Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammedî ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî, li bin L î wateya L-ya qelew dide, li bin H tê maneya H-ya wek di peyva “heft” de (ح).
Î î ئی
-î I -a, -ê: malî min mala min; espî reş hespê reş
-î II -î: kurd > kurdî, Kurdistan > kurdistanî; rast > rastî
-î III bn -ît
îca vêca, îca, vêga; (ew kat) hingê, wê demê, vê gavê
îcgar yekcar, êkcar, bi temamî, bivê-nevê, êdî tew
îftade êxtiyar, pîr, kal
îlla, îllan îlle, îlleh, bivê-nevê
îm- î-, ev-: îmro îro, evro; îmsal îsal, vê salê
îmro îro, evro, vê rojê
îmsal îsal, vê salê, ev sale
îmşew îşev, vê şevê, ev şeve
în (em) in: ême kurd în em kurd in
-în (em) –in: nazanîn em nizanin, deçîn em diçin
-îne (vokatîv pirrjimar) -no, -îno, -ino: kurîne kurrîno, kurrino, xelkîne xelkîno, xelkino
înca vêca, îca, vêga; (ew kat) hingê, wê demê, vê gavê
înfîcar teqîn, peqîn, înfîcar
îrhab teror, terorîzm, tirskarî
îrhabî terorîst, tirskar
îsbat îsbat, peyitandin, delîl, belge, îşaret, elamet, nîşan, beyan
îskan peyale
îstîqale îstîfa, destjêberdan, devjêberdan
îstîqlal istiqlal, rizgarî, serbixweyî, rizgarbûn
îş kar, şol, şuxl, îş
-îş jî: minîş min jî; ez jî
îşaret îşaret, elamet, nîşan, belge, delîl, îsbat
-ît -î: to dezanît tu dizanî, to nabînît tu nabînî
îtir êdî, hew, ji niha pê ve, ji hingê pê ve
îxtiyar êxtiyar, pîr, kal