Navên hejmaran û hejmarsazî (4)

Bo beşên pêştir binêrin: beşa 1, beşa 2, beşa 3

hejmar4

Husein Muhammed

 

6. DEHHEJMAR

Mebesta me ji peyva ”dehhejmar” (dekad, bi inglîzî decad) navê hejmarên 20, 30, 40, 50, 60, 70, 80 û 90 e.

Li vê derê em ê navên van dehhejmaran bi zarên kurdî û hin zimanên din yên îranî û hindûewropî pêşkêş bikin. Dûv re em ê behsa çêbûna wan û taybetmendiyên wan bikin-

 

6.1. Dehhejmar di kurdî û zimanên lêzim de

Li vê derê em ê navên dehhejmaran di kurdî û hin zimanên lêzim de pêşkêş bikin û paşî behsa varyantên kurdî û herwiha awayê çêbûna navên van hejmaran bikin.

Bo dirêjnebûna tabloyê, ji varyantên devokî tenê yên kurmancî hatine rêzkirin û ji her zar û zimanên din tenê forma serdest hatiye dan.

zar/ziman 20 30 40 50 60 70 80 90
kurm.

standard

bîst çil pêncî şêst heftê heştê not
kurm.

formên din

bîs sih, sîh, si çel, çal pênce, pênca, pênci, pêncih, pêncêh,

pîncî

heyştê nod, newed, nehwêd, newhêd,

nehwêt

newhêd

nehwêrt

soranî bîs(t) çil penca şest hefta heşta newe(t)
kurdiya başûrî bîs çil penca şes(t) hefta heşta newed
farisî bîst çihil, çil pencah şest heftad heştad neved
zazakî vîst hîris çewres pancas şeştî heftay heştay neway
pehlewî wîst sîh çihil pençah şest heftad heştad newed
avestayî vîseiti- thrisete çeth-verisete- pença-

seti-

xşû-

esti-

hep-teyti eş-

teyti

neweyti
sanskrîtî vimseti trimset çetvar-imset pença-

sat

sesti septeti esîtî neveti
rûsî[1] dvad-sati trîd-sati sorok pyati-dêsat şêsti-dêsat sêmi-dêsat vosêmi-dêsat dêvya-nosto
yûnanî[2] êîkosî triá-konta tessará-konta pentḗ-konta heksḗ-konta hebdomḗ-konta ogdoḗ-konta enenḗ-konta
latînî[3] vīgintī trīgintā quadrā-gintā quīnquā-gintā sexā-gintā septuā-gintā octō-gintā nōnā-gintā
fransî[4] vingt trente qua-rante cin-quante soi-xante septante huit-ante non-ante
îtalî venta trenta quaran-ta cinquan-ta ses-santa settanta ottanta novan-ta
spanî veinte treinte cuaren-ta cinquen-ta sesen-ta setenta ochen-ta noven-ta
inglîzî twen-ty thirty forty fifty sixty seventy eighty ninety
almanî zwan-zig dressig vierzig fünfzig sech-zig siebzig achtzig neun-zig

 

6.2. Varyantên dehhejmaran di kurdî de[5]

Hemû dehhejmaran di kurdî de du yan zêdetir varyant hene. Di di nav kurmancî bi xwe de ne hemûyan lê hin dehhejmaran varyant hene. Em ê pêşî varyantan rêz bikin û paşî behsa belavbûna wan bikin. Dûv re jî em ê li zarên din yên kurdî binêrin.

Varyantên dehhejmaran di kurmancî de di tabloya li jor de hatine rêzkirin. Li vê derê em ê li ser belavbûna bikaranîna varyantan di devokên kurdî de û herwiha di zimanê nivîskî de rawestin.

20: Wek peyveke serbixwe, di kurmancî de tenê forma ”bîst” wek navê vê hejmarê heye. Lê di axiftinê de, gava ku peyva li pey wê bi konsonantekê dest pê bike, hingê navê hejmara 20 wek ”bîs” tê kurtkirin:

  • bîst + kes > bîs(t) kes

Di nivîsînê de herdem T-ya dawiya ”bîst”ê di kurmancî de tê parastin.

Di soranî de hem forma ”bîst” û hem jî ya ”bîs” di axiftin û herwiha di nivîsînê de jî tên dîtin. Di kurdiya başûrî û di hewramî de bi piranî tenê forma ”bîs” (ne ”bîst”) tê gotin.

