RENGDÊR Û BIKARANÎNA WAN (3)

Bo beşên pêştir binêrin: 1, 2

husein muhammed

 

5. CIHÊ RENGDÊRAN DI PEYVRÊZIYÊ DE

Mebest ji peyvrêziyê ew e ka li gor zimanî adeten kîjan peyv dikere pêş yan paş peyvên din yên heman hevokê yan komika navdêrî.

Li jêr em ê cihê rengdêran pêşî di hevokên bi lêkera ”bûn” de diyar bikin û dû re jî cihê rengdêran di komikên navdêrî de.

  • Rengdêr di hevokên ”bûn”ê de

Gava ku çawaniya navdêrekî an cînavekî bi alîkariya lêkera ”bûn” bi rengdêrekî yan çend rengdêran tê diyarkirin, hingê forma lêkera ”bûn”ê dikeve dawiya hevokê, navdêr an rengdêr dikeve destpêka hevokê û rengdêr jî dikeve/dikevin navbera wan. Bo nimûne:

  • Ew baş e. (ew = navdêr, baş = rendgêr, e = formeke lêkera ”bûn”ê)
  • Ehmed baş û camêr bû (Ehmed = navdêr, baş û camêr = du rengdêr, bû = formeke lêkera ”bûn”ê).

Di her zimanî de peyvrêzî ne wiha ye. Bo nimûne, di inglîzî de jî li destpêka hevokên wiha navdêr an cînav heye, wek kurdî, lê lêkera ”bûn”ê tê dûv wî û rengdêr dikevin dawiya hevokê. Bo nimûne:

  • It was good. (”Ew baş bû”, peyv bi peyv ”ew bû baş”).
  • Ahmad is good and kind. (Ehmed baş û camêr e, peyv bi peyv ”Ehmed e baş û camêr.”)

Eger di hevokên ”bûn”î de hin peyvên din jî hebin, hingê ew adeten dikevin berî rengdêran:

  • Ew ne baş e.
  • Ehmed ne baş û camêr bû.

Li cihê lêkera bûn, herwiha bo nimûne lêkerên wek ”xuyan, xuya bûn, diyar bûn” jî dikarin hebin:

  • Ew (ne) baş dixuye.
  • Ew (ne) baş diyar e.
  • Ew (ne) baş xuya ye.

 

  • Rengdêr di komikên navdêrî de

 

Mebest ji komikên navdêrî (bi inglîzî noun phrase) navdêrek û ravekerên wê ne anku ew navdêr û hin peyvên din yên ku wê zêdetir rave dikin, pêtir didin nasîn.

Komika dikare ji navdêrekî tenê jî pêk were, bo nimûne:

  • sêv
  • agir
  • muzîk

Di koma navdêrî de li gel navdêrî yek an çend rengdêr dikarin hebin:

  • sêvên sor û geş / sêvên sorî geş
  • sêvên sor û geş û gir / sêvên sorî geşî gir

Di komika navdêrî de li gel navdêrî û rengdêrî herwiha hoker jî dikarin peyda bibin:

  • zebeşên gelek mezin (zebeş = navdêr, gelek = hoker, mezin = rengdêr)

Di komika navdêrî de dikare herwiha cih, jêder an jî armanca navdêrî li gel navdêrî hebe. Bo nimûne:

  • sêvên di zembîlê de (cih)
  • sêvên ji dikanê (jêder, serekanî)
  • sêvên bo xwarinê (armanc)

Di komikên navdêrî de di kurdî de rengdêr li dûv (pey, piştî) navdêrî tê. Bo nimûne:

  • sêva sor, sêveke sor, sêvên sor…
  • zebeşê gir, agirekî geş, agirên geş…

Di komikên navdêrî de rengdêr raveker in (anku navdêran rave dikin, şirove dikin) û navdêr jî raveber in anku tên ravekirin (dikevin ber ravekirinê).

Di lehceyên din jî yên kurdî de navdêr berî rengdêrî tên. Di gelek zimanên din de jî – bo nimûne di erebî, fransî û spanî de wisa ye. Lê di hemû zimanan de ne wisa ye. Bo nimûne, di inglîzî û tirkî de rengdêrên raveker berî navdêrên raveber. Bo nimûne:

  • kurmancî: mirovên baş (navdêr + rengdêr)
  • inglîzî: good people (rengdêr + navdêr)
  • tirkî: iyi insanlar (rengdêr + navdêr)

Di kurmancî, lehceyên din yên kurdî û zimanên din yên îranî de, adeten navdêrê raveber bi paşgirekê bi rengdêra raveber ve tê girêdan. Di rêzimana kurmancî de navê vê paşgirê adeten “ravek” e, di zimannasiya navneteweyî de vekolînên zimannasî yên derbarê zimanên îranî de wê bi navê “izafe, ezafe” nas dikin.[1]

Gava ku heman navdêr bi çend rengdêran were ravekirin, di kurdiya devkî de adeten ew rengdêr her yek bi alîkariya peyvika “û” li pey yê din tê rêzkirin. Bo nimûne:

  • sêvên sor û geş û gir

Di zimanê nivîskî de “û” tenê dikeve navbera herdu rengdêrên dawiyê û di navbera rengdêrên din de bêhnok (,) tê danîn. Bo nimûne:

  • sêvên sor, geş û gir

Eger di rêzika rengdêran de rengdêrek ne yekser navdêrî lê rengdêrekî din yê komikê rave bike, hingê ew adeten ne bi peyvika “û” lê bi paşgirekê yan ravekerê bi hev ve tên girêdan.

