ZIMAN Û GRÛPΠÊTNÎKÎ

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 6

Trudgill

Nûsînî: Profêsor Peter Trudgill

Wergêřan le inglîsiyewe: Hesenî Qazî
Le Dewłete Yekgirtûwekanî Emrîka taqî kirdineweyek kira ke têyda jimareyek xełik ke wek dawer dewryan degêřa dawayan lêkira giwê le dengî dû girûpî ciyawaz bigrin ke leser kasêt aste kirabû. Zor le dawerekan biřyaryan da ew axêweraney ke le leser kasêtî yekem dengyan aste kirawe Emrîkayî Efrîqayîn, u ewaney leser kasêtî dûwem dengyan aste kirawe sipî pêstin. Ew dawerane be tewawî hełe bûn.

Ewe kasêtî yekem bû ke dengî axêweranî sipî bû, u ewî dûwemyan î reşan bû. Bełam dawerekan be şêweyekî zor çawřakêş hełe bûn. Ew axêweraney dawa le dawerekan kirabû gwê le dengyan bigrin xełkî taybetî bûn: axêwere sipiyekan ew core kesane bûn ke hemû jiyanî xoyan de nêw Emrîkayiye Efrîqayiyekanda jiyabûn, yan lew nawçane gewre bibûn ke nirxe kultûriyekanî reşpêstan zał u bandeste؛ axêwere reşekan ew core kesane bûn ke le tafî gewre bûnî xoyanda pêwendiyekî zor kemyan le geł reşpêstekanî dî hebibû u zurbey jiyanyan lew core nawçane jiya bûn ke sipiyekan têyanda bandest bûn. Rastiyeke ewe bû ke axêwere sipiyekan dengyan wekû reşan debîsitra, u axêwere reşekan wekû sipiyekan – u ew daweraney gwêyan le kasêtekan girt bew şêweye biřyaryan da.

Ew taqîkirdineweye dû xałî ta radeyek girîng deselmênê. Yekem, ciyawazî heye le nêwan ew Inglîsiyey le layen zorêk le sipiyekan u zorêk le reşekan le dewłete Yegirtûwekanî Emrîka qisey pêdekirê bew şêweyey ke Emrîkayiyekan detuwanin le ser binemay şêwey qise kirdin be hêndêk diłniyayiyewe sebaret be em yan ew girûpî êtinîkî biřyar biden – bo nimûne ewe dekrê be pêyî‌ axawtinêkî têlêfonî bê – ke deyslmênê ‘axawtinî reşane’ yan ‘ axawtinî sipiyane’ ye u eme bo zor le Emrîkayiyan coreyek rastî komełayetî ye. Ew ezimûngeriye be rêgey taqîkirdineweyekî dîke ke le Detriot kirawe le dûy dirawe, u nîşanî dawe ke Detroitiyekanî ser be hemû temenan u he‌mû çîne komełayetiyekan (be paşxanî asayî lew taqîkirdineweyeda) teqrîben rêjeyekî heşta le sedî serkewtinyan heye le nasînewey dengî axêweranî reşpêst le î sipîpêst tenê be çend deqîqeyek gwê girtin le kasêtekan.

Xałî dûwem ewe ye, ke ew taqîkirdineweye ta radeyekî şiyawî selmandin nîşan deda, egerçî qalibî axawtinî reş yan sipî ke bîsteran karî le ser deken biwarî eweyan bo derexsênê zor car be dirustî‌ dengekan binasnewe, bełam lêk kirdinewey ciyawazî‌ be tewawî akamî akarî fêrbûne. Xełik le ber ewey reş yan sipîn em core yan corêkî dî qise naken .Ewey rûdeda eweye ke axêweran xesłete zimannasaneyekanî ew kesane werdegirn ke le pêwendiyekî nizîk da le gełiyan dejîn. Endamanî dû girûpî êtinîkî Emrîkayî ke ême basyan leser dekeyn ew şêwezare zimaniye fêr debin ke be î wan denasrê her be tewawî be heman rêgey da ke diyalêktekanî çînî komełayetî fêr debin u le nimûne na asiyekanda ke Emrîkayî sipî de nêw Emrîkayiye Efrîqayiyekanda dejîn, yan be pêçewane, ew ulgûyey miro werî degrê î ew girûpeye ke le nawçekeda bandeste.

Ke wabû, aşkraye ke ‌ ciyawaziy zimanî ew core hîç core binemayekî regezî yan derûnnasaney niye. Legeł eweşda ême amaje beme dekeyn, çunkû le rabirdû da be berbiławî baweřêkî ewto hebû ke debê u lewaneye pêwendiyekî zatî hebê le nêwan ziman u ‘ regez’ da. Bo nimûne, le mawey Sedey Nozdehemda zarawey be esił zimannasaney Hîndu – Uřûpayîş be manayekî serdagîrawî regezî dařêjra. Zarawey Hîndu – Uřûpayî bo ewe dařêjra ew zimananey Uřûpa, Roje‌łatî Nêweřast u Hîndûstan weber bigrê ke zimannasan dozîbûyannewe, ew core zimananey ke le barî mêjûyiyewe xizmayetiyan legeł yektrîda hebû. Le akamda, efsaneyek lemeř regezî xeyałî Hîndûřûpayî yan Aryayî saz bû ke nek her be zimane daykûbabe Hîndûuřûpayiyekan qiseyan kirdûwe bełkû ejdadî regezî ałmaniyekan, Romanekan, Siłavekan, Yonaniyekan, Farsekan u ewanîtir bûn ke êsta be zimane Hîndu- Uřûpayiyekan qise deken. Pêwîstî be bîr kirdineweyekî zor niye ke ew boçûne be aşkrayî be hełe dabindirê. Hemû însanêk detuwanê hemû zimanêkî însanî fêr bê, u ême be nimûney zor bebaşî be bełgewe selmêndiraw dezanîn ke gişt girûpe ênîkiyekan be dem têpeřînî zemanewe zimanyan degořin – miro tenê dekrê, bo nimûne bîr le jimareyekî gewre le xełkî be reçełek Efrîqayî bikatewe ke êsta bew zimanane qise deken ke reçełekyan Uřûpayî ye. Boye, dekrê, be hîç cor desteberiyek nebê – de rastîda, u be asayî hîç wê naçê – ke girûpî xełik le ber ewey be zimanî xizim qise deken le barî ” regezîşewe xizim bin”. ême natuwanîn biłêyn ke Ałmaniyekan u Bêngaliyekan le barî bedenî, regeziyewe xizmî yekin her le ber ewey ke ewan be zimananî xizmî Hîndûuřûpayî qise deken.

Legeł eweşda, bîr u boçûn sebaret be zimanan u regez be zehmet le nêw deçin. Bo nimûne, zimanî Ałmanî beşêkî girîng bû le têoriyekanî Naziyekan sebaret be ‘ regezî berz’ y Jêrmenî؛ u fikrî hełe u saxte sebaret be deretan u wîstî parastinî ‘ pakiyetî ziman’ (wate bergirî kirdin le zimanêk le beranber ‘ jarawî bûnî’ be wuşey xuwazrawe le zimanekanî dîkewe) dekrê dest le destî fikirî pakiyetî regez da biřwa ke her ewende saxte u he‌łe ye. Renge kemtir sedeme lêder, bełam ‌ zor şêlgîltir u pêdagirtir nimûney dananî ‘ Romaniyekan ‘ be xełkêkî ‘ Latînî’ bê her le ber ewey ke ewan be zimanêkî Romî qise deken. Hełbet, ewe raste ke le ruwangey zimannasanewe, zimanî Romanî pêşweçûnî mêjûyî Latîn denwênê ( be têkeławiyekî berçaw legeł zimananî Siławî u zimanekanî dîke), bełam herwa be sanayî ewey be dû da naye ke Romaniyekan sed le sed le barî jênêtîkiyewe tormey Romanekanin. Herçonêk bê, zor ziyatir lewaneye ke le barî jênêtîkiyewe xizmayetî nizîkyan hebê legeł dirawsêye Okraynî, Siřbî, Bułgarî u Mecaristaniyekanyan, ke be sedan legeł ewan têkeławiyan hebûwe, her wek legeł êspanyayiyekan u Purtugaliyekanda.

