”Karîn”, ”şiyan” û ”tiwanîn” û hevrehên wan di zarên kurdî de

Husein Muhammed

Spasiyên bêpayan bo van kekên hêja ku di amadekirina vê nivîsarê de xwe bi bersivdana gelek pirsên min westand: Hasan Aslan (zazakî), Muhemmed Teqevî (kurmanciya Xorasanê), Ali Bayrakli (kurmanciya Konyayê).

Di zimanê kurdî de, li gor zar û devokên cuda, sê peyvên ji rehên cuda bi maneya ”taqet hebûn, pê çê bûn, jê hatin, qabiliyet hebûn, hêz û qewet bo kirina tiştekî hebûn” (bi inglîzî ”can, to be able to”) tên bikaranîn:

  • karîn (herwiha ”kanîn kaynîn, kûynîn”)
  • şiyan (herwiha ”şên, şe kirin, şu kirin”, bi zazakî ”şayene, eşkayene, şikayene, bese kerdene”)
  • tiwanîn (herwiha ”tiwanisîn, tiwanistin, tanistin”)

Mirov dikare bergeh û cografyaya bikaranîna van peyvan wiha diyar bike:

karin-siyan-tiwanin

Karîn (kanîn, kaynîn, kûynîn)

”Karîn” û forma wê ya duyemîn ”kanîn” di kurmanciya navendî û serhedî de ji sinorê deverên ermenîaxiv li bakur-rojhilata Kurdistanê heta bigihe deverên erebîaxiv yên Sûriyê tê bikaranîn. Formên ”kaynîn, kûynîn” (rehê dema niha -kû-: ez dekûm, ez nikûm) di kurmanciya Xorasanê de li gel hevwateyên xwe ”weşe kirin” (weşe dekem, weşe nakem) tên xebitandin (bo ”weşe kirin” li jêrtir binêrin).

 

Şiyan (şu kirin, şe kirin, şayene, weşe kirin, bese kerdene)

Peyva ”şiyan” di kurmanciya rojhilatî de bi berfirehî tê bikaranîn û li wan deveran ne peyva ”karîn” ne jî ti formeke wê ya din (kanîn, kaynîn, kûynîn) peyda nabin.

Peyva ”şiyan” (rehê dema niha ”-şê-”) di soranî de jî heye lê bi maneya xwe ji ”şiyan” ya kurmancî bisinortir e û tenê wateya ”mimkin bûn” tê bikaranîn.

Hevreha peyva ”şiyan” di farisî de jî wek ”şayesten” heye lê wateya wê ”hêja bûn, layiq bûn, jêhatî bûn, bi kêr hatin” e.

Di kurmanciya rojavayî de jî bi maneya ”şiyan, karîn” formên wek ”şu kirin, şe kirin” hene ku hevrehên peyva ”şiyan” (rehê dema niha ”-şê-”) ne.

Di zazakî de peyva ”şayene” (rehê dema niha ”-ş-”) hevwate û bêguman hevreha ”şiyan” ya kurmanciya rojhilatî û ”şu/ şe kirin” ya kurmanciya rojavayî ye.

Di zazakî de bi heman maneyê herwiha peyvên ”şikayene, eşkayene” (rehên dema niha ”-şik-”, ”-eşk-”) hene ku bi ihtimaleke mezin ew jî hevrehên ”şayene” ya zazakî û ”şiyan” ya kurmanciya rojhilatî ne lê sebebê hebûna dengê K di wan de nayê zanîn.

Di kurmanciya Xorasanê de bi heman maneyê peyva ”weşe kirin” heye ku hevreha ”şe kirin, şu kirin” ya kurmanciya rojavayî û ”şiyan” ya kurmanciya rojhilatî ye. Dengên ”we-” di ”weşe kirin” de divê pêşgirek be.

Di zazakî de jî (li Dêrsimê) lêkera ”bese kerdene” heye ku tam hevreha ”weşe kirin” ya kurmanciya Xorasanê ye. Di zazakiya dêrsimî de adeten Ş dibe S. Lê tiştê ecêb ew e ku adeten li beramberî B-ya kurmancî di zazakî de V heye lê di vê peyvê de di zazakî B û di kurmancî W li kar e.