Di zazakî de navê hejmara 20 ”vîst” e ku V-ya kevnar parastiye ku di zarên din yên kurdî û di farisî de paşî bûye B (li jêrtir binêrin).

30: Navê hejmara 30 di piraniya devokên kurmanciya rojhilatî de ”sih” e, di piraniya devokên kurmanciya navendî û rojavayî de jî ”sî” ye. Herdu jî di zimanê nivîskî de tên bikaranîn lê forma ”sî” zêdetir. Herwiha forma ”sîh” jî carinan di nivîsan de tê dîtin lê bi esehî nayê zanîn ka ew bi rastî jî di nav xelkê de li hin deveran heye yan jî tenê hîperkorektî ye.[6]

Di soranî, kurdiya başûrî û hewramî de forma serdest û belkî tekane ”sî” ye. Di farisî de jî ”sî” li kar e. Zazakî forma xwe ya kevnar ”hîris” bi kar tîne (bo kevnariya wê li jêrtir binêrin).

40: Navê hejmara 40 di piraniya devokên kurmancî de ”çil” e û di zimanê nivîskî de jî bi piranî ev form tê xebitandin lê li hin deran forma ”çel” jî jî tê bihîstin. Di hin devokên kurmanciya rojavayî de, ku E-ya kurmanciya giştî wek din jî dikin A, mirov dikare navê vê hejmarê bi awayê ”çal” jî bibihîze.

Di soranî, kurdiya başûrî û hewramî de forma serdest û belkî tekane ”çil” ye. Zazakî dîsa formeke cuda û kevnar ya bi awayê ”çewres” dixebitîne.

50: Navê hejmara 50 di piraniya devokên kurmancî de ”pêncî” ye û ev form di zimanê nivîskî de jî serdest e lê li hin deran herwiha formên wek ”pênce, pênca, pênci, pêncih, pêncêh, pîncî” jî tên gotin.

Heta di kurmanciya rojhilatî de jî, ku ji hejmara 30 re dibêje ”sih” anku li dawiya wê ”-ih” heye, dîsa jî ji hejmara 50 ”pêncî” tê gotin anku li dawiyê ne ”-ih” lê ”-î” li kar e. Bi gotineke din, devera bikaranîna forma ”pêncih” ne wek ya forma ”sih” berfireh e.

Di soranî, kurdiya başûrî û hewramî de forma serdest û belkî tekane ”penca” ye. Di zazakî ”pancas” e.

60: Di tevahiya kurmancî de navê hejmara 60 ”şêst” e. Di soranî de ew bi awayê ”şest” e (bi S-ya qelew wek ”sed”, berevajî kurmancî ku bi S-ya zirav wek ”ser” e) lê herwiha forma bêyî T anku ”şes” (dîsa bi S-ya qelew) jî berbelav e. Di kurdiya başûrî û hewramî de bi piranî ”şes” e: bi S-ya qelew û bêyî dengê T.

Di zazakî de li gor deveran dikare ”şestî” yan jî ”şestay” be. Bi ihtimaleke mezin ”şestî” forma kevntir e û forma ”şestay” li ber modela ”heftay, heştay” paşgira ”-ay” wergirtiye.

70: Di kurmancî de tek forma navê hejmara 70 ”heftê” ye[7] (bi H-ya wek di navê ”Hesen” de) lê belkî di hin devokên nêzîkî soranî de mirov dikare wê bi away ”hewtê” bibihîze. Di soranî de forma serdest ”hefta” ye lê formên ”hewta” û pir hindik ”hewe” jî peyda dibin. Di kurdiya başûrî û hewramî de jî ”hefta” ye, bi zazakî jî ”hewtay”.

80: Di kurmancî de forma serdets û standard ya navê hejmara 80 ”heştê” ye. Ew herwiha tek forma kurmanciya rojhilatî ye. Di kurmanciya navendî de li hin cihan forma ”heyştê” peyda dibe li wan deveran ku navê hejmara 8 ”heyşt” e. Di kurmanciya rojhilatî de H-ya peyva ”heştê” wek H-ya di navê Hesen de ye lê di kurmanciya navendî de bi H-ya wek di peyva ”heval” de ye.

Di soranî û hewramî de navê hejmara 80 ”heşta” ye, di kurdiya başûrî de li hin deveran ”heşta” û li hinan jî ”heyşta” ye. Di zazakî de navê wê ”heştay” e.