Legeł eweşda, ewe raste, ke le zor nimûnanda ziman dekrê ber’odeyiyekî girîng u tenanet serekî bê bo endametî le girûpêkî êtnîkî da. Ewe rastiyekî komełayetî u kultûrî ye, bawekû eweş, girîng e ‌ miro belayewe aşkra u rûn bê ke basî çi pêvajoyek le gořê daye. Le hêndêk nimûnanda, bo wêne, u betaybetî eger bas le ser zimanan u nek şêwezarekanî zimanêk bê, xesłetekanî zimannasane lewane ye pêwerî her girîngî diyarîker bin bo endametî le girûpî êtinîkî da. Bo nimûne, kemtir be cê u raste bigutrê ke Yonaniyekan be Yonanî qise deken ta ewey bibêjrê ke ew xełkey axêwerî bûmî zimanî Yonanîn ( wate zimanî Yonanî zimanî daykiyane) begiştî be Yonanî dadendirên (be lanî kemewe le layen Yonaniyekanî dîkewe) ca netewayetî rasteqîne u resmî ewan herçiyekî debê biła bibê. Le nimûney dîke da, le piratîk da katêk bas leser şêwezare corbecorekanî ‘eynî ziman dekrê, pêwendî nêwan ziman u girûpî êtnîkî lewaneye girêdirawiyekî ‘adetî sade bê, ke be perjîne komełayetiyekanî nêwan girûpekan hêzî weber nirabê, ke têyanda ziman xesłetêkî girîngî xo nasînewe ye. Gişt Emrîkayiye Reşpêstekan be hêçcor be şêwe zimanî Inglîsiy Emrîkayî Efrîqayî qise naken ( bo rûnkirdinewey ziyatir sebaret bem zaraweye biřuwane xuwarewe), bełam zorbey here zorî ew kesaney qisey pêdeken Reşpêstin, u dekrê awa be nêw bikrên tenê beřêgey şêwey axawtinyanewe. Ke wabê, ciyawazî girûpî êtnîkî le komełgeyekî têkeław da şêweyekî taybetî ye le ciyawazî komełayetî u wek eme, zor car ciyawazî zimanî lêdekewêtewe ke be wiyewe girêdirawe.

Nimûnekanî corî yekem, ke têyanda ziman xesłetêkî diyarîkere bo endametî le girûpî êtnîkî da, le astî cîhanî da zor bawin. bo nimûne, barudoxî ew core le Efrîqay fire zimanda zor asayîn. Tenê le komełeyekî derewey Akra le Gana axêweranî bûmî ziyatir le heşta zimanî ciyawaz hen, lewane zimane serekiyekanî wekû Twi‌, Hausa, Ewe u Kru. Le zor nimûnanda, takuterayan xowyan ser be girûpêkî taybetî êtnîkî yan ‘eşîretêkewe denasênin ke leser binemay ewan ew hemû zimanane zimanî daykiyane (gerçî zorbey danîştuwan dûzimane yan sê zimanen). Boye girûpe êtnîkiye ciyawazekan be rêgey zimanewe u nek şitêkî dî cwê bûnî xoyan u nasêney xoyan deparêzin. Hełbet ewe tenê diyardeyekî Efrîqayî niye. Dû girûpî êtnîkî serekî be reçełek Uřûpayî le Kanada, bo nimûne, be şêwey serekî tenê be rêgey zimanewe le yektrî dekrênewe. Ewe raste, ke le zor rûwewe, ewan ciyawazî dînî, mêjûy ciyawaz, kultûrî ciyawaz u dab u şwênî ciyawazîşyan heye, bełam xesłetî here girîngî diyar‌îkeryan ewe ye gelo ewan axêwerî bûmî Inglîsî yan Feřanseyîn.

Le nimûney corî dûyemda -u emane le zor rûwewe çawřakêşin – nasêney cwêy girûpe êtnîkiyekan, nek be rêgey zimanî ciyawazewe, bełkû be rêgey şêwezarî ciyawazî ‘eynî zimanewe, xoy derdexa. Ew core ciyawaziyane dekrê rîşeyan le heman core mîkanîzimane da bê yan belanî kemewe be zîndûyî rabigîrên ke bo hêştinewe u parastinî diyalêkte komełayetî – çînayetiyekan le gořê dan: ême detuwanîn way dabinêyn ke ciyawazî girûpî êtnîkî wekû berhe‌łstêk decûłêtewe le ser rêy pêwendî nîşanekanî zimanî her be heman şêwey berhe‌łstekanî dîkey komełayetî. Leweş ziyatir, le nimûney girûpe êtnîkiyekanda, hokare ruwanîniyekan wêdeçê girîngiyekî berçawyan hebê. Takuterayan zor ziyatir wêdeçê wuşyariyan sebaret bew rastiye hebê ke ewan ‘ Cûleke’ n yan xoyan be ‘ reş’ dabinên ta ewey ke pê lewe binên ke ewan ba‌ biłêyin ser be ” çînî xuwarewey mamnêwincî ‘ n. Ewe manay waye ke endametî girûpî êtnîkî yan nasêne dekrê rastiyekî girîngî komełayetî bê bo ewan. Leweş ziyatir, dekrê ciyawazî zimanî çi wuşyarane yan nawuşiyarane ferqî pêbikrê, wekû xesłetêkî ew core girûpane, ew core ciyawaziyane dekrê dirêjxayen u berdewam bin.

Debê amaje beweş bikrê her wek zimanan sazdirawî komełayetîn (biřwane bendî 1 u 7 y em kitêbe), girûpe êtnîkiyekanîş be rêje pêk hatey legořanhatûn u sinûrekanyan dekrê bigořdirên u‌ le rewtî mêjû da‌ dekrê hebin u/yan bizir bibn. Nimûneyekî çawřakêş u le hemankatda tałî eme Yugosalavia ye.Le nêwan sałanî 1918 u 1990 kanda Yugoslavia dewłet – neteweyekî fire êtnîkî, fire zimanî bû.Egerçî le Bakûrî Roje‌łatî ewê axêweranî zorî Mecarstanî u le Başûrî Rojawa axêweranî Albanî, her weha zor girûpî kemayetî zimanî dîke hebûn, zorbey wiłateke be zincîreyekî (biřwane bendî 1) lehceyî cugrafiyayî diyalêktekanî Slaviy Başûrî dapoşrabû (‌ ke lehcekanî Bulgarî Bulgaristan u nawçe dirawsêyekanî weber degirê). Hemû layek le ser ewe rêk bûn ke lehcekanî Slovenia le beşî Bakûrî Rojaway ew zincîreye da dekewtine jêr çetirî zimanî standardî Sloveniayî؛ u le sałî 1945 bemlayewe, hełwêstî resmî ewe bû ke lehcekanî Meqdûniyeyî Yugoslavia, le Başûr, lehcegelî standardî Meqdûniyeyî bûn. Legeł eweşda, le nêwendî wiłatekeda – Kroatia, Motenegro, Bosnia- Hersegovina u Srbiaa – barudoxeke ta radeyek zor aloz u pêçełpêçtir bû. Hełwêstî resmî ewe bû ke zimanî ew herêmane Srbo-Krowatî ye.

