Lêkera ”ê”: peydabûn, bikaranîn û cihê wê

 

husein

Husein Muhammed

Di kurmancî de dema bê/were (future tense) adeten bi bikaranîna lêkera alîkar ya “ê” tê çêkirin:

  • ez ê biçim
  • tu ê bibînî
  • ew ê bidin

Bi qasî ku em haydar in, varyanta “ê” ya vê lêkera alîkar di hemû devokên kurmancî de peyda dibe. Lê ji bilî forma ”ê”, li gor devokan ew dikare bi yek ji van awayên din jî peyda bibe:

  • : tu dê bibînî
  • : tu wê bibînî
  • : tu yê bibînî

Ji aliyê etîmolojî ve forma kevnar ”dê” ye û formên din jê peyda bûne. Di zazakî de jî ew bi şiklê ”do” li kar e:[1]

  • ez do bêra (ez ê/dê bêm)

Hêjayî gotinê ye ku di soranî de dema bê ya rêzimanî peyda nabe û ew jî bi dema niha tê diyarkirin.

Eslê forma kurmancî lêkera “divê” (ji forma ferhengî “vîn, viyan” anku “xwastin, xwestin, hez kirin”) e lê wek “dê” hatiye kurtkirin û paşî forma hê siviktir “ê” jê peyda bûye û yan jî di hin devokan de D bi W yan Y guheriye. Dengê D tê de pêşgira berdewamiyê “di-“ yan “d-“ ye, wek “di-kim” yan “d-avêjim”.

Bi heman awayî di inglîzî de jî hevwateya “ê, dê” ya dema bê anku “will” (kurtkirî –‘ll) bi eslê xwe maneya “vîn, viyan, xwastin, xwestin, niyet hebûn” e.[2] Di farisî de jî dema niha bi lêkera alîkar “x(w)asten” (xwastin, xwestin, vîn, viyan) tê avakirin:[3]

  • men x(w)ahem nivişt (ez ê binivîsim)

Tevî ku forma “dê” ji aliyê dîrokî ve ji forma “ê” kevnartir e jî, em ê di piraniya nimûneyên xwe de varyanta “ê” tercîh bikin û bi kar bînin. Sebeb ew e ku hemû devokên kurmancî li ser forma “ê” li hev dikin lê formên din (dê, wê, yê) her yek tenê di hin devokan de peyda dibe û ti ji wan her sêyan di hemû devokên kurmancî de nînin.

Lê hêjayî gotinê ye ku “ê” ya lêker ya dema bê û “ê” ya ravekirinê (bo nimûne “gundê me” yan “hevalê min ê baş” ne ji aliyê rêzimanî ve û ne jî ji hêla rehnasî anku etîmolojî ve ne eynî ne.

 

Ma “ê” (dê) lêker e?

Belkî bi gelek xwandevanan xerîb be ku em ji peyvika “ê” (dê) ya dema bê re dibêjin “lêker” (fiil, verb). Em hîn bûne ku di kurdî de lêker li gor kesan diçemin anku paşgirên kesî werdigirin:

  • ez dibêjim, tu dibêjî, ew nabêjin
  • ez dixwazim bibêjim, tu dixwazî bibêjî, ew naxwazin bibêjin

Wek ku ji nimûneyên duyem diyar dibe, eger di hevokê de hem lêkereke alîkar (li vir “xwastin/xwestin”) û hem jî lêkereke serekî (di nimûneya me de “gotin”) hebe, herdu jî li gor kesî diçemin û paşgiran digirin.

Lê peyva “ê/dê” ti paşgirên kesî wernagire:

  • ez ê bikim, tu ê bikî, ew ê bikin

Anku “ê” herdem wek xwe dimîne.

Berevajî lêkeran, ew nikare were neyînîkirin jî. Bo nimûne:

  • *ez nê/nedê/newê bikim

Stêrk (*) li ber hevokê diyar dike ku tiştekî wisa peyda nabe yan jî ne rêzimanî ye anku ne rast e.

