin.
  • Pîr û ciwan li hev nakin.

Wateya 2 bi taybetî li Başûrê Kurdistanê tê xebitandin. Ew hem di soraniya Başûrê Kurdistanê de û hem jî di kurmanciya wê derê de (devera Behdînan) maneya ”spehî, xweşik, rind, delal, bedew” dide. Di soraniya Başûr de ew teqrîben li her derê bi şiklê ”ciwan” e. Di kurmanciya Başûrê Kurdistanê de li gelek deveran bi awayê ”can” tê gotin lê di zimanê nivîskî yê wê derê de jî di bin tesîra kurmanciya giştî de û herwiha di bin tesîra soranî de jî ew bi piranî dîsa wek ”ciwan” tê nivîsîn. Herwiha li Bakurê Kurdistanê jî li deverên kurmanciya rojhilatî (bo nimûne li Hekariyan û Wanê) peyva ”ciwan” maneya ”spehî, xweşik, bedew” dide.

Di soranî û kurmanciya rojhilatî de ”ciwan” (yan ”can”) bi piranî tenê bo xuyang û rû yan bejnûbala keç û jinan tê bikaranîn anku wek hevwateya inglîzî ”beautiful” yan tirkî ”güzel”. Bo nimûne:

  • Filan keç / jin ciwan e. (anku rû yan bejnûbala wê bi dilê mirovî ye.)
  • Bûk baş hatiye ciwankirin. (anku baş hatiye xemilandin û xweşikkirin.)

Adeten di soranî û kurmanciya Behdînan de ”ciwan” (an ”can”) bi mebesta xuyanga kur û zelaman nayê bikaranîn anku mirov nabêje ”Filan kur / mêr ciwan e” yan ”Zava baş hatiye ciwankirin.” Li şûna ”ciwan”, bi mebesta xweşikiya xuyanga rû û bejnûbala kur û zelaman mirov bi kurmanciya Behdînan dibêje ”keşxe” û bi soranî jî ”qoz” yan ”qişt”.

Bo nimûne (kurmanciya Behdînan):

  • Filan kur / zelam keşxe ye. (anku rû yan bejnûbala wî bi dilê mirovî ye.)
  • Zava baş hatiye keşxekirin. (anku baş hatiye xemilandin û xweşikkirin.)

Lê li hin deveran jî, bo nimûne li Wanê ”ciwan” bo diyarkirina xuyanga rû yan bejnûbala kuran an zelaman tê xebitandin anku wek bi inglîzî ”handsome” yan bi tirkî ”yakışıklı”.

 

Hevwateyên peyva ”ciwan”

Li şûna peyva ”ciwan” bi herdu wateyên wê jî di kurdî de çendîn peyvên din jî tên bikaranîn.

Li şûna peyva ”ciwan” ya bi maneya ”ne pîr” (bi inglîzî ”young”, bi erebî ”şabb”, bi tirkî ”genç”) bi kêmî ev peyv jî hene:

  • xort, cihêl / cehêl, genc / gênc, law, canik, sîpe, sinêl / sinêle, nestêle(h)…

Hinek ji van peyvan li hin deveran tenê bo kuran û hinek jî tenê bo keçan tên xebitandin. Bo nimûne, ”xort, sîpe, law” adeten tenê bo kuran tên xebitandin. Li aliyekî din, ”cihêl/cehêl” tenê bo keçên ku hê nebûne ji tê bikaranîn. Li hin deveran jî ti cudakirineke wisa di navbera herdu cinsan de nîne.

Li cihê peyva ”ciwan” ya bi maneya ”bi rû yan bejnûbala xwe bi dilê mirovî” (bi inglîzî ”beautiful”, bi erebî ”cemîl”, bi tirkî ”güzel”) jî ev peyv û belkî hê peyvên din jî hene:

  • bedew, cindî, çeleng, delal, keşxe, law, spehî, xweşik, rind…

Bi maneya ”bi rû yan bejnûbala xwe bi dilê mirovî” peyva ”ciwan” û varyantên wê ”can, cihan” adeten tenê bo keçan / jinan tê xebitandin. Bi heman awayî peyva ”bedew” û varyanta wê ”bedaw” jî. Li aliyekî din, ”keşxe, cindî, law” adeten tenê kuran / zilaman li kar e. Li aliyê din, ”delal, rind, spehî, xweşik” dikarin bo herdu cinsan bên xebitandin.

Hêjayî gotinê ye ku peyva ”law” jî wek peyva ”ciwan” duwateyî ye. Li hin deveran ew maneya ”xort, kurr, lawik” dide lê li hin deverên din jî maneya ”spehî, delal, rind, baş, bedew” dide.

