ZIMAN Û ÇÎNΠKOMELAYETÎ

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 7

______________________________

Trudgill

Nûsînî: Profeser Peter Trudgill

Wergêranî: Hesenî Qazî

 

Eger miro inglîsiy ziman bê yan hêndêk sebaret be komellekanî inglîsiy ziman bizanê, detuwanê tenê be pêy em belge zimaniyaney lêre da amajeyan pê dekeyn be texmîn pile û helkewtî komellayetî em axêweraney xuwarewe helda. Axêwerî A: I done it yesterday (emin dwênê ewim kird), axêwerî B: I did it yesterday, axêwerî A: He ain’t got it (ew werî negirtuwe), axêwerî B: He hasn’t got it, axêwerî A: It was her what said it (ewe ew bû gutî), axêwerî B: It was her that said it.

Eger miro gwêy lew axêwerane, gwêy lew şitane bê, be texmîn way dadenê ke, B pile û helkewtî komellayetî le A beriztir bê, û miro be dilniyayiyewe çakî boçuwe. Ewe çone ke ême detuwanîn ew core şitane le yek bikeynewe?

Wulamî ew pirsiyare le hebûnî şêwezare zimaniyekan daye ke êsta be lehcegelî çînî – komellayetî yan, le layen hêndêk nûserewe be socîolêkt nêwzed kirawin. Le nêwan qisekirdinî ew dû axêwerane da ciyawazî rêzimanî heye û ewe serepetêke bo dirkandin û derxistinî paşxanî komellayetî ewan. Her weha eweş delwê, egerçî ewe le ser laperey çapkiraw da nîşan nedrawe, ke ew ciyawaziyane hawkat ciyawazî fonêtîkî û dengsazîşyan le nêwan dabê- wate, rawêjgelî (accents) ciyawazî çênî – komellayetîş hen. Ciyawaziyekanî nawkoyî komelle însaniyekan le zimanekanyan da reng dedenewe. Deste ciyawaze komellayetiyekan şêwezarî ciyawazî zimanî bekar dehênin û wekû endamanî be ezmûnî komellge zimaniyekan ême (û ew kese inglîsiyeke le bendî yekemî em kitêbeda) rahatûyn ke axêweran bew pêye polên bendî bikeyn.

Ciyawazêtî komellayetî boçî ew karlêkeriyey le ser ziman heye? ême dekrê amaje be le ber yek ronanî berewpêşcûnî ew şêwezare komellayetiyane û berewpêşçûnî şêwezare herêmiyekan bikeyn: le herdûk nimûnan da berhelist û mewda beruwalet xo derdexen. Lehcenasan (dialectologists ) dozîwyanetewe ke sinûrekanî lehcey herêmî zor car le tek berhelistî cugrafiyayî, yek degirnewe wekû çiya, zel û çom: bo nimûne, gişt axêweranî lehcegelî nerîtî le nawçekanî Birîtanya le serûy çomî Humber (le nêwan Lincolnşire û Yorkşire) da wûşey wekû House ( ‘hoose’ [ hu:s] ) hêşta be monophtong* derdebirn, le katêkda ew axêweraney ke xelkî lay Başûrî ew çomen bo çendîn sed sallan coreyek diphtongî**wêney [haws] yan bekarhênawe, û le Dewlete Yekgirtuwekanî Emrîka sinûrî nêwan lehcekanî Bakûrî û Nêwerast ( bo agadarî ziyatir biruwane bendî 8-î em kitêbe)le hêndêk nawçan hawterîbî çomî Ohio n. Her weha eweş rûn buwetewe ke herçendî mewday cugrafiyay nêwan dû lehcan ziyatir bê le rûy zimaniyewe ewendeş le yektirî dûr dekewnewe: bo nimûne, ew şêwezaraney inglîsiy Birîtanyayî ke le şêwey qisekirdinî London herî dûrin bêguman şêwezarekanî Bakûrî rojhelatî Scotland – Bujan in, û le Emrîkay Bakûrî ciyawazî here gewrey zimanî le nêwan şêwezare herêmiyekanî inglîsî da be berawirdkirdinî şêwey qisekirdinî Newfoundland û Mississippi be ciwanî derdekewê.

Berewpêşçûnî şêwezare komellayetiyekan renge bikrê be heman şêwe- wate berhelstî komellayetî û mewday komellayetî da şî bikirênewe. têwe hatin û wexokirdinî nêşane û xesletêkî zimanî bo nêw komellêk dekirê be hoy berhelste komellayetiyekanî çênayetî, temen, regez, dîn yan hokargelî dîke berbest bikirê. û mewday komellayetî lewaneye herheman core karlêkerî hebê ke mewday cugirafiyayî heyetî: bonimûne, tazeyetiyekî zimanî ke lenêw desteyekî hereberzî komellayetî dest pêdeka kartêkerî le nêw destey here nzmî komellayetî da î here duwayî ye, eger kartêkeriyekî ewtoy her hebê. (egel eweş da, ême debê wişiyar bîn, û gişt ew ciyawaziye komellayetîaney zimanî tenê herbewşêwe tewaw mîkanîkiye şî nekeynewe, çunkû her wek le bendî yekemî em ktêbe da dîtman, boçûn û dîtin sebaret beziman be aşkirayî rolêkî girîng degêrê le parastin yan rewandinewey cêyawaziye lehceiyekanda.)

Lenêw hemû şêwekanî ciyawazêtî komellayetî da, bo nimûne, ciyawazî çînayetî, temen, cîns, regez yan dîn, iême lem bende da debê le ser ew şêwe taybetiye le ciyawazêtî komellayetî cext bikeynewe ke lenimûney axêweranî A uB da nîşaniman da _ wate tuwêjbendî komellayetî. twêjbendî komellayetî zaraweyeke bo amajebe kelekebendî destekan lekomel da dekardekirdrê betaybetî le ruwî destelat, serwet û dewlemendî û plewpayewe. le komelle pîşesaziyekanî rojawa da ewe şêwey tuwêjbendî çînekomelayetiyekan bexoyewe degirê, û debête hoy peydabûnî lehcegelî çînî komellayetî le ruwî zimaniyewe. (gişt pirsî çînî komellayetî le rastîda ta radeyek cencaliye, betaybetî le ber ewey ke komellnasan lemer tebî’etî rasteqîne, mana û nêwerok yan hebûnî çînekomelayetiyekan hawranîn. legel eweş, lêre da becê niye hewl bidrê bo rîzkirdin yan helsengandinî boçûnî ciyawaz ke sebaret bew babete lelayen têorîzananî komellnasewe hatûnete gorê. her renge ewende bes bê hêmay pêbikeyn ke begiştî çîne komellayetiyekan be koy ew takuterayaney dadendrên ke xesletî wekû yekî komellayetî û/iyan abûrîan heye. boçûnî giştî lemer çînî komellayetî le zorbey lêkolînewe zimaniyekanda le birgekanî xuarewe da derdekewin.)

