___________________
Kovara Kanîzar bi hevkarî li gel koma Zimanê Kurdî[1]
Mebest ji ”zimanê zarokan” li vê derê hin peyv in ku mezin di navbera xwe de bi kar naînin lê zarok di jiyê anku temenê xwe yê biçûk de dibêjin û herwiha gelek caran jî mezin wan di axiftina xwe ya li gel zarokan de dixebitînin.
Armanca me li vê derê rêzkirina wan peyvan e ku di axiftina di navbera mezin û zarokan de tên bikaranîn û zarok wan ji mezinan hîn dibin û nifş bi nifş ew kêm-zêde wek xwe dimînin. Merema vê ferhengokê ne ew e ku wan peyvan rêz bike ku yek yan hin zarok ”şaş” dibêjin.
Peyv ji agahîderên (informant) ji çendîn deverên cuda hatine komkirin. Piraniya agahîderan kurmancîaxiv bûne lê hin jî soranîaxiv. Piraniya peyvan di ”zimanê zarokan” de li deverên kurmancîaxiv de tên bikaranîn lê çend peyv jî ji soranî ne ku di kurmancî de ne li kar in.
Eger (S) li dûv peyvê hebe, ew bi soranî lê ne bi kurmancî ye. Eger (S) li pey peyvê tine be, ew tenê bi kurmancî ye yan jî kurmancî û soranî ye.
Di vê hejmarê de em ê ferhengoka peyvên zimanê zarokan belav bikin û di hejmara bê de jî taybetmendiyên zimanê zarokan vekolin.
ala binêr êla
be’êk bizin
biv e, bive germ e, xeter e (dikare bişewitîne, dikare bisoje)
cucu çûçik, teyr, firrinde
çaç çav
çeç (tet) dest, lep, mist, kulm
çiç, çiço şîrê dayikê, bersînga dayikê
çiz 1) [Z-ya qelew] mîz: çizê kirin mîstin 2) [Z-ya zirab] dest nediyê, dest nekiyê, dest neavêjiyê
çîç (S) ciwan, spehî, rind, delal, bedew
çûçe, çûçî rûniştin: çûçî ke rûne
dadê, dede xwişk, xwişka mezin
eçê, eçî lêdan: eçê ke lê bide, lê bixe
ehê [eḧê] 1) gû: ehê kirin rîtin, gû kirin 2) lêdan: ehê ke lê bide, lê bixe
eq, eqo gû, rîtin
elok telefon
’em xwirak, zad, xwarin: ’em kirin xwarin
ewe diêşe, têşe, êş dike
êla, êlla (L-ya qelew) xew, razan, raketin, nivistin: êla ke raze, rakeve, binive
gixik ken, kenîn
hakê, hayê, haê xew: hakê ke binive, raze, rakeve, xewê bike
hepo xilas, qediya, nema
hepu (S) = hewo
hewo, hewok [ḧewo, ḧewok] se, kûçik, seg, her heywanê tirsnak
hilo rabe
hêz hembêz, koş
hop, hopelês xwehilavêtin, xweçengkirin
huto, hito [ḧuto, ḧito] keçikên biçûk
’inê tirimpêl, otomobîl, erebe, seyare, maşîn
jîjî goşt
kaka şîrînahî
kako, keke, keko bira, birayê mezin
kekir şekir
kix e, kixe pîs e (nexwe, ji devê xwe biavêje)
lalê 1) girar, pîlav, birinc 2) xew: lalê ke binive, raze, rakeve
lola xew: lola ke binive, raze, rakeve
lolo mîz
meme, mem, memme vexwarin, şîr, av
mi’ek mî, mih, berx
nîna, nînî dans, reqs, govend, dîlan, dawet: nîna ke bireqise, dansê bike
nono, nunu (S) xwarin, şîrînahî
oçê goşt
o ke, olê ke raze, rakeve, binive, xewê bike
paç maç, ramûsan
papecane (S) pêlav, sol, kewş
papo pêlav, sol
pe’ e, pe’e pîs e (nexwe)
pep pê, ling
pepe nan
pido, pidok kîr, xirr, endamê cinsî yê nêran
pifo (S) xwarin, xwirak
pişîk pisîk, kitik (di hin devokan de ”pişîk” tenê bi zimanê zarokan e û bi zimanê mezinan ”kitik” e)
pito, pizo kurrikên biçûk
pitê keçikên biçûk
poç porr, pirç, mûyên serî
qaqa hêk
qeb-qeb, qebo-qebo were hemêza min, were milê min, were koşa min!
seke, se ke bisekine, raweste
şoşo, şoşok ker (dewar)
tatî meş, birêveçûn, çûn, livîn: tatî ke bimeşe, bilive
tet (çeç) dest, lep, mist, kulm
tit (çiç) bersîng, çiçik, memik
tix, tix e pîs e (ji devê xwe biavêje, neke devê xwe)
tîtê tirimpêl
totî rûniştin: totî ke rûne, rûne xwarê
vav av, vexwarin
wişik xweşik, delal, rindik, pê şa bûn
xito = huto, hito
_________________
TÊBÎNÎ
[1] https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi