Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammedî ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî, li bin L î wateya L-ya qelew dide, li bin H tê maneya H-ya wek di peyva “heft” de (ح).
J j ژ
jaj jaj, giyayek e têkilî nav penîrê vexewixandî dikin û jajî jê çêdikin
jajik benîşt, qacik, jajik, qaçik cûtek
jakan (cil) qirmiçîn, qermiçîn, qurmiçîn; (gul) çilmisîn
jakandin (cil) qirmiçandin, qermiçandin, qurmiçandin; (gul) çilmisandin
jakaw (cil) qirmiçî, qermiçî, qurmiçî; (gul) çilmisî
jale jale, kerkujk, darek yan deviyek jehrî ya her-şên e bi gulên geş yên spî yan pembe (pîvazî) yan sor
jan jan, êş, azar, ezyet
jandar jandar, bijan
janeser janeser, serêşî, êşîna serî
janesik zikêşî, êşîna zikî
jar jar, jehr, jehrî, zehr
jaraw jarav, jehrav, ava jehrî
jarawî jarawî, jehrawî, bijar, bijehr, jehrkirî
jarber jarber, jehrber, antîtoksîn
jark (gulûgiyayên) pirrsalî, gulûgiyayê di salekê de namirin lê zivistanê di bin berfê ve dimînin û dîsan biharê jiyana xwe didomînin
jarqende jarqende, jehrqende, nîkotîn
jarûjeng rikmane, dijberî, kerb, kîn
jawejaw dengûdor, qerebalix, geremol, dengên bilind û tevlihev
jek (şîrê) terrezak, şîrê yekem yê piştî zana sewalan. Ji şîrê terrezak ne mast lê firû wiha çêdibe: şîrê terrezak têt germkirin û bêyî bêt hêvênkirin dihêlin ta bicemide û piştî cemidî têt xwarin.
jem 1) xwarin, zad (t ya danek / demek diyar, wek: taşt / firavîn / şîv) 2) xizmet; alîkarî 3) bicîkirin; bicîanîn
jemk mastê dew jê çêdikin
-jen -jen, paşgirek e bo çêkirina peyvên nû bi wateya “ya / yê lê dide”: defjen defjen, kesa/ê li amûra muzîkê defê dide, deholjen deholjen, kesa/ê li deholê dide
jendin 1) jenandin 2) şilqandin 3) hejandin; qeliqandin, livandin, lebitandin
jeng jeng, zeng, jengarî
jengar (1) jengar, jengdar, zengar, zengdar, jengî, bijeng, tişta bandora jengê lê bûye
jengar (2) birrek hejîran e
jengalî şînî tarî, şînî xwerû
jengawî jenggirtî, jengawî, tişta di bin jengê ve maye
jengdar bn jengar
jengin bn jengawî
jenîn bn jendin
jeqnebût ziqnebût, darek bi fêkiyê jehrewî ye. Herwa wek peyvek tal yan nifrîn yan dijûn têt bikaranîn û wateya wê nêzî “quzilqurt” û “jehremar” e
jêr bin; jêr
jêrberan derazînk, bilindeka li ber deriyan
jêrçepoke serşorr, ruhkole, neazad, neserbilind
jêrdest bindest, neazad, neserbixwe, kesa/ê / welatê û hwd yê di bin destê hinên dî ve
jêrdestî bindestî, rewşa yên bindest tê de dijîn
jêrewe jêrve, berev jêr, ber bi aliyê jêrî / binî ve
jêrewenan ji bin ve rakirin, ji bin ve pûç kirin, ji reh û rîş ve hilkişandin, ji qop hilkêşan
jêrîn bn jêrû
jêrkenare jêrenot, binnivîsk, nîşeyên / ravekên / şiroveyên li binê her rûpelî yan li dawiya nivîsarê bi tîpên hûr tên danîn
jêrpê binpêk, kursîka mirov rûniştî piyên datîne ser daku xwîn li piyên bilindkirî bigerre
jêrpiyale binkask, binpiyalok, sênîkoka piyaleyekê / fincanek datîne tê de daku cihê kefçikê têkvedanê û belkî şekira kabik hebe û belkî ji ber germiya çayê û germbûna piyaleyê baştir e mirov li şûna piyaleyê dest biavêje wê sênîkokê ku jê re binkask tê gotin