Legell eweşda, twêjbendî çînî – komellayetî diyardeyekî cîhanî niye. Bo nimûne, le Hîndûstan, komellî nerîtî be kastî (çastes) ciyawaz dabeş buwe. Le ruwangey zimannasêkewe, lêkolînewe û şîkirdinewey lehcegelî kast ta radeyek le lehcegelî çînî komellayetî hasantire. Ewîş leber eweye kastekan be rêje pitewtir û xoragirtirn, be rûnî nêwyan lêndirawe, be tewawî le yektirî cwê kirawnetewe, ser be ewan bûn û endametî têyanda mîratiye û deretanî zor kem heye bo dest berdan le kastêk û çûne naw û legel kewtinî kastêkî dîke.

(Diyar e ewe heta bilêyî sade kirdinewey ew çemke ye, mebestî serekî min lêre da eweye ke cext le ser ciyawazî nêwan kast û komelle çînayetiyekan bikemewe.) Le ber ew cwêkirdinewe aşkirayey xelik be destey taybetî û ciyawaz, ciyawazî lehceyî le nêw kastekan da be aşkirayî bederewen, û ciyawazî komellayetî de ziman da hêndêk car gewretir û ziyatirin le ciyawaziye herêmiyekan. Xiştey jimare 2 ew xalane nîşan deda lemer zimanî Kannanda, ke zimanêke le binemaley Diravîdiyayî Başûrî Hîndûstan ke xizmayetî legell zimanî Tamîl da heye. Ew xişte jimareyek lew şêwane nîşan deda ke le layen Birahmînekanewe bekar dehêndirên, ke beriztirîn kastin, û hawtakanyan le qisekirdinî kaste xuwarewetirekan, le dû şarî Bangalor û Dharwar nîşan deda, ke nizîkey 350 mîl ( 400 kîlomîtir) le yektirî dûr in.

Sê nimûney yekem nîşan deden ke, egerçî formekanî Bangalor û Dharwar bo kaste xuwarewetirekan wek yek wan, belam kastî Birahmîn formî ewtoy heye ke nek her ciyawazin le kastekanî dîke belkû lew dû şare da de nêw yektirîş da le yek ciyawaz in.

Xiştey 2. ciyawaziyekanî herêmî û kast le zimanî Kannada.

Birahmîn şarî dharwar ‘ heye’ eda şarî Bangalor ide, Dharwar ‘ lenêwê da’ –olage, Bangalor –alli nawgirî çawg: Dharwar- likke, Bangalor-jk, nawgirî awelnawî kirdarî, Dharwar -j, Bangalor –j Dharwar, ‘danîşe’ küt-, Bangalor küt-, cênawî în’îkasî, Dharwar kj, Bangalor kj kastî xeyrî Birahmîn le şarî Dharwar ‘ heye’ ayti, le şarî Bangalor ayti, Dharwar ‘ le nêwê da’, – àga Bangalor –àga, nawgirî çawg: Dharwar –à, Bangalor –à, ‘ danîşe’ Dharwar kunt-, Bangalor kunt- cênawî în’îkasî, Dharwar kont-, Bangalor kont formekanî kastî beriztir zor le formekanî xuwarewetir nawçeyîtirin. ( duwatir debînîn sebaret be şêwezare çînayetiyekanî inglîsî ewe be pêçewane ye. )sê nimûney duwem nîşan deden ke le nêw deste komellayetiyekan da weyekçûn ziyatire ta deste cugrafiyayiyekan- mewday komellayetî zor ziyatir le mewday cugrafiyayî ciyawazî dexate nêw destekan.

Le komelle çînayetiyekanî dinyay inglîsî zimanda barudoxî komellayetî zor legoranhatûtire, û her boyeş barudoxî zimanî zor aloztire, be lanî kemewe le hêndêk ruwewe. çuwarçêwey çîne komellayetiyekan be rûnî diyarî nakrê yan şeqlî hebûnêkî sinûrdiyarîkirawyan lê nadrê, belkû tenê wekû koyek le xelik dadendirên ke xesletî wekûyekî komellayetî û abûriyan heye; û wegerkewtinî komellayetiyan wek yeke – cûle bo serewe û xuwarewey hêrarşî komellayetî – be tewawî delwê û rûdeda. Ca ewane şitekan bo her zimannasêkî ke biyewê şêwezarêkî taybetî şî bikatewe zor ziyatir dijwartir deken- komelleyek herçendî corarwcor û çeşnawçeşin bê, têyda zimanîş her ewende coracor û çeşnawçeşne. Be sallanî dûr û dirêj helwêst û kardanewey zimannas le hember ew pêçelpêçî û aloziye be giştî nedîtin û çaw lê helbuwardin bû- eweş be dû şêwey ta radeyek ciyawaz.

Zor le zimannasan le lêkolînewekanî xoyanda cextyan le ser “idioleçt” dekird – wate şêwey qsekirdinî take kesêk le katêkda û be şêwazêk – ke eweş wa dadendira – (be giştî ewe zor rûdeda – biruwane laperey 29-î deqî inglîsî em kitêbe) zor be qa’îdetir bê le şêwey axaftinî komellgeyek le giştî xoyda. Le layekî dîkewe, lehcenasan (dialectologists), le lêkolînewey xoyanda cextyan dekird le ser şêwey qisekirdinî zaniyarîderanî derewey şaran û gundan, û betaybetî le şêwey qisekirdinî ew core xelkane wurd debûnewe ke xwêndewarî kemyan hebû û le gunde tak kewtûwekanda dejiyan, û zor be taybetîtir le waney ke zimannasî Kanadayî Jack Jambers nêwî nawe ‘NORMS’ – nêrîney besaldaçûy necûlî gundnişîn – (none – mobile older rural males) ( hoy ewey ewan piyawanyan le ber çaw girtuwe û nek jinan le bendî 3-î em kitêbeda rûn dekrêtewe). Helbet, tenanet gunde piçûkekanîş le rûy komellayetiyewe coracor û çeşnawçeşnin, belam le gundekan da çawhelbuwardin lew rastiye le şare gewrekan hasantir e.

Le gel eweşda, tenê becê ye bigutirê, ke dû şîkirdinewey zêdey dîkeş hen ke boçî lehcenasan bew şêweye cextyan le ser nawçe gundiyekan dekird. yekem, ewan pêyan xoş bû zor le nîşanekan û xesletekanî lehcey ber bas ke le halî awêlkedan da bû be belge ko bikenewe ber lewey ew core lehcane be tewawî kip bin û nemênin. duwem, hestêk hebû ke le şwênêk le qisekirdinî xelkî besaldaçûtir da şarabuwewe, qise kirdinî xelkî nexwêndewar û perwerde nedîtû lehcey ‘rastî’ û ‘ resen û pak’ bûn ke bere bere le ber karlêkerî şêwezarî standard şêwa bûn, belam lehcenasan deyantuwanî biyandoznewe û şiyan bikenewe eger ewan zîrek bûbayen. (ewe derkewt ke çemkî lehcey yekdestî ‘ resen û pak’ îş ta radeyekî zor çemkêki efsaneyî ye:hemû layenî ziman dekewête ber kartêkerî ciyawazî şêwazî û komellayetî, çunkû hemû komellge însaniyekan le barî karkirdewe le astî corbecor da ciyawaz, corawcor û çeşnawçeşnin. Hemû şêwezarî zimanîş dekewne ber kartêkerî goran. Boye, tenanet le lehceyekî here tak kewtû û here xoparêzî gundîş da towêkî ciyawazîkerewe heye.) Le gel eweşda, lehcenasan bere bere boyan derkewt ke tenê be lêkolînewey qisekirdinî axêweranî besaldaçûtir, û nexwêndewar û perwerde nedîtû ewan wêneyekî natewaw û na durustî qise kirdinî nawçe ciyawazekanyan dest dekewê. (bo nimûne, belgekanî astekirdinî lêkdanewey lehce inglîsiyekan nîşan deden ke le gerek û dewerî sarî Surrey, ke le tenîşt xuwarûy London helkewtuwe, nawçeyeke lewê xelik /r/ î na ber le vokal le wuşey wekû yard û farm da telefûz deken (birwane laperey 149-î deqî inglîsî em kitêbe)le katêk da herkes çûbête Surrey dezanê ke ewe lay beşêkî zor le danîştûwanî ewê wa niye.)