Ba wekû emeşe, her wek nêweke dełê, siřbo-Kroat dû şêwey ta radeyek ciyawazî hebû: Srbi, ke zorbe be elfubêtkey Sîrîlî denûsrê (ke her weha bo nûsînî Bulgari, meqdûniyeyî, Okraynî u Rûsîş dekar dekirdirê) , u ta radeyek le ser binemay lehcekanî beşî Roje‌łatî Nêweřastî Yugoslavia hełnirawe ( lêre da emin hêndêk qiseke sade dekemewe)؛ u Kroati, ke be elfubêtkey Latîn denûsrê, u ziyatir le ser binemay lehce Rojawayiyekan dandirawe. Le serubendî cor be cor le mêjû da, u le layen xełkî ciyawazewe be şêwey cor be cor, Srbi u Kroati be pêy îdeolojî baw u barudoxî siyasî be zimanêkî taqane be dû normî ciyawazewe, yan be dû zimanî ciyawaz dandirawin (egerçî her dûk la betewawî dûlayene le yekitrî têdegen). Zimanî Kroati debestirawe be girûpî êtinîkî Kroat, ke le herêmekanî Rojawa bandest bûn u ler rûy dîniyewe le konewe Mesîhî Roman Katolîk bûn, u zimanî Srbi debestirayewe be girûpî êtinîkî Srb, ke le herêmekanî Roje‌łat bandest bûn u le rûy dîniyewe le konewe Mesîhî Ortodoks bûn. Boye ew kroataney ke xełkî bûmî Kroatia bûn pişkêkyan hebû: ewan deyantuwanî biłên ewan axêwerî bûmî sirbo-kroatî yan Kroati n. Le layekî dîkewe, ew Srbiyaney le Kroatia gewre bibûn u be tewawî wekû kroatekan qiseyan dekird layan pesendtir bû biłên be zimanî Sirb-kroatî qise deken. Heman şit be pêçewane bo ew Srb u Kroatane bû ke le Srbia dejyan.

Le Bosnia, beşî nêwendî Yugoslavia, hełkewteke tenanet zor ałoz u pêçełpêçtir bû. Ew lehcaney lew beşey nêwendî zincîrey lehceyî qiseyan pêdekrê ałqeyekî pêwendîn le nêwan lehcekanî Kroatia u Srbia da ca boye çi hoyekî taybetî nebû bigutrê ke ew lehcane lehcey Kroati yan lehcey Srbi n. Ba bo wêne biłêên, danîştûwanî Saracevo, pêtextî Bosnia, renge lewane bû biłên ewan be Kroati qise deken eger Kroat bayen u eger nasêneyekî êtnîkî Kroat bo ewan girîng bûbaye؛ her awaş, hêndêk Srbi xełkî Saracevo lewane bû biłên ewan be Srbi qise deken. Bawekû emeş, le rastîda, ew lehcaney ewan qiseyan pêdekird be tewawî wekû yek wabûn, ca boye bo ewan nêwî têkhe‌łkêşrawî Srbo – Kroat le rastîda manay zortir bû. Be kar hênanî zarawey Srbo-Kroat wêdeçû bo girûpêkî serekî dîkey êtnîkî le Bosnia – musułmanekan – zor nasiktir bê, ke le ber ewey ne Srb bûn u ne Kroat hîç hoyekyan nebû ke nêwlênanêkî zimaniyan le yekî dîke beławe pesindtir bê. Zarawey Srbo-Kroat belay jimareyekî zor le betaybetî Yugoslawi şarnişînîş ke le barî êtnîkî daykûbabiyewe têkeław bûn hestyan bewe dekird ke nasêney neteweyî ewan wek Yugoslawan debê be hênd bigîrê ta ewey ke xoyan be nasêneyekî taybetî êtnîkiyewe girê biden.

Le berayiyekanî 1990 kanewe, be le ber yek hełweşanî Yugosławia‌, ew barudoxe, wek hemû layek baş lêy agadarin, gořawe. Hukûmet le Zagreb netewey serbexoy Kroatia be zimane neteweyekey dełê Kroati, u be tundî layengirî bekarhênanî elfubêtkey Latîne. Le layekî dîkewe, hukûmetî Srbia le Belgrade, be zimane neteweyekey dełê Srbi, u be tundî layengirî le bekarhênanî elfubêtkey Sîrîlî deka. Lemeş ziyatir, le her dûk nimûnanda, hukûmetekan hewłyan dawe hengawî ewto helhênnewe ke hêndêk le berhe‌łistkaranyan ta radeyek beheq nêwyan nawe ‘ paktawî wuşeyî’ – hawterîbî nimûney diłtawînî paktawî êtnîkî (kuştin yan be tobzî derpeřandin u ragwêstinî girûpêkî êtnîkî be destî girûpêkî dî) ke le şwênî cor be corî Yugoslaviay pêşû da qewmawin. Bo ewey pêdagirî bikrê le ser serbexoyî (biřwane bendî 1) zimanî Kroati le beranber zimanî Srbi da, u yan be pêçewane, ew wuşaney ke wa dadendirê ziyatir taybetîtir bin be şêwezarekey dîke fit dekrên u le rojname, kitêbî medresan u cêyî dîke pak dekrênewe u bizir debin. Her dûk hukûmetekan her weha hewił deden bo welananî ew wuşaney ke reçełekî Tirkiyan heye le zimanekanyanda, le katêkda hukûmetî Bosnia layengirî lew core wuşane deka u deyanparêzê.

Ca eger îdî, çi zimanêk be nêwî Srbo-Kroat le ara da nemawe, ey biłêy musułmanekanî Bosnia ew zimaney pêy dedwên u pêy denûsn be çi dabinên? aşkira ye ke ewan nayanewê le nêwan şeqłî ‘ Srbi’ u ‘ Kroati’ yekyan hełbijêrin. Ca boye be hîç cor nabê be seyr dabindirê ke bałwêzî Bosnia le Dewłete Yekgirtûwekanî Emrîka êsta daway kirdûwe ke debê wekû Bosnî amaje be zimanî hukûmetekey bikrê. Her wek ême le bendî 1 da bînîman, u dîsan le bendî 7-î em kitêbe da deybînîn, ewey ke daxuda şêwezarêkî zimanî zimanêke yan na be hîç cor be tewawî meseleyekî zimannasane niye. Katêk babetî lew core pêwendî be babetî êtnîsîtî peyda dekenewe le rastîda ewan detuwanin zor ałoz u pêçełpêçyan lê bê: zimanêk bewe kotayî dê ke bibê be sê ziman.

Ême her êsta cexitman le ser ewe kirdewe ke hukûmetekanî nwê le Yugoslaviay pêşû be anqeste hewił deden ‌ pêdabigrin le ser cwêbûnî neteweyetî u êtnîstey xoyan be pałpiştî ciyawaziy wuşey qamûsî. Legeł eweş, le nimûney dîkeda, ciyawazî girûpî êtnîkî lewaneye zor be şêweyekî xořiskîtir pêwendî hebê be ciyawazî dengnasî u rêzimaniyewe. Bo nimûne yekêk lew rastiye çawřakêşaney le lêkołînewey Labov le New York derkewt ewe bû ke ciyawaziyekî kem bełam be ruwałet girîng heye le telefoz kirdinî zimanî Inglîsî da le nêwan axêweranî ke paşxanî Cûleke u ewaney paşxanî Italiyayyan heye. Ew ciyawaziyane le rûy hejmariyewen ta ewey ke nîşaney baweřpêkiraw u tewaw dabiřawî ciyawaziyekanî girûpî êtnîkî bin, bełam ewan be rûnî le ber ew rastiyen ke girûpe êtnîkiye ciyawazaekan meylyan berew eweye ke le nêw şarekeda komełgey cwêy xoyan damezrênin. Le binawanda ew ciyawaziyane wa wêdeçê le ber, bełanî kemewe ta radeyek, berdewambûnî kartêkerî ewey bin ke zor car be şêwezarekanî substratum nêw zed dekirên – wate ew zimananey yan şêwezaraney ke le layen ew girûpanewe yan ejdadiyanewe qiseyan pêkirawe ber lewey ke bibin be axêwerî Inglîsî şarî New York – wate Yiddîş u Italiyayî. Têkel bûn u têwehatinî zimanî kon bo nêw zimanî taze (ba biłêyîn ‘rawêjêkî Yiddîş’ bo nêw înglîsî) [ lem wergêřaneda “řawêj” le birî “aççent” dekar kirawe, wergêř] le wecî yekemda wêdeçê geyştibête bekarhênanî nastandardî nîşanekanî zimanêkî bêgane le layen wecî dûyemewe. Bo nimûne, yekêk le xesłetekanî Inglîsiy New York, her wek le bendî pêşû da bînîman (lapeřey 38), pêşxistinî deřbiřînî wavêlî nêw wuşey beard bûwe le wuşey corî bad u bag da. Wa wêdeçê ew pêşxistine le ber wîstî wecî dûyemî Italiyayiyekan xêratir kirabê‌, renge nawşiyaraneş bo ewey be rawêjêkî Italiyayî be Inglîsî qise neken. Axêweranî bûmî zimanî Italiyayî wavêlêkî corî ]a ] zor kirawetir le denge Inglîsiyeke, lew wuşe Inglîsiyaneda ke ew dengeyan têdaye, bekar dehênin, u mindałekanyan, bo xo parastin lew telefuz kirdine, lewaneye şêwey here dirêjî ew wavêleyan wergirtibê ke le ber destyan da bûwe. Be diłniyayiyewe êsta Italiyayekan meylêkî ziyatir nîşan deden bo bekarhênanî wavêlêkî dirêjtir le berawird kirdin legeł xełkî Cûlekey.