90: Hejmara 90 di kurmancî de ji hemû dehhejmaran û belkî ji hemû hejmarên din jî zêdetir xwedî varyantên cuda ye. Forma serdest û standard ”not” e lê herwiha varyanta ”nod” jî bi berfirehî di nivîsînê de tê dîtin. ”Not” an ”nod” li hemû deverên kurmanciya navendî û rojavayî li kar in. Di kurmanciya rojhilatî de jî li Behdînan ”not” tê gotin. Lê bakur-rojhilatê deverên kurmancîaxiv (Urmiye, Agirî, Wan, Hekarî, Erzirom…) yek an çend ji van forman li kar in: nehwêt/nehwêt, newhêt/newhêd, newêt/newêd. Li hin deverên Hekariyan heta formeke bi R jî heye: nehwêrt/nehwêrd. Ev R di ti zarên din yên kurdî yan zimanên din yên îranî de di navê vê hejmarê de nîne û peydabûna vî dengî di navê hejmara 90 de bi temamî tiştekî nepayî û surprîz e.

Di soranî de forma ”newet” tê bikaranîn lê li hin deran T-ya dawiyê nayê gotin anku dibe ”newe”. Di kurdiya başûrî de forma serdest û belkî tekane jî ”newed” e. Di zazakî de peyva ”neway” wek navê vê hejmarê tê gotin.

 

6.3. Çêbûna dehhejmarên kurdî

Di hin zimanan de navê dehhejmaran bi aşkereyî ji navê hejmarên 1 – 9 + navê hejmara 10 tên çêkirin. Bo nimûne, bi zimanê fînlandî anku fînî:

  • kaksi (2) + kymmenen (10) > 20 kaksikymmentä (peyva ”kymmentä” formeke çemandî ji peyva ”kymmenen” anku 10 e)
  • kolme (3) + kymmenen (10) > 30 kolmekymmentä
  • neljä (4) + kymmenen > 40 neljäkymmentä
  • viisi (5) + kymmenen > 50 viisikymmentä

Mirov dikare dehhejmarên fînlandî wisa heta 90ê bidomîne.

Di hin zimanên din de, wisa dixuye ku ti têkiliya navê dehhejmaran (10, 20, 30…) bi tilhejmaran ve nîne. Bo nimûne, bi tirkî:

  • 2 ”iki” ye lê 20 ”yirmi” ye
  • 3 ”üç” e lê 30 ”otuz” e
  • 4 ”dört” e lê 40 ”kırk” e
  • 5 ”beş” e lê 50 ”elli” ye

Kurdî û piraniya zimanên din yên hindûewropî di vê meseleyê de ne bi temamî wek fînlandî û ne jî wek tirkî ne: ji piraniya dehhejmaran diyar e ku ew bi awayekî têkilî tilhejmaran in[8] lê herdem ne zelal e ka çawa dehhejmar ji tilhejmaran hatine çêkirin.

Bo nimûne, mirov dikare bibîne ku ji bilî navên hejmarên 10 û 20, navên hemû dehhejmarên din bi eynî dengê tilhejmara beramber dest pê dikin:

Tilhejmar Dehhejmar
çar çil
pênc pêncî
şeş şêst
heft heftê
heşt heştê
neh not

 

Wek ku tê dîtin, dengê wan yê destpêkê eynî ye lê ti paşgireke diyar nîne ku herdem dehhejmar pê ji tilhejmarê were çêkirin. Heta carinan di tilhejmar û dehhejmara beramberî wê de hejmara dengan eynî ye tevî ku deng bi xwe ne heman deng bin jî:

  • sê / sî
  • çar / çil
  • neh / not

Mirov dikare dengê Î yê di peyva ”pêncî” de wek paşgirekê bihesibîne ku pê ”pêncî” ji ”pênc”ê hatiye sazkirin lê ew heman deng nakeve pey hejmarên din û pê ti dehhejmarên din ji tilhejmaran çênake. Lê belkî mirov wisa bikare hesab bike ku heman deng di peyva ”sî” de jî hebe ku ji ”*sê-î” kurt bûbe û tenê wek ”sî” mabe.

Paşgira ”-ê” dehhejmarên ”heftê, heştê” ji tilhejmarên ”heft, heşt” çêdike lê ew jî di sazkirina dehhejmarên din de beşdar nabe.

