Sernivîsar
Kanîzar nahêle kurdî sêwî bimîne!
Dîsa kerem bikin hejmareke têr û tijî ya kovara zimanê kurdî Kanîzarê, xwandevanên hêja. Vê carê jî em kovareke 200-rûpelî ya bi vekolîn û nivîsên li ser zimanê kurdî bi kurmancî, soranî, zazakî û inglîzî pêşkêşî we yên hêja dikin.
Di vê hejmarê de Husein Muhammed vekolîna xwe ya li ser hejmarnavan di zimanê kurdî de dîsa bi 50 rûpelan didomîne. Di herdu hejmarên pêştir de ew bi berfirehî li ser çêbûn û çêkirina navên hejmaran di kurdî de rawestiyaye. Vê carê ew bikaranîna hejmaran di zimanê kurdî de vedikole: çemandina/tewandina wan, ravekirina wan, cinsê wan (gelo hejmaran ti cinsê rêzimanî yê sabit heye yan na).
Umîd Demirhan ferhengokeke 600 nifir û nifrînên kurdî raberî me dike. Nûdem Hezex bi berfirehî cudahiyên bikaranîna peyvika girêder ”ku” di edebiyata kevnar û ya nûjen de vedikole.
Nivîsarên me yên din yên bi kurmancî bo nimûne li ser navnasiyê, dîftongan û alfabeyên kurdî ne.
Bi soranî em nivîsareke li ser çawaniya mirina zimanan ya profesor David Crystal bi wergera ji inglîzî ya Hesenê Qazî pêşkêş dikin. Berhema din ya bi soranî hevpeyivîneke li ser pirzimanîtiyê ye ku Şiyaweş Goderzî li gel Hesenê Qazî kiriye. Kanîzar herdu nivîsaran bi alfabeya kurdî-latînî belav dike.
Bi zazakî em nivîsareke dirêj ya Seîd Verojî li ser ziman û lehceyên kurdî diyarî xwandevanên xwe dikin.
Bi inglîzî vekolîna me ya serekî ji zimannasê polonî Marcin Rzepkin e ku mijara wê wergerandina Incîlê (Mizgînê, Peymana Nû) ji aliyê Nadir Osmaniyan ve li kurmancî bi alfabeya krîlî ye. Rzepkin heta niha gelek vekolînên din jî li ser zimanê kurdî û dîroka zimannasiya kurdî nivîsîne ku em ê hinek ji wan di hejmarên Kanîzarê yên bên de jî belav bikin.
Nivîsara din ya bi inglîzî ji kesekî katalanî yê bi bernavê Xarlatà ye û li ser berhevdana rewşa sosyolîngwîstîkî (zimannasiya civakî) ya zimanê katalanî li Spanyayê û zimanê kurdî (bi taybetî li Başûrê Kurdistanê) ye.
Di vê hejmarê de jî em dîsa du kitêbên li ser zimanê kurdî didin nasîn. Yek jê kitêba E. B. Soane ”Rêzimana zimanê kurmancî anku kurdî” ye ku sala 1913 bi inglîzî hatiye çapkirin. Pirtûka din jî teza doktorayî ya Orhan Varol e ku sala 2014 bi tirkî amade bûye û li ser tesîra tirkî li ser kurdiya devkî ye. Ev van herdu kitêban ne tenê dinasînin lê wan herduyan bi tevahî ve diweşînin û dixin ber xizmeta kurdînas û kurdiyaran.
Bo hêsankirina têgihiştina nivîsên zimanî û zimannasî, em li dawiya kovarê herwiha ferhengoka xwe ya zimannasî an Zarnameyê jî belav dikin.
Naveroka hejmara 10
Kanîzar nahêle kurdî sêwî bimîne, r. 3
Rêzimana zimanê kurmancî, r. 49
Têkilkirina kurdî û tirkî, r. 84
Ev ziman ne bêalfabe ye, r. 94
Ziwan û diyalektê kurdî, r. 116
Navên kurdî çi û çawan in? r. 139
Firezimanî le Kurdistan, r. 151
Bible Translation into Kurdish, r. 180
A socio-linguistic comparison, r. 189
Ferhengoka zimannasiyê, r. 196
Kurterêbera rastnivîsînê, r. 214