Bidin ber hin lêkerên din yên alîkar:

  • ez naxwazim / nikarim / neşêm / newêrim bikim
  • min nevê bikim
  • ez hez nakim bikim

Tevî vê nekamiliya xwe jî, “ê” ya dema bê bi eslê xwe lêker e û dîsa jî bi hin awayan wek lêkerên din yên alîkar dixebite. Bo nimûne, hebûna wê jî dike ku lêkera serekî li gor raweya bilanî (subjuntîv) biçeme:

  • dikim à ez ê bikim

Bidin ber:

  • dikim à dixwazim bikim

Di hin devokan de (xaseten di kurmanciya rojhilatî de, bo nimûne li Behdînan) pêşgira bilaniyê bi- di dema bê de li gel lêkera serekî nayê bikaranîn:

  • ez ê çim (li şûna “ez ê bi-çim”)

Bidin ber:

  • dixwazim bi-çim (forma “*dixwazim çim” ne rêzimanî ye)
  • ew diwêrin bi-kin (forma “*diwêrin kin” peyda nabe)

Lêkerên din yên kurdî (bo nimûne ”karîn/kanîn, şiyan, vîn/viyan, wêrîn, zanîn, hatin, dan…”) hemû dikarin wek lêkerên serekî jî bên bikaranîn lê ”ê/dê” tenê wek lêkereke alîkar mimkin e. Bo nimûne:

  • dixwazim bikim à dixwazim
  • dikarî bikî à dikarî
  • nizanin bikin à nizanin
  • neşên bibêjin à neşên
  • hat girtin à hat
  • bidin xwandin à bidin

Lê wiha nabe:

  • em ê bikin à *em ê

Bi kurtî, mirov dikare bibêje ku ”ê” (dê) bi eslê xwe lêker e lê gelek ji lêkeran, heta ji lêkerên alîkar jî dûr ketiye.

 

Neyînîkirina dema bê

Di kurdî de di hevokên du-lêkerî de (lêkera alîkar û lêkera serekî), adeten lêkera alîkar tê neyînîkirin. Bo nimûne:

  • dixwazim bikim à naxwazim bikim
  • hat girtin à nehat girtin

Neyînîkirina herdu lêkeran jî mimkin e (bo nimûne ”naxwazim nekim”) lê hingê mebest jê dubarekirina neyînîtiyê ye. Herwiha neyînîkirina tenê lêkera serekî jî mimkin e (bo nimûne “dixwazim nekim”).

Bi gotineke din, di kurdî de adeten neyînîkirina tenê lêkera alîkar, neyînîkirina tenê lêkera serekî û neyînîkirina hevdem yan hem lêkera alîkar û hem jî ya serekî mimkin e.

Lê wek ku me li jor diyar kir, berevajî lêkerên din ên alîkar, “ê / dê” bi xwe pêşgira neyînîtiyê (na-, ne-) wernagire û nikare were neyînîkirin. Tenê neyînîkirina lêkera serekî li gel “ê / dê” gengaz û pêkan e anku mimkin e:

  • ez ê nekim

Heta neyînîkirina lêkera serekî jî di hin devokên kurmancî de (bi taybetî di kurmanciya rojhilatî de) li gel “ê / dê” ne mimkin e. Bo neyînîkirina hevokeke dema bê, divê mirov di van devokan de di neyînîkirinê de “ê / dê” biavêje û lêkera serekî neyînî bike:

  • ez ê bikim à ez nakim

Wek ku tê dîtin, di rastiyê de forma neyînî ya dema bê di van devokan de li gel forma neyînî ya dema niha hevşikl e:

  • ez dikim à ez nakim
  • ez ê bikim à ez nakim (li cihê “ez ê nekim” ya hin devokên din)

 

 

Cihê “ê / dê” di hevokan de

Bi awayekî berbelav tê gotin ku di kurdî de lêker li dawiya hevokê ne. Ev di hevokên sade yên kirdeyî-berkarî-lêkerî (subject-object-verb) de bi piranî rast e. Bo nimûne:

