RENGDÊR Û BIKARANÎNA WAN (1)

husein muhammed

Husein Muhammed

 

  1. MIJAR Û PEYVNASIYA WÊ

Di zimannasî û rêzimanê de rengdêr (sifet, hevalnav, bi inglîzî adjective) ew peyv in ku behsa çawaniya kesekî, tiştekî yan rewşekê dikin. Bo nimûne (rengdêr hatiye xwehrkirin):

  • hevalên baş.
  • Îro hewa sar e
  • Birayê biçûk û yê mezin.
  • Ew binamûs e lê ev bênamûs
  • Tu ji wî mezintir î.
  • Gelo dirêjtirîn çemê dinyayê kîjan e?

Wek navê xwe, rengdêr ”rengekî” yan ”rengan” didin kesan, tiştan an rewşan. Li vê derê mebest ji peyva ”reng” berfireh e: rewş, şikil, awa, şêwe…

Rengdêr çawaniya navdêran diyar dikin anku rengdêr navdêran rave dikin. Loma di rêzimanê de rengdêr ravekerên (bi inglîzî modifier) navdêran in û navdêr jî raveberên (modified) rengdêran in anku bi rengdêran tên ravekirin.

Piraniya rengdêran berhevbar anku miqayesebar (bi inglîzî comparable) in yanî bi wan navdêr dikarin bên berhevdan anku miqayesekirin (comparison, comparing). Mebest ji berhevdanê ew e ku mirov dikare bibêje ku çawaniya tiştekî ji ya tiştekî din bihêztir e, xurttir e, mezintir e û hwd. Bo nimûne, ”ev kitêb ji wê kitêbê xweştir e” yan ”ev xweştirîn kitêb e.”

  1. BIRREKE SERBIXWE YAN BEŞEK JI NAVDÊRAN?

Gelo rengdêr birreke an komeke peyvan ya serbixwe ye yan jî beşek ji birreke din ya peyvan e?

Wek navdêran, rengdêr komeke vekirî ya peyvan pêk tînin. Mebest ji ”koma vekirî” ew e ku rengdêrên nû bi hêsanî li vê komê zêde dibin. Zêdebûn dikare bi peyvsaziyê be anku peyvên nû bên çêkirin. Lê zêdebûn herwiha dikare bi wergirtina peyvan ji zimanên din be. Em ê li van herdu awayên zêdebûna rengdêran di beşa rengdêrsaziyê de kûr bibin.

Li aliyekî din, rengdêr bi çendîn awayan ji navdêran cuda ne. Hinek ji van cudahiyan di hemû ziman û zaravayan de, hinek jî tenê di hinek ziman an zaravayan de diyar dibin. Li vê derê, em ê van cudahiyan li gor kurmancî diyar bikin. Di beşên din de em ê cudahiya navbera ziman û zaravayan di vê meseleyê de behs bikin.

  • Wateya rengdêran rêjeyî, dilînî yan berfireh e

Cudahiya serekî ya navbera navdêr û rengdêran de di hemû zimanan de watenasî ye anku cudahiyên wate û maneya peyvên navdêr û ya peyvên rengdêr e.

Bo nimûne, kerem bikin em peyva ”sêv” ya navdêr û peyva ”xweş” ya rengdêr bidin ber hev. Mirov dikare bi ihtimaleke pir mezin bi objektîvî û bêyî dudilî bibêje ka filan fêkî anku mêwe sêv e yan na. Lê mirov nikare bi objektîvî bibêje ku filan tişt xweş e yan ne. Herdem dê hin kes hebin ku heta ji tiştên herî xweş re bibêjin ku ev tişt ne xweş e. Mirov dikare bi objektîvî bibêje filan fêkî ”sêv” e yan ne sêv e lê ne mimkin e mirov her kesî qanih bike ku ew ”xweş” e.

Anku maneya sêva navdêr sabit e lê peyva xweş ya rengdêr tiştekî dilînî yan keyfî diyar dike.

Li aliyekî din, mirov dikare peyva ”sêv” ya navdêr – wek piraniya peyvên navdêr – bo tenê hejmareke bisinor ya tiştên ji hev cuda bi kar bîne. Anku amajeya navdêran bi piranî berteng e. Lê mirov dikare bi peyva ”xweş” ya rengdêr amaje bi gelek tiştên pir ji hev cuda bike: ne tenê sêv lê herwiha xox û pirteqal, şîv û firavîn, stran û helbest, kitêb û kompûter, şev û roj û bi hezaran tiştên din jî xweş bin.

Bi gotineke din, wateya rengdêran bi piranî gelek berfireh e.

Wateya rengdêran ne tenê berfireh û dilînî ye lê herwiha rêjeyî anku nisbî ye jî. Bo nimûne, em bi objektîvî bêguman dizanin ku ”50 sentîmetre” ji ”30 sentîmetre” dirêjtir e. Lê dîsa jî eger em li nav daristanê dareke şên ya 50-sentîmetreyî bibînin, em ê bibêjin ew dareke ”kurt” e lê eger em qelemekî 30-sentîmetreyî bibînin, em ê bibêjin ku ew qelemekî ”dirêj” e.

