“Ferhenga Termên Matematîkê”

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 6

__________________________

 

Van salên dawiyê çendîn ferhengên warên cuda-cuda yên zanistî bi kurmancî hatine weşandin.[1] Yek ji van wan jî Ferhenga Termên Matematîkê ya bi daneriya du nivîskarên bi bernavên Dilawer Zeraq û Mem Wenda ne ku sala 2015 hatiye çapkirin.

 

matematik

 

Ev ferheng 2-beşî ye. Di beşa yekem de peyv û gotinên matematîkê bi kurdî hatine rêzkirin û wergerên wan yên fransî, inglîzî, almanî û tirkî hatine pêşkêşkirin. Di beşa duyem de peyv û gotinên matematîkê bi tirkî hatine rêzkirin û wateyên wan yên kurdî hatine dan.

Herdu danerên ferhengê di çend hevpeyivînên xwe yên bi medyayê re de diyar kiriye ku armanca ferhengê ew e ku zimanê kurdî di warê matematîkê de çalak bibe û pêş bikeve. Di pêşgotin û hevpeyivînan de hatiye dubarekirin ku ferheng berhema xebateke çar salan e.

Tevî ku armanca ferhengê ne hînkirina matematîkê lê berhevkirin û afirandina peyv û gotinên warê matematîkê di zimanê kurdî de ye û mirov dikare bibêje ku ew bi armanca hînkirin û danhînkirina kurdî di nav şarezayên matematîkê de ye, daner bi awayekî dûr û dirêj û sloganî pesnê matematîkê didin (”matematîk jiyan e û jiyan matematîk e”). Lê ew zêde ti tiştî derbarê proseya amadekirina ferhengê bi xwe nakin. Bi çend gotinên giştî yên nezelal yên wek ”carinan em li gor mentiqê kurdî çûn, carinan jî me mentiqa matematîkê da pêş” – heçku lihevnekirinek di navbera ”mentiqa kurdî” û ”mentiqa matematîkê” de hebe.

Ferheng pirzimanî ye lê ev pirzimanîtiya wê du pirsên giring li ba bikarîner û xwandevanên wê peyda dike:

  • Gelo çima ferheng bi hind/ewqas zimanan (kurdî, fransî, inglîzî, almanî, tirkî)? Mirov fehm dike ku ferheng kurdî-tirkî û tirkî-kurdî ye ji ber ku ew li Tirkiyê hatiye weşandin û piraniya bikarînerên wê tirkî dizanin û – Xwedê bike – mijûlî wergerandina yekser yan neyekser ya berhemên matematîkê yên tirkî ne. Mirov herwiha fehm dike ku di ferhengê de inglîzî jî heye ji ber ku ew zimanê serekî yê navneteweyî ye û bi rêya cihdana ji inglîzî re, kurdên ne-bakurî yên tirkînezan jî dikarin ji ferhengê mifa wergirin.

 

Lê gelo faydeya fransî yan almaniya wê dê ji çend kesan re hebe? Bi taybetî jî mirov ji rêzkirina zimanan diheyire: fransî berî inglîzî, almanî û tirkî hatiye. Anku piştî peyva kurdî, wergera wê ya fransî, paşî wergera inglîzî, dû re wergera almanî û li dawiyê jî wergera tirkî hatiye danîn. Lê madem ku piraniya bikarînerên wê dê tirkîzan bin (fransînezan, almanînezan û heta bi piranî inglîzînezan jî), çima barê bikarîneran hatiye girankirin û tirkiya wan li dawiya hemû zimanên din tê. Rêzkirina maqûl û beraqil dê wiha bûya: tirkî, inglîzî, almanî, fransî (ji ber ku hejmara kurdên li Almanyayê anku almanîzan ji ya kurdên Fransayê anku fransîzan pir mezintir e).

 

  • Li ti dera ferhengê nayê gotin ka gelo danerên vê ferhengê bi rastî van hemû zimanan dizanin an jî peyvên almanî, fransî û inglîzî tenê kopîkirina ji hin ferhengên tirkî û van zimanan in. Gumaneke pir xurt heye ku daner van hemû zimanan nizanin. Ji çavkaniyên wan jî diyar nabe ku wan berhemên ne-kurdî û ne-tirkî bi kar anîbin. Ji rastnivîsîna peyvên almanî aşkere ye ku ew di rastiyê de vî zimanî nizanin ji ber ku di almanî de li destpêka hemû navdêran (ism, noun) herfa gir heye lê danerên vê ferhengê ew bi herfên hûr nivîsîne (ji bilî hin navên kesan). Di gelek cihan de jî peyvên almanî û/yan fransî nehatine dan. Mimkin e ku di zimanekî de ti peyv bo tiştekî yan diyardeyekê tine bin lê eger mirov wan zimanan bizane, mirov wê peyvê bi wî zimanî bi awayekî şirove dike. Danerên ferhengê wisa jî nekiriye.

Wisa beşa kurdî bi çendîn zimanan hatiye girankirin û wergerên peyvên kurdî jî hemû ji ber sebebekî nediyar di nav kevanan de hatine danîn ku tenê berhemê qurs û sext dikin.

Beşa tirkî (ku daner ji ba xwe ve jê re dibêjin ”rêzîna tirkî”) ji beşa kurdî bi gelek awayan çêtir e. Tenê werger bi kurdî hatine dan û bi zimanên din nehatine girankirin.

Li cihê fransî û almanî – ku ji piraniya bikarînerên vê ferhengê re ti feydeyê wan dê tine be – eger beşa li gor peyvên  inglîzî jî hebûya, dê gelek bikêrtir bûya ji ber xwandevanên tirkînezan jî dê bikarîna li peyvên bi kurdî dixwazin bigerin.

Belkî kêmasiya herî mezin a ferhengê ew e ku ew tenê peyv û gotinan li zimanên din werdigerîne. Ew bi ti awayî şirove nake ka mebest ji wan têrman çi ye. Di vî warî de, wê dabûya ser şopa Ferhenga Erdnigariyê ya Abdurrahman Önen yan jî Ferhenga Zanistên Civakî ya Abdullah Kıran û têrmên xwe rave bikirana jî, dê gelek bisûdtir bûya.

[1] Binêrin Kovara Kanîzar hejmar 5: https://zimannas.wordpress.com/2016/04/01/ferhenga-zanisten-civaki-ya-abdullah-kiran/

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s