New York da, u duwacar ewe detuwanê bigate barudoxêk ke wavêlî dirêj le wuşey wek bad u bag da bibê be nîşaneyekî nasînewey ew New Yorkiyaney ke paşxanî Italiyayiyan heye. Le layekî dîkewe, axêweranî Cûleke le wuşey corî off u lost u dog da wavêlêkî dirêjtir le Italiyayekan bekar dehênin u ulgûyekî her awa nastandard detuwanê berpirsî eme bê: zor le axêweranî bûmiy dîş ke zimanî Inglîsî wek zimanêkî bêgane fêrbûn ferq be ciyawazî dengî /o/ le wuşey çoffee u wuşey çup/à/ da naken, lewaneye çoffee çup biken be / kOfi kOp /. Ca lewaneye wecî dûwemî axêweran ciyawaziyekeyan le nêwan dû wavêlekanda gewretir kirdibêtewe, bo ewey cext le ser ew rastiye bikenewe ke ewan ewane lêk dekenewe, u akamî ewe bûwe ke le wuşey wekû çoffee, dog da wavêlekan dirêjin. Ew wavêle dirêjane akamî guşarî ew core nîn, çunkû dirêj derbiřînî wavêl tenê be axêweranî Cûlekewe nawestê, bełkû dekrê le ber kartêkey sabstratum le layen ew girûpe êtnîkiyewe pêş xira bê.

Heman corî kartêkerî sabstratum dekrê le Inglîsiy Sçoatlandî da bibîndirê. Zorbey skatekanî êsta lem rojgare da be sadeyî xoyan be ‘ Sçotlandi’ dadenên, bełam le rûy mêjûyiyewe ewan toremey dû girûpî cwêy êtnîkîn. Bo ewey hêndêk şitekan sade bikeynewe, detuwanîn biłêyn skatekanî berzayiyan Highland Sçots, ke babubapîranyan be reçełek le Irlendewe hatûn, le Gaelekan bûn u be zimanî Sêltîkî Gaelîk qiseyan kirdûwe ( ke êstaş zor lewan qisey pêdeken le Rojaway Highlands u le duřgekanî Hebrides ), le katêkda skatekanî Deştayiyan Lowland wek gelî Inglîsî, be reçełek Jêrmenî u Anglo Saxson bûn. êsta ke le Sçotland teqrîben le layen hemû kesewe be zimanî Inglîsî qise dekirdirê, ew ciyawaziye lew core Inglîsiyey ke miro le beşe ciyawazekanî wułateke da deybîstê mawetewe. Skate Deştayiyekan yan be yekêk le lehce xocêyîekanî Sçotekan qise deken ( bo zanyarî ziyatir le ser eme biřuwane bendî 7-î em kitêbe), yan be standardî Inglîsiy Skatlendî be rawêjêkî xocêyiyewe (yan şitêk le nêw herdûkiyanda). Le layekî dîkewe, Beriznişînekan Highlandres yan be standardî Inglîsiy Skatlendî qise deken (ke em girûpe be têkiřa ewe wekû zimanêkî bêgane fêr bûwe) yan be şêweyek ke hênde lewe dûr niye – herçunêk bê, nek hênde dûr lewewe wekû lehcekanî Deştayiyan. Bo nimûne Beriznişînekan be asayî nałên I dinina ken, wek ewey ke Deştayiyekan lewaneye bîłên, bełkû dełên I don’t know. Legeł eweş, zor car ta radeyek kartêkerî sabsiratum le zimanî Gaeylîkewe lew Inglîsiyey ke Berznişînan qisey pêdeken hest pêdekrê u bewe ra miro dezanê xełkî Highlands n. Hełbet, axêweranî bûmî zimanî Gaeylîk le Inglîsî da zorcar rawêjî Gaeylîkî yan heye, bełam miro detuwanê ciyawaziyekanî wuşeyî u rêzimanîş tenanet le axawtinî ew Berznişînaneşda be dî bika ke le jiyanyanda qetyan be zimanî Gaeylîkî qise nekirdûwe. Nimûnekanî em core ciyawaziyane wek emaney xwarewen:

standardî Inglîsiy Skatlendî                      Inglîsî Rojaway Highland

Bring that whisky here.                            Take that whisky here.
I can see you!                                           I’m seeing you!
I don’t want that.                                     It’s not that that I’m wanting.

Le dinyay Inglîsiy zimanda be giştî, yekêk le nimûne here çawřakêşekanî ciyawazî zimanî girûpî êtnîkî – ke têyîda dewrî ferzî coreyek le kartêkerî sabstratum babetêkî qisehełgir u cêyî munaqeşeye – ciyawazî nêwan axawtinî Emrîkayiye Reş u Sipiyekane ke pêştir hêdêkman amaje pêkird. Ew ciyawaziyane be hîç cor le axawtinî hemû Emrîkayiyekanda dernakewin, bełam ewan ewende biław bûnetewe bo ewey sirincyan bidrêtî u be girîng dabindirên. Zor le mêje ewe selmawe ke ew Emrîkayiyaney be reçełek ‌ xełkî şêwe Sehray Efrîqan be Inglîsiyekî cwê le Sipiyekan qise deken. Geştwerêkî Brîtanîayî ke le sałî 1746 da sebaret be kolonîstekanî (muhacîr nişînekan) Emrîkayî nûsîwe dełê: “Şitêk ke ewan zorî hełe têda deken, sebaret be mindałekanyan…. ewe ye katêk ewan cuwanin lêyan degeřên le geł cuwanî Reş da hestin u danîşin u emeş xemsarane debête hoy ewey xûy wan bigrin u be zimane şeq u şiřekey ewan qise biken.” Lêre da, ciyawazî nek her cext kirawetewe bełkû berawerdîş kirawe be şêweyek ke lem rojgare da bo ême be tewawî hejênere: ew Inglîssiyey wa xełkî Reş qiseyan pêkirdûwe, her wek em qisegêřanewey serewe derîdexa, be nizim dandirawe.

