Navên hejmaran û hejmarsazî (7)

Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3beşa 4, beşa 5, beşa 6

hejmar10

Husein Muhammed

 

10. HEJMARÊN RÊZÎ

Mebest ji hejmarên rêzî (bi inglîzî ordinal number) ew formên navên hejmaran in ku di rêzkirina, dorkirina an sirakirina hejmaran de tê bikaranîn. Bo nimûne:

  • ew di pêşbirkê de bû duyem / duyemîn
  • sala çaran / çara / çarê ye ku ez li vî karî me
  • newroz bîst û yekî adarê ye

Wek ku ji nimûneyên li jor diyar dibe, di kurmancî de hejmarên rêzî bi çendîn paşgirên ji hev cuda dikarin bên çêkirin:

  • -(y)em: yek-em, du-y-em, sê-y-em, deh-em, sed-em, hezar-em…
  • -(y)emîn: yek-emîn, du-y-emîn, sê-y-emîn, deh-emîn, sed-emîn, hezar-emîn…
  • -(y)an: du-y-an sê-y-an, deh-an, sed-an, hezar-an…
  • -(y)a: du-y-a sê-y-a, deh-a, sed-a, hezar-a…
  • -(y)ê: yek-ê, du-y-ê, sê-y-ê, deh-ê, sed-ê, hezar-ê…
  • -(y)î: yek-î, du-y-î, sê-y-î, deh-î…

Niha jî em yek bi yek van bidin nasîn: bergeh û deverên bikaranîna wan û herwiha dîrok û etîmolojiya wan.

 

10.1. Bi paşgira –em

 

Bikaranîn û varyantên wê

Çêkirina hejmarên rêzî bi paşgira ”-em” di kurmanciya nivîskî de niha berbelav e. ”-em” herwiha paşgireke giştgir ya sazkirina hejmarên rêzî ye: wek prensîp her hejmara bingehîn dikare bi alîkariya wê bibe hejmareke rêzî.

Bo nimûne:

Hejmarên bingehîn Hejmarên rêzî
yek yekem
çar çarem
pênc pêncem
deh dehem
bîst bîstem
sed sedem
hezar hezarem
milyon milyonem

 

Eger hejmara bingehîn bi vokalekê bi dawî were, hingê li cihê ”-em”, forma ”-yem” li gel hejmarên ”du, sê” dikare were bikaranîn:

  • du > duyem
  • sê > sêyem

Li şûna ”-yem”, li gel hejmarên ”du, sê” herwiha forma ”-hem” jî mimkin e:

  • du > duhem
  • sê > sêhem

Li gel hejmarên 11 – 19 yên bi ”-de(h)” bi dawî dibin, bi piranî paşgira ”-hem” tê xebitandin:

  • yazde(h) > yazdehem
  • diwazde(h) > diwazdehem
  • sêzde(h) > sêzdehem
  • çarde(h) > çardehem
  • pazde(h) > pazdehem
  • şazde(h) > şazdehem
  • hevde(h) > hevdehem
  • hejde(h) > hejdehem
  • nozde(h) > nozdehem

Lê kêm caran ew dikarin bi paşgira ”-yem” jî bin:

  • yazde > yazdeyem
  • diwazde > diwazdeyem
  • sêzde > sêzdeyem
  • çarde > çardeem
  • pazde > pazdeyem
  • şazde > şazdeyem
  • hevde > hevdeyem
  • hejde > hejdeyem
  • nozde > nozdeyem

Forma ”-wem” carinan bo sazkirina hejmara rêzî ji hejmara ”du” tê bikaranîn:

  • du > duwem (yan ”diwem”)

Dehhejmarên rêzikî 30 – 90 di kurdî de ti formeke standard baş wernegirtiye (bi taybetî dehhejmarên bi vokalan bi dawî dibin anku 30, 50, 70 û 80) lê bi alîkariya paşgira ”-em” û varyantên wê ew wiha tên an dikarin bên bikaranîn:

  • bîst > bîstem
  • sî > siyem, sîhem
  • çil > çilem
  • pêncî > pênciyem, pêncîhem
  • şêst > şêstem
  • heftê > heftêyem
  • heştê > heştêyem
  • not > notem

Eger hejmara bingehîn bi xwe ji navê çend hejmaran pêk hatibe, paşgira ”-em” û varyantên tenê dikevin dawiya hemû hejmarê, ne dawiya her hejmara sade:

