C. Bedirxan: Ferheng (kurdî-kurdî)

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 9

______________________

ferheng-bedirxan

Danerê alfabeya niha ya kurdî-latînî Celadet Alî Bedirxan (1893 – 1951) li gel çendîn karên din yên hêja herwiha ferhengeke kurdî-kurdî jî amade kiribû ku ihtimalen yekem ferhenga kurdî bi kurdî bû (yên kurdî bi zimanekî din yan zimanekî din bi kurdî berî wî jî hebûn). Lê ev ferheng demeke dirêj nehatibû çapkirin. Ferheng sala 2009 di nav weşanên Avestayê de wek kitêb hatiye belavkirin.

Ferheng ji 330 rûpelan pêk tê ku ji bilî beşên ferhengî herwiha pêşgotineke keça Celadet Bedirxanî, Sînem Berdirxan û herwiha nivîsareke dirêj ya C. Bedirxanî bi xwe li ser nasandina alfabeya kurdî-latînî cih girtiye.

Ferheng bi xwe ji sê beşan pêk tê. Peyvên bi herfên F – Z dest pê dikin û herwiha beşa dawiyê ji peyvên bi tîpa E dest pê dikin ew peyv in ku C. Bedirxan bi xwe amade kirine û şirove û nimûneyên wan jî nivîsîne. Wî herwiha peyvên bi herfên A – E jî dest pê dikin nivîsîbûn lê mixabin ew winda bûne û di vê kitêbê de jî nehatine çapkirin.

Li cihê beşên windabûyî, peyvên bi herfên A – E dîsa ji aliyê zavayê C. Bedirxan anku Selah Saladallah ve hatine hazirkirin û di vê kitêbê de jî li gor rêzbendiya alfabeyê li berî beşên mayî yên ferhenga Bedirxanî hatine bicihkirin.

Di ferhengê de texmînen 8000 – 9000 serpeyv peyda dibin. Piraniya peyvan hatine bi kurdî hatine şirovekirin lê hejmareke ne kêm jî tenê hatine rêzkirin lê ti şirove (û ti nimûne jî) jê re nehatine dan. Bo nimûne, mirov dikare hin peyvên bê şirove hiştî ji herfa Ş bide ”şamoyî, şaran, şebîk, şelik, şelm, şelûf, şemase, şembilêlk, şem, şemixandin, şemixîn, şepne, şerix, şerûdî, şerût, şetat, şewt, şexf…”

Rast e ku vê kitêbê wek texmînen yekem ferhenga kurdî bi kurdî dê helbet gelek kêmasî hebin ji ber ku C. Bedirxan ew di kêm-îmkaniyên mezin de amade kiriye. Lê mixabin amadekerên ferhengê bo çapê jî ev peyv bi şirove yan nimûneyan temam nekirine.

Carinan li cihê şiroveyên kurdî, hatiye gotin ku maneya peyvê bi erebî çi ye tevî ku divê ev ferhengeke kurdî bi kurdî bûya. Bo nimûne, ”pişkîn: bi erebî Etis jê re tê gotin…”

Di beşa aliyê C. Bedirxanî ve amadekirî de li gel şiroveyan, li ber hin serpeyvan herwiha yek yan du-sê nimûneyên bikaranînê jî hene. Lê ne cinsê rêzimanî (mê yan nêr) yê navdêran û ne jî rehê dema niha yê lêkeran hatiye diyarkirin. Di beşa Selah Sadallahî de ti nimûneyên bikaranînê jî peyda nabin.

Beşa S. Sadallah tenê ji 6 herfan (a, b, c, ç, d, e) pêk hatiye lê dîsa jî ew bi qasî 90 rûpelan digire, beramberî 26 herfên din ku tenê 190 rûpel girtine tevî ku kêm peyvên kurdî bi C, Ç û E dest pê dikin. Anku beşên pêşiyê ji yên dawiyê gelek berfirehtir in. Wek din jî ji etîmolojî ve jî cudahiyeke mezin di navbera wan de heye: Bedirxan bi zelalî peyvên xwe ji axiftinên kurmancî lê herwiha ji kêm ferhengên heyî yên wê demê yên kurdî û herwiha yên osmanî wergirtine. Di ferhengê de C. Bedirxan ji peyvên bi eslê xwe erebî nereviye. Berevajî wî, S. Sadallah piraniya peyvên xwe ji ferhengên soranî wergirtine ku wan jî piraniya wan ji farisî neqil kirine. Herwiha hin peyvên ji tirkî de jî tê de hene, bo nimûne ”balte: tefşo, tivir (mebesta wî ”tevr” e), bivir, zomp” (< tirkî ”balta = bivir). Lê heta ji Sadallah hatiye, wî cih nedaye peyvên bi eslê xwe erebî tevî ku ew di kurdî de berbelav bin jî. Bo nimûne, mirov peyvên ”daîre, ders, dewam, dewlet” tê de nabîne (lê ”dersdar: derskar, mamosta, seyda, hînkar” û ”dewlemend: dewletî, zengînî, jêhatî”).

Hem di beşa Bedirxanî amadekirî de û hem jî di ya ji aliyê Sadallahî ve hatiye hazirkirin ji aliyekî ve hejmareke pir mezin ya peyvên rojane tê de peyda nabin û li aliyê din jî pir peyvên nadir û xerîb tê de peyda dibin.

 

Husein Muhammed

 

Advertisements

One thought on “C. Bedirxan: Ferheng (kurdî-kurdî)

  1. Nirxandineke gelek başe destên te xweş bin. Wekî têbîniyeke pêwîst; Ji aliyê xwe ve ez dikarim vê têbîniyê li ser nirxandina te zêde bikim. Ev ferheng berî sed salan hatiye amadekirin (bi taybetî ya Celadet Bedirxan), ji ber wê yekê jî peyvên wê jî hema bibêje yên berî sed salane. Wekî mînak, li ferhengê de peyvên wê serdemê û peyvên amêr û alavên cotkariyê bi zelalî tê dîtin ku ferhengên serdema îro de ew peyv nayên dîtin. Li gor serdema xwe bi awayeke zanistî hatiye amadekirin û gelek peyvên ku di civakê de nayên bikaranîn, li ferhengê de bi wateyên xwe ve bi eşkere hatiye nivîsandin…. Min dixwest bi mînakan têbîniyên xwe bidim, lê mixabin niha ferheng ne di berdestê min de ye. Li gel rêz û silavan….

    Like

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s