Duwatir lehcenasan destyan kird bewey ke zanyarî komellayetî û her weha cugrafiyayîş le lêkdanewekanî karî xoyan le mer lehcekan ziyad ken. Bo nimûne, ew kesaney le ser etlesî zimanî le Dewlete Yekgirtuwekanî Emrîka û Kanada karyan kirduwe, ew karey ke le sallanî 1930 yekanî Sedey rabirdû da destî pêkird bû, zanyarîderekanî xoyan be ser sê deste da dabeş kird, ziyatir be pêy piley xwêndewarî û perwerdey ewan, û bew şêweye rehendêkî komellayetîşyan le zanyarî zimanî xoyan ziyad kird. Ewan her weha, ta radeyek be parêzewe, destyan kird be lêkolînewey qisekirdinî nawçe şariyekanîş. Legel eweşda, de rastîda ta duway kotayî hatinî şerî Duwemî Dinya girewey pêçû, ke zimannasan dest biken be têgeyiştin lew rastiyey ke sinûrdarkirdinî lêkolînewekanyan be şêwey serekî be nawçe gundiyekan karêkî wa deka ewan sebaret be qisekirdinî zorbeyekî heraw le danîştûwan naagadar bin û le serî nezanin – wate şêwey qise kirdinî ewaney le şarekanda dejyan. komellêkî zor zanyarî zimanî ke hem serbexo çawrakêş bûn û be tuwanayekî benirx bûn bo tîorî zimanî le dest çûn. Leber ewe, nûsrawey wek şêwey qisekirdinî şarî New York û telefuzkirdinî inglîsî le sanfransîsko seriyan helda. legel eweşda, lêkolînewe le lehcey şarekan gîrugiriftêkî dîkey leber dem qut buwewe – ey dad û bêdad zimannasêk çon detuwanê ‘ şêwey qise kirdinî şarî New York’ şî katewe- şarêk ke heşt mîlyon yan ziyatir danîştûy heye? ewe çend rast bû ke be girdibrî amaje be ‘zimanî inglîsî le Sanfransisço’ bikrê le katêkda şîkirdinewe û lêkdaneweke tenê le ser binemay şêwey qisekirdinî jimareyekî kem le axêweran le nêw bedeyan hezar kes kirabû ke miro deytuwanî lêy bikolêtewe ـ be gutinêkî dî, gelo rewa bû yan ewendey dehêna mêtodî nerîtî lêkolînewey lehcenasî gundiyane bo lêkolînewe le lehce û şêwey axawtinî nawçe gewre şariyekan dekar bikirdirê? duwa car wulamî ew pirsiyare derkewt ‘ na’ bê.

Ew lehcenasaney le lehce şariyekanyan dekoliyewe û têgeyiştin nabê mêtodî kon bekar bihêndrê naçar man rêgeyek bibînnewe bo ewey, şêwey qisekirdinî şaroçke û şaregewrekan be tewawî û be durustî şî bikenewe û le wulamdanewe bew gîrugirfte da bû ke lehcenasî şariyane duwacar bû be zimaninasî komellayetî. Le sallî 1966 zimannasî Emrîkayî William Labov kitêbî ‘twêjbendî komellayetî zimanî inglîsî le şarî New York’ î bilaw kirdewe û akamekanî helsengandinêkî berbilawî şêwe qisekirdinî New Yorkî têda bû. Labov ew çawpêkewtinaney kirdibûnî hemûyanî le ser rêkordir aste kirdibû, ewîş nek her legel çend kesêk, belkû legell 340 kes. Leweş girîngtir, ew zanyarîderekanî xoy be rêgey dost û nasiyawan û pêwendî şexsî destbijêr nekirdibû (wek ewey pêşûtir dekra), belkû ew karey be rêgey nimûneyekî legotre ke zanstane gelale kirabû berêwe bird, bew manaye egerçî nedekira legell hemû kes çawpêkewtin bikrê, belam hemûkes derfetî yeksanî hebû ke bo çawpêkewtin destbijêr bikrê. Be bekarhênanî mêtodî komellnasane wek nimûne hênanewey legotre bo nêw zimannasî, Labov le wuzey da bû ewe pasaw bida ke şêwey qisekirdinî zanyarîderekanî berastîş nwênerayetî şêwey qisekirdinî xelkî New York deken (yan belanî kemewe ew nawçe taybetiyey ke ew lêy koliyewe, wate berî xwarewey rojhelatî şareke). Leber ewey zanyarîderekan nimûneyekî nwênerayetêtî bûn, boyeş şîkirdinewe zimaniyeke detuwandira bigutrê şîkirdineweyekî duruste sebaret be hemû ew şêwezaraney inglîsî ke le nawçeke qiseyan pêdekira. Labov her weha, core têknîkêkîşî pêşxist, ke duwatir tewawtir kira, bo derxistinî qisekirdinî asayî le xelik sereray le berdest dabûnî rêkordir (ewe berewpêşçûnêkî zor girîng bû ke ême le bendî 5-î em kitêbe da ziyatirî le ser deroyn.) Ew her weha hêndêk mêtodîşî dahêna bo pêwanî çendayetî zanyarî zimanî, ke beşêkî le xuwarewe da bas dekeyn. Leweta ew pêşkewtine zor lêkolînewey dîke sebaret be lehce şariyekan, le zor şwênî diniya kirawin, her be pêy ew çuwarçêweyey ke Labov daynawe.