  • ez te dibînim. ( ez: kirde/biker, te: berkar/bireser, dibînim: lêker)

Lê di hevokên aloztir de mesele jî aloztir e. Kerem bikin li vê binêrin:

  • ez dixwazim te bibînim. (ez: kirde, dixwazim: lêker, te: berkar, bibînim: lêker)

Anku tenê lêkera serekî (“bibînim”) li dawiyê ye lê lêkera alîkar (“dixwazim”) yekser li pey kirdeyê ye û berî berkarê ye.

Heta mimkin e ku lêkera serekî jî ne li dawiyê be: Ka em berê xwe bidin vê:

  • Ez dixwazim te bibim malê (ez: kirde, dixwazim: lêkera alîkar, te: berkara yekser, bibim: lêkera serekî, malê: berkara neyekser)

Ya li vê derê ji me re giring ew e ku lêkera alîkar herdem li cihê duyem li pey kirdeyê ye û berî berkar û lêkera serekî tê. Heta eger em hin birrên din jî li hevokê zêde bikin, dîsa jî lêkera alîkar li cihê duyem li dûv kirdeyê dimîne:

  • Ez dixwazim îro te bibim malê.
  • Ez dixwazim îro te ji bajarî bibim malê.
  • Ez dixwazim îro zû te ji bajarî bibim malê.

Lêkerên din jî yên alîkar dîsa li cihê duyem li pey kirdeyê tên bikaranîn:

  • Ez nikarim îro zû te ji bajarî bibim malê.
  • Ez newêrim îro zû te ji bajarî bibim malê.
  • Ez nizanim îro zû te ji bajarî bibim kû.

Cihê lêkera “ê / dê” ya dema bê jî wek cihê lêkerên din yên alîkar adeten yekser li pey kirdeyê ye:

  • Ez ê te bibim malê.
  • Ez ê îro te bibim malê.
  • Ez ê îro te ji bajarî bibim malê.
  • Ez ê îro zû te ji bajarî bibim malê.

Hinek imkana livandina lêkerên alîkar heye. Bo nimûne, mirov dikare wiha bibêje:

  • Ez îro nikarim te bibînim. (li cihê “ez nikarim îro te bibînim” ya berbelavtir)

Lê bikaranîna berkarê (“te”) berî lêkera alîkar (“nikarim”) xerîb dixuye ihtimalen piraniya kurmancîaxivan dê wê wek rast qebûl nekin:

  • ? Ez îro te nikarim bibînim.

Livandina lêkera alîkar ”ê / dê”, eger ne bi temamî nemimkin be jî, ji livandina lêkerên din yên alîkar jî zêdetir bisinor e:

  • ez (d)ê sibê te bibînim à ? ez sibê dê te bibînim.
  • ez (d)ê sibê te bibînim à ? ez sibê te dê bînim.

Lê dîsa jî mirov di medyaya kurdî de hevokên heta wiha xerîb jî dibîne:

  • Serokê Herêma Kurdistanê ragehand, Eger rifrandom (referandûm), bi belê be, em serxwebûnê ragehînin.[4]

Di hevokê de lêkera alîkar ”dê” li peyv berkarê (”serxwebûnê”) hatiye bikaranîn.

 

 

[1] Binêrin bo nimûne: http://dersezazaki.blogspot.fi/2014/04/krmancca-zazaca-kur-2-ders-16.html

[2] Binêrin: https://en.wiktionary.org/wiki/will

[3] Binêrin bo nimûne: http://www.easypersian.com/farsi/lesson-37/

[4] http://www.kurdistan24.net/ku/news/c372e7dd-738a-4b79-bf22-f99acc5570a2/Barzan%C3%AE–Egera-encama-rifranom%C3%AA–Bel%C3%AA-be–em-serxweb%C3%BBn%C3%AA-d%C3%AA-rageh%C3%AEnin-

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s