Sebebê tinebûna ti paşgireke aşkera ya avakirina dehhejmaran di kurdî de ew e ku dehhejmarên kurdî pir kevn in û bi demê re kurt bûne û ti paşgireke zelal ya giştgir (komprehensîv) ji wan re nemaye. Eger mirov li navê dehhejmarên kurmancî û hevwateyên wan yên bi zimanên kevn yên îranî û hindûewropî binêre, mirov dê bi hêsanî bibîne ku ew di kurdî de pir hatine sivikkirn û kurtkirin.

Bo nimûne, em dehhejmarên kurmancî bidin ber yên avestayî, sanskrîtî û latînî:

  • kurmancî: bîst, sî, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, not
  • avestayî: vîseiti, thrisete, çethverisete, pençaseti, xşûesti, hepteyti, eşteyti neweyti
  • sanskrîtî: vimseti, trimset, çetvarimset, pençasat, sesti, septeti, esîtî, neveti
  • latînî: vīgintī, trīgintā, quadrāgintā, quīnquāgintā, sexāgintā, septuāgintā, octōgintā, nōnā-gintā

Kurtbûna dehhejmaran di kurmancî de berçav dibe heta eger mirov wê bide ber zar û zimanên nêzîk jî. Bo nimûne:

  • kurmancî: bîst, sî, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, not
  • zazakî: vîst, hîris, çewres, pancas, şeştî, hewtay, heştay, neway
  • farisî: bîst, sî, çehel, pencah, şest, heftad, heştad, newed

Li vê derê em ê hewl bidin yek bi yek dehdehjmarên kurdî bi hevrehên wan yên zimanên din yên hindûewropî ve girê bidin û diyar bikin ku tevî guherînên pir mezin jî di navbera wan de (bo nimûn kurmancî ”bîst” û inglîzî ”twenty”), ew di rastiyê de ji eynî navên makezimanê proto-hindûewropî û ji navê hejmarên 2 – 9 peyda bûne:

20: Navê hejmara 20 di kurmancî û farisî de ”bîst” e. Di soranî de dikare ”bîst” an jî ”bîs” be, di kurdiya başûrî ”bîs” e. Lê di navê vê hejmarê de dengê destpêkî di piraniya zimanên hindûewropî de ne B ye lê V yan W ye: zazakî ”vîst”, pehlewî ”wîst”, avestayî ”vîseyti”, sanskrîtî ”vimseti”, latînî ”vīgintī”, fransî ”vingt”… Em ji dengnasiya dîrokî ya kurdî û farisî baş dibînin ku V di gelek peyvan de bûye B. Bo nimûne, kurmancî ”ba, baran, berf/befr” û farisî ”bad, baran, berf” lê zazakî ”va, varan, vewre”, avestayî ”vate-, vare-, vefre-” û sanskrîtî ”vate-, var, gebhre-”.

Gava ku mirov li navê hejmara 20 bi rûsî ”dvadsati”, bi inglîzî ”twenty” yan bi almanî ”zwanzig” dinêre, dibîne ku dengek hê berî dengê V/W jî di navê vê hejmarê de heye. Gava ku mirov navê hejmara 20 bi van zimanan bide ber navê hejmara 2 bi heman zimanan, mirov bi hêsanî dibîne ku eynî deng di herduyan de hene:

  • rûsî ”dva” (2) û ”dvadsati” (20)
  • inglîzî ”two” (2) û ”twenty” (20)
  • almanî ”zwei” (2) û ”zwanzig” (20)

Lê ev dengê destpêkê – ku di makezimanê hindûewropî de DW- bû – di piraniya zimanên hindûewropî de di navê hejmara 20 de tenê V jê maye û V jî paşî di kurdî û farisî de bûye B.[9]

Anku têkiliya hejmara ”bîst” jî bi hejmara ”du” re heye tevî ku niha ew wisa ji hev dûr ketine ku êdî ti dengên wan naşibin hev. Li aliyekî din, pêşgira navneteweyî ya ji latînî ”bî-, bi-” ya bi wateya ”du” pir dişibe navê hejmara ”bîst”: ”bisiklêt” (duçerxe), ”biskiwît”, ”biyenal” (pêşangeha ku her du salan carekê tê sazkirin), ”bîlateral” (peymanên dualî), ”bîseksuel” (kesa/ê ku hem ji jinan û hem jî ji mêran hez dike)… Di devokên kurdî de ew dikare herwiha wek ”pi-” (piskêt, pisiqlêt) yan ”bay-, pay-” (baysikil, paysikil) were gotin.