Di rewşên wiha de adeten rengdêra yekem navê rengekî ye. Li gor devokan paşgir dikare –î yan jî –ê be:

  • kirasê şînî tarî
  • kirasê şînê tarî

Eger mebest ne ravekirina rengdêrekî lê ravekirina zêdetir ya navdêrî bi xwe be, hingê ravekek li berî her rengdêrî tê dubarekirin:

  • kirasê nû (y)ê jinan
  • sêva sor (y)a geş
  • kitêbên kevn (y)ên tozgirtî

Di kurmanciya nivîskî de adeten Y herdem dikeve pêşiya vê raveka navbera rengdêran. Di kurmanciya rojhilatî de carinan di axiftinê de jî li hin deveran wisa tê kirin. Lê di zimanê devkî de û bi taybetî jî di kurmanciya navendî de adeten Y tenê hingê lê tê zêdekirin gava ku rengdêra pêştir bi vokalekê bi dawî were. Bo nimûne:

  • devkî (bi taybetî kurmanciya navendî): kirasê kevn ê peritî, sêva sor a gir
  • nivîskî (carinan herwiha kurmanciya rojhilatî): kirasê kevn yê peritî, sêva sor ya gir

Li cihê raveka “ê” ya nêr li hin deveran “î” û li şûna raveka mê “a” jî li hin deveran “e” tê bikaranîn. Carinan heta heman dever herduyan dike “î” (bi taybetî kurmanciya rojavayî û hin deverên kurmanciya navendî) û hin dever jî wê bo herdu cinsên rêzimanî dikin “e” (hin deverên rojhilatî):

  • kirasê kevn î peritî, sêva sor î geş
  • kirasê kevn e peritî, sêva sor e geş

Eger di komika navdêrî de hoker û/yan cînav hebin, ew dikevin navbera navdêrî û rengdêrî. Bo nimûne:

  • kitêba kevn (navdêr + rengdêr)
  • kitêba gelek kevn (navdêr + hoker + rengdêr)
  • kitêba wî ya kevn (navdêr + cînav + rengdêr)
  • kitêba wî ya gelek kevn (navdêr + cînav + hoker + rengdêr)

Lê temamker (cih, jêder an armanc) jî komikê de hebe, ew dikeve dûv rengdêrî:

  • kitêba bo xwandinê (kitêb = navdêr, bo xwandinê = temamker / armanc)
  • kitêba ji kitêbxaneyê (kitêb = navdêr, ji kitêbxaneyê = temamker / jêder)

Di komikê de ev hemû birên rêzimanî dikarin bi hev re jî hebin:

  • kitêba wî ya gelek kevn ya ji kitêbxaneyê (navdêr + cînac + hoker + rengdêr + temamker)

 

 

  • Peyvrêziya rengdêran di pileya berhevder û ya jorîn de

Di pileya berhevder de jî rengdêr di komikên navdêrî de dikevin pey wan navdêran ku rave dikin. Bo nimûne:

  • avahiyê bilindtir
  • deşta berfirehtir
  • odeya tengtir

Di piraniya pileyên jorîn yên rengdêran de jî dîsa rengdêr dikevin pey navdêrên ku rave dikin. Bo nimûne:

  • avahiyê herî bilind, deşta herî berfireh, odeya herî teng
  • avahiyê ji hemûyan bilindtir, deşta ji hemûyan berfirehtir, odeya ji hemûyan tengtir

Lê eger pileya jorîn bi paşgira “-tirîn” hatibe çêkirin, hingê du alternatîv hene: rengdêr di komika navdêrî de dikarin bikevin pêş an paş navdêran:

  • rengdêr + navdêr: bilindtirîn avahî, berfirehtirîn deşt, tengtirîn ode
  • navdêr + rengdêr: avahiyê bilindtirîn, deşta berfirehtirîn, odeya tengtirîn

Rendgêrên pileya jorîn yên ji erebî wergirtî (ekber, ehsen) tenê dikarin bikev berî navdêran, nikarin li pey wan bên:

  • ehsen mirov (rengdêr + navdêr – ne mimkin e ku mirov bibêje “*mirovê ehsen”)

 

  • Peyvrêziya rengdêran di peyvsaziyê de

Gava ku rengdêr û navdêr bi hev re rengdêreke nû çêdikin, hingê di kurdî de rengdêr li dûv navdêrî tê anku navdêr dikeve berî rengdêrî. Bo nimûne:

  • dilgeş
  • serbilind
  • guhbel
  • zimandirêj
  • bêhnxweşk

Di van peyvan de “dil, ser, ziman, guh, bêhn” navdêr û “geş, germ, bel, bilind, xweş” jî rengdêr in.