Em têřuwanîne pîse tenanet emřoş nakrê be tewawî çawî lê hełbibuwêrdirê çunkû kartêkerî hebûwe leser mêjûy lêkołînewe le Inglêsiy Reşî Emrîkayî.Şwên têkirdinî ew têřuwanîne regezperistaneyey berayî bem şêweyey xuwarewe her mawetewe: le ber ewey ciyawazî le axawtinî Reşane da be resmî wekû nîşaneyekî nizim bûn dandirawe, de rastîda dijware pêy lêbindirê ke şêwe axawtinî Reşane ciyawaze be bê em têřuwanîneş ke wêdeçê regezperestane bê. Bawekû emeş, duwacar ew boçûne wekû kardaneweyekî bûnî ciyawazî girûpî êtnîkî didanî pêda hat, ke diyare eweş her hełeye, wate ciyawazî le nêwan lehce komełayetiyekan be ser dagîrawî be watay berzitir bûnî şêwezarêk le şêwezarêkî dî bizandirê. Eger Sipiyekan u Reşekan be ciyawaz qise deken, ewe be sadeyî manay eweye ke ewan be şêwezarî zimanî girûpî êtnîkî ciyawaz qise deken (ke le ruwangey zimannasanewe nirxyan yeksane). Boye, lem rojgare da zimannasan le ser ewe rêkin ke le nêwan axawtinî Reş u axawtinî Sipî da ciyawazî heye, u le ber ewey ke le ruwangey zimannasanewe hîç rêgeyek niye ke pêy da şêwezarêk le ewîdî be beriztir dabindirê, îdî ewe regezperestane niye ke awa bigutirê. êsta be xoşiyewe keşuheway siyasî u komełayetî awaye ke dekrê babetî zimannasane be berbiławî lêy bikołdirêtewe u qisey lêwe bikrê, egerçî hêştaş hêndêk nazimannas hen ke dijî lêkołînewey ciyawaziye zimaniyekanî girûpî êtnîkîn le komełey Emrîka da.

De rastîda, le mawey çendîn sałî rabirdû da ewende enbarî çawřakêşî zanyarî dozrawnetewe ke lêkołînewe le şêwe zimanî Inglîsiy Emrîkayî Efrîqayî (AAVE) êsta yek le biware here serekiyekane u sirincî zor zimannasanî berew lay xoy rakêşawe. Zarawey şêwezimanî Inglîsiy Emrîkayî Efrîqayî AAVE be giştî bo amaje bew Inglîsiye nastandardey ke le layen çînî xuwarewey Emrîkayiye Efrîqayiyekan qisey pê dekirê bekardehêndirê. Zarawey Inglîsiy Reş Blaçk Engliş, ke car car AAVE ş her bew nêwe hełdedirê, ew kemayesî u xewşey hebû wek biłêy ke gişt Reşekan her bew şêwezarey Inglîsî qise deken – ke diyare waniye. Le layekî dîkewe bekarhênanî zarawey ‘Vernaçular’ (şêwe ziman) ew Reşaney ke be standardî Inglîsiy Emrîkayî qise naken u ewaney qisey pêdeken le yekitrî dekatewe.

Legeł eweş, miştumiř û wuşebeyekdadan hêşta her le gořêdaye _ u ewane miştumiřî zor çawřakêşîşin, egerçî be xoşiyewe, zorbey ewe be yekda hełşaxane êsta be tewawî miştumiřî akadêmî u zanayanen. Yekêk le dimeteqe here çawřakêşekan le ser ew rastiyeye ke le katêkda milî bo radekêşrê ke be girdibřî ciyawazî le nêwan AAVE u şêwezarekanî dî da heye, natebayî u rêkinekewtin leser rîşey ew ciyawaziyaneye.

Dû boçûnî serekî le ser em babete dekirê bem şêweyey xwarewe binasêndirên. Boçûnî yekem dełê‌ ke zorbey nîşanekanî AAVE le ruwangey mêjûyiyewe rîşeyan le lehce înglîsiyekanî duřgekanî birîtaniyayiyewe Britiş Isles aw dexonewe. AAVE le ber ew cudawaziyaney ke le mawey sêsed sałî rabirdû u ewane da qewimawin ciyawazî le geł şêwezare sipiyekan peyda kirdûwe. Nîşane ciyawazekanî Duřge Birîtaniyayekan le lehce Sipiyekan u le lehce reşekanda bizir bûn u parêzrawin, u he‌r weha dahênanî serbexoy ciyawazîş rûyandawe. Pêşweçûnî serbexo le ber radey kemî têkeławî u pêwendî komełayetî le nêwan Reşan u Sipiyan le zorêk le beşekanî Dewłete yekgirtûwekanî Emrîka hasantir bûwetewe. Wuşyariy lemeř ciyawaziyekan her weha le ber ewey ke jimareyekî zor le xełkî Reş le Başûrewe berew şarekanî bakûrî Dewiłete Yekgirtûwekanî Emrîka çûn be duway hełweşanewey sîstêmî koyledarî da, ewendey dîkeş ziyatir bûwe, ca boye ew ciyawaziyane ke le seretawe ciyawazî cugrafiyayî bûn, le Bakûr, bûn be ciyawazî girûpî êtnîkîş.

Boçûnî dûwem bo reçełekî AAVE çaw le Duřgekanî Birîtaniyayî na bełkû le Efrîqa xoy deka. Layengiranî ew boçûne dełên ewe be zeq u aşkrayî diyare ke aba u ejdadî Emrîkayiye Efrîqayiyekanî modêřn le Efrîqawe hatûn u he‌r ewendeş aşkraye ke ewan axêwerî (zorbe) bûmî zimanekanî Rojaway Efrîqa bûn. Hełbet, her boyeşe jimareyekî zor wuşey be reçełek Rojaway Efrîqayî rêgeyan derkirdûwe bo nêw Inglîsiy Emrîkayî Başûrî, u le rastîda le zor nimûnanda bo nêw Inglîsiy cîhanî giştîş. Ew wuşe qamûsiyaney ke le zimane Efrîqayiyekanewe hatûnete nêw Inglîsiy Emrîkayî birîtîn le voodoo, pinto wate ‘ tabût ‘ u, , goober be manay ‘badamî zewînî’. Wuşey seyr u he‌ta biłêy berbiławî OK îş be lêbiřawî wuşeyekî Efrîqayî Rojawayî ye, u he‌r weha zor wuşey dîkey ke pêwendî peyda dekenewe be kultûrî Emrîkayî Efrîqayî wekû cazz, cuke, gig u hep ( ewe cêyî sirince le meř piley Emrîkayiye

Efrîqayiyekan le ruwangey mêjûyiyewe ke ew core wuşane zor car‌ le qamûsekanî rîşenasî wuşanda wekû “řeçełek nenasraw ” aste kirawin.) qisekanî layengiranî boçûnî dûwem lewaneş ziyatirn u dełên: her nebê, zor le xesłetekanî AAVE dekrê şîbikrênewe be wadananî ke yekem Reşe Emrîkayiyekan be coreyek le Inglîsiy Kriyolî (Creole English) qiseyan kirdûwe. Emin lêduwanêkî tewaw hełdegirm bo bendî 9-î em kitêbe. Eger hasanî bikemewe zarawey kirul (Çreole) bo zimanêkî Pidgin bekardehêndirê ke bûwe be zimanî bûmî komełgeyekî axawtin, u he‌r boyeş dîsan perey pêdirawe, u gişt ew erk u xesłetaney wexo kirdûwe ke zimanêkî tewawî xořiskî heyetî. Pîcin zimanêkî kurtkirawe, rêsabo dandiraw u têkeławe, ke le layen ew axêweraney ke zimanî hawbeşyan niye, ba biłêyn mebestgelî bazrganî, pêşxirawe. ‌Şêwezarekanî Inglîsiy Pîcn êstaş be berbiławî le herêmekanî qerax deryay Efrîqay Rojawa qiseyan pêdekirê. U Çreolekanî Inglîsî ( wate ew Inglîsiye Pîcney ke Kreolî lêndirawin) be berbiławî le layen xełkî Hîndî Rojawa ke reçełekî Efrîqayiyan heye qiseyan pêdekirê. Ew Kreolî ane le şîweî ” here pakî” xoyanda destbecê şiyawî lê têgeyştin nîn bo Inglîsî axêweran, egerçî vokabulariyekanyan wek yek wan, u kartêkeriyekî berçawî zimane Efrîqayiyekanyan pêwe diyare.