 

30: Navê hejmara 30 di kurdî (sî, sih – ji bilî zazakî), farisî (sî) û pehlewî (sîh) de ji navê heman hejmarê bi zimanên din yên lêzim dûr dixuye, bo nimûne zazakî ”hîris”, avestayî ”thrisete”, sanskrîtî ”trimset”, inglîzî ”thirty” yan fransî ”trente”. Lê çawa ku navê hejmara 30 bi kurdî pir dişibe navê hejmara 3, wisa di van zimanên din de jî navê hejmara 30 dişibe navê hejmara 3 bi wan zimanan.

Sebebê guherînên mezin yên navbera ”sî, sih” ya kurmancî li gel ”thrisete” ya avestayî yan ”thirty” ya inglîzî ew e ku TH di nav zimanan de nîşana S-ya ”fis” anku S-ya navdidanî ye, wek dengê ث yê zimanê erebî ku di peyvên ji erebî hatî de di kurdî û farisî de adeten jî dibe S (carinan dibe T). Cudahiyeke din jî ew e ku R ji navê hejmara 30 di kurdî û farisî de ketiye, wek çawa ku ew di navê hejmara 3 de jî ketiye. Herwiha S-ya wek di ”thriSete” ya avestayî de jî bûye H, wek çawa ku di navê hejmara 10 de jî di avestayî û zazakî de S heye (avestayî ”dese-”, zazakî ”des”) lê di kurmancî, pehlewî û farisî de bûye H (sîh, sih)[10] û taliyê bi temamî ketiye ”sî”.

Di zazakî de rêbazeke din di navê vê hejmarê de hatiye bijartin. TH nebûne S lê T ketiye û H maye: avestayî ”thristete”, zazakî ”hîris”.

40: Navê hejmara 40 li gel navê hejmara 4 di kurdî û zimanên din jî yên îranî bi heman herfa Ç dest pê dike: bi kurmancî ”çar” û ”çil” (li gel varyanta devokî ”çel” û ya pir devokî ”çal”). Tevî ku di gelek zimanên din yên hindûewropî de navê hejmara 40 ne bi Ç dest pê dike lê di piraniya wan de navê hejmara 4 û ya 40 bi heman dengî dest pê dikin: bo nimûne 4/40 bi inglîzî ”four/forty”, almanî ”vier/vierzig”, fransî ”quatre/qaurante”…

Gava ku mirov ”çil” ya kurmancî dide ber ”çethverisete-” ya avestayî yan jî ”çetvarimset” ya sanskrîtî, bi zelalî tê dîtin ku di kurdî de kurtbûneke pir mezin peyda bûye. Bo ku mirov bibîne ku çawa ”çil” ya kurmancî ji tişteke kevnar ya wek ”çethverisete-” ya avestayî yan ”çetvarimset” ya sanskrîtî peyda bûye, mirov dikare ji bi xeyalî ji avestayî dest pê bike, paşî were forma zazakî, paşî ya farisî û dawiyê jî ya kurmancî û soranî:

  • avestayî ”çethverisete-” > zazakî ”çewres” > pehlewî ”çihil” > farisî ”çihil / çil” > kurdî ”çil / çel”.

50: Navê hejmara 50 bi kurmancî ”pêncî” (li gel varyantên xwe) bi zelalî bi navê hejmara 5 ”pênc” ve têkildar e. Ew herwiha pir dişibe navê hejmara 50 bi zarên din yên kurdî û zimanên din yên îranî jî: soranî û kurdiya başûrî ”penca”, farisî ”pencah”, pehlewî ”pençah”, zazakî ”pancas”, avestayî ”pençaseti”, Li derveyî zimanên îranî, di sanskrîtî de ”pençasat”, di rûsî de ”pyatidêsat” û di yûnaniya kevn de ”pêntêkonta” jî dişibin navê hejmara 50 bi kurdî. Di inglîzî de ”fifty” yan di almanî de ”fünfzig” êdî kêm dişibin kurdî ”pêncî” lê dîsa jî gava ku mirov jihevdûrketina navê hejmarên 5 di van zimanan de wek ku li jor behs kirî bîne bîra xwe, mirov dê zû pê bihese ku peyvên ji heman rehî ne. Bi heman awayî ”cinquante” ya fransî gelek ji ”pêncî” ya kurdî dûr dixuye û belkî wisa were texmînkirin ku ti têkiliya etîmolojî di navbera wan de nîne. Lê dîsa eger em li jortir li navê hejmara 5 di van herdu zimanan de binêrin û li etîmolojiya wan ya li jor behs kirî vegerin, em ê bibînin ku ew peyvên ji eynî rehî ne.

