Hejmar û hejmarsazî (beşa 11)

Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3beşa 4, beşa 5, beşa 6, beşa 7beşa 8beşa 9, beşa 10

Husein Muhammed

parhejmar

13. PARHEJMAR

Mebest ji parhejmaran (herwiha ”parjimar, ker, kert, fraksiyon”, bi inglîzî ”fraction”) hejmarên netemam in ku yek yan çend beşên ji tevahiyekê diyar dikin, bo nimûne:

  • 1/2, 1/3, 1/4, 1/5…
  • 2/3, 2/5, 3/7…

Di kurdî û piraniya zimanên din jî navekî xwerû bo ½ yan 1/2 heye ku bi kurmancî ”nîv” e, bi soranî ”nîw”, bi farisî ”nîm”, erebî ”nisf”, tirkî ”yari”, bi inglîzî ”half” e û hwd. Ew maneya beşek ji herdu beşên ku tevahiyê pêk tînin dide. Bo nimûne ”nîv saet” anku ”30 deqe / deqîqe” anku beşek ji herdu beşên ku dibin saetek anku 60 deqîqe.

Wek din binavkirina parhejmaran bi piranî ji navên hejmarên bingehîn hatiye çêkirin. Peyva herî berbelav ya wiha çêkirî di kurdî de ”çarêk” (yan ”çarek”) ku maneya ¼ anku beşek ji her çar beşên tevahiyê pêk tînin dide. Bo nimûne ”çarêkek” yan ”çarêkeke saetê” anku ”15 deqîqe” ku yek ji çar beşan e ku pêkve dibin 60 deqîqe anku saetek.

Peyva ”çarêk” ji hejmarên ”çar-yek” pêk hatiye. Hevwateya wê rib’, rub’ – ku carinan di kurdî de jî tê bikaranîn – ji erebî hatiye û ew jî têkilî peyva erebî erbe’e (çar) e. Hevwateya peyva ”çarêk” di inglîzî de ”quarter” e ku ew jî ji latînî hatiye û têkilî peyva ”quoattor” anku ”çar” e. Hevwateya peyva ”çarêk” di zimanê tirkî de ”çeyrek” e ku ji zimanekî îranî hatiye wergirtin loma naşibe peyva tirkî ”dört” (çar) lê peyva îranî ”çar”.

Wek prensîp, di kurdî de mimkin e ku beşek ji hemû hejmarên din jî bi heman awayî were diyarkirin anku bi qalibê ”hejmara mezintir + yek / êk”:

  • 1/3 sêyek / sêyêk (anku ”ji sê beşan beşek” yan ”beşek ji sê beşan”)
  • 1/5 pêncyek / pêncêk
  • 1/6 şeşyek / şeşêk
  • 1/10 dehyek / dehêk
  • 1/20 bîstyek / bîstêk
  • 1/100 sedyek / sedêk
  • 1/1000 hezaryek / hezarêk

Lê di pratîkê de, ji bilî peyva ”çarêk”, ev awayên parhejmaran pir kêm tên bikaranîn. Li şûna wan, zêdetir yek ji van forman tê gotin (parhejmara 1/5 wek nimûne):

  • yek ji pêncan / ji pêncan yek (kurmanciya navendî)
  • yek ji pêncê / ji pêncê yek (kurmanciya rojhilatî)

Eger beş ji yekê zêdetir bin, hingê qalibê ”hejmara mezintir + hejmara biçûktir” ne mimkin e anku formên wiha di kurdî de nayên gotin:

  • *pêncdu (2/5)
  • *heftsê (3/7)

Bo diyarkirina parhejmarên wiha, formên wek van tên xebitandin:

  • du ji pêncan / ji pêncan du (kurmanciya navendî)
  • du ji pêncê / ji pêncê du (kurmanciya rojhilatî)
  • sê ji dehan / ji dehan sê (kurmanciya navendî)
  • sê ji dehê / ji dehê sê (kurmanciya rojhilatî)

Ji bilî paşgira ”-an” (bi devkî ”-a”) kurmanciya navendî li gel çend hejmarên dehikî yan sedikî paşgira ”-î” jî bi kar tîne:

  • 1/20 yek ji bîstî / ji bîstî yek
  • 3/100 sê ji sedî / ji sedî sê

Bo diyarkirina yek yan çend beşan ji sed beşên ku tevahiyê pêk tînin anku %, di kurmancî de bi alîkariya daçeka ”ji” tên bikaranîn. Kurmanciya rojhilatî bi piranî paşgira ”-ê” dide pey peyva ”sed”, carinan paşgira ”-a(n)”. Kurmanciya navendî bi piranî paşgira ”-î” bi peyva ”sed” ve dike û carinan jî paşgira ”-a(n)”:

  • 5/100 yan 5 %: ”pênc ji sedî/sedan” yan ”ji sedî/sedan pênc” (kurmanciya navendî)
  • 5/100 yan 5 %: ”pênc ji sedê/sedan” yan ”ji sedê/sedan pênc” (kurmanciya rojhilatî)

Ji bilî daçeka ”ji” ya kurmancî, carinan di bin tesîra soranî de di kurmancî de daçeka ”li” di hin devokên ser sinorê soranî û di hin nivîsên ji soranî wergerandî de tê xebitandin. Carinan jî hem di kurmancî û hem jî di soranî de daçeka ”der” (tê de, li) ya farisî di diyarkirina % de tê xebitandin:

  • pênc der sed (5/100)

Bi taybetî jî gotina farisî ”sed-der-sed” gelek caran di kurdî de jî bi maneya ”bi esehî, bi piştrastî, bi dilniyayî” tê xebitandin.

Dê bidome.

2 thoughts on “Hejmar û hejmarsazî (beşa 11)

Leave a reply to Hejmar û hejmarsazî (beşa 12) – Zimannas Cancel reply