Ca boye, waydadenên, ke AAVE rastewxo le lehcekanî Inglîsiy Birîtaniyayiyewe nekewtûwetewe, bełkû le Inglîsiyekî Kreolî we saz bûwe ke, ba biłêyn zor we ewey Camayîka deçê. Ew boçûne pêy waye ke Reşe Emrîkayiyekanî berayî zimanî bûmiyan zimanêkî Kreolî bûwe, u ew zimane, be mawey sałan, le pêvajoy Kreolî welananda (biřuwane bendî 9) zortir u zortir le zimanî Sipiyekan nizîk kewtûwetewe. Be gutinêkî dî, le katêkda ke êsta be rûnî debê be zimanî reşe Emrîkayiyekan bigutrê Inglîsî, lew xałaney da ke AAVE ciyawazî heye le geł şêwezarekanî dîkey Inglîsîda, ewane akam u derencamî parastinî nîşanekanî Kreolî in. Layengiranî em ruwangeye her weha dełên ke hêndêk weyek çûn le nêwan axawtinî Reşe Emrîkayiyekan u Sipiyekanî Başûrî Emrîka lewaneye le ber kartêkerî ewan le ser axêwere Reşekan bê, nek be pêçewane.

Xałî nêwendî bełgehênanewey ew ruwangeye lemeř rîşey ciyawazî lenêwan AAVE u şêwekanî dîkey Inglîsî da nîşanekanî rêzimanî ye.

1- Zorêk le axêweranî AAVE le doxî kesî sêyemî tak le zemanî êsta da -s  bekar nahênin ca boye şêwey wekû he go, it çome, şe like asayî ye. Eme şêweyeke lew zimane Pîcnaneş da her waye ke leser binaxey zimanî Inglîsî hełnirawin, her weha le Kreolî kanî Karayîbîş ke le ser binemay zimanî Inglîsî dandirawin her awaye. Layengiranî hełwêstî.

Efrîqayetî dełên ew weyek çûne zor lewe ziyatire ke bikrê be hełkewt dabindirê. Le layekî dîkewe dijberanî ew boçûne amaje deken, her wek le bendî 2-î em kitêbeda bînîman. Nebûnî -s le doxî kesî sêyemî tak le zemanî êsta da her weha nîşaneyekî lehcekanî Inglîsiy Birîtaniyayîşe le Angliayay Roje‌łat u lewane le Norwiçh.

2- Yekêkî dîke le xesłete girînge rêzimaniyekanî AAVE nebûnî kirdarî likêner – kirdarî hebûn – e ‌ le zemanî êsta da. Em xesłete xałî serekiye lew miştumiřey êsta da. Le AAVE da wekû zimanî Rûsî, Mecarstanî, Taylendî u zor zimanî dîke, u lewane, le Kreolî kanîşda ew core ristaney xuwarewe tewaw rêzimananen.

She real nice
They out there
He not American
If you good, you going to heaven

(katêk kirdarî likêner le hałetî ‘diyar’ da bê, wek lem ristane da I know what it is, yan Is şe? hemîşe le zimanî êsta daye ). Başe rîşey ew xesłete le AAVE da le çîdaye? Çreolistekan amaje bewe deken ke Kreolî Inglîsiyekanî Karayîb kirdarî likênerî negořiyan niye. Wêdeçê qisey ew Çreolistane zor pitew u behêz bê. Çunkû nebûnî kirdarî likêner nîşaneyekî rasteqîney ew Çreole-naeye ke leser zimanî înglîsî binyat nirawin u Reşekan le Karayîb qisey pêdeken, u he‌r weha eme xesłetêkîşe ke betewawî le Inglîsî Duřgekanî Birîtaniya (Britiş Isles) da niye.

3- yekêk le xesłete here girîngekanî AAVE hebûnî ‘ negořî be ‘ ye: wate be kar hênanî formî be wekû kirdar be bê gerdan kirdinî lem nimûnaney xwarewe da,

He usually be around.
Sometime she be fighting.
Sometime when they do it, most of the problems always be wrong.
She be nice and happy.
They sometimes be incomplete.

Le yekem têřwanînda, ew şêwe bekar hênanî be ye ciyawaz niye lewey ke le hêndêk le lehcekanî Birîtaniya da rûdeda, ke fořmî I be, he be htd, wek Inglîsî standarî he is , I am be kar dehêndirê. Le geł eweşda, ciyawaziyekî girîng le nêwan AAVE u gişt şêwezarekanî dîkey Inglîsîda heye. Her wek awełkarekanî usuały u sometimes lew ristaney sereweda nîşandeden, negořî be le AAVE da tenê bo ‘ doxî ‘adetî’ be kardehêndirê – wate bo hêma kirdin be rûdawêk dekar dekirdirê ke dûpate debêtewe u nek ewey ke berdewam bê. Ca boye le AAVE da hauguncandinêkî kirdarî heye ke le Inglîsiy standard da dest nada.

Şêwezimanî Inglîsiy Emirîkayî Efrîqayî (AAVE)    Inglîsiy Standard

He busy right now.                                           He’s busy right now.
Sometime he be busy.                                       Sometimes he’s busy.

Le Inglîsî standard da formî kirdar le her dûk doxekanda wek yek waye, le katêk da le AAVEda cwên.
Le katêkda ristey yekem hêma naka be kirdeweyekî dûpatebûwewey naberdewam, ewî dûwemiyan deyka. Le AAVE da pêkhatey wekû *He be busy right now u *He be my father ristey rêzimanane nîn (ristey dûwemiyan dekrê ew manayeşî têbixuwêndirêtewe ke ‘ He is only my father from time to time’ [wate ew tenê car u bar detuwanê babî min bê ].) Ew core cwêyetiye le kirdar da be diłniyayiyewe wekû zimane kreolî kan deçê. Le kreolî kanî Karayîb da, hałetî kirdar – dabeşbûnî rûdawêk be ser zemanda (ke dekrê dûpate bibêtewe, berdewam bê, tewaw bikrê u lewane) – girîngiyekî ziyatirî heye le zeman- wate cêy rasteqîney rûdawêk le zemanda (biřuwane lapeřey 177). Le heman katda, debê bigutirê ke ew core ciyawaziye ‘adetî – na ‘adetiyane wenebê bo lehcekanî Dûřgekanî Birîtaniyaş (Britiş Isles) nenasiyaw bin, egerçî ewey le wanda rûdeda wenebê be tewawî be heman form bê. Le lehcey konî Dorset da, bo nimûne He beat her be manay ‘He beat her on one partiçular oççasion in the past’ [ ew carêk le boneyekî taybetî le rabirdû da lewî da ]beranber dananêke legeł He did beat her, be manay ewey ke ew le hałetêkî wa dabû ke karêkî ewto bika. Cige lewe le dû layenî dîkeşewe sîstimî nuandinî AAVE le Inglîsiy Standard ciyawaze ( u zor le nizîkewe we hêndêk le zimane Kreolî kan deçê). AAVE u Inglîsiy Standard le formî kirdarî rabirdûy nizîk da hawbeşin: I have talked u le formî kirdarî rabirdûy dûr da: I had talked. Bełam AAVE, cige lemane dû formî dîkeşî heye: I done talked, ke nêwî lênrawe ‘ layenî tewawkarî ‘ bo nîşandanî ewey ke kirdeweke tewaw bûwe؛ u formî I been talked‌, ‘ layenî dûr’ bo nîşandanî ewey ke rûdaweke le rabirdûyekî dûr da qewmawe. ‘ layenî tewawkarî’ dekrê le hêndêk le lehce Sipiyekanda bibîndirê, bełam ‘layenî dûr’ wêdeçê şitêkî seyrî AAVE bê (egerçî dibê bigutirê seyrîş niye, çunkû tenanet lewêşda zor bawe).

