Rêzimaneke kurdî ji sala 1913

soane

Kitêba nivîskarê inglîz Ely Bannister Soane, kurtkirî S. B. Soane ”Grammar of the Kurmanji or Kurdish Language” (Rêzimana zimanê kurmancî anku kurdî) sala 1913 hatiye çapkirin û yek ji çend kitêban e ku wî nivîskarî li ser kurdan û Kurdistanê nivîsîne.

Kitêb ji 290 rûpelan pêk tê û ne tenê kurmancî lê – berevajî navê kitêbê – herwiha behsa rêzimana soranî jî dike. Ew yekem kitêba li ser rêzimana kurdî ye ku di heman demê de du lehceyên serekî yên kurdî – kurmancî û soranî – bi hev re dide nasîn.

170 rûpelên pêşîn yên pirtûkê li ser rêzimana kurdî ne. 160 rûpelên paşîn jî ji ferhengokeke inglîzî-kurdî pêk tên. Di beşa rêzimanê de gelek nimûne hene ku pêşî bi inglîzî hatine nivîsîn û dû re li kurmancî (an bi gotina nivîskarî ”koma bakurî”, bi inglîzî ”Northern Group”, kurtkirî NG) û li soranî (”koma başûrî”, ”Southern Group”, SG) hatine wergerandin. Soane kitêba xwe li gor birrên peyvan parve kiriye, wek ”alfabe, navdêr, cînav, rengdêr, hoker, lêker…” û hewl dide wan yek bi yek bide nasîn û awayên bikaranîna wan diyar bike.

Hê ji destpêkê ve diyar e ku Soane ne zimannasekî pîşeyî (profesyonel) e û serê xwe bi hin mijarên ne li gor rêbazên zimannasî ve gêj dike, bo nimûne li ser meseleya hindê ka kîjan devok ”paqijtirîn” kurdî ye – helbet vê mijarê serê gelek rêzimannivîsên biyanî yên din jî yên hevdemiyên Soane tevlihev dikir.

Soane xwastiye ku zimanê kurdî bi berfirehî nas bike û bide nasîn loma hewl daye ku herdu zaravayên serekî mil bi mil pêşkêş bike. Hêjayiyên kitêbê dulehceyîtiya wê, nimûneyên wê yên mişe (pirr, zehf), kurteberhemên wê yên edebî yên bi kurdî û li inglîzî wergerandî û herwiha ferhengoka wê ya heta demeke dirêj jî berfirehtirîn ferhenga inglîzî-kurmancî bû. Di ferhengê de hewl hatiye dan ku peyvên kurmancî û soranî li jêr stûnên cuda bên dan eger ji hev cuda bin.

Tevî ku piraniya nimûneyên Soane rast in jî (tê de gelek yên şaş jî hene) lê ji aliyê rêzimanî ve Soane qels û lawaz e û di şirovekirinên wî de xeletiyên zîq û beloq hene. Bo nimûne, ew hê li destpêkê idia dike ku di kurdî de cinsê rêzimanî peyda nabe.

Kovara Kanîzar û malpera Zimannas tevahiya vê kitêba 100-salî pêşkêşî xwandevanên xwe yên hêja dikin:

https://zimannas.files.wordpress.com/2017/01/soane.pdf

Şeş salan piştî vê kitêbê anku sala 1919, Soane kitêbeke din ya rêzimana kurdî bi navê ”Elemantary Kurmanji Grammar” (Rêzimana kurmancî ya destpêkî) li Bexdayê da çapkirin. Berevajî navê kitêbê, ew ne li ser rêzimana kurmancî lê li ser soranî – hê jî deqîqtir li ser devoka Silêmaniyê – ye. Em ê wê kitêbê jî di hejmarên bên de binasînin.

 

Husein Muhammed

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s