 

Tiwanîn (tiwanisîn, tiwanistin, tüanisîn, tüanistin, tanistin)

Peyva serekî ya bi wateya ”karîn, şiyan” yên kurmancî di soranî de ”tiwanîn” e. Heman peyv di devokên kurdiya başûrî de bi awayên ”tiwanisîn, tiwanistin, tüanisîn, tüanistin” (rehê dema niha ”-tiwan-”) tê bikaranîn. Di devokên şêxbizinî de li Rojavaya Tirkiyê ew bûye ”tanistin” (rehê dema niha ”-tan-”) lê herwiha ”tüanistin” jî tê gotin. Hevreha wê herwiha di farisî de jî wek ”tevanisten” (bi devkî herwiha ”tûnisten, tûnissen”, rehê dema niha ”-tevan-, -tûn-) peyda dibe.

Wisa diyar e ku di ti devokên kurmancî de peyva ”tiwanîn” peyda nabe yan jî nemaye. Lê mirov dikare ji aliyê etîmolojî ve hem peyva ”şiyan” û hem jî peyva ”tiwanîn” wek peyvên xwemalî yên îranî vegerîne heta makezimanê proto-hindûewropî.[1]

Tinebûna peyva ”tiwanîn” di lehceyên ne-hevsinorên farisî de (kurmancî, zazakî) dikare nîşana wê yekê be ku ”tiwanîn” ji farisî ketiye soranî û kurdiya başûrî lê bi esehî nayê zanîn. Eger ji farisî hatibe jî, berî sedan salan hatiye ji ber ku hem ji aliyê paşgira xwe ve bûye kurdî (bi soranî bi paşgira ”-în” beramberî ”-isten” ya farisî) û hem jî ji aliyê cografî ve di hemû soranî de (hem li Rojhilata Kurdistanê û hem jî li Başûrê Kurdistanê) tê bikaranîn.

 

Lê gelo ”karîn” û hevrehên xwe ji kû tên?

Tiştê ecêb ew e ku di kurmanciya rojhilatî de ”şiyan” û di kurmanciya rojavayî de jî hevrehên ”şu, şe” û heta di zazakî de jî hevrehên wan yên wek ”şayene, şikayene, eşkayene, bese kerdene” hene lê di kurmanciya navendî de – ku dikeve navbera van hemûyan, ti şûn û şopên hevrehên ”şiyan”ê peyda nabin.

Ji bilî kurmanciya navendî û hin deverên kurmanciya Xorasanê, hevrehên ”karîn” (yan ”kanîn, kaynîn, kûynîn”ê) ne di ti devokên din yên kurmancî de, ne di ti zarên din yên kurdî de û ne jî di ti zimanên din yên îranî de peyda nabin. Loma ew mirovî neçarî vê pirsê dikin:

Gelo ”karîn” û hevrehên wê ”kanîn, kaynîn, kûynîn” ji kû tên?

Hin nivîskarên kurd hewl didin peyva ”karîn, kanîn” bi hevwateya wê ya inglîzî ”can” (bixwînin: ken), almanî ”kann”, swêdî ”kan” û hwd. yên zimanên germenî ve girê bidin.[2]

Rast e ku ”karîn, kanîn” bi rastî hevwateyên van peyvên germenî ne lê ji aliyê dîrokî ve ew bi rastî ne hevreh in anku ne ji eynî rehê proto-hindûewropî peyda bûne ji ber ku K-ya proto-hindûewropî ne di zimanên îranî de (ji bilî çend cînavan wek ”kî”) wek K dimîne (adeten di zimanên îranî de dibe S yan Z) û ne jî di zimanên germenî de (adeten di zimanên germenî de dibe H).