 

60: Navê hejmara 60 di kurmancî û zimanên din jî yên hindûewropî de bi zelalî têkilî navê hejmara 6 e. Di heman demê de, di piraniya zimanên hindûewropî de navê hejmara 60 pir nêzîkî hev maye: kurmancî ”şêst”, soranî û kurdiya başûrî ”şes(t)”, farisî û pehlewî ”şest”, zazakî ”şestî”, sanskrîtî ”sesti”, spanî ”sesenta”, inglîzî ”sixty”…

70: Navê hejmara 70 jî di hemû zimanên hindûewropî de têkilî navê hejmara 7 e. Di zimanên îranî de destpêka wê wek hev e lê dawiya wê li gor zar û zimanan diguhere: kurmancî ”heftê”, soranî û kurdiya başûrî ”hefta”, zazakî ”heftay”, farisî û pehlewî ”heftad”, avestayî ”hepteyti-”. Di piraniya zimanên din yên hindûewropî de navê vê hejmarê ne bi H lê bi S dest pê dike: sanskrîtî ”septeti”, latînî ”septuāgintā”, fransî ”septante”, inglîzî ”seventy”… Di makezimanê proto-hindûewropî de li destpêkê bi rastî jî S hebû ku di zimanên îranî de di vê û di gelek peyvên din de jî bûye H (bo vê meseleyê li jortir li etîmolojiya peyva ”heft” binêrin).

Wek ku ji navê vê hejmarê bi avestayî, sanskrîtî, latînî û fransî diyar dibe, di navê hejmara 70 de du T hebûne ku di hin zimanên îranî de ya dûvretir bûye D (farisî û pehlewî ”heftad”) lê di kurdî de bi temamî ketiye (kurmancî ”heftê”, soranî ”hefta”) yan jî nerm bûye û bûye Y (zazakî ”heftay”). Ketina T/D ya paşvokalî (li pey vokalekê) di kurdî de diyardeyeke berbelav e. Bo nimûne, farisî ”bad, bûden, daden” lê kurdî ”ba, bûn/bûyîn, dan/dayîn”.

80: Navê hejmara 80 jî dîsa di kurmancî (heştê, heyştê) û piraniya zar û zimanên din yên hindûewropî de bi zelalî dişibe navê hejmara 8 (heşt, heyşt). Di zimanên îranî de navê hejmara 80 bi zelalî ji eynî rehî ye: kurmancî ”heştê, heyştê”, soranî û kurdiya başûrî ”heşta”, zazakî ”heştay”, farisî û pehlewî ”heştad”, avestayî ”eşteyti” (H li destpêka vê hejmarê tine bû, paşî di bin tesîra peyva ”heft” de li peyva ”heşt” zêde bûye û wisa li navê hejmara 80 jî di gelek zimanên îranî de zêde bûye).

Di sanskrîtî de jî hê bi şiklê xwe nêzîkî zimanên îranî maye ”estîtî”. Di zimanên din yên hindûewropî de ji navê hejmara 80 bi kurdî dûr dixuyin, bo nimûne latînî ”octōgintā” yan inglîzî ”eighty” (bixwînin: êytî) lê dîsa jî ji eynî rehî ne (bo zêdetir agahiyan li etîmolojiya navê hejmara 8 binêrin).

90: Navê hejmara 90 wek navê hejmara 9 jî di piraniya zimanên hindûewropî de bi N dest pê dike. Wek din jî navê wê di piraniya zimanên ewropî de kêm-zêde dişibe hev tevî ku bi taybetî di kurmancî de, bi formên xwe yên serdest ”not” û ”nod” navê wê pir kurt bûye: kurmancî ”not, nod, nehwêt…” (li jortir binêrin), soranî ”newe(t), kurdiya başûrî ”newed”, zazakî ”neway”, farisî ”neved”, pehlewî ”newed”, zazakî ”neweyti”, sanskrîtî ”neveti”, spanî ”noventa”, latînî ”nōnāgintā”, fransî ”nonante”, inglîzî ”ninety”…

 

6.4. Dehhejmar li gel tilhejmaran

Di kurdî de gava ku dehhejmarên 20 – 90 li gel tilhejmaran (1 – 9) tên bikaranîn, pêşî dehhejmar tê, paşî peyvika ”û” dikeve navberê û li dawiyê jî tilhejmar heye:

  • 21: bîst û yek
  • 46: çil û şeş
  • 72: heftê û du

Ev peyvrêziya hejmarên hemû zarên kurdî û herwiha ya farisî ye jî. Anku di wan hemûyan de pêşî dehhejmar, paşî peyvika ”û” (yan varyanteke wê li gor lehceyan) û li dawiyê tilhejmar cih digire.