Ew mêtodaney Labov pêşî xistûn selmandûyane ke zor girîngin bo lêkolînewe le lehce û rawêjgelî çînî komellayetî. Mêtodekanî lehcenasî nerîtî dekrê becê bin bo şîkirdinewe û baskirdinî lehcegelî kastekan(egerçî eweş qisey le sere, çunkû her takêk, egerçîş destbjêr kirabê, rêy têdeçê ciyawaziyekî hênde zorî legell destey kasteke be giştî nebê. Belam le lêkolînewey çînî komellayetî da nakrê be destbjêrkirdinî axêweranî takutera ewan wek axêwerî gişt çîneke bijmêrdirên. Ewe pinktêkî girîng bû ke le layen Labovewe nîşan dira. şêwey qisekirdinî axêweranî takane ( îdîolêktekanyan) lewaneye ta radeyekî berçaw le şêwey qisekirdinî ew kesaney wek ewanin ciyawaz bê, leweş ziyatir, le nêw xoyda, detuwanê zor naşêlgîrîş bê. şêwey qisekirdinî zor le xelkî New York be şêweyekî be tewawî le gotire û çawerwannekiraw derkewt ciyawaz bê. Car car ewan dengî /r/ yan le wuşey ‘guard’ da derdebirî û car car kiloryan dekird. Hêndêk car ewan ‘beard’ û ‘bad’ yan be heman şêwe derdebirî û car car be ciya telefuzyan dekirdin. Zimannasan le rûy nerîtiyewe nêwî ew core telefuzkirdinyan nawe ‘ coracorî azad’. Legel eweşda, Labov selmandî ke ew coracoriye azad niye. Be leber çawgirtinî pêşxanî komellgey zimanî le giştî xoyda, ew coracoriye le gotire nebû, belkû hokargelî derewey zimanî be şêweyekî tewaw çaweruwankiraw eweyan diyarî dekird. Wate, miro natuwanê le boneyek da pêşbînî bika ke takuterayan delên ‘cah’ yan ‘car’, belam dekrê nîşan bidrê ke, eger axêweran ser be çênêkî komellayetî, hawtemen, hawcîns bin, ewan şêweyek yan şêweyekî dîke be texmîn x le sed car be şêwey mamnawendî, le barudoxêkî leberçawgîraw da, bekar dehênin. îdîolêkt (şêwey qisekirdinî takekesî) lewaneye le gotire bê, belam şêwey qisekirdinî gomelge zimaniyeke tewaw çaweruwankiraw bû. Her çonêk bê, be rêgey ew core mêtodaney Labov bekarî hênan, gîrugiriftî nahawcînsî û nek wekûyekî komellge zimaniyekan, be lanî kemewe, ta radeyek yek la kirawetewe. êsta ême detuwanîn nîşane û xeslete zimaniyekan be durustî le çînî komellayetî girê deyn, û bew rêgeye da wêneyekî rûntir le ciyawazêtî lehcey komellayetî wedest bihênîn.

Ta ew cêyey ke degerêtewe ser zimanî inglîsî, le mêje zimannasan dezanin ke lehce û rawêje (dialects and accents) ciyawazekan pêwendiyan heye be paşxanî ciyawazî çînî komellayetiyewe. Le Birîtaniya, ême ta radeyek be şêweyekî sadekirawe, detuwanîn barudoxî êstekanê be şêwey xuwarewe şî bikeynewe. Lehce xo parêzekan, û, be taybetî lehce şariyekan – şêwezare konebawekan ke î destekanî here xuwarewey hîrarşî komellayetîn – bere bere be cûlan û derkewtin le nawçey derewey şaran ra degordirên. Ew xaley le bendî yekemî em kitêbeda le mer sefer kirdin le Norfolkewe berew Suffolk basman kird be tewawî sebaret be sefer kirdin le Cornwallewe berew Aberdeenşewe her waye: lew nawbere da zincîreyek lehcegelî ciyawaz hen ke wurde wurde deçin debal yektiriyewe. Ew zincîrane wek zincîrey lehceyî amajeyan pê dekirê – jimareyekî zor lehcey ciyawaz, belam be asayî nek cwey nastandard ke be rêgey zincîrêkî weyekçûn beyekdî bestirawnetewe, belam le lehcekanî qefî here serewe û here xuwarewey ew zincîre dûrin û weyan naçn. Ewe le mer seferkirdin le Bangor, û Maine, Tallahasse, Florida, yan le serêkî Alman yan Feranse yan Italiya bo serêkî dîkeyan her awa ye.

Le Birîtaniya, legell eweşda, le serêkî dîkey terazûy komellayetî da, barudoxeke zor ciyawaze. Axêweranî çînî here berzî çînî komellayetî lehceyek bekar dehênin ke ême wek lehcey inglîsî standard amajeman pêkird, û her wek le bendî 1-î em kitêbeda dîtman, tenê hêndêk ciyawaze le beşe ciyawazekanî wulat da. Ba nimûneyekî qamûsî bas bikeyn, le lehcey inglîsî standard da taqe wuşeyek heye bo ‘scarecrow’ dawel, ewîş şitêke wek însan razêndrawetewe ke cûtbendan le zewiyekanyan daydeçeqênin bo tirsandin û rewandinewey balndan, le layekî dîkewe, le nêw şêwezare herêmiyekanda ême zor wuşey nawçeyîman heye her bo em manaye, wek bogle, flay-crow, mawpin, mawkin, bird- sçarer, moggy, şay, guy, bogeyman, şuft, rook – sçarer û çendîn wuşey dîkeş [be pêy qamûsî Henbane Borîney Hejar, em wuşane: daleho, dawil, dalo le kurdîda hawatay dawel in – têbînî wergêr). Her ew core nimûnane le ciyawaziye rêzimaniyekanîşda debîndirênewe. Bo nimûne ême le inglîsî standard da hem ristey wek:He’s a man who likes his beer ( ew piyawêke ke awîcoy xoy pê xoşe) û hem ristey wek: He’s a man that likes his beer debînîn. Belam corawcorî herêmî le şêwezare nastandardekanî inglîsî Birîtaniyayî da zor lewane ziyatirin. Gişt em nimûnaney xuwarewe ke yek manan hemûyan bekar dehêndirên. He’s a man who likes his beer, He’s a man that like his beer, He’s a man at likes his beer, he’s a man as likes his beer, He’s a man weat likes his beer, He’s a man he like his beer, He’s a man likes his beer.

Ta ew cêgeyey ke degerêtewe ser rawêj (accent ), barudox le Birîtaniya hêndêk ciyawaze, ewîş leber helkewtî takaney RP wate (telefuzî we xokiraw).

(Ewe bew manaye niye bigutrê ke le nêw RP da corawcorî niye, belkû mebest eweye ke ewe le rûy herîmiyewe diyarî nakirê, wate le herşuwênêkî înglîstan da, û belanî kemewe le hêndêk beşekanî dîkey şanşînî yekgirtû da, zincîreyek le rawêjan hen, le rawêjî RP yewe bigire, ta degate rawêje corbecore nawçeyiyekan, û ta degate ew rawêjey ke be rawêjî here nawçeyî çînî here xuwarewey komellayetî dadendirê. Le xiştey sêyemda çilonayetî telefuz kirdinî wuşeyek, wate ‘home’ nîşan dirawe. Le hêlî serewey xiştekeda  tenê yek şêwey derbirînî wuşeke debîndirê le katêkda le hêlî here xuwarewe da 8 core telefuz kirdin nîşan dirawe, leweş ziyatir, bûnî şêwe rawêjî Edinburgh û Newçastle  ke [ho:m] wekû yek derdebrin le hêlî duwem da û betaybetî şêwey derbirînî [ houm] le rawêjî Liverpool û Bradford da, nîşan deda ke hêndêk le telefuzkirdinekanî xeyrî RPî le  beşe cor be core kanî wulat da degene astî standaredekanî telefuz kirdinî herêmî, û kemtir le rawêjî nawçeyî da berteng demêninewe.  Ême lemêje agaman lew core corawcoriyey lehce û rawêjî komellayetî û herêmî heye, û  ta radeyekî baş agadar kirawîn sebaret be çoniyetî RP. legell eweşda, ta ber lewey ew core lêkolînewane dest pêbikrên, ême nemandezanî ke RP  û rawêjekanî nêwerast û rawêjgelî here nawçeyî be çi şêweyek pêwendiyan be  çînî komellayetiyewe heye; neman dezanî RP ta çendey terazûy komellayetî û le şwênî  ciyawaz çon birr deka, neman dezanî çi core axêwerêk telefuzî standardî herêmî  bekar dehênê; neman dezanî be wurdî rawêjgelî nêwerast û benawçeyî kiraw çine.
Zimannasî komellayetî manay eweye ke ême êsta le helumercêk dayn bo wulamdanewey
ew pirsiyarane.