Di her zimanî de ne wiha ye. Bo nimûne, di inglîzî de mirov li cihê “dilgerm” dibêje “warm-hearted” ji “warm” (germ) û “heart” (dil) anku heçku mirov bi kurdî bibêje “*germdil”.

Di kurdî de jî gelek caran mirov peyva “giranbiha” (û varyanta wê “giranbuha) di nivîsan de dibîne ku ji peyvên “giran” (rengdêr) û “biha” (navdêr) hatiye çêkirin. Lê di kurdî de hevwateya wê ya bi awayê “bihagiran” jî heye ku zêdetir li gor peyvrêziya kurdî ye û mirov dikare tercîh bike.

Wisa diyar e ku forma “giranbiha” neqilkirina ji farisî ye. Di farisî de ji kurdî zêdetir rengdêrên pêkhatî yên bi awayê rengdêr + navdêr heye. Bi heman awayî peyva “bedbext” jî bi rêya soranî ji farisî ketiye kurmancî jî ku dîsa bi şiklê rengdêr + navdêr e. Hevwateya wê ya kurmancî “bextreş” e ku dîsa li gor qalibê kurdî bi forma navdêr + rengdêr e.

Ji rengdêrên pêkhatî (hevedudanî) jî mirov dikare li gor qeyd û bendên giştî yên çêkirina navdêran ji rengdêran dîsa navdêran çêke. Bo nimûne:

  • serbilind à serbilindî
  • dilgeş à dilgeşî
  • guhbel à guhbelî, guhbelîtî, guhbeltî…

Lê di çêkirina navdêran ji navdêr û rengdêran de çend rêbazên ji hev cuda hene:

 

navdêr + rengdêr = navdêr

Bo nimûne:

  • bacan + sor à bacansor
  • bacan + reş à bacanreş

 

navdêr + rengdêr + k

Bo nimûne:

  • bacan + sor + k à bacansork
  • bacan + reş + k à bacanreşk

 

rengdêr + navdêr

Bo nimûne:

  • sor + av à sorav
  • mê + kew à mêkew
  • ciwan + mêr à ciwanmêr à ciwamêr à camêr
  • xweş + mirov à xweşmirov
  • xweş + heval à xweşheval

Hin peyvên wiha hem wek rengdêr û hem jî wek navdêr tên bikaranîn (bo nimûne “camêr, xweşmirov, xweşheval).

 

rengdêr + e + navdêr

  • pîr + e + jin > pîrejin
  • pîr + e + mêr > pîremêr
  • nêr + e + ker > nêreker
  • dêl[2] + e + gur(g) > dêlegur(g)

Herwiha vê dawiyê di zimanê nivîskî de bi taybetî bi rengdêra “kurt” jî gelek peyvên wiha hatine çêkirin. Bo nimûne:

  • kurt + e + çîrok > kurteçîrok
  • kurt + e + roman > kurteroman
  • kurt + e + helbest > kurtehelbest
  • kurt + e + nûçe à kurtenûçe…

Heta peyveke wiha ya ji du rengdêran çêkirî jî heye:

  • kevn + e + nû > kevnenû (destê duyem, bi inglîzî “second hand” anku tiştên bikarînayî yên ku dîsa – bi piranî bi erzanî – tên firotin.)

Herwiha hin rengdêr bi qalibê hoker + lêker tên çêkirin:

  • xweşbêj
  • rastgo
  • kêmaxiv

Bi esl û şiklê xwe beşên pêşîn (xweş, rast, kêm) yên van peyvên pêkhatî rengdêr in lê ji aliyê rêzimanî ve ew li vê derê hoker in ji ber ku li gel lêkeran tên bikaranîn, ne li gel navdêran. Di kurdî û gelek zimanên din de jî heman peyv ji aliyê rêzimanî ve rengdêr in eger li gel navdêran bên bikaranîn û hoker in eger bi lêkeran re bên xebitandin. Bo nimûne:

  • xwarina xweş (xweş = rengdêr)
  • xweş dixwin (xweş = hoker)

Di nivîsareke din de em ê paşî behsa wekhevî û cudahiyên hoker û rengdêran bikin.

Lê nimûneyên me yên pêkhatî “xweşbêj, rastgo, kêmaxiv” rengdêr in. Bo nimûne:

  • hozanekî xweşbêj
  • mirovên rastgo
  • kesê kêmaxiv (yê ku hindik qise dike)

 

______________________________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Bo berfirehtir li ser girêdana navdêran bi rengdêran ve binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/11/05/cemandin-u-giredana-navderan/

[2] Herwiha ”dêhl, dihl”.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s