Di gelek zimanên din de jî peyvrêziya dehhejmar û tilhejmaran bi hev re wiha ye anku dehhejmar pêşî û tilhejmar jî paşî tên lê di gelek zimanan de hevwateya peyvika ”û” nayê navbera wan. Bo nimûne:

  • inglîzî: 21 twenty-one (ne ”*twenty-and-one”)
  • tirkî: 21 yirmi bir (ne ”*yirmi ve bir”)

Di hin zimanên de hevwateya peyvika ”û” tê bikaranîn lê îcar peyvrêzî berevajî ya kurdî ye anku tilhejmar berî dehhejmaran tên. Bo nimûne:

  • erebî: 21 waḥid we ’işrûn (peyv bi peyv: ”yek û bîst”)
  • almanî: 21 einundzwanzig (< ein und zwanzig – peyv bi peyv: yek û bîst)

Di zimanên kevn yên îranî de (bo nimûne di avestayî de) jî peyvrêzî wek erebî û almanî bû:

  • avestayî: 21 eêwe çe viseyti (peyv bi peyv: ”yek û bîst”)

Di hin zimanan de hem peyvrêzî berevajî ya kurdî ye û hem jî hevbera peyvika ”û” nayê bikaranîn. Bo nimûne:

  • hindî: 21 ikk-îs (peyv bi peyv: yek-bîst)

Ev heman peyvrêzî û tinebûna Û di navbera tilhejmar û dehhejmaran de ji xwe di navê hejmarên dehgir 11 – 19 yên kurdî de heye (li jortir li beşa li ser dehhejmaran binêrin).

 

DÊ BIDOME.

_________________________

TÊBÎNÎ

[1] Hejmarnavên rûsî: https://en.wiktionary.org/wiki/Category:Russian_numerals

[2] Hejmarnavên yûnaniya kevn: https://en.wiktionary.org/wiki/Category:Ancient_Greek_numerals

[3] Hejmarnavên latînî: https://en.wiktionary.org/wiki/Appendix:Latin_cardinal_numerals

[4] Hejmarên fransî: Navê hejmarên 70 – 19 yên li vê derê tenê li hin deverên fransîaxiv li kar in. Li piraniya deveran navên din ji van hejmaran re hene ku li gor sîstemeke din hatine avakirin.

[5] Bo varyantên dehhejmaran li deverên cuda, binêrin vê suhbetê di koma ”Zimanê Kurdî” de li ser Facebookê: https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/1143502899040384/?notif_t=like&notif_id=1472367453916566

[6] Bo hîperkorektiyê binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/06/hiperkorekti-anku-zede-rasti/

[7] Carinan ew bi forma ”hevtê” were nivîsîn jî, ew tenê şaşiya nivîsînê ye ji ber ku V-ya bilerz û T-ya bêlerz nakevin pey hev.

[8] Di tirkî de jî gava ku mirov digihe dehhejmara 60 û dehhejmarên mezintir, mirov dibîne ku ew têkilî tilhejmarên beramberî xwe ne lê ew jî wek kurdî ne bi ti paşgireke herdem wek hev tên çêkirin: 6/60 altı/ altmış, 7/70 yedi/ yetmiş, 8/80 sekiz/seksen, 9/90 dokuz/doksan.

[9] https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-European/dwi(h%E2%82%81)d%E1%B8%B1m%CC%A5ti

[10] Bi heman awayî di farisî de ”masî” bûye ”mahî” û ”asin/hesin” bûye ”ahen”. Ev diyardeya guherîna S bi H zêdetir taybetmendiyeke zimanê farisî ye û di kurdî de tenê di navê hejmaran de wisa lê hatiye.

9 thoughts on “Navên hejmaran û hejmarsazî (4)

Leave a comment