 

”Ciwan” di zimanên xizm de

Peyva ”ciwan” û varyantên wê ”cihan, can” di kurdî de peyvên xwemalî û kevnar in. Reh û rîşên vê peyvê anku etîmolojiya wê heta digihe makezimanê proto-hindûewropî jî anku makezimanê ku piraniya zimanên ji Rojavaya Ewropayê heta Hindistanê jê peyda bûne û kurdî jî di nav wan de.

Bo nimûne:

  • kurdî: ciwan (cihan, can)
  • farisî: cevan
  • tacikî: cevon
  • peştûyî: jiwan
  • pehlewî: yuvan
  • avestayî: y(e)ven-
  • sanskrîtî: yuvan-
  • hindî: yuva
  • ermeniya kevn: yewenek
  • latviyayî: jaûns
  • lîtwanî: jáunas
  • rûsî: yuniy
  • latînî: juvenis
  • fransî: jeune
  • îtalî: giovane (bixwîne: covanê)
  • spanî: joven
  • portugalî: jovem
  • almanî: jung
  • holandî: jong
  • inglîzî: young
  • danmarkî, norwecî, swêdî: ung

… hemû ji makezimanê proto-hindûewropî *h₂yuh₁en-[1].

Hem di zimanên îranî de û hem jî di yên romî de (fransî, îtalî, portugalî, spanî…) Y paşî bûye C yan J.[2]

 

Wateguherîna peyva ”ciwan”

Tevî ku hevrehên peyva ”ciwan” di piraniya zimanên hindûewropî de heye jî, lê di van zimanan de ew herdu wateyên peyva kurdî nade. Teqrîben di hemû zimanên din yên hindûewropî de ji farisî, pehlewî û avestayî bigirî heta bigihî latînî, rûsî û inglîzî di hemû van zimanan de ew tenê maneya ”xort, genc, cihêl, sîpe, sinêl” dide lê ew wateya maneya ”bedew, delal, keşxe, rind, spehî, xweşik” nade.

Anku eslê peyva ”ciwan” bi maneya ”xort, genc, cihêl, sîpe, sinêl” bû lê li hin deverên kurdî (bi taybetî di soranî û di kurmanciya rojhilatî de) wateya peyvê guheriye û bûye ”bedew, delal, keşxe, rind, spehî, xweşik”.[3]

 

Wateguherîna hevwateyên ”ciwan”ê[4]

Wek ku me li jor diyar kir, li gor berhevdana maneyên peyva ”ciwan” û hevrehên wê di zimanên din de, mirov dikare bigihe qenaeteke bêguman ku eslê peyva ”ciwan” bi maneya ”xort, genc, ne pîr” bû lê paşî li hin deveran di kurdî de wê wateya ”spehî, xweşik, bedew, rind” wergirtiye.

Bi heman awayî gava ku mirov li maneya hevwateyên peyva ”ciwan” vekole, em ê bibînin ku wateya wan guheriye. Ev guherîn hem di hinek ji hevwateyên peyva ”ciwan” yên bi maneya ”spehî, delal, xweşik, rind” û hem jî di hinek yên bi wateya ”xort, genc” de peyda bûye.

 

Xweşik

Yek ji hevwateyên peyva ”ciwan” bi wateya wê ya bi inglîzî ”beautiful” yan bi tirkî ”güzel” bi taybetî di kurmanciya navendî de ”xweşik” e. Wek ku tê zanîn, ”xweşik” ji ”xweş” û paşgira ”-ik” pêk hatiye.

”Xweşik” bi eslê xwe divê maneya ”piçekê xweş, hinekî xweş, kêmekê xweş” bida lê wateya ”ciwan, spehî, delal, rind” wergirtiye.

 

Bedew

Li hin deveran di kurmancî de li şûna ”ciwan” ya bi wateya ”xweşik, spehî, rind, çeleng, keşxe, qeşeng” peyva ”bedew” (yan varyanta wê ”bedaw”) heye. Forma navdêrî jî ”bedewî” ye.

”Bedewî” bi eslê xwe maneya ”koçer” dide. Lê maneya wê di hin devokên kurmancî de guheriye û bûye ”spehî, delal, ciwan, rind”. Sebebê guherîna maneya vê peyvê nayê zanîn lê belkî ji ber cilûbergên rengîn yên koçeran be.

 

Cindî

Peyva ”cindî” ji erebî ”cundî” hatiye ku maneya ”esker, leşker” dide. Lê di hin devokên kurmancî de ew bi taybetî bo mêran maneya ”keşxe, xweşik, rind” (bi inglîzî ”handsome” yan bi tirkî ”yakışıklı”) dide. Sebebê wergirtina maneya ”xweşik, keşxe, rind” belkî ew e ku esker anku leşker adeten unîformên lihevhatî li xwe dikin.

Eslê peyva erebî ”cundî” bi xwe ji zimanekî îranî ye û hevreha peyva kurmancî ”gundî” ye. Berê di zimanên îranî de ”gund” maneya ”kampa leşkerî, ordîgeh” dida.

