Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammedî ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî, li bin L î wateya L-ya qelew dide, li bin H tê maneya H-ya wek di peyva “heft” de (ح).
Ê ê ئێ
-ê I –e (paşgira lêkeran li gel kesê yekem yê pirhejmar di dema niha de): ew deçê ew diçe, ew dezanê ew dizane, ew dekenê ew dikene
-ê II –ekê, -ekî: rojê rojekê, care carekê
-êk -ek: wilatêk welatek; carêk carek
‘êl hoz, êl, eşîr
ême em; me
-ên- -în-: deçênim diçînim, bigeyêne bigihîne, nadirênê nadirrîne û hwd.
Êran Îran
êrane van deran, vira, van derdoran
êranî îranî, xelkê / tiştê (ji) Îranê
Êraq Iraq, Îraq
êre vir, vê derê, vira, vêrê, here, hire, êre, vî cihî, ev der
êsk, êsqan hestî, beşên req yên leşî
êsta, êste niha, noke, nika, niho, ana, aniha, vê gavê
êstayî nihoyî
êstir hêstir, qantir
êş êş, jan, elem, derd
~ kirdin êşîn, êşan, biêş bûn
êşan êşîn, êşan, biêş bûn
êşandin êşandin, dan êşîn, kirin ku kesek biêşe
êşta hê, hê jî, hîn, hêşta, hîna, hîna jî
-êt, -êtin bn –ê I
êwar êvar, dawiya rojê
êwaran êvaran, her êvarê
êware, êwarê êvarî, dema êvarê
êwe hûn, hingo, win; we, hewe, hingo
êza xelat, badaşt
êzdî, êzîdî êzidî, êzdî