  • bîst û yek > bîst û yekem (ne ”*bîstem û yekem”)
  • sed û çil û şeş > sed û çil û şeşem (ne ”*sedem û çilem û şeşem)
  • dused > dusedem (ne ”*duyemsedem”)
  • sêsed hezar > sêsed hezarem (ne ”*sêsedem hezarem”)

 

 

Peyvrêziya hejmarên rêzî yên bi paşgira ”-em”

Hejmarên bi paşgira ”-em” yan jî varyanteke wê sazkirî di bingeh de rengdêr in:

  • kesa yekem – bidin ber ”kesa şîrîn”, ”kesa navdar”

Ew dikarin wek rengdêran bi navberiya ravekan bi navdêran ve bên girêdan:

  • roja duyem
  • birayê sêyem

Bidin ber: ”roja xweş, birayê mezin”.

Lê hejmarên rêzî herwiha dikarin li berî navdêran bên bikaranîn bêyî ti ravek anku izafeyan:

  • yekem car
  • duyem roj
  • sêyem kes

Bi vê peyvrêziya xwe ew dişibin cînavên destnîşankirinê, bo nimûne:

  • sêyem kes (sêyem = hejmara rêzî)
  • ew kes (ew = cînavê destnîşankirinê)

Lê du cudahiyên cînavên destnîşankirinê û hejmarên rêzî hene:

  • Hejmarên rêzî dikarin li pêş yan jî li paş navdêrê cih bigirin (”yekem kes” û ”kesa/ê yekem”) lê cînavên destnîşankirinê tenê li pêş navdêrê (”ew kes” lê ne ”*kes ew” yan ”*kesa/ê ew”)[1]
  • Cînavên destnîşankirinê jî li gel navdêrê diçemin anku ditewin (ew roj > wê rojê, ew bira > wî birayî) lê hejmarên rêzî jî wek rengdêran li gor navdêran naçemin (”yekem roj > yekem rojê” – ne ”*yekemê rojê”)

 

Navdêrkirina hejmarên rêzî yên bi paşgira -em

 

Hejmarên rêzî yên bi paşgira ”-em” dikarin herwiha wek navdêr jî bên bikaranîn. Bo nimûne:

  • yekemê pêşbirkê (li şûna ”yekem kesê pêşbirkê” yan ”kesê yekem yê pêşbirkê”)
  • duyema pêşbirkê (li cihê ”duyem kesa pêşbirkê” yan ”kesa duyem ya pêşbirkê”)
  • yekemên her welatî (kesên/komên yekem yên her welatî)

Wek ku tê dîtin, hejmarên rêzkirî di rewşa navdêrkirî de li gor cins û hejmara rêzimanî (yekhejmar an pirhejmar) ravekê (-a, -ê, -ên) werdigirin.

 

Peydabûna paşgira ”-em” di kurmancî de û etîmolojiya wê

Paşgira ”-em” û varyantên wê bi xwemalî di devokên kurmancî de li gel hejmarên bingehîn bo çêkirina hejmarên rêzî heta vê dawiyê peyda nedibû: yan ji mêj ve ew ji kurmancî winda bûbû yan jî ti caran tine bûbû.

Lê dawiyê paşgira ”-em” û varyantên wê ji soranî yan jî bi rêya soranî ji farisî di kurmanciya nivîskî de belav bûne. Hê jî bikaranîna wê di zimanê rojane de pir nadir e.

Paşgira ”-em” û varyantên wê kevnar di zimanên îranî û hindûewropî de kevnar in tevî ku ew di kurmanciya devkî de peyda nabin/nedibûn jî. Ew di farisî de bi şiklê ”-om” e, di pehlewî de ”-um”, di avestayî û sanskrîtî de ”-eme”, latînî ”-imus”, fransî ”- ième”. Bo nimûne:

  • kurdî: yek-em
  • farisî: yekom
  • avestayî: fret-eme
  • sanskrîtî: pretheme
  • latînî: pr-imus
  • îtalî: pr-imo
  • fransî: -uni-ème (tenê di hejmarên pêkhatî de, wek din ”premier”)
  • lîtwanî: prì-mas
  • latviyayî: pir-mais

Bi esehî nayê zanîn ka ”-in” ya zazakî jî hevreha ”-em” e yan jî ji paşgira ”-in” ya rengdêrsaz e.