 

Spehî

Herwiha peyva ”spehî” jî li gelek deverên kurmancî bi maneya ”xweşik, bedew, delal, rind, ciwan” tê bikaranîn. Lê wek peyva ”cindî”, dîsa eslê peyva ”spehî” jî bi maneya ”esker, leşker” û ew hevreha ”sipahî” (esker, leşker) ya farisî ye. Sebebê guherîna wateyê ji ”esker, leşker” bo ”xweşik, ciwan, bedew” dîsa belkî ji ber wê yekê ye ku esker anku leşker adeten unîformên lihevhatî li xwe dikin.

 

Rind

Peyva ”rind” bi taybetî di kurmanciya rojavayî de bi maneya ”bedew, spehî, ciwan, xweşik” anku beramberî ”beautiful” ya inglîzî û ”güzel” ya tirkî tê bikaranîn. Lê hê jî zêdetir ”rind”bi maneya ”baş, qenc” tê xebitandin.

Anku ”rind” di kurmancî de ne tenê maneyekê dide yanî bi tenê ne beramberî beautiful” ya inglîzî û ”güzel” ya tirkî tê bikaranîn. Ew herwiha li cihê ”good” ya inglîzî û ”iyi” ya tirkî jî emilandin anku bi maneya ”baş, qenc”.

Gava ku em li heman peyvê di farisî de binêrin, em dibînin ku ew wek ”rend, rind” di farisî de jî heye. Lê maneya wê ”zîrek, şatir, kone, hîlebaz, fêlbaz” e. Anku bi wateya xwe ew hema bêje berovajî ya kurmancî ye.

 

Çeleng

Peyva ”çeleng” li gor dever û ferhengên heyî hin wateyên ji hev cuda didin lê maneya wan hemû bi awayekî erênî anku pozitîv e. Hin ferheng dibêjin ew bi maneya ”hêja, jêhatî, bihagiran” e, hinek dibêjin ew bi wateya ”zîrek, wêrek, fêris” e, hinek jî dibêjin ku ew maneya ”xweşik, spehî, delal, rind, ciwan” e.

Eslê peyvê ji tirkî ”çelenk” e û di tirkiya niha de maneya ”tacgul, gulbend” dide lê bi eslê xwe di tirkî de maneya ”perr çeng û baskên teyran” dida. Hem ”tacgul, gulbend” û hem jî ”perrên çeng û baskên teyran” jî rengîn û spehî ne. Loma di kurdî de yek ji maneya ku vê peyvê wergirtiye ”spehî, bedew, ciwan, delal” e.

 

Law

Peyva ”law” li gor devokan çend wateyên ji hev cuda dide. Di kurmanciya navendî û rojavayî de ew adeten maneya ”kurr, lawik, zarokên/ciwanên nêr” dide, wek ”lawê min” anku ”kurê min”. Di soranî de ”law” hevwateya ”xort, genc” e û bo herdu cinsan tê bikaranîn, wek di ”Ey reqîb” de ”lawî kurd hestaye ser pê… = xortên kurd rabûne ser pê…”

Lê di kurmanciya rojhilatî de ”law” ne maneya ”kurr” lê wateya ”keşxe, xweşik, rind, spehî, lihevhatî” (bi inglîzî ”handsome”, bi tirkî ”yakışıklı”) dide, wek ”filan kur/zelam gelek law e = pirr xweşik/lihevhatî ye.”). Carinan jî ”law” di kurmanciya rojhilatî de wateya ”baş, xweş” dide.

Peyva ”law” bi eslê xwe ji ermenî ketiye kurdî. Di ermenî de eslê wateya peyva ”law” dibe ”baş, qenc, çê, çak”. Teqrîben ev wateya wê di kurmanciya rojhilatî de jî hatiye parastin lê di kurmanciya navendî û di soranî de wateya guheriye û bûye ”kurr” yan ”xort, genc”.

 

Cihêl

Peyva ”cihêl” (yan ”cehêl”) bi taybetî di kurmanciya rojhilatî de tê bikaranîn û maneya ”genc, ne pîr” dide (bi inglîzî ”young”, bi tirkî ”genç”). Ew bi piranî tenê bo keçên berî zewacê tê xebitandin lê li hin deveran mimkin e ku bo kuran jî were xebitandin.

Eslê peyva ”cahil” anku ”xişîm, nezan, naşî, negihiştî” ya erebî ye lê di kurdî de maneya ”genc, ne pîr, nezewicî lê li jiyê/temenê zewacê” wergirtiye.