4- Nîşaneyekî dî çawřakêşî ristesazî AAVE ewey xuwareweye. Le Inglîsiy Standard u şêwezare Sipiyekanî Inglîsiy nastandard da em core ristaney xuwarewe dekirê saz bidrên:

Inglîsî Standard:
We were eating – and drinking too.
Inglîsiy nastandardî Sipî:
We was eatin’ – and drinkin’ too

Lew şêwezaraneda dekrê ke fořmêkî tewawtirîş hebê: “We were eating_ and we were drinking too”, bełam zor asayîtire ke cênawî we u kirdarî yareyderî were/was le risteamaly (çlause) dûwemda labidrên. Le layekî dîkewe le zorêk le Kreolî Inglîsiyekanda, zor asayîtire ke tenê kirdarî yarîdeder labibrdirê. Wergêřdirawî ew nimûneyey serewe be zimanî Gułah le ber çaw bigrin, Gułah, Kreolî kî Inglîsî ye ke le beşêkî terîk kewtûy kenarekanî Başûrî Emrîka qisey pê dekirdirê, Kreolî y Camayîkayî u Sranan, zimanêkî Kreolî y Inglîsiye ke le Surînam qisey pêdekirê:

Gullah: We bin duh nyam – en’ we duh drink, too.
Kreolîy Camayîkayî: We ben a nyam – an’ we a drink, too.
Sranan: We ben de nyang – en’ we de dringie, too.

(lem nimûnane da nyam/nyang – ke be reçełek wuşeyekî Rojaway Efrîqayiye – biřuwane bendî 9) wate = eat [xwardin], bin derxerî zemanî rabirdû yan [kirdarî] yarîdedere – hawterîb bûnî legeł I been talked î  AAVE le ber çaw bigrin – u duh, a u de nîşaney doxî berdewamîn u hawtay fořmekanî Inglîsî –ing in.)

Be şêweyekî sirincřakêş, egerçîş beřwałetî bê, fořmî AAVE ziyatir wekû Inglîsî Standard u şêwekanî nastandardî Inglîsiy Sipî waye, le rastîda le binawanewe zor ziyatir wek nimûnekanî Kreolî deçê, bew şêweyey ke be asayî tenê [kirdarî] yarîdeder wela denê:

AAVE: We was eatin’ – an’ we drinkin’, too.

  1. Le kotayîda becê ye sê xesłetî rêzimananey dîkey AAVE şîbikrênewe: cêgořkêyî nîşaney pirsiyar, It ‘ y bûn ‘ u ‘ herifî îzafey yarîdederî nefî ‘. Rêsakanî nîşaney pirsiyar le pirsiyarî rastewxo le AAVE y da ciyawazin le formî Inglîsiy Standard da u lem core ristaney wekû I asked Mary where did şe go and I want to know did he çome last night da xoyan derdexen .It y bûnayetî le Inglîsiy standard da wek there derdekewê. Le nimûney AAVE da awa: ye:

It’s a boy in my çlass name Coey, It ain’t no heaven for you to go to, Doesn’t nobody know that it’s a God. Em risteyey duwayî herifî îzafey yarîdederî nefîş nîşan deda. Le AAVE da eger risteyek nefiyekî nadiyarî hebû wekû nobody, nothing ew demî yarîderî nefî (doesn’t, can’t ) dekrê bihêndirête seretay riste: Can’t nobody do nothing about it. Wasn’t nothing wrong with that (be lehnî derbiřînekewe).

Duway miştumiř u lêduwanêkî berçaw sebaret be babetî rîşe u serçawey AAVE ta sałanî 1980 kan wêdeçû ewaney dełên em rîşe u serçaweye Efrîqayetî – Kreolî yetiye hełwêstiyan dirust bê. Çunkû zor xesłet u nîşaney AAVE hen ke le hîçkam lew şêwezare Inglîsiyaney le Duřge Birîtaniyayiyekanda (Britiş Isels) qiseyan pêdekirê nabîndirênewe ‌bełam lew zimane Kreolî be reçełek Efrîqayiyaneda hen ke le ser binemay zimanî Inglîsî dandirawin u le dewr u berî Uqiyanûsî Atlantîk da qiseyan pêdekirê. Bawekû emeş, zor lew nizîkaneda lew bareyewe karêkî zor kirawe ke dełê, ew hełwêstey be Kreolî ayetî danane nek her hełeye, bełkû hemû heqayetekeş nagêřêtewe. Hêndêk lew karane le layen Şana Poplaçk u hawkarekaniyewe kirawin sebaret be ‘ tarawgey Emrîkayiye Efrîqayiyekan ‘. Mebest lew zaraweye amaje kirdine be komełgey ew xełkaney‌ ke be reçełek Emrîkayiy.

Efrîqayîn bełam bo çendîn pişt le derewey dewłete Yekgirtûwekan jiyawin, wekû hêndêk le awedaniyekanî Nova skotia, Kanada, u Samana le komarî Domênîken. Girîngî ew komełgeyane bo ew kêşeyey ke lêre qisey lêwe dekirdirê lew wadanane daye ke axawtinî ewan zor xoparêztire le çaw AAVE y mudêřin le Dewiłete Yekgirtûwekan. Eger ewe wabê, şiyawî sirincdanêkî berçawe ke hêndêk le nîşanekanî taybet be AAVE wekû bo nimûne, be negoř, le axawtinî ewanda nabîndirê. Emeş piştî ew ruwange ye degirê ke ciyawaziyekanî nêwan AAVE u lehcegelî Sipiyekanî Inglîsiy Emrîkayî akamî be rêje berewpêşçûnî serbexoy tazen.

Lem sałaney duwayîda le akamî zêde bûnî zanyarî sebaret be rêzimanî lehcekanî Duřgekanî Birîtaniya (Britiş Isles), lêkołînewey pêwendîdar kirawin u akamyan geyştûwete berawurd kirdin u le ber yek ronanî ew lehcanelegeł forme xoparêzekanî AAVE, ke sebaret bewîş be dilniyayiyewe êsta zor lewe ziyatir dezanîn ke demanizanî. Ew kare nîşan‌ deda ke le jimareyek xesłet da AAVE hênd le nizîkewe we lehcekanî Duřgekanî Birîtaniya deçê, yan belanî kemewe deçû u le hênde wurdeřîşałda ke rêgey here jîraney wehîsab hênaniyan eweye bigutirê ke ewan ew formaney lehcegelî Duřgekanî Birîtaniyan ke le layen AAVE we parêzrawin. Bo nimûne, romaninusî benêwbangî Emrîkayî Zora Neal Hurston nwênerayetî axêweranî AAVE deka be lehcey Florîda be gutinî şitî wek:

Dat’s a thing dat’s got to go be handled just so, do it ‘ll kill you.

(le romanî Mules and men, 1935 da)
[êstirekan u piyawekan]
u
Git this spoon betwixt her teeth do she’s liable to bite her tongue off.

(le Seraph da, 1948)

Lêre da fořmî do wek pêwelkênîk be kar hêndirawe be manay otheruwise (dena).

Gelo ew forme le kiwêwe dê? tenê serçaweyek heye ke wêdeçê wekû şîkirdineweyek nirxî hebê. Ewîş eweye ke le lehce kontirekanî nerîtiy Inglîsî herêmî Angliay Roje‌łat da, – le bîrman bê her heman herêmî ke he go, şe go şî heye _ formî be reçełek kirdarî do erkî pêwelkênîş be wurdî be heman mana degêřê bo nimûne nûserêk be lehcey Angliay Roje‌łat denûsê:

You lot must have moved it, do I wouldn’t have fell in.

Sênarîoy here luwaw ewe ye ke em nîşaney lehcey nastandarde le layen małdaneranî (settlers) Birîtaniyayiyewe hênra ew cêyey ke êsta Dewłete Yekgirtûwekanî Emrîkaye. Ew core małdaneraney ke axêwerî lehcegelî Angliay Roje‌łat bûn u le layen aba u ejdadî axêweranî modêřnî AAVE le wan wergîrawe.