Xiştey 3. şêwey telefuzkirdinî wuşey ‘home’ be rawêjî RP û rawêjî nawçeyî RP le Edinburgh høum, le Newçatle høum, le Liverpool høum, le Bradford høum, le Dudley høum, le Norwiçh høum, le London høum rawêjî nêwerast le Edinburgh ho:m, le Newçastle ho:m, huom le Liverpool, houm, le Bradford houm, h):m le Dudley h)um, )um le Norwiçh hu:m, hum le London hAum, Aum rawêjî  here nawçeyî le Edinburgh he:m, le Newçastle heim, jem, le Liverpool oum, le Bradford  ):m, le Dudley wum, le Norwiçh um, le London aewm  Eger bimanewê wêneyekî durust le pêwendî nêwan ziman û twêjbendî komellayetî wedest bihênîn debê bituwanîn her dûk diyardey zimanî û komellayetî bipêwîn bo  ewey bituwanîn ewan be durustî le yek bibestînewe û pêwendiyan diyarî bikeyn.

Ta ew cêyey ke degerêtewe ser çînî komellayetî ewe berêje be hasanî (egerçî wenebê zorîş hasan bê) dekrê be rêgey mêtodî komellnasanewe rabiperêndirê wate xişteyekbe jimarewe bo takuterayan lemer pîşe, dahat, astî xwêndin û perwerde û/yan xesletekanî dîkeyan saz bikrê duwaye ewan wek girûpêk bixirêne pal deste dîkey kexişteyan bo saz kirawe (egerçî pasawdanî dabeşkirdin be ser destey ciyawaz da lewaneye qisehelgir û cencalî bê). Pêwanî ziman zor lewe dijwartire. Ew çareseriyey wa le layen Labovewe pêş xirawe û dahatuwe û lew demiyewe le layen kesanî dîkeşewe bekarhêndrawe birîtiye lewey ew nîşane zimanîaney pêyiyan zandirawe le berçaw bigîrên, yan bepêy lêkolînewey pêşûtir yan be pêy texmîn û legotre le layen axêwerî zimannasewe, bo derxistinî ciyawazî le nêw ew komellgeyey lêy dekoldirêtewe, û be şêweyek be hasanî le pêwan dê. Bo nimûne, le dû helsengandinî ciyawaz da, yekyan le Detriot, le  Dewlete Yekgirtuwekanî Emrîka, û ew diyan le Norwiçh, le inglîsîtan,  derkewit ke nîşaney rêzimanî wekûyek bew şêweye lebartir û becêtire. Le inglîsiy standard da kesî sêyemî zemanî êstay şêwey takî kirdar paşgirêkî heye, ke le rênûs da be -s derdekewê, ke le xelkî dîkey ciwê dekatewe: I Know Emin dezanim, we know ême dezanîn, they know Ewan dezanin, belam bo kesî sêyem şe knows Ew dezanê. Le Angliay Rojhelat, ew nawçeyey Inglîstan ke Norwiçhî lê helkewtuwe, û le Detriot em –s e zor car dernakewê,  belanî kemewe le qisekirdinî hêndêk xelik da. wate miro dekirê gwêy lem şêwane bibê: She like him very much, He don’t know a lot, do he? It go ever sofast.

Leber ewey inglîsî standard –s î heye, û le ber ewey şêwezarî standard be giştî le deste here berze komellayetiyekan şêwezarî her nizîke, gomanî ewe hebû lewane ye pêwendiyekî rastewxoy dûlayene le nêwan helkewtî çînî komellayetî û bekarhênanî -s da hebê. Lêkolînewe lew egere berêje hasan bû, çunkû hîç dijwariyek bo pêwanî ew nîşane zimaniye le gorê da nebû: tenê be gwêgirtin lew newaraney le katîhelsengandinekeda aste kirabûn û bijardinî ewey ke axêwer çend carî –s bekarhênawe ewe rûn debuwewe. Akamî ew lêkolînewane le nêw axêweranî xelkî Norwiçh le Birîtaniya û axêweranî Emrîkayî Efrîkayî le Detriot eme nîşan deda. Lêkolîneweke derî dexa ke ew gumaney heye tewaw pasa dedrê – wate bûnî hawpêwendiyekî aşkira le nêwan çînî komellayetî û bekar hênanî –s da. (le lêkolînewekeda zaniyarîderanî xelkî Norwiçh be ser pênc destey komellayetîda dabeş kirabûn – twêjî nêwerastî çînî nêwerast; twêjî xuwarewey çînî nêwerast; twêjî serewey çînî kirêkar, twêjî nêwerastî çînî kirêkar û twêjî xuwarewey çînî kirêkar – be gwêrey pinketekan le lîstey çînî komellayetî da. Ew zimannasaney legell zaniyarîderanî Detriotî karyan dekird ewanyan be çuwar destey çînî komellayetî dabeş kirdibû.) Lêreş da pêwendî nêwan çînî komellayetî û bekarhênanî – s tewaw be aşkirayî derkewit.

