Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammed e. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî, li bin L wateya L-ya qelew dide, li bin H tê maneya H-ya wek di peyva “heft” de (ح).
A a ئا
a 1) belê, erê, e, a 2) a? çi?
-a carinan ciyê ‘e‘ ya kurmancî di paşgirên lêkeran de digire, wek: deka dike, naxwa (ew) naxwe
ab gelavêj, tebax, meha 8em ji salnameya zayînî
abor buhur, rê, rêk
abrû 1) şeref, namûs 2) şerm
adey! de! dê! de bike! de haydî! haydî! yella!
aferîde afirandî, xuliqandî
afirandin afirandin, xuliqandin, dan
afret jin, pîrek
aga hay, aga, ageh
~ lê bûn hay / aga jê bûn
aheng 1) şahî, cejn 2) aheng, harmonî
ajal kewal, sewal, heywan
ajawe têkoşîn, tevger, micadele, dijberî
akam encam, dawî
akar reftar, tevger, akar, rabûn-û-rûniştin
al tila navîn
ala ala, perçem
alif êm, alif
aloz tevlihev, dijwar, aloz, şêlî
~ kirdin tevlihev kirin, alozandin, şêlandin
altûn zêr
alûgor guher, guherîn, guhartin; danûstandin, têkilî
alûgoz guhestin, bi hev guherandin, pêguhartin
am ap, mam
amade amade, hazir
amaj nîşane, delîl, gova
aman! eman! hewar!
amanc armanc
amar hiljimar, statîstîk
amasan werimîn, perçivîn
amêr alav, amûr, alet
amêz hemêz, hembêz, koş, pêsîr
amojin jinmam
amoza mamza, pismam û dotmam, kurmam û keçmam
amraz alav, amûr, alet; (di rêzimanê de) pirtik, amraz
amser şû, hevser, jina yan mêrê kesekê/î
apter dîn, şêt, delodîn
aqil biaqil, aqilmend, hişyar, hişmend
ara le ara da li holê, li meydanê, li ber dest, berdest
araste pêşkêşî, raberî, pêşberî
ard 1) ar, ard 2) (agir) agir
areq xuh, xwêdan
arezû daxwaz, xwestek, hêvî
armûş hevrîşm
asa norm, adet, edet
asan hêsan, sanahî
asayî asayî, normal, adî, adetî, ji rêzê
asayîş ewlekarî, asayîş, emniyet
asewar kelepûr, bermayî, bermayiyên bavûkalan
asin asin, hesin
asirme kurtan, kincên li hesp, ker û hwd têt kirin
asîm pispor
asîw tengasî, rewşa dijwar
ask xezal
asman esman
aso aso, horîzon
asok sîber, sî, sih
ast pile, derece, gihanek, merhele
astem piçek, kêm, ne gelek
asûde asûde, aram, biewle, tena
asûn pozîsyon, rewş
aş 1) aş 2) xwarin
aşaxe rizî
aşçî xwarinçêker
aşkira aşkira, eşkere, diyar, xwiya
aşna s_areza, as_na, beled, -nas
aşpezxane metbex, mitfax
aşt aşt, aşt, tena, vehewayî, hedayî, tebitî
aşxane xwaringeh
-at carinan ciyê ‘e‘ ya kurmancî di paşgirtikên lêkeran de digire, wek: dekat dike, bidat (ew) bide
ateş agir
aw av
awa ava
awale vekirî
aware derbider, sergumkirî, aware, mişextî
awat hêvî, daxwaz, xwezî, xwestek
awaz awaz, melodî
awedan ava, avakirî, nû
awedanî gund; gundî
awejû vajî, berevajî
awelfirman, awelkirdar hoker
awelnaw rengdêr, adjektîv
awendyar navbeynkar, moderator
awer bawerî, wijdan
awerêj avrêj
awha wiha, hosa, awiha
awir awir, nerîn, lênerîn, berêxwedan
awrîşm hevrîşm
awsan werimîn, perçivîn
awsandin werimandin, perçivandin
awus avis, ducan, bihemle
awzengî rikêb, awzengî, ûzengî
axawtin axiftin, peyivîn, ştexilîn
axêw axivger, axiftinker, peyiver, ya/yê diaxive
axinîn jê girtin, daxistin: Guwê xot le ber qisekanî biaxine Guhê xwe ji gotinên wî bigire, Guh nede gotinên wî
axir 1) dawî 2) jixwe, manê, nê
axlêf mêrg, çîmen
axûn melayê şî’iyan
aya? ma? gelo? erê? ecebe?
ayinde pêşeroj, rojên bên, ayinde
ayin-oyin dekûdolab, firrûfêl
ayîn dîn, ol, ayîn; merasim, rêûresm, dêlindêz, seremonî