Ya rast, ”can, kann, kan” yên zimanên germenî ne hevrehên ”karîn, kanîn” lê hevrehên peyva ”zanîn” û ”nasîn” yên kurdî ne.[3] Eslê maneya peyvên ”can, kann, kan” yên zimanên germenî jî ne ”karîn, kanîn, şiyan” bû lê ”zanîn” bû û paşî wateya wan veguheriye.[4]

Tinebûna ”karîn”ê û hevrehên wê di devokên din yên kurmancî de û di zar û zimanên din yên kurdî û îranî de gumaneke mezin peyda dikin ku ew nikare peyveke xwemalî ya kurdî be û mirovî neçar dikin ku bo peydakirina etîmolojiya wê li zimanên derdorê binêre.

Erebî, tirkî û aramî – ku serekaniya gelek peyvên kurdî ne – ew jî di vî warî de mirovî bêhêvî dikin û ti hevrehên peyva ”karîn” nadin me. Lê gava em berê xwe didin ermenî, bersiv hêsan e û heta em dikarin bibêjin ku bêguman e jî:

Di ermeniya kevn de կար[5] (kar) maneya ”hêz, qewet”ê dide, կարող[6] (karol) tê wateya ”bihêz”, û կարողանալ[7] (karolanal) yan bi ermeniya rojavayî կրնալ (karonal) tên wateya ”karîn, kanîn, şiyan, tiwanîn”. Bi ermeniya kevn jî ”karîn, şiyan” bi awayê կարնալ (karênal) bû.

Di formên ermenî de mirov hem dikare rehê ”-kar-” (karîn) û hem jî yê ”-kan-” (kanîn) bibîne. Formên ”kaynîn, kûynîn” bi zelalî ji encama guherîna R bi Y ne, wek di peyva ”merîk/meyîk” de.

Formên ”kaynîn, kûynîn” yên kurmanciya Xorasanê ji du aliyan ve gelek giring in:

  • Ji peydabûna vê peyvê di kurmanciya Xorasanê de diyar e ku ”karîn” û varyantên wê ne vê dawiyê ji ermenî hatine. Dîroka dirêj ya wergirtina ”karîn”ê û varyantên wê herwiha ji wê jî diyar e ku ”şiyan” û hevrehên wê bi temamî ji devokên kurmanciya navendî winda bûne. Herwiha ji klasîkan jî diyar e ku wergirtina ”karîn” û hevrehên wê bi kêmî bi qasî pêncsed salan kevn e ji ber ku ew bo nimûne di Mem û Zînê de jî hatiye bikaranîn:

Ya ne wehe em çira nikarîn

Mecrûḥ û ḑe’îf û dilfikar în

  • Ew diyar dikin ku carekê hem R û hem jî N li dawiya rehê lêkerê hebû ”*-karn- (*”karnîn”, bidin ber ermenî ”karênal”) û dû re N ji hin devokan ketiye û bûye ”karîn” û R jî hin devokan winda bûye û bûye ”kanîn” lê di kurmanciya Xorasanê de ti ji herduyan winda nebûne lê R-ya ”*karnîn”ê bûye Y anku ”kaynîn” û dû re jî ”kûynîn”.

__________________

TÊBÎNÎ

[1] Bo etîmolojiya ”şiyan”ê binêrin https://ku.wiktionary.org/wiki/%C5%9Fiyan û etîmolojiya ”tiwanîn”ê jî binêrin https://ku.wiktionary.org/wiki/tiwan%C3%AEn

[2] Bo nimûne: Baran Rizgar: http://candname.com/tekiliya-lekeren-kanin-karin-u-zanin/

[3] https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-European/%C7%B5neh%E2%82%83-

[4] https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Germanic/kunnan%C4%85

[5] https://en.wiktionary.org/wiki/%D5%AF%D5%A1%D6%80

[6] https://en.wiktionary.org/wiki/%D5%AF%D5%A1%D6%80%D5%B8%D5%B2

[7] https://en.wiktionary.org/wiki/%D5%AF%D5%A1%D6%80%D5%B8%D5%B2%D5%A1%D5%B6%D5%A1%D5%AC

One thought on “”Karîn”, ”şiyan” û ”tiwanîn” û hevrehên wan di zarên kurdî de

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s