 

10.2. Bi paşgira -emîn

Paşgira –emîn bi temamî hevwateya paşgira -em e. Herdu dikarin herdem li cihê hev bên bikaranîn:

  • yekem – yekemîn
  • çarem – çaremîn
  • bîstem – bîstemîn
  • sedem – sedemîn
  • hezarem – hezaremîn

Heman varyant û guhertoyên paşgira ”-em” (-yem, -hem, -wem) li gel paşgira ”-emîn” jî hene: ”-yemîn, -hemîn, -wemîn:

  • du-yem – duyemîn
  • sê-hem – du-hemîn
  • du-wem – du-wemîn

Ji aliyê peyvrêziyê ve jî herdu paşgir wek hev in: hejmarên rêzî yên bi wan çêkirî dikarin li pêş an jî paş navdêran bên bikaranîn:

  • roja yekemîn – yekemîn roj

Ji aliyê peydabûna xwe ya dîrokî ve jî herdu paşgir di kurmancî de nû ne: bi rêya zimanê nivîskî û medyayê ji soranî yan jî bi rêya soranî ji farisî ketiye kurmancî. Paşgira ”-în” di ”-emîn” de heman paşgir e ku carinan rengdêran ji navdêran çêdike, bo nimûne ”agir > agirîn, reng > rengîn, zêrr > zêrrîn”.

Berevajî ku carinan tê gotin, paşgira ”-em” ne kurtkirina paşgira ”-emîn” e lê tarîxiyen ”-em” kevntir e û dûv re paşgira ”-în” lê hatiye zêdekirin.

Di ti haletan de ne zerûrî ye ku paşgira ”-emîn” were bikaranîn: mirov dikare herdem ”-em” û ”-emîn” li cihê hev bixebitîne.

 

 

10.3. Bi paşgira -an

Hejmarên rêzî di kurmancî de dikarin herwiha bi paşgira –an ji hejmarên bingehîn bên çêkirin:

  • roja çar-an
  • cara pênc-an

Ji bilî hejmara ”yek”, hemû hejmarên din dikarin bi vê paşgirê ji hejmarên bingehîn bibin hejmarên rêzî:

  • cara deh-an
  • roja bîst-an
  • şeva bîst û yek-an
  • kitêba sed-an
  • hejmara hezar-an

Varyantên wê ev in: -yan, -han, -wan:

  • cara sê-yan
  • cara yazde-han (yan ”yazdeh-an”)
  • cara du-wan

Ev bikaranîn di kurmancî de xwemalî ye. Ew di kurmanciya navendî û rojavayî de li kar e lê di kurmanciya rojhilatî de nayê bikaranîn. (Di kurmanciya rojhilatî de forma xwemalî ”-ê” ye – li jêrtir binêrin.) Li derveyî kurmancî, ew di soranî û lehceyên din yên kurdî de jî ne li kar e.

Di kurmanciya nivîskî de hin caran hejmarên rêzî yên bi paşgira ”-an” an varyantên wê tên bikaranîn lê roj bi roj paşgira ”-em” û varyantên wê (û carinan jî ”-emîn” û varyantên wê) serî ji paşgira ”-an” di vê mijarê de distînin.

Di kurmanciya devkî de ”-an” adeten sivik dibe û wek ”-a” dimîne eger li pey wê vokalek neyê:

  • cara deha (< cara dehan)

Lê:

  • ev cara dehan e

Lê bi devkî herwisa wiha jî mimkin e:

  • ev cara deha ye

Ji aliyê peyvrêziyê ve cihê hejmarên rêzî yên bi paşgira ”-an” û varyantên wê sabit e: ew dikarin tenê li pey navdêra ku rave dikin cih bigirin. Ne mimkin e ku ew bikevin berî navdêra raveber:

  • ”cara çaran” lê ne ”*çaran car” (bidin ber ”cara çarem[în]” û ”çarem[în] car”)

 

 

10.4. Bi paşgira –a

Hejmarên bingehîn dikarin herwiha bi alîkariya paşgira ”-a” bibin hejmarên rêzî:

  • cara çar-a
  • roja pênc-a

Varyantên wê ”-ya, -ha, -wa” ne:

  • cara sê-ya / sisi-ya
  • roja du-wa / dudu-wa
  • roja pazde-ha / pazd-a

Ji aliyê cografî ve bikaranîna paşgira ”-a” jî wek ya ”-an” e: Ew di kurmanciya navendî û rojavayî de tê bikaranîn lê di kurmanciya rojhilatî û zarên din yên kurdî de nayê emilandin.