jêrser balguh, balîf, balîfk, binserk
jêrtîp bintîp, kontrol, dîsîplîn
jêrû jêrî, jêrîn, binî; başûr
jêrûzeber serobin, tevlihev
jêrzemîn binerd, binax
jêrzemînî binerdî, binaxî
jilêwandin şarandin, lê sor kirin, kiş kirin, kişkişandin
jilêwe kiş, kişkirin, şarandin, lêsorkirin, kişkişandin
jimar jimar, hejmar; hesab
jimardin jimartin, hejmartin, hijmartin
jimare jimar, hijmar, hejmar, nimre, reqem
jimaregir jimaregir, hesabgir, kesa/ê karê jimartina / hesabkirina lêçûn û dahateyan dike
jimaregirî jimaregirî, hesabgirî, jimartina / hesabkirina lêçûn û dahateyan
jimareyî jimareyî, jimarî, tiştê bi jimaran / hejmaran e
jimarkar jimarkar, makîneya hesabkirinê
jimarko hiljimar, statîstîk, jimarko
jimaryar bn jimaregir
jimêre jimêre, di matematîkê de beşa jimare û jimartina wan
jin jin, pîrek, kabanî, kevanî, jinik
jinane jinane, mîna jinan; ya / yê / yên jinan
jinanî jinanî, jinok, serjin, jinik, nemêr, nezelam
jin-be-jin pêguhorkanê, jin-bi-jin (t dema zavayek xwişka xwe dide birayê jina xwe û wa du malbat li hev tên bêyî ku next / qelen ji hev bistînin)
jineşa şabanû, jina şah / padişah / qral / melik
jinewtin bn bîstin
jinêtî jinî, jinîtî, jinbûn
jinxuşk, jinxwişk diş, xwişka jina kesekî
jiwan bn juwan
jiyan jiyan, heyat; jîn
jiyanewe vejîn, vejiiyan, dîsan sax / jîndar bûn, dîsan geş bûn
jiyandin jiyandin, wa parastin ku sax bimîne; bi hestekê / di rewşekê de jiyan
jiyandinewe vejandin, vejiyandin, dîsan jîndar / geş / sax kirin
jiyanî jiyanî, hindî jiyanê giring
jiyar jiyar, bingehîn, pirr giring / fer / mihim
jiyarî jiyarî, debara / îdareya jiyanê
jî bn jiyan
jîhatin pêşketin, peresîn, firajî
jîjk bn jîşk
jîlemo xwelî (t ya germ / sor)
jîn bn jiyan
jîname jînname, jiyanname, jînenîgar, bîbliyografî, çîrokjiyan, çîroka jiyana kesekê/î
jîndar jîndar, sax, nemirî; saxlem
jîndarî jîndarî, saxî, nemirinî; saxlemî, tenduristî
jîr 1) jîr, ya / yê dikare / dişê (zû yan bi asanî) tê bigihe / fam bike 2) aşt, tena, rehet, tebitî, vehewayî (t zarok dema nagirî)
jîrane 1) jîrane, bi jîrî, wek jîran 2) aştane, tenayane, wek yên aşt / tena
jîrbêj jîrgo, (mirova/ê) bi mantiqî / lojîkî karên xwe dike
jîrbêjane jîrgoyane, wek jîrgoyan
jîrbêjî jîrgoyî, mantiq, lojîk
jîrî 1) jîrî, hêza / şiyana têgihîna / famkirinê (t zû yan bi asanî)
jîrkele aşt, tena, rehet, tebitî, vehewayî (t zarok dema nagirî)
jîşk jûjî, jûje, jîjo
jîwar jîwar, pozîsyon, rewşa / pileya mirovek di jiyana xwe de tê de
jîy… bn jiy…
jor bn jûr
juwan jivan, soz, randevû, hevdîtin, dîdar
juwanga jivangeh, hevgeh, cihê hevgînê, cihê gihiştina hev
jûr (1) ode, mezel, hode, çavî, jore
jûr (2) jor, serî, silal; bakur; super
jûran demsala nivistina / raketina / razana li hindirr, dijw. heywanan
jûrewe hindirr, jor, jorve, hundurr
jûroçke çavî, hucre, odek, odeya biçûk