Ew barudoxey le merr her dû nimûnekan le serewe da wêna kira dekrê wekû nimûneyekî têkelawbûnî lehceyî dabindirê. ême detuwanîn bilêyn, ke le nimûney yekemda, ême de rastîda legell dû lehcey ciyawaz berewrûyne, yekyan –s bekar dehênê û ewî dîkeyan bekarî nahênê. (koy pinketekanî twêjî nêwerastî çînî nêwerast le Norwiçh hêndêk piştî ew boçûne degirê. ) Duwaye ême detuwanîn bilêyn ke ew dû lehce cwêyane be rêjey ciyawaz le layen axêweranî ser be çînî ciyawazewe têkel dekirdirên. Le rastîda ewe lewaneye şîkirdineweyekî benirxî mêjûyî bê bo selmandinî ewey ke barudoxeke çon hatuwete gorê. Legel eweşda, be boçûnî min, baştir eweye ke ew barudoxe wekû nimûneyek le corawcorêtî zatî şî bikirêtewe. Coracorêtî zatî manay ewe ye ke corawcorî le ber têkelabûnî dû yan şêwezarî ziyatir niye belkû beşêkî cwênekraweye le şêwezareke xoy. Boye be pêy ‘ rwangey têkelawî lehcan’ axêweranî Detriotî le ber ewe şêwey gerdankirdinî kirdar degorin çunkû ewan inglîsî reşî Detriotî têkelawî şêwe qisekirdinî (ke le şêwey ‘resen’î xoyda –s î niye)inglîsiy standard deken ( ke em –s î heye). Le layekî dîkewe, be pêy ‘ ruwangey ‘ ciyawazêtî zatî’ ew corawcoriye tenê xesletêkî inglîsî Emrîkayî Efrîkayî Detriote. Belgey selmandinî em ruwangey duwayî ewe ye ke ew corawcoriye le astêkî berbilaw da xoy derdexa, çi le nêw gişt axêweran da û çi le jimareyekî berbilawî nîşaney dîkey zimanîda. şitêkî ew boçûn zor rûntir dadegrêtewe ewe ye, ke em şêwe le coracorêtiye tenanet le şêwey qisekirdinî mindalanî zor kem temenîşda bedî dekrê ke qet nekewtûnete ber karlêkerî lehcekanî dîke. Wa wêdeçê corawcoriyekanî zimanî le zatî xoyanda wekû qa’îde û rêsayek legoranhatû bin ta ewey ke rêzper bin, û renge ciyawazêtî zatî hawtayekî zimanî neguncan û newekûyekî komellayetî bê.
Jimareyekî dîkeş le nîşanekanî rêzimanî, ke ta radeyek aloz û pêçelpêçin, nîşan dirawin bo bestineweyan be çînî komellayetî her le gwên ew nimûne –wate, be destinîşankirdinî radey diyarkewtin û bûnyan û le nêw lehce çînayetiye ciyawazekanda ( be bê ewey lêk dabirabin). Bo nimûne, lem ristaney xuwarewe wurd binewe katêk bimanewê le doxî nefî da deryan bibrîn: I can eat anything, Emin detuwanim hemû şitêk bixom. le şêwezarî standardî inglîsîda dû rêge heye bo derbirînî em risteye le doxî nefî da, yan kirdareke dexirête doxî nefî yewe ke risteyekî away lê saz debê: I çan’t eat anything, Emin natuwanim hemû şitêk bixom, yan dekrê cênaweke bixrête doxî nefî yewe: I çan eat nothing (heman şit le ristey hawşubar da ke herfî te’rîfêkî nadiyar yan cênawêkî nadiyarî têda bê her awaye. ) legell eweşda, le hêndêk le şêwezarekanî inglîsîda derfetêkî sêyemîş heye- ke ême detuwanîn hem kirdar û hem cênawe nadiyareke bixeyne doxî nefî yewe: I çan’t eat nothing, Emin natuwanim hîç bixom.

Be temaşa kirdinî ew lêkolînewey le Detriot kirabû, derkewit pêwendiyekî aşkira le nêwan bekar hênanî sê şêwey xistine doxî nefî kirdin – dûcar, baştir, fire car – û çînî komellayetî le ara daye. le sedî bekar hêndiranyan le şêwe nastandardekanda awa bû. le nêw twêjî serewey çînî kirêkar 2, le nêw çînî xuwarewey çînî nêwerast 11, le nêw twêjî serewey çînî kirêkar 38, le nêw çînî xuwarewe çînî kirêkar 70. – lêreşda her heman nimûney çînayetî debînîn, û dîsan derdekewê ke hîç çînêk be şêlgîrî tenê core şêweyek yan yekîdî bekar nahênê.

Rawêjekanî ‘accents ‘, çînayetî, be pêçewaney xeslete rêzimaniyekan be ruwalet pêweçaranyan zor dijwartire. ême wekû axêweranî xocêyî [inglîsî], be pêy ezmûnî xoman dezanîn ke zincîreyekî berbilaw ke morkî komellayetiyan pêwe diyare hen, belam gelo ême be wurdî ew nîşane fonêtîkî û dengsaziyane çilon be derxere (parameters) komellnasanekanewe bilkênîn û pêwendiyan pê bideyn? Mêtodî asayî ewe ye ke tak tak, le telefuzî vawêlekan û konsonantekan bikoldirêtewe. Bo nimûne, be rêje hasane bûn yan nebûnî dengêkî konsonantî taybetî le kutêkî qise kirdin da bijmêrdirê. Le şarî Norwiçh lem sê nîşanane koldirawe:

  1. le sedî hebûnî n’ le beramber ng le wuşegelî wek walking, running û htd da – [w):kn] le ast [w):ki?] da.
    le sedî hebbûnî bestî gerûyî (glottal stops) le ast t le wuşey wekû butter, bet û htd da. – [ba?e] le beramber [bata] da.
  2. le sedî ‘ hs-î kilor ‘ le beramber ‘e’ le wuşey wekû hammer, hat û htd da. [aeme] le beramber [haema] da.

Le xuwarewetir da radey derkewtinî ew konsonantane bas dekeyn. Ew sê konsonantane be aşkirayî derxerî başin bo helkewtî çînî komellayetî le Norwiçh, û be taybetî wekû derxer girîngin bo nîşandanî ewey ke be giştî axêwer endamî çînî nêwerast yan çînî kirêkare. Leweş ziyatir, wa wêdeçê nekrê basî rawêjgelî cwêy çînî komellayetî pasawî bo bihênrêtewe- belkû dîsan zincîreyek le gorêdaye, ke zorbey axêweran carêk telefuzêk dekar deken û carêkî dîke telefuzêkî dîke. Formekanî xeyrî RP ( telefuzî wexokiraw) bo derbirînî sê konsonantan le Norwiçh. Ng – (çend lesed) le nêw twêjî nêwerastî çînî nêwerast 31, le nêw çînî xuwarewey çînî nêwerast 42, le nêw twêjî serewey çînî kirêkar 87, le nêw tuwêjî nêwerastî çînî kirêkar 95, le nêw çînî xwarewey çînî kirêkar 100. t (çend le sed) le nêw twêjî nêwerastî çînî nêwerast 41, le nêw çînî xuwarewey çînî nêwerast 62, le nêw twêjî serewey çînî kirêkar 89, le nêw twêjî nêwerastî çînî kirêkar 92, le nêw çînî xuwarewey çînî kirêkar 94. h (çend le sed ) le nêw çînî nêwe rastî çînî nêwerast 6, le nêw çînî xuwarewey çînî nêwerast 14, le nêw twêjî serewey çînî kirêkar 40, le nêw twêjî nêwerastî çînî kirêkar 59, le nêw çînî xuwarewey çînî kirêkar 61.

Zorbey here zorî axêweranî Norwiçh her dûk telefuzekanî gişt konsonantekan bekar dehênin. Ewe be taybetî çawrrakêşe serncî bidrêtê ke be şêwey mamnawendî tenanet çînî here sereweş telefuz kirdinî şêwe – walkin’ le sedî 31 caran bekar dehênê.