Bi gotineke din, peyvên ”dirêj” û ”kurt” ne sabit in lê rêjeyî û nisbî ne. Tiştek di nav hevcûreyên xwe de ”kurt” be û bi vê rengdêrê were nasîn tevî ku ew gelek ji tiştên ji cûreyeke din dirêjtir be.

  

  • Rengdêr bêcins in

Di kurmancî û gelek zimanên din de jî – lê ne di hemû zimanan de û ne di hemû lehceyên kurdî de jî – navdêran du yan zêdetir cinsên (zayendên) rêzimanî hene. Bo nimûne, di kurmancî, erebî û fransî de du cinsên rêzimanî hene: nêr û mê. Di almanî, rûsî û avestayî de sê cinsên rêzimanî hene/hebûn: nêr, mê û nêtar/notr.

Bo nimûne, ji navdêran peyva ”av” di kurmancî de mê ye û peyva ”agir” nêr e. Peyva ”av” di kurmancî de herdem mê ye û ti caran nabe nêr. Peyva ”agir” jî dîsa di kurmancî de herdem nêr e û ti caran wek mê nayê xebitandin (ji bilî şaşîkirinê ji aliyê hin kesan ve).

Berevajî navdêran, rengdêran ti cinsê rêzimanî yê sabit nîne. Bo nimûne, ”biçûk, mezin, kurt, dirêj, nizm, bilind” bi xwe ne mê yan jî nêr in.

Di kurmancî û gelek zimanên din de jî (bo nimûne di inglîzî û tirkî de) heman forma rengdêran dikare li gel nêr û mêyan û yekhejmar û pirhejmaran were bikaranîn. Bo nimûne:

  • kurê baş (nêr, yekhejmar)
  • keça baş (mê, yekhejmar)
  • kurên baş, keçên baş (pirhejmar)

Di hin zimanan û zaravayan de (bo nimûne di zazakî, erebî û fransî de) formên cuda yên rengdêran li gel cins û hejmarên rêzimanî yên cuda tên bikaranîn. Bo nimûne, di zazakî de sê formên rengdêran hene (nêr, mê, pirhejmar) û di fransî de çar (yekhejmara nêr, yekhejmara mê, pirhejmara nêr û pirhejmara mê). Em li nimûneyan binêrin:

Zazakî:[1]

  • nêr: daro derg (darê dirêj)
  • mê: dara derge (dara dirêj)
  • pirhejmar: darê dergî (darên dirêj)

Fransî:

  • yekhejmara nêr: bon fils (kurê baş)
  • yekhejmara mê: bonne fille (keça baş)
  • pirhejmara nêr: bons fils (kurên baş)
  • pirhejmara mê: bonnes filles (keçên baş)

Lê dîsa jî hevwateya ”dirêj” bi zazakî yan jî hevwateya ”baş” bi fransî bi xwe ne nêr an mê ne. Wan tenê formên cuda bo bikaranîna li gel navdêrên bi cins û hejmarên rêzimanî yên cuda hene.

  • Rengdêr di kurmancî de naçemin

Cudahiyeke din jî ya bingehîn di navbera rengdêr û navdêran û rengdêr û cînavan de jî ew e ku navdêr û cînav di rewşa ravekeriyê de adeten diçemin anku ditewin lê rengdêr naçemin. Bo nimûne:

  • mal + ez > mala min (ne ”*mala ez”)
  • mal + Gulistan > mala Gulistanê
  • mal + Osman > mala Osmanî / Osmên

Lê rengdêr her wek xwe dimîne anku naçemin:

  • mal + xweş > mala xweş (ne ”*mala xweşê / xweşî”)[2]
  • bar + giran > barê giran (ne ”*barê giranê / giranê”)

Meseleya çemîn an neçemîna rengdêran di lehceyên din yên kurdî de, bo nimûne di soranî û zazakî de, dê dûv re di berhevdana cudahiyên bikaranîna rengdêran di zaravayên kurdî de were behskirin.

  • Rengdêr tên berhevdan

Di kurdî û piraniya zimanên din de jî rengdêr dikarin bên berhevdan anku miqayesekirin. Di kurdî de ew bi piranî bi paşgirên ”-tir” û ”-tirîn” tên berhevdan. Bo nimûne:

  • mezin > mezintir > mezintirîn
  • geş > geştir > geştirîn

Lê navdêr, lêker, cînav, hejmar û hwd. wiha nayên berhevdan.[3]

DÊ BIDOME.

____________________________
TÊBÎNÎ

[1] Nimûne ji Roşan Lezgîn Gramera Kirdkî (Zazakî), r. 62.

[2] Di frazên wek ”mala ciwanê” de nayê wê maneyê ku rengdêr diçeme lê di nimûneyên wiha de pêşî rengdêr bi guhastinê (conversion) bûye navdêr û paşî çemiyaye. Dûv re em ê behsa guhastinê di navbera rengdêr û navdêran de bikin.

[3] Hin navdêr jî dikarin wiha bên berhevdan eger ew wek rengdêran bên bikaranîn, bo nimûne ”ker à kertir, kertirîn” bi maneya ”bêaqil, bêhiş”.

Advertisements

One thought on “RENGDÊR Û BIKARANÎNA WAN (1)

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s