Başe ewe demangeyênête kwê ? boçûnî xom eweye ke zor le xesłetekanî AAVE renge bikrê be rêgey ew rastiyewe pasaw bidrên ke zor le yekem Reşekan le Dewłete Yekgirtûwekan be coreyek le kreolî y Inglîsî qiseyan kirdûwe yan her nebê be şêwezarêk be nîşanegelî kreolî amalewe – weyekçûn le nêwan AAVE çtreole kanî Rojaway Hîndiy le hêndêk xał da ewende çawřakêşin ke bo nikûłî lêkirdin naşên. Legeł eweşda, eme ew şêmane zor pitewe berperç nadatewe ke xesłetekanî dîkey AAVE rastewřast le lehce Birîtaniyayiyekanewe boy be mîrat becê mawin u ewey ke le hêndêk nimûneda kon şêweyî le axawtinî Sipiyan da bizir bûwe dekrê le AAVE da parêzrabê. Le hêndêk nimûnan da, miştumiř u bo yekitr neselmandin sebaret be reg u rîşey AAVE dekrê ta radeyek bê mana bê. Formî kirdarî wek he love, şe do dekrê wek akamî paşxanî kreolî u kartêkerî lehcey Birîtaniyayî şî bikrênewe, ke yekyan ewîdiyan be hêz deka.

Dimeteqeyekî dûwem î he‌re serekî u he‌re nizîk sebaret be şitêke ke nêwî lêndirawe ferziyey laderane. Ew lêkołênewaney ke le sałanî 1990 kanda kirawin dełên, tenanet eger AAVE le kreolî y binema Inglîsîş kewtibêtewe, ke be têpeřînî sał u sedan, ziyatir u ziyatir u zor le nizîkewe we ew Inglîsiye deçê ke Emrîkayiyekanî dîke qisey pêdeken, êsta ew pêvajoye destî pêkirdûwe ke bikewête rêbazêkî badanewe u pêçewanewe. Pasawî eweş dehênnewe ke êsta AAVE u lehcegelî Emrîkayiye Sipiyekan destiyan pêkirdûwe le yekitrî dûr bikewinewe. Be gutinêkî dîke, le lehcegelî Sipiyekanda gořanî ewto rûdeden ke le AAVE da nîn, u be pêçewaneş her awaye.zor be şêweyekî xořiskî, ew ferziyeye le Dewłete Yekgirtûwekan sirincêkî berçawî belay xoyda rakêşawe çunke, eger rast bê, eme tebî’etî dabiřawî komełey Emrîka le ser binemay ciyawazî regezî be şêweyekî diřamatîk u xefetawî denwênê. Manay serdagîrawî ew boçûne eweye ke ew ladan u dûrkewtinewe zimaniyane le ber nebûnî yekangîrî le nêwan komełge Reş u komełge Sipiyekan le Dewłete Yekgirtûwekanî Emrîka da rûdeden, be taybetî le nawçe şariyekanda.

Hałî hazr, zimannasanî Emrîkayî le ser ewe rêk nîn ke be wurdî çi deqewimê. Legeł eweşda, ewe selmawe ew gořane dengiyaney ke le sîstimî wavêlî axêweranî Sipî, bo nimûne, le Philadelphia da rûdeden _ wekû dirêjkirdinewey wavêl le wuşey wekû write u type da – le Inglîsî axêweranî Reş le ‘eynî şar da rûnada. Le layekî diyewe, wêdeçê AAVE kewtibête ber hêndêk gořanî rêzimanî ke be hîç cor şwên leser lehcegele Sipiyekan naka. Bo nimûne, bekarhênanî doxî dahatûy akamane (future resultative ) y be done wêdeçê dahênanêkî rêzimanî nwê u he‌ta dê ziyatir baw bê le axawtinî axêweranî cwantirî AAVE da, wek ew nimûney xuwarewe ke sirincî zimannasî komełayetî Emrîkayî

Efrîqayî Cohn Baugh y rakêşa.

I’ll be done kiłed that motherfucker if he tries to lay a hand on my kid again.
[emin ew daykî xo…iye dekûjm bêtû carêkî dîke dest le mindałî min hełênêtewe].

Serçawey em wergêřane:

Peter Trudgill, Sociolinguistics, An introduction to language and society, Fourth edition, Penguin Books, 2000, lapeřey 42 ta 60.
Têbînî wergêř: Bo ewey ew çemke zimannasiyaney profêsor Trudgił lem nûsraweye da bekarî hênawin baştir bo xwênerewey Kurdî hogirî babetî zimannasane rûn bibnewe le xuwarewe hêndêkyan be kelik wergirtin le

‘Şîkirdinewey wuşekanî zimannasî komełayetî ‘ A Glossary of Sociolinguistics’ y mamosta Trudgił ke binkey Press Edinburgh University le sałî 2003 biławî kirdûwetewe werdegêřîne ser zimanî Kurdî.

Substratum şwêndananî sabstratum le barî mêjûyiyewe le akamî pêvajoy gořanî zimanda serhe‌łdeda, ke têyîda, komełgeyekî axawtin le ber zimanêkî dîke dest le zimanî bûmî xoy hełdegirê, zimanêk ke le sereweřa‌ be serîda sepawe, wate le layen komełgeyekî zor le xoy be destełatir. Le pêvajoy ew têkeł bûne da axêweranî zimanî seretayî hêndêk le xesłetekanî le zimanî nwê da deparêzin bo nimûne zor car degutrê ke Inglîsiy Irlendî şwêndananî substratum î Gealîkî Irlendî pêwe diyare. Dij manay zimannasî komełnasaney sabstratumsuperstratum e, ewîş bew şêweyeye ke girûpî zor be destełatir gořanî zimanî de ezimwê, wek ew katey ke derebege bedestełatekanî Franki Ałmanîzimanî Bakûrî Feřanse destyan le zimanî Ałmanî xoyan hełgirt, bełam hênêk şwênpêy ew zimaneyan beser Feřanseyî modêřin da be cê hêşt. Lem pêwendiye da zaraweyekî dîkeş heye, ewîş adstratum e, emeş be giştî katêk be kar debirdirê ke dû destey komełgey axawtin ke kemtazor destełat u tuwanayiyan wek yek waye u pêwendî legeł yekitrî peyda deken u şwên le ser zimanî yekdî deken be bê ewey ke hîçkam le zimanekan biprûkênewe u le nêw biçin. Akamî pêvajoyekî ewto nawçey zimanî “Linguistic area” y lê dekewêtewe.

Pidgin şêwezarî zimanêke ke axêwerî bûmî niye u le akamî pêwendî zimanî le barudoxî fire zimanîda saz debê, u erkî zimanêkî hawbeş (Lingua Franca) degêřê. Pîcnekan ew core zimananen ke le zimanêkî serçawe ra be pêvajoy pîcnkirdinda têpeřêwin. Derecey ew pîcnandine ewende zore ke têgeyştinî dûlayene legeł zimanî serçawe nalwê yan yekcar zor dijwa re. Pîcnekan wek zimanî ronîştû wan. Zorêk le zimananî pîcnî be nêwbang u baş nasraw le zimane serçawe Uřûpayiyekanewe kewtûnetewe wekû Inglîsî u Purtugalî, bełam zor zimanî pîcnîş hen ke rîşeyan le zimane na Uřûpayiyekanewe aw dexonewe.

Creole zimanêke ke ta radeyekî zor kewtûwete ber pîcnkirdin, bełam ew sade kirdinewe u lê kemkirdinewaney ke be pîncnkirdinewe likawin be pêvajoy perepêdan yan kreolî kirdinda tê hełhêndirawnewe, be şêweyekî ewto ke ew zimane komełgeyekî axêwerî bûmî lê saz bûwe u dekrê bo mebestgelî berbiław bekar bihêndirê. Ew zimane kreolî aney ke neketûnete ber kreolî lê tekandin be asayî axêweranî zimanî serçawe lêyan tênagen. Hêndêk le zimane kreolî here be nêwbangekan birîtîn lew kreolî aney le ser binemay Inglîsî hełnirawin wekû Sranan u Surinam, yek lew kreolî aney ke le ser binaxey zimanî Feřanseyî dandirawe kreolî y Hayîtî ye, zimanî çreolî bineçeke Purtugalî î duřgekanî Çape Verde ye. Çreolekanîş giştyan le ser binemay zimane Uřûpayiyekan danendirawin. Diyare ewe baw bełam nabediłe ke her zimanêk ‌ zimanî dîkey zor têkeł bûbê, şeqłî kreolî y lêdedrê.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s