Reng e lêkolînewe lew core corawcorî konsonantiyekan yekem car le layen Labov le şarî New York kirabê, ber le lêkolînewe û lêkdanewe serekiyekey. Ew ferziyeyey ke bekar hênanî /r/ î na- ber le vokal pêwendî dedrêtewe be çînî komellayetî be şêweyekî ezmûnî taqîkirayewe nek wek zor le lêkolînewe zimaniyekan ke be şêweyekî zor raşkawanetir berîwe çûn. (Labov belanî kemewe le layen pisporêkî dîkey zimannasiy komellayetî yewe wekû ‘ nabîxeyekî karî be mêtod’ nêwzed kirawe). Ewey ew kirdî ewe bû ke şêwey qise kirdinî şagird û berdestî dûkanan le sê firoşgey gewre be taqî bikatewe, ke ew firoşgeyane be rîz pile û astyan beriz, mamnawendî û le xuwarewe da bû. Karekey awa bû le pêşda bizanê kameyek le firoşge gewrekan le nihomî çuwaremdan û duwaye le herçende berdestî dûkaney ke dekra le şwênekanî dî firoşgeke pirsyarêkî awa bika : ‘ Exeçuse me, where are the women’s shoes? (Bibûre kewşî jinan le kwê hene?)

Diyar e wulamî ew pirsiyare ‘fourth floor’ (nihomî çuwarem) bû be dû derfetî derkewtinî/r/î na-ber le vokal. Bew şêweye zanyarî sebaret be bekarhênanî /r/ le 264 zanyarîderan wergîra (ke helbet, ewan neyandezanî le layen zimannasêkewe ew pirsiyareyan lê kirawe). Akamî ew lêkolîneweye awa bû: 38 le sedî berdestanî pile berzî firoşgekan çi /r/ bekar nedehêna, 49 le sedî berdestanî firoşgekan ke pile û payey mamnawendiyan hebû û 83 lewaney ke pile û astî xuwareweyan hebû ewanîş/r/yan bekar nedehêna. Ca boye, Labov cige lewey ke zanyariyekî sinûrdarî sebaret be şwêninasî ‘topography’ firoşge gewrekanî New York wedest xist eweşî rûn kirdewe ke be rêje xesletî be hênd negîrawî rawêjî ‘accent’ le barî komellayetiyewe detwanê çende girîng bê.

Kêşey pêwanî vawêlan, ke le rûy komellayetiyewe zor le konsonantekan giringtirin gewretire, çunkû lew bareyewe kareke le ser bûn û nebûnî dengêkî taybetî niye, belam ciyawazî kemî (zor car zor kem) çoniyetî vawêl le gore daye. Zimannas bo raperandinî ew kêşeye be le yek kirdinewey durustî nêwan çoniyetî vawêlekan û wayan da denê ke ewan wek dengî cwê wabin. Bo nimûne, le inglîsiy New York da zincîreyek corawcorî girîngî komellayetî hen bo telefuzkirdinî dengî vawêl le wuşey wek:cab, bag, bad, half, pate, dance da. Ew corawcoriye ciyawazyane zincîreyek pêk dehênin, belam nakrê be şêweyekî destkird cwê bikrênewe. Be giştî dekrê be çuwar cor dabeş bikrên. Duwaye dekrê lîsteyek saz bikrê bo hejmardinî her kamyan be tenê (û duwaye bo her kamyan lîsteyekî girûpî saz bikrê) be hîsab kirdinî rêjey mamnawendî nirxêkî dedrê be derkewtinî ew vawêle le qisekanyanda. Ewe bekar hênanî telefuzkirdinî mamnawendî takêk yan desteyek nîşan deda – eger takekan be berdewamî ba bilêyn bad, bag, half wek [ be:d ] û htd. telefuz biken. Ewan 1. 0, pinktyan dedrêtê, belam eger ewan şîlgîrane bilên [bae:d ] 4. 0 pinktyan dedrêtê. Akamî lêkolînewe le nêw sê destey çînî komellayetî awa bû. çînî serewe 2. 7 pinkt, çînî nêwerast 2. 5 pinkt, çînî xuwarewe 2. 3 pinkt.

ke wabû, le qisekirdinî xomane da, gişt New Yorkiyekan be şêwey mamnawendî telefuzkirdinêkî nêwan [bead] û [bae:d] bekar dehênin, belam ciyawaziyekî kem belam berdewam le nêwan telefuzkirdinî çîne komellayetiyekan da heye: axêweranî çînî xuwarewe zor ziyatir le axêweranî çînî serewe vawêlêkî zor beyekewelkawtir bekar dehênin. Ca boye ciyawaziyekî kem le çoniyetî vawêl da derkewit ke le rûy komellayetiyewe ta radeyek girîng e.

Her ew core têknîke bo tawtwê kirdin û şîtel kirdinî rawêjekanî Birîtaniyayî dekar kirawe. Le inglîsiy Norwiçh da dekirê sê çoniyetî vawêl le wuşey wekû pass, part, şaft, bate, card da le yek bikirênewe. 1. vawêlêkî dirêjî piştewey şêwey RP ( telefuzî wexokiraw)yewe wek [a:] le wuşey wekû pass da derdekewê yan dengî vawêl le wuşey Emrîkayî pot da. 2. vawêlêkî nêweraste, û 3. vawêlêkî pêşeweye [a:] her wek şêwey derbirînî dengî vawêl le wuşey part da le Austiraliyayî yan rojhelatî şêwey Newengland da. Ewe bew manayeye ke ew pinktaney beseryanda dabeş dekirên le 1. 0 ewe destpêdeka bo telefuzkirdinî şêlgîrî RP ta degate 3. 0 pinkt bo bekar hênanî şêlgîraney vawêlî pêşewe. Hawguncî nêwan çoniyetî vawêl legel çînî komellayetî awa derdekewê. Twêjî nêwerastî çînî nêwerast 1. 9 pinkt, çînî xuwarewey çînî nêwerast 2. 1 pinkt, twêjî serewey çînî kirêkar 2. 8 pinkt, twêjî nêwerastî çînî kirêkar 2. 9 pinkt, twêjî xuwarewey çînî kirêkar 3. 0 pinkt.

Be giştî, axêweranî inglîsiy Norwiçhî çînî kirêkar vawêlêkî pêşeweyan heye, le katêkda axêweranî çînî nêwerast lewê vawêlêkî nêwendî bekar dehênin, belam, hêştaş be şêweyekî mamnawindî, ciyawaziyekî kem le nêwan çonêtî vawêl da heye ke be rêgey ewda çênêk le çînêkî dîke dekrêtewe. Zor nimûney dîkey ciyawazî çînayetî ew çeşne dekrê le hemû şwênêk derbikewê û bas bikrê eger miro biyewê nêwyan berê. Bo nimûne, le Leeds, le Inglîstan, axêweranî çînî nêwerast vawêlêkî [A] amal le wuşey wekû but, up, fun da bekar dehênin, le katêkda axêweranî çînî kirêkar heman deng wekû vawêlêkî beriztir û xirtir dekar deken [0]; le London wuşey wekû name, gate, façe û htd. wekû [neim], [nêim] yan [naem] telefuz dekirên be pêy çînî komellayetî (çînî here serewe le formî yekemda); le Jicago dengî vawêl le wuşey wek roof, tooth, root da zor car wek [û] telefuz dekirdrê, belam le qisekirdinî endamanî ser be çînêkî beriztirî komellayetî da zor car be wêkhênanî her dûk lêwekan derdebirdirê [0]; le Boston, Massaçhusetts, axêweranî çînî serewe le ûşey wek ago, know da vawêlekan wek [où] derdebirin, le katêkda axêweranî dî wek [ou] telefuziyan deken.

