___________________________
Ferhenga Türkçe-Kürtçe Hukuk Sözlüğü (Ferhenga hiqûqî ya tirkî-kurdî) ferhengeke peyvên dadnasî/hiqûqî ya bi qebareyeke biçûk û 175 rûpelî ye. Ferheng yekhêlî ye: peyvên tirkî di ferhengê de hatine rêzkirin û ew li kurdî (kurmancî) hatine wergerandin lê li gor rêzbendiya kurdî peyv nehatine rêzkirin û ew li tirkî nehatine wergerandin. Ferheng sala 2014 di nav weşanên Belge de derketiye.
Li ser cildê pêşîn û herwiha di rûpelên ewilî de navê parêzer Hüseyin Özdemir wek amadekar (hazırlanan) hatiye diyarkirin. Lê di ferhengê de keda 3 kesan heye ku ji bilî Özdemir herwiha du kesên yek bi bernavê Keremo û yê din jî bi bernavê Miraz Ronî ne.
Her yekê ji wan kurtepêşgotinek ji ferhengê re nivîsiye (Özdemir û Ronî bi tirkî, Keremo bi kurdî). Lê dîsa jî ji pêşgotinan ne bi temamî zelal e ka kê ji wan çi karê vê ferhengê kiriye.
Rola Miraz Ronî (ku navê nivîskariyê yê kesekî bi navê Mulazim Özcan e) hinekî ji ya herduyên din çêtir aşkere ye: ew bi karê redaksiyon û verastkirinê rabûye û wisa dixuye ku piştî amadekariya ferhengê ew pê de çûye û ew verast kiriye. Ronî berê jî çend kitêb bi kurdî nivîsîne û bi taybetî jî ji tirkî li kurdî wergerandine. Ne zêde meşhûr be jî, ew di nav kurdînivîsan de tê dîtin.[1]
Lê parvekirina xebatê ya vê ferhengê di navbera parêzer Hüseyin Özdemir û ”Keremo” de ne diyar e. Hüseyin Özdemir wek parêzer û herwiha wek siyasetvan (niha di nav HAK-PARê de) tê nasîn lê haya me ji berhemên wî yên bi kurdî nîne û me li dû lêgerîn û pirsînê jî nedît ku wî heta niha li derveyî vê ferhengê tiştekî din bi kurdî nivîsîbe.
Herçi Keremo ye, ew bernavê kesekî bi navê Kerem Tekoğlu ye ku ji nivîskar yan zimannasiyê zêdetir wek dengbêj û helbestxwîn tê nasîn.[2] Hem Özdemir û hem jî Keremo itiraf dikin ku ne şarezayên zimanî û ne jî yên ferhengsaziyê ne.
Wisa dixuye ku ferheng zêdetir li ser daxwaz û insiyatîva Özdemir ve hatiye amadekirin lê wergerandina wê li kurdî di pratîkê de ji aliyê Keremo ve hatiye kirin û ji hêla Miraz Ronî ve jî hatiye verastkirin.[3]
Ev ne yekem ferhenga hiqûqî ya kurdî ye. Ya yekem bi kurdî (soranî), erebî, inglîzî û fransî ji aliyê Nûrî Talebanî ve hatiye amadekirin.[4] Yekem ferhenga hiqûqî bi kurmancî jî (peyvên dadnasî yên kurmancî li inglîzî hatine wergerandin) Mafname ye û ji hêla Husein Muhammed ve hatiye amadekirin û ev nêzîkî 15 sal in ku li ser Internetê peyda dibe.[5]
Çawa be jî, bi vê ferhenga biçûk xebateke hêja hatiye destpêkirin. Li gel hin kêmasiyan, wateyên piraniya peyvan baş hatine pêşkêşkirin û dikarin bi kêrî bikarînerên ferhengê bên.
Özdemir di pêşgotina xwe de dibêje ev ferheng bi armanca wê hatiye amadekirin ku alîkariya parêzeran bike ku heq û hiqûq û wezîfeyên miwekîlên xwe (mişteriyên xwe) bi zimanê wan baştir bi wan bidin fehmkirin daku heqê wan neyê xwarin û ji nezaniyê nekevin ber pirsgirêkên qanûnî.
Helbet mimkin e ku ev ferheng wisa jî were bikaranîn lê ihtimala vê yekê kêm e. Eger kesekî ku baş peyvên hiqûqî yên di tirkî de li kar (ku bi eslê xwe ji erebî), bo nimûne ”emir, emniyet, hakim, mahkeme, kanun, zarar”, ne mihtemel e ku ew çêtir peyvên ferhengên yên ”kurdiya akademîk” yên wek ”ferman, ewlehî, dadgêr, dadgeh, zagon” (ew jî bi eslê xwe bi piranî ji zimanên din hatine kurdî) fehm bikin.
Giringiya vê ferhengê di pileya pêşîn de ne ew e ku ew alîkariya kesên tirkînezan yan tirkîkêmzan bike. Ew berî her tiştî dikare ji wergerandina ji tirkî bikin:
Kurdî hê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nebûye zimanekî resmî lê dîsa jî van salên dawiyê hem li bajarên Bakurê Kurdistanê ji aliyê belediyên di destê kurdan de û hem jî heta ji aliyê dewletê ve (bo nimûne di Ajansa Nûçeyan ya Anadolu de û di televizyona fermî TRT de) li ser gelek mijarên hiqûqî û qanûnî jî tê nivîsîn an jî – hê zêtir – nivîs ji tirkî li kurdî tên wergerandin. Kar û feydeya ferhengên wiha xaseten dikare di van wergeran de hebe.
______________________
TÊBÎNÎ
[1] Bo hevpeyivînekê li gel Miraz Ronî mirov temaşeyî vê bernameyê bike: https://www.youtube.com/watch?v=1pMuJkB11lQ
[2] Binêrin: https://www.youtube.com/channel/UCLB0vO7N1qGj9FkflEeiyFg
[3] Özdemir û Keremo di hevpeyivîneke xwe de paşî vê bi zelalî jî dibêjin: http://www.ozgur-gundem.com/haber/106387/anadilde-savunma-icin-sozluk
[4] Bo pêşgotina ferhenga Nûrî Talebanî bi inglîzî, binêrin: http://www.kurdishacademy.org/?q=node/141
[5] Binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/07/mafname-ferhenga-dadnasi-ya-kurdi-inglizi/