Hejmarsaziya bi paşgira ”-a” bi giranî devkî ye û di zimanê nivîskî de hema-hema nayê dîtin. Li cihê wê adeten forma ”-an” tê nivîsîn û êdî roj bi roj zêdetir li cihê vê jî ”-em, -emîn” tên xebitandin.

 

 

10.5. Bi paşgira

Hejmarên rêzî di kurmancî de dikarin herwiha bi paşgira ”–ê” jî bên çêkirin:

  • cara yek-ê
  • birayê çar-ê
  • roja şeş-ê

Wek prensîp, ev paşgir di sazkirina hejmarên rêzî ji hejmarên bingehîn de bêsinor e:

  • cara dehê
  • cara bîstê
  • cara sedê
  • cara hezarê
  • cara milyonê

Di kurmanciya rojhilatî, bi taybetî li Behdînan, ev awayê serekî yê çêkirina hejmarên rêzî ye. Di kurmanciya navendî de ev paşgira bo çêkirina hejmara rêzî ji peyva ”yek” were bikaranîn. Lê wek din, ne di kurmancî û ne jî di zarên din yên kurdî de ev awa nayê bikaranîn.

Bi nivîskî ev awa di kurmanciya bi alfabeya kurdî-latînî de kêm tê dîtin lê di kurmanciya bi alfabeya kurdî-erebî de berbelav e ji ber ku kurmanciya bi alfabeya kurdî-erebî bi piranî li Behdînan tê nivîsîn ku ev awa lê li rewacê ye.

Varyantên wê ya serekî ya li pey hejmarên bi vokalekê bi dawî tên –yê ye:

  • cara du-yê
  • roja sê-yê / si-yê

Li gel hejmara ”du” herwiha varyanta ”-wê” jî mimkin e:

  • cara du-wê / di-wê

Li gel hejmarên 11 – 19 dengê ”e” yê dawiyê (yazd-e, diwazd-e, sêzd-e…) dikeve û paşgira ”-ê” cihê wê digire:

  • roja yazdê
  • şeva sêzdê
  • cara pazdê

Ji aliyê peyvrêziyê ve cihê hejmarên rêzî yên bi paşgira ”-ê” û varyantên wê di komikên navdêrî de sabit e: ew dikare tenê li dûv navdêra raveber bê û ne mimkin e ku bikeve berî wê:

  • cara yekê (ne ”*yekê car”)
  • roja çarê (ne ”*çarê roj”)

 

Paşgira ”-ê” wek sazkera hejmarên rêzî ji aliyê etîmolojî ve ihtimalen ji paşgira ”-ê” ya çemandinê ye. Lê herwiha mimkin e ku ew paşgireke sazkera hejmarên rêzî ya kevnar jî be û hevreha ”-iye” ya avestayî ya xwedî heman rol be. Bo nimûne, avestayî ”thriye” (sêyem, sêyê). Bi demê re guherîna ”-iye” bi ”ê” ji aliyê dengnasî ve guherîneke asayî û normal e.

 

 

10.6. Bi paşgira –î?

Di hejmartina rojên mehan de formeke bi paşgira –î ya hejmaran di kurmancî de heye:

  • yekî gulanê
  • dehî sibatê
  • bîst û yekî adarê

Di hin devokan de li cihê –î dikare paşgira –ê di vê rewşê de hene:

  • yekê gulanê
  • dehê sibatê
  • bîst û yekê adarê

Ev dişibe formeke hejmarên rêzî. Lê di rastiyê de ew ne paşgireke hejmarên rêzî ye lê ”-î” (yan varyanta wê ”-ê”) li vê derê daçekek e ku cihê ”li” digire wek ku ”-î” li gel hin birrên din jî yên peyvan maneya ”li” yan ”ji” dide:

  • nêzîkî wî bû (li wî nêzîk bû)
  • dûrî min e (ji min dûr e)
  • temaşe televizyonê dikin (li televizyonê temaşe dikin)

Bi gotineke din, bo nimûne ”yekî gulanê” dibe ”yek li gulanê”.

Wek din, hejmarên bi paşgira ”-î” wek hejmarên rêzî nayên bikaranîn. Anku mirov bikare bo nimûne li cihê ”ew bû yekem” gotineke wek ”*ew bû yekî” bi kar bîne.

 

Dê bidome.

_____________________

TÊBÎNÎ

[1] Cînav jî dikarin li pey navdêrê cih bigirin eger mesele xwedîtî (genetîv) be: ”hevala/ê wê/wî”.

6 thoughts on “Navên hejmaran û hejmarsazî (7)

Leave a comment