Lêre da zor becêye xwênerewe pirsiyar bika başe, danî ew core zaniyariyane awa be wurdî çi nirxêkî heye? hoyekî girîng bûnî ew meseleye eweye ke hênêdik lew nûseraney ke sebaret be zimannasiy komellayetiyan nûsîwe wek ‘ zimannasiy komellayetî beyekbestirawane ‘ corretoinal soçiolinguistiçs galteyan bew core kare kirduwe. Wek ewey ke mebest le rahatineke her gutinî ewey bê ke be yek bestiraneweyek le ara daye, nek ewey ême bituwanîn şitêkî lê fêr bîn. Le wulamî pirsiyarî becêy xwênerewe da debê bigutrê, yekem, ewe nîşan deda ke be wurdî ême le ser çi core zanyariyek kar dekeyn katêk ême pileyekî komellayetî le axêwerêk şetek dedeyn le ser binemay belgey zimanî. Be rêgey ezmûnî zimanî xoman ra ême hestiyariyekman têda pêk hatuwe, be asayî bê ewey pêy bizanîn, le beyekewe bestiranewey ewto le nêwan çînî komellayetî û şêwe standard yan nawçeyekanî zimanî da. Xalî duwem eweye, ew core zanyariye hêndêk şitman sebaret be binaxey komellayetî komellgegelî taybetî bo rûn dekatewe, bo nimûne, sebaret be hem Norwiçh û hem Detriot boşayî dûrî û nizîkî here gewre le nêwan pinktekanda birîtiye le ciyawazî nêwan twêjî xurawey çînî nêwerast û twêjî serewey çînî kirêkar da. Ew rastiyeş deyselmênê ke dabiranî komell be dûçînî serekî, wate ‘çînî nêwerast’ û ‘çînî kirêkar’, dabiranêk ke ta astêkî zor belam nek be tewawî le ser binemay ciyawazî nêwan pîşey karî destî û kar na destî pêk hatuwe, hêndêk nirx û girîngayetî heye, le ber ewey ke kend û kospî komellayetî be rûnî le zimanda reng dedatewe. Xalî sêyem eweye ew core zanyariye ew layeneş rûn dekatewe ke le serewe le mer îdîolêkt (şêwey qise kirdinî tak le katêkî taybetî da) basî lêwe kira. Egerçî takuterayan hêndêk car her şêweyekî kirdar bekar dehênin, û katêkî dî şêweyekî dîke, le sedî mamnawendî bo her desteyey dekewête nêw qalibî nimûneyekî be tewawî çawerruwan kirawewe.

Xalî çuwarem eweye, ew core zanyariye, agadariyekî gelêk zorman sebaret be lehcekanî çînî komellayetî le ber dest denê. Bêtû ême serinc bideyne ser tenê xesletêkî zimanî ta ewey ke le şêwezarêk be giştî wurd bînewe, ewe aşkraye ke, lehcegele komellayetiyekan, her wek lehce herêmiyekan hebûnî be tewawî leyek ciyawa nîn, ewan têkelawî yektirî debin bo ewey zincîreyek pêk bihênin. ême eger bimanewê dekrê nêwî lehceyek wek ‘ lehcey Norwiçhî çînî nêwerastî çînî kirîkar’ heldeyn, belam eger ewe bikeyn debê zor berçawman rûn bê (a) ke dabeşkirdinî çînekan be pênc çînî komellayetî le layen êmewe le waneye yeklayene bê, (b) ke ew ciyawaziye zimaniyaney le gorê dan tenê rêjeyî bin û radey derkewtinyan her le mer nîşane û xesletî taybetî bin û (c) le waneye akamî ciyawaz derkewê eger hokarî gorênerî dîkey zimanî leber çawbigîdirê. Ca boye qalibî bawî nêwxelk sebaret be lehcegelî çînî komellayetî teqrîben hemîşe rast dernaçin û ser lê şêwênerin. Bo nimûne, ewe rast niye ke qisey awa be girdibrî bikirê ke belê ‘ lehcey Detriotî Emrîkayî Efrîkayî le kirdarekanî zemanî êsta da hîç derxerî kesî sêyemî niye’ Emrîkayiye Efrîkayiyekanî xelkî Detriotî ser be gişt çîne komellayetiyekan hem şêwey it go, û hem it goes bekar dehênin – tenê rade û çendî bekar hênanekan ciyawaz in.

Le kotayî da, û le hemuwan girîngtir debê bigutrê, ew core zanyariye, agadariyekî zor û lê têgeyiştinêkî zorman, sebaret be ew pêvajoyaney ke goranî zimaniyan têda rû deda le ber dest denê –yekêk le raze here gewrekan le mer zimane însaniyekan, û yek lew razaney ke zimannasî komellayetî le mawey çil sallî rabirdû da zor têkoşawe bo ewey çaktir serederî lêderkeyn. Her wek le bendî dabê da debînîn, pêwendiye dûlayekanî hokare gorênere zimaniyekan û hokare gorênere zimannasiye komellayetiyekan amancî ew core lêkolîneweye nîn; le lêkolînewey goranî zimanî da, ew core be yek bestiraneweye ew şwêne niye ke ême karekeman lewê kutayî pê bê belkû karman lewêwe dest pêdeka.

  • §§§§

    * monophthong : zaraweyeke le biwarî fonêtk da bo polên kirdinî dengî vawêl bekar dehêndirê le ser binemay derkewtin û çoniyetî derbiranî: amajeye be vawêlêk (vawêlêkî resen) ke le katî derbirînî le sîlabêkda hîç hest be goranî nakrê. Wek dengî vawêl lem wuşe inglîsîaneda: çart, çut, çot, da. Ew vawêlaney ke le wuşe da dirêj debnewe û çoniyetiyan degordirê pêyan degutirê diphthong. Le hêndêk lêkolînewey le mer lehce û mêjûy zimanîda, pêvajoyekî be monoftong bûn dekrê bedî bikirê, wate goranî çonêtî dîftong be monoftong.

**diphthong : zaraweyeke le buwarî fonêtîk da bo polên kirdinî dengî vawêl bekar dehêndrê le ser binemay derkewtin û çoniyetî derbiranî: amajeye be vawêlêkî sade (hest pêkiraw) ke le katî derbirînî le sîlabêkda hest be goranêkî aşkira le çoniyetî da dekirê. wek dengî vawêl lem wuşe inglîsîaneda: beer, time, loud

( A Dictionary of Linguistics And Phonetics, Sixth Editon, David Çrystal, Blaçkwell Publişing, 2008 )

~-~-~-~-~-~-~-~-~-~-~-~-~-~-~-~-~-~-~-~
Serçawey em wergêrane, bendî 2

Sociolinguistics An introduction to language and society, Peter Trudgil, Penguin books, Fourth editon 2000, pp. 23- 41

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s