Ji ber sebebek nediyar H-ya ”cihêl, cehêl” di kurdî de bûye wek di H-ya di peyvên ”heft, Hesen, Hisên” de (جحێل، جه‌حێل) tevî peyva ”cahil” bi eslê xwe di erebî de bi H-ya ”normal” ya wek di peyvên ”hatin, heval” de ye û herwiha di kurdî de jî ”cahil” bi heman H-yê maye (جاهل) lê di ”cihêl, cehêl” (جحێل، جه‌حێل) de guheriye.

 

Genc

Peyva ”genc” (carinan ”gênc”) wateya ”xort, ne pîr” dide. Ew ne tenê li Bakurê Kurdistanê di ”tirkmancî” de lê herwiha li Başûrê Kurdistanê jî ji aliyê gelek kesên tirkînezan ve jî tê bikaranîn.

Eslê peyvê bi zelalî ji tirkî ”genç” e û di tirkî de jî wate ”xort, ne pîr” dide û ji tirkî derbazî zimanê kurdî bûye.

Wisa diyar e ku ne demekî dirêj e ku ”genc” ji tirkî ketiye kurdî. Lê di kurdî de herwiha peyva ”qenc” bi maneya ”baş, rind, camêr, çê, çak” jî heye. Di rastiyê de ”qenc” jî hevreha peyva ”genc” e lê demeke dirêjtir e ku ew ji tirkî hatiye. Di tirkiya kevn de eslê peyvê ”kenç” bû. Ew derbazî kurdî bûbû û K-ya tirkî di kurdî de bûbû Q. Paşî di tirkî de li gor dengnasiya giştî ya tirkî ”kenç” bû ”genç”. Dûv re ew wek ”genc” jî ”dubare” ketiye kurdî.

Wek ku ji ”genc” (xort) û ”qenc” (baş) diyar dibe, di peyvê de dîsa jî guherîna wateyê çêbûye.

 

Xort

Peyva ”xort” di kurdî de (bi taybetî di kurmanciya navendî de) bi maneya ”genc, ne pîr” (bi inglîzî ”young”, bi tirkî ”genç”) tê bikaranîn.

Peyva ”xort” bi zelalî hevreha peyva ”xurt” e ku maneya ”bihêz, biqewet, qewî, qayim” dide. Lê ji vê wateya ”bihêz, biqewet” veguheriye û bûye ”xort” bi wateya ”genc, ne pîr”. Sebebê vê guherînê ew e ku ”xort” adeten ji pîr û zarokan ”xurttir” in anku bihêztir in, biqewettir in.

 

Serencam

Armanca vê kurtevekolînê ew bûye ku pirwatetiya peyva ”ciwan”, hevwateyên wê û wateguherîna wê û hevwateyên wê diyar bike. Lê nimûne peyva ”ciwan” be jî, armanca destnîşankirina diyarde û fenomenên berfirehtir û giştîtir yên zimannasî – bi taybetî yên watenasî û wateguherînê – bûye.

Wek ku ji wateyên cuda yên peyva ”ciwan” û hevwateyên wê diyar dibe, piraniya wan pirwateyî ne anku ji yekê zêdetir maneyan didin. Ev diyardeyeke berbelav ya gelek peyvan, bi taybetî ya rengdêran (sifetan, hevalkaran, adjektîvan) e.

Tiştê din yê ku ji nimûneyên me baş diyar dibe, wateguherîn e anku guherîna maneya peyvan e. Dîsa bi taybetî rengdêr wateya xwe pir diguherînin. Peyva bi wateyekê paşî wateyeke din yan çend wateyên din jî werdigire û dûv re jî dikare wateya xwe ya eslî bihêle yan winda bike.

Piştî wateguherînê hin caran heta birrê peyvan jî diguhere. Bo nimûne, rengdêr dikare bibe navdêr:

  • law = baş (rengdêr) > law = kurr (navdêr)

Yan navdêr dikare bibe rengdêr:

  • (tirkî) çelenk = tacgul, gulbend (navdêr) > (kurdî) çeleng = spehî, xweşik, delal (rengdêr)

 

__________________________________
TÊBÎNÎ

[1] https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-European/h%E2%82%82yuh%E2%82%81en-

[2] Bo peydabûna dengên C û J bi awayekî giştî jî ji dengê Y, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/06/22/denge-c-peydabun-u-guherina-wi/ û https://zimannas.wordpress.com/2015/12/16/denge-j-peydabun-u-guherina-wi/

[3] Bo wateguherînê anku guherîna maneya peyvan, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2016/02/10/wateguherin/ û https://zimannas.wordpress.com/2016/02/12/wateguherin-besa-2/

[4] Bo agahiyên berfirehtir li ser etîmolojiya peyvên ku li vê derê bên pêşkêşkirin, binêrin: Husein Muhammed: Rehnas – ferhenga etîmolojî ya kurdî: https://zimannas.wordpress.com/2016/11/02/3073/

Advertisements

One thought on “”Ciwan” wek diyardeyeke watenasî û wateguherînê

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s